|
|
|
|
Rok digirî, bihişt li ku dimîne?
Selîm Biçûk
Kefteleft û berxwedana Şêrîn hêdî hêdî lawaz
dibû. Bedena nazik di nav destên serleşkêrê
dirinde de bêliv xwe sipart tebatiyê. Çav vekirî
zîq di dîwarê zindanê de daçikiyan.
- Şêrîn …..Xwe bisipêre çiyê. Wa rok diçe ava,
tarî sitara revê ye!
- Rodîîîî … Rod…îîîî ….Ro…..
Dîwarê ku bi wêne û nivîsan hatibû neqişandin ji
hev çiriya, ronahiyeke sor, lawaz û xemgîn,
Şêrîn ber bi dilê çiyê ve kişand.
Roj li ber ava bû, xwe noq dikir nav hinavê çiyê.
Şêrînê, bêdeng xwe ji serê zinarekî berdida ber
bi jêr ve. Vê carê tûrê wê vala bû, bi armanceke
din serdana çiyê kiribû. Bi zarokatî pir caran
li van çiyan geriya bû. Wê û dayîka xwe bi tûrên
tije, xwe ji vî zinarî ber bi gund ve berdidan.
Niha her tişt cuda, xuya dike, rok û reng û
germiya wê, çiya û bilindbûn û sawa wî, zarokên
çiyê û xewn û hêviyên wan, xweza û seyrbûn û
mendelhoşiya wê, xweda û girî û kenê wî, bihişt
û dojeh û cih û çêja wan.
Xuşîna bayê û nalîna av û daran ji dil û cîgerê
çiyê, Şêrîn kişandibûn ser baskên asîmanekî nû,
raman ber bi cihê veşartoka rojê û sorahiya
avabûna wê ku dixwest di hembêza Xwedê de pal
bide, difiriya. Bi hezaran keleh û bajar ava
dikirin. Bi xêliyên rengereng, li hespên rewan,
bi kesk û sor û zer xemilandî tevî refên horî û
periyan ber bi gundê Rodî ve, hildikişiya. Rê
dûr dibû, Şêrîn bêaram dibû û bi hêviya dîtina
Rodî kêlî dibûn sal.
Li koçka bûkaniyê, Rodî bi kenekî sêrîn: “ Tu bi
xêr hatî mala xwe”. Bi destin lerizokî û çavin
dilovan xêliya wê ber bi jor ve hildida.
Xuhdaneke hûr dêmên sorgulî girt. Evîn, şermî û
xweşî tev hev dibûn. Şêrîn ji kokan ve
dilerizandin. Serê xwe bi delaliyeke bênîşe ber
bi çavên Rodî ve hildida, xuşîna helbest û gulan
Rodî mest dikir. Periyên bihiştê tev dihatin
sema û dîlanê. Ji kûrahiya dil, dengek zîz dibû:
Hişiyar be Şêrîn!
- Rodîîîîî Rodîîî ….Rooo……
Dîsa bêkav, di nava tebatiya sorrr de ber bi
dilê rokê ve çû. Li ser kevirekî bilind rûnişt.
Dixwest biqîre û wan çiyan tev bi dengê xwe
bilerizîne, da dinya tev hawara wê bibihîze. Lê
tenê hêstirên ziwa dihatin xwar. Çav melûl xîz
dibûn, jiyan tev sor, ji çiyan xwîn dibariya.
Cara yekemîn û ya dawî, berî salekê Şêrîn û Rodî
li ser vê latê, li vî cihî û di vê dema êvarê de
bi hev re rûniştibûn, li rengê rokê ku diçû ava
temaşe dikirin, li çiyan, li xuşîna çemên ku ji
nav cerg û dilê wan dişêlehan guhdarî dikirin.
Pez, dewar, dîk, mirîşk û zarokên gund dest bi
simfoniya xwe ya bêmirin kiribûn. Gerdûn weha
şêrîn, weha bedew dikeniya.
-Temaşe bike Şêrîn! Bihişt li ber deriyê me ye û
em bi hezarên salan li asîmanan lê digerin.
Piştî şehîdbûna Rodî, mijara ramanên Şêrîn bûbû
ev peyv. Û bi pirsên bêbersiv ber bi dil û
hestên Rodî ve diçû: Jiyan çi ye? Bihişta ku
Rodî can û giyanê xwe bi qurbanî wê kir çi bû?
Yekîtiya di navbera evîn, xweza û azadiyê de
dikare bibe bihişt? Çima bav û kalên me bihişta
li ber deriyê xwe nedidîtin û hewqas zor, koletî
û hovîtî ji bo bihişta li asîmanan pejirandin?
Şêrîn şiyar dibe, zindan, azar û destdirêjkirina
leşkeran hêrsa dilê wê bi bilindahiya çiyan re
dike yek, çiya dilerizin, sor dibin. Rok lawaz
di nava xwîna Şêrîn de dikewgire, di hembêza
xwedê de diqîre: Şêrîn, were nav dilê çiyê bi
hezaran Rodî li vir in.
Gund xemgîn di kûrahiya gelî de hêdî hêdî di
nava tariyê de wenda dibe. Awaza orkestra
bihiştê di şax û rûbaran de hêdî hêdî ji çav û
guhên Şêrîn dûr dikeve.
Şêrîn, li ser banê piştê, bi cilên zîvarî, li
odeyeke biçûk ji zindanê di nava xwînê de
digevize.
Serleşkerê ku helkehelka kûçikekî revîyayî jê tê,
cil û nîşanên xwe li xwe dike û bi tîqtîqa
kenekî hov ji odeyê ber bi derve diçe.
|
|
|
selim@bicuk.de
Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - ©
Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de
|