Lêker û rastnivîsandina lêkeran 3
Selîm Biçûk
Çêkirina lêkeran
1. Çêkirina lêkerên nederhingêv û yên derhingêv:
a. Ji navên raderî bi dûxistina paşgîna (andin)
lêkerên derhingêv yên afirandî tên çêkirinê û bi
dûxistina paşgîna (în) lêkerên nederhingêv yên
afirandî tên çêkirinê:
Navê raderî derhingêv nederhingêv
leriz
lerizandin lerizîn
meş
meşandin meşîn
rev
revandin revîn
bez bezandin bezîn
ger gerandin gerîn
ken kenandin kenîn
tirs tirsandin tirsîn
kel kelandin kelîn
bar
barandin barîn
reng
rengandin rengîn
sot
sotandin sotîn
pêç
pêçandin pêçîn
dom
domandin domîn
b. Ji navan bi dûxistina lêkera alîkar (kirin)
lêkerên derhingêv çêdibin û bi dûxistina (bûn)
yên nederhingêv çêdibin.
Nav derhingêv
nederhingêv
zêr
zêrkirin zêrbûn
zîv
zîvkirin
zîvbûn
kar
karkirin karbûn
çem
çemkirin çembûn
bar
barkirin barbûn
par
parkirin parbûn
gêr
gêrkirin gêrbûn
rê rêkirin
rêbûn
mehr mehrkirin
mehrbûn
kaş kaşkirin
kaşbûn
Herwiha ji navan bi alîkariya gelek lêkerên
derhingêv, lêkerên derhingêv çêdibin:
Sûnd xwarin, rê xistin, rê birîn,...
Bi alîkariya yên nederhingêv jî, lêkerên
nederhingêv yên nû çêdibin: Rê ketin, rêve çûn,...
c. Ji rengdêran bi dûxistina lêkera alîkar (kirin)
lêkerên derhingêv û bi dûxistina lêkera (bûn)
lêkerên nederhingêv çêdibin.
Rengdêr derhingêv
nederhingêv
reş reş kirin reş
bûn
xweş xweşkirin xweşbûn
germ germkirin germbûn
sor sorkirin
sorbûn
dîn dînkirin
dînbûn
zer zerkirin
zerbûn
Herwiha dema lêkera alîkar derhingêv be, lêkera
çêkirî jî, derhingêv e, lê dema nederhingêv be,
ya çêkirî jî, nederhingêv e.
2. Çêkirina lêkerên cemkirî:
Lêkerên cemkirî bi têkilbûna nav, rengdêr û
pêşgînan bi lêkerên alîkar re saz dibin.
a. Pêşgînên ku bi lêkerên alîkar re, lêkerên
cemkirî çêdikin ev in:
Hil, ve, vê, da, rû, wer, der, ber, bin, ser,
pey, nav, paş, ra, jê, tê, lê, pê, jev, lev, pev,
tev, di ser re, di rex re, di nav de, di şûn de,
di pêş de, bi paş de, bi ser de,... ûwd.
Mînak:
Hilkirin, hilbûn, hildan, hilgirtin, vebirîn,
vebûn, vedan, vekirin, vegirtin, vegerandin,
veşartin, vejînandin, rakirin, rabûn, raketin,
raxistin, razan, wegerandin, daxistin, dagirtin,
rûniştin, bergirtin, derketin, derkirin, derbûn,
serkevtin, ser xwebûn, pêşxistin, paşketin,
peyxistin, peyman, levhatin, jevketin, jevçûn,
pevketin, pêxistin, jêkirin...
b. Nav û lêkerên alîkar:
Sozdan, bersivdan, rêxistin, cihgirtin, kardîtin,
bînkişandin, gilîkirin, hînbûn, hînkirin,
rêketin, cemkirin, karkirin, dersdan,
malbarkirin, guhbirîn, serlêdan, rêbirîn...
c. Rengdêr û lêkerên alîkar:
Korbûn, sarbûn, korkirin, sarkirin, dûrketin,
dûrbûn, dûrkirin, dûrxistin, sorkirin, sorbûn,
sazkirin, sazbûn...
