Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   
     

 

Lêker û rastnivîsandina lêkeran 1
Selîm Biçûk


 

Lêker peyvek e guhêrbar e, di zimanê kurdî de, kar, kirin, bûn û hebûna mirovekî, tiştekî yan jî, lawirekî nîşan dike. Ev peyv li gor dem, kes û raweya kirinê tê guhertinê. Di darêja raderiyê de yan ku dema lêker bê têkilî ye mîna nav tê bikaranînê. Ji vê darêjê re "rader" tê gotinê.

Mînak: kirin, birin, hatin, ketin, hilgirtin, rûniştin, kirîn, birîn, firîn, çûn, bûn, sûn, man, dan, pan, hejandin, lerizandin, firandin, ... ûwd.

Radera lêker du parçe ye, kok  û paşgîn:

kirin                       kir - in        

kirîn                       kirî - n        

çûn                       çû - n          

man                       ma - n         

Paşgîna lêkerên kurdî herdem (n) e , jiber ku (i) tîpeke sist û lawaz e. Bi ketina (n) ew bi xwe jî, ji dawiya lêker dikeve.

kir - in                    kir        

kirî - n                    kirî       

çû - n                    çû    

ma - n                   ma        

Dema ku em radera lêker bi dem, kes, hejmar û raweyekê re têkildar dikin, lêker li gor wan hoyan tê veguhastinê. Di vê rewşê de, li gor demê du kokên lêker tên ber çavan, ew jî, ev in : Koka demên berê (KDB) û koka demên niha û pêşedemê (KDN).

Bi ketina paşgîna lêker, rasterast koka demên berê ( KDB ) bi dest me dikeve.

kir - in                    kir                 wî/wê kir                     

Kir, lêkera kirin e bi kesê sêyemîn yê yekhejmar re di buhêrk de. Wî / Wê kir.

Jibo bi destxistina koka demên niha û pêşedemê tu rêzanên tevayî nîn in. Tenê lêkerên ku bi (andin) û (în ) dawî dibin birê ne (rêzan liser wan dimeşe).

Lêkerên ku bi ( andin ) dawî dibin:

"din" dikeve û "a "cihê xwe dide "î":

Revandin       Revan           Revîn              ez direvînim

Kelandin        Kelan            Kelîn               ez dikelînim

Lêkerên ku bi "în" dawî dibin:

" în " dikeve û parçeyê dimîne koka dema niha û pêşedemê ye ( KDN )

Kirîn             Kir                 ez dikirim

Birîn             Bir                 ez dibirim    

Hemû lêkerên din, pêwîst e mirov fermaniya wan nas bike ev jî, bi jiberkirinê çêdibe.

Kirin             Bike              Bi-k-e           k            ez dikim

Gotin            Bibêje           Bi-bêj-e        bêj         ez dibêjim

        

Veguhastina lêker

Ji têkildariya radera lêker bi kes, dem, hejmar û raweyan re " veguhastin " tê gotinê:

Min pênivîsek baş kirî.

Azad diçe bajêr.

Min du gulên sor dîtin.

Baş bixebite tê serfiraz bibî.

Di veguhestina lêker de, pêwîst e em berî her tiştî kokên deman nas bikin. ( KDB ) jibo hemû demên derbas bûyîn û  ( KDN ) jibo demên nihok û pêşedemê.

Dema mirov lêker vediguhêze çar tiştên bingehîn tên ber çavan ew jî, ev in : Kes, dem, hejmar û rawe.

1. Kes

Kes, mirovek e, tiştek e yan jî, lawirek e. Navek e yan jî, cînavek e. Bi karekî radibe yan jî, bûyerek tê serê wî û berkar dibe. Kesê bikarekî yan bi xebatekê radibe, jê re kiryar tê gotinê. Lê kesê ku di hevokê de bûyer tê serê wî, jê re berkar tê gotinê.

a. Kiryar (Kirde)

Kiryar kesek e, mirovek e, tiştek e yan lawirek e. Cînav e yan jî, nav e. Di hevokê de bi karekî radibe û xebatekê dike.

Gundî hatin.

Agir geş dibe.

Xwendekar silav dikin.

Ez diçim dibistanê.

Min Hogir dît.

Wê gulek sor da min.

Wî name nivîsand.

Di van hevokan de, gundî, agir û xwendekar her yek navek e û bi karekî rabûye. Herwiha ez, min, wê û wî jî, cînav in, her yek bi karekî rabûye. Hemû jî, di hevokê de kiryar in.

b. Berkar

Kesê  ku di hevokê de bûyer tê serê wî berkar e.

Lêşkeran Zoro kuşt.

Soro dijmin lerizand.

Di van hevokan de, Zoro û dijmin du nav in. Bûyerek hatiye serê wan. Zoro hatiye kuştinê û dijmin hatiye lerizandinê. Ji van navan re, berkar tê gotinê. Dibe ku berkar nav be yan cînav be. Mirov be, tişt be yan jî, lawir be. Rasterast bi lêkereke derhingev ve tê girêdanê. Lê bi awayekî ne rasterast bi lêkera nederhingêv ve jî, tê girêdanê.

