|
|
|
Çend dîtin li ser
hevoksaziya kurdî
Selîm Biçûk
Hevokên lêkerî
Hevok di Kurmancî de, bi gelemperî bi vî awayê
jêr tê sazkirinê:
Kiryar
|
Agahdarî/Berkar |
Lêker |
Ez
Ew
Berfîn |
çayê
gulan
berxan |
vedixwim
av dide
diçêrîne |
Lê bi hin lêkerên nederhingêv re ku bizava wan
ber bi aliyekî ve ye.
Mîna:
çûn, ketin, hatin, firîn, bûn ( bi wateya çêbûn
)... bi awayê jêr tê sazkirinê:
Kiryar
|
Lêker |
Agahdarî |
Ez
Guhderz
Şêrîn
Mado
Serdar |
diçim
ket
hat
bû
firî |
gund
çalê.
bajêr.
şoreşger.
asmanan. |
Eger bi van lêkeran re daçek bên bikaranînê û
aliyê bizava lêker bê guherînê, hevok dîsa
vedigere ser awayê xwe yê gelemper:
Kiryar
|
Agahdarî |
Lêker |
Ez
Guhderz
Şêrîn
Serdar |
ji gund
di çalê de
ji bajêr
di asmanan re |
diçim.
ket.
hat.
firî. |
Di hin rewşan de, lêker di darêja raderî de, tê
bikaranînê û mîna navê mê tê tewandinê. Eger di
van rewşan de, lêker bê kiryar be pêşiya hevokê
digire:
Çûna zozanan xweş e.
Hatina biharê pîroz e.
Eger ev lêkerê di darêja raderî de bibe agahdarî
di hevokên lêkerî de û bi lêkerekî din re bê,
awayê jêr distîne:
Gulê, çûna bêriyê xweş dibîne.
Gel, hatina Newrozê pîroz kir.
Eger lêkerê derhingêv du berkaran bistîne, hevok
awayê jêr distîne:
Kiryar |
Berkar 1 |
Lêker |
Berkar 2 |
Azad
Şêrîn
Min |
gul
silav
nan |
firotin
da
da |
keçan.
şehîdan.
gundiyan. |
Eger berkarê duyemîn ne durust be, hevok awayê
jêr distîne:
Kiryar |
Berkar 1 |
Berkar2 |
Lêker |
Şoreşgeran
Şermîn |
nan
navê gund |
ji Gulê
ji Şîlan |
xwestin.
pirsî. |
Pir caran hevok bi lêkerên nederhingêv re, bi
kiryar û lêker çêdibe. Hingê bi vî awayî tê:
Kiryar |
Lêker |
Sulav
Nermîn
Ez
Ew |
raza.
hat
dimeşim.
direve. |
Eger hoker di hevokên lêkerî de hebe, bi awayên
jêr tên sazkirinê:
1- Lêkerên nederhingêv:
Hoker |
Kiryar |
Lêker |
Berkar |
Piştî nîvro
Êvarê |
Canda
Sernaz |
gihişt
diçe |
Qamişlo.
dibistanê. |
Yan jî, bi vî awayî:
Kiryar |
Hoker |
Lêker |
Berkar |
Canda
Sernaz |
Piştî nîvro
êvarê |
gihişt
diçe |
Qamişlo.
dibistanê. |
2- Lêkerên derhingêv:
Hoker |
Kiryar |
Berkar |
Lêker |
Kêliyek din
Niha |
ez
ez |
çayê
nan |
vedixwim.
dixwim. |
Yan jî, bi vî awayê jêr:
Kiryar |
Hoker |
Berkar |
Lêker |
Ez |
niha |
nan |
dixwim. |
Eger di van rewşan de, berkar nedurust be, lêker
dikeve dawiya hevokê:
Piştî nîvre Canda ji Qamişlo diçe.
Sernaz êvarê ji dibistanê tê.
Ez niha xwe ji xwarina nan re amade dikim.
Hevok, di raweya fermanî de, ji rêzana gelemper
der nakeve:
Were em nan bixwin!
Werin em biçin
اiyayê
Şerefdînê!
Jiyanê baş nas bike!
Bibe xwediyê jiyanek birûmet!
Hevokên navdêrî
Ev hevok ji nav, rengdêr û lêkera bûn tên
sazkirinê. Tu bizavê nakin û di rewşa bûnê de
dimînin. Herwiha berkar û kiryar di van hevokan
de, nîn in:
Jiyana birûmet gelek xweş e.
Gundiyên Kurd leheng in.
Şoreş rûmeta gel e.
Berxwedan jiyan e.
Serxwebûn û azadî rûmet in.
Zindan dibistana qehremaniyê ne.
Koledarî rûreşiya mirovahiyê ye.
Hevokên bangê
Ev hevok dikarin mîna hevokên lêkerî û yên
navdêrî jî, bên:
1- Mîna hevokên navdêrî:
Ax, ev çi rewş e!
Oh xweş, ev çi awazek nemir e!
Wey, li minê dayê!
Tif, li mirovên xwefiroş!
Nifir, li vê dema bêbext !