Veguhastina lêkeran bi demê re
Di zimanê Kurdî de sê demên bingehîn hene:
1. Dema niha (nihok)
2. Dema bê (pêşedem, mand)
3. Dema buhirî (berê, buhêrk)
1. Nihok (dema niha)
Lêker liber çavên mirov pêk tê û bi awayekî
gumanbir bûyer diqede yan jî, dê biqede.
a. Nihok
Niha ez dixwim.
Ez li Almanya dimînim.
Ez pirtûka rêziman dinivîsim.
b. Bûyereke ku dema berê çêbû be û xwe dirêjî
dema niha bike:
Ji sê salan ve ez li Almanya dimînim.
Ev salek e ji êşa dilê xwe dinalim.
Ji sê mehan ve ez Şêrînê nas dikim.
c.
Bûyereke ku dê di pêşedemê de pêk bê û lêker bi
hokereke demîn ve girêdayî be, mîna: Sibe, di
sala bê de, piştî saeteke din...
Ez sibe diçim dibistanê.
Ez saleke din vedigerim welêt.
Piştî saetekê ez diçim Amedê.
ç. Toreyeke (adet) ku tê dubarekirinê û bi
gotinên mîna: Heroj, hercar, ducaran...,
tê naskirinê:
Herkêlî ez bi welat dihizirim.
Herroj ez di biyaniyê de dimirim.
Herhefte ez diçim dibistana Kurdî.
1. Veguhastina lêker di nihok de
Di nihok de, herdem awayê rast yê cînavên kesok
(ez, tu, ew, em, hûn, ew) tê bikaranînê.
Pêşiya koka dema niha (di) distîne, eger
lêker hîmî yan jî, afirandî be, lê eger lêker
cemkirî be (di) dikeve navbera her du
parçeyan, dikeve pêşiya parçeye dawî ji lêkera
cemkirî. Dawiya (KDN) jî, (im, î,
e, in) distîne.
Lêkera hîmî: kirin
Koka dema niha (k) ye.
Ez dikim Ez di (KDN)
im
Tu dikî Tu di (KDN)
î
Ew dike Ew di (KDN) e
Em dikin Em di (KDN)
in
Hûn dikin Hûn di (KDN)
in
Ew dikin Ew di (KDN)
in
Lêkera afirandî: lerizîn
Koka dema niha (leriz) e.
Ez dilerizim
Tu dilerizî
Ew dilerize
Em dilerizin
Hûn dilerizin
Ew dilerizin
Lêkera cemkirî : barkirin
Di van lêkeran de, lêkera alîkar tenê tê
veguhestinê, koka dema niha jê tê deranînê û (di)
pêşiya wê digire.
Koka dema niha: (Bar...K.) ye.
Ez bar dikim
Tu bar dikî
Ew bar dike
Em bar dikin
Hûn bar dikin
Ew bar dikin
Nihokê dirêj
Lêker hîkariya xwe dewam dike yan jî, nîv pêk
hatiye û nîvê din jî, dê pêk bê. Di vê rewşê de,
dawiya kirde (kiryar) (î) distîne.
Ezî dikim Ezî dilerizim
Ezî bar dikim
Tuyî dikî Tuyî dilerizî Tuyî
bar dikî
Ewî dike Ewî dilerize Ewî
bar dike
Emî dikin Emî dilerizin Emî
bar dikin
Hûnî dikin Hûnî dilerizin Hûnî
bar dikin
Ewî dikin Ewî dilerizin Ewî
bar dikin
Nihokê Pêşro (daxwazî)
lêker
hîn pêk nehatiye û dibe ku pêk neyê jî.
Pêkhatina wî, bi bûyereke
din ve girêdayî ye.
Di veguhastinê de, di şûna (di) de,
pêşiya lêker (bi) distîne:
Ez bikim Ez bilerizim
Ez bar bikim
Tu bikî Tu bilerizî Tu
bar bikî
Ew
bike Ew bilerize Ew bar
bike
Em bikin Em bilerizin Em bar
bikin
Hûn bikin Hûn bilerizin Hûn
bar bikin
Ew bikin Ew bilerizin Ew bar
bikin
Di vê rewşê de, kirin yan jî, bûn bi xwestinê
pêk tê. Ev rawe bêhtir dema bê (pêşedemê) tîne
zimên. Carna jî, daçekên (da, ku) têne pêşiya
lêkera xwestinî. Mîna:
Bêrîvanê xwe xemiland da biçe seyranê.
