|
|
|
|
Weha dişewitîm …. Û
bihişt li welatê rojê xilmaş dibû
2
Duhok pira rewşenbîriya kurdî ye!
Weha bi hêminî Duhok di nava dilê çiyan de
paldayî ye. Ew çiyayên ku xelkên vî welatî di
rojên rev û talanê de diparastin, niha bûne taca
bûkaniyê, xweşikayî û ciwaniyê didin bajarê
Duhokê, mîna firîşteyên dilovaniyê vejîna bajêr
hembêz dikin. Alên kurdî, awazên kurdî û jiyana
bi her awayî kurdî, Duhokê di navbera xewnên doh
û rastiya îro de zindî dikin. Kolanên bi liv û
tevger, di serî de dinya desthilatiya mêran
berçav dikin. Jin, bi awa, reng û hebûna xwe li
derî jiyana Duhokê dijîn. Reng û ciwaniya bajêr
lawaz û sar dikin. Lê îro, 08.11.2006 Duhok
rewşeke taybet dijî. Ji hemî parçeyên kurdistanê
û welatên penaberiyê, rewşenbîrên kurd mêvan in,
li welatê xwe mêvan in. Li bajarê xwe mêvan in.
Bi serpereştiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Duhok,
festîvala rewşenbîrî li dardikeve. Duhok dixwaze
sînoran bibezîne û bibe pira rewşenbîriya kurdî!
Karekî dîrokî û berpirsiyariyeke mezin e Duhokê
û rewşenbîrên xwe dane ser milên xwe. Li welatê
rojê, bihişta xewnan, giyan tar û mar bûne,
kesayetî talan bûye û mirov ji xwe biyan bûne.
Li bin barê dîroka serkeftin û têkçûnan jiyana
kesayetiya berz û jixwebawer lawaz û xûz bûye. Û
di her ketin û rabûnekê de, sed sînor berz bûne.
Di mejî û giyan de, di hişmendî û zanînê de, di
rabûn û rûniştinê de, di mirovan de, di dilê
xakê de, li ser vê cografiya êş û talanê sînor
li ser sînor hatiye xêzkirin. Dil û cîgerên
mirov, xak, lawir û asimanê vî welatî bi sînoran
perçeperçe bûne. Eger Duhok û rewşenbîrên xwe di
rewşeke weha de, gavekê jî ber bi vê pirsgirêkê
de bavêjin serkeftineke mezin e û cihê şahnazî û
serbilindîyê ye. Lê berî her tiştî gerek e em,
Duhok û xelkên vî welatî li xwe mukur werin û bi
dilekî vekirî û bêtirs sînorên xwe destnîşan
bikin.
Sînor, rewşenbîriya kurdî, pir?
Gelo em kîjan sînoran bibezînin? Ka werin em
sînorên xwe bihejmêrin; Li navbera min û min
hezar sinorên bi têlên rêsayî hene û li her
goşeyekê bargeheke leşkerî nobedariya wan dike.
Li navbera te û te sînor li sînor tê alandin û
bargehên leşkerî mişt dibin. Li dil, giyan û
cîgerên min, te û Duhokê mîhrecana sînoran
dîlana dîroka êşê digerîne. Her yek ji me
xwediyê hezarûpêncsed sînorî ye, her sînorek
xwediyê hezarûpêncsed cîrokê ye û her cîrokek
rehên xwe berdide nava hezarûpêncsed birînê.
Weha dîroka sînoran dirêj dibe. Bihara xwe ya
yekemîn bi 72 fermanan dixemilîne, dema cara
yekemîn rih û giyanê me ji hev parçe dike.
Xwedayê me dibe Allah û reng, ziman û toreya
dagîrkerê me pîroz û xwedayî dibin. Zimanê tirs
û talanê, toreya êrîş û wêrankirinê, rengê
taktenê û nepejirandin û kuştina hemî rengên din
pîroz û xwedayî dibin. Weha em dibin evîndarê
bindestiya xwe û dem di tirajîdiya xwînê de
dizîvire û dirêj dibe bê ku birînên me derman
bike, sînor li ser sînor tê çandin. Me ji xwe û
bav û kalên xwe nefret kir. Destên xwe bi xwîna
wan kesk kir bi hêviya ku goşeyek li bihiştê
tevî çend jinên ciwan li ser navê me bên
tapokirin. Ji wê rojê me bihişta xwe ya rastî,
Kurdistana xwe berda û bi nav garanên talankeran
ketin, li asmanan li bihişteke din geriyan. Îro
jî ewqas sînor li Duhokê kom bûne. Em û Duhok
dikarin van sînoran bibezînin? Ji bo ku pira me
saxlem bê avakirin pêdiviya me bi naskirina her
sînorekî heye. Em ji Duhokê dest pê bikin û li
nexşeya sînorên wê temaşe bikin. Bi hejmar
hezarûpêncsed sal in. Salên tije dagîrkerî, êş û
xwîn. Îro jî, nêzî 180 rewşenbîrên kurd, ji
tevahiya Kurdistanê û welatên biyanî û windabûnê
li Duhokê civiyane. Her yek ji wan jî xwediyê
hezarûpêncsed sînorên bi dirihreşkê pêçayî, şopa
xwe dikin xwîn. Li vir xwîn li xwînê civîya ye
ber bi bihiştê ve, şopa xewna doh û rastiya îro
dipelîne. Îro kurdistan azad e, doh xewn bû,
niha jî rastî ye. Lê çiqasî kurd azad in?
