Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   
Em di despêkê de bi hatina we ya yekem car bo Kurdistana Azad û vexwendina we bo festîvala Duhokê ya rewşenbîrî bixêrhatina te dikin û em ji dil û can sipasiya cenabê te dikin ku te ev derfet da me ku em keribin li ser hin xalên girîng di warê ziman û helbesta kurdî de rawestin .

Hevpeyvîn: Hozan Emîn




- Pirsa yekem di derbarê Festîvala Duhokê (2) tu dikarî bîr û baweriyên xwe di derbarê wê de ji xwendevanên semakurd re bînî ziman ??

- Gelekî sipas, ez jî kêfxweş im îro bi we re vê hevpeyvînê dikim, hatina min ya Kurdistanê bi serê xwe tiştekî nuh û gelekî ez kêfxwşkirim, di hin aliyan de jî ez xemgînkirim, xweşiyeke zêde tevlî wê xemgîniyê hebû, ji xwe hatina min ji bo festîvala duhokê, bi awayekî fermî hatibûn vexwandin. Her çiqasî ku em bi navê xwe wek kes hatibûn vexwandin ji aliyê birêvebiriya festîvalê ve, lê em çar endam ji hevgirtinê tevlî festîvalê bûn. Vekirina festivaêlê wek gavek despêkê bû, yan yekemîn bû ji bo avakirina peyvekê di navbera rewşenbîriya kurdî de.
Di nava festîvalê de kurdên penaber yên li derveyî welat amade bûn , ji Bakûr û Rojhelat û Rojava gelek amade bûn û tevlî yê Başûr bûn, di nava festîvalê de du zeravayên serekî dihatin axaftin, xwezî ew zeravayên din jî bi kêmayî mirov deng û rengên wan di nava festîvalê de bibihîsta wê xweştir ba , di baweriya min de gerek bû çend kurdên zaza jî amade bana û her weha zeravayên din jî , wê rengekî xweşiktir dabana vê festîvalê lê dîsa jî wek despêkê mirov dikare van kêmasîyan ji desteya ku festîvalê bi rêk û pêk dike re pêşkêş bike ji bo di salên bê de çareser bike. Ewqas rewşenbîr ji tevaya kurdistan û ji derveyî kurdistan bîr û baweriyên xwe ji bo hev şirove kirin bi hev dan nasîn. Festîval bi xwe û bi babetên xwe gelekî zengîn bû lê ji bo gengeşeya li ser babetan dem gelekî kêm bû heger derfeta demê hinekî heba û ew babet kûrtir bihatine gengeşekirin wê bêtir sûd bidana, giraniya di nav babetan de giraniya zimên bû ji ber bi rastî niha pirsgirêka zimên pirsgirêkeke bi hemî zeravayên xwe di rojeva kurdistanê de ye, her weha pirsgirêkên mirov çawa dikare zimanekî yekgirtî di kurdistanê de avabike, mirov çawa dikare wan pirsgirêkan çareser bike di vî alî de xemlek zêdetir da festîvalê. Festival bi giştî li gor armanc û durişmeya ku li bin hatibû lidarxistin serkeftî bû û karî bû gavekê ber bi wê durişmeyê bavêje û duhok bibe wek pirekê di nava rewşenbîriya kurdî de û ne ev tenê gerek di demê pêş de bibe wek pirekê di nava zerevayên kurdî de jî ji bo ku ew pirgirêkên di nava zeravayan de hêdî hêdî di nava pirosêseke dirêj de karî bin çareser bibin. Li vir jî ez ji dil û can sipasiya xwe pêşkêşî yekîtiya nivîserên duhok dikim ku ev derfet dan rewşenbîrên kurd û nêzî 170 rewşenbîr li wir amade bûn û ew derfet di dema pêş de bibe despêka pirojeyeke netewî ji bo rewşenbîriya kurdî hem jî ji bo zimanê kurdî. Hem jî sipasiya xelkê duhokê û ew berpirsên ku festival birêve birin û piştgiriya festîvalê kirin dikim. Xweşiya mezin jî ku ne tenê min Duhok dît, ez li kurdistanê bi berfirehî geriyam û gelek cih min dîtin û gelek kes min nas kirin vê yekê jî dilxweşiyeke zêdetir ji bo min çêkir .

- Hun wek berpirsê beşê ragihandinê di Hevgirtina Rewşenbîrên kurdên Rojava li derve û wek em dizanin zêdetirî du salan li ser damezrandina wê derbas bû, tu dikarî behsa wê bikî û we çilo ev Hevgirtin ava kir …??