Min xwe amad kir ku romanekê binivîsim.
Di vir de (da, ku) daçekên sedemîn e.
Herwiha bêjeya (bila) jî, pêşiya van lêkeran
digire: (Bila) ez biçim.
2. Pêşedem
Lêker hîn pêk nehatiye, lê wê di dema bê de, di
pêşerojê de pêk bê. Di be ku lêker pêk neyê jî.
Di vê demê de pêşiya lêker, lêkera (hatin)
di dema niha de û bi kesê sêyemîn yê yekhejmar
re (ew) digire. Herwiha lêker jî, pêşgîna
(bi) distîne. Lê, lêkera hatin bi sê
cûreyan tê bikaranînê.
Ê, dê û wê, mîna:
Ez ê bikim
Ez dê bikim
Ez wê bikim
Em ê bi çend nimûneyan ji klasîkên kurd vê rewşê
şirove bikin:
Dê
Meleyê Cizîrî dibêje:
Esrar ezel dê dabed bîne zuhûrê.
Encam ser encam ji axaz çi hacet.
Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de dibêje:
Evçend munafiq û neyarî
Hêja tu bi çavê min diyarî
Mem dê bimirit tu dê bimînî
Hêj xweş bigerî li rûyê zemînî
Ê
Di qewl û beytên Êzîdiyan de tê gotinê.
Newêrim bikêlimim
Wekî ez bêjim sineta berî Adem e
Ez ê birecimim
Wê
Di qewl û beytên Ezîdiyan de tê gotinê:
Ew e miletê xirqe paristî
Xirqe maqûl kir ser xwe re dêxistî
Roja axretê wê jê here nûrek kesekî
Seydayê Tîrêj jî, di bilbilê dilşadî de dibêje:
Piştî wê stêrê bi xwe berbanga sibê ye.
Wê
roj hile ronî bikeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bigihe cî û warê meqsedê ye.
Çerxa Felekê herdem bifitil û ger û dewr e.
Dê, ê û wê ji kû hatine?
Ev her sê bêje yek lêker in, ew jî, lêkera hatin
di dema nihok de ye.
Ez di êm (dêm, têm).
Tu di êyî (dêyî, têyî).
Ew diê (dê, tê) ew dê
dema
dê ew dê
Ez dema diê bikim.
Ez dê bikim.
Di axaftinê de (dê) dikeve û dibe:
Ez dema ê bikim
Ez ê bikim
Bi baweriya min mana (dê) pêkanîna lêker
di pêşerojê de bêguman dike. Dema ez dibêjim: Ez
dê bikim. Hevok mîna nihok wateya xwe distîne û
di pêkanîna kirinê de mîna: (ez dikim),
yan jî, nêzîkî wê wateyê dibe. Lê (ez dikim) min
dest bi kirinê kiriye û (dê) pêkanîna
lêker di projeyekê de dihêle, belkî pêk bê û
belkî jî, neyê.
Ez ê bikim. Kirinê di projeyekê de dihêle.
Belkî ez bikim û belkî ez nekim.
Ez wê bikim. (Ez ewê dê bikim) yan
jî: (Ez ewê bikim): Di vir de lêkera hatin (ê)
û cînavê nîşandek (ewê) bi hev re dibin
yek (wê). Ez ewê dema ê
bikim.
Ez ewê ê bikim.
Ez wê bikim.
Ew, ewê cînavê nîşandek e jibo dûr bikar tê,
jibo vê jî, dema bi lêkera alîkar hatin (ê) re
dibe yek, bikaranîna lêker di pêşedemê de dûrtir
dike. Gelek caran cînavê nîşandek (ew) bi (ê) re
dibe yek, ev jî, bi piranî dema ku nav di hevokê
de şûna cînav digire, mîna:
Wê roj hile Roj wê hile
Wê ronî bikeve Ronî wê bikeve.
Roj, ew ê hile.
Ronî, ew
ê bikeve.
Roj wê hile.
Ronî wê bikeve.
Ew
û (ê) bi hev ve dibin yek.
Bi xwe hevok bi vî awayî rast dibe:
Ew
roj ê hile ew ê roj hile
Ew
ronî ê bikeve ew ê ronî bikeve
Ew
ê, bi hev ve dibin (wê)
Jibo tevlîhevî çênebe, em ê di veguhastina lêker
de, di pêşedemê de (dê) bi kar bînin û
van dîtinên jor mîna pêşniyazan bihêlin.
