Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   

Xeberdana balkêş tevî helbestvanê hêja – Selîm Biçûk

Dr. Xanna Omerxalî

Roja 30-ê Kanûna yekê sala 2006-a da li bajarê Hanoverê da ez rastî helbestvanê hêja Selîm Biçûk hatim û xeberdana me li ser helbestnivîsandinê, edebiyet û zimanê kurdî, dînê êzîdiyetiyê û çûna Lalişê wisa xweş bû, ku min xwest parçeyek ji hevpeyvîna me pêşkêşî xwendevanên hêja bikim...

Selîm Biçûk bi eslê xwe va êzîdî ye û ew sala 1960-a da di gundê êzîdiya bi navê Otilce, kîjan li Kurdistana rojava da (Sûrî) ye, ji dayîka xwe bûye. Ew sala 1991-ê da mecbûr bû hate Almaniya û jiyana xwe li vir derbaz dike. Selîm Biçûk xwendina bilind di Sûriyê da standiye, fakûltêta hûqûqî xilaskiriye. Belevoka helbestên Selîm Biçûk bi navê „Xewnên Revok“ û pirtûka wî li ser „Rezimanê kurdî“ hatine belav kirine.

Textfeld: Xanna Omerxalî: Çûna Kurdistana başûr – Kurdistana Azad – çawa bû? Selîm Biçûk: Dema di hemû jiyana te de xewnek di 
serê te de hebe, tu li ser wê xewnê bifikirî, û navbera 
çend seheta tu dibînî ew xewn bû rastî...

Xanna Omerxalî: Êvar xêra we, birê Selîm. Hûn dikarin, bi kerema xwe, çend giliya derheqa jiyana xwe da me ra bêjin.

Selîm Biçûk: Êvara we jî bi xêr. Gelekî sipas. Navê min Selîm Biçûk e. Ez ji Kurdistana rojava me, Kurdistana beşê Sûrî. Ez li gundê Otilce sala 1960-a hatime jiyanê.

Xanna Omerxalî: Bineliyê gundê we hemû êzîdî bûn?

Selîm Biçûk: Belê, gundê me hemû êzîdî bûn, nêzîkî 50 eyle êzîdî li gund hebûn. Lê mixabin, niha piraniya wan gund berdane, derketine Ouropa. Min li Sûrî xwendina xwe ya huqûq li zanîngeha Şamê xilas kir. Û di sala 1991-ê da, destpêka salê da, ez hatim Almaniya. Ev 16 sal ez li Almaniya da dijîm.

Xanna Omerxalî: Birê Selîm, ez dizanim, ku kitêba we jî li ser zimanê kurdî çend sal pêşda hate belavkirin. Hûn dikarin, bi kerema xwe, derheqa pirtûka xwe da me ra bêjin.

Selîm Biçûk: Belê, di sala 1997-a da ji aliyê Înstîtûta Kurdî li Berlînê kitêba min yekem ya li ser zimanê kurdî bi navê rêzimanê kurdî (kurmancî) hat belavkirin. Ew kitab karê nêzîkî deh salan bû, min li ser ziman xebat kir. Niha jî ez li ser xebata ziman dewam dikim. Kitêba min tê li ser rastnivîsandina kurdî ye, ez hêvî dikim, dê bê belavkirin. Ji bilî ziman jî ez helbestê dinivîsim. Pirtûkek min helbestan bi navê „Xewnên revok“ sala 2002-a di Almaniya da çap bûye. Ez dixwazim tiştekî nû bêjim, go hîn gelekî nû ye: nêzîk romaneke min temam dibê.

Xanna Omerxalî: Bijîn! Gelekî baş e. Ev roman li ser çi ye? Derheqa çi da ye?

Selîm Biçûk: Roman bitir li ser xerîbiyê ye. Beramberî yek di navbera jiyana welat û xerîbiyê da. Her weha rewşa siyasî ya kurdan û ya civakî bi awakî ji awa şirove dike an jî tîne ziman. Di nava çîrokek evînî û tragêdî da û her weha xebatek siyasî tragêdî da bûyarên romanê dimeşin. Zêdetir ez li ser nabêjim, gava ku derket ez hêvîdikim tu dê bixûnî!

