Lêker û rastnivîsandina lêkeran 4
Neyînî (nakirin)
Nakirin tunekirina karekî yan bûyerekê ye. Ne
pêkanîn û qedexekirina pêkhatina lêker e.
Amrazên
nakirinê di zimanê kurdî de ev in: Na, ne, me,
ni, nîn, tune.
Na
Di dema niha û pêşerojê de tê bikaranînê.
Nihok
Na, şûna "di" digire, wek:
Ez diçim ez naçim
Ez difirim ez nafirim
Ez hildigirim ez hilnagirim
Ez derdikevim ez dernakevim
Pêşedem
Na, şûna "bi" digire û (ê) dikeve, mîna:
Ez ê biçim ez naçim
Ez ê bifirim ez nafirim
Ez ê hilgirim ez
hilnagirim
Ez ê derbikevim ez dernakevim
Ne
Di buhêrkê de yan jî, di tunekirina rewş û navên
ku bi lêkera "bûn" re tên bikaranînê yan jî, di
pirskirina neqayîlbûnê de (pirsa protestoyî) tê.
Buhêrk
Ez çûm ez neçûm
Min girt min negirt
Ez derketim ez derneketim
Tunekirina rengdêr û navên ku bi lêkera bûn re
tên bikaranînê.
Ez kurd im. ez ne kurd im.
Ez reş im. ez ne reş im.
Ew hov e. ew ne hov e.
Ew bêbext e. ew ne bêbext e.
Pirskirina neqayîlbûnê
Ma ne bes e bindestî?
Ma heta kengê em ê ne serbest bin?
Ma ne qenc e em şoreşger bin?
Me
Di fermaniyê de tê bikaranînê:
Mekeve rêza nezanan!
Meçe Ewropayê!
Avê vemexwe!
Ji mal dermekeve!
Lê, rastir e ku em bibêjin: Neçe, nekeve,
venexwe û dernekeve.
Ni
Ev amraz bi lêkerên (zanîn û karîn) re tê
bikaranînê:
Ez nizanim çi bikim.
Ez nikarim bêdeng bimînim.
Em nizanin çi li welêt çêdibe.
Nîn
Azadî li welatê me nîn e.
Genim di mala me de nîn e.
Ez Kurd im, ez Ereb nîn im.
Em Tirk nîn in, em Kurd in.
Tune
Tiştekî me tune ye
Mala min tune ye.
Xwarina me tune ye.
Lêkera bûn
Ev lêker du wateyan dide, em ê bi mînakan wan
şirove bikin.
1.
Ez dibim rojnamevan.
Ez dibim şervan.
Ew ê bibe aqilmendekî mezin.
2.
Ez hozan im.
Ew aqilmend e.
Em şervan in.
Em ê di wateya duwemîn de lêkera (bûn) veguhêzin.
Nihok
Ez im Ez Kurd im Ez dê
me
Tu yî Tu Kurd î Tu dê
yî
Ew e Ew Kurd e Ew dê ye
Em in Em Kurd in Em dê
ne
Hûn in Hûn Kurd in Hûn dê
ne
Ew in Ew Kurd in Ew dê
ne
Ne ez im Ez ne Kurd im Ez ne dê
me
Nihokê pêşro
Ez bim Ez Kurd bim
Tu bî Tu Kurd bî
Ew be Ew Kurd be
Em bin Em Kurd bin
Hûn bin Hûn Kurd bin
Ew bin Ew Kurd bin.