Veguhastina lêker di pêşedemê de
Di pêşedemê de jî, mîna nihok herdem awayê rast
yê cînavên kesanî (ez, tu,
ew, em, hûn, ew) tê bikaranînê.
Herwiha koka demê ji
fermaniyê tê girtinê.
Lêkera alîkar hatin (dê) pêşiya lêker digire û
pêşgîna (bi) jî, pê ve dibe. Eger lêker
cemkirî be (bi) dikeve pêşiya parçeyê dawî û
ew parçe tenê tê
veguhastinê.
Lêkera hîmî: kirin
bike (k)
Ez dê bikim
Em dê bikin
Tu dê bikî
Hûn dê bikin
Ew
dê dike
Ew dê bikin
Lêkera afirandî: lerizîn bilerize
(leriz)
Ez dê bilerizim.
Ew dê bilerizin
Tu dê bilerizî.
Hûn dê bilerizin
Ew
dê bilerize.
Ew
dê bilerizin
Lêkera cemkirî: Bar kirin bar
bike ( bar-k-)
Ez dê bar bikim.
Ew dê bar
bikin.
Tu dê bar bikî.
Hûn dê bar bikin.
Ew
dê bar bike.
Ew dê bar
bikin.
3. Buhêrk
Di demeke rabûrî de, lêker pêk hatiye.
Bi lêkerên derhingêv re, cînavên kesanî (min,
te, wî, wê, me, we,
wan) tên bikaranînê û bi lêkerên nederhingêv
re cînavên (ez, tu, ew, em,
hûn, ew) tên bikaranînê.
Di dema buhirtî de çar darêj hene:
a.Buhêrk
Demek di ser pêkanîna lêker re derbas bûye.
b. Mêjbûhêrk (çîrokî)
Demeke dirêj di ser pêkanîna lêker re derbasbûye
û ketiye darêja çîrokiyê.
c. Buhêrka bicih
Bi temamî lêker pêk hatiye û hîkariya xwe davêje
dema niha.
ç. Buhêrka dirêj
Hîkariya kirinê demeke dirêj dewam dike.
a. Buhêrk
Veguhastina lêkera kirin
ya himî û derhingêv:
Koka dema berê ( kir )
Min kir Me kir
Te kir We kir
Wî/wê kir Wan kir
Lêkera çûn ya nederhingêv û himî: Koka dema berê
( çû )
Ez çûm Em çûn
Tu çûyî Hûn çûn.
Ew çû Ew çûn.
Lêkera afirandî ya derhingêv Lerizandin:
KDB (lerizand )
Min lerizand Me
lerizand
Te lerizand We
lerizand
Wî/wê lerizand Wan lerizand
Lêkera afirandî ya nederhingêv Lerizîn:
KDB ( lerizî )
Ez lerizîm Em lerizîn
Tu lerizî Hûn lerizîn
Ew
lerizî Ew lerizîn
Lêkera cemkirî û derhingêv barkirin:
KDB ( bar
kir )
Min bar kir Me
bar kir
Te bar kir We
bar kir
Wî/ wê bar kir
Wan bar kir
Lêkera cemkirî ya nederhingêv sorbûn:
KDB ( sor
bû )
Ez sor bûm Em sor bûn
Tu sor bûyî Hûn sor bûn
Ew
sor bû Ew sor bûn
b. Mêjbêj (mêjbuhêrk, çîrokî)
Demeke dirêj di ser pêkhatina kar re derbas bûye
û ketiye darêja çîrokekê.
Lêkera kirin:
Min kiribû Me kiribû
Te kiribû We kiribû
Wî/wê kiribû Wan kiribû
Lêkera çûn
Ez çûbûm Em çûbûn
Tu çûbûyî Hûn çûbûn
Ew çûbû Ew çûbûn
Lêkera lerizandin
Min lerizandibû Me
lerizandibû
Te
lerizandibû We lerizandibû
Wî/wê lerizandibû Wan lerizandibû
Lêkera barkirin
Min bar kiribû
Me bar kiribû
Te bar kiribû We bar kiribû
Wî/wê bar kiribû Wan bar kiribû
Lêkera sorbûn
Ez sor bûbûm Em sor bûbûn
Tu sor bûbûyî Hûn sor bûbûn
Ew sorbûbû Ew sor bûbûn
c.Buhêrka
bicih
Lêker bi temamî û bê kêmasî pêk tê û hîkariya
xwe li dema niha jî, dike.
