Axaftin · Berlîn 1995

Rastnivîsa zimanê kurdî — Kurmancî

Ev nivîs di komcivîna zimanê kurdî ya navnetewî de ku li Berlinê, di 06-08.01.1995an li dar ket, hat pêşkêşkirin û di kovara Lêkolîn ya Instîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistiyê, li Berlinê No: 5 meha adara 1995 hat weşandin (ISBN: 3-930943-07-7)

Dema mirov li ser rastnivîsa Kurdî dipeyîve, di serî de, rêzimanê kurdî tê bala mirov. Tevî ku hin hêlên rastnivîsê yên serbixwe hene, lê ji rêzimên cuda nabe. Rênivîs bi tevayî, di bin banê rêzimên û rêzanên rêzimanî de, dicive. Di rastnivîsê de, sê hêlên bingehîn xwe ber bi çav dikin:

1. Rastnivîsa dengan

2. Rastnivîsa peyvan, ev jî , dibe du beş:

2.1. Rastnivîsa ferhengî (Lexicology).

2.2. Rastnivîsa rêzimanî

3. Rastnivîsa hevokan.

1. Rastnivîsa dengên Kurdî

Dengên, di zimanekî de, bi tîpan tên pê. Bi tevayî ev deng alfabe saz dikin. Di alfabeya Kurdî de, sî û yek tîp hene. Ev deng (tîp), ji hêla zimanzan û rewşenbîrê Kurd CELADET BEDIRXAN ve bi alîkariya rewşenbîrên derdora wî hatine pejirandin. Piştî xebata nêzî şêst salan, van dengan bikêrhatina xwe ji bo zimanê Kurdî diyar kirine. Tîpên kurdî yên latînî ev in:

Gir: A B C Ç D E Ê F G H I I J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z

Hûr: a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z

Nivîsîna tîpan

Peyvên kurdî herdem bi tîpên hûr tên nivîsandin. Lê, di rewşên jêrîn de, tîpa gir tê nivîsandin:

a: Nasnav bi tîpa gir dest pê dike yan jî, bi tevayî gir tê nivîsandin.

Azad AZAD

Hewes HEWES

Bagok BAGOK

Dîcle DICLE

Amed AMED

Kurdistan KURDISTAN

b: Hevok herdem bi tîpa gir dest pê dike.

Şoresa Kurdistanê xwe gihandiye koçbera şerê gelî. Di şerê gelî de, hemû hêzên civatê dibin eniyên cengê. Di Kurdistanê de îro, her gund, her bajar û her beşê civatê, li hember dijmin eniyeke cengê vekiriye.

c: Dema mirov ji bo balkêşiyê bixwaze peyvekê yan hevokekê berçav bike, dikare bi tîpên gir û di nav du kevankên hûr de, binivîse.

Li Kurdistanê “ÇAPKIRINA” pirtûkan qedexe ye.

Ji “ SERXWEBÛN AZADIYÊ” bi rûmetir tiştek nîn e.

ç: Sernivîsên gotar û nivîsaran bi tîpên gir dest pê dikin yan jî, bi tevayî gir tên nivîsandin.

Şoreşa Rewşenbîrî yan Rewşenbîrên Şoreşger

ŞOREŞA REWŞENBIRÎ AN REWŞENBÎRÊN ŞOREŞGER

d: Navên pirtûk, rojname û kovaran bi tîpên gir tên nivîsandinê.

WELATÊ ME

REWŞEN

RASTNIVISA ZIMANÊ KURDÎ

e: Textik, depik û pankertên bangeşiyê bi tîpên gir tên nivîsandin.

BERXWEDAN JIYAN E!

AN SERKEVTIN AN SERKEVTIN !

JI BO AŞTIYÊ EM DIMEŞIN!

Qeyd û rêzanên nivîsîna tîpên dendar

1. Di peyvekê de û li dû hev du dengdar nayên. Di vê rewşê de, tîpa (y) wan ji hev cuda dike. Dengdarên (ê) û (î) xwe kurt dikin û dibin (i).

Duemîn - Duyemîn

Dirêjaî - Dirêjayî

Paleî - Paleyî

Azadîa gel - Azadiya gel

Gundî - Gundiyek

Xanî - Xaniyek

Rê - Riya mirovayiyê

Dê - Diya min

Pê - Piyê min

Gelek caran tîpên dengdar bi tîpên (h,w) ji hev cuda dibin:

Mirovaî Mirovayî Mirovahî

Reşaî Reşayî Reşahî

Paleî Paleyî Palehî

Duemîn Duyemîn Duwemîn

Serşoa malê Serşoya malê Serşowa malê

Dûê reş Dûye reş Dûwê reş

Dema tîpa (w) tîpên (u,û) ji hev cuda dike, ev tîp dikarin bibin (i):

Dûyê reş Dûwê reş Diwê reş

Her wiha tîpê (uy, ûy) jî, dibin (iw).

Duyemîn Duwemîn Diwemîn

Dûyê êgir Dûwê êgir Diwê êgir

2- Eger herdu tîpên dengdar ji hev bin yan nêzî hev bin, yek dikare bikeve û cihê xwe bide ya din.

Pale Paleya jîr Pala jîr

Ka Kaya nîska Ka nîska

Mamoste Mamosteya Kurdî Mamosta Kurdî

Mamoste Mamosteyê Kurd Mamostê Kurd

3- Tîpa (u) bi tîpa (x) re dikare bibe (wi).

Xunav Xwinav

Xundekar Xwindekar

Xudan Xwidan

4- Eger daçekên lêkerî (di, bi) bi lêkereke ku bi dengdarekê dest pê dike re, hatin, ev daçek dengdara xwe (i) davêjin.

Ajotin biajo bajo diajom dajom

Axaftin biaxive baxive diaxivim daxivim

Anîn biîne bîne diînim dînim (tînim)

Dubarekirina tîpên bêdeng

Di peyvekê de û li dû hev du tîpên mîna hev nayên. Di vê rewşê de, tîpek jê dikeve û cihê xwe dide ya din.

