|
|
|
|
Em
di despêkê de bi hatina we ya yekem car bo
Kurdistana Azad û vexwendina we bo festîvala
Duhokê ya rewşenbîrî bixêrhatina te dikin û em
ji dil û can sipasiya cenabê te dikin ku te ev
derfet da me ku em keribin li ser hin xalên
girîng di warê ziman û helbesta kurdî de
rawestin .
Hevpeyvîn: Hozan Emîn
- Pirsa yekem di derbarê Festîvala Duhokê (2)
tu dikarî bîr û baweriyên xwe di derbarê wê de
ji xwendevanên semakurd re bînî ziman ??
- Gelekî sipas, ez jî kêfxweş im îro bi we re vê
hevpeyvînê dikim, hatina min ya Kurdistanê bi
serê xwe tiştekî nuh û gelekî ez kêfxwşkirim, di
hin aliyan de jî ez xemgînkirim, xweşiyeke zêde
tevlî wê xemgîniyê hebû, ji xwe hatina min ji bo
festîvala duhokê, bi awayekî fermî hatibûn
vexwandin. Her çiqasî ku em bi navê xwe wek kes
hatibûn vexwandin ji aliyê birêvebiriya
festîvalê ve, lê em çar endam ji hevgirtinê
tevlî festîvalê bûn. Vekirina festivaêlê wek
gavek despêkê bû, yan yekemîn bû ji bo avakirina
peyvekê di navbera rewşenbîriya kurdî de.
Di nava festîvalê de kurdên penaber yên li
derveyî welat amade bûn , ji Bakûr û Rojhelat û
Rojava gelek amade bûn û tevlî yê Başûr bûn, di
nava festîvalê de du zeravayên serekî dihatin
axaftin, xwezî ew zeravayên din jî bi kêmayî
mirov deng û rengên wan di nava festîvalê de
bibihîsta wê xweştir ba , di baweriya min de
gerek bû çend kurdên zaza jî amade bana û her
weha zeravayên din jî , wê rengekî xweşiktir
dabana vê festîvalê lê dîsa jî wek despêkê mirov
dikare van kêmasîyan ji desteya ku festîvalê bi
rêk û pêk dike re pêşkêş bike ji bo di salên bê
de çareser bike. Ewqas rewşenbîr ji tevaya
kurdistan û ji derveyî kurdistan bîr û baweriyên
xwe ji bo hev şirove kirin bi hev dan nasîn.
Festîval bi xwe û bi babetên xwe gelekî zengîn
bû lê ji bo gengeşeya li ser babetan dem gelekî
kêm bû heger derfeta demê hinekî heba û ew babet
kûrtir bihatine gengeşekirin wê bêtir sûd bidana,
giraniya di nav babetan de giraniya zimên bû ji
ber bi rastî niha pirsgirêka zimên pirsgirêkeke
bi hemî zeravayên xwe di rojeva kurdistanê de ye,
her weha pirsgirêkên mirov çawa dikare zimanekî
yekgirtî di kurdistanê de avabike, mirov çawa
dikare wan pirsgirêkan çareser bike di vî alî de
xemlek zêdetir da festîvalê. Festival bi giştî
li gor armanc û durişmeya ku li bin hatibû
lidarxistin serkeftî bû û karî bû gavekê ber bi
wê durişmeyê bavêje û duhok bibe wek pirekê di
nava rewşenbîriya kurdî de û ne ev tenê gerek di
demê pêş de bibe wek pirekê di nava zerevayên
kurdî de jî ji bo ku ew pirgirêkên di nava
zeravayan de hêdî hêdî di nava pirosêseke dirêj
de karî bin çareser bibin. Li vir jî ez ji dil û
can sipasiya xwe pêşkêşî yekîtiya nivîserên
duhok dikim ku ev derfet dan rewşenbîrên kurd û
nêzî 170 rewşenbîr li wir amade bûn û ew derfet
di dema pêş de bibe despêka pirojeyeke netewî ji
bo rewşenbîriya kurdî hem jî ji bo zimanê kurdî.