Lêkera kirin
Min kiriye Me kiriye
Te kiriye We kiriye
Wî/wê kiriye Wan kiriye
Lêkera çûn
Ez çûme Em çûne
Tu çûyî Hûn çûne
Ew çûye Ew çûne
Lêkera lerizandin
Min lerizandiye Me lerizandiye
Te lerizandiye We lerizandiye
Wî/wê lerizandiye Wan lerizandiye
Lêkera lerizîn
Ez lerizîme Em lerizîne
Tu leriziyî Hûn lerizîne
Ew leriziye Ew lerizîne
Lêkera barkirin
Min bar kiriye Me bar kiriye
Te bar kiriye We bar kiriye
Wî/wê bar kiriye Wan bar kiriye
Lêkera sorbûn
Ez sor bûme Em sor bûne
Tu sor bûyî Hûn sor bûne
Ew
sor bûye Ew sor bûne
ç. Buhêrka dirêj
Lêker di dema berê de pêk hatiye.
Lê hîkariya wî demeke dirêj
dewam kiriye. Yan jî,
lêker bicih pêk nehatiye.
Pêkhatina wî dest pê kiribû
û dewam dikir.
Em dikarin bibêjin " buhêrka kêm ".
Lêkera kirin
Min dikir Me dikir
Te dikir We dikir
Wî/wê dikir Wan dikir
Lêkera lerizandin
Min dilerizand Me
dilerizand
Te dilerizand We
dilerizand
Wî/wê dilerizand Wan dilerizand
Lêkera lerizîn
Ez dilerizîm Em dilerizîn
Tu dilerizî Hûn dilerizîn
Ew
dilerizî Ew dilerizîn
Lêkera barkirin
Min bar dikir Me
bar dikir
Te bar dikir We
bar dikir
Wî/wê bar dikir Wan
bar dikir
Lêkera sorbûn
Ez sor dibûm Em sor dibûn
Tu sor dibûyî Hûn sor dibûn
Ew sor dibû Ew sor dibûn
Lêkera sorkirin
Min sor dikir Me sor dikir
Te sor dikir We sor dikir
Wî/wê sor dikir Wan sor dikir
Rawe
Ji bilî hersê demên bingehîn, li gor dem , rawe
û dirûvê lêker tê veguhastinê, ji raweyên ku
lêker tê de bi awayên cuda tê veguhastinê, ev
in:
1. Raweya fermanî (kotekî)
2. Raweyên hekeyî (egerî, mercî, şertî). Ew jî,
ev in:
a. Lavij û nihokê lavij
b. Bijoke û nihokê bijoke.
3. Raweyên gumanî
a. Guman û nihokê guman
4. Raweyên hatin-kirin û dan-kirinê
1. Raweya fermanî
Mirov, kesekî dike bin
kotekê jibo ku bi karekî rabe.
Lêkera kirin
Lêkera lerizandin
Tu bike Tu bilerizîne
Hûn bikin Hûn
bilerizînin
Em bikin Em
bilerizînin
Lêkera lerizîn Lêkera
barkirin
Tu bilerize Tu bar bike
Hûn bilerizin Hûn bar bikin
Em bilerizin Em bar bikin
2. Raweyên hekeyî
a.
Lavij
Lêkera kirin
Min bikira
Me bikira
Te
bikira We bikira
Wî/wê bikira Wan bikira
Lêkera lerizandin
Min bilerizanda
Me bilerizanda
Te
bilerizanda We bilerizanda
Wî/wê bilerizanda Wan bilerizanda
Lêkera lerizîn
Ez bilerizîma Em bilerizîna
Tu bileriziya Hûn
bilerizîna
Ew bileriziya Ew bilerizîna
Lêkera barkirin
Min bar bikira Me bar bikira
Te bar bikira
We bar bikira
Wî/wê bar bikira
Wan bar bikira
Lêkera sorbûn
Ez sor bibûma
Em sor bibûna
Tu sor bibûya Hûn sor bibûna
Ew
sor bibûya Ew sor bibûna
Nihokê lavij
Min ê bikira Me yê bikra
Tey ê bikira We yê bikira
Wî/wê yê bikira Wan ê bikira
Ev rawe jî, mîna lavij e. Lê "ê" li pey cînav tê.
