Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   
     

 

Nav û rastnivîsandina navan 1
Selîm Biçûk

 

Nav parçeyek e ji axaftina kurdî ( yek ji bêjeyên zimanê  kurdî ye). Tiştek , kesek, lawirek yan jî, cihek bi vê bêjeyê tê naskirinê.

Beşên Navan

Di zimanê kurdî de du beşên navan hene:

Navên ku mirov bi her pênc hestên ( hisên ) xwe dikare nas bike, an ku hebûneke wan berçav hebe, ji van navan re şênber (madî) tê gotinê.
Mîna: Av , nan, çiya, ba, çêlek, berx, çivîk, bilûr ...

Navên ku mirov nikare bi hestên xwe nas bike, yan ku hebûneke wan ya berçav tune ye, lê mirov di raman û mêjiyê xwe de wan nas dike. Razber (manewî) ji van navan re tê gotinê.
Mînak: Giyan ( rih ), jîrî, hiş, sewda, bext, raman....

A. Navên şênber

Navên şênber yên xwedî giyan:

Jin                         Narîn, şêrîn, Gulê, Perwîn, Zînê,
Mêr                       Azad, Hogir, Xebat, Hawar, Reşo,
Mirovên nêr             Mêr, xort, bav, bira, xal, ap,
Mirovên mê             Jin, keç, bûk, xwîşk, dotmam, ....
Lawirên nêr             Beran, nêrî, ga, beraz, dîk, hesp...
Lawirên mê             Bizin, çêlek, mih, mehû, mirîşk, 

Navên şênber yên  bêgiyan

Mêza                      Av, baran, berf, beroş, ode, cam ...
Nêrza                     Kon, nan, kevir, agir, êzing,

B. Navên Razber

Ev nav tiştekî bêrih û can, bêleş û giyan bi nav dikin. Tiştekî ne berçav e, lê mirov di ramana xwe de nas dike.
Mînak: Hêvî, tirs, mêranî, raman, saw, merdî, cangorî.....

Navên razber sê beş in:

1. Navên Ramanî
2. Navên ku bi paşgînên
" atî, û î " tên sazkirinê.
3. Navên  raderî
 

1. Navên ramanî

Nêrza           Sewda, rih, derd, hiş,...
Mêza            Hêz, hêvî, tirs, saw,... 

2. Navên jêbirînî

a               Reşatî, serokatî , koratî, mirovatî,....
                 Hevaltî , biratî, zavatî, feqîrtî,..
î                  Erzanî,  xweşî, hogirî, giranî, rebenî,...  

3. Navên raderî

Ev nav raderên lêkeran bi xwe ne. Dema ku wek nav tên bikaranînê:

n                 çûn, man, bûn, dan,..
in                 birin, kirin, hatin, firotin,..
în                 anîn, kirîn, nalîn, revîn, firîn,...
andin            kelandin, tirsandin, kenandin,

Bi du awayên din nav di zimanê kurdî de par dibin. Nasnav û gelempernav:

 a. Nasnav

Ev nav mirovekî yan tiştekî bi tenê binav dikin û ew tişt yan ew kes bi wî navî xuya ye. Nasnav, navên tiştan, jinan, mêran û welatan in.
Mînak:Kurdistan, Afrîn, Kobanî, Hêzil, Ferad, Bagok, Botan, Qamişlo, Şêrîn, Zêrîn, Azad, Reşo, Dîcle,..

Nasnav herdem bi tîpa gir dest pê dikin û dibe ku bi tevayî  jî, gir bên nivîsandinê.
Ez diçim Qamişlo.
Rêzan Gulê li Amedê dît.
 

Di kurdî de nasnav ev in:

1. Navên kesan( Rastnav )

Ev navên mirovan in.
Mînak: Bêrîvan, Egîd, Simko, Rewşen, Sêvê, Temo, Azad, Raperîn, Rêwîn,...

Ev nav ji sê navan pêk tên:  
1. Navê pêşî             Azad ( navê kesekî ye )
2. Navê bav             Şivan ( Şivan bavê Azad e )
3. Navê malbatî        Temo ( Şivan ji mala Temo ye )

Azadê Şivanê Temo  yan jî, Azadê kurê Şivanê Temo.

2. Navên malbatî

Bedirxanî, Osmanî, Pehlewî, şikakî,...

3. Navên nijadî

Kurd, Faris, Ereb, Tirk, Ermen,...