Hem jî sipasiya xelkê duhokê û ew berpirsên ku
festival birêve birin û piştgiriya festîvalê
kirin dikim. Xweşiya mezin jî ku ne tenê min
Duhok dît, ez li kurdistanê bi berfirehî geriyam
û gelek cih min dîtin û gelek kes min nas kirin
vê yekê jî dilxweşiyeke zêdetir ji bo min çêkir
.
- Hun wek berpirsê beşê ragihandinê di
Hevgirtina Rewşenbîrên kurdên Rojava li derve û
wek em dizanin zêdetirî du salan li ser
damezrandina wê derbas bû, tu dikarî behsa wê
bikî û we çilo ev Hevgirtin ava kir …??
- Damzrandina (H.R.K.R.D) yek ji encanên
serhildana 12 avdarê bû ku li rojavayê
kurdistanê rû da , vê bûyerê rewşenbîrên kurd di
bin berpirsiyareke mezin de hişt û ne amade bûn
ku bersivê bidin, bi taybetî rewşenbîrên ku li
derveyî kurdistanê û derfet li pêşiya wan hebûn
ku têkilyên xwe bi saziyên navnetewî re ava
bikin û karibin rewşenbîrya kurdî bi karekî
tevayî geştir bikin. Karîbûn heta radeyekê
lobîyeke kurd li derveyî kurdistanê û bi taybetî
li Ewropa ava bikin ji bo ku karibin bersiva
bûyerên wek bûyera 12 avdarê bidin lê dema ku
buyer hat rewşenbîran dest û lingên xwe girêdayî
dîtin û ne amade bûn xebatekê bikin ji bo ku
karibin alîkarîya gelê xwe li hundirê welat
bikin, ji bo vê yekê dezgeheke di bin çi navî de
be bila bibe pêwîst hat dîtin û girûpeke
rewşenbîr dest pêkir ku komîteyekê ava bikin ji
bo amadekirina damezirandina dezgehekê an jî
komekê .
Di destpêkê de ne diyar bû, piştî salekê ji
xebata wê girûpê konfiransê yekem li siwêdê li
bajarê sandvîken hat lidarxistin û di wir de
biriyar hat standin (H.R.K.R.D ) ava bibe.
Armancên vê dezgehê yên serekî bigiştî parastin
û geşkirina ziman û çanda kurdî ye. Her weha
avakirina têkiliyan di navbera rewşenbîrên kurd
û saziyên navnetewî de û bi taybetî li Ewropa,
herweha geşkirina têkiliyên rewşenbîrên li
rojavayê kurdistanê bi parçeyên din yên
kurdistan re, ji bo ku têkiliyên baştir û karên
hevpar bên birêvebirin. Ji destpêkê heta
konfransê duwemîn gelek astengî derketin pêşiya
hevgirtinê, astengiyên ku pir caran ew nakokiyên
siyasî di navbera kurdan de bûn, ew astengiyên
ku pir caran ew nêzîkbûna şaş ya tevgera kurdî
ji tevgera rewşenbîrî re, ew astengiyên kesane
ku ew rewşenbîrê kurd ku canê wî di bin bandora
çanda dagîrkiryê de hati bû lawazkirin, ew
problem û nakokiyê şexsî derketin meydanê, ji
gelek hêlan astengî hebûn û ya herî dijwar ji
hêla abûrî bû ji bo hevgirtinek yan sazîyek li
Ewropa li ser lingan bisekine û karekî wek tê
xwestin bike çavkaniyên diravî yên abûrî jê re
gerek bûn û ew çavkanî nebûn. Hevgirtin heta îro
bi vî rengî didome .
- ê baş we gelek xebat da pêşiya xwe we bi çi
awayî debara xwe dikir ..?
- Ew kesên ku bi keda xwe ji kêmkirina jiyana
xwe ya rojane dikarin li ser vê saziyê serf
bikin, heta vê qonaxê weha bi rêve çû û îro jî
ev astengî hene lê gelek alî çareser bûn.