Min ê bilerizanda....
(lerizandin)
Ez ê bilerizîma....
(lerizîn)
Min ê bar bikira... (barkirin)
Ez ê sor bibûma... (sorbûn)
b. Bijoke
Kirin
Min kiriba Me kiriba
Te kiriba We kiriba
Wî/wê kiriba Wan kiriba
Lerizandin
Min lerizandiba
Me lerizandiba
Te
lerizandiba We lerizandiba
Wî/wê lerizandiba Wan lerizandiba
Lerizîn
Ez lerizîbama Em lerizîbana
Tu lerizîba Hûn
lerizîbana
Ew lerizîba Ew lerizîbana
Barkirin
Min bar kiriba Me bar kiriba
Te bar kiriba We bar kiriba
Wî/wê bar kiriba Wan bar kiriba
sorbûn
Ez sor bûbama Em sor bûbana
Tu sor bûba Hûn sor bûbana
Ew sor bûba Ew sor bûbana
Nihokê bijoke
Ew jî, mîna bijoke ye, lê "ê"
li pey cînav tê.
Min ê kiriba Meyê kiriba
Te
yê kiriba Weyê kiriba
Wî/wê yê kiriba Wanê kiriba
Min ê lerizandiba... (lerizandin)
Ez ê lerizîbama... (lerizîn)
Min ê bar kiriba... (bar kirin)
Ez ê sor bûbama...
(sor bûn)
3. Raweya guman
Kirin
Min kiribe Me kiribe
Te kiribe We kiribe
Wî/wê kiribe Wan kiribe
Lerizandin
Min lerizandibe
Me lerizandibe
Te
lerizandibe We lerizandibe
Wî/wê lerizandibe Wan lerizandibe
Lerizîn
Ez lerizîbim Em lerizîbin
Tu lerizîbî Hûn
lerizîbin
Ew lerizîbe Ew lerizîbin
Barkirin
Min bar kiribe Me bar kiribe
Te bar kiribe We bar kiribe
Wî/wê bar kiribe Wan bar kiribe
sorbûn
Ez sor bûbim Em sor bûbin
Tu sor bûbî Hûn sor bûbin
Ew
sor bûbe Ew sor bûbin
Nihokê guman
Min ê kiribe
Me yê kiribe
Te yê kiribe We yê kiribe
Wî/wê yê kiribe Wan ê kiribe
Min ê lerizandibe... (lerizandin)
Ez ê lerizîbim...
(lerizîn)
Min ê bar kiribe... (bar kirin)
Ez ê sor bûbim... (sor bûn)
4. Raweyên hatin-kirin û dan-kirinê
1. Raweya hatin-kirinê
Di vê raweyê de kar ji hêla kesekî nediyar ve tê
kirinê. Ev rawe bi alîkariya lêkera (hatin) tê
sazkirinê. Lêker ji hêla kiryarekî nenas ve
dikeve livbaziyê. Di vê raweyê de, lêkera alîkar
hatin tê veguhestinê û lêkera din di awayê
raderî de dimîne û paşgîna (ê) distîne.
