Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   
Di mirinê de, tu bûyî vejîna xewnê
Ber bi te û Ji bo te…!
Selîm Biçûk




Berî ez bêm dinyayê min tu dîtî. Min sozek da te. Di ramana min de, tu bûyî xewnek mezin. Tu bûyî binefşek çiyayî. Tu bûyî dilopek şevnema biharê ku rûyê sorgulan şil dike. Tu bûyî çiya. Tu bûyî agir û roj. Tu bûyî sermed û bêmirin di nav mij û leylanê de, winda bûyî.
Berî zayîna xwe, min dest bi gerê kir û ketim pey şopa te. Li kavilên bêşênî, li kolanên gundên ji leylanê, Li qerexên dilên bêhest û evîn, li nav çadirên mirovahiya penaber, ez ketim gerek bêdawî. Carna di xewnek revok û tirsonek de, li te dibûm mêvan. Carna di dilekî sar û behitî de, min silav dida te. Pir caran jî, min tu li nav hêstirek daleqandî didîtî.
Neh mehan di zikê diya xwe de, li te geriyam. Li nav ceger û mêlakên wê, ez bi germiya te dihesiyam. Di dilok û lorandina wê de, tu dihatî ber çavên min. Di êş û keserên wê de, min hêstirên te didîtin. Lê, li biharê tu dibûyî mij, li havînê leylan. Ez diketim gera hebûn û tunebûnê, tu jî, diketî reva çûn û nehatinê.
Min hêz da xwe ku li ser soza xwe bimînim û carekê bi herdu destên xwe te bigirim. Bihêrs û germiyek ku êgir dişewitîne te hembêz bikim. Lê, xewnên bitirs, kabûsên mirinê lingên min li qeyd û zincîran didan. Zimanê min li nav bêdengiya mirinê, lal dihiştin. Çavên min li nav reşiya şevê, kor dihiştin. Guhên min li nav gemara dîrokê ker dihiştin. Min nikarî bû te bibînim, li pey te birevim, dengê te bibihîzim, yan jî, biqîrim, bigirîm û hawar bikim. Tenê di dilê xwe de, min tu parastî. Mîna gulekê, mîna perestgehek pîroz, mîna periyek bihiştî, mîna Xwedayê evînê min tu di ramana xwe de daçikandî û bêmirin hiştî.

Bi wê xewn û ramanê ez hatin dinyayê. Bi qêrîna yekemîn re navê te hat ser zimanê min. Bi tîrêja ronahiyê re, çavên min tenê li te geriyan. Bi gavavêtina pêşî, ez ketim pey şopa te. Min riyek dûr û dirêj girt û li pey te meşiyam. Li gundên mirinê geriyam. Ketim riyên bêşop. Li bajarên windabûnê penaber bûm. Zindî, bi min keniyan û " dîno " ji min re gotin. Mirî, liser halê min giriyan.
Ji nav jiyan û mirinê, min sînor çirandin. Xewn û rastî min kirin yek. Li reşiya dilê sînorên bextreş tu bûyî navnîşanek nenas. Liser lêva mirinê kenekî sar. Li dilê keçên ciwan carna diriha reş, carna jî, gulek geş.
Min pir caran ji xwe dipirsî: Ez çi dixwazim? Ez dikarim xewnek mirî bikim rastî? Ez dikarim ji xeyalê rastiyê bihûnim? Ez dikarim li bajarên mirinê jiyanê biafirînim?
... Û hemû pirs li dîwarê windabûnê tune dibûn. Mîna te dibûn mij û leylan. Li nav perên mejiyê min yê windabûyî hêdî hêdî rastiyek bicih dibû. Min dizanî tu qedera min î. Tu havênê hebûna min î. Ez dikarim ji her tiştî birevim. Lê ji te? Na, ji te rev nîn e. Tu rastiya min î. Tu ez im. Ez jî, tu me.
Di riyên mirinê de, ez li te rast hatim. Mîna perperîkek bêçare, min xwe avêt agirê te. Dadgerê evînê ez gunehbar dîtim. Biryara şewata min da. Lê, dema li ber piyên te dişewitîm, mîna momekê li perestgeha te dipişivîm, min jiyan didît. Min xweşiyek bêsînor hest dikir. Min nas kir ku agir jî, jiyanê ava dike. Min nas kir ku bi şewatê jî, gul vedibin.
Û yekser bi hev re, em ketin riya hebûnê û me xwe dît. Me xwe dît û ji nû ve xwe afirand. Di dilê rojê de, em bûn çiyayên evînê. Di dilê êgir de, em bûn sorgul û binefş. Di dilê mirinê de, em bûn jiyan. Mirovahiya kor, ker û lal, me biçav, guh û ziman kir. Mirî rabûn ser piyan û meşiyan. Zindî ketin rê. Şevê konê xwe rakir û ji ronahiyê re, cih berda.
Li Geliyê Waweylê bi hezaran dirihreşk bi êgir dibirijin. Ramanên hovîtî û barbariyê bêveger dikevin revê. Zagona welatê êgir û rojê ye. Tenê evîn dikare li ser piyan bimîne. Êdî çi hêz nikare di laşekî de dil, kezeb, ceger û ramanê ji hev cuda bike. Her tişt li cihê xwe, xwe dibîne. Hemû rê diçin perestgeha evînê. Hemû dil di yek rê de, li ber xwe didin.
Û ez û tu Qamişloka min…
Em 12 rûbarên xwînê, 12 avdar, 12 newroz, bi hezaran Ferhad û Maşûq û yek jiyan in.
Erê ez li meydana şerê jiyanê bêçare bûm. Ez têk çûm. Mîna kelemperekî ziwa ji kokan ve hilkişiyam, ber bayê ketim. Bahozek bêbext ez ji çiya û ronahiya rojê cuda kirim. Li geliyê Waweylê ez ber qef kirim. Ez sipartim mirina malkambach. Di rastiyê de, ev yek azadî û rizgariya min bû. Ji bo min dawiyek pir xweş bû.
Ez di hembêza mirinê de, tu mîna gulek geş li hember min vebûyî. Tu bûyî bersiva pirsên min yên li ser hatin, man û çûnê. Te evîna min ya xewneyî anî rastiyê.
Ez nizanim ne tu xewnek jê min jibîrkirî yî ne jî, bi rastî te sozek da min. Lê baş dizanim ku ji bo te hatime, ji bo te dimînim û bi te re diçim...!

Û ji nijkê ve, tu bûyî xwedayê min. Min dil, raman û baweriya xwe sipart te. Li perestgeha çavên te ez bûm baba derwêş. Min hemû pirtûk û perestgehên pîroz yên kevin ji mejî û dilê xwe şewitandin. Min hemû xweda ji bîr kirin. Li şûna rojê ez li ber çavên te serçok bûm. Lêvên te bûn Quble û Lalişa min. Bûn silavgeha min.
Dibe ku tu min dîn nas bikî. Ji xwe ev rastiya min e. Ez ji dînan dîntir im. Lê bawer bike evîna te û dînîtiya jiyanê ez dîn kirime. Ez bi siya xwe re dipeyivim. Di rûyê sorgulan de, te dibînim. Di tîjkên rojê de, çavên te dibînim. Ji nav xwinava baranê bîna te dikişînim. Di dengê muzîkê de, kenê te dibihîzim. Li nav keldûmana dilên bi evînê şewitîn ez 12 guliyên te yên avdarî dibînim û di nava her dilekî de ez, tu û jiyan lê didin...!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de