|
 |
|
Her ku pirsa ziman û standadkirinê li
Başûrê Kurdistanê gur dibe, tayên
metirsiya parçekirin û jihevcudakirina
kurdan zelaltir û tirsnaktir dibin. Eger
ev pirs bi vî awayî pêş ve here û
daxwazên tên kirin bi cî bibin dê Gelê
Kurd bibe du gelên cuda û bi du zimanên
cuda û belkî ev dabeşkirin pirtir bibe û
xwediyên her zaravayekî bibin neteweyek
serbixwe. Helbet e, ez peyva Gelê Kurd
bo hemî kurdistaniyan bi kar tînim ne
tenê ji bo kurdên Başûr. Gelê Kurd bi
zaravayên cuda diaxive lê ev cudabûn
ticaran nebûye asteng li hember hestên
wî yên netewî. Hejmara kurdan li gora
jimartinên nefermî, weha tê xuyakirin:
|
|
 |
|
Diyarî ji bo „Navîn Derwêş “ ê
çarmehî ku bi 73 maç û 73 gulşîlanan
mirin bezand
Bajo siwarê rojê, bajo ronahiya êgir,
bajo birîna sermedî li dilê Kurdistanê,
bajo û bila av û xak her biqîrin: „
Ya Xweda tu xêrê bide 72 miletan û em jî,
teva“.
Erê, 72 milet, 72 lehiyên xwînê, 72
birînên şînê, 72 dojehên kînê û 72
çirayên hêviyê bi 72 lavij û daxwazên
xêrê li dilê êgir tomar bike. Xwîna 72
sorgulan li dilê Lalişê nîgar bike. Ma
gelo hîn xwîna 72 fermanan negihîştiye
banê rojê, hîn saw û tirs nekiriye dilê
Xwedê? Hîn banê tarî, zorê, kotekî û
hovîtiyê nehatiye lerizandin? Heta kengî
dê lavijên te bibin kuştin û talan? Heta
gengî cenawer û lawirên dirinde yên
rengemirov dê li ser dilê vê xakê sema
kuştiyên te bigerînin?
|
|
 |
|
„Bikujin, bişewitînin, bila jiyan li
ser piya nemîne, ev cihan tenê ji bo me
hov û mirovxweran, xwediyên Xwedayê
taristanê ye“.
Dîsa li Şingalê ev banga kevin-nû dubare
dibe. Kerî û garanên mirinê, mirovxwer û
neviyên tariyê û dijminên jiyanê li ser
piyan e, bi zikreşiyeke hovane û dirinde
agirê mirina reş li ser, zarok, jin, kal,
lawir û her tiştên bi giyan direşînin. Û
ji pişt sînoran, li derdorê, ji
paytextên şahinşahiyên taristanê çepik û
govendên şahiya mirinê li ser cendekê
mirovahiyê li dar dikevin.
|
|
 |
|
Bi salan e pirsa zimanê kurdî yê yekgirtî tê
gengeşekirin. Bi dehan civîn û konfrans li ser
vê pirsgirêkê hatine lidarxistinê. Lê mixabin,
heta niha karekî zanistî û birêkûpêk di vî warî
de nehatiye kirinê. Gelek sedem hene ku ev kar
nehatiye birêvebirin, hin ji van sedeman jî, ev
in:
|
|
 |
|
Kefteleft û berxwedana Şêrîn hêdî hêdî lawaz
dibû. Bedena nazik di nav destên serleşkêrê
dirinde de bêliv xwe sipart tebatiyê. Çav vekirî
zîq di dîwarê zindanê de daçikiyan.
- Şêrîn …..Xwe bisipêre çiyê. Wa rok diçe ava,
tarî sitara revê ye!
- Rodîîîî … Rod…îîîî ….Ro…..
Dîwarê ku bi wêne û nivîsan hatibû neqişandin ji
hev çiriya, ronahiyeke sor, lawaz û xemgîn,
Şêrîn ber bi dilê çiyê ve kişand.
|
|
 |
|
Li şêtxanê, Li qatê erdê, Di saloneke dirêj û
fireh de, rûnişti bûm. Li her goşeyê û di nîvê
salonê de, mase û kursiyên bi rengê pirteqalî bi
cih dibûn. Li ber pencereyê, min dûr, li asoyê
temaşe dikir. Şînahî û daran, bîranîn dikirin
xelek, bi hev re rêz dikirin, çengel dikirin. Di
geravên bêbinî de, ez dizîvirîm. Rojbûna min hat
bîra min, rojên dibistanê, lîstikên ji ax, çamûr,
kevir û daran, karê siyasî, derketin, Hêvî,
Perînas… Hat bîra min çawa mamosteyê min bi