Xanna Omerxalî: Belê, ez ê bi dil û can bixûnin! Ez dizanim, ku hûn ne tenê karê nivîskariyê dikin, lê her weha hûn endamê komeleke rewşenbîrî ne. Navê wê komelê çi ye?

Selîm Biçûk: Navê komela me – „Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derva“. Ev komela rewşenbîrên kurd yên ji Sûrî ku li dervayê Kurdistanê dijîn. Piraniya wan li Ouropa ne.

Xanna Omerxalî: Ev komel bi çi va mijûl dibe?

Selîm Biçûk: Karê rewşenbîrî. Parastin û geşkirina çand û huner û nivîskariyê kurdî bitir.

Xanna Omerxalî: Ez ça dizanim govara we jî heye, ne wisa?

Selîm Biçûk: Belê, em malperek (saytek) bi rêva dibin www.rojava.net û her weha govarek xurû bi kurdî „Ûrkêş“ ku her sê meha derdikevê di Ourupa em jî belav dikin. Û wekî din jî karê şev, xwendin, semînar, yenî çalakiyên rewşenbîrî û çandî bi giştî em pê ra mijûl dibin. Lê giraniya me jî li ser ziman heye. Em bitir bi problêm û pirsgirêk û geşkirina zimanê kurdî ra mijûl dibin.

Xanna Omerxalî: Eva dema heftêkî ye, ku hûn ji Kurdistana başûr vegeriyane, ne wisa?

Selîm Biçûk: Belê.

Xanna Omerxalî: We li wir çi dikir? Hûn çi qewî çûbûne li wir?

Selîm Biçûk: Kurdistana başûr fêstîvalek li Duhokê hebû – yekîtiya nivîskarên kurd şaxê Duhokê di bin navê “Duhok – pira rewşenbîriya kurdî ye” fêstîvalek li derxistibû. Di wê fêstîvalê da rewşenbîrên kurd ji hemî parçê Kurdistanê da û ji hemî cîhanê dawet kiribûn. Nêzîkî 180 rewşenbîr ji Ouropa, ji Tirkiyê, ji welatên Sovêta Berê, ji Îranê û ji Başûr bi xo jî. Yanî rewşenbîrên ku di hem ji çar parçe Kurdistanê û hem ji dervayê Kurdistanê amade bûn, beşdarê vê fêstîvalê bûbûn. Fêstîval li ser çand, huner, nivîskarî û rewşenbîriya kurdî bû. Helbest hatin xwendin. Semînarên cûda-cûdayî, reng-reng hatin pêşkêşkirin. Ji bo wê yekê ez li Duhokê bûm. Lê ez dervayî fêstîvalê jî nêzîkî mehkê li wê derê mam. Cihê jî geryam: Silêymanî, Hewlêr, mentiqê êzîdî: Şêxan, Başiq û Bahzan. Yanî ew mentiqa ku ezîdî lê bûn, min ziyaret kirin, min dîtîn. Min hin sazî û komelên êzîdî serdana wan, wek Bingeha Laliş, hem komela êzîdî li Başiq û Bahzan ez çûm serdana wan. Ew kesên ku êzîdî pirsên rewşenbîriyê va mijûl dibûn min ew dîtin, ji nêzîk va nas kirin. Çûyîna min Kurdistanê weha bû.

Xanna Omerxalî: Ew cara ewilîn bû ku hûn çûbûn Kurdistanê?

Selîm Biçûk: Carekî ewil piştî 16 sala ez çûme Kurdistanê, lê cara ewil bû jiyana xwe da ku ez çûbûm parçekî Kurdistana Azad. Ya herî xweş ew bû ji bo min. Ya ku gelekî ez kêfxweş kirim.

Xanna Omerxalî: Hestên we çawa bûn? We Kurdistan çawa dît?