Li ser vê xaka azad, her kurdek bi hezar awayî
dagîrkirî ye. Bargeh û sînorên dagîrkeriyê hîn
di giyanê kurdan de, berz û bihêz dijîn. Li vê
cografiya êşê, gendel û diz peyda dibin. Diziya
tîrêjên rojê û rûbarên xwînê dikin. Gelo mirov
hene bikaribin xwînê bidizin? Mirov hene ku bi
gendeliya xwe xaka bihiştê qirêj bikin? Mirov
hene hewqas şehîd, hewqas êş, hewqas xwîn,
hewqas girî û hewqas xewn ji bîr bikin? Gelo ev
xak cî dide navê gendelî û diziyê? Na, bêguman
eger hebin şopa wan li ser vê xakê heram û guneh
e. Ne roj tê dizîn, ne xwîn tê dizîn û ne jî êş
û birîn tên dizîn.
Li vir dengê seydayê mizgeftê ji dengê
mamosteyên zankoyê, ji dengê her rewşenbîrekî
bilindtir e. Haa, vaye dîsa dijûnan dike keçên
kurd: Ev (…..) ( bila xwîşk û dayîkên min yên
duhokî biborînin, ez nikarim gotina wî dubare
bikim).
Civaka kurd ber bi misilmaniyeke tundrew ve diçe
û ev metirsiya herî mezin e li ser hebûn û
bûneweriya kurdan. Hejmara mizgeftan ji hejmara
dibistan û zankoyan pirtir e. Kurdistan bihişt
e, tenê bi hemî rengên gulên xwe dikare bihişt
bimîne. Ol, bawerî û kêmneteweyên li vî welatî
dijîn mîna kulîlkên rengereng vê bihîştê
dixemilînin. Pêdivî ye ev kulîlk û reng di nava
aramî û aştîyê de, li şûna xwîn û talannê rengê
jiynê ciwan û şêrîn bikin. Cihê peyv û gotarên
ku kîn, nifret û nepejirandina rengên cuda
diafirînin li bihiştê tune ye. Hezkirin û tenê
hezkirin, welatê rojê hezkirin û aştiyê dixwaze.
Misogeriya hebûn û jiyana me wek kurd, wek
netewe tenê bi nirxên nûjen, demokrat û mafê
mirovan dibe.
Li vir belengazên kurd li kêleka tûpê xwe yê
gazê, kolanê dikin doşek û asman dikin lihêf.
Dîsa li vir piraniya xelkê bi bêberpirsiyarî vê
xaka xwînê mîna sergoyê bikartînin û qirêja xwe
li her cihî belav dikin, li kolanê, li ser riyan
û li her cihî festîvala şûşeyên vala, kaxez û
bermayên din e. kêm kes xwe xwediyê vî welatê ku
bi xwînê hatiye avdan dibînin. Û li vir di yek
salê de 325 jin canê xwe didin ber pêtên êgir û
xwe disotînin, bindestî û kotekiya jiyana civakî
riya jiyanê li ber wan digire. Jin ku ew bi xwe
jiyan e nikare di jiyana me ya civakî de bijî.
Çareseriyê di şewatê û êgir de dibîne. Ev welatê
ku ji şewat û xwînê têr bûyî hîn pêrgî şewatên
nû, xwîna nû û êşên nû tê. Di salê de, 325 jiyan
dişewitin. Bihişt dilerize, xemgîn dibe û bi
dilekî sar van şopên dojehî li nav dil û cîgerê
xwe dipelîne, sînorên nû ava dike.
