|
|
|
Nav û rastnivîsandina navan 1
Selîm Biçûk
Nav parçeyek e ji axaftina kurdî
( yek ji
bêjeyên zimanê kurdî ye).
Tiştek ,
kesek, lawirek yan jî, cihek bi vê
bêjeyê tê naskirinê.
Beşên Navan
Di zimanê kurdî de du beşên navan
hene:
Navên ku mirov bi her pênc hestên (
hisên ) xwe dikare nas bike, an ku
hebûneke wan berçav hebe, ji van
navan re şênber (madî) tê gotinê.
Mîna: Av , nan, çiya, ba, çêlek,
berx, çivîk, bilûr ...
Navên ku mirov nikare bi hestên xwe
nas bike, yan ku hebûneke wan ya
berçav tune ye, lê mirov di raman û
mêjiyê xwe de wan nas dike. Razber (manewî)
ji van navan re tê gotinê.
Mînak: Giyan ( rih ), jîrî, hiş,
sewda, bext, raman....
A. Navên şênber
Navên şênber yên xwedî giyan:
Jin
Narîn, şêrîn, Gulê, Perwîn, Zînê,
Mêr Azad,
Hogir, Xebat, Hawar, Reşo,
Mirovên nêr Mêr, xort,
bav, bira, xal, ap,
Mirovên mê Jin, keç, bûk,
xwîşk, dotmam, ....
Lawirên nêr Beran, nêrî,
ga, beraz, dîk, hesp...
Lawirên mê Bizin, çêlek,
mih, mehû, mirîşk,
Navên şênber yên bêgiyan
Mêza Av,
baran, berf, beroş, ode, cam ...
Nêrza Kon, nan,
kevir, agir, êzing,
B. Navên Razber
Ev nav tiştekî bêrih û can, bêleş û
giyan bi nav dikin.
Tiştekî ne
berçav e, lê mirov di ramana xwe de
nas dike.
Mînak: Hêvî, tirs, mêranî, raman,
saw, merdî, cangorî.....
Navên razber sê beş in:
1. Navên Ramanî
2. Navên ku bi paşgînên
" atî,
tî û
î "
tên sazkirinê.
3. Navên raderî
1. Navên ramanî
Nêrza Sewda, rih, derd,
hiş,...
Mêza Hêz, hêvî, tirs, saw,...
2. Navên jêbirînî
atî
Reşatî, serokatî ,
koratî, mirovatî,....
tî
Hevaltî , biratî,
zavatî, feqîrtî,..
î
Erzanî, xweşî,
hogirî, giranî, rebenî,...
3. Navên raderî
Ev nav raderên lêkeran bi xwe ne.
Dema ku wek nav tên bikaranînê:
n
çûn, man, bûn, dan,..
in
birin, kirin, hatin,
firotin,..
în
anîn, kirîn, nalîn, revîn,
firîn,...
andin
kelandin, tirsandin, kenandin,
Bi du awayên din nav di zimanê kurdî
de par dibin. Nasnav û gelempernav:
a.
Nasnav
Ev nav mirovekî yan tiştekî bi tenê
binav dikin û ew tişt yan ew kes bi
wî navî xuya ye. Nasnav, navên
tiştan, jinan, mêran û welatan in.
Mînak:Kurdistan,
Afrîn, Kobanî, Hêzil, Ferad, Bagok,
Botan, Qamişlo, Şêrîn, Zêrîn, Azad,
Reşo, Dîcle,..
Nasnav herdem bi tîpa gir dest pê
dikin û dibe ku bi tevayî jî, gir
bên nivîsandinê.
Ez diçim Qamişlo.
Rêzan Gulê
li
Amedê dît.
Di kurdî de nasnav ev in:
1. Navên kesan( Rastnav )
Ev navên mirovan in.
Mînak: Bêrîvan, Egîd, Simko, Rewşen,
Sêvê, Temo, Azad, Raperîn, Rêwîn,...
Ev nav ji sê navan pêk tên:
1. Navê pêşî Azad (
navê kesekî ye )
2. Navê bav Şivan (
Şivan bavê Azad e )
3. Navê malbatî Temo ( Şivan
ji mala Temo ye
)
Azadê Şivanê Temo
yan jî, Azadê kurê Şivanê Temo.
2. Navên malbatî
Bedirxanî, Osmanî, Pehlewî, şikakî,...
