|
|
|
|
|
|
Gotar |
|
|
|
|
|
Her ku pirsa ziman û standadkirinê li Başûrê Kurdistanê
gur dibe, tayên metirsiya parçekirin û jihevcudakirina
kurdan zelaltir û tirsnaktir dibin. Eger ev pirs bi vî
awayî pêş ve here û daxwazên tên kirin bi cî bibin dê
Gelê Kurd bibe du gelên cuda û bi du zimanên cuda û
belkî ev dabeşkirin pirtir bibe û xwediyên her
zaravayekî bibin neteweyek serbixwe. Helbet e, ez peyva
Gelê Kurd bo hemî kurdistaniyan bi kar tînim ne tenê ji
bo kurdên Başûr. Gelê Kurd bi zaravayên cuda diaxive lê
ev cudabûn ticaran nebûye asteng li hember hestên wî yên
netewî. Hejmara kurdan li gora jimartinên nefermî, weha
tê xuyakirin:
|
|
|
|
|
|
Diyarî ji bo „Navîn Derwêş “ ê çarmehî ku bi 73 maç û
73 gulşîlanan mirin bezand
Bajo siwarê rojê, bajo ronahiya êgir, bajo birîna
sermedî li dilê Kurdistanê, bajo û bila av û xak her
biqîrin: „ Ya Xweda tu xêrê bide 72 miletan û em jî,
teva“.
Erê, 72 milet, 72 lehiyên xwînê, 72 birînên şînê, 72
dojehên kînê û 72 çirayên hêviyê bi 72 lavij û daxwazên
xêrê li dilê êgir tomar bike. Xwîna 72 sorgulan li dilê
Lalişê nîgar bike. Ma gelo hîn xwîna 72 fermanan
negihîştiye banê rojê, hîn saw û tirs nekiriye dilê
Xwedê? Hîn banê tarî, zorê, kotekî û hovîtiyê nehatiye
lerizandin? Heta kengî dê lavijên te bibin kuştin û
talan? Heta gengî cenawer û lawirên dirinde yên
rengemirov dê li ser dilê vê xakê sema kuştiyên te
bigerînin?
|
|
|
|
|
|
„Bikujin, bişewitînin, bila jiyan li ser piya nemîne,
ev cihan tenê ji bo me hov û mirovxweran, xwediyên
Xwedayê taristanê ye“.
Dîsa li Şingalê ev banga kevin-nû dubare dibe. Kerî û
garanên mirinê, mirovxwer û neviyên tariyê û dijminên
jiyanê li ser piyan e, bi zikreşiyeke hovane û dirinde
agirê mirina reş li ser, zarok, jin, kal, lawir û her
tiştên bi giyan direşînin. Û ji pişt sînoran, li derdorê,
ji paytextên şahinşahiyên taristanê çepik û govendên
şahiya mirinê li ser cendekê mirovahiyê li dar dikevin.
|
|
|
|
|
|
Bi salan e pirsa zimanê kurdî yê yekgirtî tê
gengeşekirin. Bi dehan civîn û konfrans li ser vê
pirsgirêkê hatine lidarxistinê. Lê mixabin, heta niha
karekî zanistî û birêkûpêk di vî warî de nehatiye kirinê.
Gelek sedem hene ku ev kar nehatiye birêvebirin, hin ji
van sedeman jî, ev in:
|
|
|
|
|
|
Kefteleft û berxwedana Şêrîn hêdî hêdî lawaz
dibû. Bedena nazik di nav destên serleşkêrê
dirinde de bêliv xwe sipart tebatiyê. Çav vekirî
zîq di dîwarê zindanê de daçikiyan.
- Şêrîn …..Xwe bisipêre çiyê. Wa rok diçe ava,
tarî sitara revê ye!
- Rodîîîî … Rod…îîîî ….Ro…..
Dîwarê ku bi wêne û nivîsan hatibû neqişandin ji
hev çiriya, ronahiyeke sor, lawaz û xemgîn,
Şêrîn ber bi dilê çiyê ve kişand.
|
|
|
|
|
|
Li şêtxanê, Li qatê erdê, Di saloneke dirêj û
fireh de, rûnişti bûm. Li her goşeyê û di nîvê
salonê de, mase û kursiyên bi rengê pirteqalî bi
cih dibûn. Li ber pencereyê, min dûr, li asoyê
temaşe dikir. Şînahî û daran, bîranîn dikirin
xelek, bi hev re rêz dikirin, çengel dikirin. Di
geravên bêbinî de, ez dizîvirîm. Rojbûna min hat
bîra min, rojên dibistanê, lîstikên ji ax, çamûr,
kevir û daran, karê siyasî, derketin, Hêvî,
Perînas… Hat bîra min çawa mamosteyê min bi
daran li destê min xist ji ber ku min bi zimanê
dibistanê nizanibû. Erê, wê rojê nasnameya kerê
bi min re mabû. Gotinên mamoste hatin bîra min:
“Ev kerê mezin bi Erebî nizane”. Ez bi dengekî
bilind keniyam, lê hêstiran, êşa girî û birînên
kevin ez gêj kirim. Ez keniyam û min da girî.