daran li destê min xist ji ber ku min bi zimanê
dibistanê nizanibû. Erê, wê rojê nasnameya kerê
bi min re mabû. Gotinên mamoste hatin bîra min:
“Ev kerê mezin bi Erebî nizane”. Ez bi dengekî
bilind keniyam, lê hêstiran, êşa girî û birînên
kevin ez gêj kirim. Ez keniyam û min da girî.
Min li derdorên xwe temaşe kir. Hin kes
dikeniyan, hin digiriyan, hin bi xwe re
dipeyivîn, hin jî, keti bûn bêdengiya mirinê.
Saw û tirs bi salona şêtxanê dixistin. Lê haya
tikesî ji min nebû. Ez nizanim ne dikeniyan, ne
digiriyam. Lê li gerdûna dînistanê ken û girî
yek in.
|
|
 |
|
Pirsa zimên
pirseke piralî ye, li hêlekê zanistiyeke
serbixwe di nav beşên zanistiyê de, li bin navê
“Linguistik” cî digire, li hêla din jî, cihê xwe
bi xurtî di bin banê beşên zanistî yên wek
Philologie, Psychologie, Soziologie, Pädagogie,
Kommunikation, Computer û gelek beşên zanistiyê
yên din de digire. Di xêzên giştî de, hemî ziman
cihê xwe di nava rêbaz û lêkolînên zanistî de
dibînin. Lê helbet e, her zimanek taybetiyên wî
hene, ev taybetî jî, di çarçoveya zanistiya
zimên de, dikarin xwe bibînin û pirsgirêkên xwe
çareser bikin. Ji bilî aliyê zanistî û rêbazên
vî alî, ziman girêdayî komek mirov ku xwe wek
netewe nas dikin, dikeve nava liv û pêşveçûnê.
Mebest li vir, berjewendiyên netewî û yekîtiya
hest, daxwaz û hêviyên gel e. Herweha têkilî û
bihevgihana çandî di nava wî gelê xwediyê zimên
de. Di vê xalê de, eger em zimanê kurdî
destnîşan bikin û di bin hûrkolînên zanistî,
dîrokî û siyasî re derbas bikin, em dê bibînin
ku gelê kurd bêtir ji her kesî pêdivî bi vê
hevgihîştin û berdewamiya têkiliyên kulturî heye.
Wek ku em dizanin zimanê kurdî jî, di bin bayê
şerên piralî de, para xwe ji wêranî û pişavtinê
gelek girtiye.
|
|
 |
|
Weha bi hêminî Duhok di nava dilê çiyan
de paldayî ye. Ew çiyayên ku xelkên vî
welatî di rojên rev û talanê de
diparastin, niha bûne taca bûkaniyê,
xweşikayî û ciwaniyê didin bajarê Duhokê,
mîna firîşteyên dilovaniyê vejîna bajêr
hembêz dikin. Alên kurdî, awazên kurdî û
jiyana bi her awayî kurdî, Duhokê di
navbera xewnên doh û rastiya îro de
zindî dikin. Kolanên bi liv û tevger, di
serî de dinya desthilatiya mêran berçav
dikin. Jin, bi awa, reng û hebûna xwe li
derî jiyana Duhokê dijîn. Reng û
ciwaniya bajêr lawaz û sar dikin. Lê îro,
08.11.2006 Duhok rewşeke taybet dijî.
|
|
 |
|
Di kêliyên pêşî de
vê peyvê ez sar kirim.
Qedexe! Eve 46 sal û
bi zimanên cuda vê peyvê dijîm. Ez,
ziman, jiyan, xak û …… em tev qedexe
dijîn. Lê vê carê bi zimanê kurdî min
bihîst. Tevî ku ji vê peyvê nefret dikim
û dixwazim ji ferhengên dinyayê
tev bê avêtin, bê şewitandin, dîsa jî,
bi min siviktir hat û min xwest xwe razî
bikim
ku ev yek ji bo parastinê ye. Û ev
pêşmergeyê ku jiyana xwe hemî qedexe
derbas kiriye, niha bi xwe peyva qedexe
bikar tîne. Û weha mejiyê min li ba wî
pêşmergeyî hat alandin. Gelo li kîjan
çiyayî ji van çiyayan jiyana xwe derbas
kiriye. Wî çend
heval û xizmên xwe ji bo van rojan winda
kirine? Çend şewat, xwîn û êş dîtine?
Çend
hevrêyên xwe bi destên xwe binax kirine?
Li çend dîlan û govendên mirina bêbext
bûye mêvan?
|
|

