|
|
|
|
Zimanê yekgirtî
bi darê zorê nabe!
Selîm Biçûk
Bi salan e pirsa zimanê kurdî yê yekgirtî tê
gengeşekirin. Bi dehan civîn û konfrans li ser
vê pirsgirêkê hatine lidarxistinê. Lê mixabin,
heta niha karekî zanistî û birêkûpêk di vî warî
de nehatiye kirinê. Gelek sedem hene ku ev kar
nehatiye birêvebirin, hin ji van sedeman jî, ev
in:
1- Ev gengeşe herdem di çarçoveyeke siyasî de,
hatine kirin û hêzên siyasî bi xwe birêvebirine.
Kesên pispor wek ku hatiye xwestin, bi proje û
dîtinên zanistî tevî van gengeşeyan nebûne. Pir
caran jî, ev gengeşe karên tektîkî bûn, ji bo
propaganda û bangeşiya rojane dihatin
birêvebirin û cihê xwe wek projeyên birêkûpêk û
demdirêj nedidîtin.
2- Tunebûna saziyeke zimanî giştî ji bo zimanê
kurdî.
3- Pirsgirêkên mewdanî û diravî, ji ber tunebûna,
dezgeh, rêxistin yan jî, saziyên ku piştgiriya
xebateke weha bikin.
4- Girêdana xebatên li ser zimên bi siyasetên
berteng û ne li ser bingeheke netewî giştî,
herweha nêzîkbûna şaş ji pirsa zimanê kurdî re
ku ew bi xwe hem bingeha hebûna neteweya kurd e
û hem karekî zanistî ye nikare xwe di nav
siyaset, raman û bîrdozên teng de biguncîne.
5- Bi giştî tevgera kurdî ya siyasî û rewşenbîrî
û kesên têkildar bi pirsên zimanê kurdî re,
nikaribûn sînorên zelal, li ser bingehên zanistî
di nava ziman wek siyaset, ziman wek zanistî,
ziman wek ciwanî û ziman û girêdana wî bi civak,
xwiyê mirovan û ramanê ve ava bikin.
Van sedeman û gelek sedemên din nehiştin kar û
xebatên li ser zimanekî kurdî yekgirtî bikevin
riyeke durust û encaman bidin. Niha jî, gengeşe
xurt dibe û xwe digihîne şerekî di navbera
zaraveyên kurdî bi xwe de. Encama vî awayê
gengeşeyê têkbirina zimanê kurdî, cudakirina
gelê kurd ji hev û perçekirina neteweya kurd e.
Ev pirsgirêk niha bêtir li Başûrê Kurdistanê geş
dibe. Mixabin ji bo çareseriya wê, riyên şaş û
tirsnak tên şopandin. Ji bo zimanekî yekgirtî
hewldanên desthilatiya zaravayekî li ser yên din
tên kirin. Yan Soranî yan Kurmancî? Tê xwestin.
Ma gelo çi cudahî di navbera vê rêbazê û rêbazên
dagirkerên Kurdistanê de heye? Wan jî, digot:
yan erebî û yan erebî? Yan tirkî û yan tirkî?
Yan farisî û yan farisî? Bi vî awayî dixwestin
zimanê Gelê Kurd bibirin, kesayetiya wî bikujin,
nasnameya wî wêran bikin û di encamê de neteweya
kurd tune bikin. Gelo kesekî kurd heye ku
bixwaze vê rêbazê li ser birayên xwe yên kurd ku
bi zaravayên din diaxivin birêvebibe? Eger
kesekî weha hebe gerek e em kurd milyonek
xalepirs li ser nav û ramanên wî deynin.
Çare çi ye?
Ev awayê gengeşeyê dê enacamên pir xirab bi xwe
re bîne û bandoreke nebaş li ser berjewendiyên
Gelê Kurd bike û herweha dê bibe sedema
têkbirina zimanê kurdî yê yekgirtî ku tê xwestin
ava bibe. Ji bo vê yekê gerek e rê li ber vî
awayê gengeşeyê bê girtin. Di standardkirin û
yekgirtina zimanan de rêbazên zanistî hene gerek
e kurd serî li wan bidin. Ev kar jî, berî
herkesî wezîfeya desthilatiya Başûrê Kurdistanê
ye.
