Pirtûk · 1997
Rêzimanê Kurdî — Kurmancî
Weşanên Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist, Berlin · ISBN 3-930943-19-0
Naverok
Pêşgotin
1. Ziman, rêziman û hêmanên zimanê kurdî
1.1 Ziman çi ye
1.2 Hêmanên zimanê kurdî
1.3 Rêziman çi ye?
1.2.1 Tîp û deng
1.2.1.1 Abc ya kurdî
1.2.1.2 Tîpên dengdar
1.2.1.2.1 Kurtedeng
1.2.1.2.2 Dirêjedeng
1.2.1.3 Tîpên dengdêr
1.2.1.4 Pevdengtîp
1.2.1.5 Siwartîp
1.2.1.6 Cêwîtîp
1.2.1.7 Rastnivîsandina tîpan
1.2.1.7.1 Tîpên gir û hûr
1.2.1.7.2 Tîpên dengdar li pey hev
1.2.1.7.3 Yekgirtina tîpan
1.2.1.7.4 Cîguhertina tîpan
1.2.1.7.5 Bihevguhertina dengdaran
1.2.2 Kît
1.2.2.1 Bêjeyên yekdeng
1.2.2.2 Bêjeyên dudeng
1.2.2.3 Bêjeyên sêdeng
1.2.2.4 Bêjeyên çardeng
1.2.3 Peyv
1.2.3.1 Nav
1..2.3.1.1 Beşên navan
1.2.3.1.2 Zayend
1.2.3.1.3 Zêder
1.2.31.4 Piçkolekirina navan
1.2.31.5 Hejmar
1.2.3..6 Tewandina navan
1.2.3.1.7 Darêja berkarî
1.2.3.1.8 Navên kirdeyî û berkarî
1.2.3.2 Cînav
1.2.3.2.1 Cînavên kesok
1.2.3.2.2 Cînavên bêhêl
1.2.3.2.3 Cînavên nîşandek
1.2.3.2.4 Cînavên pêgehîn
1.2.3.2.5 Cînavên pirsiyariyê
1.2.3.2.6 Cînavên nependî
1.2.3.2.7 Cînavên xwemalîn
1.2.3.2.8 Tewandina cînavan
1.2.3.3 Rengdêr
1.2.3.3.1 Rengdêrên pesinde
1.2.3.3.2 Rengdêrên dumil
1.2.3.3.3 Rengdêrên nîşandek
1.2.3.3.4 Rengdêrên hejmarî
1.2.3.3.5 Rengdêrên pirsiyarî
1.2.3.3.6 Rengdêrên nependî
1.2.3.3.7 Rengdêrên xwedanî
1.2.3.4 Hejmar
1.2.3.4.1 Beşên hejmarê
1.2.3.4.2 Tewandina hejmaran
1.2.3.5 Lêker
1.2.3.5.1 Veguhastina lêker
1.2.3.5.2 Di lêkeran de rader
1.2.3.5.3 Raweya fermanî û KDN
1.2.3.5.4 Komên lêkeran
1.2.3.5.5 Di lêkeran de dem
1.2.3.5.6 Di lêkeran de rawe
1.2.3.5.7 Di lêkeran de nakirin
1.2.3.5.8 Lêkera bûn
1.2.3.5.9 Lêkera hebûn
1.2.3.5.10 Lêkekerên derhingêv
1.2.3.5.11 Çend lêkerên hîmî
1.2.3.6 Hoker
1.2.3.6.1 Hokerên demîn
1.2.3.6.2 Hokerên cihîn
1.2.3.6.3 Hokerên çawanî
1.2.3.6.4 Hokerên hejmarî
1.2.3.6.5 Hokerên pirsiyarî
1.2.3.7_Daçek
1.2.3.7.1 Daçekên lêkerî
1.2.3.7.2 Daçekên raweyî
1.2.3.7.3 Daçekên navdêrî
1.2.3.7.4 Daçekên erênî
1.2.3.7.5 Daçekên nayînî
1.2.3.7.6 Daçekên pirsiyarî
1.2.3.7.7 Daçekên egerî
1.2.3.7.8 Daçekên vekitî
1.2.3.8 Gihanek
1.2.3.8.1 Gihanekên xwerû
1.2.3.8.2 Gihanekên dubare
1.2.3.8.3 Gihanekên daçekî
1.2.3.9 Bang
1.2.3.9.1 Bangên gazîkirinê
1.2.3.9.2 Bangên dilxweşî û şahiyê
1.2.3.9.3 Bangên êş nifrîn û kovanan
1.2.4 Hevok
1.2.4.1 Avahiya hevokê
1.2.4.1.1 Hevokên lêkerî
1.2.4.1.2 Hevokên navdêrî
1.2.4.1.3 Hevokên bangê
1.2.4.2 Di hevokê de niqteşanî
Çavkanî
Pêşgotin
Gelê Kurdistanê ji berbanga dîrokê ve di bin nîrê bindestiyê de êş û zorê dikişîne. Her tiştên Kurdan ketine ber bayê talan û wêrankirinê. Badev û firtoneya koledariyê serax û binaxa me bi bêbextî dimale. Dijmin, kelepor û kevnetoreyê me jibo xwe bi kar tîne. Hebûn û kesbûna me di bin seqem û berfa mêtingeriyê de dilerize û bêçare hêdî hêdî diçilmise û tê pişavtinê. Zimanê me jî, mîna endamekî bingehîn ji hebûna me ya netewî dibe armanca êrişên hovane. Jiber ku ziman hêlîna gel e. Hêlîna dîrok, çand, tore û hemû nirx û bihayên netewî ye. Lew re bûye armanca yekemîn ji lêdanên mêtingeran re. Jibo ku dijmin gelê me ji meydanê rake, lêdana mirinê avêtiye zimanê kurdî. Lew re baş zanibû ku kuştina zimanê kurdî, kuştina netewa kurd bi xwe ye. Kuştina kurdayetî û kesbûna kurdî bi xwe ye. Ev rastiyek e ku mirov nikare jiber çavan bixe. Di dirêjahiya dîroka Kurdistanê de, dijmin ev ramyarî bi rê ve biriye. Di dema serdariya Ereban de, Omerê Kurê XETAB, zimanê kesê ku bi kurdî dipeyîvî jê dikir. Herwiha piştî binkevtina serhildana Dêrsimê, pêşniyaza I. INONU ew bû ku qirkirinên sipî bên pêkaninê. Jibo kuştina giyana serhildêr û berxwedêr li cem Kurdan qişleyên leşkerî hatin avakirinê û sêwiyên ku dê û bavên wan hatibûn kuştinê bi mejî û ramana kemalî tê de hatin xwedîkirinê. Armanca yekemîn ji van dibistanên di nav qereqolên leşkerî de ew bû ku tore, ziman, dîrok û kesbûna Kurdayetî bi nifşên kurdî bidin jibîrkirinê. Lê tevî van êrîş û qedexekirinan jî, zimanê kurdî liber xwe da. Di çiya, şikeft û asêgehên Kurdistanê de, ji hêla gelê Kurdistanî ve hat parastin. Ev jî, encama resenî û xwezayiya zimanê kurdî û taybetiyên gelê kurd in.
Zimanê me zengîn, pak, ciwan û xweş xwe gihand îro, lê mixabin ku heta niha abc û rêzimaneke yekbûyî û hevgirtî jibo wî peyde nebûye. Ev jî, ji rewşa bindestîya welat tê. Bi tenê ev daxwaz di nav welatekî serbibxwe û azad, ji hêla dezgeheke netewî ve pêk tê. Îro hoyên xweyî û babetî derfet û karînan didin jibo birêvebirîna vî karî. Di vê derbarê de pêwîst e, ku herkes çi dizane bide gelê xwe. Lew re ku pêdiviya zimên jibo Kurdan mîna xwarin û vexwarinê ye.
Gelek rewşenbîr û zimanzan ji vê xebatê ditirsin. Çêkirina rêzimanekî bê kêmayî dikin bihane û li dijî vî karî derdikevin. Gelek jî, dityarên nexweş yên mîna :" Pêwîstî bi gelek zimanzanan nîn e " tînin ziman. Zimanzanî jî, mîna her zanistîşax merc û hoyên wê hene. Lêkolînên ku dibin, giring e bi awayekî zanistî bin.
Ez jî, mîna kurdekî welatperwer xwe berpirsiyarê pêşvebirina vê xebatê dibînim. Li gor karîn û derfetên xwe, çiqas kêm bin jî, ezê xwe berdim nav gulistana zimanê Kurdî. Xwe bi gul û çîçekan bixemilînim. Herdem jî, mezintirîn mamosteyê min di vê derbarê de zimanzan û têkoşerê serxwebûn û azadiya Kurdistanê Osman Sebrî ye.
Min rêzimanê CELADET BEDIRXAN bingeh girtiye û bi dîtinên zimanzanên din temam kiriye. Di gelek cihan de min kêmayî li gor ramana xwe dagirtine. Helbet, ev lêkolîn ne bê kêmayî ye, lê hêviya min ew e ku bigihîje armanca xwe û xwendevanên zimanê kurdî jê sûd bigirin.
Selîm Biçûk
1. Ziman, rêziman û hêmanên zimanê kurdî
1.1. Ziman çi ye?
Ziman, desteka têgihîştina mirovan e. Bê vê destekê jiyan û pêşveçûna bajarvanî nabe. Ziman bi dengên ku ji dev, lêv, dinan, qirik, ziman û bêvil dertên pêk tê. Herwiha bi van dengan zimanê devikî ( axaftin, peyîvîn ) çêdibe. Lê jibo zimanê nivîskî her dengekî ku tê bihîstinê liser kaxezê, bi nîşanekê tê naskirinê. Ev nîşan jî, bi tîp (herf ) tê bi navkirinê. Dema ku em dibêjin: Aş, em du dengan dibihîzin, dengê tîpa ( a ) û dengê tîpa ( ş ). Her yek bi nîgarekê tê nivîsandinê: A, ş
Jibo zimanê kurdî (31 ) sî û yek tîpên latînî hatine danînê. Zimanzanê birûmet CELADET BEDIRXAN sî û yek deng di zimanê kurdî de pejirandine. Bi rastî, ev in dengên bingehîn di kurdî de. Lê hîn ( 6 ) şeş dengên din hene, ew jî ev in: Xw Ç K P R T.Tîpa pevdeng û pênc tîpên cêwî, yên ku cihê du dengên nêzî hev digrin kêm in. Ji bilî van tîpan sê dengên din ku ji zimanê erebî ne, cihên xwe di nav dengên zimanê kurdî de digrin: A(ع), X(غ), H(ح).
Her tîpek dengdar yan jî, yekgirtina bêdengan bi dengdarekê re dengekî çêdike, mîna:
A Av - ketin ( ke - tin ). Jibo vî dengî kît ( birge ) tê gotinê. Her çend kîte bêjeyekê
( peyvekê ) çêdikin, mîna: Serxwebûn Ser - xwe - bûn.
Rêzkirina çend peyvan jî, hevokek xwedî wate çêdikin mîna: Em serxwebûn û azadiyê dixwazin. Axaftin jî, bi rêzkirina hevokan pêk tê:
Jibo pelixandina bêrûmetiya sedsalan, jibo jiyaneke bişeref û rêzdar, jibo gihîştina karwanê mirovahiyê, me bi destekî pênûs û bi yê din qilêş hilgirtiye. Berê me li çiyayên Kurdistanê, hêlînên baz û şêran. Me ev rê girtiye. Em bi xwîna sor vedikin û dişopînin, jiber ku: Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîn e.
1.2. Hêmanên zimanê Kurdî
Mîna ku li jor diyar dibe, di zimanê kurdî de ( 4 ) çar hêmanên bingehîn hene ku liser
ava dibe û pêk tê:
1.2.1. Tîp
1.2.2. Kît
1.2.3. Peyv
1.2.4. Hevok
1.3. Rêziman çi ye?
Tevahiya bend û rêzanên rastaxaftin û rastnivîsandina zimanekî bi Rêziman tê bi navkirinê. Rêzimanê kurdî rastaxaftin û rastnivîsandina zimanê kurdî bi bend û rêzanan şirove dike.
1.2.1. Tîp û dengên zimanê kurdî
Tîp nîşanên ku liser kaxezê bi nivîsandin dengên zimên didin nasîn.Tevahiya van tîpan
abc ya kurdî pêk tînin. Abc ya kurdî ya latînî ji ( 31 ) sî û yek tîpan tê sazkirinê:
A a Tîpa yekemîn e , ji abc ya kurdî. Bi serê xwe dengekî dirêj, ji kûraniya qirikê,
bi vekirina dev derdixe. Bi lêvkirina vê tîpê re ba ji nav devê mirov dertê û vekirina dêv
hinekî dom dike : Av, al, agir, Alan, Azad, ax, aram, aş ...
B b Tîpa duyemîn e, di abc ya kurdî de. Bi anîna her du lêvan ser hev peyde dibe
û bi serê xwe tu dengan nade : Bav, baz, berber, baran, Botan, barbar,...
C c Bi serê zimên ji hêla jorîn ve peyde dibe, yan ku bi danîna serê zimên ser perçeyê
jêrîn ji nav devî. Ev tîp dengekî bi çingênî derdixe: Can, cer, ciwan, cercer, co, cobar,...
Ç ç Mîna ( c ) bi alîkariya serê zimên peyde dibe û dengekî bi çingênî derdixe. Bi du
awa tê bikaranînê:
Awayê nerm:
Çêlek - çîrok - çîn - çivîk - çilmisîn...
Awayê sert :
Ço - çol - çîmen - çayê - çal - çayir ...
D d Bi alîkariya serê zimên ku li dinan dikeve peyde dibe:
Dad, derd, dem, dê, dîmen, dûman, dadvan,...
E e Dengdareke xweser e. Bi vekirina dev û rakirina lêv û dinan ji ser hev, dengekî
kurt yekcar ji baniyê qirikê derdixe: Ez, em, ezber, erzan, encam, efsane,...
