Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESSE

 

 
   
     

Kevala Hunermend:Reshid.Hiso
Hawara te hêlana biyaniya min dinehwirîne, … Qamişlo

Ji dilê berbangê biherike…
were der!
Rewaniya peyvên nezayîn li ser termê helbesta şikestinê bihûne!
Ev veqetîn,
bêdawîbûna bêxewiyê û berdewamiya mirinê bû
Li şûnmayên talanê firtone bû
ez bi sawa tariyê çeper kiri bûm
ji sariya dilê êgir bedena min gur kiribû
Min şevreşkên te bi xewnerojkan mijûl dikirin
 
… Û Ez ji min dizîm

Li kenarê xilmaşiyek sersem,
xuşîna çêm, me bi bişirîna xewnê radizand
Payîzokek mişexte,
bi ahenga Seremergê,
ava çêm miçiqand,
şev talan kir,
… ez bêdeng cefilîm,
 

Liva dawî, xewna dawî


...
Li vir,
li vî kavilê wêran,
Li pey kelemperan,
bihara bêbextiyê dipişkivî
wêneyê xewnê lerizî
li noşgeha çavên te,
rastî wêran bû
Fermo,
ji payîzokên nehatine zimên,
ji heyranokan,
xewnan bihûne
Bipîve kavilê dilê min,
ka çend qûnaxên te lê hene?
Min ew li wir hişt,
tu li vir
û xwe?

...
 

Pêjin


Netebûtiya viyanê,
bêaramiya sersem,
vemirîna tîrêja kenê meygeran
li noşgeha çavên te,
talan dikin bişirîna ronahiyê
bêzariya xecxecokan,
gazinên Xeca Sîpanê,
vedenga ahenga giriyane,
xiniziya Siyamend,
şevên serserî sipartin tewlaziya wêraniyê
Kundekî serxwer,
dibe waqîna ponijiya Xelatê
ji guliyên şevê stêrk çîrokê dihûnin
hêstir dibin bazbend,
birîna hêviyan dinixumînin
bi sergêjiya peyvê ez te xewn bihûnim
bi germiya rokê dipêçim
destanên mendelhoşiya çavên te,
sermestiya pênûsê,
li dilê mirinê,
sorgulan dibişkivînin
bi henasa hesreta te min xwe agir raxist

 


 

 
 
 
 
 
 

 

 selim@bicuk.de  
Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design: www.hesso.de