4. Navên erdnîgarî

Navê welatan                    Kurdistan, Misir, Filestîn, Çîn,
Navê bajaran                    Amed, Şirnex, Qamişlo,             
Navê çiyan                       Bagok, Gebar, Cûdî, Agirî,
Navê çeman                     Hêzil, Ferad, Dîcla, Xabûr,
Navên cih û deran             Botan, Xerzan, Hesinan,

Herwiha navên gundan jî, ji nasnavan tên hejmartinê.

 

b. Navên Celeb

Ev nav her tiştên ji beşekî, babetekê yan jî, celebekî binav dikin.
Mîna: Çiya, Bajar, welat, mih, bizin, beran, ga, mirov,

Navên celeb bi du beşan tên parkirinê:
1. Navên Beş

Ev nav bi kêrî navkirina tiştên ji celebekî yan beşekî tên.
Mînak: Mih, balinde, çiya, mirov, lawir, candar,...

2. Navên kombêj

Ev nav bi kêrî navkirina parçeyekî yan jî, komekê ji navekî beş tên.
Mîna: Lek, kerî, ref, selef,...

Kerîyek pez.
Refek balefir.
Selefek siwar.

Navên Celeb bi awayekî din bi sê beşan tên parkirinê:
A. Navên Cih ( lûs )
B. Navên Alav ( amraz )
C.Navên dumil

A. Navên Cih

Ev nav derekê, cihekî yan jî, warekî bi nav dikin.
Mînak: Xanî, meydan, dibistan, forotgeh, nexweşxane, mûristan, çayxane,...

Navên cih du beş in:

1. Xweber

Navên cihîn yên xweber bi xwe cihekî yan jî, derekê bi nav dikin.
Mînak: Keleh, bazar, bênder, xanî, şikeft,...

2. Sazber

Navên cihîn yên sazber ji nav û bêjeyên din bi yekgirtina paşgînan tên çêkirinê. Paşgînên ku navên cihîn  saz dikin ev in: Istan, geh, zar, xane, lîn, dîn,..

Istan     Kurdistan, Hindistan, Erebistan, gulistan,   goristan, mûristan, karistan, daristan,...
Geh       Dengeh, lîzgeh, çêregeh, bargeh,   zanîngeh, kargeh, tomargeh, ….
Zar
        Çîmenzar, gulzar,...
Xane      Mêvanxane, nexweşxane, dermanxane,
Lîn         Kulîn, hêlîn, xwêlîn, biriqlîn,...
Dîn         Kadîn,...

 

B. Navên Alav

Ev nav bi kêrî navkirina alavekî (amraz, destek) tên. Mînak: Şûr, kêr, birek, badek, xame,...
Ev jî, du beş in:

1. Alavên Xweber

Navên ku ji xweber alav in, wek: Qelem, kevçî, bivir, tevşo,...

2. Alavên Sazber

Ji bêjeyên din bi alîkariya paşgînan çêdibin. Paşgînên ku navên alav saz dikin ev in:                 

Ek, dan, cîv, ing, ar,.. 

Ek                Birek,badek, pêçek,
Dan             Çaydan, xwêdan, xwelîdan, kildan, kevçîdan
Çîv              Kilçîv
Ing              Bêjing, hevring, saring
Ar               Xîzar  

Gelek nav bi  (ing)  dawî dibin, lê ne alav in. Wek: Ziving, rojing,...

 

C. Navên Dumil

Navên dumil bi du awayan çêdibin:

1. Hevbend

Ev nav bi çar awayan çêdibin:

- Nav û rengdêr               Girsor, rûreş, dilpak,
- Du  nav                         Marmasî, sîrdim, biramak,
- Nav û hoker                  Berçavk, bermalî, navmalî,
- Nav û lêker                   Gerav, bager, dermansaz..

2. Navên xurdezad:

Ev nav bi alîkariya paşgînan çêdibin. Mîna:
Gûn             Argûn, pargûn
N                 Xewn, tevn

Ji bilî nasnavan hemû celebên navan bi tîpa hûr tên nivîsandinê eger ev nav ne di destpêka hevokê de bin.
Ez diçim welat.  
Azad ji bajêr tê.
Min Zoro li daristanê dît.

