Xeberdana balkêş tevî helbestvanê hêja – Selîm
Biçûk
Dr. Xanna Omerxalî
Roja 30-ê Kanûna yekê sala 2006-a da li bajarê
Hanoverê da ez rastî helbestvanê hêja Selîm
Biçûk hatim û xeberdana me li ser
helbestnivîsandinê, edebiyet û zimanê kurdî,
dînê êzîdiyetiyê û çûna Lalişê wisa xweş bû, ku
min xwest parçeyek ji hevpeyvîna me pêşkêşî
xwendevanên hêja bikim...
Selîm Biçûk bi eslê xwe va êzîdî ye û ew sala
1960-a da di gundê êzîdiya bi navê Otilce, kîjan
li Kurdistana rojava da (Sûrî) ye, ji dayîka xwe
bûye. Ew sala 1991-ê da mecbûr bû hate Almaniya
û jiyana xwe li vir derbaz dike. Selîm Biçûk
xwendina bilind di Sûriyê da standiye, fakûltêta
hûqûqî xilaskiriye. Belevoka helbestên Selîm
Biçûk bi navê „Xewnên Revok“ û pirtûka wî li ser
„Rezimanê kurdî“ hatine belav kirine.
 
Xanna Omerxalî: Êvar xêra we, birê Selîm. Hûn
dikarin, bi kerema xwe, çend giliya derheqa
jiyana xwe da me ra bêjin.
Selîm Biçûk:
Êvara we jî bi xêr. Gelekî sipas. Navê min Selîm
Biçûk e. Ez ji Kurdistana rojava me, Kurdistana
beşê Sûrî. Ez li gundê Otilce sala 1960-a hatime
jiyanê.

Xanna Omerxalî: Bineliyê gundê we hemû êzîdî
bûn?
Selîm Biçûk:
Belê, gundê me hemû êzîdî bûn, nêzîkî 50 eyle
êzîdî li gund hebûn. Lê mixabin, niha piraniya
wan gund berdane, derketine Ouropa. Min li Sûrî
xwendina xwe ya huqûq li zanîngeha Şamê xilas
kir. Û di sala 1991-ê da,
destpêka salê da, ez hatim Almaniya. Ev 16 sal
ez li Almaniya da dijîm.
Xanna Omerxalî: Birê Selîm,
ez dizanim, ku kitêba we jî li ser zimanê kurdî
çend sal pêşda hate belavkirin. Hûn
dikarin, bi kerema xwe, derheqa pirtûka xwe da
me ra bêjin.
Selîm Biçûk: Belê, di sala 1997-a da ji
aliyê Înstîtûta Kurdî li Berlînê kitêba min
yekem ya li ser zimanê kurdî bi navê rêzimanê
kurdî (kurmancî) hat belavkirin. Ew kitab karê
nêzîkî deh salan bû, min li ser ziman xebat kir.
Niha jî ez li ser xebata ziman dewam dikim.
Kitêba min tê li ser rastnivîsandina kurdî ye,
ez hêvî dikim, dê bê belavkirin. Ji bilî ziman
jî ez helbestê dinivîsim. Pirtûkek min helbestan
bi navê „Xewnên revok“ sala 2002-a di Almaniya
da çap bûye. Ez dixwazim tiştekî nû bêjim, go
hîn gelekî nû ye: nêzîk romaneke min temam dibê.
Xanna Omerxalî: Bijîn! Gelekî baş e. Ev roman
li ser çi ye? Derheqa çi da ye?
Selîm Biçûk: Roman bitir li ser xerîbiyê
ye. Beramberî yek di navbera jiyana welat û
xerîbiyê da. Her weha rewşa siyasî ya kurdan û
ya civakî bi awakî ji awa şirove dike an jî tîne
ziman. Di nava çîrokek evînî û tragêdî da û her
weha xebatek siyasî tragêdî da bûyarên romanê
dimeşin. Zêdetir ez li ser nabêjim, gava ku
derket ez hêvîdikim tu dê bixûnî!