Yek-kîte Yekîte

Pak-kirin Pakirin

Paşşîv Paşîv

Xurt-tir Xurtir

Rast-tir Rastir

Di hin mercan de, peyva hevdinanî ji hev cuda dibe, hingê tîpa ketî dîsa vedigere:

Pakirin Dilê xwe pak bike

Eger herdu tîp di du peyvan de bin tên nivîsandinê, lê yek jê nayê xwendinê:

Ez di gund de bûm (gun de)

Dengbêj jî hene (dengbê jî)

Di ser re neçe (di se re)

Dengên nêzî hev tên nivîsandinê lê nayên xwendinê.

Rind Rindtir (Rintir)

Bilind bilindtir (Bilintir)

Bi tu awayî tîpên tirkî (ı, i ) cihê tîpên (i, î ) nagirin. Daxwaza guherîna wan metirsiyeke mezin bi xwe re tîne. Guherînên di dengên Kurdî de bên kirin pêwîst e li ser bingeheke zanistî bin.

2- Rastnivîsandina peyvan

a: Rastnivîsîna peyvan ji hêla ferhengî ve (LEXICOLOGY)

Babeta vî beşî lêgerîn û lêkolînên li ser peyvên ku di zimên de, tên bikaranînê ye. Rastnivîsîna peyvên bingehîn di zimanê Kurdî de û guherînên wan yên dîrokî û devikî diyar dike. Bi çi rêzan û qeydan mirov li koka peyvê dikole û rastiya wê derdixe û zelal dike. Em dikarin di vê hêlê de, van cureyan berçav bikin:

1- Peyvên ku dengê (i ) dixin:

Sipas Spas

Sipartin Spartin

Sitêrik Stêrk

Sitiran Stiran

Bi baweriya min ev rewş ji hîkariya hin zimanên biyanî tê. Di van zimanan de, dengê (i) ji navbera (s) û (t), (s) û (p) dikeve. Lê di Kurdî de, pêwîst e ev deng bimîne. Ji ber ku ketina wî, dengekî bingehîn ji peyvê dixe.

Peyvên mîna ziman, zindan, giran, biha, bihar, mijar, bingeh ûwd. Bê guman avêtina dengê (i) ji van peyvan şaş e.

2- Bihevguherîna dengdaran

Di zimanê kurdî de, gelek caran tîpên dengdar bi hev tên guherandinê. Ev jî dibe sedema nivîsîna peyvê bi awayekî nû.

Heyv Hîv (ey) bûye (î)

Gasin Gêsin (A) bûye (ê)

Cewal çiwal (c) bûye (ç) û (e) bûye (i)

Bagîr Belgîr Bergîl (a) bûye (e) û (r) bûye (l)

Bihar Buhar Behar Bahar

Di kurdî de (eh) dibe (a):

çehv çav

Xwehr Xwar

Behr Bar

Sehr Sar

Kehr Kar

Mehr Mar

Keh Ka

(ih) dibe (î ):

Cih Cî

Sih Si

Mih Mî

Bih Bî

Rih Rî

Tirih Tirî

Bihn Bîn

(uh) dibe (o) yan jî (û):

Cuh Co

Duh Do

Buhtan Botan

Cuht Cot

Duhtmam Dotmam

Cuhtin Cûtin

Suhtin Sûtin

Nuh Nû

Di van rewşan de, her dem tîpa dengkurt cihê xwe dide ya dengdirêj

3- Peyvên hevwate

Ev peyv bi yek wateyê tên bikaraanîn.

Peyv Şor Xeber Axiv Qise Şitexalî Bêje

Şerm Fihêt

Şeref Rûmet

Wisa Wilo Wer Werge Wanî

4- Guherîna cihê dengekî ji peyvê

Li gora herêman dengek ji peyvê cihê xwe diguherîne.

Berf Befîr

Derwêş Dewrêş

5- Peyvên biyanî

Mîna her zimanî, Kurdî jî, gelek peyvên biyanî ji derdorên xwe di nav xwe de civandine. Peyvên ku hevwateyên wan bi kurdî hene pewîst e mirov hêdî hêdî bikaranîna wan kêm bike û di cihê wan de, yên bi kurdî bixebitîne, heta ku ji ber xwe ji nav ziman derkevin. Lê, yên ku hevwateyên wan nîn in wê mîna xwe bimînin piştî ku kirasekî kurdî bê lêkirin. Ji van peyvên ku ji Erebî hatine:

Şerbet, Himam, Hêsîr, Hebis, Şeref (Noşav, Serşok, Dîl, Girtîgeh, Rûmet)

Lê peyvên teknîkî û zanistî her mirov mîna zimanên din digire.

6- Dengê (k) û (q)

Di kurdî de dengê (q) pir kêm tê bikaranîn. Pir caran jî, vî dengî cihê (k) girtiye.

Dalikandin Daliqandin

Lik Liq

Xelk Xelq

Kakil Qaqil

Fîkîn Fîqîn

7- Dengê ( ﻉ) ya Erebî

Li gora hin herêman dengê (a) kurt dibe, xwe bi (e) diguherîne piştî ku (ﻉ ) a erebî bi dû ve dibe:

Asmam ﻉ esman

Kanî Ke ﻉ nî

Masî Me ﻉ sî

Tal Te ﻉ l

Di nivîsînê de, ev peyv bi hêsanî vedigerin ser reseniya xwe. Di hêla ferhengî de, pêwîstiyeke mezin bi lêkolînên zanistî heye.

Bi xebatên tevayî, ji hêla sazgehên zimanî ve, mirov dikare bigihîje encamên baş.

b: Rastnivîsîna ji hêla rêzimanî ve:

Hemû rêzan û qeydên rêzimanî yên di rastnivîsîna peyvan de bi kar tên babeta vî beşî ne. Bi piranî jî, peyvên zimên yên guhêrbar cihê xwe di vir de degirin. Peyvên zimanê Kurdî yên ku li gora kes, dem, cih û rewşê tên veguhastinê ev in:

- Nav

- Cînav

- Rengdêr

- Jimar

- Lêker

Rastnivîsa navan

1- Navên şênber:

Nêr: Mêr, beran, kon

Mê: Jin, bizin, av

2- Navên razber:

a. Navên razber yên ramanî:

Nêr: Sewda, derd, hest

Mê. hêz, hêvî, tirs

b. Navên razber yên jêbirînî:

Atî: Reşatî, serokatî, koratî

Tî: Reşatî, biratî, zavatî

î: Erzanî, xweşî, hogirî

c. Navên razber yên raderî:

Ev nav bi xwe raderên lêkeran e û hemû mê ne mîna:

çûn, man, birin, anîn, kelandin, girîn

çêkirina navan

Navên cih:

Navên cih yên xweber: Xanî, meydan, dibistan, keleh, bazar, bênder, şikeft

Navên cih yên sazber: Ev nav bi van paşgînan çêdibin:

Istan: Kurdistan, gulistan, daristan, goristan, mûristan

Geh: Dengeh, lîzgeh, çêregeh, zanîngeh, kargeh, tomargeh

Zar: çîmenzar, gulzar

Xane: Mêvanxane, nexweşxane, dermanxane

Lîn: Kulîn, hêlîn, xwêlîn, biriqilîn

Dîn: Kadîn

Navên alav:

Navên alav yên xweber: pênûs, kevçî, bivir, tevşo

Navên alav yên sazber: Ev nav bi alîkariya paşgînan çêdibin, ji van paşgînan:

Ek: Birek, badek, pêçek

Dan: çaydan, xwêdan, xwelîdan, kildan

çîv: Kilçîv,

Ing: Bêjing, hevring,

Ar: Xîzar,

Navên hevdinanî:

Navên hevdinanî bi van awan çêdibin:

Nav û Rengdêr: Girsor, rûreş, dilpak, şevreş, zimanxweş

Nan û nav: Marmasî, biramak, birabav

Nav û Lêker. Gerav, bager, dermansaz

Nav û Hoker: Berçavk, bermalî, navmalî, serdest

Nav û Daçek: Bêdeng, nemir

Navên hevinanî carna bi alîkariya paşgînan jî, çêdibin, ji van paşgînan:

Gûn: Argûn, pargûn,

N: tevn, xewn

Tewandina navan

Nav di rewşa berkariyê de tê tewandinê. Navê nêr paşgîna (î ) distîne û yê mê

paşgîna (ê) distîne. Navên nêr eger tîpa (a) tê de hebe ev tîp xwe diguhêrîne û

cihê xwe dide (ê).

nav di van mercan de tê tewandin:

1- Eger nav kiryarê lêkerekî derhingêv be tê tewandin.

Navên nêr:

Şervên dijmin lerizand. (Şervan)

ka xwar. (Ga)

Hogir (î) al hilgirt.

Xort (î) gul avadan.

Navên mê:

Bêrîvanê mî dot.

Şêrînê pênûs rakir.

2- Eger nav berkar be tê tewandin:

Soro nên dixwe.

Cano bêr hildigre.

Nazê tivingê radikê.

simo çêlekê dibe mêrgê.

Tu Bêrîvanê bibîne!

3- Herdem nav bi daçekan re tê tewandin:

Min ji şervên pirsî.

Huner bi Hêvînê ve çû.

4- Navê dawî di hevoka hevbend de tê tewandin:

Kirasê Şêrînê.

Nanê sêlê.

Pijandina nên.

Hêrandina arvên.

Dîtina Hogir (î).

Di kurdî de tewandina navên nêr yên ku tîpa (a) tê de nebe hatiye hilanînê. lê

eger nav bi cînavekî nîşandinê re hat tê tewandinê. Di vê rewşê de eger tîpa (a)

hebe li gora rêzana giştî navê nêr bi (î ) tê tewandin:

Li berên binihêre.

Li vî beranî binihêre.

Min jî Hogir (î) pirsî.

Min ji wî Hogirî pirsî.

Ez ji bajêr têm.

Ez ji vî bajarî têm.

Navên nêr û mê yên kom bi (an) tên tewandin:

Beranan ceh xarin.

Keçan xort dîtin.

Xortan keç dîtin.

Mêran ji jinan pirsîn.

Nav bi zêderê re

Zêdera pendî: ê ji bo nêr û tek, a ji bo mê û tek, ên ji bo nêr û mê (kom).

Zêder li dû nav tê û pê ve tê nivîsandin:

Nanê sêlê. çiyayê bilind. Gula sor. Serhildana gelî. Çiyayên bilind. Gulya sor.

Zêder bi serê xwe û cuda tê nivîsandin, eger maneyek serbixwe û temam bide.

Serhildana gelî ya 1990 î. Çiyayên bilind yên nû dibişkivin.

Zêdera nependî: Ek ji bo nêr û mê tek, eke ji bo mê tek, ekî ji bo nêr tek

(tewandî), ekê ji bo mê tek (tewandî), in (ine) ji bo koma nêr û mê.

Xortek hat.

Keçek hat.

Xortekî got.

Keçekê got.

Min guleke sor bîn kir.

Xortin hatin

Keçin hatin.

Biçûkirina navan:

Di kurdî de, bi du armancan nav tên biçûkirin. Ji bo kêmkirinê û ji bo

delalîkirinê. Nav bi van paşgînan tê biçûkirinê:

Ek: Bendek, destek, pêçek

Ok: Zarok, canok, danok, şemamok, gulok

Kok: Xweşkok, delalkok

Ole: Reşole, gêjole, hişkole, meşkole

Kole: Reşkole

Ik: Darik, dasik, xweşik, reşik, dilik, keçik

Çe: Baxçe, navçe

Çik: Rêçik, derçik,

Ko: Hesenko, rebenko,

Kele: Sûrkele,

Leke: çoleke,

Oke: Baroke,

Kê: Dilvînkê, Nermînkê,

Ikê: Xweşikê, Sêvikê, Gulikê,

Iko: Xweşiko, Diliko, Xortiko

Bangkirin:

Babet Tek Kom

Nêr Azado Azadino

Nêr Bavo Bavino

Nêr Birawo Birano

Mê Şêrînê Şêrînino

Mê Şerînê Şêrînino

Mê Yadê Yadino

Mê Xwîşkê Xwişkno

Rastnivîsa navan:

Nexşe -1- Navên mê (Keç)

RêzAwaPendî-YekNependî-YekPendî-KomNependî-Kom
1Rastkeçkeçekkeçkeçin
2Bangkeçê...........keçno..........
3Tewandîkeçêkeçekêkeçankeçinan
4Bihevrekeçê rekeçekê rekeçan rekeçinan re
5Tevayîkeçê vekeçekê vekeçan vekeçinan ve
6Cîwarîkeçê dekeçekê dekeçan dekeçnan de

Nexşe -2- Navên nêr (Nan)

RêzAwaPendî-YekNependî-YekPendî-KomNependî-Kom
1Rastnannaneknannanin
2Bangnano---------nanino---------
3Tewandînên(nanî)nanekînanannaninan
4Bihevrenên renanekî renanan renaninan re
5Tevayînên venanekî venanan venaninan ve
6Cîwarînên denanekî denanan denaninan de

Nexşe -3- Navên nêr (Xort)

RêzAwaPendî-YekNependî-YekPendî-KomNependî-Kom
1Rastxortxortekxortxortin
2Bangxorto---------xortno---------
3Tewandîxort(î)xortekîxortanxortinan
4Bihevrexort(î) rexortekî rexortan rexortinan re
5Tevayîxort(î) vexortekî vexortan vexortinan ve
6Cîwarîxort(î) dexortekî dexortan dexortinan de

Rastnivîsîna cînavan:

Cînavên kesok awayê rast: Ez, tu, ew, em, hun, ew.

