|
|
Lêker û
rastnivîsandina lêkeran 2
Selîm Biçûk
Komên Lêkeran
Di zimanê kurdî de lêker bi çend koman par ve
dibe.
Ev kom jî, ev in:
1. Lêker bi hebûn û tunebûna berkar bi du beşan
par ve dibe:
a. Lêkerên derhingêv
Ev lêker di hevokê de berkarekî durust dixwazin.
Wek lêkerên : Birin, nivîsandin, rakirin,
hilgirtin, xwarin, vexwarin, dîtin, ....ûwd
Dema em hevokekê bi lêkerekê ji van saz bikin,
mîna " hilgirtin " . Min hilgirt. Ên ku li me
guhdarî dikin dipirsin: Gelo vî çi hilgirt? Ji
ber ku hevok kêm e. Lê ger min got: Min bar hilgirt . Yan jî : Min al hilgirt, hingê kêmahî
di hevokê de namîne û wateya xwe bi temamî dide.
Ji ber ku lêkera "hilgirtin" derhingêv e, di
hevokê de berkarekî durust dixwaze. Di hevokên
jor de, bar û al berkarên durust in. Di buhêrkê
de lêkerên derhingêv bi cînavên kesok, awayê
tewandî re (min, te, wî, wê. me, we, wan) tên
bikaranînê. Lê di nihokê de bi awayê rast re (ez,
tu, ew, em , ew, hûn, ew) tên bikaranînê.
Herwiha di pêşedemê (mandê) de jî, bi awayên
rast re tên bikaranînê.
b. Lêkerên nederhingêv
Ev lêker di hevokê de berkaran naxwazin.
Hevok bêyî berkar wateya xwe dide. Bi lêker û
kiryar hevok bê kêmahî durust dibe, mîna lêkerên
: Hatin, çûn, mirin, razan, bûn , man, rabûn,
ponijîn, girîn, firîn, ketin, .... ûwd.
Ez firîm.
Tu diçî.
Ew ê bimire.
Hûn radizên.
Ew ê bikevin.
Ev hevokên li jor bi lêker û kiryar tenê wateya
xwe durust distînin. Lêkerên nederhingêv di her
çaxan de bi awayê rast re yê cînavên kesok tên
bikaranînê, an ku bi cînavên (ez, tu, ew, em,
hûn, ew) re tên veguhastinê.
Bi du bêşên din lêker tên parvekirinê :
1. Lêkerên sazber (birê)
2. Lêkerên guhber (bêrê)
1. Lêkerên sazber
Di van lêkeran de hemû çax ji koka raderê tên
bikaranînê û li gor rêzaneke durust tên
veguhastinê.
Lêkera (kirîn)
Koka dema berê kirî
Koka dema niha kir
Min kirî (buhêrk)
Ez dikirim ( nihok )
Ez ê bikirim ( mand )
Bikire (fermanî)
Herwiha koka demê mîna xwe dimîne û pêşgîn û
paşgînên kes û deman pê ve dibin.
2. Lêkerên guhber
Di van lêkeran de, hemû çax ji koka raderê
dernakevin.
Di navbera rader û fermaniyê de newekhevî heye.
Ev lêker jî, du beş in:
a. Biramak
Di van lêkeran de, di fermaniyê de tîpên derî
raderê hene:
Rader KDB KDN
Ferman
avêtin avêt avêj
bavêje
dotin dot doş
bidoşe
firotin firot firoş
bifiroşe
ketin ket kev
bikeve
kotin kot koj
bikoje
mêtin mêt mij
bimije
rêtin rêt rij
birije
Di lêkerên biramak de, tîpên ketî ( windabûyî )
ji raderê, di fermanî û nihokê de careke din
vedigerin. Avêtin: Koka wî kevin
(avêjtin e). Tîpa (j) dîsa vedigere. Herwiha:
dotin doştin
firotin firoştin
ketin kevtin.
kotin kojtin
mêtin mijtin
rêtin rijtin
b. Lêkerên dubirak
Di van lêkeran de fermanî ne ji koka raderê ye,
an ku fermanî û rader ne yek in:
Rader KDB KDN
Ferman
gotin got bêj
bibêje
anîn anî în
bîne
hatin hat tê
were
Di van lêkeran de tenê bi bihîstinê mirov
fermanî û (KDN) nas dike.
Lêker bi sê awayên din tê parvekirinê:
1. Lêkerên dîdar.
2. Lêkerên nedîdar.
3. Lêkerên kesok
1. Lêkerên dîdar: Kiryarên van lêkeran diyar in
û tên naskirinê.