Xanna Omerxalî: Belê, ez ê bi dil û can
bixûnin! Ez dizanim, ku hûn ne tenê karê
nivîskariyê dikin, lê her weha hûn endamê
komeleke rewşenbîrî ne. Navê wê komelê çi ye?
Selîm Biçûk: Navê komela me – „Hevgirtina
Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derva“. Ev komela
rewşenbîrên kurd yên ji Sûrî ku li dervayê
Kurdistanê dijîn. Piraniya wan li Ouropa ne.
Xanna Omerxalî: Ev komel bi çi va mijûl dibe?
Selîm Biçûk: Karê rewşenbîrî. Parastin û
geşkirina çand û huner û nivîskariyê kurdî bitir.
Xanna Omerxalî: Ez ça
dizanim govara we jî heye, ne wisa?
Selîm Biçûk:
Belê, em malperek (saytek) bi rêva dibin
www.rojava.net û
her weha govarek xurû bi kurdî „Ûrkêş“ ku her sê
meha derdikevê di Ourupa em jî belav dikin. Û
wekî din jî karê şev, xwendin, semînar, yenî
çalakiyên rewşenbîrî û çandî bi giştî em pê ra
mijûl dibin. Lê giraniya
me jî li ser ziman heye. Em bitir bi problêm û
pirsgirêk û geşkirina zimanê kurdî ra mijûl
dibin.
Xanna Omerxalî: Eva dema
heftêkî ye, ku hûn ji Kurdistana başûr
vegeriyane, ne wisa?
Selîm Biçûk:
Belê.
Xanna Omerxalî: We li wir çi
dikir? Hûn çi qewî çûbûne li wir?

Selîm Biçûk:
Kurdistana başûr fêstîvalek li Duhokê hebû –
yekîtiya nivîskarên kurd şaxê Duhokê di bin navê
“Duhok – pira rewşenbîriya kurdî ye” fêstîvalek
li derxistibû. Di wê fêstîvalê da rewşenbîrên
kurd ji hemî parçê Kurdistanê da û ji hemî
cîhanê dawet kiribûn. Nêzîkî 180 rewşenbîr ji
Ouropa, ji Tirkiyê, ji welatên Sovêta Berê, ji
Îranê û ji Başûr bi xo jî. Yanî rewşenbîrên ku
di hem ji çar parçe Kurdistanê û hem ji dervayê
Kurdistanê amade bûn, beşdarê vê fêstîvalê bûbûn.
Fêstîval li ser çand, huner, nivîskarî û
rewşenbîriya kurdî bû. Helbest hatin xwendin.
Semînarên cûda-cûdayî, reng-reng hatin
pêşkêşkirin. Ji bo wê yekê ez li Duhokê bûm. Lê
ez dervayî fêstîvalê jî nêzîkî mehkê li wê derê
mam. Cihê jî geryam: Silêymanî, Hewlêr, mentiqê
êzîdî: Şêxan, Başiq û Bahzan. Yanî ew mentiqa ku
ezîdî lê bûn, min ziyaret kirin, min dîtîn. Min
hin sazî û komelên êzîdî serdana wan, wek
Bingeha Laliş, hem komela êzîdî li Başiq û
Bahzan ez çûm serdana wan. Ew kesên ku êzîdî
pirsên rewşenbîriyê va mijûl dibûn min ew dîtin,
ji nêzîk va nas kirin. Çûyîna min Kurdistanê
weha bû.
Xanna Omerxalî: Ew cara
ewilîn bû ku hûn çûbûn Kurdistanê?
Selîm Biçûk:
Carekî ewil piştî 16 sala ez çûme Kurdistanê, lê
cara ewil bû jiyana xwe da ku ez çûbûm parçekî
Kurdistana Azad. Ya herî xweş ew bû ji bo min.
Ya ku gelekî ez kêfxweş kirim.
Xanna Omerxalî: Hestên we
çawa bûn? We Kurdistan çawa dît?
Selîm Biçûk:
Emrê min 46 sal e. Dema 46 sala xewnek di serê
te da hebe, tu li ser wê xewnê bifikirî, bi wê
xewnê bijî, li hêviya durustkirina wê bimînî û
di navbera çend sehetan de tu dibînî ew xewn bû
rastî. Ez nizanim, ez çawa wan hestan karim
bînim ziman. Ez bawer nakim ziman karî be wan
hestan rake.