Ê ê Tîpeke dengdar e. Ji baniyê qirikê, bi vekirina dev û rakirina lêv û dinanan ji ser
hev dengekî dirêj derdixe: Êl, êm, êvar, êzing, êş, êrîş, êrdim, …
F f Ev deng bi alîkariya lêv û dinanan çêdibe. Lêva jêr dikeve navbera dinanên jêr û jor û hinekî tê qerisandinê.Lêva jor jî, hildayî dimîne: Fener, ferman, fêrbûn, Ferfûr, Fanos, ...
G g Ev deng liser nîvê zimên ji jor ve çêdibe. Nîvê zimên bi ser şikefta devî ya jor de tê qerisandinê û lêv û dinan vekirî dimînin: Ga, gur, gul, guh, gel, gamêş, ger, gez, …
H h Ev deng ji qirika mirov bi hûkirinê dertê. Herwiha dev, lêv û dinan vekirî dimînin:
Hawar, huner, hozan, hêz, herêm, hêvî , hêja, …
I i Ev dengdar bi vekirina dev dengekî kurt û yekcar ji nîvê qirikê derdixe. Di destpêka peyvên kurdî de nayê bikaranînê. Herwiha di dawiya peyvan de jî, ji bilî çend daçekan nayê bikaranînê, mîna: Bi, ji, çi, di,...
Kirin, birin, mirin, bilbil, dirinde, Dimdim...
Î î Ev dengdara xweser bi vekirina dev, lêv û dinandengekî dirêj ji nîvê qirikê derdixe:
În, îşev, îsal, înan, îcar, îsot...
J j Ev deng ji pişt dinanan peyde dibe. Mirov binê zimanê xwe bi ser pişta dinanan
ve hinekî diqerêse û vî dengê bi xuje xuj derdixe: Jar, jîn, jiyan, jîjo, jêr, jor, jîr,jajî
K k Ev deng ji nîvê pişta zimên bi alîkariya şikefta dev ya banî peyde dibe.
Ev tîp cihê du dengan digre.
Awayê nerm: Ker (nabihîse), kil, kor, kin, ka (pûşê hûr), kadîn, kavil, kar (çêlika bizinê)...
Awayê sert : Ker (bar radike), kum, kun, kar (îş), kole, kol, kaxez, ka (bide min),
L l Ev deng bi alîkariya serê zimên ji nîvê zimên dertê: Lal, lale, lûle, Leyla,
Lezgîn, leylan, Lor...
M m Ev deng bi girtina dev û dinan û danîna lêvan ser hev ji bêvilê dertê:
Mar, mêr, mal, mê, Memo, Med, meymûn, mom...
N n Bi alîkariya serî û nîvê pêşzimên bi hildana lêvan ji ser hev ji bêvilê dertê:
Nan, narîn, nalîn, Nermîn, nûner, nîşan, Nişmîn...
O o Ev xweser dengekî dirêj ji nav dev bi vekirina lêv û dinan derdixe:
Ol, ode, Oso, ocax, olk, oldar...
P p Ev deng bi danîna her du lêvan ser hev dertê û bi du awa tê bikaranînê:
Awayê nerm: Pîr (bi emir), pepûk, pîvaz, pêlav, pembû, pîrejin...
Awayê sert: Pere, por, pirç, perçe, pûş, poşman, pîr (rêberê dîn)
Q q Ji nîvê qirikê dertê: Qaz, quling, qîz, Qamişlo, qirik, qijik, qîrên, qoq,...
R r Ji serî û nîvê pêşzimên peyde dibe û bi du awa tê bikaranînê:
Awayê nerm: Rol, reben, rêwî, rê, rik, rim, rimbaz
Awayê sert: Reş, rewş, rabûn, rewşenbîr, req...
S s Ev deng ji nav dinan bi fîtîkdanê peyde dibe: Sal, sor, sar, sol, sîr, sersal, sosin...
Ş ş Ji pişt dinanan û bi alîkariya binê zimên peyde dibe: şor, şûr, şîr, şar, şir, şêr,
şoreş, şeş,...
T t Bi alîkariya dinanan û serê zimên peyde dibe û bi du awa tê bikaranînê:
Awayê nerm: Tîr, tirî, tûr, tîtî, tilûr, tîj...
Awayê sert: Tirş, teşî, teşt, tor, ter...
U u Ev dengdara xweser bi vekirina lêv û dinan ji nav dev yekcar û kurt derdikeve.
Di pêşiya peyvan de nayê bikaranînê.Di dawiya peyvan de jî, bi awakî sinorkirî tê mîna:
Tu, ku, du,...
Kur, gur, kum, xurde, gumgum, qure
Û û Ev dengdara xweser bi vekirina dev, dinan û lêvan ji nav dev dirêj derdikeve û
vekirina dev hinek dom dike: Ûrg, kûr, rû, mû, dû, çûn, bûn...
V v Ev deng bi alîkariya lêv û dinan peyde dibe. Lêva jêr em dikin navbera dinanên jêr
û jor û hinek diqerêsin: Vedan, volkan, viyan, vîn, veşartin, valabûn...
W w Ev deng di nav lêvan de peyde dibe. Bi alîkariya dengdaran tîpên siwar çêdike
û ew bi xwe jî, nîv dengdar e: Wa, we, wê, wi, wî, ew, -êw.
Bi alîkariya tîpên bêdeng jî, pevdengan çêdike, wek: Xw, kw, gw.
Wan, welat, wêran, windabûn, wî, ew,
Xwarin, xweser, xwê, xwîn, xwinav
Gwêz, gwîtin, kwîr, kwînêr...
X x Ev deng ji nîvê qirikê dertê:Xanî, xort, xebat, xizim, xunav, xirab, xezal,....
Y y Ev deng ji nîvê pişta zimên peyde dibe. Nîvdengdar e û bi alîkariya dengdaran tîpên siwar çêdike: Ya, ye, yê, yi, yî, ey.
Yar, yek, gulîyên sor, neteweyî, eywan...
Z z Tîpa dawî ye ji abc ya kurdî. Dengê wê ji nav dinanan peyde dibe.
Zozan, zevî, zor, zindan, zerzûr, Zerê,
1.2.1.1. Abc ya Kurdî
Abc ya kurdî ( 31 ) sî û yek tîp in û li du beşan par ve dibin:
Tîpên gir ( girek ):
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S ş T U Û V W X Y Z
Tîpên hûr ( hûrek ):
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z
1.2.1.2. Tîpên dengdar
Di zimanê kurdî de ( 8 ) heşt tîpên dengdar hene:
A E Ê I Î O U Û
Bi lêvkirina van tîpan mirov devê xwe ji hev vedike. Her tîpek jî, bi serê xwe dengekî derdixe.
A a kar şar
E e ker şer
Ê ê kêr şêr
I i kir şir
Î î kîn şîn
O o kor şor
U u kur gur
Û û kûr şûr
Li gor Kurtî û dirêjahiya dengê van tîpan di nav xwe de, li du beşan par dibin:
1.2.1.2.1. Kurtedeng: E I U
E e ez, em, ber, şer, berber, ezber, pale
I i Dimdim, bilbil, dil, mirin, kirin, min
U u tu, gul, guh, kum, kur, Kurd, durust
1.2.1.2.2. Dirêjedeng: A Ê Î O Û
A a av, al, ap, Alan, bav, Dara, baran
Ê ê êl, êm, êrîş, dêm, rê, mêr, Bêrîvan
Î î în, îro, îşev, dîn,jîn,şîn, zîn, sîr, şîr
O o ol, ordek,olk,Oso,Soro, Bozo,sor
Û û ûrg, tûr, şûr, rû, mû, kûr, dûr, hûr
1.2.1.3. Tîpên Dengdêr:
Di zimanê kurdî de (23) bîst û sê tîpên dengdêr hene. Ev tîp bi serê xwe tu dengî nadin.
Tîpên dengdêr ev in: B C Ç D F G H J K L M N P Q R S Ş T V W X Y Z
1.2.1.4. Pevdengtîp
Ev tîp ji yekgirtina du tîpên bêdeng û dengdarekê çêdibin:
xw xwa, xwe, xwê, xwi, xwî.
gw gwê
kw kwî
Xwa: Xwarin, xwazgîn,xwas,...
Xwe: Xwere, xweser, xwelî, ...
Xwê: Xwêdank, xwêsî, ...
Xw : Xwinav, xwirde, xwirdekar,...
Xwî: Xwîn, xwînxwar, xwînî, ...
gwê gwêz
gwî gwîtin
kwî kwîr kwînêr
1.2.1.5. Siwartîp
Ev tîp bi yekgirtina tîpên ( y, w ) û dengdaran çêdibin:
Y : Ya, ye, yê, yi, yî, ey.
W: Wa, we, wê, wi, wî, ew, êw, aw.
Y yar, yek, Darayê Kurd, mayin, çiyayî, meydan,...
W Wan, welat, wêne, windabûn, wî, xew, dêw, daw
1.2.1.6. Cêwîtîp
Ev tîp bi du awa tên bilêvkirinê û di ziman de cihê du dengan digirin. Cêwîtîp ev in:
Ç K P R T
Her tîpek ji van du dengan derdixe, dengekî nerm û yekî sert
| Tîp | Awayê nerm | Awayê sert |
| Ç | çem çêlek Çîrok | ço çap çep |
| K | ker kil kezeb | ker kum kol |
| P | pîr pêlav pîvaz | pîr per pirç |
| R | rût rûn rêzan | reş rewş razan |
| T | tûr tîr tirî | têr tor teşî |
1.2.1.7. Rastnivîsandina Tîpan
1.2.1.7.1. Tîpên gir û hûr:
Di nivîsandina kurdî de, ji van rewşên ku em li jêr rêz bikin û pê ve her gav tîpên hûr tên nivîsandinê:
1. Nasnav ( Navên bernas ):
Ev nav bi tîpa gir dest pê dikin û tevayî jî, tîpên gir bên nivîsandinê, rast e. Wek:
Azad > AZAD
Xebat > XEBAT
Şêrîn > ŞÊRÎN
Amed >AMED
Qamişlo > QAMIŞLO
WAN > WAN
Botan > BOTAN
Bagok >BAGOK
2. Hevok (Pevek):
Herdem bi tîpa gir dest pê dike.
Wek:Şoreşa Kurdistanê xwe gihandiye koçbera şerê gelî. Di şerê gelî de jî, hemû hêzên civatê dibin eniyên cengê. Îro li Kurdistanê her gund, her bajar li hember dijmin, eniyeke cengê vedike.
3. Dema mirov bixwaze bêjeyekê yan jî, navekî di hevokê de berçav bike jibo balkêşîyê bi tîpên gir di navbera du kevanên biçûk de dinivîse. Wek: Li welat " ÇAPKIRIN "a pirtûkan qedexe ye.
Ji " SERXWEBÛN " û " AZADI " yê bi rûmetir tiştek nîne.
4. Sernivîsên gotar û nivîsaran bi tîpên gir dest pê dikin yan jî, tevahî bi tîpên gir tên nivîsandinê.
Wek: Enîşka Rêzimanî > ENÎşKA RÊZIMANÎ.
5. Navên pirtûk, rojname û kovaran bi tîpa gir dest pê dike yan jî, tevayî bi tîpên gir tê nivîsandinê.
Rêzimanê Kurdî > RÊZIMANÊ KURDÎ
Rewşen > REWşEN Lêkolîn > LÊKOLÎN
Welat > WELAT Avaşîn > AVAşÎN
6. Textik û tepikên rêklam û bangeşiyê û balkêşan (lafte ) bi tîpên gir dest pê dikin yan jî, tevayî bi tîpên gir in :
BIJÎ SERXWEBÛN Û AZADIYA KURDISTAN
1.2.1.7.2. Hatina tîpên dengdar li pey hev
Di zimanê kurdî de du dengdar di bêjeyekê de yan jî, di bêje û paşgînekê de li pey hev nayên,di vê rewşê de tîpên :
( Y,W, H ) dengdaran ji hev dûr dikin.Mîna:
Gî - an Giyan.
Du - emîn Duwemîn.
Dirêja - î Dirêjahî
Tîpa (w ) dema bi vê delametê radibe bi tenê li pey van dengdaran ( o, u, û ) tê, jibo ku lêvkirina bêjeyê neyê guhertinê. Mîna:
Ez di rêza duwemîn de bûm.
Duwekî tarî ji agirê petrolê dertê.
Min serşoweke fireh ava kir.
Tîpa (H) di şûna tîpa (Y) de tê bikaranînê , di bêjeyên mîna:
Dirêj dirêjayî dirêjahî
Teng tengayî tengahî
Reş reşayî reşahî
Ji hêla din ve gelek bêjeyên kurdî yên ku bi tîpa ( h ) dest pê dikin, bi demê re ev tîp ketiye û bi dengdarekê dest pê dikin, mîna :
Êrîş hêrîş
Awa hawa
Ûrde hûrde
Êl hêl
Evîn hevîn
Elb helb
Avêtin havêtin
Dema ev bêje dibin berbarê vê rêzanê vedigerin ser reseniya ( eslê ) xwe. Mîna:
Bi êrişên tund gerîla dijmin dipelixîne.
Bi hêrişên tund gerîla dijmin dipelixîne.
Bi awakî sert ez rabûm.
Bi hawakî sert ez rabûm.
Pêavêtin Pêhavêtin
Tîpa ( Y ), di hemû rewşên din de, bi delameta jihevdûrkirina dengdaran radibe. Mîna:
Gundiyekî got : " Çiya em in , me bombe bikin ".
Bêjeyên ku bi dengdaran dest pê dikin, dema li dû daçekan tên, ev daçek dikarin
dengdarên xwe bavêjin. Mîna :
Ajotin bi ajo bajo
Anîn bi îne bîne
Axaftin biaxife baxife
Di nivîsandina kurdî de zêder ( a, ê, ên ) mîna paşgînan tên pejirandinê, dema dawiya
bêjeyê dengdar be, tîpa " y " dikeve pêşîya zêderê . Mîna: Çiyayê Cûdî pîroz e .