Min li derdorên xwe temaşe kir. Hin kes
dikeniyan, hin digiriyan, hin bi xwe re
dipeyivîn, hin jî, keti bûn bêdengiya mirinê.
Saw û tirs bi salona şêtxanê dixistin. Lê haya
tikesî ji min nebû. Ez nizanim ne dikeniyan, ne
digiriyam. Lê li gerdûna dînistanê ken û girî
yek in.
|
|
|
|
|
|
Pirsa zimên
pirseke piralî ye, li hêlekê zanistiyeke
serbixwe di nav beşên zanistiyê de, li bin navê
“Linguistik” cî digire, li hêla din jî, cihê xwe
bi xurtî di bin banê beşên zanistî yên wek
Philologie, Psychologie, Soziologie, Pädagogie,
Kommunikation, Computer û gelek beşên zanistiyê
yên din de digire. Di xêzên giştî de, hemî ziman
cihê xwe di nava rêbaz û lêkolînên zanistî de
dibînin. Lê helbet e, her zimanek taybetiyên wî
hene, ev taybetî jî, di çarçoveya zanistiya
zimên de, dikarin xwe bibînin û pirsgirêkên xwe
çareser bikin. Ji bilî aliyê zanistî û rêbazên
vî alî, ziman girêdayî komek mirov ku xwe wek
netewe nas dikin, dikeve nava liv û pêşveçûnê.
Mebest li vir, berjewendiyên netewî û yekîtiya
hest, daxwaz û hêviyên gel e. Herweha têkilî û
bihevgihana çandî di nava wî gelê xwediyê zimên
de. Di vê xalê de, eger em zimanê kurdî
destnîşan bikin û di bin hûrkolînên zanistî,
dîrokî û siyasî re derbas bikin, em dê bibînin
ku gelê kurd bêtir ji her kesî pêdivî bi vê
hevgihîştin û berdewamiya têkiliyên kulturî heye.
Wek ku em dizanin zimanê kurdî jî, di bin bayê
şerên piralî de, para xwe ji wêranî û pişavtinê
gelek girtiye.
|
|
|
Weha bi hêminî Duhok di nava dilê çiyan de paldayî ye.
Ew çiyayên ku xelkên vî welatî di rojên rev û talanê de
diparastin, niha bûne taca bûkaniyê, xweşikayî û
ciwaniyê didin bajarê Duhokê, mîna firîşteyên dilovaniyê
vejîna bajêr hembêz dikin. Alên kurdî, awazên kurdî û
jiyana bi her awayî kurdî, Duhokê di navbera xewnên doh
û rastiya îro de zindî dikin. Kolanên bi liv û tevger,
di serî de dinya desthilatiya mêran berçav dikin. Jin,
bi awa, reng û hebûna xwe li derî jiyana Duhokê dijîn.
Reng û ciwaniya bajêr lawaz û sar dikin. Lê îro,
08.11.2006 Duhok rewşeke taybet dijî.
|
|
|
Min xwest çend wêneyan bikişînim … Lê li dengekî
rawestiyam: Qedexe ye bira!
Di kêliyên pêşî de vê peyvê ez sar kirim. Qedexe! Eve 46
sal û bi zimanên cuda vê peyvê dijîm. Ez, ziman, jiyan,
xak û …… em tev qedexe dijîn. Lê vê carê bi zimanê kurdî
min bihîst. Tevî ku ji vê peyvê nefret dikim û dixwazim
ji ferhengên dinyayê tev bê avêtin, bê şewitandin, dîsa
jî, bi min siviktir hat û min xwest xwe razî bikim ku ev
yek ji bo parastinê ye. Û ev pêşmergeyê ku jiyana xwe
hemî qedexe derbas kiriye, niha bi xwe peyva qedexe
bikar tîne. Û weha mejiyê min li ba wî pêşmergeyî hat
alandin. Gelo li kîjan çiyayî ji van çiyayan jiyana xwe
derbas kiriye. Wî çend heval û xizmên xwe ji bo van
rojan winda kirine? Çend şewat, xwîn û êş dîtine? Çend
hevrêyên xwe bi destên xwe binax kirine? Li çend dîlan û
govendên mirina bêbext bûye mêvan?
Berî ez bêm dinyayê min tu dîtî. Min sozek da te. Di
ramana min de, tu bûyî xewnek mezin. Tu bûyî binefşek
çiyayî. Tu bûyî dilopek şevnema biharê ku rûyê sorgulan
şil dike. Tu bûyî çiya. Tu bûyî agir û roj. Tu bûyî
sermed û bêmirin di nav mij û leylanê de, winda
bûyî.
Berî zayîna xwe, min dest bi gerê kir û ketim pey şopa
te. Li kavilên bêşênî, li kolanên gundên ji leylanê, Li
qerexên dilên bêhest û evîn, li nav çadirên mirovahiya
penaber, ez ketim gerek bêdawî. Carna di xewnek revok û
tirsonek de, li te dibûm mêvan. Carna di dilekî sar û
behitî de, min silav dida te. Pir caran jî, min tu li
nav hêstirek daleqandî didîtî. |
|
|
|
|
|