3. Navên nijadî
Kurd, Faris, Ereb, Tirk, Ermen,...
4. Navên erdnîgarî
Navê welatan
Kurdistan, Misir, Filestîn, Çîn,
Navê bajaran Amed,
Şirnex, Qamişlo,
Navê çiyan
Bagok, Gebar, Cûdî, Agirî,
Navê çeman Hêzil,
Ferad, Dîcla, Xabûr,
Navên cih û deran Botan,
Xerzan, Hesinan,
Herwiha navên gundan jî, ji nasnavan
tên hejmartinê.
b. Navên Celeb
Ev nav her tiştên ji beşekî,
babetekê yan jî, celebekî binav
dikin.
Mîna: Çiya, Bajar, welat, mih, bizin,
beran, ga, mirov,
Navên celeb bi du beşan tên
parkirinê:
1. Navên Beş
Ev nav bi kêrî navkirina tiştên ji
celebekî yan beşekî tên.
Mînak: Mih, balinde, çiya, mirov,
lawir, candar,...
2. Navên kombêj
Ev nav bi kêrî navkirina parçeyekî
yan jî, komekê ji navekî beş tên.
Mîna: Lek, kerî, ref, selef,...
Kerîyek pez.
Refek balefir.
Selefek siwar.
Navên Celeb bi awayekî din bi sê
beşan tên parkirinê:
A. Navên Cih ( lûs )
B. Navên Alav ( amraz )
C.Navên dumil
A. Navên Cih
Ev nav derekê, cihekî yan jî, warekî
bi nav dikin.
Mînak: Xanî, meydan, dibistan,
forotgeh, nexweşxane, mûristan,
çayxane,...
Navên cih du beş in:
1. Xweber
Navên cihîn yên xweber bi xwe cihekî
yan jî, derekê bi nav dikin.
Mînak: Keleh, bazar, bênder, xanî,
şikeft,...
2. Sazber
Navên cihîn yên sazber ji nav û
bêjeyên din bi yekgirtina paşgînan
tên çêkirinê. Paşgînên ku navên
cihîn saz dikin ev in: Istan,
geh, zar, xane, lîn,
dîn,..
Istan
Kurdistan, Hindistan, Erebistan,
gulistan, goristan, mûristan,
karistan, daristan,...
Geh Dengeh, lîzgeh,
çêregeh, bargeh, zanîngeh, kargeh,
tomargeh, ….
Zar Çîmenzar, gulzar,...
Xane Mêvanxane,
nexweşxane, dermanxane,
Lîn Kulîn, hêlîn,
xwêlîn, biriqlîn,...
Dîn Kadîn,...
B. Navên Alav
Ev nav bi kêrî navkirina alavekî (amraz,
destek) tên. Mînak: Şûr, kêr, birek,
badek, xame,...
Ev jî, du beş in:
1. Alavên Xweber
Navên ku ji xweber alav in, wek:
Qelem, kevçî, bivir, tevşo,...
2. Alavên Sazber
Ji bêjeyên din bi alîkariya paşgînan
çêdibin. Paşgînên ku navên alav saz
dikin ev in:
Ek, dan, cîv, ing,
ar,..
Ek
Birek,badek, pêçek,
Dan Çaydan,
xwêdan, xwelîdan, kildan, kevçîdan
Çîv Kilçîv
Ing Bêjing,
hevring, saring
Ar Xîzar
Gelek nav bi (ing) dawî dibin, lê
ne alav
in.
Wek: Ziving, rojing,...
C. Navên Dumil
Navên dumil bi du awayan çêdibin:
1. Hevbend
Ev nav bi çar awayan çêdibin:
- Nav û rengdêr
Girsor, rûreş, dilpak,
- Du nav
Marmasî, sîrdim,
biramak,
- Nav û hoker
Berçavk, bermalî, navmalî,
- Nav û lêker
Gerav, bager, dermansaz..
2. Navên xurdezad:
Ev nav bi alîkariya paşgînan çêdibin.
Mîna:
Gûn Argûn, pargûn
N Xewn,
tevn
Ji bilî nasnavan hemû celebên navan
bi tîpa hûr tên nivîsandinê eger ev
nav ne di destpêka hevokê de bin.
Ez diçim welat.
Azad ji bajêr tê.
Min Zoro li daristanê dît.
Zayenda navan
Di zimanê kurdî de du zayend hene:
Nêr û mê.