Selîm Biçûk: Emrê min 46 sal e. Dema 46 sala xewnek di serê te da hebe, tu li ser wê xewnê bifikirî, bi wê xewnê bijî, li hêviya durustkirina wê bimînî û di navbera çend sehetan de tu dibînî ew xewn bû rastî. Ez nizanim, ez çawa wan hestan karim bînim ziman. Ez bawer nakim ziman karî be wan hestan rake.

Xanna Omerxalî: Belê, rastî ya we ye. Ez we baş fehm dikim, ji ber ku min jî ew hesta hest kirin, kengê ez ji aêroporta Hewlêrê – Kurdistana başûr da – derketim û min ji hemû ciya da axivtina bi zimanê kurdî dibihîst – aêroportê da, zankoyê da; hemû ciya da û her dera tenê Kurd bûn...

Selîm Biçûk: Ez niha derbazê Kurdistanê dibim, ku cara yekemîn di jiyana xwe da giştî Kurdî paspota min kontrol dikin, cara yekemîn di jiyana min da Kurdistanê da kîderê tenê bi kurdî diaxivin. Ew hestinî ku mirov nikare bîne ziman, çiqas xweş bû û pir cara kûraniya van hesta tenê girî dikarî bû bîne ziman. Bi tiştekî din tu nikarî van hestan bînî ziman.

Xanna Omerxalî: Belê, xebera we ye! Pirseke min jî li ser rewşa zimanê kurdî û zaravên wî heye. Ez dizanim, ku gelek semînar û konfirans li ser zimanê kurdî li Kurdistanê da niha amade dikin û pirsgirêka mezin niha ew e, ku kîjan zaravê kurdî bikine zimanê fermî (ofisiyêl) di Kurdistana başûr da: kurmancî yan soranî, û bi kîjan tîpan – erebî yan latînî – bi kar bînin. Hûn dikarin, bi kerema xwe, çend giliya jî li ser rewşa zimanê kurdî niha me ra bêjin?

Selîm Biçûk: Niha di Kurdistanê rewşa ziman, bi rastî, ne gelekî baş e. Bi taybetî kurmancî. Ji ber ku niha li wêderê zaravayên kurmancî û soranî hene. Bêtir herdu zaravayên serekî ne. Li başûrê Kurdistanê piranî soranî tê axaftin. Her weha hin hewildan jî hene ku soranî bibe zimanê fermî di Kurdistanê da. Kurmancî gelekî xebatê cidî û baş li ser nayên kirin. Problêma herî mezin jî tîpên erebî, “yên îslamî” kû jê ra dibêjin, tên bikaranîn.

Xanna Omerxalî: Belê, hinek dibêjin, ku ew tîpên pîroz in.

Selîm Biçûk: Belê bi awayekî pîrozbahî lê tê temaşa kirin. Lê rastî da, ez wî awayî pîroz nabînim. Ew tîp ji bo min sîmbola bindestî û dagirkariya çanda kurdî ne, ku ereban di bin siya îsmalî da hem zimanê me dagir kir û bindest kir, hem jî kûltûra me bindest kirin, hem jî welatê me jî bindest kirin. Ji bo ku em navbera wê bindestiyê bibirin. Pêwîst e berî her tiştî tîpên me bibin latînî û em ne bi awayê pîroz lê temaşe bikin. Lê aliyê din jî heger mirov di aliyê fonolocî û zanistî jî lê temaşa bikin, tîpên latînî bo kurdî baştir in, li aliyê din tîpên latînî tîpên zanistî û têknolocî ne û ew jî gelekî ji bo kurdan pêwîst in û gerek e ew bin. Dîtina min ew e: niha ew zarava temam bi hev ra bimeşin. Soranî jî hebê, kurmancî jî hebê. Di dema îro da tîpên erebî jî wê hebin, tîpên latînî jî wê hebin heta hêdî hêdî ziman standart bibe, an jî tîpên standart ji bo kurdan çêbibin. Gerek e ew herdu serbest bin, ji ber ku tu problêm nîne, di welatekî da du ziman yan du zarava fermî bin. Mînak li Europa hene: di Swîzêrlandê da, Bêlgîkê da... û tu problêma wan pê ra nîne. Yanî ji bo kurdan çima du zaravayên kurdî ne fermî bin, ne ofîsîêl bin?

