|
|
|
|
Weha dişewitîm …. Û
bihişt li welatê rojê xilmaş dibû
1
Rêwî bêaram dibûn. Balefir ber bi jêr dadiket,
asîmanê Hewlêrê diçirand. Dengê balefirê û
giraniya bayê mîna barê sedên salan xwe berdidan
ser guhên min. Dixwestin ji hev perçe bikin.
Hêdî hêdî bêdengiyê konê xwe vedigirt. Hemû deng
û axaftin hatin vemirandin. Di pencereya biçûk
re, ronahiya bajêr û carcaran tevger û xirecir û
nearamiya rêwîyan li nava balefirê rewş bi
tevger û liv dikir. Em niha li asîmanê
Kurdistana Azad in. Çend kêliyên din em
dadikevin ser zemîna xewna sedên salan. Ez dê
niha wê xewnê di rastiyê de bijîm. Ew çend xule
weha dirêj dibûn, şax û perên xwe ber bi dîrokê
ve dikişandin. Mihabad, Pêşewe û Meydana Çarçira
bi gewde dibû. Destana Çemê Aras û rêwîtiya
dirêj ber bi welatê berfê, Qelediz, Helebçe û
xaka xwînê…. Dê niha pêşmergeyek li pêşberî
balefirê raweste û bibêje: „ Hun bi xêr hatin
Kurdistana Azad, welatê xwe“. Dê niha ev xak
biqîre û bibêje: „ Êdî bes e! Ji vexwarina xwînê
têr bûm, azadî, aşitî û sorgulan bidin min“. Dê
niha cara yekem pasporta min ya biyanî ji hêla
pêşmergeyekî û bi zimanê kurdî bê kontrolkirin.
Ez dê niha cara yekem bêm jiyanê û mirin dê
bikeve revê. Ez dê niha biqîrim, bikenim,
bigirîm, dîlanê bikim û eger di vê kêliyê de,
bimirin jî, bizanibin ku min çend kêlî jiyan
dîtin.
Û weha ez hîn di xewnan de dijiyam, bi hejeke
dijwar hişiyar bûm. Balefir li ser zemîna
firokxaneya Hewlêrê ye. Tevger û liva rêwiyan
zêdetir bû. Her kes dixwaze berî yên din ji
balefirê dakeve.
Pencên tariyê rê li ber ronahiya sibehê
vedikirin. Hewlêr di nava xewnên doh û hêviyên
sibe de, bi aramî ji xewê hişiyar dibû. Alên
Kurdistanê li ser firokxaneyê liba dibûn. Çend
pêşmergeyên bêxew û karkerên firokxaneyê
pêşwaziya rêwîyan dikirin. Ez bi hesret bûm ku
pêşmergeyê yekem bibînim wî hembêz bikim û maç
bikim. Wê xakê, berî ku piyên min bikevin ser bi
serî û devê xwe maç bikim û bi ser û rûyê xwe ve
dakim. Lê ji bo min her tişt rawestiya, weha
bêdeng û liv bûm, tenê min li wan al, pêşmerge û
meydana firokxaneyê temaşe dikir. Bêdeng û bêliv,
ber bi hola firokxaneyê ve min laş û giyanê xwe
dikişandin, tenê hêstir diaxivîn. Girî
serdestiya mejî, hest û giyan kiribû. Û ji nijkê
ve hişiyar bûm. Bêsînor diaxivîm, dikeniyam û
hema direqisîm ….
Min xwest çend wêneyan bikişînim … Lê li dengekî
rawestiyam: Qedexe ye bira!
Di kêliyên pêşî de vê peyvê ez sar kirim. Qedexe!
Eve 46 sal û bi zimanên cuda vê peyvê dijîm. Ez,
ziman, jiyan, xak û …… em tev qedexe dijîn. Lê
vê carê bi zimanê kurdî min bihîst. Tevî ku ji
vê peyvê nefret dikim û dixwazim ji ferhengên
dinyayê tev bê avêtin, bê şewitandin, dîsa jî,
bi min siviktir hat û min xwest xwe razî bikim
ku ev yek ji bo parastinê ye. Û ev pêşmergeyê ku
jiyana xwe hemî qedexe derbas kiriye, niha bi
xwe peyva qedexe bikar tîne. Û weha mejiyê min
li ba wî pêşmergeyî hat alandin. Gelo li kîjan
çiyayî ji van çiyayan jiyana xwe derbas kiriye.
Wî çend heval û xizmên xwe ji bo van rojan winda
kirine? Çend şewat, xwîn û êş dîtine? Çend
hevrêyên xwe bi destên xwe binax kirine? Li çend
dîlan û govendên mirina bêbext bûye mêvan?