Ev zayend bi du beşan par dibin:
Rasteza :
Navên ku bi rastî nêr in yan jî, mê
ne.
Mînak:
Navên bi rastî nêr Xort,
mêr, ga, beran,
Navên bi rastî mê Keç,
jin, çêlek, mih,
bizin,..
Gumanza :
Navên ne nêr û ne mê ne. Lê di zimên
de mîna rastezayan hin nêr û hin mê
tên bikaranînê. Dema em bixwazin
navekî ji van nas bikin ku nêr yan
mê ye, emê hevokekê bi vî navî saz
bikin. Gava paşgîna " ê " bistîne,
ev nav nêr e, lê gava " a " bistîne
mê ye. Mînak:
Dil Dilê
germ.
Çiya Çiyayê Cûdî.
Çem Çemê Dîcle
pêlan dide xwe.
Navên : Dil, çiya û çem ne nêr û ne
mê ne, lê di zimên de mîna navên nêr
tên bikaranînê, jiber ku di
hevbendiyê de " ê " distînin.
Av Ava kaniya me zelal
e.
Şoreş Şoreşa
Kurdistanê pêş de diçe.
Gul Gula sor.
Navên Av, şoreş û gul ne nêr û ne
jî, mê ne ,
lê di zimên de mîna navên mê tên
bikaranînê û paşgîna " a " di
hevbendiyê de distînin.
Navên Nêrza
Navên nêrza du beş in:
Rastezayên nêr
Ev nav bi rastî zayend nêr in. Nêrza
jî, di Kurmancî de ev in:
Navên mirovên nêr Mêr,
law, kur, zilam, zava,
Navên mêran Azad,
Zerdeşt, Hogir,
Navên lawirên nêr Beran,
nêrî, ga, dîk, beraz,
Gumanzayên nêr
Ev nav bê zayend in,
ne nêr û
ne mê ne. Lê di zimên de mîna navên
nêr tên bikaranînê. Mînak: Xanî, guh,
çiya, çem, nan, dil, serî, kevir,
dest, kon, gopal,…
Navên nêr paşgîna " ê " di
forma hevbendiyê de distînin. Mînak:
Xortê şoreşger.
Lawê Medya.
Reşoyê kurê Zoro
Hogirê leheng.
Beranê tov.
Gayê cot.
Nanê sêlê.
Çemê Ferat.
Navên mêza
Navên mêza du beş in: Rastzayên mê û
gumanzayên mê.
Rastezayên mê bi rastî zayend mê
ne. Rastezayên mê jî, ev in:
Navên kesên mê Jin,
keç, bûk, dê, xûşk, met,
Navên jinan
Şêrîn, Narîn, Dîcla, Gulê,
Navên lawirên mê
Mih, bizin, çêlek, mirîşk, dêl,...
Gumanzayên mê
Ev nav bi rastî ne nêr û ne mê ne,
lê di zimên de mîna navên mê tên
bikaranînê û paşgîna " a "
distînin. Mînak: Teşt, çal, dar, rê,
pênivîs, berf, av, şoreş, tirs, hêvî,
birîn, kel,...
Ji gumanzayên mê re rêzanek heye. Ew
jî ev e:
Ev beşên navên razberî herdem mê
ne:
Navên jêbirînî
Navên ku bi " atî, tî û
î " dawî dibin. Ev nav herdem mê
ne û paşgîna " a " distînin.
Mînak:Serokatî, koratî, mirovatî,
reşatî, hevaltî, biratî, bijartî,
zavatî, erzanî, xweşî, hogirî,
giranî,...
Navên raderî
Navên raderî raderên lêkeran in û
herdem mê ne. Mînak:
Kirin, çûn, hatin, man, hebûn, firîn,
firotin, ketin, lerizandin,
damezirandin, firandin, kelandin,...
Navên zayend mê di hevbendiyê de
herdem paşgîna " a " distînin.
Mînak:
Çala avê. Berfa
sipî.
Keça şervan. Jina
azad.
Bizina kej. Miha
qer.
Şêrîna jîr.
Hevaltiya gelan.
Xweşiya çiyan. Hebûna
zimên.
Çûna zozanan.
Hilkişandina çiyan.
Navên duzayend (
Nêremê )
Navên du zayend li gor kesê ku mirov
liser diaxive carna nêr û carna mê
ne, yan ku jibo nêr û jibo mê jî,
tên bikaranînê. Mîna navên : Heval,
yar, dijmin, dost, karker, mamoste,
şervan, hogir, şoreşger, ...