- Damzrandina (H.R.K.R.D) yek ji encanên serhildana 12 avdarê bû ku li rojavayê kurdistanê rû da , vê bûyerê rewşenbîrên kurd di bin berpirsiyareke mezin de hişt û ne amade bûn ku bersivê bidin, bi taybetî rewşenbîrên ku li derveyî kurdistanê û derfet li pêşiya wan hebûn ku têkilyên xwe bi saziyên navnetewî re ava bikin û karibin rewşenbîrya kurdî bi karekî tevayî geştir bikin. Karîbûn heta radeyekê lobîyeke kurd li derveyî kurdistanê û bi taybetî li Ewropa ava bikin ji bo ku karibin bersiva bûyerên wek bûyera 12 avdarê bidin lê dema ku buyer hat rewşenbîran dest û lingên xwe girêdayî dîtin û ne amade bûn xebatekê bikin ji bo ku karibin alîkarîya gelê xwe li hundirê welat bikin, ji bo vê yekê dezgeheke di bin çi navî de be bila bibe pêwîst hat dîtin û girûpeke rewşenbîr dest pêkir ku komîteyekê ava bikin ji bo amadekirina damezirandina dezgehekê an jî komekê .
Di destpêkê de ne diyar bû, piştî salekê ji xebata wê girûpê konfiransê yekem li siwêdê li bajarê sandvîken hat lidarxistin û di wir de biriyar hat standin (H.R.K.R.D ) ava bibe. Armancên vê dezgehê yên serekî bigiştî parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî ye. Her weha avakirina têkiliyan di navbera rewşenbîrên kurd û saziyên navnetewî de û bi taybetî li Ewropa, herweha geşkirina têkiliyên rewşenbîrên li rojavayê kurdistanê bi parçeyên din yên kurdistan re, ji bo ku têkiliyên baştir û karên hevpar bên birêvebirin. Ji destpêkê heta konfransê duwemîn gelek astengî derketin pêşiya hevgirtinê, astengiyên ku pir caran ew nakokiyên siyasî di navbera kurdan de bûn, ew astengiyên ku pir caran ew nêzîkbûna şaş ya tevgera kurdî ji tevgera rewşenbîrî re, ew astengiyên kesane ku ew rewşenbîrê kurd ku canê wî di bin bandora çanda dagîrkiryê de hati bû lawazkirin, ew problem û nakokiyê şexsî derketin meydanê, ji gelek hêlan astengî hebûn û ya herî dijwar ji hêla abûrî bû ji bo hevgirtinek yan sazîyek li Ewropa li ser lingan bisekine û karekî wek tê xwestin bike çavkaniyên diravî yên abûrî jê re gerek bûn û ew çavkanî nebûn. Hevgirtin heta îro bi vî rengî didome .

- ê baş we gelek xebat da pêşiya xwe we bi çi awayî debara xwe dikir ..?

- Ew kesên ku bi keda xwe ji kêmkirina jiyana xwe ya rojane dikarin li ser vê saziyê serf bikin, heta vê qonaxê weha bi rêve çû û îro jî ev astengî hene lê gelek alî çareser bûn. Pirsigirêka nêzîkbûna rêxistinên siyasî hîn heye û em hewil didin ku rê li pêşiya gavên çewt bigrin .

-We ti rê û rêbaz dananîn ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê di navbera xwe û tevgerên siyasî de…?i

- Ji despêkê ve û bi taybetî ji konfransê duwemîn ve hat diyarkirin û heta di rêbaza xwe de em li dijî kuştinên siyasî di nava hêzên siyasî de ne. çi problem hebe gereke bi axaftinê çareser bibe , ti cara bila ne çek û ne lêdan li himber hev neyê şuxlandin sedem çibe bila bibe. Em bi yek awayî û bi yek nêzîkbûnê nêzîkî sazî û tevgerên siyasî dibin û ji her bîr û boçûnan re vekirîne. Tenê li ser bingeha cudabûn û hevpejirandin û bi hev re axaftinê em dikarin têkiliyan bi hemî saziyan re deynin û bi vî awayî heta îro me bingeheke têkiliyê di navbera xwe û wan hêzên siyasî de danî, di demên dawî de me axaftin bi hin rêxistinên siyasî re kir û em berdewam in ji ber ku em amade ne bi her aliyên rewşenbîrî re û bi her aliyên siyasî re û bi kom û kesan re karekî hevbeş bikin , ev bawerî li ba me heye û heger li cem wan jî hebe wê cihê dilxweşiyê be ku em bi hev re bi kêmayî di eniya rewşenbîrî de hinekî xebata xwe geştir bikin. Giraniya me li ser beşê rojava ye, lê em wek hevgirtin bi hemî pirsgirêkên kurdan yên hemî parçan re têkildar in, em xwe dûrî ti parçeyî nabînin û em xwe parçak ji kurdistana giştî dibînin. Projeyên me jî hene û niha me têkilî bi gelek dezgehan re danîne, me dezgehên rewşenbîrî di despêkê de wek armanc girtin, lê ji bo me ti prsgirêk nîne ku em bi dezgehên siyasî re jî kar bikin û lê yek mercî ew jî ew e ku em wek xwe serbixwe bimînin, wekî din ti şert û mercên me jî nînin ji bo hevkariyê bi her kesî re .