Xanna Omerxalî: Piraniya kurdan di Kurdistana başûr da bi zaravê soranî yan behdînî (kurmancî) diaxivin?

Selîm Biçûk: Em nikarin bêjin ku bi soranî piranî diaxivin, lê hejmarek baş e. Ez bawer nakim, ku piranî be, yenî nîv nîv be. Herdu zarav jî gerek e pêşva herin. Herdu jî zaravê kurdî ne. Heta ku kurd karbin zaravekî yekgirtî yan jî zimanekî yekgirtî çêbikin.

Xanna Omerxalî: Ewe çi ziman be - “Sormancî”?!

Selîm Biçûk: “Sormancî” na tune. Na, “surmancî“ wê nebê. Di baweriya min da, ji bo zimanê yekgirtî prosêsek dirêj lazim e. Di wê prosêsê da pir tişt rola xwe dilîzin: pirsên zanistî hene, pirsên ticarî tesîra xwe gelekî dikin, pirsên siyasî, desledarî hene. Yanî ewqas faktor ku tesîr li ziman û yekgirtina ziman dikin. Grûpên lîngvîstîk jî gerek li ser ziman xebatê bikin, heta ku ew zimanê yekgirtî çêbibe.

Xanna Omerxalî: We pêşda mira got, ku îmkanê we çê bû û hûn çûne Lalişê. Kengê ez cara pêşîn nêzîkî geliyê Lalişê bûm û paşê jî pêxas li ser wî erdê pîroz dimeşiyam, û di ava pîroz ya Kaniya Sipî da hatime mor kirinê, hestekî mezin û kûr di nava dilê min da cî girt. Ez dikarim bêjim, ku nêt û mirazê çendik çend kal-bavê xwe min bi xwe ji alê xwe da miyaser kir. Mirazê wan jî ew bû, ku wextekî, zûtirê ziretê wan bikaribin herin ber ziyareta Lalişa Nûranî, tiya bin ber wê ziyaretê û ziyaretiya xwe bikin wek qirara dîn. Gelekî zehmet e mirov bêje ew çawa bû: min hest dikir û firnaq dibûm ku ez jî çawa wek ewladeke koma êzdîxanê hatime meskenê kal-bava, ser axa kal-bava û tevî vê dîroka qedîm hatime girêdayînê. Ez gelekî nav êzdîxanê geriyame û pir ciya bûme kîderê komên êzdîxanê dijîn. Ez bi xwe Ermenîstanê da ji dayîka xwe bûme, paşê malbata me mecbûr bû û em hatine Ûrisêtê, û vê demê jî (eva çend sale) ez Almaniya da dimînim. Û ez dikarim bêjim, ku wan hemû ciya da û her dera da ez çawa mêvan dimam û dimînim, lê her tenê wêderê - geliyê Lalişê da - min hest kir û bi rastî xwe hesiyam, ku ev dera rastî jî erdê min e, erdê kal-bavê min e. Kurdistanê da û bi taybet Lalişê da, min hest kir, ku ez ne bê welat im... Ew yeka tiştekî lazim û qenc e çaxê ku merî dizane, lê belê qencîbûn, lazimayî û zanebûnê wî tiştî hezar taqî dibe kengê merî ewî tiştî bi çevê xwe dibîne û hest dike! Û hestekî ecêb jî di dilê min da çê bû: kengê min çevên zarokên êzîdî di Lalişê da dîtin û xwe jî di çevên wan da dît... Û kengê ez ji Lalişê, ji Kurdistanê derketim, min xwe hesab kir çawa merîkî bextewar, lê tê bêjî min tiştekî gelekî pirqimet hîşte wêdere... Min temamiya emrê xweyî fehma da hertim kêmasiya tiştekî ruhanî ser xwe kivş dikir, min tirê di dilê min da cîkî vala heye... Min niha, pey çûyina Kurdistanê û Lalişa Nûranî ra, fehm kir meniya valabûna wî çi bû. Û niha min ra bû eyan, ku menî - ew hisret kişandina Axa Kal-bava da bû. Hate bîra min “Qewlê Zebûnî Meksûr”, kîderê da tê gotin ku Laliş erde ewil bû, kîjan Xwedê efirand:

Wekî ‘erd u ezman ne di sekinî

Lalişek peş miqabil di nijinî...