Cînavên kesok, awayê tewandî: Min. te. wî, wê, me, we, wan.

Cînavên (wî) û (wê) bi daçekan re:

Li wî (wê) Lê

Bi wî (wê) Pê

Di wî (wê) Tê

Ji wî (wê) Jê

Cînava hev (hev û din) bi daçekan re:

Bi hev Pev

Ji hev Jev

Di hev Tev

Li hev Lev

Cînava êk bi daçekan re:

Bi êk Pêk

Li êk Lêk

Li êk Jêk

Di êk Têk

Cînavên nîşandanê:

Ev, evan, evan, evê ha, eva ha, evên ha.

Ew, ewî, ewan, ewê ha, ewa ha, ewên ha.

Cînava ev bi peyvên roj, şev û sal re dibe (î):

Ev şev îşev

Ev roj îroj

Ev sal îsal

Cînava girêkî (ku):

Keça ku, te dît şoreşger e.

Rastnivîsa cînavan

Nexşe -1- Cînavên kesok

RêzAwa1Tek2Tek3Tek1Kom2Kom3Kom
1RastEzTuEwEmHunEw
2Bang----------------------------------
3TewandîMinTeWî/WêMeWeWan
4BihevreMin reTe reWî/Wê reMe reWe reWan re
5TevayîMin veTe veWî/Wê veMe veWe veWan ve
6CîwarîMin deTe deWî/Wê deMe deWe deWan de

Nexşe -2- Cinavên nîşandinê

RêzAwaEv-MêEv-NêrEv-KomEw-MêEw-NêrEw-Kom
1RastEvEvEvEwEwEw
2Bang-------------------------------
3TewandîEvê(Vê)Evî(Vî)EvanEwê(Wê)Ewî(Wî)Ewan
4BihevreEvê reEvî reEvan reEwê reEwî reEwan re
5TevayîEvê veEvî veEvan veEwê veEwî veEwan ve
6CîwarîEvê deEvî deEvan deEwê deEwî deEwan de

Nexşe -3- Cînava kîjan

RêzAwaNêrKom
1RastKîjan?Kîjan?Kîjan?
2Bang-----------------------
3TewandîKîjanê?Kîjanî?Kîjanan?
4BihevreKîjanê re?Kîjanî re?Kîjanan re?
5TevayîKîjanê ve?Kîjanî ve?Kîjanan ve?
6CîwarîKîjanê de?Kîjanî de?kîjanan de?

Nexşe -4- Cînavên kî û çi?

RêzAwaKî?Çi?Nêr
1RastKî?Çi?Çi jin?Çi xort?
2Bang-----------------------
3TewandîKê?Çi?Çi jinê?Çi xortî?
4BihevreKê re?Çi re?Çi jinê re?Çi xortî re?
5TevayîKê ve?Çi ve?Çi jinê ve?Çi xortî ve?
6CîwarîKê de?Çi de?Çi jinê de?Çi xortî de?

Rastnivîsîna rengdêran

Rengdêrên pesinde: Baş, reş, sor, bilind, xweş, geş

Rengdêrên afirandî: Ev rengdêr bi alîkariya paşgîn û pêşgînan tên afirandin.

Paşgîn:

Baz: canbaz, tîrbaz, rimbaz, sextebaz

Kar: Cotkar, alîkar, sextekar

Ker: Zîvker, zêrker, şûrker, hesinker

Van: Bilûrvan, şervan, gavan, şivan

Bend: Solbend, sazbend

Vanî: Aşvanî, xêlvanî, bajarvanî

Gîn: Gulgîn, rengîn, xemgîn, lezgîn, xwazgîn

Yar: Hişyar, bextiyar, kiryar

Dar: Serdar, bindar, guhdar, dildar, evîndar

Anî: mêranî, piranî

Ane: Şahane, hovane

Î: Gundî, çiyayî, giranî, erzanî

Ger: Şoreşger, şevger, dadger, şanoger

Mend: Cegermend, hişmend, hunermend

Gêr: Wergêr, xwegêr, kargêr

Saz: Pîşesaz, dermansaz

Bîn: reşbîn, bedbîn

Pêşgîn:

Hev: Heval, hevrê, hevkar, hevpîşe

Nîv: Nîvro, nîşev, nîvsal

Ho: Hozan, hogir

Rengdêrên hevdinanî:

Bi ketina zêderê çê dibin:

Dilê şad Dilşad

Bejna zirav Bejnzirav

Çavê reş Çavreş

Bi guhastina peyvan çê dibin:

Bihayê giran Giranbiha

Roja xweş Xweşroj

Ji du navan çêdibin: Bavkuştî, dilşewitî

Ji nav û lêker çêdibin: Dilrevîn, dengbêj, mêrkuj, dengir

Ji rengdêr û lêker çê dibin: Xweşgo, pirgo, pakbîn

Pêpelûka rengdêran:

Sor Sortir Sortirîn

Sert Sertir Sertirîn

Reş Reştir Reştirîn

Gelek rengdêr ji bo navekî:

Xortê çelengî jîrî qenc Xortê çelengê jîrê qenc

Çiyayê asêyî bilindî pîroz Çiyayê asêyê bilindê pîroz

Keça rinde bedewe ciwan Keça rinda bedewa ciwan

Ava zelale kûre xurt Ava zelala kûra xurt

Keçên rinde bedewe şoreşger Keçên rindên bedewên şoreşger

Rastnivîsa jimaran:

Yek: Bi (ê) tê tewandin.