Pirsigirêka nêzîkbûna rêxistinên siyasî hîn heye
û em hewil didin ku rê li pêşiya gavên çewt
bigrin .
-We ti rê û rêbaz dananîn ji bo çareserkirina
wê pirsgirêkê di navbera xwe û tevgerên siyasî
de…?i
- Ji despêkê ve û bi taybetî ji konfransê
duwemîn ve hat diyarkirin û heta di rêbaza xwe
de em li dijî kuştinên siyasî di nava hêzên
siyasî de ne. çi problem hebe gereke bi axaftinê
çareser bibe , ti cara bila ne çek û ne lêdan li
himber hev neyê şuxlandin sedem çibe bila bibe.
Em bi yek awayî û bi yek nêzîkbûnê nêzîkî sazî û
tevgerên siyasî dibin û ji her bîr û boçûnan re
vekirîne. Tenê li ser bingeha cudabûn û
hevpejirandin û bi hev re axaftinê em dikarin
têkiliyan bi hemî saziyan re deynin û bi vî
awayî heta îro me bingeheke têkiliyê di navbera
xwe û wan hêzên siyasî de danî, di demên dawî de
me axaftin bi hin rêxistinên siyasî re kir û em
berdewam in ji ber ku em amade ne bi her aliyên
rewşenbîrî re û bi her aliyên siyasî re û bi kom
û kesan re karekî hevbeş bikin , ev bawerî li ba
me heye û heger li cem wan jî hebe wê cihê
dilxweşiyê be ku em bi hev re bi kêmayî di eniya
rewşenbîrî de hinekî xebata xwe geştir bikin.
Giraniya me li ser beşê rojava ye, lê em wek
hevgirtin bi hemî pirsgirêkên kurdan yên hemî
parçan re têkildar in, em xwe dûrî ti parçeyî
nabînin û em xwe parçak ji kurdistana giştî
dibînin. Projeyên me jî hene û niha me têkilî bi
gelek dezgehan re danîne, me dezgehên rewşenbîrî
di despêkê de wek armanc girtin, lê ji bo me ti
prsgirêk nîne ku em bi dezgehên siyasî re jî kar
bikin û lê yek mercî ew jî ew e ku em wek xwe
serbixwe bimînin, wekî din ti şert û mercên me
jî nînin ji bo hevkariyê bi her kesî re .
- Di derbarê projeyên we de hûn dikarin me
agahdar bikin …??
- Ez dixwazim bêjim hin pirojeyên me yên giştî
hene, yek jê ji despêkê de vekirina malpereke
enternêtê û ev bi sê zimanan (kurdî-erebî-elmanî)berdewam
e, em kovareke xwerû bi kurdî bi navê (Urkêş)diweşînin,
hijmara yekê me weşand û em tê de berdewam in,
pirojeyên demdemî wek (konfrans-festîval-civîn)
tiştên weha pir caran me li darxistin û em li
ser berdewam in .
- li ser berhevkirina 100000 imze ji bo
fermîkirina zimanê kurdî li sûriya , bê goman ev
kareke binirx bû, em dixwazin nasbikin di vî
karî de we armanca xwe pêk anî û her weha
pirojeyên we yên pêşerojê jî çi hene …?