Niha jî, rewşenbîrên kurd bi hawara xwe û vî
welatî ve hatine. Bêguman bang û pêngava
rewşenbîr û rêvebirên Duhokê cihê şanazî û
serfiraziyê ye. Ev rengexebat derfeteke mezin li
pêşberî rewşenbîriya kurdî vedike ji bo bibe
xwedî rol û bersiva vê demê bide. Rewşenbîr di
her civakê de, nûneriya wijdan, sinc û
hişmendiya xelkê dikin. Lê em ji xwe bipirsin:
Ka rewşenbîriyeke kurdî, di nava vê xirecira
sînor, êş û hîkariya dagîrkeriya salan de, li
ser piya heye? Eger em pîvanên hemdemî li
aliyekî bihêlin û bibêjin: Em ev in û
rewşenbîriya me ev e. Em û Duhok bêçare ne bi vê
rewşenbîriyê sînoran bibezînin û pira xwe ava
bikin. Li vir du aliyên pirsê çêdibin; yek
Duhokê hewqas rewşenbîr anîn ba hev û karê xwe
wek gava sereke anî cih û festîval bi
serkeftineke mezin li dar xist. Didu rewşenbîrên
ku li vir civiyane dê çiqasî li berpirsiyariya
xwe ya dîrokî xwedî derbikevin?
Wek dîmenekî bidax, di rewşenbîriya kurdî de,
îro nêçîrvanên xelatan, xwediyên şabaş û
dirûşmeyan ku bazirganiyê bi peyv û hestan dikin
gelek in. Mixabin, deng û rengê kesên weha jî,
di meydana kurdî de bilindtir ji her dengî ye. Û
bi pircure dixwazin nêçîra masiyan di ava girik
û qirêj de bikin. Ew bi xwe, bi armanca hin
berjewendiyên teng, avê qirêj dikin. Gelek caran
ev hewldan digihîje sînorê cih û xalên herî reş
û biêş di dîroka kurdî de. Digihîje sinorê
birakujiya kurdan, yan jî xwekujiya kurdan wek
ku birêz serokê herêmê bi nav dike. Bi xame û
rewşenbîriya xwe dixwazin birînên ku kevin bûne
û qamûşk girtine ji nû ve vejînin. Weha di vê
dema tenik û hestdar de, bazirganên rewşenbîriya
kurdî bihêztir û pirtir dibin ji dilsozên wê.
Rewşenbîrî, bazirganî û derew sê tiştên ku
ticara li hev nakin û bi hev re nabin. Nabe
mirov derwîn û rewşenbîr be, nabe mirov bazirgan
û rewşenbîr be, dijatiyeke xweristî di navbera
van têgînan de heye, nikarin bi hev re, di yek
kesî de cî bigirin. Mixabin, ev dîmen jî di nava
rewşenbîriya kurdî de cî digire.
Rewşenbîrên kurd li vî welatî bi piraniya xwe li
hember bûyeran bêdeng dimînin. Beşek jî, dema
rexne dike, li şûna rexneyê şer dike û bi
awayekî dijminane nêzî pirsgirêkan dibe. Kêm kes
hene ku bi zanebûn û dilsozî rexne dikin ji bo
ku ava û durust bikin.
Li vir, ji bo ku Duhok rola xwe temam bike û
bihêztir ber bi rewşenbîriyeke kurdî nûjen,
sînoran bibezîne, gerek e rewşenbîr, bazirgan û
derwînan ji hev cuda bike û hejmar û dengên
dilsozan bilind bike. Di çarçoveya sînorên xwe
jî de, pêdivî ye Duhok rê li ber avakirina
rewşenbîriyeke serbixwe û çalak xwedî
kesayetiyeke kurdî, durust bike. Rewşenbîriyeke
li ser bingeha berjewendiyên gelê kurd û
mirovahiyê dikare hewqas sînor bibezîne û
herweha pira rewşenbîriyeke kurdî hemdem û
mirovane ava bike.
Duhok, di nava dilê çiyayên xwe, firîşteyên
dilovaniyê de, hejmarek mezin rewşenbîrên kurd û
bi dilsozî û mêvanperwerî dicivîne. Li nav
sînorên êşê, şopên şewata birînên kevin, li
deriyê bihiştê, Kurdistana Azad dixe. Kurdistana
mirovhez, Kurdistana aştî û hêminî û aramiyê,
Kurdistana mafê mirovan, Kurdistana xewna doh û
rastiya sibe ku ew tenê dikare hemî sînoran
bişewitîne û hemî birînan derman bike.
Duhok, serkêşiya rolek dîrokî dike. Wek destpêk
serkeftineke mezin e, berpirsiyariyeke mezin e û
dikare bibe bingeh ji bo avakirina
rewşenbîriyeke kurdî ku bi rastî nûneriya wijdan,
sinc û hişmendiya civaka kurd bike. Duhok
dikare bibe derman bo birînên sedên salan û
karwanê nûjeniyê, ber bi bihiştê ve bikişîne.
|
|
|
selim@bicuk.de
Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - ©
Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de
|