DESTPÊK

 KURDÎ

 DEUTSCH

ÚÑÈí

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESSE

         

 

 
 
 
   

Jînenîgarî

Rojek cuda ji hemî rojan, li gundekî  jibîrkirî, gundekî ji mêjî û wijdanê dîrokî ketî, jiyanek qedexe hat mirinê. Otilce, gundê ku dil û cîgerê herêma Cerehê li nexşeya Tirbespiya  Rojavayê Kurdistanê dineqişîne, wê roja ku ne mîna ti rojan bû, hembêza xwe ya qedexe ji jiyana Selîm Biçûk ya qedexe re vekir. Sal 1960 bû û ji wê rojê heta niha bêciriya jiyanê Selîm di nav pêlên xwe de digerîne.

Destpêk, dibistana gund bû ku bi hevokekê rûyê jiyana qedexe vêvirî hişt û Selîm jî bi xwe re kişand gerînokên mirinê: “ Gerek e hun bi zimanê erebî biaxivin, kurdî zimanê ker û lawiran e, ji îro û şûn de, ji bo her gotinek kurdî nasmeya keran bi sînga we ve dibe tevî lêdanek dijwar.” Ev peyva mamosteyê gund bû ku rû bi rû, em zarokên Cerehê li hember pirsên bêdawî hiştin. Û her sibeh zarokek tevî nasname û wêneyê kerekî li pêşiya dibistanê radiwestiya û piştî lêdan û azarek bêmînak mamoste digot: “Ev ker kurê keran bi erebî nizane, bi zimanê keran diaxive. Bêje ez ker im bi zimanê erebî nizanim.” Û bi dengê bilind gerek bû zarok; ez ker im … Ew ker e, biqîrin.

Zarok mezin dibûn, qedexe û êş û azar jî bi wan re mezin dibûn. Pirs mezin dibûn, lêgerîna bersivan mezin dibû û Cereh dima siwarê dîrokek jibîrkirî û qedexe. Lehiyên êş û azaran jî, bi ava Cerehê re her dinaliyan û li cihanê belav dibûn.

Otilce û Cereh man û zarokên qedexe bi dinyayê ketin, ji hev belav bûn. Ziman ma qedexe, dîrok ma qedexe û ew xak di dilê qedexeyan de, qedexe ma daçikandî.

Selîm Biçûk kî ye?
●Yek ji wan zarokên qedexe ye ku     di dilê qedexekirinê de zarokatî û xortaniya xwe derbas kir.
● Xwendina xwe ya destpêkê li gundê Tilxatûn û Otilce temam kir.
Xwendina navîn li tirbespiyê temam kir.
Beşê hiqûq li zanîngeha Şamê. di sala 1987an de temam kir.
Dawiya sala 1990î sînorê qedexeyan çirand û derket Europa û
heta niha li Elmaniya dijî.
Di adara 1997an de pirtûka xwe ya yekemîn “Rêzimanê Kurdî
Kurmancî” çap kir.
Sala 2002an pirtûka xwe ya helbestan “Xewnên Revok” çap kir.
Di dilê wî de her kevirekî Otilce bûye çiyayek, her darek bûye daristanek û Çemê Cerehê bûye derya, di hembêza xwe de hemî qedexe û êş û azaran kom dike û li ser dijminên mirovahiyê kîn û nifretê dibarîne.

Biografie

Ein Tag unterschied sich von allen anderen in einem vergessenen Dorf, das aus dem Gedächtnis und dem Gewissen der Geschichte herausgefallen ist. Ein verbotenes Leben ist zum Sterben auf die Welt gekommen. Otilja, das Dorf, welches das Herz Dscherahs in der Landkarte des Gebietes Tirbespie in West-Kurdistan abbildet. Das Dorf Otilja hat seine Arme für das Leben Selim Bicuks geöffnet. Das war im Jahr 1960. Ab diesem Tag bis heute hat das unverträgliche Leben Selim wie auf einer Welle hin und her geworfen. Am Anfang stand die Schule im Dorf. Das verbotene Leben begann mit einem Satz und mit diesem Satz zog es Selim in einen Strudel des Todes: „Ihr müsst Arabisch sprechen, die kurdische Sprache ist die Sprache von Eseln und anderen Tieren. Ab heute wird für jedes Wort kurdisch dir ein Eselausweis um den Hals gehängt und ihr werdet dafür bestraft und gefoltert.“ Diese Rede des Dorflehrers hat den Kindern von Dscherah unendliche Fragen gestellt. Jeden Morgen wurde einem Kind der Eselausweis umgehängt und es musste auf dem Schulhof vor den Kindern stehen und wurde gefoltert und der Lehrer sagte: „ Dieser Esel, der Sohn eines Esels, kann kein Arabisch. Er spricht Eselsprache.“ Das Kind musste laut sagen: „ Ich bin ein Esel, ich kann kein Arabisch.“ Und alle Kinder wiederholten laut schreiend: „ Er ist ein Esel.“

Die Kinder wuchsen heran. Das Verbotensein, die Leiden und die Schmerzen wurden größer und die Fragen auch. Die Suche nach Antworten war noch größer geworden und Dscherah ist ein Reiter durch die vergessene und verbotene Geschichte geblieben. Die Flut von Leiden und Schmerzen durch die Wasser des Djerah strömte ihr Wehklagen in die Welt.
Otilja und Dscherah sind geblieben. Die verbotenen Kinder sind in der Welt verstreut. Die Sprache und die Geschichte sind verboten geblieben. Jene Erde ist im Herzen des Verbotenseins verpflanzt.

Selim Bicuk:
ein verbotenes Kind, das im Herzen des Verbotenseins aufgewachsen ist.
Die Grund- und Mittelschule hat er in Otilja und Tilkhatun abgeschlossen und Abitur in Tirbespie
Jura an der Universität Damaskus 1987
Seit Anfang 1991 lebt er in Deutschland.
Im März 1997 veröffentlichte er sein erstes Buch –kurdische Grammatik-
2002 hat er seinen Gedichtband Xewnen Revok veröffentlicht.

 

 

 

Rechtliche Stellung der Kurden in Syrien
Xewnên Revok - Helbest 1
RÊZIMANÊ KURDÎ -KURMANCÎ-
Cihê kurdan yê hiqûqî li Sûriyê
ÞÇãÔáæ, ÇÓÊÛÇËÊß ÊÏäÏä ÃÑÌæÍÉ ÛÑÈÊí
Liva dawî, xewna dawî
Die letzte Regung Der letzte Traum
Pêjin - deutsch
Rastnivîsa kurdî - Kurmancî
Komm schlaflos
Hawara te hêlana biyaniya min...
… Û Ez ji min dizîm
 Û bihişt li welatê rojê xilmaş dibû -1-
 Û bihişt li welatê rojê xilmaş dibû -2-

ÈáÇÏ ÇáÍáã

Pîrozkirina erebkirinê?

Dînistan
Rok digirî, bihişt li ku dimîne?
Zimanê yekgirtî bi darê zorê nabe!
Dîsa li Şingalê mirovahî tê kuştin
Gula 73.emîn, Gir Izêrê Şingalê
Yekgirtina ziman yan parçekirina kurdan








 

selim@bicuk.de  
Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de