Berkar bi du beşan par ve dibe: Berkarê durust û berkarê nedurust.

Berkarê durust

Berkarê durust, bûyer rasterast tê serê wî.

Şervan dijminan dikujin.

Gundî rê dibirin.

Memo Zînê dixwaze.

Navên dijminan, rê û Zînê rasterast bûyerên kuştin, birîn û xwastinê hatine serê wan. Tu bindarên din jî, bi wan re nîn in.

Berkarê nedurust

Ew berkarê ku di hevokê de, bûyer rasterast nayê serê wî, jiber ku berkarekî din nediyar pê re heye jê re berkarê nedurust tê gotinê.  

Daçekên "di, bi, ji, li" şûna berkarê nediyar ku bûyerê bi berkarê nedurust re hildigre, digirin.

Şoreşgeran li dijmin xistin.

Min ji mamoste pirsî.

Dijmin û mamoste di van hevokan de berkarên ne bi serê xwe ne. Jiber ku di buyerê de berkarekî din hevalê wan heye, lê navê wî nehatiye diyarkirinê.

Dema em dipirsin: Şoreşgeran bi çi li dijmin xist? Bersiva vê pirsê, berkarekî din bi dijmin re heval diyar dike, mîna : Bi çekan, bi daran, bi keviran, bi rokêtan,...lêxistin.                                      
Herwiha, min çi ji mamoste pirsî? Navê wî, temenê wî, dîroka Kurdistanê,....

2. Dem

Di veguhestina lêkeran de, sê demên bingehîn hene: Dema niha ( nihok), dema bê (pêşedem) û dema buhirî (buhêrk).

Niha, ez diçim dibistanê.

Sibe, ez ê biçim bajêr.

Par ez çûm welêt.

3. Hejmar

Du hejmar di kurdî de hene. Yek, yekhejmar e û bêtir ji yekê kom e. Hejmara lêker bi hejmara kiryar û berkar ve girêdayî ye. Eger berkar di hevokê de nebe hejmara lêker li gor kiryar e:

Azad hat.    (yekhejmar)

Şervan hatin. (kom)

Lê dema ku berkar di hevokê de hebe hejmar li gorê tê:

Te ez dîtim. ( yekhejmar )

Te em dîtin. (kom)

4. Rawe

Rawe, awa û dirûva ku lêker tê de tê veguhastinê ye. Di kurdî de, ev rawe hene:

Raweya fermanî

Raweyên hekeyî ( Lavij û bijoke ).

Raweya gumanî

Di lêkeran de rader

Berî ku lêker bê veguhastinê, di rewşa xwe ya hîmî de ye û bi kes, dem, hejmar û raweyê re têkildar nebûye. Ji vê rewşê re rader tê gotinê. Radera lêker herdem bi " n "  dawî dibe. Di piraniya raderan de "i" pêşiya "n" digire, lê tîpeke jar û lawaz e bi ketina "n" ew jî, ji dawiya lêker dikeve.

Radera lêker du parçe ye, kok û paşgîn:

çûn              çû-n

man             ma-n

dan              da-n

kirîn              kirî-n

hatin            hat-in

gotin            got-in

Dema paşgîn tê avêtinê (KDB) dimîne.                 

çû, ma, da, kirî, hat, got.

Jibo naskirina (KDN) tu rêzanên tevayî nîn in.  Tenê jibo raderên ku bi " în " û " andin " dawî dibin rêzan heye. Lê yên din pêwist e bên jiberkirinê. Jibo hesanîkirina vî karî em raderên lêkeran li gor tîpên dawiyê di van koman de par ve dikin:

 

1. Raderên ku bi " in " dawî dibin: Ev rader di sê koman de dicivin:

a. Raderên ku bi " andin " dawî dibin

b. Raderên ku bi " tin " dawî dibin.

c. Raderên ku bi "rin" dawî dibin.
 

2. Raderên ku bi " în "dawî dibin.

3. Raderên ku bi " an " dawî dibin. Ev rader bi awayê din jî, tên bikaranînê:

a. Carna " an " dibe " ayin "          : dan         dayin

b. Carna " an " dibe " andin "       : pêçan      pêçandin

c. Carna " an " dibe " iyan "          : geran       geriyan

4. Raderên ku bi "ûn" dawî dibin:

a. Carna " ûn " dibe " ûyîn "          : bûn          bûyîn

b. Carna " ûn " dibe " ûtin "          : cûn          cûtin

Nasîn
Radera lêker mîna nav tê bikaranînê û navê kirin û bûnê yan jî, navê raderî jê re tê gotinê.

Raweya  fermanî û (KDN)

Koka dema niha (KDN)

Parçeyê radera lêker ku dibe binyata veguhastinê di demên nihok û pêşedemê de, jê re koka dema niha tê gotinê. Ev kok jî, ji fermaniya lêker  tê naskirinê. Kirin  bi-k-e     k

Ez dikim.       Ez ê bikim.