1921ê Hezar û nehsed û bîst û yekê.

Ji yekê bixwîne heta dehan.Yek, tewanga xwe nade navdêrê xwe:

Ji yek xortî min pirsî.

Di jimarên hevbend de, bi tenê parçeyê dawî tê tewandin:

Sala 901 ê (Sala nehsed û yekê)

Jimarên 2-20an bi (an) tên tewandin:

Çaran ez dîtim.

Min ji dehan pirsî.

1920an Hezar û nehsed û bîstan.

Ev jimar tewanga xwe didin navdêrên xwe:

Min hesp bi şeş zêran kirî.

Bîst mirovan xwe dan pêş.

Çar salan mim xwend.

Jimarên dehtayî (30, 40, 50, 60, 70, 80, 90, 100) bi (î) tên tewandin:

Min ji sihî pirsî.

Min ji Çilî re got.

Sala 1990î hezar û nehsedû nodî.

Ev jimar tewanga xwe didin navdêrên xwe:

Min ev wêne bi sed zêrî kirî.

Min ev sal bi Çil pereyî kirî.

1000 û 1000000: Mîna jimarên dehtayî bi (î) tên tewandin:

Hezarî bi hev re digotin: Bijî azadî.

Milyonî digot: Kurd namirin.

Ev jimar tewanga xwe didin navdêrên xwe.

Min ev pirtûk bi hezar pereyî kirî.

Milyon mirivî digotin: Yan serkevtin, yan serkevtin.

Dema hezar bi jimarekê din re be tewanga wê distîne:

Ji çar hezaran yek derket.

Yek hezarê min heye.

Sed hezarî serî hildan.

Eger navdêr di vê rewşê de hebe ne hezar û ne navdêr nayên tewandin:

Min ev tişt bi çar hezar zêr kirî.

Dema jimar ne diyar be û guman li ser hebe bi (an) tê tewandin:

Bi hezaran gelê me serî hildide.

Bi sedan rewşenbîr dibin yek.

Bi milyonan alîkariya şoreşê dikin.

Nîv. Dema nîv bi serê xwe be bi (î) tê tewandin:

Nîvî bide min.

Me sêvk bi nîvî kir.

Navdêra nîv li gora tewanga xwe tê tewandin:

Nîv nanî bide min.

Min pênûs bi nîv zêrî kirî.

Nîv sêvê bixwe.

Sed û nîv rojê min kar kir.

Eger nîv bi jimarekê re be li gora tewanga we tê tewandin:

Bîst û nîvan bide min.

Çar û nîvan binivîse.

Sed û nîvî bijimêre.

Yek û nîvê bîne.

Jimarnavên didu û sisê, dema bi navedêrekê re tên û dibin rengdêrên jimarî (di) û

(si) dikevin û dibin du û sê:

Min du pênûs kirîn.

sêvan bide min.

Rastnivîsîna lêkeran

Radera lêker herdem bi (n) dawî dibe:

Çûn (çûyin), bûn (bûyin), man (mayin), pan (payin)

Kirîn, birîn, çinîn, birîn, kirin, hatin, dîtin, gerandin

Gelek lêkerên nederhingêv bi du awa tên nivîsandin:

Meşîn Meşiyan

Girîn Giriyan

Kenîn Keniyan

Veguhastina hin lêkerên kurdî

Rader Fermanî Nihok Buhêrk
Ajotinbajodajoajot
Alandinbalînedalînealand
Alastinbalêsedalêsealast
Anînbînetîneanî
Avêtinbavêjedavêjeavêt
Axaftinbaxivedaxiveaxaft
Barandinbibarînedibarînebarabd
Barînbibaredibarebarî
Bezandinbibezînedibezînebezand
Bezînbibezedibezebezî
Bihartinbibihêredibihêrebihart
Bihîstinbibihîzedibihîzebihîst
Bijartinbibijêredibejêrebijart
Biraştinbibirêjedibirêjebiraşt
Birinbibedibebir
Birînbibiredibirebirî
Bişkaftinbibişkivedibişkivebişkift
Borînbiborediboreborî
Bûnbibedibe
Çêrandinbiçêrînediçêrîneçêrand
Çêrînbiçêrediçêreçêrî
Çinînbiçinediçineçinî
Çûnbiçediçeçû
Cûtinbicûdicûcût
Danbidedideda
Danîndanedidanedanî
Dirandinbidirînedidirînedirand
Dirînbidiredidiredirî
Dirûtinbidirûdidirûdirût
Dîtinbibînedibînedît
Dotinbidoşedidoşedot
Dûnbidûdidûdût
Firandinbifirînedifirînefirand
Firînbifiredifirefirî
Frotinbifiroşedifiroşefirot
Gerandinbigerînedigerînegerand
Gerînbigeredigeregerî
Gestinbigezedigezegest
Gihanbigihedigihegiha
Gihandinbigihînedigihînegihand
Gihîştinbigihîjedigihîjegihîşt
Girînbigirîdigirîgirî
Girtinbigiredigiregirt
Gotinbêjedibêjegot
Guvaştinbiguvêşediguvêşeguvaşt
Hatinweredê (tê)hat
Hejandinbihejînedihejînehejand
Hêranbihêredihêrehêrt
Hêrandinbihêrînedihêrînehêrand
Heristinbiherêsediherêseherist
Hêrtinbihêredihêrehêrt
Hiştinbihêledihêlehişt
Jentinbijenedijenejent
Jînbijîdijî
Karînbikaredikarekarî
Kelandinbikelînedikelînekeland
Kelînbikeledikelekelî
Kenandinbikenînedikenînekenand
Kenînbikenedikenekenî
Ketinbikevedikeveket
Kirinbikedikekir
Kirînbikiredikirekirî
Kolanbikoledikolekola
Kotinbikojedikojekot
Kuştinbikujedikujekuşt
Lerizandinbilerizînedilerizînelerizand
Lîstinbilîzedilîzelîst
Maliştinbimaledimalemalişt
Manbimînedimînema
Mêtinbimêjedimêjemêt
Mirandinbimirînedimirînemirand
Mirinbimiredimiremir
Mîstinbimîzedimîzemîst
Nalandinbinalînedinalînenaland
Nalînbinaledinalenalî
Nêrînbinêredinêrenêrî
Nihêrtinbinihêredinihêrenihêrt
Nirixandinbinirixînedinirixînenirixand
Nivîsandinbinivîsînedinivîsînenivîsand
Nivîsînbinivîsedinivîsenivîsî
Nixumandinbinixumînedinixumînenixumand
Panbipêdipêpa
Parastinbiparêzediparêzeparast
Patinbipêjedipêjepat
Pêçanbipêçedipêçepêça
Peyîvînbipeyîvedipeyîvepeyîvî
Pijandinbipijînedipijînepijand
Pijînbipijedipijepijî
Pirsînbipirsedipirsepirsî
Pişavtinbipişêvedipişêvepişavt
Pûnbipûdipû
Qelaştinbiqelêşediqelêşeqelaşt
Qelişandinbiqelişînediqelişîneqelişand
Qeşartinbiqeşêrediqeşêreqeşart
Quraftinbiqurêfediqurêfequraft
Rawestandinrawestîneradiwestînerawestand
Rêtinbirêjedirêjerêt
Revandinbirevînedirevînerevand
Revînbirevedireverevî
Rijandinbirijînedirijînerijand
Rijînbirijedirijerijî
Ristinbirêsedirêserist
Rîtinbirîdirîrît
Rizandinbirizînedirizînerizand
Rizînbirizedirizerizî
Rûniştinrûnerûdinerûnişt
Şandinbişînedişîneşand
Şewitandinbişewitînedişewitîneşewitand
Şewitînbişewitedişewiteşewitî
Şikênandinbişkênînedişkênîneşikand
Şikestinbişikedişikeşikest
Simtinbisimedisimesimt
Sipartinbisipêredisipêresipart
Şiştinbişodişoşişt
Sitandinbistînedistînesitand
Sotinbisojedisojesot
Sûtinbisûdisûsût
Teraştinbiterêşediterêşeteraşt
Tirsandinbitirsîneditirsînetirsand
Tirsînbitirseditirsetirsî
Veniştinvenevedinevenişt
Vexwarinvexwevedixwevexwar
Viritînbiviritediviriteviritî
Weşandinbiweşînediweşîneweşand
Weşînbiweşediweşeweşî
Xebitandinbixebitînedixebitînexebitand
Xemilandinbixemilînedixemilînexemiland
Xistinbixedixexist
Xurandinbixurînedixurînexurand
Xwarinbixwedixwexwar
Xwestinbixwazedixwazexwest
Zanbizêdizêza
Zanînbizanedizanezanî