Ev nav û yên mîna wan dema bi navekî
nêr re hevbend dibin " ê "
distînin û dema bi yekî mê re be
paşgîna " a " distînin. Mînak:
Hevalê dilsoz ( dema heval
nêr be - xort, mêr )
Hevala dilsoz ( dema heval
jin be )
Herwiha em dibêjin:
Yarê delal
Yara delal
Dostê çeleng
Dosta dilsoz
Mamosteyê dibistanê
Mamosteya
dibistanê
Şervanê azadiyê
Şervana azadiyê
Karkerê jîr
Karkera jîr
Şoreşgerê kurd
Şoreşgera kurd
Dijminê hov
Dijmina hov
Evîndarê welat
Evîndara welat
Xebatkarê hêja
Xebatkara hêja
Têkoşerê gernas
Têkoşera gernas
Hogirê min
Hogira min
Navên nêr
1- Navên mirovên nêr :
Bav , ap,
xal, zava,
2- Navên candarên nêr: Ga, beran,
dîk, ...
3- Navdêrên hejmarî: Du, sê, çar,
pênc, deh, sed, hezar,... lê yek mê
ye.
4- Navên rengan: Sor, zer, kesk (heşîn
), qehweyî, agirî...
5- Navên gewher û madenan: Hesin,
zêr, zîv,…
Derî vê rêzê hilberînên petrol û
komirê mê ne: Mazot, benzîn,
komir, ..
6- Berhemên candaran: Goşt,
penîr, mast, nîvişk, şîr,…
Derî vê rêzê:
hêk, hirî û liva mê ne.
7- Mêweyên (
fêkî ) hişk: Hejîr, mewîj,
...
8- Darên hişk: Dar, tîrek, ço, ..
9- Hemû avên herik: Çem, cobar, ...
Derî vê rêzê co û sûlav mê ne.
10- Qût û dexil û hemû celeb
navên wan: Qut, dexil, genim, ceh,…
11- Endamên laşê mirov yên der ve
hemû nêr: Serî, çav, guh, dest, çerm,
zik,
Navên mê
1- Mirovên mê û navên wan:Dê, xwîşk,
met, bûk, şêrîn, Lîlav, Şermîn,
Nermîn, Çîmen, Sûlav, Laliş, Narîn...
2- Hemû candarên mê : Mî, bizin,
çêlek, mirîşk, mehîn, dêlik,...
3- Avên aram (
sekinî ): Derya, gol, bîr,
çal, Derî vê rêzê delav nêr e .
4-Navên erdnîgarî yên bajar, gund,
çiya, deşt û welatan: Amed, Xanik,
Bagok, Heran, Kurdistan,...
Derî vê rêzê navên çeman nêr
in: Ferad, Xabûr, ….
5- Êwirgeh: Şikeft, bereh,...
Derî vê rêzê kon, xanî, axwir û
stewl nêr in.
6- Navgînên siwariyê: Otomobîl,
taksî, tirên, firok, keştî....
7- Tiştên ji asîmanan tên jêr û
heyînên asîmanî: Baran, berf, stêr,
roj, heyv,...
Derî vê rêzê ba û ewir û asîman
nêr in.
8- Nexweşî, êş û navên nexweşiyan
9- Xwarinên pijandî û tiştên
xwaringehê, lê nan, goşt, kefçî û
çetel nêr in.
10- Navên mûzîk û nivîsandinê.
11- Navên sîleh û çekan, lê çekên
sipî: şûr, gurz, doqik, bivir,
şeşperî ,nêr
in.
12- Navên ku bi " î " , " ahî ", "
tî " û "atî" dawî dibin: Erzanî,
meznahî, hevaltî, biratî, ...
13- Navên tîpên abc
14- Darên heşîn ( ter )
15- Navên gulan
16-Navên pirtûk û pergalên
nivîsandinê: pel, kaxiz, pênûs,...
17- Pût û celebên giyayên ku dibin
pût jibo candaran, lê ceh nêr e
18- Hemû navên raderî ( raderên
lêkeran ) : çûn, hatin, birin ,...
19- Endamên laşê mirov yên hundir
tev mê ne : ceger, rovî, kezeb,...lê
dil nêr e.
20- Navên sal, hefte, rojên hefteyê,
meh û demsalan hêmû mê ne.
|