Lalişek ava kirin li jore...

Lalişa ber sikane

Kaniya Spî nîşane...

Bi rastî jî hestekî ecêb û yên ku nayê gotin min di Lalişê da hest kiriye. Hûn dikarin, bi kerema xwe çend giliya jî me ra bêjin dereqa çûyîna weye Lalişê. Ziyaretiya we çawa bû?

Selîm Biçûk: Bona min jî carekî ewlê bû, ez çûme Lalişê. Dema ez derbasî geliyê Lalişê bûm, aramîk, rehetîk, an jî xweşîke ecêb di nava min da çê bû. Di serê min da ew dîroka êzîdiya, dîroka talan, kuştin û qirkirin û rev û mana di çiyan da, ew temam wek fîlmekî diçû-dihat. Di serê min da tevî wê kûştin û talan û êşê jî, çawa êzîdiyan karî bûn kûltûr û zimanê kurdî heta îro bi xwîna xo biparêzin. Ew ji bo min bû cihê serfiraziyê yanî ez ewqasî kêfxweş bûm. Ne ku ez ewqasî dîndar im, ez vê dibêjim, lê bi kêmayî wek kurdekî ez dikarim wê bêjim: ez serfiraz dibim, ku ez yek ji wê grûpê, yek ji wê koma ku bi xwîna xo, bi talanê û bi kuştinê ev ziman û ev kultûr heta niha parastine. Ew xweşî min ra çê dibû. Wekî din jî di nava Lalişê da ez geriyam. Nav cihên wê geriyam: ser Kaniya Sipî û ser Zimzim.

Xanna Omerxalî: Hûn çi dikarin bêjin dereqa himberî hevkirina dîtina Lalişê û bihîstandnêd li ser Lalişê berî dîtinê, ew elemetî û tiştên we dîtin mîna hev bûn yan na?

 

Selîm Biçûk: Na tu cara nabine yek. Bihîstin mirov li ser bixwînê, dibihîze, tiştek e, lê dema ku mirov dibînê... Meselen, ez dema derbasî wan şikeftên binî di nava Lalişê da dibûm, ew êzîdiyên berê hezar û pênsed salan hatin bîra min, çawa di wan çiyan da dijiyan, ew salên ferman û kuştinê hatin bîra min. Çawa êzîdî di nava van şikeftan de xwe vedişartin, dema ku şer dihat ser wan. Yanî dîtin hestekî din di nava însan da çê dike. Bi bihîstinê tu tu cara nikarî bizanibî çawa ye yan jî pê hest bikî.

Xanna Omerxalî: Belê, xebera we ye, birê Selîm. Wisa ye. Ez zehf ji we razî me û ji we ra dixazim sehet-qewatê, serkeftinê û açixê bilind nava karkirinê û emir da. Û em ê bêsebir li hîviyê bin, kengê kitêba weye nû jî derkeve. Em ê bi dil û can wê kitêbê bixûnin. Ez careke mayîn dîsa razîbûna xwe didime we.

Selîm Biçûk: Gelekî sipas. Ez jî ji we razî me. Serkeftin ji bo we dixwazim!

Xanna Omerxalî: Sipas dikim.
Hanover, 30.12.2006
 

Hevpeyvîn di van malperan de belav bûye:

http://www.rojava.net/29.01.2007.kurdi-hevpeyvin-selim.htm

http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=356

http://www.yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews[tt_news]=346&tx_ttnews[backPid]=22&cHash=b106245c84

http://www.ezdixane.ru/content/view/980/

                                                                    

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de