1.2.1.7.3. Yekgirtina Tîpan
Di kurdî de du tîpên mîna hev di bêjeyekê de, li dû hev nayên. Di vê rewşê de yek
jê dikeve. Mîna:
Xurt - tir xurttir xurtir
Paş - şîv paşşîv paşîv
Deng - gir denggir dengir
Derd - dar derddar derdar
Di zimanê kurdî de çend tîpên ne ji hev digihîjin hev û dengekî nû çêdikin yan jî,
cih didin tîpeke nû. Ji yekgirtina tîpên ( xw) û (gw ) bi dengdaran re pevdeng çêdibin : Xwa, xwe, xwê, xwi, xwî.
Gwê, gwî, Kwî, kwê.
1.2.1.7.4. Cîguhertina tîpan
Di zimanê kurdî de gelek dengên nêzî hev hene. Di peyvajowê de gelek caran li gor devok û zaravên kurdî cihê xwe bi hev guhertine. Mîna :
( v ) û ( f ) Hevt heft
Sekevtin serkeftin
Hevsar hefsar
Hêrivandin hêrifandin
(v) û (b) Av ab
Bav bab
Lêv lêb
Gulav gulab
( z ) û ( s ) Leyiztin leyistin
Paraztin parastin
Bihîztin bihîstin
( j ) û ( z ) Jîrek zîrek
Jeng zeng
Jehir zehir
( v ) û ( w) Serkevtin serkewtin
Av aw
(b) û ( w) Xirab xiraw
1.2.1.7.5. Bihevguhertina dengdaran
Tîpên (eh) dema di yek bêjeyê de, li dû hev bên, ev herdû tîp dikevin û cihê xwe didin tîpa (a).
Çehv Çav
Xwehr Xwar
şehr şar
Kehr Kar
Behr Bar
Mehr Mar
Çehr Çar
Tîpên (ih) dibin ( î )
Cih Cî
Sih Sî
Mih Mî
Bih Bî
Rih Rî
Tirih Tirî
Tîpên (uh) dibin (o) yan jî ( û )
Cuh Co
Duh Do
Buhtan Botan
Duhtmam Dotmam
Cuhtkirin Cotkirin
Cuhtin Cûtin
Nuh Nû
Di van rewşan de kurtedeng cihê xwe dide dirêjedengê.
Dema di bêjeyekê de dirêjedengên ( î, û ) dikevin pêşiya dengdareke din û bi tîpên
( y, w ) ji hev tên vekitandinê, ev dirêjedeng cihê xwe didin kurtedengên ji babeta xwe ,
anku ( î )dibe( i ) û ( û ) dibe (u). Wek:
Çiyayîyê mêrxas Çiyayiyê mêrxas
Gundîyek Gundiyek
Dûwek Duwek
Mûwek Muwek
Bûwer Buwer
Bêjeyên mîna (dê, rê ...) dibin:
Diya Riya
Diya min Riya min
Di navên nêr de , dema tîpa (a) hebe, bi tewandinê dibe ( ê ).
şervan şervên
Ga Gê
Nan Nên
Gavan Gavên
Derman Dermên
Alan Alên
Dîwar Dîvêr
Lêkerên pirkîte, dema dengê dawî ne ( i ) be ,di fermaniyê de tê zîvirandin û dibe ( i ).
Axaftin axaf axif diaxife baxife
Cemedîn cemed cemid dicemide bicemide
Li gor hin devokan ev tîp dibe ( ê ) .
Baxêfe Balêse ( Alastim )
Lêkerên derhingêv yên ku bi ( andin ) dawî dibin di fermaniyê de ( a ) dibe ( î ) .
kelandin dikelînim bikelîne
Gerandin digerînim bigerîne
Kenandin dikenînim bikenîne
Revandin direvînim birevîne
1.2.2 Kît
Kît di bêjeyê de parçeyê biçûktirîn e ku nema tê parçekirinê, ev jî, bi tîpên dengdar pêk tê.
Xebat: Bêjeyeke dudeng e ( xe - bat ). ( Xe ), dengê yekemîn e. ( Bat ) jî,
dengê dûwemîn e. Her dengek ji van nema tê parçekirinê. Em nikarin (xe), wiha parçe bikin: x - e.
Herwiha ( bat ) jî, nayê parçekirinê.
Ba: Bêjeyeke yekdeng e, nayê parçekirinê. Di bêjeyê de çend tîpên dengdar hebin, hewqas deng hene, liser vî bingehî bêjeyên kurdî li gor hejmara tîpên dengdar bi vî awayî tên parkirinê:
1.2.2.1. Bêjeyên Yekdeng
Di van bêjeyan de tîpeke dengdar heye. Mînak:
Dê , bav, bar, av, xak, ap, şar, dar, ji, bi, li, yek, kir, bir, mir, çû, bû, deng, bang,...
1.2.2.2. Bêjeyên Dudeng
Hacer Ha - cer
Baran Ba - ran
Karwan Kar - wan
Hêvî Hê - vî
Di van bêjeyan de du tîpên dengdar hene û bi du dengan tên parçekirinê.
1.2.2.3. Bêjeyên Sêdeng
Serkevtin ser - kev - tin
Hilpişkîn hil - piş - kîn
şoreşger şo - reş - ger
Berxwedan ber - xwe - dan
1.2.2.4. Bêjeyên Çardeng
Serîhildan se - rî - hil - dan
Bajarvanî ba - jar - va - nî
Welatparêz we - lat - pa - rêz
Koçbarkirin koç - bar - ki - rin
Di van bêjeyan de çar tîpên dengdar hene û bi çar dengan parçe dibin.
Herwiha bi vî awayî bêjeyên pênc deng jî, tên parçekirinê.
1.2.3. Peyv
a. Di zimanê kurdî de peyv çi ye?
Di Nîsana 1990 î de , li derdorên Bêytûlşebabê, lehengê nemir Sebrî ( Cemîl ) gihişt
karwanê şehîdên nemir. Rêhevalê Sebrî mîna hemû şehîdên me, navê xwe bi tîpên ji agir di singa dîroka Kurdistanê de neqişand..."
Ji rêzên jor diyar e ku hevok ji çend bêjeyên xwedî wate saz dibe. Bi hevketina van bêjeyan hevok wateya xwe distîne, lê dema em bêjeyekê ji hevokê berçav bikin, mîna Sebrî. Bêjeya Sebrî ji çend tîpan saz bûye: S E B R Î di nav van tîpan de du tîp dengdar in ( e, î ) jibo vê jî, lêvkirina vê bêjeyê parçe dikin : Seb - rî. Em dibêjin ev bêje du deng e. Ji hêla din ve bêje xwedî wate ye. Gava em navê Sebrî dibihîsin em dizanin ku kesekî şoreşger pê tê binavkirinê û ev kes şehîd ketiye. Herwiha hemû bêjeyên ku di rêzên jorîn de hatibûn mîna : Bêytûlşebab, Nîsan, 1990 î ,li, bi, ji, leheng, şehîd, hemû, gihişt , ....
Her bêjeyek ji van ji çend tîpan saz dibe, çend dengan dide û wateyekê nîşan dike. Li gor vê em dikarin peyvê (bêjeyê) bi vî awayî bidin nasandin:
Peyv ji çend tîpan saz dibe, çend dengan derdixe û wateyekê berçav dike.
b. Peyvên hevdeng
Lêvkirin û nivîsandina van bêjeyan yek e, lê wateya wan ji hev cuda ne.
şîn şîn şîn
Ber Ber Ber Bîr Bîr
Pir Pir
şor şor
Cot Cot
c. Peyvên hevwate
Wateya van bêjeyan yek e, lê lêvkirin û nivîsandina wan ji hev cuda ne.
Bêje Peyv şor Xeber Qise Axif
Pir Gelek Zehf
Gerdûn Dinya Cihan
Rûmet şeref
şerm Fihêt
Zû Bilez
ç. Peyvên dijhev
Ev bêje bi wateya xwe dijî hev in .
Reş Sipî
şer Aşitî
Sar Germ
Sivik Giran
Birûmet Bêrûmet
Mezin Biçûk
Nezan Zana
parçeyên axaftinê di kurdî de (koma peyvan) :
Koma hemû peyvên ku di axaftin û nivîsandina kurdî de peyda dibin parçeyên axaftina kurdî ne. Ev jî, neh beşên bingehîn in, di zimanê kurdî de. Emê van parçeyan li jêr rêz bikin û bi firehî liser rawestin.
1.2.3.1 Nav
1.2.3.2 Cînav
1.2.3.3 Rengdêr
1.2.3.4 Hejmar
1.2.3.5 Lêker
1.2.3.6 Hoker
1.2.3.7 Daçek
1.2.3.8 Gehandek
1.2.3.9 Bang
1.2.3.1 N a v
Kêliyek ji Bihara Gundê min
Serê sibê ye. Rojê şaxên xwe yên zêrîn diavêtin mêrg û palên çiyê. Ox ... Xweş ! Ev çi awaza bêmirin e, tê guhên min; Marêna bizin û karikan, borîna çêlek û dewaran, barbara berx û mihan, çîwçîwa çivîk û şalûlan.
Dengê bilûrek bi awazeke girînî û xemgîn mîna pêlên bayê guhên min hênik dike. Haho! Strana " lo lo lawiko " bi dengekî stûr û giran pêl dide. Di nav re qebqeba kewekî ji kontara çiyê bilind dibe. şêrîn bang dike Narînê.Gulê bang dike Perwînê. Ewt ewta segên gund , qid qidq mirîşkan. wey bavo! Dengê zeriyeke delal ji riya kehniyê tê, bi strana
" Her hebin pêşmergên me " xwe mijûl dike. Wey hesteyên min, ez çi bihîdzim, ez çi berdim?! Bi hev re ox yeh! Sinfonîyeke xweristî bêmirin e. Dengê Zeriyê, wey xweziya min bi we Pêşmergeno! Bilûra şivên ?! Na, dengê kewan?! Na, na ... wey lo dilo! Ev çi ye?! Ev çi bûye?! ...
Dema em ji nivîsa jorîn van bêjeyan berçav dikin: Bihar, gund, roj, mêrg, çiya , awaz, guh, kehrik, berx, şivan, şêrîn, Gûlê, kew, hest ...
Em dibînin ku her bêjeyek ji van kesekî , cihekî yan jî, tiştekî dide nasînê. Ev kes, cih û tişt bi vê bêjeyê tê binavkirinê. Di zimanê kurdî de nav ji van bêjeyan re tê gotinê. Herwiha nav bi vî awahî tê nasdan:
Nav parçeyek e ji axaftina kurdî ( yek ji bêjeyên zimanê kurdî ye). Tiştek , kesek, lawirek yan jî, cihek bi vê bêjeyê tê naskirinê.
1.2.3.1.1 Beşên Navan
Di zimanê kurdî de du beşên navan hene:
Navên ku mirov bi her pênc hesteyên ( hisên ) xwe dikare nas bike, an ku hebûneke wan berçav hebe, ji van navan re şênber (madî) tê gotinê. Mîna: Av , nan, çiya, ba, çêlek, berx, çivîk, bilûr ...
Navên ku mirov nikare bi her pênç hesteyên xwe nas bike, yan ku hebûneke wan ya berçav tuneye, lê mirov di raman û mêjiyê xwe de wan nas dike. Razber (manewî) ji van navan re tê gotinê. Mîna: Giyan ( rih ), jîrî, hiş, sewda, bext, raman....
A. Navên şênber
Navên şênber yên xwedî giyan:
Jin Narîn, şêrîn, Gulê, Perwîn, Zînê,
Mêr Azad, Hogir, Xebat, Hawar, Reşo,
Mirovên nêr Mêr, xort, bav, bira, xal, ap,
Mirovên mê Jin, keç, bûk, xwîşk, dotmam, ....
Lawirên nêr Beran, nêrî, ga, beraz, dîk, hesp...
Lawirên mê Bizin, çêlek, mih, mehû, mirîşk,
Navên şênber yên bêgiyan
Mêza Av, baran, berf, beroş, ode, cam ...
Nêrza Kon, nan, kevir, agir, êzing,
B. Navên Razber
Ev nav tiştekî bêrih û can, bêleş û giyan bi nav dikin. Tiştekî ne berçav e, lê mirov
di ramana xwe de nas dike. Mînak: Hêvî, tirs, mêranî, raman, saw, merdî, cangorî.....
Navên razber sê beş in:
1. Navên Ramanî
2. Navên ku bi paşgînên " atî, tî û î " tên sazkirinê.
3. Navên raderî
1. Navên ramanî
Nêrza Sewda, rih, derd, hiş,...
Mêza Hêz, hêvî, tirs, saw,...
2. Navên jêbirînî
atî Reşatî, serokatî , koratî, mirovatî,....
tî Hevaltî , biratî, zavatî, feqîrtî,..
î Erzanî, xweşî, hogirî, giranî, rebenî,...
3. Navên raderî
Ev nav raderên lêkeran bi xwe ne.
n çûn, man, bûn, dan,..
in birin, kirin, hatin, firotin,..
în anîn, kirîn, nalîn, revîn, firîn,...
andin kelandin, tirsandin, kenandin,
Bi du awayên din nav di zimanê kurdî de par dibin. Nasnav û gelempernav:
a. Nasnav
Ev nav mirovekî yan tiştekî bi tenê binav dikin û ew tişt yan ew kes bi wî navî xuya ye. Nasnav, navên tiştan, jinan, mêran û welatan in. Mînak:
Kurdistan, Afrîn, Koban, Hêzil, Ferad, Bagok, Botan, Qamişlo, şêrîn, Zêrîn, Azad, Reşo, Dîcle,..
Nasnav herdem bi tîpa gir dest pê dikin û dibe ku bi tevayî jî, gir bên nivîsandinê.
Di kurdî de nasnav ev in:
1. Navên kesan( Rastnav )
Ev navên mirovan in. Mînak:
Hacer, Bêrîvan, Egîd, Simko, Rewşen, Sêvê, Temo, Cesûr, Azad, Raperîn, Rêwîn,...