Xanna Omerxalî: Belê, rastî
ya we ye. Ez we baş fehm dikim, ji ber ku min jî
ew hesta hest kirin, kengê ez ji aêroporta
Hewlêrê – Kurdistana başûr da – derketim û min
ji hemû ciya da axivtina bi zimanê kurdî
dibihîst – aêroportê da, zankoyê da; hemû ciya
da û her dera tenê Kurd bûn...
Selîm Biçûk:
Ez niha derbazê Kurdistanê dibim, ku cara
yekemîn di jiyana xwe da giştî Kurdî paspota min
kontrol dikin, cara yekemîn di jiyana min da
Kurdistanê da kîderê tenê bi kurdî diaxivin. Ew
hestinî ku mirov nikare bîne ziman, çiqas xweş
bû û pir cara kûraniya van hesta tenê girî
dikarî bû bîne ziman. Bi tiştekî din tu nikarî
van hestan bînî ziman.
Xanna Omerxalî: Belê, xebera
we ye! Pirseke min jî li ser rewşa zimanê kurdî
û zaravên wî heye. Ez dizanim, ku gelek semînar
û konfirans li ser zimanê kurdî li Kurdistanê da
niha amade dikin û pirsgirêka mezin niha ew e,
ku kîjan zaravê kurdî bikine zimanê fermî (ofisiyêl)
di Kurdistana başûr da: kurmancî yan soranî, û
bi kîjan tîpan – erebî yan latînî – bi kar bînin.
Hûn dikarin, bi kerema xwe, çend giliya jî li
ser rewşa zimanê kurdî niha me ra bêjin?
Selîm Biçûk:
Niha di Kurdistanê rewşa ziman, bi rastî, ne
gelekî baş e. Bi taybetî kurmancî. Ji ber ku
niha li wêderê zaravayên kurmancî û soranî hene.
Bêtir herdu zaravayên serekî ne. Li başûrê
Kurdistanê piranî soranî tê axaftin. Her weha
hin hewildan jî hene ku soranî bibe zimanê fermî
di Kurdistanê da. Kurmancî gelekî xebatê cidî û
baş li ser nayên kirin. Problêma herî mezin jî
tîpên erebî, “yên îslamî” kû jê ra dibêjin, tên
bikaranîn.
Xanna Omerxalî: Belê, hinek
dibêjin, ku ew tîpên pîroz in.
Selîm Biçûk:
Belê bi awayekî pîrozbahî lê tê temaşa kirin. Lê
rastî da, ez wî awayî pîroz nabînim. Ew tîp ji
bo min sîmbola bindestî û dagirkariya çanda
kurdî ne, ku ereban di bin siya îsmalî da hem
zimanê me dagir kir û bindest kir, hem jî
kûltûra me bindest kirin, hem jî welatê me jî
bindest kirin. Ji bo ku em navbera wê bindestiyê
bibirin. Pêwîst e berî her tiştî tîpên me bibin
latînî û em ne bi awayê pîroz lê temaşe bikin.
Lê aliyê din jî heger mirov di aliyê fonolocî û
zanistî jî lê temaşa bikin, tîpên latînî bo
kurdî baştir in, li aliyê din tîpên latînî tîpên
zanistî û têknolocî ne û ew jî gelekî ji bo
kurdan pêwîst in û gerek e ew bin. Dîtina min ew
e: niha ew zarava temam bi hev ra bimeşin.
Soranî jî hebê, kurmancî jî hebê. Di dema îro da
tîpên erebî jî wê hebin, tîpên latînî jî wê
hebin heta hêdî hêdî ziman standart bibe, an jî
tîpên standart ji bo kurdan çêbibin. Gerek e ew
herdu serbest bin, ji ber ku tu problêm nîne, di
welatekî da du ziman yan du zarava fermî bin.
Mînak li Europa hene: di Swîzêrlandê da, Bêlgîkê
da... û tu problêma wan pê ra nîne. Yanî ji bo
kurdan çima du zaravayên kurdî ne fermî bin, ne
ofîsîêl bin?