- Rast e ev pirojeyê me yê binghîn bû, di
konfransê duwemîn de yê ku me li Elmaniya li
darxist me ev biriyar stand , me xwest ku em
sala 2006 bikin sala zimanê kurdî û wek duruşme
me hilda , ne ji bo sala 2006an tenê, di wir de
me dixwest projeyekî ji bo zimanê kurdî birêve
bibin ne tenê bi duruşme û siloganan, me dixwest
hin gavên piratîk bidin destpêkirin , her çiqas
jî piçûk bin ji bo projeyekî ewqas berfireh bo
zimanê kurdî , me karî bû pirsa ziman bi her
awayî hîn geştir bikin, di kovara xwe de, di
malpera xwe de, ji bo em ber bi standartkirina,
ji kêmayî zaravayê kurmancî ve herin. Di nava
projeyê me yê zimên de armanc berhevkirina
100000 imze ji kurdên rojava tenê û amadekirina
belgenameyeke berfireh li ser çewsandin,
binpêkirin û zora li ser zimên, yanî rewşa
zimanê kurdî li sûrî û bi wê belgenameyê wan
imzeyan em bighînin (UNESKO) û wê bi
berpirsyariyên wê li hember zimanê kurdî
bihesînin. Ew li zimanên gelek welatan yên dibin
gefê de ne û dibin metirsiyê de ne û hêdî hêdî
winda dibin xwedî derdikeve. Yek ji wan zimanê
kurdî ye, heta di nexşeya wê de zimanê kurdî di
nav de nîne , heta ku UNESKO rojeke taybet ji bo
zimanê dayikê çêkiriye û di wir de zimanê herî
ku tê çewsandin û êrîşkirin zimanê 40 meliyon
mirov e , nimûneyeke bê mînak di cîhanê de çima
heta niha lê xwedî dernekeve !??
Em dixwazin bi çalakiyeke berfireh wan imza û wê
belgenameyê bighînin wan û em bêjin fermo û li
berirsiyariyên xwe xwedî derkevin , hûn jî li
zimanê kurdî xwedî derkevin û daxwaza me ku li
sûrî zimanê kurdî bibe zimanê fermî , ji ber
mafê kurdan heye li wir û li wan parçeyên din.
Herweha di nav pirojeya zimên de, lidarxistina
konfransekî li ser zimanê kurdî, di Yekîtiya
Europa de heye. Di warê fêrkirina zimên de jî,
em di amadekirina pirtûkeke fêrkirina kurdî de
ne ku dê li Kurdistana Rojava bê weşandin û
belavkirin.
- Ma gelo hûn gihiştin armanca xwe di danheva
imzeyan de ??
- wek armanc, di aliyê hejmara imzeyan de em
negihiştin, lê me nêzîkayî lê kir. Li gorî rewşa
sûrî û çewsandina li ser zimên dike tu nêzî 50
hezar imze derxî tiştekî ne kêm e, gelek xelkê
jiyana xwe kirin bin metirsiyê û bi navê xwe
imze dikirin, em dixwazin zimanê xwe serbest
bikin û di sûrî de gerek e em wê cegerdariya wan,
wê welatperweriya wan, wê kurdayetiya wan ji dil
û can pîrz bikin û pê serfiraz û serbilind bibin,
herweha kom û kesên bi vî karî radibûn û imze
kom dikirin. Bi rastî ew dilsoziya wan barê me
girantir dike û em bi hêvî ne ku em ê li gor wê
baweriya wan bin û em ê wê xebatê berdewam bikin.
Di aliyê armancên giştî de, ez serkeftineke
mezin dibînim ku me pirsa zimên kir rojeva kar û
xebata xelkê û bi hêvî ne dê ev pirs bikeve
rojeva xebata rêxistinên siyasî jî. Herweha em
dê hewl bidin vê pirsê bi giranî bikin rojeva
saziyên navnetewî jî.
- wê di pîlan û programa we de hun wan imza
pêşkêşî rêxistina (UNESKO) bikin .
- belê di roja zimanê dayikê yê cîhanî de ku
dikeve 22 meha Sibatê û ji aliyê UNESKO tê
pîrozkirin, em dixwazin çalakiya xwe bi dawî
bînin, me ev dabû pêşiya xwe û me karî bû vê
bikin û ji xelkê xwe re diyar bikin armanca me
çi bû, me çiqas pêkanî û di demê pêş de em dê çi
bikin ji bo ziman û kultûra kurdî, ev pirojeya
me ya zimên pêngava yekemîn bû ji aliyê me ve,
ku em karibin hêdî hêdî bi têkiliyên xwe bi
saziyên kurdistanî re û hem jî navnetewî re ta
ku em karibin pirojeyeke netewî kurdî ji bo
zimanê kurdî ava bikin, ne tenê ji bo rojava,
herweha ji bo zimanê kurdî bi giştî, ji bo hemî
parçeyên Kurdistanê .
