Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   
Selîm Biçûk "Li Kurdistanê Metirsiyeke Mezin li ser zimanê Kurdî heye"
Hevpeyvîn: Mîrhac Mistefa

Rewşenbîrê Kurd Selîm Biçuk di yekem seredana xwe ya Kurdistana azad de li bajarê Hewlêr, Silêmanî û Duhokê geriya û bi taybet ji bo rojnama Kurdistan Raport nêrînên xwe yên derbarê zimanê Kurdî de wiha got:
"Li Kurdistanê metirsiyeke mezin li ser zimanê Kurdî heye. Ziman di rewşeke xirab de dijî. Ji xwe rewşa zaravayê Kurmancî ne baştir e ji perçeyên din ku hîn di bin dagîrkeriyê de ne."

-Ev demek bû ku hûn cara yekem li başurê Kurdistanê geriyan, gelo wek rewşenbîr û zimanzaneke Kurd di hêla ziman de we rewşa başurê Kurdistanê çawa dît?

-Hatina min a Kurdistanê bo cara yekemîn cihê xweşhalî û bextewariyê ye. Serdana perçeyekî azad ji Kurdistanê di jiyana min de giyanekî nû afirandin.
Li Kurdistanê metirsiyeke mezin li ser zimanê Kurdî heye. Ziman di rewşeke xirab de dijî. Ji xwe rewşa zaravayê Kurmancî ne baştir e ji perçeyên din ku hîn di bin dagîrkeriyê de ne. Li aliyê din zaravayê Soranî bi pêş ve diçe û di warê jiyanê de serdest e. Gava herî rast ew e ku di dema îro de Soranî û Kurmancî bi hev re bên bikaranîn, lê berevajî vê Kurmancî tê bidûrxistin û Soranî tê pêş. Di aliyê perwerdeyî û avakirina kesayetiya mirovî de ev rewş ne baştir e ji serdestiya zimanên biyanî li perçeyên Kurdistanê yên hîn dagîrkirî. Her weha ev yek metirsiyeke mezin li ser yekîtiya netewî ya Kurdî çêdike. Hizr û boçûn û çanda Kurdistanî perçe dike. Sînorekî nû li sînorên ku di nava Kurdan de hene zêde dike.
Aliyê herî bi tirs di vê rewşê de, bikaranîna du alfebêya ye. Di rewşa îro de, pêdivî bi alfabêya latînî wek ya erebî heye. Lê latînî li Kurdistana azad nayê bikaranîn. Tenê alfebêya erebî û bikaranîna wê nêzî 20 milyon Kurd ji çand, rewşenbîrî, berhem, bîr û boçûnên Kurdên başur bi dûr dixe. Di paşerojê de, hîkarî û bandora vê rewşê dê li ser yekîtiya Kurdan pir xirab be.
Bi baweriya min ji bo paşerojê pêdivî heye ku di pilan û pirojeyên Kurdan de cîgirtina alfabêya latînî hebe, egerên vê jî, ev in:
-Alfebêya latînî zimanê Kurdî dike zimanekî fonotik û asantir dike. Ev alfebê ji aliyê zanistî û ciwaniyê ve ji zimanê Kurdî re baştir e.
-Alfebêya erebî simbol û nîşana dagîrkeriya çandek biyanî ye, mebest çand û zimanê erebî ye. Ev têkiliya di navbera serxwebûn, kesayetî û çanda Kurdî û dagirkeriyê de, pêdivî ye bê birîn.
-Alfebêya latînî, zimanê zanistî û teknolojiya nû ye û pêwîstiya Kurdan bêtir ji her kesî bi vê yekê heye.
-Alfebêya latînî dikare roleke mezin di yekîtiya netewî ya Kurdî de bilîze.
Rewşa zimanê Kurdî li başûr hêdî hêdî dibe pirsgirêkek siyasî di nav Soran û Kurmancan de û ev metirsiyeke mezin çêdike. Ziman gerek di çarçoveya zanistî, ciwanî û alava herî bingehîn di avakirina neteweyan de bimîne û bi ti awayî nebe nakokiyeke siyasî.

-Li gor nêrîna we rewşa zimanê Kurdî bi tevahiya Kurdistanê çawaye û li gor zimanên dinyayê zimanê Kurdî gihiştiye çi astê?

-Zimanê Kurdî bi giştî vedije û pêş ve diçe. Xemxwarên vî zimanî li Kurdistanê pir dibin û bikaranîna wî jî zêdetir dibe. Dezgehên ragihandinê ku bi Kurdî diweşînin zêde bûne. Lê kêmasiya herî mezin projeyeke netewî Kurdistanî ji bo parastin û pêşvebirina zimên nîn e. Di bingeha xwe de, zimanê Kurdî mîna her zimanekî cîhanî ye. Lê pirsgirêkên Kurdî hene, ev pirsgirêk jî ne yên ziman bi xwe ne. Pirsgirêkên bikaranîna ziman û xwedî lêderketinê ne. Zimanê Kurdî mîna her zimanekî cîhanî dikare têra zanistî û edebiyateke bilind bike eger xwediyên vî zimanî hebin.