Xanna Omerxalî: Piraniya
kurdan di Kurdistana başûr da bi zaravê soranî
yan behdînî (kurmancî) diaxivin?
Selîm Biçûk:
Em nikarin bêjin ku bi soranî piranî diaxivin,
lê hejmarek baş e. Ez bawer nakim, ku piranî be,
yenî nîv nîv be. Herdu zarav jî gerek e pêşva
herin. Herdu jî zaravê kurdî ne. Heta ku kurd
karbin zaravekî yekgirtî yan jî zimanekî
yekgirtî çêbikin.
Xanna Omerxalî: Ewe çi ziman
be - “Sormancî”?!
Selîm Biçûk:
“Sormancî” na tune. Na, “surmancî“ wê nebê. Di
baweriya min da, ji bo zimanê yekgirtî prosêsek
dirêj lazim e. Di wê prosêsê da pir tişt rola
xwe dilîzin: pirsên zanistî hene, pirsên ticarî
tesîra xwe gelekî dikin, pirsên siyasî,
desledarî hene. Yanî ewqas faktor ku tesîr li
ziman û yekgirtina ziman dikin. Grûpên
lîngvîstîk jî gerek li ser ziman xebatê bikin,
heta ku ew zimanê yekgirtî çêbibe.
Xanna Omerxalî:
We pêşda mira got, ku îmkanê we çê bû û hûn
çûne Lalişê. Kengê ez cara pêşîn nêzîkî geliyê
Lalişê bûm û paşê jî pêxas li ser wî erdê pîroz
dimeşiyam, û di ava pîroz ya Kaniya Sipî da
hatime mor kirinê, hestekî mezin û kûr di nava
dilê min da cî girt. Ez dikarim bêjim, ku nêt û
mirazê çendik çend kal-bavê xwe min bi xwe ji
alê xwe da miyaser kir. Mirazê wan jî ew bû, ku
wextekî, zûtirê ziretê wan bikaribin herin ber
ziyareta Lalişa Nûranî, tiya bin ber wê ziyaretê
û ziyaretiya xwe bikin wek qirara dîn. Gelekî
zehmet e mirov bêje ew çawa bû: min hest dikir û
firnaq dibûm ku ez jî çawa wek ewladeke koma
êzdîxanê hatime meskenê kal-bava, ser axa
kal-bava û tevî vê dîroka qedîm hatime
girêdayînê. Ez gelekî nav êzdîxanê geriyame û
pir ciya bûme kîderê komên êzdîxanê dijîn. Ez bi
xwe Ermenîstanê da ji dayîka xwe bûme, paşê
malbata me mecbûr bû û em hatine Ûrisêtê, û vê
demê jî (eva çend sale) ez Almaniya da dimînim.
Û ez dikarim bêjim, ku wan hemû ciya da û her
dera da ez çawa mêvan dimam û dimînim, lê her
tenê wêderê - geliyê Lalişê da - min hest kir û
bi rastî xwe hesiyam, ku ev dera rastî jî erdê
min e, erdê kal-bavê min e. Kurdistanê da û bi
taybet Lalişê da, min hest kir, ku ez ne bê
welat im... Ew yeka tiştekî lazim û qenc e çaxê
ku merî dizane, lê belê qencîbûn, lazimayî û
zanebûnê wî tiştî hezar taqî dibe kengê merî ewî
tiştî bi çevê xwe dibîne û hest dike! Û hestekî
ecêb jî di dilê min da çê bû: kengê min çevên
zarokên êzîdî di Lalişê da dîtin û xwe jî di
çevên wan da dît... Û kengê ez ji Lalişê, ji
Kurdistanê derketim, min xwe hesab kir çawa
merîkî bextewar, lê tê bêjî min tiştekî gelekî
pirqimet hîşte wêdere... Min temamiya emrê xweyî
fehma da hertim kêmasiya tiştekî ruhanî ser xwe
kivş dikir, min tirê di dilê min da cîkî vala
heye... Min niha, pey çûyina Kurdistanê û Lalişa
Nûranî ra, fehm kir meniya valabûna wî çi bû. Û
niha min ra bû eyan, ku menî - ew hisret
kişandina Axa Kal-bava da bû. Hate bîra min
“Qewlê Zebûnî Meksûr”, kîderê da tê gotin ku
Laliş erde ewil bû, kîjan Xwedê efirand:
Wekî ‘erd
u
ezman ne di sekinî
Lalişek peş
miqabil di nijinî...