|
|

|
|

Li kenarê xilmaşiyek sersem,
xuşîna çêm, me bi bişirîna xewnê radizand
Payîzokek mişexte,
bi ahenga Seremergê,
ava çêm miçiqand,
şev talan kir,
… ez bêdeng cefilîm,
li dengê Terqînê siwar bûm
bi bîna şevê…
|
|

12 guliyên xelîyayî bûn berbejna vejînê
12 rûbar ji adarên şikestinê,
12 gul ji adarên vejînê,
12 dilop xwîn ji adarên bûkaniyê,
Ji dilê wî çiyayî dertê adara keskesoran,
û keldûmana dilê te bejna xecxecokan
radipêçe
Keziyên evîndarên te ne, pîrozayiya vê
beyanê
bi rengê sor dixemilînin vehejîna xewnê,
ji kîjan keserê,
ji kîjan serpêhatiyê,
|
|

Hemû mirov azad, di rûmet û mafan de, wekhev ji
dayîk bûne. Hiş û wijdan bi wan bexşkirî ne û divê
li gel hev bi giyaneke biratiyê reftar û têkildar
bibin.
Danezana giştî ya mafên mirovan,
biriyar 217, 10.12.1948
1- Derbasbûnek
2- Kurd û Sûrî
2.1- Awirek dîrokî
2.2- Rewşa kurdan ya hiqûqî
3- Kurd û zagona bingehîn
4-Kurd û zagonên din
5- Kurd û rewşa awerte li Sûriyê
6- Kurd, qanûnên sûrî û qanûnên
navnetewî.
|
|

...
Li vir,
li vî kavilê wêran,
Li pey kelemperan,
bihara bêbextiyê dipişkivî
wêneyê xewnê lerizî
li noşgeha çavên te,
rastî wêran bû
Fermo,
ji payîzokên nehatine zimên,
ji heyranokan,
xewnan bihûne
Bipîve kavilê dilê min,
ka çend qûnaxên te lê hene?
Min ew li wir hişt,
tu li vir
û xwe?
|
|

Berî ez bêm dinyayê min tu dîtî. Min sozek da te. Di
ramana min de, tu bûyî xewnek mezin. Tu bûyî binefşek
çiyayî. Tu bûyî dilopek şevnema biharê ku rûyê sorgulan
şil dike. Tu bûyî çiya. Tu bûyî agir û roj. Tu bûyî
sermed û bêmirin di nav mij û leylanê de, winda
bûyî.
Berî zayîna xwe, min dest bi gerê kir û ketim pey şopa
te. Li kavilên bêşênî, li kolanên gundên ji leylanê, Li
qerexên dilên bêhest û evîn, li nav çadirên mirovahiya
penaber, ez ketim gerek bêdawî. Carna di xewnek revok û
tirsonek de, li te dibûm
|
|

Netebûtiya viyanê,
bêaramiya sersem,
vemirîna tîrêja kenê meygeran
li noşgeha çavên te,
talan dikin bişirîna ronahiyê
bêzariya xecxecokan,
gazinên Xeca Sîpanê,
vedenga ahenga giriyane,
xiniziya Siyamend,
şevên serserî sipartin tewlaziya wêraniyê
Kundekî serxwer,
dibe waqîna ponijiya Xelatê
ji guliyên şevê stêrk çîrokê dihûnin
hêstir dibin bazbend,
birîna hêviyan dinixumînin
bi sergêjiya peyvê ez te xewn bihûnim
bi germiya rokê dipêçim
destanên mendelhoşiya çavên te,
sermestiya pênûsê,
|
|
|
|