Pêşedem
Dê ez bim Ez ê Kurd bim
Dê tu bî Tê Kurd bî
Dê ew be Ew ê Kurd be
Dê em bin Em ê Kurd bin
Dê hûn bin Hûn ê Kurd bin
Dê ew bin Ewê Kurd bin
Buhêrk
Ez bûm Ez Kurd bûm
Tu bûyî Tu Kurd bûyî
Ew bû Ew Kurd bû
Em bûn Em Kurd bûn
Hûn bûn Hûn Kurd bûn
Ew bûn Ew Kurd bûn
Mêjbuhêrk
Ez bûbûm Ez Kurd bûbûm
Tu bûbûyî Tu Kurd bûbûyî
Ew bûbû Ew Kurd bûbû
Em bûbûn Em Kurd bûbûn
Hûn bûbûn Hûn Kurd bûbûn
Ew bûbûn Ew Kurd bûbûn
Bicihbuhêrk
Ez bûme Ez Kurd bûme
Tu bûyî Tu Kurd bûyî
Ew bûye Ew Kurd bûye
Em bûne Em Kurd bûne
Hûn bûne Hûn Kurd bûne
Ew bûne Ew Kurd bûne
Kêmbuhêrk
Ez dibûm Ez Kurd dibûm
Tu dibûyî Tu Kurd dibûyî
Ew dibû Ew Kurd dibû
Em dibûn Em Kurd dibûn
Hûn dibûn Hûn Kurd dibûn
Ew dibûn Ew Kurd dibûn
Fermanî
Bibe Kurd bibe
Bibin Kurd bibin
Lavij
Ez bama Ez Kurd bama
Tu bayî Tu Kurd bayî
Ew ba Ew Kurd ba
Em bana Em Kurd bana
Hûn bana Hûn Kurd bana
Ew bana Ew Kurd bana
Nihokê Lavij
Ez ê bama Ez ê Kurd bama
Tu yê bayî T ê Kurd bayî
Ew ê ba Ew ê Kurd ba
Em ê bana Em ê Kurd bana
Hûn ê bana Hûn ê Kurd bana
Ew ê bana Ew ê Kurd bana
Bijoke
Ez bûbama Ez Kurd bûbama
Tu bûbayî Tu Kurd bûbayî
Ew bûba Ew Kurd bûba
Em bûbana Em Kurd bûbana
Hûn bûbana Hûn Kurd bûbana
Ew bûbana Ew Kurd bûbana
Nihokê bijoke
Ez ê bûbama Ez ê Kurd bûbama
Tu yê bûbayî Tê Kurd bûbayî
Ew ê bûba Ew ê Kurd bûba
Em ê bûbana Em ê Kurd bûbana
Hûn ê bûbana Hûn ê Kurd bûbana
Ew ê bûbana Ew ê Kurd bûbana
Guman
Ez bûbim Ez Kurd bûbim
Tu bûbî Tu Kurd bûbî
Ew bûbe Ew Kurd bûbe
Em bûbin Em Kurd bûbin
Hûn bûbin Hûn Kurd bûbin
Ew bûbin Ew Kurd bûbin
Nihokê guman
Ez ê bûbim Ez ê Kurd bûbim
Tu yê bûbî Tê Kurd bûbî
Ew ê bûbe Ew ê Kurd bûbe
Em ê bûbin Em ê Kurd bûbin
Hûn ê bûbin Hûn ê Kurd bûbin
Ew ê bûbin Ew ê Kurd bûbin
Nasîn
Bi nav, rengdêr û cînavan re lêkera bûn biserê
xwe tê nivîsandinê.
Ez Kurd im Ez baş im Ez çê me
Ez im
Tu Kurd î Tu baş î Tu çê yî
Tu yî
Ew Kurd e Ew baş e Ew çê ye Ew
e
Em Kurd in Em baş in Em çê ne Em
in
Hûn Kurd in Hûn baş in Hûn çê ne
Hûn in
Ew Kurd in Ew baş in Ew çê ne Ew
in
Veguhastina lêkera hebûn: Hebûn
Hebe
Nihok Nihokê pêşro
Pêşedem
Ez heme Ez hebim Ez ê
hebim
Tu heyî Tu hebî Tê hebî
Ew heye Ew hebe Ew ê hebe
Em hene Em hebin Em ê
hebin
Hûn hene Hûn hebin Hûn ê
hebin
Ew hene Ew hebin Ew ê
hebin
Buhêrk Lavij
Bijoke
Ez hebûm Ez hebama Ez hebûma
Tu hebûyî Tu hebayî Tu hebûyî
Ew hebû Ew heba Ew hebûya
Em hebûn Em hebana Em hebûna
Hûn hebûn Hûn hebana Hûn hebûna
Ew hebûn Ew hebana Ew hebûna
Guman Nihokê lavij Nihokê
bijoke
Ez hebim Ez ê hebama Ez ê
hebûma
Tu hebî Tê hebayî Tê
hebûyayî
ew hebe Ew ê heba Ew ê
hebûya
Em hebin Em ê hebana Em ê hebûna
Hûn hebin Hûn ê hebana Hûn ê
hebûna
Ew hebin Ew ê hebana Ew ê hebûna
Veguhestina lêkerên derhingêv di demên
derbasbûyî de
Lêkera dîtin (KDB) dît
(min, te,wî,wê, me,we,wan)ew dît / dîtin
Kê / kî çi dît? Kî / kê çi dîtin?