Ev nav ji sê navan pêk tên:
1. Navê pêşî Azad ( navê kesekî ye )
2. Navê bav şivan ( şivan bavê Azad e )
3. Navê malbatî Temo ( şivan ji mala Temo ye )
Azadê şivanê Temo yan jî, Azadê kurê şivanê Temo.
2. Navên malbatî
Bedirxanî, Osmanî, Pehlewî, şikakî,...
3. Navên nijadî
Kurd, Faris, Ereb, Tirk, Ermen,...
4. Navên erdnîgarî
Navê welatan Kurdistan, Misir, Filestîn, Çîn,
Navê bajaran Amed, şirnex, Qamoşlo,
Navê çiyan Bagok, Gebar, Cûdî, Agirî,
Navê çeman Hêzil, Ferad, Dîcla, Xabûr,
Navên cih û deran Botan, Xerzan, Hesinan,
Herwiha navên gundan jî, ji nasnavan tên hejmartinê.
b. Navên Celeb
Ev nav her tiştên ji beşekî, babetekê yan jî, celebekî binav dikin. Mîna:
Çiya, Bajar, welat, mih, bizin, beran, ga, mirov,
Navên celeb bi du beşan tên parkirinê:
1. Navên Beş
Ev nav bi kêrî navkirina tiştên ji celebekî yan beşekî tên. Mînak:
Mih, balinde, çiya, mirov, lawir, candar,...
2. Navên kombêj
Ev nav bi kêrî navkirina parçeyekî yan jî, komekê ji navekî beş tên. Mîna:
Lek, kerî, ref, selef,...
Kerîyek pez.
Refek balefir.
Selefek siwar.
Navên Celeb bi awayekî din bi sê beşan tên parkirinê:
A. Navên Cih ( lûs )
B. Navên Alav ( amraz )
C.Navên dumil
A. Navên Cih
Ev nav derekê, ciyekî yan jî, warekî bi nav dikin. Mînak:
Xanî , meydan, dibistan, forotgeh, nexweşgeh, mûristan, çayxane,...
Navên cih du beş in:
1. Xweber
Navên cihîn xweber bi xwe cihekî yan jî, derekê bi nav dikin. Mînak:
Keleh, bazar, bênder, xanî, şikeft,...
2. Sazber
Navên cihîn sazber ji nav û bêjeyên din bi yekgirtina paşgînan tên çêkirinê. Paşgînên ku navên cihîn saz dikin ev in: Istan, geh, zar, xane, lîn, dîn,..
Istan Kurdistan, Hindistan, Erebistan, gulistan, goristan, mûristan, karistan, daristan,...
Geh Dengeh, lîzgeh, çêregeh, bargeh, Zanîngeh, kargeh, tomargeh, nexweşgeh,...
Zar Çîmenzar, gulzar,...
Xane Mêvanxane, nexweşxane, dermanxane,
Lîn Kulîn, hêlîn, xwêlîn, biriqlîn,...
Dîn Kadîn,...
B. Navên Alav
Ev nav bi kêrî navkirina alavekî (amraz, destek) tên. Mînak:
şûr, kêr, birek, badek, xame,...
Ev jî, du beş in:
1. Alavên Xweber
Navên ku ji xweber alav in, wek:
Qelem, kevçî, bivir, tevşo,...
2. Alavên Sazber
Ji bêjeyên din bi alîkariya paşgînan çêdibin. Paşgînên ku navên alav saz dikin ev in:
Ek, dan, cîv, ing, ar,..
Ek Birek,badek, pêçek,
Dan Çaydan, xwêdan, xwelîdan, kildan, kevçîdan
Çîv Kilçîv
Ing Bêjing, hevring,
Ar Xîzar
Gelek nav bi (ing) dawî dibin, lê ne alav in. Wek: Ziving, rojing,...
C. Navên Dumil
Navên dumil bi du awan çêdibin:
1. Hevbend
Ev nav bi çar awan çêdibin:
- Nav û rengdêr Girsor, rûreş, dilpak,
- Du nav Marmasî, sîrdim, biramak,
- Nav û hoker Berçavk, bermalî, navmalî,
- Nav û lêker Gerav, bager, dermansaz..
2. Navên xurdezad:
Ev nav bi alîkariya paşgînan çêdibin. Mîna:
Gûn Argûn, pargûn
N Xewn, tevn
1.2.3.1.2. Zayend
Di zimanê kurdî de du zayend hene: Nêr û mê. Ev zayend bi du beşan par dibin:
Rasteza
Navên ku bi rastî nêr in yan jî, mê ne. Mînak:
Navên bi rastî nêr : Xort, mêr, ga, beran,
Navên bi rastî mê : Keç, jin, çêlek, mih, bizin,..
Gumanza
Navên ne nêr û ne mê ne. Lê di ziman de mîna rastezayan hin nêr û hin mê tên bikaranînê. Dema em bixwazin navekî ji van nas bikin ku nêr yan mê ye, emê hevokekê bi vî navî saz bikin. Gava paşgîna " ê " bistîne, ev nav nêr e, lê gava " a " bistîne mê ye. Mînak:
Dil : Dilê germ.
Çiya : Çiyayê Cûdî.
Çem : Çemê Dîcle pêlan dide xwe.
Navên: Dil, çiya, û çem ne nêr û ne mê ne, lê di ziman de mîna navên nêr tên bikaranînê, jiber ku di hevbendiyê de " ê " distînin.
Av : Ava kaniya me zelal e.
Şoreş : Şoreşa Kurdistanê pêş de diçe.
Gul : Gula sor.
Navên Av, şoreş û gul ne nêr û ne jî, mê ne , lê di ziman de mîna navên mê tên bikaranînê û paşgîna " a " di hevbendiyê de distînin.
Navên Nêrza
Navên nêrza du beş in:
Rastezayên nêr
Ev nav bi rastî zayend nêr in. Nêrza jî, di Kurmancî de ev in:
Navên mirovên nêr : Mêr, law, kur, zilam, zava,
Navên mêran : Azad, Zerdeşt, Hogir,
Navên lawirên nêr : Beran, nêrî, ga, dîk, beraz,
Gumanzayên nêr
Ev nav bê zayend in, ne nêr û ne mê ne. Lê di ziman de mîna navên nêr tên bikaranînê. Mînak: Xanî, guh, çiya, çem, nan, dil, serî, kevir, dest, kon, gopal,..
Navên nêr paşgîna " ê " di forma hevbendî de distînin. Mînak:
Xortê şoreşger.
Lawê Medya.
Reşoyê şehîd
Hogirê leheng.
Beranê tov.
Gayê cot.
Nanê sêlê.
Çemê Ferat.
Navên mêza
Navên mêza du beş in:
Rastzayên mê û gumanzayên mê.
Rastezayên mê bi rastî zayend mê ne. Rastezayên mê jî, ev in:
Navên kesên mê : Jin, keç, bûk, dê, xûşk, met,
Navên jinan : şêrîn, Narîn, Dîcla, Gulê,
Navên lawirên mê : Mih, bizin, çêlek, mirîşk, dêl,...
Gumanzayên mê
Ev nav bi rastî ne nêr û ne mê ne, lê di ziman de mîna navên mê tên bikaranînê û paşgîna " a "
distînin. Mînak:
Teşt, çal, dar, rê, pênivîs, berf, av, şoreş, tirs, hêvî, birin, kel,...
Ji gumanzayên mê re rêzanek heye. Ew jî ev e:
Ev beşên navên razberî herdem mê ne:
Navên jêbirînî
Navên ku bi " atî, tî û î " dawî dibin. Ev nav herdem mê ne û paşgîna " a " distînin. Mînak:
Serokatî, koratî, mirovatî, reşatî, hevaltî, biratî, bijartî, zavatî, erzanî, xweşî, hogirî, giranî,...
Navên raderî
Navên raderî raderên lêkeran in û herdem mê ne. Mînak:
Kirin, çûn, hatin, man, hebûn, firîn, firotin, ketin, lerizandin, damezirandin, firandin, kelandin,...
Navên zayend mê di hevbendiyê de herdem paşgîna " a " distînin. Mînak:
Çala avê. Berfa sipî.
Keça şervan. Jina azad.
Bizina kej. Miha qer.
şêrîna jîr. Hacera şehîd.
Hevaltiya gelan. Serokatiya hemdemî.
Xweşiya çiyan. Hebûna ziman.
Çûna şoreşê. Hilkişandina çiyan.
Navên duzayend ( Nêremê )
Navên du zayend li gor kesê ku mirov liser daxive carna nêr û carna mê ne, yan ku jibo nêr û jibo mê jî, tên bikaranînê. Mîna navên : Heval, yar, dijmin, dost, karker, mamoste, şervan, hogir, şoreşger, ...
Ev nav û yên mîna wan dema bi navekî nêr re hevbend dibin " ê " distînin û dema bi yekî mê re be paşgîna " a " distînin. Mînak:
Hevalê dilsoz ( dema heval nêr be - xort, mêr )
Hevala dilsoz ( dema heval jin be )
Herwiha em dibêjin:
Yarê delal Yara delal
Dostê çeleng Dosta dilsoz
Mamosteyê dibistanê Mamosteya dibistanê
Şervanê azadiyê Şervana azadiyê
Karkerê jîr Karkera jîr
Şoreşgerê kurd Şoreşgera kurd
Dijminê hov Dijmina hov
Evîndarê welat Evîndara welat
Xebatkarê hêja Xebatkara hêja
Têkoşerê gernas Têkoşera gernas
Hogirê min Hogira min
Navên nêr
1- Navên mirovên nêr Bav, ap, xal, zava,
2- Navên candarên nêr Ga, beran, dîk, ...
3- Navdêrên hejmarî Du, sê, çar, pênc, deh, sed, hezar,... lê yek mê ye.
4- Navên rengan Sor, zer, kesk (heşîn ), qehweyî, agirî...
5- Navên gewher û madenan Hesin, zêr, zîv, derî vê rêzê hilberînên petrol û komirê mê ne: Mazot, benzîn, komir, ..
6- Berhemên candaran Goşt, penîr, mast, nîvişk, şîr, lê derî vê rêzê: hêk, hirî û liva mê ne.
7- Mêweyên ( fêkî ) hişk Hejîr, mewîj, ...
8- Darên hişk Dar, tîrek, ço, ..
9- Hemû avên herik Çem, cobar, ...
derî vê rêzê co û sûlav mê ne.
10- Qût û dexil û hemû celeb navên wan : Qut, dexil, genim, ceh,
11- Endamên laşê mirov yên der ve hemû nêr in Serî, çav, guh, dest, çerm, zik, ...
Navên mê
1- Mirovên mê û navên wan Dê, xwîşk, met, bûk, şêrîn, Lîlav, şermîn, Nermîn, Çîmen, Sûlav, Laliş,...
2- Hemû candarên mê Mî, bizin, çêlek, mirîşk, mehîn, dêlik,...
3- Avên aram ( sekinî ) derya, gol, bîr, çal, Derî vê rêzê delav nêr e .
4-Navên erdnîgarî yên bajar, gund, çiya, deşt û welatan: Amed, Xanik, Bagok, Heran, Kurdistan,...derî vê rêzê navên çeman nêr in.
5- Êwirgeh şikeft,... derî vê rêzê kon, xanî, axwir û stewl nêr in.
6- Navgînên siwariyê Otomobîl, taksî, tirên, firok, keştî....
7- Tiştên ji asîmanan tên jêr û heyînên asîmanî: Baran, berf, stêr, roj, heyv, derî vê rêzê ba û ewir û asîman nêr in.
8- Nexweşî, êş û navên nexweşiyan
9- Xwarinên pijandî û tiştên xwaringehê, lê nan, goşt, kefçî û çetel nêr in.
10- Navên mûzîk û nivîsandinê.
11- Navên sîleh û çekan, lê çekên sipî: şûr, gurz,
doqik, bivir, şeşperî ,... nêr in.
12- Navên ku bi " î " , " ahî ", " tî " û "atî" dawî dibin:Erzanî, meznahî, hevaltî, biratî...
13- Navên tîpên abc
14- Darên heşîn ( ter )
15- Navên gulan
16-Navên pirtûk û pergalên nivîsandinê: pel, kaxiz, pênûs,...
17- Pût û celebên giyayên ku dibin pût jibo candaran, lê ceh nêr e
18- Hemû navên raderî ( raderên lêkeran ) : çûn, hatin, birin ,...
19- Endamên laşê mirov yên hundir tev mê ne :
ceger, rovî, kezeb, ...lê dil nêr e.
20- Navên sal, hefte, rojên hefteyê, meh û demsalan hêmû mê ne.
1.2.3.1.3. Zêder
Çiya
Çiya yek ji pîrozayiyên gelê Kurdistanê ne. Îro, mîna hemû koçberên dîrokî, çiyayên Kurdistanê bûne bargehên gerîlayên me yên leheng ku şerê Serxwebûn û Azadiyê bi rê ve dibin. Herwiha bav û bapîrên me jî, di demên zor û astengiyan de, xwe dikişandin çiyan û serî didan berxwedanê, jibo parastina ziman, çand, dîrok, tore, hebûn û hemû biha û taybetiyên xwe yên netewî.
Îro, şoreşa Kurdistanê dîsa dide xuyakirinê ku çiyayên me ne tenê parastgehên pîroz in, lê belê kelehên berxwedanê ne jî, jibo pêkanîna êrîşên serkeftinê, berbi avakirina Kurdistaneke serbixwe û azad ve ...
Koçberên dîrokî.
Gerîlayên me.
şerê serxwebûn û azadî yê pîroz.
şoreşa Kurdistanê ya nûjen.
Dema em van hevokan berçav dikin, em dibînin ku:
Hevoka yekemîn ji du navan saz dibe:
Koçber û dîrok, lê bêjeya "ên" girêdanek di navbera wan de çêkiriye û dide famkirinê ku gelek koçber bi vî rengî derbas bûne. Herwiha hevoka duwemîn jî, bi bêjeya " ên " girêdanek di navbera nav û cînavekî de çêdike (Gerîla û me). Bêjeya " ên " dîsa wan bi hev girê dide û dide nasîn ku gelek gerîla ne, lê vê carê jiber ku gerîla bi tîpeke dengdar dawî dibe pêşiya " ên " tîpa " y " girtiye. Em dizanin ku koçber mêza ye, jiber ku em dibêjin: koçbera hovîtiyê.