Rûkenê bar hilgirt. (Rûken)
Reşo Soro dît ( Reşo)
2. Lêkerên nedîdar: Kiryarên van lêkeran nayên
naskirinê ew jî, du awa ne.
a. Awayê hatin - kirinê.
b. Awayê dane - kirinê.
a. Awayê hatin - kirinê
Bi alîkariya lêkera (hatin) tên sazkirinê.
Kiryar, nediyar e, mirov nizane kî bi kar rabûye.
Lê tenê mirov dizane ku bûyer pêk hatiye û kar
hatiye kirinê.
Sazî hat damezirandinê.
Welat hat avakirinê.
Deng hat bilindkirinê.
b. Awayê dane - kirinê
Bi alîkariya lêkera (dan) tên sazkirinê. Nayê
naskirinê kî bi kar radibe, lê tenê mirov dizane
ku kesekî nediyar kar daye kirinê, yan jî,
kesekî diyar kar dide yekî nediyar ji bo bike.
Min şal û şapikê xwe dan dirûtinê.
Te kirasek da çêkirinê.
Rojda têkoşînê dide meşandinê.
Di lêkerên nedîdar de tenê lêkera alîkar tê
veguhastinê, lê lêkera din di awayê raderî de
dimîne û mîna nav tê tewandinê. Herwiha ku lêker
cemkirî be, ji hev qut nabe, mîna:
Yekîtiya gel tê avakirinê.
Ji bo ev lêker ji navan bê cudakirinê, dawiya wê
tîpa ( ê ) distîne.
3. Lêkerên kesok
Ev lêker bi hevkariya du cînavên kesok tên
sazkirinê.
Min xwe dît.
Te xwe avêt.
Eger lêker nederhingêv be ( bi ) dikeve navbera
herdu cînavan.
Ez bi xwe razam.
Ew bi xwe çû.
Em bi xwe hatin.
Eger di lêkera derhingêv de berkar hebe, dîsa
(bi) dikeve navbera herdu cînavan.
Wî bi xwe xwe kuşt.
Min bi xwe gul çand.
Lekêrên kesok bi alîkariya cînavê kesok (xwe)
tên sazkirinê. Dema ku berkar û kiryar di hevokê
de yek kes be hingê, xwe şûna berkar digire û
lêkera kesok tê çêkirinê.
Lêker bi sazkirina xwe jî, bi sê beşan par ve
dibin:
1. Lêkerên hîmî
2. Lêkerên afirandî
3. Lêkerên cemkirî
1. Lêkerên hîmî
Rayên van lêkeran, ne mîna navan tên bikaranînê,
ji bo çêkirina demên niha, bihurî û mandê tên
bikaranînê:
Rader K.D.B K.D.N
ketin ket kev
dan da d
bûn bû b
kirin kir k
çûn çû ç
birin bir b
2. Lêkerên afirandî
Ev lêker ji nav û rayên lêkeran saz dibin.
Lêkerên nederhingêv bi alîkariya (în) û yên
derhingêv bi alîkariya
(andin) çêdibin.
Mînak 1
Nav nederhingêv derhingêv
ger gerîn gerandin
rev revîn revandin
tirs tirsîn tirsandin
kel kelîn
kelandin
hej hejîn
hejandin
ken kenîn kenandin
Mînak 2
nederhingêv
KDB KDN derhingêv
nalîn
nalî nal nalandin
nivîsîn nivîsî
nivîs nivîsandin
firîn firî
fir firandin
kişîn kişî
kiş kişandin
weşîn weşî weş
weşandin
barîn barî
bar barandin
tewîn tewî tew
tewandin
kewîn kewî kew
kewandin
lorîn lorî
lor lorandin
3.
Lêkerên cemkirî
Ev lêker bi hevxistina parçeyên jêr saz dibin:
1. Pêşgîn
2. Nav yan jî, rengdêr
3. Lêkerên alîkar
Pêşgînên ku lêkerên cemkirî saz dikin, ev in:
hil, ve, vê, da, rû, wer, der, ber, bin, pey,
paş, pêş, ra, jê, tê, lê, pê, jev, lev, pev ...
ûwd.
1. Pêşgîn û lêkera alîkar:
Hilgirtin, vegirtin, rêxistin, wegerandin,
dagirtin, rûniştin, berxistin, derxistin, derbûn,
serkevtin, pêşxistin, paşxistin, lêxistin,
pêketin, levkirin, jêkirin, rakirin, têkçûn,
lêkirin, jevkirin, pevçûn, pevketin, levxistin,
peyketin, peyxistin,...
2. Nav û lêkera alîkar:
Bersivdan, rêxistin, cihgirtin, gilîkirin,
hînbûn, pêketin, rêveçûn,...