-Berî çend rojekî li Hewlêrê di navbera nêzîkbûna zaravayê Hewremî û Zazakî konferanseke hate li dar xistin, gelo konferansên bi vî awayî dikare zimanê Kurdî ber bi zimanê yekgirtî ve bibe?

-Konfrans dikarin bibin bingehek ji bo afirandina piroje û pilanên nêzîkkirina zimên. Hevnaskirin û bihevguherîna bîr û boçûnan di konferansan de çêdibin. Tiştê ku zimanê yekgirtî ava dike kar û xebatên piştî konferansan e. Bi konferans, biryar û zagonan zimanê yekgirtî nayê avakirin. Di nava jiyana civakê de û lihevkirina lêkolînên zanistî û dezgehên civakê dikarin zimanekî yekgirtî ava bikin. Zimanê yekgirtî ew ziman e ku di encama lêkolînên zanistî de, lihevhatinek di nava civakê de li ser tê kirin. Ew bi xwe peymanek civakî ye li ser bingeha zanistî û berjewendiyên civakê tê danîn.
Di Kurdistanê de, ji bo zimanekî yekgirtî pirsgirêka herî mezin alfebê ye. Bikaranîna du alfebêyan di Kurdistanê de, rê nade avakirina zimanekî yekgirtî.
Ji bo avakirina zimanekî yekgirtî pêdivî bi projeyekî netewî heye. Di nava vî pirojeyî de gereke ji hemî perçeyên Kurdistanê û hemî zaravayên Kurdî cî bigirin.

-Hinek derdor ji Hikûmeta Kurdistanê daxwaz dikin ku zaravayê Soranî bibe zimanê Kurdî yê fermî gelo hûn wek zimanzanekî Kurd vê yekê çawa dinirxînin?

Ez dîsa dubare dikim ku zimanê fermî bi biryar û zagonan nabe. Eger hat û di riya zagon û biryaran re, Soranî yan jî Kurmancî yan jî Zazakî ... bû zimanê fermî, ez di hêla perwerdeyî û avakirina kesayetiya netewî de ti cudahiyê di navbera wê zagonê û zagonên ku Sûrî, Tirkî, Îran û berê jî Îraqê derdixistin û zimanên xwe dikirin fermî. Li hêla din çi pêdiviya me bi zimanekî fermî heye? Vaye li Belcîka, Swîsra û dewletên din gelek zimanên fermî yên dewletê hene û çi pirsgirêk û astengiyan dernaxin. Bila li Kurdistanê jî, hemî zaravayên Kurdî fermî bin û kar û xebat li ser afirandina zimanekî yekgirtî dewam bike.

-Hûn xebatên hikumeta Kurdistanê yên di derbarê zimanê Kurdî de çawa dibînin, an jî divê xebatên bi çi awayî bête kirin?

Hin hewldanên xebatê hene lê pir lawaz in. Niha hikûmeta herêmê xwedî derfet û karîn e û dişe rolek pêşengiyê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî li hemî perçeyan bilîze. Di serî de tê xwestin ku dezgeheke netewî bo zimanê Kurdî bê avakirin. Ev dezgeh bibe xwediya pirojeyeke netewî bo ziman. Ji bo dema îro pêdivî heye ku tîpên latînî mîna yên erebî bên bikaranîn û hizr lê bibe ku di paşerojê de tîpên latînî cî bigirin. Pêdivî bi weşanên rojane bi zaravayên din û tîpên latînî heye.
Ji bo sazkirina saziyeke netewî bo zimanê Kurdî û afirandina hin pirojeyên netewî pêdivî bi konfransekî netewî bo zimanê Kurdî heye.

Selîm Biçûk kî ye?
Yek ji wan zarokên qedexe ye ku di dilê qedexekirinê de
zarokatî û xortaniya xwe derbas kir.
Xwendina xwe ya destpêkê li gundê Tilxatûn û Otilce temam kir.
Xwendina navîn li tirbespiyê temam kir.
Beşê hiqûq li zanîngeha Şamê. di sala 1987an de temam kir.
Dawiya sala 1990î sînorê qedexeyan çirand û derket Europa û
heta niha li Elmaniya dijî.
Di adara 1997an de pirtûka xwe ya yekemîn “Rêzimanê Kurdî
Kurmancî” çap kir.
Sala 2002an pirtûka xwe ya helbestan “Xewnên Revok” çap kir.
Li ser zimanê Kurdî xebatê dike û helbestê dinivîsine. Rêvebirê giştî yê malpera www.rojava.net  ku ew malpera hevgirtina rewşenbîrên Kurdên rojava li derve ye. Her weha di desteya nivîskarên kovara URKÊŞ ku li europa ev hevgirtin derdixe de cîh digre.



http://www.dengebotan.com/index.php?option=com_content&task=view&id=200&Itemid=1

                                                                                                                          
 

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de