Raweya fermanî

Raweya fermanî bi berxistina pêşgîna (bi) di pêşiya koka dema niha û paşgîna (e) çêdibe.

dan              bi-d-e

birin             bi-b-e

kirîn              bi-kir-e

1. Raderên ku bi " in " dawî dibin

a. Raderên ku bi (andin) dawî dibin

Di van raderan de (din) dikeve û (a) dibe (î):

kelandin/kelan/kelîn  Herwiha paşgîn û pêşgînên  fermaniyê bi parçeyê mayî vedibin.

weşandin       bi-weşîn-e              weşîn

ceribandin     bi-ceribîn-e             ceribîn

hêrandin        bi-hêrîn-e               hêrîn

pijandin         bi-pijîn-e                pijîn        

revandin        bi-revîn-e               revîn

Li gor rêzana jor gerek nake mirov fermaniya van lêkeran nas bike. Dikare yekser (KDN)  nas bike: ( in ) dikeve  û   ( a ) dibe ( î )

b. Lêkerên ku radera wan bi (tin)  dawî dibe

Paşgîna (tin) ji raderê dikeve û parçeyê mayî pêşgîn û paşgîna fermaniyê distîne: 

girtin            bi-gir-e                  gir

jentin           bi-jen-e                  jen

hêrtin           bi-hêr-e                 hêr

simtin           bi-sim-e                 sim

nihêrtin         bi-nihêr-e               nihêr

c. Lêkerên ku radera wan bi ( istin) dawî dibe

(Tin) tê avêtinê û (is ) dibe (ês):

heristin         bi-herês-e              herês

hilawistin       hilawês-e                hilawês

ristin            bi-rês-e                  rês

d. Raderên ku bi (iştin ) dawî dibin

hilperiştin      hilperêş-e               hilperêş

maliştin         bi-mal-e                 mal  

rûniştin         rûn-e                     rûn

veniştin         ven-e                    ven  

e. Raderên ku bi (ûtin) dawî dibin

cûtin            bi-cû                     cû

sûtin            bi-sû                      sû        

dirûtin           bi-dirû                    dirû 

ji van raderan (tin) tê avêtinê.

f. Raderên ku  bi (irin) dawî dibin

birin             bi-b-e                    b  

kirin              bi-k-e                    k    

mirin             bi-mir-e                  mir 

2. Lêkerên ku radera wan bi ( în) dawî dibin

Paşgîna (în) ji raderê dikeve, parçeyê mayî koka dema niha ye.

barîn            bi-bar-e                 bar     

bezîn            bi-bez-e                 bez   

borîn            bi-bor-e                 bor   

zanîn            bi-zan-e                 zan    

revîn            bi-rev-e                 rev      

3. Lêkerên ku radera wan bi ( an ) dawî dibin

dan              bi-d-e                    d     

gihan            bi-gih-e                  gih  

man             bi-mîn-e                 mîn    

kolan            bi-kol-e                  kol

4. Lêkerên ku radera wan bi ( ûn ) dawî dibe

bûn              bi-b-e                    b

çûn              bi-ç-e                    ç      

dûn              bi-dû                     dû             

pûn              bi-pû                     pû           

Jibo naskirina koka dema niha, baştir e mirov ji bilî raderên ku bi (andin) û ( în ) dawî dibin hemûyan ezber bike. Eger di raderên ku bi ( tin ) dawî dibin de (a) hebe cihê xwe dide (ê)

alastin          bi-alês-e                alês

bijartin          bi-bijêr-e                 bijêr   

bihartin         bi-bihêr-e               bihêr    

pişavtin         bi-pişêv-e               pişêv 

guvaştin        bi-guvêş-e              guvêş    

Eger parçeyê mayî ji raderê piştî avêtina (tin) bi (s) dawî bibe, ev (s) cihê xwe dide (z).

gestin           bi-gez-e                 gez      

mîstin           bi-mîz-e                 mîz   

guhastin        bi-guhêz-e              guhêz   

xwastin         bi-xwaz-e               xwaz    

lîstin             bi-lîz-e                   lîz      

parastin        bi-parêz-e              parêz 

bihîstin          bi-bihîz-e                bihîz  

Lê eger ev perçe bi (f) dawî bibe, cihê xwe dide (v).             

axaftin          bi-axiv-e                axiv   

hêraftin         bi-hêriv-e               hêriv 

bişkaftin        bi-bişkêv-e             bişkêv    

Û eger ev perçe bi (ş) dawî bibe cihê xwe dide (j).

biraştin         bi-birêj-e                birêj    

gihiştin          bi-gihîj-e                gihîj  

kuştin           bi-kuj-e                  kuj      

5. Lêkerên ku radera wan bi (êtin) dawî dibe, ev (êtin) cihê xwe dide (êj).

avêtin           b-avêj-e                 avêj   

mêtin            bi-mêj-e                 mêj         

rêtin             bi-rêj-e                  rêj        

(atin) jî, cihê xwe dide (oje) yan jî (êje)

patin            bi - pêj - e              pêj

Lê (otin) cihê xwe dide (oj) yan jî, (oş)

sotin            bi-soj-e                  soj    

kotin            bi-koj-e                  koj    

dotin            bi-doş-e                 doş   

firotin           bi-firoş-e                firoş 

 

 

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de