Bêjeya gerîla dibe nêr û mê, em dibêjin:" Gerîlaya me " yan jî :" Gerîlayê me" .
Di encamê de tê nasînê ku bêjeya "ên" jibo koma ( pirhejmar ) herdu zayendan tê bikaranînê, jibo koma nêr û mê çêdibe. Mîna: Keçên kurd û xortên kurd.
Hevoka sêyemîn jî, ji du perçeyan pêk hatiye: şer û serxwebûn , şerê serxwebûn û azadî û pîroz di herdu parçeyan de "ê" girêdanekê çêdike, anku dibe amraza hevbendiyê (xistine pal) û dide zanîn ku bêjeya şer yekhejmar e û zayend nêr e. Tê nasîn ku "ê" jibo nêrzayê yekhejmar tê bikaranînê.
Hevoka çaremîn, dîsa ji du parçeyan e: şoreş û Kurdîstan. şoreşa Kurdistanê û nûjen, di her du caran de bêjeya " a " hevbendiyê di navbera van bêjeyan de dike û dide nasîn ku şoreş bêjeyeke mê û yekhejmar e. Tê nasînê ku bêjeya "a" jibo mêzaya yekhejmar tê bikaranînê.
Ev bêjeyên li jor hatine hejmartinê: a, ê, û ên. Zêder ji wan re tê gotinê. Di encamê de em dibêjin:
Zêder bêjeyeke biçûk e, du navan, navekî û rengdêrekî yan jî, navekî û cînavekî bi hev dide girêdanê, an ku hevbendiyê di nav wan de çêdike û hejmar û zayenda van nav û rengdêran diyar dike. Hevok herdem bi zêderê tê tewandinê.
A. Zêdera pendî
Zêdera pendî navekî yan rengdêrekî bi tenê , ku em baş nas dikin berçav dike û zayend û hejmara wan dide nasîn. Dema em dibêjin: " Dîroka Kurdistanê " em liser dîrokeke nas daxivin ku ew dîroka gelê Kurdistanê ye. Zêdera "a" hevbendiyê di navbera (dîrok û Kurdistanê ) de çêdike. Ev dîrok pal dide ser Kurdistanê, an ku Kurdistan palgeh û dîrok palvedêr e , "a" jî, amraza jibo vê ( bendek ) jê re tê gotinê, ji hêla din ve " a " dide nasîn ku dîrok yekhejmar û mêza ye.
Zêdera pendî ev e:
1. Jibo yekhejmara mêza " a " ye. Mînak:
Gula sor: Em dizanin liser kîjan gulê daxivin, an ku ev gul ji hêla me ve tê naskirinê. Peyva "a" jî,
hevbendiyê dike navbera navekî (gul) û rengdêrekî (sor) û dide zanîn ku guleke bi tenê û mêza ye. Herwiha em dibêjin:
Keça kurd.
Pênivîsa min.
Xweşiya çiyan.
Biratiya kurdan.
Serhildana gel.
şervana ARGK.
2. Jibo yekhejmara nêrza " ê " ye. Mînak:
Çiyayê Cûdî.
Dilê min.
Agirê Newrozê.
şervanê ARGK.
Çemê Dîclê.
3. Jibo koma herdu zayendan ( nêr û mê ) "ên" tê bikaranînê. Mînak:
Gulên sor.
Dilên pak.
Çiyayên Kurdistanê.
Golên xwînê.
Gorên şehîdan.
Gayên cot.
Çowên bêbext.
Dema dawiya bêjeya pêşî tîpeke dengdar be ( y,w ) pêşiya zêderê digre. Mînak:
Sorowê cotkar. ( Soroyê cotkar )
Birayên delal.
Ronahiya zanistiyê.
Xameya min.
Mirovahiya hemdem.
Bêjeyên mîna : dê, rê û mî dibin : di, ri, mi.
Diya min.
Riya min.
Miya qer ( miha qer ).
Zêder nav û cinavekî bi hev girê dide û xwedîtiyê ber çav dike:
Gula min, çiyayê me, bavê min, diya min,...
Yan nav û rengdêrekî bi hev girê dide:
Gula sor , çiyayê bilind , zozanên xweş ,
bihara geş,...
Yan jî, du navan bi hev re girê dide:
Simkoyê şikakî , çiyayên Kurdistanê ,
B. Zêdra nependî (nediyar)
Di zêdera pendî de me got: Gula sor, jiber ku me guleke bi tenê berçav dikir û me nas dikir kîjan gul e, lê dema em gulê bi sinor nekin û neyê naskirinê, em liser kîjan gulê daxivin , em dibêjin: Gulek sor. Ev bêjeya biçûk ku hevbendiyeke bi vî awayî çêdike: Zêdera nependî jê re tê gotinê.
Zêdera nependî ev e: ek, eke, ekê, ekî, ine, na, in.
Yekhejmar
Ek û ekî jibo nêr. Ek, ekê û eke jibo mê.
Xortekî gul çinî.
Marekî bi şêrîn veda.
Azadekî serî hilda.
Xortek tivingê hildigre.
şoreşgerek dijmin ditirsîne.
Gayek kayê dixwe.
Keçekê mar kuşt.
Bizinekê şîr rijand.
Malekê xwarin da.
Keçek nan dixwe.
Gulek avê vedixwe.
şêrînek teşiyê dirêse.
Min keçeke bedew dît.
şoreşgereke hêja hat gund.
Kom
Di komê de nav " ina, in " distîne.
Xortin sêvan dixwin.
Keçin pembû diçînin.
Lawina dar birîn.
Keçina kizwan çinîn.
Xortin hatin.
Keçin çûn.
Gulin çilmisîn.
Zarokin dibezin.
Salo darin birîn.
Memo gurin kuştin.
Osman leşkerina dikuje.
Zînê mihina didoşe.
Memo ji kurina pirsî.
Şêro bi xortina dikene.
Ciger dê ji bajarina derbas bibe.
Di navên nêr û mê yên nependî de, em (ekî) û (ekê) di rewşa tewandinê de bi kar tînin.
1.2.3.1.4. Piçkolekirina navan
Navê piçkole bi danîna paşgînekê çêdibe. Piçkolekirina navan bi armanca hez kirin, xweş kirin, ciwan kirin û pîs kirin û kêm kirinê çêdibe. Mînak:
Baxçe ji navê bax
Darik ji navê dar
Çetiko ji navê çeto (çeter)
Hogirko ji navê Hogir
Perwînkê ji navê Perwîn
Paşgînên biçûkirina navan ev in:
ek, ok, kok, ole, kole, ik, çe, çik, ko, kele, leke, ûle, oke, k, iko, kê, ikê.
ek destek, bendek, perdek, pêçek,
ok zarok, canok, danok, gulok, şemamok,
kok xweşkok, reşkok, delalkok,
ole Reşole, gêjole, hişkole, mêşole,
kole reşkole, piçkole,...
ik darik, dasik, xweşik, reşik, dilik, keçik,
çe baxçe, navçe,
çik rêçik , derçik
ko Hesenko, rebenko,
kele sûrkele,
leke çoleke,
ûle mêşûle, zerûle,
oke baroke,
k gulîk, dargulîk, bijîk, cok,
iko xortiko, xweşiko, reşiko,
kê dilvînkê, Nermînkê,
ikê xweşikê, sêvikê, gulikê,
1.2.3.1.5. Hejmar ( kom û yekhejmar )
Di zimanê kurdî de du hejmar hene:Yekhejmar û pirhejmar.Yek yekhejmar e û ji yekê û jor de kom e.
Yekhejmar
Navê yekhejmar mirovekî, tiştekî yan jî, lawirekî tenê bi nav dike. Navê yekhejmar nayê guhertin mîna xwe dimîne. Lê di tewandinê de, navê nêr (î) û yê mê (ê) distîne. Navên nependî (ek) û (eke) distînin û di tewandinê de,( ekî) û ( ekê ) distînin: Keç, xort, gund, keçek, xortek, keçeke, keçê, xortî, gundî, keçekê, xortekî, gundekî,...
Kom
Bêtir ji yekî ji mirovan, tiştan yan jî, lawiran bi nav dike. Dema nav diyar be, paşgîna " an " distîne. Lê dema nediyar be "nan" distîne. Navê kom di hevbendiyê de ( xistinepal ) paşgîna " ên " distîne: Keçan, xortan, keçinan, xortinan, keçên dilsoz, xortên çeleng,...
1.2.3.1.6. Tewandina navan
Navê kom dibin hin mercan de tê tewandinê:
1. Nav, dema ku kirdeyekî bi berkar be di buhêrkê de tê tewandinê.
şoreşgeran sîxurek kuşt.
Gundiyan serhildan çêkir.
Palan nîsk çinîn.
Xort(î) çek rakir.
Keçê nan pijand.
Keçekê dijmin lerizandin.
Xortekî şêrgo dît.
şoreşgerinan sîxurek kuşt.
Gundînan serhildan çêkir.
2. Eger nav kirdeyekî bê berkar be, di herdeman de şût dimîne û nayê tewandinê.
Cotkar hatin.
Xwendevan rabûn.
Rêwî diponijin.
Dijmin dê bimirin.
Di vê rewşê de em kombûna nav ji kombûna lêker nas dikin, jiber ku lêker " n "a kombûnê distîne: hatin, rabûn, ponijin, mirin,...
3. Eger nav di hevokê de kirdeyekî xwedî berkarekî durust be, di nihok û mandê de, nayê tewandinê.
Mêr çekan amede dikin.
Jin şoreşgeran bi nan dikin.
Keç xortan dibînin.
Koçer dê biçin zozanan.
Xort dê biçin çiyan.
Gerîla dê dijminan bikujin.
4. Eger nav berkarekî durust be, di buhêrkê de şût dimîne û di nihok û mandê de tê tewandinê..
Buhêrk
Gundiyan noker kuştin.
Kurdan caş dîtin.
Min şervan dîtin.
Min keç dît.
Min xort dît.
Nihok:
Ez şoreşgeran dibînim.
Em gulan diçînin.
Xort keçan pîroz dikin.
Mand:
Ez dê şoreşgeran bibînim.
Em dê gulan biçînin.
Ez keçê dibînim.
Ez xort(î) silav dikim.
5. Eger nav di hevokê de berkarekî ne durust be, di her çaxan de tê tewandinê.
Buhêrk :
Min ji xwendekaran pirsî.
Min li şehîdan silav kir.
Min bi şervanan re nan xwar.
Min ji keçê re got.
Te ji xort(î) pirsî?
Nihok:
Ez ji xwendekaran dipirsim.
Ez li şehîdan silav dikim.
Ez bi şervanan re nan dixwim.
Mand:
Ez dê ji xwendekaran bipirsim.
Ez dê li şehîdan silav bikim.
Veguhastina navan (Tewang)
Nav mîna xwe namîne, di bin hin rewş û hoyan de tê guhastinê.Jibo têgihîştina veguhastina navan, emê bi hev re hevokên jêr berçav bikin.
1. şêrînê! Tu şoreşgeran dibînî ?
şêrin > şêrînê
Azado were vê derê !
Azad > Azado
Keçno, werin dîlanê!
Keç > Keçno
Xortno, ev govenda mêran e.!
Xort > Xortno
2. Hêvînê tiving hilgirt.
Hêvîn > Hêvînê
Ez nameyê dinivîsim.
Name > Nameyê
Min xebat li Botanê dît.
Botan > Botanê
Zoro ji Hewlêrê ye.
Hewlêr > Hewlêrê
Li vî xortî temaşe bikin.
Xort > Xortî
Vî bajarî ez gêj kirim.
Bajar > Bajarî
3. Ez çûbûm çiyê .
Çiya > Çiyê
Min ji hevêl re got
Heval > Hevêl
Min ji ava çêm vexwar.
Çem > Çêm
4. Min ji Hogir re got.
Hogir > Hogir re
Ez di Qamişlo re çûm Dêrikê.
Qamişlo > Qamişlo re
Stirî di piyê Gulê re çû.
Gulê > Gulê re
5. Em bi Zêrê ve çûn.
Zêrê > Zêrê ve
şûr di pişta Ristem ve çû.
Ristem > Ristem ve
6. Kesbûna şoreşgerî di Nezîr de pêk hatibû
Nezîr > Nêzîr de
Me çayê di beroşê de çêkir.
Beroş > Beroşê de
7. Keçan çek hilgirtin
Keç > Keçan
Gerîlan dijmin hejand.
Gerîla > Gerîlan
Goşt di saringê de bû.
Saring > Saringê de
Koma yekemîn ji hevokên ku me rêz kirine, di darêja bangê de ne; şêrînê , Azado, keçno û xortno, van navan di vê darêjê de paşgînên: ê, o, û no standine. Em ji van hevokan digihîjin vê derencamê:
Nav di darêja bangê de, tê guhastinê. Navê mê yê yekhejmar paşgîna (ê) distîne, mîna:
şoreşê!
Yadê !
Xwîşkê !
Hevalê !
Yarê !
Navê nêr yê yekhejmar paşgîna (o) distîne, mîna:
Kurdo !
Rizgaro !
Welato !
Mileto !
Hevalo !
Koma herdu zayendan ( nêr û mê ) paşîna (no) distînin, mîna:
Hevalno!
Dayîkno!
Kurdno!
Miletno!
Koma duyemîn ji hevokan, navên ku di darêja berkariyê de hatine tewandinê dicivîne: Hêvînê, nameyê, Botanê û Hewlêrê , navên mê ne. Ev nav bi paşgîna " ê " hatine tewandinê. Lê xortî, nanî û bajarî navên nêr in û bi paşgîna " î " hatine tewandinê.
Derencam:
Nav di darêja berkariyê de tên tewandinê. Navê mê paşgîna " ê " distîne û navê nêr paşgîna " î " distîne.