- ji derveyî vê çalekiyê ji bo Zimanê kurdî
çi çalakiyên we hene ..?
- Di nav pirojeya zimên de, lidarxistina
konfransekî li ser zimanê kurdî, di Yekîtiya
Europa de heye. Di warê fêrkirina zimên de jî,
em di amadekirina pirtûkeke fêrkirina kurdî de
ne ku dê li Kurdistana Rojava bê weşandin û
belavkirin. Li ser bingeha encamên vê xebatê em
ê projeya zimên ber bi astên bilindtir û
firehtir de bibin. Armanca serekî jî ew e ku em
bigihîjin projeyekî netewî û kurdistanî bo
zimanê kurdî.
- ji bo standartkirina zimanê kurdî tu xebat
û karên we ji bo wê xalê hene gelo …??
- ji bo standartkirina zimanê kurdî bi giştî ez
bawer dikim demek baş ji me re divê, ji bo min
wek kes li gora bîr û baweriyên xwe dibêjim, di
zimanê kurdî de divê her zaravayek di nava xwe
de standart bibe û bi hev re bimeşin ji ber
standartkirina zimên karekî dewletî ye , heger
sazîyek siyasî deshilatdar, dewletek nebe, mirov
di kû de dê standart bike , ji bo standartkirinê
çarçeveyeke cugrafî û deshilatdariyeke siyasî
divê, mirov nikare bibêje em ê îro standart
bikin , tevî ku îro parçeyek ji kurdistanê azad
heye, lê ew parçeyê azad jî di nava xwe de
nikare zimanê kurdî standart bike, parçeyên din
jî hîn bindest mane , lê gava yekem ji bo
standartkirina zimanê kurdî yekkirina Alfbêya
kurdî ye , Alfbêya kurdî heger yek nebe
axaftinên me li ser standartkirina zimên xewn in
, ez di wê baweriyê de me ji ber ku tu nikarî
zimanekî standart bikî heger bi dû elfbêyên cuda
bê nivîsandin , li başûrê Kurdistan nêzîk 6
melyon kurd bi tîpên erebî dinivîsin , di
navbera 15 ta 20 melyon li bakûr nikarin
berhemên wan bixwînin , ev problemeke mezin e ,
ji bo ku ew problem rabe , gereke di despêkê de
Alfebê bibe yek , bi kêmayî mirov bikare
berhemên hev bixwîne , dema ku mirov karibe
berhemên hev bixwîne di nava proseseke dirêj de
û bi hin mercên din ziman nêzîkê hev dibe û di
vir de ez dixwazim bîr û baweriyên xwe di warê
Alfbê de bêjim , di baweriya min de gereke tîpên
latînî bi kar bên , ji ber ku di warê zanistî de
tîpên latînî zimanê kurdî dikin zimanekî
fonolocî, yanî lihevhatina deng û tîpan , bi
Alfebêya latînî ya ku Celadet Bedirxan bi kar
anîye, tu peyva kurdî çawa dibihîzî tu dikarî
wek wê binvîsî û fêrkirina ziman sivik dike .Ya
dudiwa teknîka cîhanê temam hemî latînî ye , ji
bo ku em xwe bi teknolojiya cîhanê ve bigihînin
û bi awayekî xurtir ji ber ku em bi 100ên salan
li paş cîhanê mane û ji alîyekî din ve jî
Alfebêya Erebî simbola dagîrkeriya çandeke
biyanî li ser çanda kurdî ye , mebest pê çanda
erebî, Ereban bi navê islamê çanda xwe û Alfbêya
xwe û jiyana xwe di gelek aliyan de li ser
kurdan ferzkirin , piştî dewletên din ava bûn,
faris û turk , wan jî bi awayekî hêdî hêdî berê
wê helandinê bi awayekî din meşandin , ji bo ku
ew rayên dagîrkeriyê di navbera me û çanda erebî
de bên birîn , ez Alfbêya latînî ji bo zimanê
kurdî baştir dibînim, ji bo ku ew têkeldariya
dagîrkeriyê bi tevayî bê birîn, herweha gelek
sedemên din hene ku ez dibêjim Alfbêya latînî .
