|
|
|
|
Selîm
Biçûk "Li Kurdistanê Metirsiyeke Mezin li ser
zimanê Kurdî heye"
Hevpeyvîn: Mîrhac
Mistefa
Rewşenbîrê Kurd Selîm Biçuk di yekem seredana
xwe ya Kurdistana azad de li bajarê Hewlêr,
Silêmanî û Duhokê geriya û bi taybet ji bo
rojnama Kurdistan Raport nêrînên xwe yên derbarê
zimanê Kurdî de wiha got:
"Li Kurdistanê metirsiyeke mezin li ser zimanê
Kurdî heye. Ziman di rewşeke xirab de dijî. Ji
xwe rewşa zaravayê Kurmancî ne baştir e ji
perçeyên din ku hîn di bin dagîrkeriyê de ne."
-Ev demek bû ku hûn cara yekem li başurê
Kurdistanê geriyan, gelo wek rewşenbîr û
zimanzaneke Kurd di hêla ziman de we rewşa
başurê Kurdistanê çawa dît?
-Hatina min a Kurdistanê bo cara yekemîn cihê
xweşhalî û bextewariyê ye. Serdana perçeyekî
azad ji Kurdistanê di jiyana min de giyanekî nû
afirandin.
Li Kurdistanê metirsiyeke mezin li ser zimanê
Kurdî heye. Ziman di rewşeke xirab de dijî. Ji
xwe rewşa zaravayê Kurmancî ne baştir e ji
perçeyên din ku hîn di bin dagîrkeriyê de ne. Li
aliyê din zaravayê Soranî bi pêş ve diçe û di
warê jiyanê de serdest e. Gava herî rast ew e ku
di dema îro de Soranî û Kurmancî bi hev re bên
bikaranîn, lê berevajî vê Kurmancî tê
bidûrxistin û Soranî tê pêş. Di aliyê perwerdeyî
û avakirina kesayetiya mirovî de ev rewş ne
baştir e ji serdestiya zimanên biyanî li
perçeyên Kurdistanê yên hîn dagîrkirî. Her weha
ev yek metirsiyeke mezin li ser yekîtiya netewî
ya Kurdî çêdike. Hizr û boçûn û çanda Kurdistanî
perçe dike. Sînorekî nû li sînorên ku di nava
Kurdan de hene zêde dike.
Aliyê herî bi tirs di vê rewşê de, bikaranîna du
alfebêya ye. Di rewşa îro de, pêdivî bi alfabêya
latînî wek ya erebî heye. Lê latînî li
Kurdistana azad nayê bikaranîn. Tenê alfebêya
erebî û bikaranîna wê nêzî 20 milyon Kurd ji
çand, rewşenbîrî, berhem, bîr û boçûnên Kurdên
başur bi dûr dixe. Di paşerojê de, hîkarî û
bandora vê rewşê dê li ser yekîtiya Kurdan pir
xirab be.
Bi baweriya min ji bo paşerojê pêdivî heye ku di
pilan û pirojeyên Kurdan de cîgirtina alfabêya
latînî hebe, egerên vê jî, ev in:
-Alfebêya latînî zimanê Kurdî dike zimanekî
fonotik û asantir dike. Ev alfebê ji aliyê
zanistî û ciwaniyê ve ji zimanê Kurdî re baştir
e.
-Alfebêya erebî simbol û nîşana dagîrkeriya
çandek biyanî ye, mebest çand û zimanê erebî ye.
Ev têkiliya di navbera serxwebûn, kesayetî û
çanda Kurdî û dagirkeriyê de, pêdivî ye bê birîn.
-Alfebêya latînî, zimanê zanistî û teknolojiya
nû ye û pêwîstiya Kurdan bêtir ji her kesî bi vê
yekê heye.
-Alfebêya latînî dikare roleke mezin di yekîtiya
netewî ya Kurdî de bilîze.
Rewşa zimanê Kurdî li başûr hêdî hêdî dibe
pirsgirêkek siyasî di nav Soran û Kurmancan de û
ev metirsiyeke mezin çêdike. Ziman gerek di
çarçoveya zanistî, ciwanî û alava herî bingehîn
di avakirina neteweyan de bimîne û bi ti awayî
nebe nakokiyeke siyasî.
-Li gor nêrîna we rewşa zimanê Kurdî bi
tevahiya Kurdistanê çawaye û li gor zimanên
dinyayê zimanê Kurdî gihiştiye çi astê?
-Zimanê Kurdî bi giştî vedije û pêş ve diçe.
Xemxwarên vî zimanî li Kurdistanê pir dibin û
bikaranîna wî jî zêdetir dibe. Dezgehên
ragihandinê ku bi Kurdî diweşînin zêde bûne. Lê
kêmasiya herî mezin projeyeke netewî Kurdistanî
ji bo parastin û pêşvebirina zimên nîn e. Di
bingeha xwe de, zimanê Kurdî mîna her zimanekî
cîhanî ye. Lê pirsgirêkên Kurdî hene, ev
pirsgirêk jî ne yên ziman bi xwe ne. Pirsgirêkên
bikaranîna ziman û xwedî lêderketinê ne. Zimanê
Kurdî mîna her zimanekî cîhanî dikare têra
zanistî û edebiyateke bilind bike eger xwediyên
vî zimanî hebin.