Koma sêyemîn ji hevokan tewandina navên nêr ku tîpa " e " yan " a " tê de hebe berçav dike. Çiya bûye çiyê. Çem bûye çêm. Her wiha heval bûye hevêl.
Derencam:
Navê nêr ku tîpa " e" yan " a " di wan de hebe di tewandinê de " e " û " a " dibin " ê "
Gavan > Gavên
şivan > şivên
şervan > şervên
Xebat > Xebêt
Çem > Çêm
Koma çaremîn ji hevokan rewşeke cemhevî ku bûyer tê de pêk hatiye berçav dike. Jibo vê darêjê awayê bi hev re tê gotinê. Di awayê bi hev re de nav paşgîna " re " distîne û bersiva van pirsan dide:
Bi kê re ? Tu bi kê re çûyî çiyê? Ez bi Egîd re çûm çiyê .
Bi çi re ? Tu bi çi re difirî ? Ez bi ewran re difirîm.
Ji kê re ? Te ji kê re got ? Min ji Zînê re got.
Di ku re ? Tu di ku re çûyî? Ez di Qamişlo re çûm.
Di çi re ? Te derzî di çi re kir? Min derzî di ber kumê xwe re kir.
Koma pêncemîn ji hevokan yekîtiyekê di navbera bûyerê û kesê ku bûyer hatiye serê wî de berçav dike. Awayê tevayî ji vê darêjê re tê gotinê. Di awayê tevayî de nav paşgîna " ve " distîne û bersiva van pirsan dide:
Di ku ve ? şûr di ku ve çû ? Şûr di pişta Ristem ve çû ?
Bi çi ve ? Te ker bi çi ve girêda ? Bi sing ve.
Di çi ve ? şûr di çi ve çû ? Şûr di balgih ve çû.
Di kê ve ? Gule di kê ve çû ? Gule di şîno ve çû.
Koma şeşemîn ji hevokan cihê ku bûyer tê de pêk hatiye berçav dikin. Jibo vê darêjê awayê cîwarî tê gotinê.
Nav di vî awayî de paşgîna (de) distîne û bersiva van pirsan dide:
Di çi de ? Goşt di çi de ye ? Goşt di beroşê de ye.
Di kê de ? Kesbûna şoreşgerî di kê de ye ? Di Nezîr de ye.
Di ku de ? Şoreşger di ku de ne? Şoreşger di mala Dilgeş de ne.
Koma heftemîn ji hevokan, dîsa mîna ya duyemîn, navên ku di darêja berkariyê de hatine tewandinê, dicivîne. Lê vê carê nav pirhejmar e. Di vê rewşê de navê kom bi paşgîna
( an ) hatiye tawandinê.
Gerîla Gerîlan
Keç Keçan
Nav di awayê raderî de:
Di darêja raderî de, nav mîna xwe dimîne, nayê guhastinê û bersiva van pirsan dide:
Kî çi dike ? Kî dibîne ? Keç dibîne.
Çi çi pê hat ? Çi ket ? Xanî ket.
Çi di çi rewşê de ye ? Çi şikestiye ? Derî şikestiye.
Kî di çi rewşê de ye ? Kî hişyar e ? Gel hişyar e.
Nasîn:
Di awayê bi hev re , tevayî û cîwarî de , nav bi daçekan tê tewandinê. Em dikarin jibo van darêjan awayê daçekî bibêjin.
Guhestina navên mê " keç "
| Rêz | Awa | Pendî-Yek | Nependî-Yek | Pendî-Kom | Nependî-Kom |
| 1 | Rast | keç | keçek | keç | keçin |
| 2 | Bang | keçê | ........... | keçno | .......... |
| 3 | Tewandî | keçê | keçekê | keçan | keçinan |
| 4 | Bihevre | keçê re | keçekê re | keçan re | keçinan re |
| 5 | Tevayî | keçê ve | keçekê ve | keçan ve | keçinan ve |
| 6 | Cîwarî | keçê de | keçekê de | keçan de | keçnan de |
Guhestina navên nêr " xort "
| Rêz | Awa | Pendî-Yek | Nependî-Yek | Pendî-Kom | Nependî-Kom |
| 1 | Rast | xort | xortek | xort | xortin |
| 2 | Bang | xorto | --------- | xortno | --------- |
| 3 | Tewandî | xort(î) | xortekî | xortan | xortinan |
| 4 | Bihevre | xort(î) re | xortekî re | xortan re | xortinan re |
| 5 | Tevayî | xort(î) ve | xortekî ve | xortan ve | xortinan ve |
| 6 | Cîwarî | xort(î) de | xortekî de | xortan de | xortinan de |
Guhestina navên nêr ( nan )
| Rêz | Awa | Pendî-Yek | Nependî-Yek | Pendî-Kom | Nependî-Kom |
| 1 | Rast | nan | nanek | nan | nanin |
| 2 | Bang | nano | --------- | nanino | --------- |
| 3 | Tewandî | nên(nanî) | nanekî | nanan | naninan |
| 4 | Bihevre | nên re | nanekî re | nanan re | naninan re |
| 5 | Tevayî | nên ve | nanekî ve | nanan ve | naninan ve |
| 6 | Cîwarî | nên de | nanekî de | nanan de | naninan de |
1.2.3.1.7. Tewandina navan - darêja berkarî
Di darêja berkarî de nav tê tewandinê. Navê mê paşgîna (ê) distîne û yê nêr paşgîna (î) distîne.
Eger navê nêr tîpên ( e ) yan ( a ) tê de hebin, ev tîp dibin ( ê ). Di rewşên jêrîn de nav dikeve darêja berkariyê:
1. Di buhêrk de, eger nav bi lêkerê derhingêv re kiryar be dikeve darêja berkariyê û tê tewandinê.
Navê mê:
Keçê çeka şoreşê hilgirt. Keçê
Çêlekê ka xwar. Çêlekê
şêrînê gul av dan. şêrînê
Ev hevok bi vî awayî dikarin bên ziman:
Çeka şoreşê ji hêla keçê ve hat hilgirtinê.
Ka ji hêla çêlekê ve hat xwarinê.
Gul ji hêla şêrînê ve hatin avdanê.
Navê nêr:
Vî xortî çeka şoreşê hilgirt. Xortî
Vî hogirî gul av dan. Hogirî
Ev hevok bi vî awayî dikarin bên ziman:
Çeka şoreşê ji hêla vî xortî ve hat hilgirtinê.
Gul ji hêla vî hogirî ve hatin avdanê.
Navê nêr ku ( a ) di wan de heye:
Gê ka xwar. Ga > Gê
Êş genim kir ard. Aş > Êş
Nasîn: Peyvên bav, xal û ap derî vê rêzanê ne. Ev peyv mîna navên mê ( ê ) distînin, yan ( o) distînin.
Apê / Apo çek hilgirt.
Bavo / Bavê gul çandin.
Xalê / Xalo av vexwar
2. Eger nav di demên nihok û pêşedemê de berkarekî durust be dikeve darêja berkariyê û tê tewandinê.
Navê mê
Nazê tivingê heldigire. Tivingê
şînoyê çêlekê bibe mêrgê. Çêlekê
Gulê bizinê didoşe. Bizinê
Navê nêr
Nazê goşt(î) dixwe. Goşt ( î )
Nermînê wî giyayî dikelîne. Giyayî
Soro nên dixwe Nên ( nan )
Gulê dên dikelîne. Dên ( dan )
3. Eger nav berkarekî ne durust be, di herdemê de tê tewandinê.
Navê mê
Memo li şêrînê dike hawar. şêrînê
Huner ji Hêvînê pirsî. Hêvînê
Emê li Botanê bibin mêvan. Botanê
Navê nêr
Huner ji Azad(î) dipirse. Azad(î)
Ezê li gundî bibim mêvan. Gundî
Qenco ji êş hat. Êş (aş )
Ez ji zimên hez dikim Zimên
Guro li Osmên xist. Osmên
4. Di darêja zêderî de, navê dawî tê tewandinê.
Navê mê
Mala jinê. jinê
Kirasê şêrînê. şêrînê
Nanê sêlê. Sêlê
Navên nêr
Êşa dil ( î ). Dil ( î )
Dîtina çav(î). Çav ( î )
Çûna êş. Êş ( aş )
Sima gê. Gê ( ga )
Hilgirtina bêr. Bêr ( bar )
Gurana nêrî.
Êşa serî.
Navê nêr ku ( e ) yan ( a ) di wan de heye, dema bi rengdêreke nîşandinê yan rengdêreke hejmarî re bên bikaranînê, herdem bi ( î ) tên tewandinê.
Ez ê hêsp bikirim. Ez ê vî hespî bikirim.
Berên ceh xwar. Sî beranî ceh xwarin.
Ez ji berên ditirsim. Ez ji vî beranî ditirsim.
1.2.3.1.8. Navên kirdeyî û berkarî
Navên kirde
Ev nav bi karekî radibe. Pîşekî yan jî, delametekê pêk tîne. Navên kirdeyî bi hatina paşgînên ku ji koka lêkeran e li dû navan saz dibin. Bi yekgirtina nav û paşgînan, navekî nû saz dibe ku hem wateya nav û hem jî, ya lêker dide. Ev navên lebatî û livbaz bi bizavekê radibin û jibo wan "navên kirde" tê gotinê. Paşgînên ku navên kirde çêdikin, ev in:
Van Aşvan, dergehvan, hozanvan, bilûrvan, gavan, şervan, xwendevan, dilovan, şoreşvan, dadvan, rojnemevan, bêrîvan,....
Wan karwan, pêhlewan,...
Kar Cotkar, xwendekar, serkar, nivîskar, tewankar, xebatkar, hesinkar
Ker Karker, tevinker, şoreşker, spîker, dagirker, zêrker, şermker,...
Ger Rojnameger, dadger, şanoger, hesinger, şoreşger, meyger, werger,...
Gêr Wergêr, çapgêr, xwegêr, ...
Gir Masîgir, rexnegir, wênegir, dengir,...
Bêj Dengbêj, çîrokbêj,...
Baz Hîlebaz, livbaz, rimbaz, serbaz, canbaz,...
Pêj Xwarinpêj, nanpêj,
Pij Nanpij,
Kêş Wênekêş, barkêş, zehmetkêş,...
Dar Dildar, koledar, serdar, zordar, dengdar, dikandar, kujdar,...
Dêr Rengdêr, çavdêr, fermandêr,...
Nas Kurdnas, rojhilatnas, civatnas, mafnas,...
Zan Kurdzan, zimanzan, dengzan, zemînzan, dîrokzan,...
Guhêz denguhêz, nûçeguhêz, wêneguhêz, ...
Bir Darbir, destbir, qolbir, rêbir, porbir, namebir,...
Bîr Rewşenbîr, ronakbîr, ...
Firoş Gulfiroş, meyfiroş, zembîlfiroş, nanfiroş, şîrfiroş,...
Der Jander, hewleder,...
Saz Pîşesaz, dermansaz, plansaz,...
De Dirinde, bexşînde, girîde
Bar Xembar, tewanbar, ...
Ber Rêber, fermanber,...
E Xwende, xwere, beze, firoke,
Yar Hişyar, biryar, mafyar,...
War Bendewar,...
Wer Serwer, bîrawer, pêşwer, ...
A Zana, şareza, hosta,...
Ar Xewar, kevnar,...
Ok Kenok, gerok, revok, serok,...
Mend Hişmend, hunermend, aqilmend, siyamend,...
Er Daner,...
Navê berkar
Ev nav buyerek tê serê wî û dikeve bin barê lêkerê ji babeta xwe. Navê berkar bi danîna paşgîna " î " li dû lêkeran saz dibe. Herwiha navekî nû tê çêkirinê, mîna:
Ketî > Yê ku ketiye.
Lêkera ket + î > Navê berkar
Di navê berkar de, lêker bi xwe dibe nav. Mînak:
Hilgirtin > hilgirt > hilgirtî
Hilbijartin > hilbijart > hilbijartî
Vexwarî
Xwarî
Dîtî
Mirî
Kenî
Dema em dibêjin : Hilbijartî, tê wateya yê ku ketiye bin hîkariya hilbijartinê.
1.2.3.2. Cînav
Cînav, di zimanê Kurdî de peyveke şûna navan digire. Mîna:
Hogir diçe şoreşê.
Ew diçe şoreşê.
Hacer qehreman e.
Ew qehreman e.
Hacer ala şoreşê bilind kir.
Wê ala şoreşê bilind kir.
Gelê Kurd dijmin lerizand.
Wî dijmin lerizand.
Wek tê xuyakirinê, cînavên: Ew, ew, wê û wî şûna Hogir, Hacer û gelê Kurd digirin û di hevokê de bi delameta van navan radibin.
Beşên cînavan
1.2.3.2.1. Cînavên kesok (kesanî):
Ev cînav şûna navên kesan digirin. Ew jî, du awa ne:
1. Awayê rast:
A- Yekhejmar
Kesê yekemîn, yê ku dipeyive Ez
Kesê duwemîn, yê ku pê re tê axaftinê Tu
Kesê sêyemîn, yê kû axaftin liser e û ne amade ye Ew
B - Kom
Kesên yekemîn, yên ku dipeyivin Em
Kesên duwemîn, yên ku bi wan re tê axaftinê Hûn
Kesên sêyemîn, yên ku liser wan tê axaftinê û ne li wir in Ew
2. Awayê tewandî
A - Yekhejmar
Kesê yekemîn, yê ku dipeyive Min
Kesê duwemîn, yê ku pê re tê axaftinê Te
Kesê sêyemîn, yê ku axaftin liser e lê ne li wir e
jibo nêr Wî
jibo mê Wê
B - Kom
Kesên yekemîn, yên ku dipeyivin Me
Kesên duwemîn, yên ku bi wan re tê axaftinê We
Kesên sêyemîn, yên ku liser wan tê axaftin û ne amade ne wan
1. Awayê rast
Bi lêkerên derhingêv re
Di dema berê(buhêrk) de berkarê durust tên:
Xebat(î) ez dîtim. wî ez dîtim.
Şêrînê tu dîtî. wê tu dîtî.
Dilberê ew dît. wê ew dît.