Ji bo zimanê kurdî yekgirtî pêdivî bi saziyeke
zimanê kurdî heye ku ji hemî perçeyên Kurdistanê
û ji hemî zaraveyan pêk bê. Di nava vê saziyê
de, pêdivî bi pispor û şarezayên zimên û
zimanzan heye. Ev sazî dikare bi projeyên
zaniyarî û demdirêj lêkolînan bike û ber bi
zimanekî yekgirtî ve here. Ziman bi biriyar û
yasayan standard nabe û darê zorê nikare
zimanekî yekgirtî ava bibe. Di yekgirtin û
standardkirina zimanekî de, lêkolîn û zanistiya
zimanewanî, bazar û aborî, civak û saziyên
civakî, rewşenbîr û saziyên rewşenbîrî,
ragihandin û saziyên xwe û gelek faktorên din
rola mezin dilîzin. Li dawiya van tevan, ji nû
ve biriyara siyasî û yasa tên. Bi awayekî din
biriyara yekgirtina zimên ji jêr ber bi jor ve
diçe, ne berevajî wê.
Heta ku ev kar û xebat hemî bibin û bikevin rê,
ya durust û rast ew e ku her zaravayek bi serê
xwe xwe pêş ve bibe û piştgirî jê re bibe. Ji
ber ku her zaravayekî kurdî zengîniyeke ji bo
zimanê kurdî yê yekgirtî eger ava bû. Li hêla
din herdu alfebêyên kurdî; erebî û latînî li
tenişta hev dikarin bên bikaranîn heta ku
alfebêyeke yekgirtî bê sazkirin.
Riya zimanê kurdî yê yekgirtî di alfebêyeke
yekgirtî re derbas dibe
Bi çi awayî mirov nikare bi yekgirtina zimanekî
bihizire eger ew ziman bi du alfebê û du
rastnivîsan bê nivîsandin. Ji bo vê yekê jî,
gava yekemîn ji bo standardkirina zimên
standardkirina alfebê û rastnivîsê ye. Ji bo
xebateke weha pêdivî bi komek zimanzan û
pisporên zimanzaniyê heye. Ev koma zaniyaran
lêkolînên zanistî berfireh li ser herdu
alfebêyan dikin; ji hêla phonetîk û derxistina
dengên kurdî, ji hêla ciwaniya nivîsandinê, ji
hêla teknolojî û zanistiya wê, ji hêla bîr û
ramanên nûjen û herweha hemî aliyên ku zimên bi
alfebêyê ve girêdidin dibin mijarên lêkolînan.
Di encama kar û xebat û lêkolînên vê komê de,
alfebêya ku herî baş li zimanê kurdî dike tê
bijartin. Li ser bingeha bijartina vê komê û
gengeşeyên berfireh ji hêla saziyên rewşenbîrî,
civakî, ragihandin …. bi biriyareke siyasî û
yasayî alfebêyek dikare bibe standard.
Alfebêya yekgirtî zaraveyan nêzîkî hev dike û
ber bi standardkirinê ve dibe
Li vir, bi pêşengiya saziya zimanê kurdî ku ji
hemî perçeyên kurdistanê û ji hemî zaraveyan pêk
tê, lêkolînên zanistî li ser zaraveyên kurdî û
nêzîkbûna wan ji hev re tên kirin. Herweha li
hêla din bikaranîna zimên ji aliyê civakê ve, di
xwendin, dibistan, ragihandin, siyaset û hemî
cureyên jiyanê de û bi yek alfebêyê zaraveyan
nêzîkî hev dike. Di encama lêkolînên zanistî û
bikaranîna civakê de, zimanekî têkel ku herkes,
ji her zaraveyê têbigihîje tê avakirin. Helbet,
ev kar çênabe li hêviya lêhatinê bimîne, her
tişt bi rêbazên zanistî û pilankirî gerek e bê
birêvebirin; bikaranîna peyvan di dezgehên
ragihandinê de, di pirtûkên dibistanan de, di
rêvebiriya sazî û dezgehan de, çêkirina ferheng
û ansklopîdiya kurdistanî û belavkirina pirtûkên
li ser zimên.
Xebatên zimanê kurdî berpirsiyariya Başûrê
Kurdistanê ye
Rewşa Başûrê Kurdistanê dihêle ku ew di roja îro
de berpirsiyarî û pêşengiya xebatên li ser
zimanê kurdî bike. Ev jî berpirsiyariyeke dîrokî
pîroz e. Di sînorê vê berpirsiyariyê de, bê
cudahî di navbera zaraveyan de, piştgiriya
pêşvebirin û parastina zimanê kurdî tê xwestin.
Di çarçoveya vê berpirsiyariyê de, desthilatiya
Başûr dikare piştgiriya hin saziyên navnetewî jî,
bistîne; wek saziya UNESCO û yên din. Ev
berpirsiyarî nayê wê wateyê ku kesên zimanzan
yên kurdistanî ji berpirsiyariyên xwe birevin.
Di serî pêdivî bi kar, xebat û lêkolînên van
kesan heye. Ji zimanzan û zaniyarên bi zimên re
têkildar tê xwestin ku hemî aliyên zimanê kurdî
bi awayekî zanistî şirove û zelal bikin.
|
|
|
selim@bicuk.de
Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - ©
Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de
|