Lêkerên hevdinanî (cemkirî)

Lêkerên hevdinanî bi yekgirtina lêkerên alîkar û pêşgîn, daçek, nav û rengdêran

çêdibin. Ji lêkerên allikar yên ku lêkerên hevdinanî çê dikin ev in:

Bûn, dan, kirin, birin, xistin, girtin, ketin, birîn, dîtin.

Çend mînak li ser lêkerên cemkirî:

Mînak 1: Pêşgîn û Lêkera alîkar

Hilgirtin, vegirtin, wergerandin, rakirin, vebirînûhwd.

Mînak 2: Daçek û Lêkera alîkar

Lêxistin, pêketin, levhatin, levkirin, jêkirin, pevçûn… hwd.

Mînak 3: Hoker û Lêkera alîkar

Berxistin, pêşketin, pasxistin,derketin, serketin, peyketin, derkirin… ûwd.

Mînak 5: Rengdêr û Lêkera alîkar

Sarkirin, sorbûn, korbûn, xweşkirin, reşkirin, zerkirin, sazkirin, germkirin,

geşkirin… ûwd.

Mînak 6: Nav û Lêkera alîkar

Bersivdan, rêxistin, cihgirtin, gilîkirin, hînbûn, kardîtin, karkirin, dersdan,

guhbirîn, rêbirîn… ûwd.

Mînak 7: Lêkerên cemkirî yên ku bêtir ji du parçeyên axaftinê ne.

Têderxistin, malbarkirin, xwejibîrkirin, xwemijûlkirin, bixwebawerkirin,

liberxweketin, devjêberdan, lihevhatin… ûwd.

Rastnivîsîna lêkerên hevdinanî

Di veguhastinê de, ev lêker parçe dibin. Her parçeyek bi serê xwe tê nivîsandinê

eger bikaribe wateyeke temam di hevokê de bide. Lê eger parçeyek jê bi serê xwe

ne xwedî wateyeke temam be, cuda nabe û bi lêker ve tê nivîsandinê. lêkerê

hevdinanî bi hev ve tê nivîsandin dema ku mîna nav tê bikaranîn.

Ji mînakên jor ya yekemîn lêker bi hev dihêle û parçe nake ji be ku pêşgînên

hil, ve, wer, re, ve bi serê xwe ne xwedî wate ne. Lê di her şeş mînakên din de

lêker parçe dibe.

Çend mînak li ser veguhastina lêkerên hevdinanî:

Min ala rengîn hilgirt.

Ew konê xwe li bihara min vedigire.

Em herdem ala aşitiyê radikin, lê ji şer jî re amade ne.

Ew kengê li hev hatin?

Ez gelekî ber hevalê xwe ketim.

Ev çiqasî xweş dike.

te dinya li ber min reş kir.

We kengê mal bar kir?

Azad gelekî li ber xwe ket.

Ma tu bi xwe bawer nakî?

Lêkerên ku bi du awa tên nivîsandin:

Gelek lêkerên nederhingêv yên ku bi (în) dawî dibin, dawiya wan dibe (iyan) jî:

Meşîn Meşiyan

Kenîn Keniyan

Gerîn Geriyan

Westîn Westiyan

Bezîn Beziyan

Firîn Firiyan

Çerîn Çêriyan

Revîn Reviyan

Awayê ku bi (iyan) dawî dibe tenê ji bo demên derbasbûyî tê bikaranîne:

Ez westiyabûm.

Pez diçêriya.

Paşgînên kesanî û lêkera bûn:

Lêkera bûn li gora kesan mîna paşgînekê li dawiya lêker, nav, rengdêr û cînavan

tê bikaranîn:

Kes Bûn bi dengdaran re Bûn bi bêdengan re
Ezimme
Tuî
Eweye
Eminne
Hûninne
Ewinne

Ew paşgîn bi lêker ve tê nivîsandinê, lê eger bi nav, cînav û rengdêr re be cuda

tê nivîsandin.