- Di derbarê projeyên we de hûn dikarin me agahdar bikin …??

- Ez dixwazim bêjim hin pirojeyên me yên giştî hene, yek jê ji despêkê de vekirina malpereke enternêtê û ev bi sê zimanan (kurdî-erebî-elmanî)berdewam e, em kovareke xwerû bi kurdî bi navê (Urkêş)diweşînin, hijmara yekê me weşand û em tê de berdewam in, pirojeyên demdemî wek (konfrans-festîval-civîn) tiştên weha pir caran me li darxistin û em li ser berdewam in .

- li ser berhevkirina 100000 imze ji bo fermîkirina zimanê kurdî li sûriya , bê goman ev kareke binirx bû, em dixwazin nasbikin di vî karî de we armanca xwe pêk anî û her weha pirojeyên we yên pêşerojê jî çi hene …?

- Rast e ev pirojeyê me yê binghîn bû, di konfransê duwemîn de yê ku me li Elmaniya li darxist me ev biriyar stand , me xwest ku em sala 2006 bikin sala zimanê kurdî û wek duruşme me hilda , ne ji bo sala 2006an tenê, di wir de me dixwest projeyekî ji bo zimanê kurdî birêve bibin ne tenê bi duruşme û siloganan, me dixwest hin gavên piratîk bidin destpêkirin , her çiqas jî piçûk bin ji bo projeyekî ewqas berfireh bo zimanê kurdî , me karî bû pirsa ziman bi her awayî hîn geştir bikin, di kovara xwe de, di malpera xwe de, ji bo em ber bi standartkirina, ji kêmayî zaravayê kurmancî ve herin. Di nava projeyê me yê zimên de armanc berhevkirina 100000 imze ji kurdên rojava tenê û amadekirina belgenameyeke berfireh li ser çewsandin, binpêkirin û zora li ser zimên, yanî rewşa zimanê kurdî li sûrî û bi wê belgenameyê wan imzeyan em bighînin (UNESKO) û wê bi berpirsyariyên wê li hember zimanê kurdî bihesînin. Ew li zimanên gelek welatan yên dibin gefê de ne û dibin metirsiyê de ne û hêdî hêdî winda dibin xwedî derdikeve. Yek ji wan zimanê kurdî ye, heta di nexşeya wê de zimanê kurdî di nav de nîne , heta ku UNESKO rojeke taybet ji bo zimanê dayikê çêkiriye û di wir de zimanê herî ku tê çewsandin û êrîşkirin zimanê 40 meliyon mirov e , nimûneyeke bê mînak di cîhanê de çima heta niha lê xwedî dernekeve !??
Em dixwazin bi çalakiyeke berfireh wan imza û wê belgenameyê bighînin wan û em bêjin fermo û li berirsiyariyên xwe xwedî derkevin , hûn jî li zimanê kurdî xwedî derkevin û daxwaza me ku li sûrî zimanê kurdî bibe zimanê fermî , ji ber mafê kurdan heye li wir û li wan parçeyên din.
Herweha di nav pirojeya zimên de, lidarxistina konfransekî li ser zimanê kurdî, di Yekîtiya Europa de heye. Di warê fêrkirina zimên de jî, em di amadekirina pirtûkeke fêrkirina kurdî de ne ku dê li Kurdistana Rojava bê weşandin û belavkirin.

- Ma gelo hûn gihiştin armanca xwe di danheva imzeyan de ??