Hewesê em dîtin. wê em dîtin.
Comerd(î) hûn dîtin. wî hûn dîtin.
Şevger(î) ew dîtin. wî ew dîtin.
Cînavên: Ez, tu, ew, em, hûn û ew di hevokên jorîn de berkarên durust in.
Di dema niha de (nihok) kirde (kiryar) tên:
Ez xebat(î) dibînim. Ez wî dibînim.
Tu şêrînê dibînî. Tu wê dibînî.
Ew Dilberê dibîne. Ew wê dibîne.
Em Hewesê dibînin. Em wê dibînin.
Hûn comerd(î) dibînin. Hûn wî dibînin.
Ew şevgerî dibînin. Ew wî dibînin.
Cînavên: Ez, tu, ew, em, hûn û ew di hevokên jorîn de kirde(kiryar) ne.
Di mandê de (pêşedemê de) kirde tên
Ezê gulê av bidim.
Ezê wê av bidim.
Tuyê (tê) sêvê bixwî.
Tuyê wê bixwî.
Ewê Amedê pîroz bike
Ewê wê pîroz bike.
Emê serxwebûnê bibînin.
Emê wê bibînin.
Hûnê şoreşê pêş de bibin.
Hûnê wê pêş de bibin.
Ewê Newrozê geş bike.
Ewê wê geş bike.
Cînavên: Ez, tu, ew, em, hûn û ew di hevokên jorîn de Kirde ne (Kiryar in).
Bi lêkerên nederhingêv re :
Di herdeman de kiryar ( kirde ) tên. Mînak:
Nihok
Ez difirim.
Tu difirî.
Ew difire.
Em difirin.
Hûn difirin.
Ew difirin.
Pêşedem
Ezê biçim
Tuyê( tê ) biçî.
Ewê biçe.
Emê biçin.
Hûnê biçin.
Ewê biçin.
Bûhêrk
Ez ketim
Tu ketî.
Ew ket.
Em ketin.
Hûn ketin.
Ew ketin.
Ev awayê cînavan di herdeman de bi lêkerên nederhingêv re tên bikaranînê, lê bi lêkerên derhingêv re, tenê di dema nihok û pêşerojê de tên bikaranînê. Herwiha bi navan re bi alîkariya lêkera "bûn" tên bikaranînê. Mînak:
Ez kurd im.
Tu kurd î.
Ew kurd e.
Em kurd in.
Hûn kurd in.
Ew kurd in.
Ez im.
Tu yî.
Ew e.
Em in.
Hûn in.
Ew in.
Ez pale me.
Tu pale yî.
Ew pale ye.
Em pale ne.
Hûn pale ne.
Ew pale ne.
2. Awayê tewandî
Ev awayê cînavan tenê bi lêkerên derhingêv re tên bikaranînê:
a. Di dema berê (buhêrk)de kirde ne ( kiryar in ).
Min al hilgirt
Te al hilgirt.
Wê al hilgirt.
Wî al hilgirt.
Me al hilgirt.
We al hilgirt.
Wan al hilgirt.
b. Di dema niha ( nihok ) de berkarê durust in.
Nazê min dibîne.
NazNazê te dibîne.
Nazê wê dibîne.
Nazê wî dibîne.
Nazê me dibîne.
Nazê we dibîne.
Nazê wan dibîne.
c. Di pêşedemê( mandê ) de berkarên durust tên:
Gulê dê min bibîne.
Gulê dê te bibîne.
Gulê dê wê bibîne.
Gulê dê wî bibîne.
Gulê dê me bibîne.
Gulê dê we bibîne.
Gulê dê wan bibîne.
d. Di herdeman de berkarên ne durust tên:
Azad (î) li min dixe. ( Nihok )
Şêrînê li te xist. ( Buhêrk )
Şermînê dê li wî bixe. (Pêşedem)
Ev awayê cînavan bi navan re nayên bikaranînê. Em dibêjin:
Ez şoreşger im.
Tu kurd î.
Ew bedew e.
Di Kurmancî de nabe, em bibêjin :
Min şoreşger im.
Te kurd î.
Wê bedew e.
Cînav hemû bêzayend in ( bêcins in ), tenê di awayê tewandî de, kesê sêyemîn
( wî, wê ) bizayend e." Wî " jibo nêr û " wê " jibo mê tê bikaranînê. Mînak:
Hawar dijmin lerizand. Wî dijmin lerizand.
Hacer dijmin lerizand. Wê dijmin lerizand.
Cînavên kesok herdem kirde yan jî, berkar in.
1.2.3.2.2. Cînavên bêhêl
Cînavên bêhêl di kurdî de herdem berkar in û şûna cînavên kesok digirin. Cînavên bêhêl ev in: Ê, hev, êk, xwe.
Ê
Ev cînavê bêhêl, herdem yekhejmar e, li dû lêkeran tê û şûna " wî " û " wê " digire. Mîna:
Min tiving da Sozdarê. Min tiving da wê. Min tiving dayê.
Min gul da Azad. Min gul da wî. Min gul dayê.
Sozdarê -> wê -> ê
Azad -> wî -> ê
Ev cînav bi daçekên ( ji, li, bi, di ) re dibe yek û bi vî awayî cînavên lihevxistî tên çêkirinê. Mîna:
Li wî xist Lê xist
Li wê xist Lê xist
Bi wî çû Pê çû
Bi wê çû Pê çû
Di wî de çû Tê de çû
Di wê de çû Tê de çû
Ji wî pirsî Jê pirsî
Ji wê pirsî Jê pirsî
Li wî ( li wê ) Lê
Bi wî ( bi wê ) Pê
Di wî ( di wê ) Tê
Ji wî ( ji wê ) Jê
Mînak:
Min li dijmin xist.
Min li wî xist.
Min lê xist.
Şêro ji şêrînê pirsî.
Şêro ji wê pirsî.
Şêro jê pirsî.
Ez bi pênûsê dinivîsînim.
Ez bi wê dinivîsînim.
Ez pê dinivîsînim.
Ez di zanîngehê de me.
Ez di wê de me.
Ez tê de me.
Cînavê bêhêl " ê " şûna berkarên durust digire. Mîna:
Min gula sor da Hêvînê.
Min gula sor da wê.
Min gula sor dayê.
Lê ev cînav bi daçekan re şûna berkarên ne durust digire. Mîna:
Min ji Gulê pirsî.
Min ji wê pirsî.
Min jê pirsî.
Hev
Ev cînav ji ( hev û din ) ku di şûn de bûye: hevdin , hatiye kurtkirinê û bûye hev. Hev, şûna berkarên durust jî, û yên ne durust jî, digire. Mînak:
Me hev dît.
Gulê û Hacer hev dîtin.
Gerîla û gundiyan hev dîtin.
Me li hev xist.
şêrînê û Sozdar ji hev pirsîn.
Gundî û polîs bi hev çûn.
Cînavê "hev" bi daçekan re dibe yek û cînavên lihevxistî çêdike.
Bi hev Pev
Ji hev Jev
Di hev Tev
Li hev Lev
Mînak:
Em bi hev re çûn. Em pev re çûn.
Ji hev çûn. Jev çûn.
Di hev de bûn. Tev de bûn.
Li hev hatin. Lev hatin.
Êk
Ev cînav jî, bi wateya " hev " tê . Ji (êk û din) ku di şûn de bûye ( êk din ) hatiye kurtkirinê û bûye
êk . Ev cînav jî , mîna hev tê bikaranînê. şûna berkarên durust digire.
Mînak:
Noşîn û Hêvî êk dîtin.
Cegermij û Noşeng êk pîroz kirin.
şûna berkarên ne durust jî, digire. Mîna:
Me ji êk (jêk) pirsî.
Roşeng û Noşeng li êk ( lêk ) xistin.
Cînavê bêhêl " êk " bi daçekan re dibe yek û cînavên lihevxistî çêdike .
Bi êk Pêk
Li êk Lêk
Ji êk Jêk
Di êk Têk
Mînak:
Em bi êk hatin Em pêk hatin.
Em li êk hatin Em lêk hatin.
Em ji êk çûn Em jêk çûn.
Em di êk de çûn Em têk de çûn.
Xwe
Ev cînavê bêhêl bi cînavê (rajêr) tê binavkirinê. Cînavê "xwe" şûna nav û cinavên nêr û mê kom û yekhejmar digire. Mînak:
Min al da destê hevalê xwe.
Ez ji gelê xwe re dibêjim:" An kurdistan, an Kurdistan ".
Dema ku kirde û berkar di hevokê de yek kes be, cînavê "xwe" şûna berkar digire. Mîna:
Min xwe nas kir.
Te xwe dît.
Wî xwe şişt.
Cînavê "xwe" herdem berkar e, lê carnan bi kirdeyekî din re dibe kirde, dema du kes bi kar radibin. Mînak:
Ez û hevalê xwe çûn çiyê.
Min û hevala xwe pirtûk xwend.
Nasîn
1. Dema çend cînav di hevokê de hebin, li gor kesan rêz dibin:
Ez, tu, ew, em, hûn, ew.
Min , te, wî, wê, me, we, wan.
Mînak:
Ez û ew, em çûn bajêr.
tu û ew heval in.
2. Eger di hevokê de çend lêker bi kirdeyekî pêk hati bin, kirde careke tenê tê gotinê.Wek:
Ez çûm, gihîştim û vegeriyam.
Lê eger lêkerin derhingêv û hin nederhingêv bin li gor lêker cînav tê bikaranînê:
Ez çûm , min dît.
Ez çûm , min xame kirî.
Hevoka : Em çûn , me hesp ji xwe re kirî. Hin bi vî hawayî bikar tînin:
Me çû hesp ji xwe re kirî.
1.2.3.2.3. Cînavên nîşandek
Ev cînav şûna navên dûr û nêzîk, bi awakî ku van navan nîşan dikin digirin. Ev cînav ev in:
1. Cînavên ku dûrbûn û nêzîkbûna navê ku şûna wî digrin, diyar nakin, lê tenê hejmar û zayenda navdêr diyar dikin.
jibo zayendê nêr û yekhejmar : yê
Yê ku te dît hevalê min bû.
Jibo zayendê mê û yekhejmar : ya
Ya ku te dît şoreşger bû.
Jibo koma herdu zayendan : yên
Yên ku te dîtin gerîla bûn.
Ev cînav bi serê xwe nayên. Herdem bi cînavên girêdanê ( ku ) re tên û kirde ne.
2. Cinavên nîşandek jibo navdêrên nêzîk : Ev
Ev hat.
Ev hevalê min e.
Ev hevala min e.
Ev cînav li gor navderê ku nîşan dide, tê tewandinê:
Jibo nêr yekhejmar dibe: Evî
Evî kalî got.
Jibo mê yekhejmar dibe: Evê
Evê keçê ez dîtim.
Jibo nêr û mê kom: Evan
Evan keç û xortan got.
Gelek caran tîpa "e" ji " evî, evê, evan " tê avêtinê û dibin: Vî, vê, van.
Jibo kûrkirin û xurtkirina hizra nîşandinê "ev" bi zêderê re tê û dibe : eva, evê, evên.
Evê hat heval e.
Eva hat şervan e
Evên hatin gerîla ne.
Carna "ha" dikeve dawiya cînavê nîşandek û zêderê û ew jî, dibe cinavekî nîşandek :
Evê ha, eva ha, evên ha.
Evê ha Azad e.
Eva ha şêrîn e.
Evên ha Azad û şêrîn in.
3. Cînavên nîşandek jibo navderên dûr: Ew
Ew xort kî ye?
Ew hevala min e.
Ew heval hatin.
Ev cînav jî, li gor navê ku nîşan dike, tê tewandinê.
Jibo nêr, yekhejmar dibe: Ewî
Ewî xortî çi got?
Jibo mê, yekhejmar dibe: Ewê
Ewê keçê xelat girt.
Jibo nêr û mê kom dibe: Ewan
Ez ewan keç û xortan hez dikim.
Ji bo kûrkirin û xurtkirina hizra nîşandinê "ew" bi zêderê re tê û dibe: Ewê, ewa, ewên.
Ewê hat xortekî jîr e.
Ewa hat keçeke bedew e.
Ewên hatin xort û keçên gundê me ne.
"Ha"dikeve dawiya cînavê nîşandek û zêderê û ew bixwe jî, dibe cînavekî nîşandek: Ewê ha, ewa ha, ewên ha.
Ewê ha li ber xwe dide.
Ewa ha xebatê dike.
Ewên ha têkoşer in.
"Ew",di awayê xwe yê tewandî de, gelek caran "a" davêje û dibe: Wî, wê, wan
Wî xortî xweş got.
Wê keçê tiving hilgirt.
Wan keç û xortan serî hildan.
Di vê rewşê de, ji wateya hevokê mirov cudayî dixe navbera cînavên kesok
( wî, wê, wan ) û cînavên
nîşandek ( wî , wê, wan ) .
Cînavê nişandek ( ev, ew ) kirde jî, û berkar jî, tên bikaranînê.
Lêkerên derhingêv bi evî, evê, ewî, ewê re
Nihok
Di nihokê de, ev cînav şûna berkarên durust û ne durust digirin:
Ez ewî (ewê) dibim dibistanê.
Ez evî (evê) dibim seyranê.
Beran li ewî ( ewê ) dixe.
Beran li evî ( evê ) dixe.
Buhêrk
Di buhêrkê de, ev cînav şûna kirde digirin:
Evî (evê) nan xwar.
Ewî (ewê) pîvaz xwar.
Di vê rewşê de şûna berkarê nedurust jî, digirin:
Berên li evî ( evê) xist.
Berên li ewî ( ewê) xist.
Pêşedem
Di vê demê de şûna berkarên durust û nedurust digirin:
Ezê ewî (ewê) bitirsînim.
Ezê ewî (ewê) bibînim.
Mamoste wê ji ewî( ewê) bipirse.
Mamoste wê ji evî (evê) bipirse.
Lêkerên derhingêv bi (ev, ew) re
Nihok
Di nihokê de şûna kirde digirin:
Ev nên dixwe.