Kiryar Berkar Buhêrk
Te, wî,wê,wan ez
dîtim
Min,te,me,we,wan tu
dîtî
Te,wî,wê,we,wan ew
dît
Min,wî,wê,me,wan em
dîtin
Min,te,wî,wê,me,wan hûn
dîtin
Min,te,we,wan ew/xwe
dîtin/dît
Kiryar
Berkar Mêjbuhêrk
min te wî wê we wan ez
dîtibûm
min te wî wê we wan tu
dîtibûyî
min te wî wê we wan ew
dîtibû
min te wî wê we wan em
dîtibûn
min te wî wê we wan hûn
dîtibûn
min te wî wê we wan ew
dîtibûn
min te wî wê we wan xwe
ditibû
Kiryar
Berkar Bicihbuhêrk
min te wî wê we wan ez
dîtime
min te wî wê we wan tu
dîtîyî
min te wî wê we wan ew
dîtiye
min te wî wê we wan em
dîtine
min te wî wê we wan hûn
dîtine
min te wî wê we wan ew
dîtine
min te wî wê we wan xwe
dîtiye
Kiryar Berkar
Kêmbuhêrk
Te, wî,wê,me, wan ez
didîtim
Min,te,me,we,wan tu
didîtî
Te,wî,wê,we,wan ew
didît
Min,wî,wê, me,wan em
didîtin
Min, te,wî,wê,me hûn
didîtin
Min,te,wî,wê,me,we,wan ew
didîtin
Min,te,wî,wê,me,we,wan xwe didît
Kiryar
Berkar Lavij
min te wî wê we wan ez
bidîtama
min te wî wê we wan tu
bidîtayî
min te wî wê we wan ew
bidîta
min te wî wê we wan em
bidîtana
min te wî wê we wan hûn
bidîtana
min te wî wê we wan ew
bidîtana
min te wî wê we wan xwe
bidîta
kiryar Berkar
Bijoke
te wî wê we wan ez
dîtibûma
min wî wê we wan tu
dîtibûyayî
min te wî wê we wan ew
dîtibûya
min te wî we wê wan em
dîtibûna
min te wî wê we wan hûn
dîtibûna
min te wî wê we wan ew
dîtibûna
min te wî wê we wan xwe
dîtibûya
Kiryar Berkar
Guman
Min ,te, wî, wê... ez
dîtibim
Min, te, wî, wê... tu
dîtibî
Min, te, wî, wê... ew
dîtibe
Min, te, wî, wê... em
dîtibin
Min, te, wî, wê... hûn
dîtibin
Min, te, wî, wê... ew
dîtibin
Di veguhastina lêkerên derhingêv, di demên
derbasbûyî de, kiryar di awayê tewandî de û
berkar di awayê rast de tê bikaranînê. Lê
di nihok û pêşerojê de, kiryar di awayê rast de
û berkar di awayê tewandî de tê bikaranînê:
Ez (te, wî, wê, me, we, wan) dibînim.
Ez xwe dibînim.
Tê (tuyê) min bibînî.
Ew ê wê bibîne.
Kiryar
Berkar N. lavij
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ez
bidîtama
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê tu
bidîtayî
(Min,te,wî,wê, me,we,wan) ê ew
bidîta
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê em
bidîtana
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê hûn
bidîtana
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ew
bidîtana
Kiryar
Berkar N. bijoke
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ez
dîtibûma
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê tu
dîtibûyayî
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ew
dîtibûya
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê em
dîtibûna
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê hûn
dîtibûna
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ew
dîtibûna
Kiryar
Berkar N. guman
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ez
dîtibim
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê tu
dîtibî
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ew
dîtibe
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê em
dîtibin
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê hûn
dîtibin
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ew
dîtibin
Di demên derbasbûyî de, lêkera derhingêv bi
berkar ve tê girêdanê û li gor wî tê veguhastinê.