Lalişek ava kirin li jore...
Lalişa ber sikane
Kaniya Spî nîşane...
Bi rastî jî hestekî ecêb û yên ku nayê gotin
min di Lalişê da hest kiriye. Hûn dikarin, bi
kerema xwe çend giliya jî me ra bêjin dereqa
çûyîna weye Lalişê. Ziyaretiya we çawa bû?
Selîm Biçûk: Bona min jî carekî ewlê bû,
ez çûme Lalişê. Dema ez derbasî
geliyê Lalişê bûm, aramîk, rehetîk, an jî
xweşîke ecêb di nava min da çê bû. Di serê min
da ew dîroka êzîdiya, dîroka talan, kuştin û
qirkirin û rev û mana di çiyan da, ew temam wek
fîlmekî diçû-dihat. Di serê min da tevî wê
kûştin û talan û êşê jî, çawa êzîdiyan karî bûn
kûltûr û zimanê kurdî heta îro bi xwîna xo
biparêzin. Ew ji bo min bû cihê serfiraziyê yanî
ez ewqasî kêfxweş bûm. Ne ku ez ewqasî dîndar im,
ez vê dibêjim, lê bi kêmayî wek kurdekî ez
dikarim wê bêjim: ez serfiraz dibim, ku ez yek
ji wê grûpê, yek ji wê koma ku bi xwîna xo, bi
talanê û bi kuştinê ev ziman û ev kultûr heta
niha parastine. Ew xweşî min ra çê dibû. Wekî
din jî di nava Lalişê da ez geriyam. Nav cihên
wê geriyam: ser Kaniya Sipî û ser Zimzim.
Xanna
Omerxalî: Hûn çi dikarin bêjin dereqa himberî
hevkirina dîtina Lalişê û bihîstandnêd li ser
Lalişê berî dîtinê, ew elemetî û tiştên we dîtin
mîna hev bûn yan na?
Selîm Biçûk:
Na tu cara nabine yek. Bihîstin mirov li ser
bixwînê, dibihîze, tiştek e, lê dema ku mirov
dibînê... Meselen, ez dema derbasî wan şikeftên
binî di nava Lalişê da dibûm, ew êzîdiyên berê
hezar û pênsed salan hatin bîra min, çawa di wan
çiyan da dijiyan, ew salên ferman û kuştinê
hatin bîra min. Çawa êzîdî di nava van şikeftan
de xwe vedişartin, dema ku şer dihat ser wan.
Yanî dîtin hestekî din di nava însan da çê dike.
Bi bihîstinê tu tu cara nikarî bizanibî çawa ye
yan jî pê hest bikî.
Xanna Omerxalî: Belê, xebera
we ye, birê Selîm.
Wisa ye. Ez zehf ji we razî me û ji we ra
dixazim sehet-qewatê, serkeftinê û açixê bilind
nava karkirinê û emir da. Û em ê bêsebir li
hîviyê bin, kengê kitêba weye nû jî derkeve. Em
ê bi dil û can wê kitêbê bixûnin. Ez careke
mayîn dîsa razîbûna xwe didime we.
Selîm Biçûk:
Gelekî sipas. Ez jî ji we razî me. Serkeftin ji
bo we dixwazim!
Xanna Omerxalî:
Sipas dikim.
Hanover, 30.12.2006
Hevpeyvîn di van malperan de belav bûye:
http://www.rojava.net/29.01.2007.kurdi-hevpeyvin-selim.htm
http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=356
http://www.yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews[tt_news]=346&tx_ttnews[backPid]=22&cHash=b106245c84
http://www.ezdixane.ru/content/view/980/
|