Ez difirim

Tu dikenî

Ew dimeşe

Em diçin

Hûn dikirin

Ew direvin

Ez têr im Ez birçî me

Tu têr î Tu birçî yî

Ew têr e Ew birçî ye

Em têr in Em birçî ne

Hûn têr in Hûn birçî ne

Ew têr in Ew birçî ne

Veguhastina lêkera bûn:

Ezbûmbûmedibûmbamaê bama
Tubûyîbûyîdibûyîbayîê bayî
Ewbûyedibûbaê ba
Embûnbûnedibûnbanaê bana
Hûnbûnbûnedibûnbanaê bana
Ewbûnbûnedibûnbanaê bana
Ezbûbûmê bûbimbûbamaê bûbamabûbim
Tubûbûyîê bûbîbûbayîê bûbayîbûbî
Ewbûbûê bûbebûbaê bûbabûbe
Embûbûnê bûbinbûbanaê bûbanabûbin
Hûnbûbûnê bûbinbûbanaê bûbanabûbin
Ewbûbûnê bûbinbûbanaê bûbanabûbin
Ezdibimê bibimbimimme
Tudibîê bibîî
Emdibinê bibinbininne
Hûndibinê dibinbininne
Ewdibinê dibinbininne

Fermanî:

Bibe be

Bibin bin

Veguhastina lêkerên nederhingêv (ketin)

Ezketimketimediketimbiketamaê biketama
Tuketîketiyîdiketîbiketayîê biketayî
Ewketketiyediketbiketaê biketa
Emketinketinediketinbiketanaê biketana
Hûnketinketinediketinbiketanaê biketana
Ewketinketinediketinbiketanaê biketana
Ezketibûmê ketibimketibimketibamaê ketibama
Tuketibûyîê ketibîketibîketibayîê ketibayî
Ewketibûê ketibeketibeketibaê ketiba
Emketibûnê ketibinketibinketibanaê ketibana
Hûnketibûnê ketibinketibinketibanaê ketibana
Ewketibûnê ketibinketibinketibanaê ketibana
Ezdikevimê bikevimbikevim
Tubikevedikevîê bikevîbikevî
Ewdikeveê bikevebikeve
Emdikevinê bikevinbikevin
Hûnbikevindikevinê bikevinbikevin
Ewdikevinê bikevinbikevin

Veguhastina lêkerên derhingêv (dîtin):

(Min, te, wî, wê, me, we, wan) dît/dîtin.

Kê kî/çi dît/dîtin?

Te, wî, wê, wanezdîtimdîtimedidîtim
Min, wî, wê, me, wantudîtîdîtiyîdidîtî
Min, te, me, we, wanewdîtdîtiyedidît
Te, wî, wê,we, wanemdîtindîtinedidîtin
Min, wî, wê, me, wanhundîtindîtinedidîtin
Min, te, wî, wê, me, weewdîtindîtinedidîtin
Te, wî, wê, wanezbidîtamaê bidîtama BY
Min, wî, wê, me, wantubidîtaê bidîtayî
Min, te, me, we, wanewbidîtaê bidîta
Te, wî, wê, we, me, wanembidîtanaê bidîtana
Min, wî, wê, me, wanhunbidîtanaê bidîtana
Min, te, wî, wê, me, weewbidîtanaê bidîtana
Te, wî, wê, wanezdîtibûmê dîtibimdîtibim
Min, wî, wê, wantudîtibûyîê dîtibîdîtibî
Min, te, me, we, wanewdîtibûê dîtibedîtibe
Te, wî, wê, we, wanemdîtibûnê dîtibindîtibin
Min, wî, wê, me, wanhundîtibûbê dîtibindîtibin
Min, te wî, wê, me, weewdîtibûnê dîtibindîtibin
Te, wî, wê, wanezdîtibamaê dîtibama
Min, wî, wê, mw, wantudîtibaê dîtibayî
Min, te, me, we, wanewdîtibaê dîtiba
Te, wî, wê, we, wanemdîtibanaê dîtibana
Min, wî, wê, me, wanhundîtibanaê dîtibana
Min, te, wî, wê, me, weewdîtibanaê dîtibana

Kî kê/çi dibîne/dibînin?

Kiyê kê/çi bibîne/bibînin?

EzTe, wî, wê, we, wandibînimê bibînimbibînim
tuMin, wî, wê, me, wandibînîê bibînîbibîni
ewMin, te, me, we, wandibîneê bibînebibîne
emTe, wî, wê, we, wandibîninê bibîninbibînin
hunMin. wî, wê, we, wandinîninê bibîninbibînin
ewMin, te, wî, wê, me, wedibîninê bibîninbibînin

Fermanî: Bibîne Bibînin

Di demên derbasbûyî de, lêkera derhingêv bi berkar ve tê girêdanê û li gora wî

tê veguhastinê. Kiryar di awayê tewandî de berkar di awayê rast de tê bikaranînê.

Nakirina lêkeran:

Di nakirina demên niha û pêşerojê de lêker (na) distîne, lê di demên derbasbûyî de

(ne) distîne. Na û ne bi lêker ve tên nivîsandinê. Eger lêker hevdinanî be na û

ne dikevin pêşiya parçeyê dawî.

Lêkerên karîn û zanîn, di hemû deman de, (ni) distînin.

Ez nakevim

Ez neketim

Ez nizanim

Ez nikarim

Di lêkeran de darêja hatin- kirin:

Darêja hatin-kirin (pasîv) bi alîkariya lêkera hatin tê xebitandinê. Bi tenê

lêkera hatin tê veguhastinê û lêkera din di awayê raderî de dimîne. Ji bo

lêker ji navê raderî cuda bibe baştir e ku dawiya wê (ê) bistîne.

Ez têm kuştinê.

Ez hati bûm girtinê.

Bila ez bihatama girtinê.

Ez dihatim mirinê.

Rastnivîsîna peyvên neguhêrbar:

Ev peyv di hevokê de herdem mîna xwe dimînin.

Peyvên neguhêrbar ev in:

- Hoker

- Daçek

- Gihanek

- Bang

Rastnivîsa hevokan

Di hevokê de rêzkirina peyvan:

Bi gelemperî hevok bi vî awayî saz dibe

Kiryar Berkar Agahî (lêker)
Minnanxwar
Mingulav da
Tepênûskirî

Di lêkerên nederhingêv de, yên ku bizava wan ber bi aliyekî ve ye, mîna: Çûn,

ketin, hatin .ûwd. Her wiha lêkera bûn dema wateya bibe, dibe distîne, rêzkirina

peyvên hevokê bi vî awayî çêdibe.