3. Rengdêr û lêkera alîkar:
Sarkirin, sorbûn, korbûn, reşkirin, dûrketin,
xweşbûn, xweşkirin, şaşman, germbûn, zerkirin,
zerbûn, geşbûn, geşkirin, xurtkirin,
Nasîn
Di lêkerên cemkirî de, eger lêkera alîkar (parçeyê
dawî ji Lêker) derhingêv be, lêkera cemkirî
derhingêv e. Eger ev parçe nederhingêv be, lêker
bi tevayî jî, nederhingêv e.
Çêkirina lêkeran
1. Çêkirina lêkerên nederhingêv û yên derhingêv:
a. Ji navên raderî bi dûxistina paşgîna (andin)
lêkerên derhingêv yên afirandî tên çêkirinê û bi
dûxistina paşgîna (în) lêkerên nederhingêv yên
afirandî tên çêkirinê:
Navê raderî derhingêv nederhingêv
leriz lerizandin
lerizîn
meş meşandin meşîn
rev revandin
revîn
bez bezandin
bezîn
ger gerandin
gerîn
ken kenandin
kenîn
tirs tirsandin
tirsîn
kel kelandin
kelîn
bar barandin
barîn
reng rengandin
rengîn
sot sotandin
sotîn
pêç pêçandin
pêçîn
dom domandin
domîn
b. Ji navan bi dûxistina lêkera alîkar (kirin)
lêkerên derhingêv çêdibin û bi dûxistina (bûn)
yên nederhingêv çêdibin.
Nav derhingêv
nederhingêv
zêr zêrkirin
zêrbûn
zîv zîvkirin
zîvbûn
kar karkirin
karbûn
çem çemkirin çembûn
bar barkirin
barbûn
par parkirin
parbûn
gêr gêrkirin
gêrbûn
rê rêkirin rêbûn
mehr mehrkirin mehrbûn
kaş kaşkirin
kaşbûn
Herwiha ji navan bi alîkariya gelek lêkerên
derhingêv, lêkerên derhingêv çêdibin:
Sûndxwarin, rêxistin, rêbirîn,...
Bi alîkariya yên nederhingêv jî, lêkerên
nederhingêv yên nû çêdibin: Rêketin, rêveçûn,...
c. Ji rengdêran bi dûxistina lêkera alîkar (kirin)
lêkerên derhingêv û bi dûxistina lêkera (bûn)
lêkerên nederhingêv çêdibin.
Rengdêr derhingêv nederhingêv
reş reşkirin reşbûn
xweş xweşkirin xweşbûn
germ germkirin germbûn
sor sorkirin sorbûn
dîn dînkirin
dînbûn
zer zerkirin zerbûn
Herwiha dema lêkera alîkar derhingêv be, lêkera
çêkirî jî, derhingêv e, lê dema nederhingêv be,
ya çêkirî jî, nederhingêv
e.
2. Çêkirina lêkerên cemkirî:
Lêkerên cemkirî bi têkilbûna nav, rengdêr û
pêşgînan bi lêkerên alîkar re saz dibin.
a. Pêşgînên ku bi lêkerên alîkar re, lêkerên
cemkirî çêdikin ev in:
Hil, ve, vê, da, rû, wer, der, ber, bin, ser,
pey, nav, paş, ra, jê, tê, lê, pê, jev, lev, pev,
tev, di ser re, di rex re, di nav de, di şûn de,
di pêş de, bi paş de, bi ser de,... ûwd.
Mînak:
Hilkirin, hilbûn, hildan, hilgirtin, vebirîn,
vebûn, vedan, vekirin, vegirtin, vegerandin,
veşartin, vejînandin, rakirin, rabûn, raketin,
raxistin, razan, wegerandin, daxistin, dagirtin,
rûniştin, bergirtin, derketin, derkirin, derbûn,
serkevtin, ser xwe bûn, pêş xistin, paş ketin,
pey xistin, pey man, lev hatin, jev
ketin, jev çûn, pev ketin, pê xistin, jê kirin...
b. Nav û lêkerên alîkar:
Sozdan, bersivdan, rêxistin, cihgirtin, kardîtin,
bînkişandin, gilîkirin, hînbûn, hînkirin,
rêketin, cemkirin, karkirin, dersdan,
malbarkirin, guhbirîn, serlêdan, rêbirîn...
c. Rengdêr û lêkerên alîkar:
Korbûn, sarbûn, korkirin, sarkirin, dûrketin,
dûrbûn, dûrkirin, dûrxistin, sorkirin, sorbûn,
sazkirin, sazbûn...
|