Niha ku em bên ser standartkirinê û zeravayê
kurmancî , bi rastî standartkirina zeravayê
kurmancî hemen hemen hin pirsgirêkê piçûk mane û
ew pirsgirêk bi xwe jî ne yên ziman in û ne yên
Alfebêya Celadet in û ne yên rastnivîs û
giramêra Celadet in, pirsgirêkên kesên ku bi
kurdî dinvîsin, ji ber ku dezgeheke ziman nîne û
dezgeheke dewletî nîne û her kesek û her saziyek
û dezgehek bi serê xwe standarta xwe çêkiriye ,
heger em karibin li ser hin tiştên piçûk bigihin
hev, kurmancî standart bûye , yanî pirsgirêkên
standartkirina kurmancî yê nivîskarên kurmancî
ne, ne yên ziman in .
- di aliyê helbestê de kar û xebatên we çi
bûn û bi taybet di aliyê helbesta nûjen ya ku
îro gelek kesan despêkiriye , asta wê di çi
radeyê de ye ? Gelo gihiştiye cihekî bilind û çi
kêmayên wê hene ..?
- Nivîskariya kurdî di warê helbestê de geş bûye
, civatek bi êş û jan, bi kul û problem, ew
jiyan bi xwe dihêle ku rê li pêşiya helbestê
vebe, ji bo wê jî demên berê di stranê de kurd
gelekî çalak û pêşketî bûn , îro di helbestê de.
Tiştê bêtir bala min dikişîne helbest e, helbest
ji ber rexneya edebî ya helbestê di nav kurdan
de cih negirtiye , kî çi dinivîse wek xwe
dinivîse , kes nabêje lawaz e yan bi hêz e ,
gava ku di nava wê tevilheviyê de û di nav ewqas
helbestvan de tu bê û binirxînî , ez radeya
helbesta kurdî bilind dibînim û dema ku tu
helbestên kurdî yên bijartî didî ber
helbestvanên cihanî, heta yên Ewropî, heger ne
baştir bin ne xirabtir in, lê problem di kur de
ye, helbesta kurdî di nava kurdan de maye,
mixabin kurd jî naxwînin û kêm in yên dixwînin,
ji ber ku kesê bi zimanê kurdî dixwînin hindik
in û têne jimartin û ew helbest ne hatine
wergerandin bo zimanên biyanî bo ew xelkên din
wan helbestan bixwînin, yanî veşartî maye,
gereke guhdaneke taybet li helbestê were kirin ,
gereke rexneya helbestê jî û ya wêjeyî bi giştî
pêş bikeve, kesên rexnevan derkevin û di nerîna
min de helbest gihaye wê redeyê.
- wek nimûne Ebdulqadir Mûsa û dîwana wî ya
dawî tu çawa dibînî ?
- Heger tu pirtûka helbestvan (Ebdulqadir Mûsa)
ya ji weşanên dezgeha Sema bike nimûne gelekî
baş e , helbestên wî bi rastî min di nava êşê de
dizîvirînin û jiyana kurdan wek em hemî dizanin
bi êş û kul e, piraniya helbestên wî dihêlin
mirov meleveniyê di nava wê êşê de bike ew êş
dibe mîna deryakê, tu wek xwendevan melevaniyê
di nav wê deryayê de dikî, ez wek kes dibêjim ew
helbestên wî gelek xweş in , min tev xwendine bi
tevî êşa wan û xweşiya wan û dawî ez ji dil û
can sipasiya we dikim wek kes û ji bo dezgeha (Sema)jî
sipas û bi hêviya serkeftinê ji bo vî karê we yê
pîroz, her serkeftî bin .
http://www.semakurd.net/index_latin.php?lang=latin&cont=article&id=1799
|
|


|
selim@bicuk.de
Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - ©
Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de
|