Kiryar Agahî (lêker) Berkar
Ezdiçimzanîngehê
Hêvîçûçiyê
Gulêketşikeftê
Şêrîndibemamoste

Rêzkirina cînavan:

Eger, di hevokê de, gelek cînav hebin li gora rêza xwe li pey hev tên:

Ez , tu, ew, em, hun, ew.

Min, te, wî/wê, me, we, wan.

Ez, tu û ew em diçin bajêr.

Em û hun bi hev re nehatin dawî.

Me û wan pêmanek danî.

Cînavê nîşandinê:

Eger babet û jimara van cînavan yek be, di hevokê de, du navdêr dikarin bi

cînavekê re bên.

Ez vê gulê û vî baxçeyî dibînim.

Ez vî rez û baxçeyî dibînim.

Vî hespî û van mehînan bikire.

Vî hesp û kerî bikire.

Di rastnivîsîna hevokan de nuqteşanî

Di nivîsandinê de, birên axaftinê bi alîkariya nîşanan ji hev cuda dibin. Ev

nîşan dawiya hevokê, wateya parçeyekî jê yan jî, daxwaza wê pêş me dikin. Li

hêla din ev nîşan, di xwendinê de cihê rawest û bîndanê jî, diyar dikin. Ji bo

van nîşanan niqteşanî tê gotinê. Nîşanên niqteşaniyê ev in:

. Niqte, xal

, Bihnok

? Niqtepirs

! Niqtebang

: Niqtecot

; Niqtebihnok

( ) Kevanek

“ “ Dunik

- Xêzek

- Bendek

Niqte: Ev nîşan dawiya hevokê pêş me dike.

Duh, ez çûm Amedê. Min şal û şapik kirî. Li wir min hevalekî xwe dît. Em gelekî

bi hev şabûn. Li nava bajêr, min tiştên balkêş dîtin. Lêşkeran bi hezaran kolan

dagirti bûn.

Bihnok: Ev nîşan, di nivîsandinê de pir pêwist e. Cihên ku digire ev in:

1. Cihê gihaneka (û) digire.

Hogir, Azad, Rojîn û Rewşen ji bajêr tên.

Kurd hişyar in, dost û dijmin ji hev nas dikin, xwedî bawerî ne û riya xwe baş

dizanin.

2. Dikeve navbera parçeyên hevokê yên biçûk, lê bi mercê ku wateya hevokê neyê

guhêrandin.

a. Piştî jî tê.

Çiya, cihê rûmeta me, hem jî, ji pîrozayiyên me ne.

b. Di de, di re, bi ve, ji re, ûwd, di navbera du bihnokan de cih digirin.

Di rewşên awerte de, hevalên me, ji min re, dibin şîretkar.

Ez, ji te re, dibêjim ku em biçin çiyê baş e.

c. Li paşiya cînava girêkî ku tê.

Mirovê ku, te dît şoreşger e.

ç. Eger ku bi wateya heke be jî, dîsa li paşiya wê tê.

Ku, tu bê mala me em ê çayê vexwin.

Ku, ez biçim bajêr ez ê şalekî xwe bikirim.

d. Dikeve pêşiya ku ya gihanek ya ku li pey lêkeran tê.

Ez gelekî ber xwe ketim, ku ez neçûm serdana hevalê xwe.

Ez matmayî mam, ku te wisa got.

Ev çi zeman e em ketinê, ku rovî bi şêran tên naskirinê.

e. Piştî kiryar tê dema ku ji lêker dûr dikeve.

Şêrîn, di rojeke bi berf û baran û bager de hat rûdinê.

Ez, di sala hezar û nehsed û şêstî de, ji dê bûme.

Reşo, ji ber ku nizane bixwîne matmayî dimîne.

ê. Piştî banglêkirinê tê.

Mizgîn, li min binihêre û gotinên min guhdar bike.

Xebat, ku tu çûyî Şerefdînê silavan li hevalan bike.

Niqtepirs:

Dikeve paşiya hevokên pirsyariyê.

Tu kengê ji welêt hatî?

Ew çi dixwaze?

Çend leşger hatin gund?

Niqtebang:

Dikeve paşiya bangan û hevokên bi wan re.

Ax! Ev çi zemanekî xirab e!

Xwedêyo! te çawa li hev anî!

Oh xweş! çi mizgîneke baş e!

Niqtecot:

Dikeve paşiya hevokê ku tiştek tê gotin yan hejmartin:

Beyana sibê bû, dema bavê min ji xew hişiyar bû û got: Ev çiya ji şer û kûştinê

natirsin.

Niqtebihnok:

Dikeve navbera hevokên ku bi hev re girêdayî ne û wateya hev temam dikin.

Reşo, bilez ji malê derdikev; wisa xuya ye ku tiştekî pêwist qewimî ye.

Kevanek:

Peyvên ku bi sebebekê dikevin hevokê dikevin nav kevanekan. Rakirina wan jî,

wateya hevokê naguherîne.

Dunik:

Peyvên ku ji cihekî din tên guhastinê di nava dunikan de tên nivîsandin.

Xêzek:

Eger nivîsandin ket awayê axaftinê û peyvbêj hat guhartinê, li pêşiya hevokê

xêzek tê nivîsandin.

Bendek:

Dikeve navbera du peyvên ku hogiriyek di navbera wan de heye.

Birca-belek

Kaniya- sipî

Bedir-xan

Çavkanî

Rêzimanê Kurdî, C.Bedixan, R. Lescot

Gramera Zimanê kurdî, Q.Kurdo

Rêzimanê Almanî Yê Nû, R. Luschr û R. Schäpers

Zeichensetzung (Almanî), P. Habecker

Rêzimanê kurdî, F. H. Sagniç

Kovara Hawar, C. Bedirxan

Kovara Stêr

Kovara Rewşen

Rojnameya WELAT

Navên Kurdî, H. Kartal

Xebateke neçapkirî, H. Kartal

20 Lektionen für Deutsche; Z. Haco

Zimanê Kurdî yê Yekgirtî, Jemal NEBEZ

Kovara Roja Nû

selim@bicuk.de