Veguhetina lêkerên derhungêv di nihok û pêşedemê
de
Lêkera dîtin KDN bîn
Kî, kê/ çi dibîne? Kiyê,kê/ çi bibîne?
Kiryar Berkar
Nihok
Ez xwe,te,wî,wê,me,we,wan
dibînim
Tu min, xwe,wî,wê,me,we,wan
dibînî
Ew min, te, xwe,me, we, wan
dibîne
Em min,te,wî,wê,xwe,we,wan
dibînin
Hûn min,te,wî,wê,me,xwe,wan
dibînin
Ew min,te,wî,wê,me,we,xwe
dibînin
Kiryar Berkar
Pêşedem
Ez ê xwe,te,wî,wê,me,we,wan
bibînim
T ê min, xwe,wî,wê,me,we,wan
bibînî
Ew ê min, te, xwe,me, we, wan
bibîne
Em ê min,te,wî,wê,xwe,we,wan
bibînin
Hûn ê min,te,wî,wê,me,xwe,wan
bibînin
Ew ê min,te,wî,wê,me,we,xwe
bibînin
Di pêşedemê de, ê (dê, wê) dawiya kiriyar
(ez, tu, ew, em, hûn, ew) digire.
Di demên nihok û pêşedemê de, lêkera derhingêv
bi kiriyar ve tê girêdanê û li gor wî tê
veguhastinê.
Veguhastina lêkerên derhingêv yên cemkirî:
Lêkera hilgirtin koka dema niha (KDN) hil - gir
Kî, kê/ çî hildigire? Kiyê, kê/ çi hil(bi)gire?
Kiryar Berkar
Nihok
Ez xwe,te,wî,wê,me,we,wan
hildigirim
Tu min,xwe,wî,wê,me,we,wan
hildigirî
Ew min,te,xwe,me,we,wan
hildigire
Em min,te,wî,wê,xwe,we,wan
hildigirin
Hûn min,te,wî,wê,me,xwe,wan
hildigirin
Ew min,te,wî,wê,me,we,xwe
hildigirin
Di pêşedemê de, (ê) dawiya kiryar (ez, tu, ew,
em, hûn, ew) digire û ( bi ) dikeve navbera
herdu perçeyên lêker.
Çend lêkerên hîmî
Rader KDN KDB
Fermanî
ajotin ajo ajot
bajo
anîn în anî
bîne
avêtin avêj avêt
bavêje
axaftin axiv axift
baxive
bihîstin bihîz bihîst
bibihîze
biraştin birêj biraşt
bibirêje
birin b bir
bibe
bûn b bû
bibe
çûn ç çû
biçe
cûtin cû cût
bicû
dan d
da bide
dirûtin dirû dirût
bidirû
dîtin bîn dît
bibîne
dizîn diz dizî
bidize
dotin doş
dot bidoşe
firotin firoş firot
bifiroşe
gihîştin gihîj gihîşt
bigihîje
girtin gir
girt bigire
gotin bêj
got bêje
hatin ê
hat were
hejmartin jimêr hejmart
bijimêre
hîştin hêl hişt
bihêle
jentin jen jent
bijene
jîn jî jî
bijî
ketin kev ket
bikeve
kirin k kir
bike
kuştin kuj kuşt
bikuje
lîstin lîz lîst
bilîze
maliştin mal malişt
bimale
man mîn ma
bimîne
mirin mir
mir bimire
pan pê pa
bipê
parastin parêz parast
biparêze
pûn pû pû
bipû
ristin rês rist
birêse
rîtin rî
rît birî
şûştin şo şûşt
bişo
sûtin sû
sût bisû
xistin x xist
bixe
xwarin xw xwar
bixwe
xwastin xwaz xwest
bixwaze
zan zê za
bizê
|