Zayenda navan      

Di zimanê kurdî de du zayend hene: Nêr û mê.  Ev zayend bi du beşan par dibin:

Rasteza :  

Navên ku bi rastî nêr in yan jî, mê ne.
Mînak:
Navên bi rastî nêr               Xort, mêr, ga, beran,
Navên bi rastî mê                Keç, jin, çêlek, mih, bizin,..

Gumanza :

Navên ne nêr û ne mê ne. Lê di zimên de mîna rastezayan hin nêr û hin mê tên bikaranînê. Dema em bixwazin navekî ji van nas bikin ku nêr yan mê ye, emê hevokekê bi vî navî saz bikin. Gava paşgîna " ê " bistîne, ev nav  nêr e, lê gava " a " bistîne mê ye. Mînak:    
Dil                Dilê germ.
Çiya             Çiya Cûdî.
Çem             Çemê Dîcle pêlan dide xwe.

Navên : Dil, çiya û çem ne nêr û ne mê ne, lê di zimên de mîna navên nêr tên bikaranînê, jiber ku di hevbendiyê de " ê " distînin.

Av               Ava kaniya me zelal e.
Şoreş           Şoreşa Kurdistanê pêş de diçe.             
Gul              Gula  sor.                                                

Navên  Av, şoreş û gul  ne nêr û ne jî, mê ne , lê di zimên de mîna navên mê tên bikaranînê û paşgîna " a " di hevbendiyê de distînin.

        

Navên Nêrza

Navên nêrza du beş in:

Rastezayên nêr

Ev nav bi rastî zayend nêr in. Nêrza jî, di Kurmancî de ev in:
Navên mirovên nêr             Mêr, law, kur, zilam, zava,
Navên mêran                    Azad, Zerdeşt, Hogir,
Navên lawirên nêr              Beran, nêrî, ga, dîk, beraz,

Gumanzayên nêr    

Ev nav bê zayend in, ne nêr û ne mê ne. Lê di zimên de mîna navên nêr tên bikaranînê. Mînak: Xanî, guh, çiya, çem, nan, dil, serî, kevir, dest, kon, gopal,
Navên nêr paşgîna " ê "  di forma hevbendiyê de distînin. Mînak:
Xortê şoreşger.
Lawê Medya.
Reşo kurê Zoro
Hogirê leheng.
Beranê tov.
Ga cot.
Nanê sêlê.
Çemê Ferat.

Navên mêza

Navên mêza du beş in: Rastzayên mê û gumanzayên mê.
Rastezayên  mê bi rastî zayend mê ne. Rastezayên mê jî, ev in:
Navên kesên mê                Jin, keç, bûk, dê, xûşk, met,
Navên jinan                      Şêrîn, Narîn, Dîcla, Gulê,
Navên lawirên mê              Mih, bizin, çêlek, mirîşk, dêl,...

Gumanzayên mê

Ev nav bi rastî ne nêr û ne mê ne, lê di zimên de mîna navên mê tên bikaranînê û paşgîna  " a "  distînin. Mînak: Teşt, çal, dar, rê, pênivîs, berf, av, şoreş, tirs, hêvî, birîn, kel,...

Ji gumanzayên mê re rêzanek heye. Ew jî ev e:

Ev beşên navên razberî herdem mê  ne:
Navên jêbirînî
Navên ku bi  " atî, tî û  î " dawî dibin. Ev nav herdem mê ne û paşgîna  " a " distînin. Mînak:Serokatî, koratî, mirovatî, reşatî, hevaltî, biratî, bijartî, zavatî, erzanî, xweşî, hogirî, giranî,...

Navên raderî
Navên raderî raderên lêkeran in û herdem mê ne. Mînak:
Kirin, çûn, hatin, man, hebûn, firîn, firotin, ketin, lerizandin, damezirandin, firandin, kelandin,...
Navên zayend mê di hevbendiyê de herdem paşgîna " a " distînin. Mînak:

Çala avê.                Berfa sipî.
Keça şervan.           Jina azad.
Bizina kej.               Miha  qer.       
Şêrîna jîr.               Hevaltiya gelan.      
Xweşiya  çiyan.       Hebûna zimên.
Çûna zozanan.         Hilkişandina çiyan.

 

Navên duzayend ( Nêremê )

Navên du zayend li gor kesê ku mirov liser diaxive carna nêr û carna mê ne, yan ku jibo nêr û jibo mê jî, tên bikaranînê. Mîna navên : Heval, yar, dijmin, dost, karker, mamoste, şervan, hogir, şoreşger, ...