2- Mîna hevokên lêkerî:
Lo xorto !
Ji xew rabe dereng e!
Ox, te dilê min xwe ş kir !
Of, dilê min çiqas diêşe!
Ax, ez ketime çi rewşê !
Niqteşanî
Ji bo asankirina xwendin, têgihîştin û
xweşkirina ahenga hevokê, çend nîşan di nav de,
cih digirin. Ev nîşan dawiya hevokê, wateya
parçeyekî jê û daxwaza wê pêş me dikin. Li hêla
din, di xwendinê de, cihê rawestan û bîndanê jî,
diyar dikin. Ji van nîşanan re niqteşanî tê
gotinê.
Nîşanên niqteşaniyê
jî, ev in:
. Xal ( Niqte )
, Dabir ( Bihnok )
? Xalepirs ( Niqtepirs )
! Xalebang ( Niqtebang )
: Xalecot ( Niqtecot )
; Xaledabir ( Niqtedabir )
( ) Kevanek
" " Dunik
_ Xêzek
- Bendek
Xal
Ev nîşan dawiya hevokê diyar dike:
Duh, ez çûm Amedê. Min şal û şapek kirî. Li wir
min hevalekî xwe dît. Em
gelekî bi hev şa bûn. Li nav bajêr, min tiştên
balkêş dîtin. Leşkeran kolan dagirti bûn.
Dabir
Di nivîsandinê de, dabir pir pêwîst e. Cihên ku
digire ev in:
1- Cihê gihaneka ( û ):
Hogir, Azad, Rojîn û Rewşen ji bajêr tên. Ev
ciwan pir hişyar in. Dost û dijmin ji hev nas
dikin, xweşiya jiyanê nas dikin û riya xwe baş
dizanin.
Pir caran, ji hêla gelek nivîskarên kurd ve, ev
nîşan li pêşiya û tê danîn. Ev şaşiyek e, ji ber
ew bi xwe cihê û digire.
2-Dikeve navbera parçeyên hevokê yên
biçûk, lê bi mercê ku wateya wê neyê guherandin.
3- Piştî jî, tê:
Çiya, cihê rûmeta me, hem jî, ji pîrozahiyên me
ne.
4- Pir caran, di...de, di...re, bi...ve,
ji...re,...di nava du dabiran de, cih digirin:
Di rewşên awarte de, hevalên min, ji min re,
dibin aqilmend.
Ez, ji te re, dibêjim ku em biçin mal baş e.
5-
Piştî kiryarê ku ji lêkerê xwe dûr dikeve tê:
Şêrîn, di rojeke bi berf, baran û bager de, hat
rûyê dinê.
Ez, di sala hezar û nehsed û şêstî
de, ji dê bûme.
Reşo, ji ber ku nizane bixwîne, matmayî dimîne.
6- Piştî banglêkirinê tê:
Mizgîn, li min binere û gotinên min guhdar bike.
Xebat, ku tu çûyî welat silavan li hevalan bike.
Xalepirs
Dikeve dawiya hevokên pirsiyariyê:
Tu kengê ji welat hatî?
Ew çi dixwaze?
Çend leşker hatin gund?
Xalebang
Dikeve dawiya bang û hevokên bi wan re:
Ax ! Ev çi zemanekî xirab e!
Xwedêyo ! Te çawa li hev anî !
Oh xweş ! Çi mizgîneke baş e!
Kuro, bibe mirov!
Xalecot
Dikeve dawiya hevokên ku tiştek tê gotinê yan
hejmartinê:
Beyana sibê bû, bavê min ji xew hişyar bû û got:
Ev çiya ji şer û kuştinê natirsin.
Di dînê Zerdeşt de, sê baweriyên bingehîn hene:
Peyva xweş, baweriya rast
û karê baş.
Xaledabir
Dikeve navbera hevokên ku bi hev ve girêdayî ne
û wateya hev temam dikin. Hîn hevok neqediya ye
û babeteke nû dest pê dike:
Reşo, bilez ji malê derdikeve; wisa xuya ye ku
tiştekî pêwîst qewmî ye.
Kevanek
Peyvên ku bi sebebekê dikevin nav hevokê,
dikevin nav kevanekan û rakirina wan jî, wateya
hevokê naguherîne:
Di Kurmancî de, du zayend hene ( nêr û mê ).
Dunik
Peyvên ku ji cihekî din tên guhastinê di nav
dunikan de, tên nivîsandin:
" Ay Ahorayê mezin " Zerdeşt digot.
Xêzek
Eger nivîsandin ket awayê axaftinê û peyvbêj hat
guhartinê, li pêşiya hevokê xêzek tê nivîsandinê:
Di navbera dil û mejî de, gotûbêjek germ dest pê
kir:
_ Jiyan pir xweş e!
_ Lê tu bindest î.
Bendek
Dikeve navbera du peyvên ku hogiriyek di nav wan
de heye:
Birca - Belek
Kaniya - Spî
Bedir - Xan
Nasîn
Di Kurmancî de, nîşana herî pêwîst dabir
e(bihnok).
|