- wek armanc, di aliyê hejmara imzeyan de em negihiştin, lê me nêzîkayî lê kir. Li gorî rewşa sûrî û çewsandina li ser zimên dike tu nêzî 50 hezar imze derxî tiştekî ne kêm e, gelek xelkê jiyana xwe kirin bin metirsiyê û bi navê xwe imze dikirin, em dixwazin zimanê xwe serbest bikin û di sûrî de gerek e em wê cegerdariya wan, wê welatperweriya wan, wê kurdayetiya wan ji dil û can pîrz bikin û pê serfiraz û serbilind bibin, herweha kom û kesên bi vî karî radibûn û imze kom dikirin. Bi rastî ew dilsoziya wan barê me girantir dike û em bi hêvî ne ku em ê li gor wê baweriya wan bin û em ê wê xebatê berdewam bikin. Di aliyê armancên giştî de, ez serkeftineke mezin dibînim ku me pirsa zimên kir rojeva kar û xebata xelkê û bi hêvî ne dê ev pirs bikeve rojeva xebata rêxistinên siyasî jî. Herweha em dê hewl bidin vê pirsê bi giranî bikin rojeva saziyên navnetewî jî.

- wê di pîlan û programa we de hun wan imza pêşkêşî rêxistina (UNESKO) bikin .

- belê di roja zimanê dayikê yê cîhanî de ku dikeve 22 meha Sibatê û ji aliyê UNESKO tê pîrozkirin, em dixwazin çalakiya xwe bi dawî bînin, me ev dabû pêşiya xwe û me karî bû vê bikin û ji xelkê xwe re diyar bikin armanca me çi bû, me çiqas pêkanî û di demê pêş de em dê çi bikin ji bo ziman û kultûra kurdî, ev pirojeya me ya zimên pêngava yekemîn bû ji aliyê me ve, ku em karibin hêdî hêdî bi têkiliyên xwe bi saziyên kurdistanî re û hem jî navnetewî re ta ku em karibin pirojeyeke netewî kurdî ji bo zimanê kurdî ava bikin, ne tenê ji bo rojava, herweha ji bo zimanê kurdî bi giştî, ji bo hemî parçeyên Kurdistanê .

- ji derveyî vê çalekiyê ji bo Zimanê kurdî çi çalakiyên we hene ..?

- Di nav pirojeya zimên de, lidarxistina konfransekî li ser zimanê kurdî, di Yekîtiya Europa de heye. Di warê fêrkirina zimên de jî, em di amadekirina pirtûkeke fêrkirina kurdî de ne ku dê li Kurdistana Rojava bê weşandin û belavkirin. Li ser bingeha encamên vê xebatê em ê projeya zimên ber bi astên bilindtir û firehtir de bibin. Armanca serekî jî ew e ku em bigihîjin projeyekî netewî û kurdistanî bo zimanê kurdî.


- ji bo standartkirina zimanê kurdî tu xebat û karên we ji bo wê xalê hene gelo …??

- ji bo standartkirina zimanê kurdî bi giştî ez bawer dikim demek baş ji me re divê, ji bo min wek kes li gora bîr û baweriyên xwe dibêjim, di zimanê kurdî de divê her zaravayek di nava xwe de standart bibe û bi hev re bimeşin ji ber standartkirina zimên karekî dewletî ye , heger sazîyek siyasî deshilatdar, dewletek nebe, mirov di kû de dê standart bike , ji bo standartkirinê çarçeveyeke cugrafî û deshilatdariyeke siyasî divê, mirov nikare bibêje em ê îro standart bikin , tevî ku îro parçeyek ji kurdistanê azad heye, lê ew parçeyê azad jî di nava xwe de nikare zimanê kurdî standart bike, parçeyên din jî hîn bindest mane , lê gava yekem ji bo standartkirina zimanê kurdî yekkirina Alfbêya kurdî ye , Alfbêya kurdî heger yek nebe axaftinên me li ser standartkirina zimên xewn in , ez di wê baweriyê de me ji ber ku tu nikarî zimanekî standart bikî heger bi dû elfbêyên cuda bê nivîsandin , li başûrê Kurdistan nêzîk 6 melyon kurd bi tîpên erebî dinivîsin , di navbera 15 ta 20 melyon li bakûr nikarin berhemên wan bixwînin , ev problemeke mezin e , ji bo ku ew problem rabe , gereke di despêkê de Alfebê bibe yek , bi kêmayî mirov bikare berhemên hev bixwîne , dema ku mirov karibe berhemên hev bixwîne di nava proseseke dirêj de û bi hin mercên din ziman nêzîkê hev dibe û di vir de ez dixwazim bîr û baweriyên xwe di warê Alfbê de bêjim , di baweriya min de gereke tîpên latînî bi kar bên , ji ber ku di warê zanistî de tîpên latînî zimanê kurdî dikin zimanekî fonolocî, yanî lihevhatina deng û tîpan , bi Alfebêya latînî ya ku Celadet Bedirxan bi kar anîye, tu peyva kurdî çawa dibihîzî tu dikarî wek wê binvîsî û fêrkirina ziman sivik dike .Ya dudiwa teknîka cîhanê temam hemî latînî ye , ji bo ku em xwe bi teknolojiya cîhanê ve bigihînin û bi awayekî xurtir ji ber ku em bi 100ên salan li paş cîhanê mane û ji alîyekî din ve jî Alfebêya Erebî simbola dagîrkeriya çandeke biyanî li ser çanda kurdî ye , mebest pê çanda erebî, Ereban bi navê islamê çanda xwe û Alfbêya xwe û jiyana xwe di gelek aliyan de li ser kurdan ferzkirin , piştî dewletên din ava bûn, faris û turk , wan jî bi awayekî hêdî hêdî berê wê helandinê bi awayekî din meşandin , ji bo ku ew rayên dagîrkeriyê di navbera me û çanda erebî de bên birîn , ez Alfbêya latînî ji bo zimanê kurdî baştir dibînim, ji bo ku ew têkeldariya dagîrkeriyê bi tevayî bê birîn, herweha gelek sedemên din hene ku ez dibêjim Alfbêya latînî .
Niha ku em bên ser standartkirinê û zeravayê kurmancî , bi rastî standartkirina zeravayê kurmancî hemen hemen hin pirsgirêkê piçûk mane û ew pirsgirêk bi xwe jî ne yên ziman in û ne yên Alfebêya Celadet in û ne yên rastnivîs û giramêra Celadet in, pirsgirêkên kesên ku bi kurdî dinvîsin, ji ber ku dezgeheke ziman nîne û dezgeheke dewletî nîne û her kesek û her saziyek û dezgehek bi serê xwe standarta xwe çêkiriye , heger em karibin li ser hin tiştên piçûk bigihin hev, kurmancî standart bûye , yanî pirsgirêkên standartkirina kurmancî yê nivîskarên kurmancî ne, ne yên ziman in .