Nihok Buhêrk
Ez têm dîtinê Ez hatim dîtinê
Tu têyî dîtinê Tu hatî dîtinê
Ew tê dîtinê Ew hat dîtinê
Em tên dîtinê Em hatin dîtinê
Hûn tên dîtinê Hûn hatin
dîtinê
Ew tên dîtinê Ew hatin dîtinê
Bicihbuhêrk Mêjbuhêrk
Ez hatime dîtinê Ez hatibûm
dîtinê
Tu hatiyî dîtinê Tu hatibûyî
dîtinê
Ew hatiye dîtinê Ew hatibû dîtinê
Em hatine dîtinê Em hatibûn
dîtinê
Hûn hatine dîtinê Hûn hatibûn
dîtinê
Ew hatine dîtinê Ew hatibûn
dîtinê
Kêmbuhêrk Pêşedem
Ez dihatim dîtinê Ez ê bêm dîtinê
Tu dihatî dîtinê Tu yê bêyî
dîtinê
Ew dihat dîtinê Ew ê bê dîtinê
Em dihatin dîtinê Em ê bên dîtinê
Hûn dihatin dîtinê Hûn ê bên dîtinê
Ew dihatin dîtinê Ew ê bên dîtinê
Lavij
Bijoke
Ez bihatama dîtinê Ez hatibama
dîtinê
Tu bihatayî dîtinê Tu hatibayî
dîtinê
Ew bihata dîtinê Ew hatiba dîtinê
Em bihatana dîtinê Em hatibana
dîtinê
Hûn bihatana dîtinê Hûn hatibana
dîtinê
Ew bihatana dîtinê Ew hatibana
dîtinê
Guman Nihokê
lavij
Ez hatibim dîtinê Ez ê bihatama
dîtinê
Tu hatibî dîtinê Tu yê bihatayî
dîtinê
Ew hatibe dîtinê Ew ê bihata
dîtinê
Em hatibin dîtinê Em ê bihatana
dîtinê
Hûn hatibin dîtinê Hûn ê bihatana
dîtinê
Ew hatibin dîtinê Ew ê bihatana
dîtinê
Nihokê bijoke Nihokê guman
Ez ê hatibama dîtinê Ez ê hatibim
dîtinê
Tu yê hatibayî dîtinê Tu yê hatibî
dîtinê
Ew ê hatiba dîtinê Ew ê hatibe
dîtinê
Em ê hatibana dîtinê Em ê hatibin
dîtinê
Hûn ê hatibana dîtinê Hûn ê hatibin
dîtinê
Ew ê hatibana dîtinê Ew ê hatibin
dîtinê
2. Raweya dan-kirinê
Di vê raweyê de, kiryarekî nas karê xwe dide
yekî din jibo lêker bixe livbaziyê. Ev rawe bi
alîkariya lêkera (bûn) tê çêkirinê. Lêkera (bûn)
tê veguhastinê û lêkera din di awayê raderî de
dimîne, lê dawiya wê paşgîna (ê) distîne.
Nihok Buhêrk
Ez didim çêkirinê Min da(n)
çêkirinê
Tu didî çêkirinê Te da(n)
çêkirinê
Ew dide çêkirinê Wî/Wê da(n)
çêkirinê
Em didin çêkirinê Me da(n)
çêkirinê
Hûn didin çêkirinê We da(n)
çêkirinê
Ew didin çêkirinê Wan da(n)
çêkirinê
Bicihbuhêrk Mêjbuhêrk
Min daye çêkirinê Min dabû
çêkirinê
Te daye çêkirinê Te dabû çêkirinê
Wî/Wê daye çêkirinê Wî/Wê dabû
çêkirinê
Me daye çêkirinê Me dabû çêkirinê
We daye çêkirinê We dabû çêkirinê
Wan daye çêkirinê Wan dabû çêkirinê
Kêmbuhêrk Pêşedem
Min dida çêkirinê Ez ê bidim
çêkirinê
Te dida çêkirinê Tê bidî
çêkirinê
Wî/Wê dida çêkirinê Ew ê bide çêkirinê
Me dida çêkirinê Em ê bidin
çêkirinê
We dida çêkirinê Hûn ê bidin
çêkirinê
Wan dida çêkirinê Ew ê bidin
çêkirinê
Lavij
Bijoke
Min bida(na) çêkirinê Min daba(na) çêkirinê
Te bida(na) çêkirinê Te daba(na)
çêkirinê
Guman Nihokê
lavij
Min dabe çêkirinê Minê bida
çêkirinê
Te dabe çêkirinê Tê bidaye
çêkirinê
Nihokê bijoke Nihokê
guman
Min ê daba çêkirinê Min ê dabe
çêkirinê
Nasîn
Lêkerên derhingêv di demên derbasbûyî de (buhêrk
de) li gor berkar tên guhertinê. Eger berkar
yekhejmar be lêker jî, yekhejmar tê. Eger kom be
lêker jî, kom tê.
Min pitûkek da Evînê.
Min du pirtûk dan Evînê.
Min xaniyek da çêkirinê.
Min sê xanî dan çêkirinê.
Min dilê xwe daye Kurdistanê.
Min dil û cegerê xwe dane Kurdistanê.
|