Niha li ser xaka Kurdistanê me. Bi saw û tirs
piyên xwe diavêjim. Ber bi hola firokxaneyê,
weha mîna derwêşekî ku di agirê hezkirina Xwedê
de dişewite, dilerizim. Ev xak, ciyê ez piyê xwe
diavêjim xwîn e. Haa li vir dibe ku şehîdek,
dido, yan sisê ketibin. Dibe ku tavek hêstirên
dayîkekê, jinekê, keçekê, zilamekî ku ji girî
şerm dike, zarokek ji pêsîra dayîka xwe qetiyayî,
tevî xwînê bûbe. Hêstir û xwîn û hawara êşê bûne
havênê vê xakê. Eger xwîn, hêstir, êş û xak bi
hev hatin stirandin, cih dikin perestgeh. Li
perestgehê mirov pêxwas dimeşin, erê pêxwas. Ev
cîgeh û cografiya xwînê ye. Eger rojekê navê vî
welatî jî, mîna al û sirûda wî ber bi bayê
guhertinê bikeve, bila navê wî bibe Xwînistan…
Xwînistan!...
Ji nijkêve û piştî 46 salan ji hesret û
qedexeyan, min pasporta xwe ya biyanî arasteyî
pêşmergeyekî kir: Fermo! Ez kurd im … Cara
yekemîn e ez têm Kurdistanê … Cara yekemiiii …..
û hêstir di çavên min de zîz bûn.
- Bi xêr hatî welatê xwe!
Dema girî, ken, xweşî û êş tevî hev dibin, ziman,
hevok û ferhengên cihanê hemî têra derbirîna
hestan nakin. Weha mîna volkanan difûrin, ber bi
dilê çiyan ve berz dibin. Dibin pirek di navbera
asîman û zemînê de. Giyan, weha bêçare, ji
dîrokê ber bi paşerojê ve difire. Lê giyanekî bi
sînor û têlên rêsayî perçekirî, dê bi çi baskan
bifire? Bi vî giyanê ji qedexe, sînor, derbiderî
û qamçiyan têr, em ber bi Duhokê ve diçin.
Duhoka ku dixwaze sînoran bibezîne û bibe pira
rewşenbîriya kurdî. Duhoka ku dixwaze perçeyên
her giyanekî bi hev bigihîne û wan giyanan di
ser sînoran re, di ser qedexeyan re û di ser
windabûnê re, li sînga xwe bineqişîne. Gelo
sînga Duhokê têra hewqas êş, hewqas têkçûn,
hewqas perçe dike?
Hêdî hêdî tariya şevê konê xwe ji ser Kurdistana
Azad radikir. Ber bi Duhokê ve, ronahiya rojek
nû, mizgîniya paşerojek nû arasteyî xaka xewn û
xwînê dikir. Paşerojeke bi tirs û tije hêvî em û
rê û ajovanê me di nava gengeşî û axaftinên
cihêreng de kûr û hûr dikirin. Carcaran ew
axaftin radiwestiyan, dema pêşmergeyan li
cîgehên xwe yên li ser rê ji me pirs dikirin:
- Bi xêr hatin bira, hun bi ku ve diçin?
- Em mêvanê festîvala rewşenbîrî ya Duhokê ne.
- Bi xêr bên seyda!
Û weha ew hest û xweşiya kontrolkirina pasportan
dubare dibû. Dîsa axaftin û gengeşeyê destpê
dikir. Em nêzîkî Duhokê dibin. Ji nijkê ve,
ajovanê me got: Ev deryana Şêxan e!
Peyva Şêxan, ez dûr birim, ber dilê dîrokê çûm.
Dîsa dîroka xwîn û êşê. Dîroka tevkujî,
berxwedan û têkçûnan. Dîroka parastina resenî û
keleporê kurdî. Şêxan, Laliş, êzîdî, rewşenbîrên
kurd, Duhok … Pirsa yekemîn di serê min de
geriya: Gelo Duhok dikare sînorên di navbera xwe
û Lalişê de jî bibezîne? Ew Lalişa ku di nava
dil û cîgerê wê de cî digire. Dê Duhok bibe
pirek di navbera Laliş û Duhokê de jî? Rê û
rêbazên pakkirina xwînê, aştkirina dîrokek tije
kul, paşerojek bêtirs ji ku derbas dibin?
Li Duhokê, em li mêvanxaneya Şindûxa bi cih bûn.
Çend rojên bêxewiyê em bêgav kiribûn lê dîsa xew
nedihat. Roja yekem e li Kurdistanê, xaka xwîn û
xewnan, hêvî û metirsiyên li hev alandî.
Xweşiyek bêsînor, bêaramiyek bêsînor, ez di nava
netebatiyê de dizîvirandim. Ev ne xewn e, rastî
ye, ez niha li Kurdistana Azad im.
|
|
|
selim@bicuk.de
Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - ©
Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de
|