-Berî çend rojekî li Hewlêrê di navbera
nêzîkbûna zaravayê Hewremî û Zazakî konferanseke
hate li dar xistin, gelo konferansên bi vî awayî
dikare zimanê Kurdî ber bi zimanê yekgirtî ve
bibe?
-Konfrans dikarin bibin bingehek ji bo
afirandina piroje û pilanên nêzîkkirina zimên.
Hevnaskirin û bihevguherîna bîr û boçûnan di
konferansan de çêdibin. Tiştê ku zimanê yekgirtî
ava dike kar û xebatên piştî konferansan e. Bi
konferans, biryar û zagonan zimanê yekgirtî nayê
avakirin. Di nava jiyana civakê de û lihevkirina
lêkolînên zanistî û dezgehên civakê dikarin
zimanekî yekgirtî ava bikin. Zimanê yekgirtî ew
ziman e ku di encama lêkolînên zanistî de,
lihevhatinek di nava civakê de li ser tê kirin.
Ew bi xwe peymanek civakî ye li ser bingeha
zanistî û berjewendiyên civakê tê danîn.
Di Kurdistanê de, ji bo zimanekî yekgirtî
pirsgirêka herî mezin alfebê ye. Bikaranîna du
alfebêyan di Kurdistanê de, rê nade avakirina
zimanekî yekgirtî.
Ji bo avakirina zimanekî yekgirtî pêdivî bi
projeyekî netewî heye. Di nava vî pirojeyî de
gereke ji hemî perçeyên Kurdistanê û hemî
zaravayên Kurdî cî bigirin.
-Hinek derdor ji Hikûmeta Kurdistanê daxwaz
dikin ku zaravayê Soranî bibe zimanê Kurdî yê
fermî gelo hûn wek zimanzanekî Kurd vê yekê çawa
dinirxînin?
Ez dîsa dubare dikim ku zimanê fermî bi biryar û
zagonan nabe. Eger hat û di riya zagon û
biryaran re, Soranî yan jî Kurmancî yan jî
Zazakî ... bû zimanê fermî, ez di hêla
perwerdeyî û avakirina kesayetiya netewî de ti
cudahiyê di navbera wê zagonê û zagonên ku Sûrî,
Tirkî, Îran û berê jî Îraqê derdixistin û
zimanên xwe dikirin fermî. Li hêla din çi
pêdiviya me bi zimanekî fermî heye? Vaye li
Belcîka, Swîsra û dewletên din gelek zimanên
fermî yên dewletê hene û çi pirsgirêk û
astengiyan dernaxin. Bila li Kurdistanê jî, hemî
zaravayên Kurdî fermî bin û kar û xebat li ser
afirandina zimanekî yekgirtî dewam bike.
-Hûn xebatên hikumeta Kurdistanê yên di
derbarê zimanê Kurdî de çawa dibînin, an jî divê
xebatên bi çi awayî bête kirin?
Hin hewldanên xebatê hene lê pir lawaz in. Niha
hikûmeta herêmê xwedî derfet û karîn e û dişe
rolek pêşengiyê ji bo parastin û pêşvebirina
zimanê Kurdî li hemî perçeyan bilîze. Di serî de
tê xwestin ku dezgeheke netewî bo zimanê Kurdî
bê avakirin. Ev dezgeh bibe xwediya pirojeyeke
netewî bo ziman. Ji bo dema îro pêdivî heye ku
tîpên latînî mîna yên erebî bên bikaranîn û hizr
lê bibe ku di paşerojê de tîpên latînî cî
bigirin. Pêdivî bi weşanên rojane bi zaravayên
din û tîpên latînî heye.
Ji bo sazkirina saziyeke netewî bo zimanê Kurdî
û afirandina hin pirojeyên netewî pêdivî bi
konfransekî netewî bo zimanê Kurdî heye.
Selîm Biçûk kî ye?
Yek ji wan zarokên qedexe ye ku di dilê
qedexekirinê de
zarokatî û xortaniya xwe derbas kir.
Xwendina xwe ya destpêkê li gundê Tilxatûn û
Otilce temam kir.
Xwendina navîn li tirbespiyê temam kir.
Beşê hiqûq li zanîngeha Şamê. di sala 1987an de
temam kir.
Dawiya sala 1990î sînorê qedexeyan çirand û
derket Europa û
heta niha li Elmaniya dijî.
Di adara 1997an de pirtûka xwe ya yekemîn
“Rêzimanê Kurdî
Kurmancî” çap kir.
Sala 2002an pirtûka xwe ya helbestan “Xewnên
Revok” çap kir.
Li ser zimanê Kurdî xebatê dike û helbestê
dinivîsine. Rêvebirê giştî yê malpera
www.rojava.net
ku ew malpera hevgirtina rewşenbîrên Kurdên
rojava li derve ye. Her weha di desteya
nivîskarên kovara URKÊŞ ku li europa ev
hevgirtin derdixe de cîh digre.
http://www.dengebotan.com/index.php?option=com_content&task=view&id=200&Itemid=1
|
|


|
selim@bicuk.de
Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - ©
Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de
|