- di aliyê helbestê de kar û xebatên we çi bûn û bi taybet di aliyê helbesta nûjen ya ku îro gelek kesan despêkiriye , asta wê di çi radeyê de ye ? Gelo gihiştiye cihekî bilind û çi kêmayên wê hene ..?

- Nivîskariya kurdî di warê helbestê de geş bûye , civatek bi êş û jan, bi kul û problem, ew jiyan bi xwe dihêle ku rê li pêşiya helbestê vebe, ji bo wê jî demên berê di stranê de kurd gelekî çalak û pêşketî bûn , îro di helbestê de. Tiştê bêtir bala min dikişîne helbest e, helbest ji ber rexneya edebî ya helbestê di nav kurdan de cih negirtiye , kî çi dinivîse wek xwe dinivîse , kes nabêje lawaz e yan bi hêz e , gava ku di nava wê tevilheviyê de û di nav ewqas helbestvan de tu bê û binirxînî , ez radeya helbesta kurdî bilind dibînim û dema ku tu helbestên kurdî yên bijartî didî ber helbestvanên cihanî, heta yên Ewropî, heger ne baştir bin ne xirabtir in, lê problem di kur de ye, helbesta kurdî di nava kurdan de maye, mixabin kurd jî naxwînin û kêm in yên dixwînin, ji ber ku kesê bi zimanê kurdî dixwînin hindik in û têne jimartin û ew helbest ne hatine wergerandin bo zimanên biyanî bo ew xelkên din wan helbestan bixwînin, yanî veşartî maye, gereke guhdaneke taybet li helbestê were kirin , gereke rexneya helbestê jî û ya wêjeyî bi giştî pêş bikeve, kesên rexnevan derkevin û di nerîna min de helbest gihaye wê redeyê.

- wek nimûne Ebdulqadir Mûsa û dîwana wî ya dawî tu çawa dibînî ?
- Heger tu pirtûka helbestvan (Ebdulqadir Mûsa) ya ji weşanên dezgeha Sema bike nimûne gelekî baş e , helbestên wî bi rastî min di nava êşê de dizîvirînin û jiyana kurdan wek em hemî dizanin bi êş û kul e, piraniya helbestên wî dihêlin mirov meleveniyê di nava wê êşê de bike ew êş dibe mîna deryakê, tu wek xwendevan melevaniyê di nav wê deryayê de dikî, ez wek kes dibêjim ew helbestên wî gelek xweş in , min tev xwendine bi tevî êşa wan û xweşiya wan û dawî ez ji dil û can sipasiya we dikim wek kes û ji bo dezgeha (Sema)jî sipas û bi hêviya serkeftinê ji bo vî karê we yê pîroz, her serkeftî bin .

                                                                                                                          

http://www.semakurd.net/index_latin.php?lang=latin&cont=article&id=1799
 

 

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de