Ev nav û yên mîna wan dema bi navekî nêr re hevbend dibin " ê " distînin û dema bi yekî mê re be paşgîna " a " distînin. Mînak:

Hevalê dilsoz  ( dema heval nêr be - xort, mêr )
Hevala dilsoz  ( dema heval jin be )
Herwiha em dibêjin:
Yarê delal                                  Yara delal
Dostê çeleng                              Dosta  dilsoz
Mamoste dibistanê                   Mamosteya  dibistanê
Şervanê azadiyê                         Şervana  azadiyê
Karkerê jîr                                  Karkera  jîr
Şoreşgerê  kurd                          Şoreşgera  kurd
Dijminê hov                                Dijmina  hov
Evîndarê welat                            Evîndara  welat
Xebatkarê hêja                           Xebatkara  hêja
Têkoşerê gernas                         Têkoşera  gernas
Hogirê min                                  Hogira  min

Navên nêr

1- Navên mirovên nêr : Bav , ap, xal, zava,
2- Navên candarên nêr: Ga, beran, dîk, ...
3- Navdêrên hejmarî: Du, sê, çar, pênc, deh, sed, hezar,... lê  yek mê ye.
4- Navên rengan: Sor, zer, kesk (heşîn ), qehweyî, agirî...
5- Navên gewher û madenan: Hesin, zêr, zîv,…                                        Derî vê rêzê hilberînên petrol û komirê mê ne: Mazot, benzîn, komir, ..
6- Berhemên candaran: Goşt, penîr, mast, nîvişk, şîr,…
Derî vê rêzê:  hêk, hirî û liva mê  ne.
7- Mêweyên ( fêkî ) hişk: Hejîr, mewîj, ...
8- Darên hişk: Dar, tîrek, ço, ..
9- Hemû avên herik: Çem, cobar, ...
Derî vê rêzê  co û sûlav  mê ne.
10- Qût û dexil û hemû celeb navên wan: Qut, dexil, genim, ceh,…          
11- Endamên laşê mirov yên der ve hemû nêr: Serî, çav, guh, dest, çerm, zik,                                                                                                
Navên mê

1- Mirovên mê û navên wan:Dê, xwîşk, met, bûk, şêrîn, Lîlav, Şermîn, Nermîn, Çîmen, Sûlav, Laliş, Narîn...
2- Hemû candarên mê : Mî, bizin, çêlek, mirîşk, mehîn, dêlik,...
3- Avên aram ( sekinî ): Derya, gol, bîr, çal, Derî vê  rêzê delav nêr e .
4-Navên erdnîgarî  yên bajar, gund, çiya, deşt û welatan: Amed, Xanik, Bagok, Heran, Kurdistan,...
Derî vê rêzê  navên çeman  nêr in: Ferad, Xabûr, ….             
5- Êwirgeh: Şikeft, bereh,...
Derî vê  rêzê kon, xanî, axwir û stewl nêr in.
6-  Navgînên siwariyê: Otomobîl, taksî, tirên, firok, keştî....
7- Tiştên ji asîmanan tên jêr û heyînên asîmanî: Baran, berf, stêr, roj, heyv,...                                                                    
Derî vê  rêzê ba û ewir û asîman  nêr in.
          
8- Nexweşî, êş û navên nexweşiyan
9- Xwarinên pijandî  û tiştên xwaringehê, lê  nan, goşt, kefçî û çetel  nêr in.
10- Navên mûzîk  û nivîsandinê.
11- Navên sîleh û çekan, lê çekên sipî: şûr, gurz, doqik, bivir, şeşperî ,nêr  in.
12- Navên ku bi " î " , " ahî ", " tî " û "atî" dawî dibin: Erzanî, meznahî, hevaltî, biratî,  ...
13- Navên tîpên  abc
14- Darên heşîn ( ter )
15- Navên gulan
16-Navên pirtûk  û pergalên nivîsandinê: pel, kaxiz, pênûs,...
17- Pût û celebên giyayên ku dibin pût jibo candaran, lê ceh nêr e
18- Hemû navên raderî ( raderên lêkeran ) : çûn, hatin, birin ,...
19- Endamên laşê mirov yên hundir tev mê ne : ceger, rovî, kezeb,...lê  dil  nêr e.
20- Navên sal, hefte, rojên hefteyê, meh û demsalan hêmû mê  ne.
 

 

 

 

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de