Ew avê vedixwe.
Pêşedem
Di pêşedemê de, şûna kirde digirin.
Evê min bigire.
Ewê te bibîne.
Buhêrk
Di buhêrkê de, şûna berkarê durust digirin:
Min ev dît.
Min ew xwar.
Lêkerên nederhingêv bi ( ev, ew ) re
Herddem şûna kirde digirin.
Ev çû welat.
Ew ji Botanê tê.
Ev diçe dibistanê.
Ew difire.
Evê bikeve avê.
Ewê ji bajêr derkeve.
Lêkerên derhingêv bi (evan,ewan) re
Buhêrk
Di buhêrkê de şûna kirde digirin:
Evan xwar.
Ewan em dîtin.
Nihok
Di nihokê de şûna berkarê durust û ne durust digirin:
Ez evan dibînim.
Ez ji wan dipirsim.
Pêşedem
Di pêşedemê de şûna berkarê durust û ne durust digirin
Ezê evan bişînim welat.
Ezê ji wan bipirsim.
Nasîn
Hin cînavên nîşandek di devok de awayên xwe winda kirine û ketine awakî din:
Evê ha vîna vaya
Eva ha vêna vaya
Evên ha vêna vana evana
Ewê ha wîna waya
Ewa ha wêna waya
Ewên ha wêna wana ewana
Lê ya durust ev e:
Ev, evî, evêha, evê, evaha, evan, evên, evênha.
Ew, ewî, ewêha, ewê, ewaha, ewan, ewênha.
Cînavê nîşandek "ev" bi bêjeyên : şev, roj û sal re dibe " î ".
Ev şev îşev
Ev roj îroj
Ev sal îsal
1.2.3.2.4. Cînavên pêgehîn ( girêkî )
Cînavê pêgeh dikeve paşiya navdêr an cînavekî din û wan bi hevoka di pey wan re girê dide. Cînavê pêgehîn di zimanê kurdî de yek e. Ew jî, ev e: Ku
Cînavê "ku" di hevokê de, carna kirde û carna berkar e.
Kirde
Ê ku tu dîtî heval bû.
Mirovê ku tu dîtî heval bû.
A ku tu dîtî şoreşger bû.
Keça ku tu dîtî şoreşger bû
Berkar
Ê ku te dît gerîla bû.
Kesê ku te dît gerîla bû.
A ku te dît şehîd ket.
Keça ku te dît şehîd ket.
Evê ku tu dibînî mamoste ye.
Cînavê (ku) bi zêderê re tê bikaranînê :
Ê ku, a ku, ên ku, êd ku
Cînavê (ku) bi cînavên nîşandek re tê bikaranînê: Evê ku, eva ku, ewê ku, ewa ku, evên ku, evêd ku, ewên ku, ewêd ku,.
Mînak:
Xameya ku min kirî sor e.
Hespê ku te kirî boz e.
Ev çiyayê ku tu dibînî Cûdî ye.
Azadê ku tu nas dikî hevalê min e.
Di zimanê kurdî de, ji cînavê pêgeh û pê ve
(ku)yeke din heye pêwend (gihanek) e ev (ku)
du hevokan digihîne hev û herdem li pey
lêkeran tê. Mîna:
Em hatin ku em bixwînin.
Em diçin çiya ku em azad bibin.
Carna (ku) bi wateya heke tê ,
hingê (beriya lêker) jê re tê gotinê.
Ku gel serî hilde emê azad bibin.
Ku gerîla bên gund emê dilşad bibin.
1.2.3.2.5. Cînavên pirsiyariyê
Cînavên pirsiyariyê di hevokên pirsiyarî de,
şûna navan digirin û li gor pêkhatina hevokê carna berkar û carna kirde ne. Cînavên pirsiyariyê ev in:
Kî, kê, kîjan, çi, çend, ku, çima, jiber çi,çawa,
kengî, ji kengî ve, li kuderê, bi kuderê ve, ji kuderê ve, di kuderê re, di kuderê de, ma,...
Kî ( ki )?
Ev cînav di hevoka pirsê de şûna navê mirovan digire.
Di lêkerên derhingêv de:
Buhêrk
Kî? şûna berkarê durust digire. Mîna:
Te kî (ki) dît.?
We kî(ki) tirsand?
Nihok
Kî? şûna kirde digire. Mîna:
Kî sêvê dixwe?
Kî bersiva min dide?
Pêşedem
Kî? şûna kirde digire. Mîna:
Kiyê ( kî dê ) pirtûkê bixwîne?
Kiyê ( kî dê ) min bigire?
Di lêkerên nederhingêv de
Kî? Herdem kirde ye.
Kî hat gund?
Kî diçe bajêr?
Kiyê biçe bajêr?
Kî? Tê tewandinê û dibe (kê?).
Kîjan?
Ev cînavê pirsiyarî ji van bêjeyan tê bikaranînê: (kî, ji, van, yek) yan jî, (kî, yek, ji van) û li gelek deverên Kurdistanê , bi van awayî tê bikaranînê: kîjan, kujan yan jî, kîjik.
Ev cînav jibo kes û tiştan tê bikaranînê. Kîjan, li gor navdêra ku şûna wê digire tê tewandinê û bi navê nêr re dibe: Kîjanî û bi yên mê re dibe: Kîjanê. Bi koma herdu zayendan re dibe: Kîjanan. Mînak:
Kîjanî ji van Azad dît ?
Kîjanê tu dîtiî ?
Kîjanan pez çêrand ?
Bi lêkerên derhingêv re
Buhêrk
Di dema berê de şûna kirde û berkar digire.
Kirde
Di vê rewşê de, kîjan tê tewandinê:
Kîjanî kirî ?
Kîjanê got ?
Kîjanan dît ?
Berkar
Di vê rewşê de, kîjan nayê tewandinê:
Te kîjan pirtûk kirî ?
Te kîjan keç dît ?
Te kîjan xort dît ?
Lê dema Kîjan dibe berkarê nedurust, tê tewandinê. Mîna:
Te li kîjanê xist ?
Te ji kîjanî pirsî ?
Nihok û pêşedem
Di şûna kirde de kîjan nayê tewandinê. Mîna:
Kîjan dikire ?
Kîjan dê bibîne ?
Lê di şûna berkar de tê tewandinê:
Tê kîjanê bibînî ?
Tu ji kîjanî hez dikî ?
Ewê kijanî bikire ?
Emê ji kîjanî bipirsin ?
Bi lêkerên nederhingêv re
Herdem kirde ye û nayê tewandinê:
Kîjan hat ?
Kîjan diçe ?
Kîjan dê bê ?
Kê?
Ev cînavê pirsiyarî şûna navên mirovan digire.
Di lêkerên derhingêv de
Buhêrk
Di dema berê de, kê şûna kirde digre:
Kê got ?
Kê kiras kirî ?
Nihok û pêşedem
Kê şûna berkarê durust digire:
Tu kê dibînî?
Tê kê bitirsînî ?
Di herdeman de (kê) şûna berkarê ne durust digire. Mîna:
Te li kê xist ?
Tu ji kê dipirsî ?
ewê ji kê bipirse ?
Kê, bi lêkerên nederhingêv re nayê bikaranînê.
Cînavê pirsiyariyê ( kê ), (kî) bi xwe ye di awayê tewandinî de ye.
Ku?
Ev cînav şûna navê cih û deveran digire. Mîna:
Tu li ku bûyî ?
Tu ji ku tê ?
Ku dever xweş e ?
Cînavê ku ji avêtina bêjeya (dever) ji kudever hatiye kurtkirinê.
Tu ji ku yî ?
Tu ji kudeverê yî ?
Tu ji kuderê yî?
Carna cînavê kîjan cihê (ku) digire û kîjan der tê bikaranînê, yan jî, (kî) û dibe kîder. Ev cînav bi daçekan re tên bikaranînê: Ji kîderê? Ji kuderê? Di kîderê de?
Di kuderê de? Bi kuderê ve? Bi kîderê ve? Di kuderê re? Di kîderê re?
Çi?
Ev cînav, di hevoka pirsê de, şûna navên bêgiyan (bêrih ) digire.
Di lêkerên derhingêv de
Herdem berkar e. Mîna:
Te çi kirî ?
Tu çi dikirî ?
Ewê çi bikire ?
Tu li çi dixî ?
Ewê li çi bixe?
Te li çi xist ?
Di lêkerên nederhungêv de
Herdem şûna kirde digire. Mîna:
Çi hat ?
Çi diçe ?
Çiyê biçe ?
Cînavê pirsiyariyê (çi) bi bêjeyên din re tê bikaranînê û cînavên pirsiyariyê çêdike:
Bi cînavê (ma) re dibe: Çima?
Ma tu hatî ? Çima tu hatî ?
Ma tu lal î ? Çima tu lal î ?
Ma tu bindest î ? Çima tu bindest î ?
Bi cînavê (ma) mirov pirs dike jibo ku agahdarê tiştekî bibe. Lê dema çi bi ma ve dibe, mirov haydar e ji wê agahiyê, lê dixwaze nepejirîne û neqayîlbûna xwe liser diyar bike. Yan jî, sedem û egerên wê agahiyê bizani be:
Ma tu kurd î ? Çima tu kurd î ?
Çi, bi bêjeya (awa) ve dibe çi awa û çawa tên çêkirinê . Bi cînavê pirsiyarî ( çawa ) miriv li hal û rewşa tiştekî, mirovekî, kesekî (mirov, candar) dipirse:
Tu çawa yî ?
Hespê te çawa ye ?
Xaniyê te çawa ye ?
Rojên te çawa derbas dibin ?
Tu çawa debar dikî ?
Çi , bi daçekên " jibo, jiber, jibona" re tê girêdanê û cînavên pirsiyariyê " jibo çi? jiber çi? jibona çi " çêdike. Bi van cînavan em sedem û egerên tiştan dipirsin:
Jiber çi tu duh nehatî malê ?
Jibo çi em bindest in ?
Jibona çi ev kuştin û talan ?
Çend?
Ev cînavê pirsiyarî şûna hejmarnavan digire:
Te çend gul jê kirin ?
Te çend keç dîtin ?
Çend gerîla hatin gund ?
Çend gundî çûn şoreşê ?
Tu çendan dibînî ?
Cînavê pirsiyariyê (çend) tenê , di koma herdu zayendan de tê tewandinê:
Te ji çendan pirsî ?
Tu çendan nas dikî ?
Çend, carna cînavê nependî ( nebinavkirî ) ye:
Min çend şoreşger dîtin.
Ez çend rojan li gund mam.
Di vir de (çend) bi wateya ( hinek ) tê û wateya xwe ya pirsiyariyê winda dike.
Kengî?
Bi vî cînavê pirsiyariyê , mirov li dem û çaxê buyerekê dipirse:
Kengî tê bê(yî) mala me?
Kengî emê hev bibînin?
Kengî tu çûyî gund ?
Kengî, bi daçeka (ji.... ve) cînavê pirsiyarî ( ji kengî ve ) çêdike:
Ji kengî ve tu neçûyî welat ?
Ji kengî ve tu li vir dimînî?
Ji kengî ve dibistana we dest pê kiriye ?
Ma?
Bi vî cînavê pirsiyariyê mirov liser tiştekî agahdar dibe:
Ma tu dizanî bi kurdî bixwînî?
Ma ev çi rewşa em tê de ne ?
Ma tu hozan î ?
Gelo?
Ev jî , mîna " ma" ye û carna pê re tê.
Gelo! Emê bi ser kevin?
Gelo! Ew çû welat ?
Ma gelo heye em rizgar bibin?
Ma gelo heye em bibin xwedî welat ?
1.2.3.2.6. Cînavên nependî ( nebinavkirî )
Ev cînav şûna navan bi awakî nependî û nenaskirî digirin. Di zimanê kurdî de gelek cînavên nependî hene, ji van cînavan:
Yek, heryek, tu, tukes, kes, tu, tutişt, herkes, hertişt, tiştek, hin, hinek, filan, behvan, hîç, gişt, hemû, hemûkes, her, tev, hîn, hinek, çend, çendek, pir, gelek, tenê, mirov, heçî,... Mînak:
Min tukes nedît.
Yekê digot yekî: Li me pîroz be yekîtî!
Herkes dibêje : Bijî Kurdistan!
Ez tiştekî dibînim.
Gişt dibêjin: An serkeftin, an serkeftin!
Tev dibêjin : An Kurdistan, an Kurdistan!
Cînavên nependî mîna navan tên tewandinê:
Yek, yekî, yekê, yekan, kes, kesî, kesê, kesan,...
1.2.3.2.7. Cînavên xwemalîn (arzî, xwedanî )
Ev cînav şûna navekî ku xwedanekî wî di hevokê de heye digire. Cînavên xwedanî ji du cînavan bi hev dikevin. Cînavên xwedanî ev in :
Jibo nêr, yekhejmar :
Yê min, yê xwe, yê te, yê evî, yê evê , yê ewî, yê ewê, yê me, yê we, yê evan, yê ewan.
Jibo mê , yekhejmar:
Ya min, ya xwe, ya te, ya evî, ya evê, ya ewî, ya ewê, yê me, yê we, yê evan, yê ewan.
Jibo koma herdu zayendan :
Yên min, yên xwe, yên te, yên evî, yên evê, yên ewî, yên ewê, yên me, yên we, yên evan, yên ewan.
Her cînavek ji du cînavan pêk hatiye, mîna: Yê min. Cînavê pêşî "yê" hejmar û zayenda tiştan diyar dike, lê cînavê duwemîn "min" hejmar û zayenda kesê xwedanê wî diyar dike. Dema cînavê duwemîn cînavekî nîşandek be, wek: Yê evî, ji bilî zayend û hejmar dûrbûn û nêzîkbûnê jî, diyar dike.
Mînak:
Gula min. Ya min.
Destê ewî. Yê ewî
Guliya ewê. Ya ewê.
Çiyayên me. Yên me.
Kirasê evê. Yê evê.
Cînavên xwedanî ji cînavên nependî jî, çêdibin, Wek:Ya filan, yê hinekan, ya tukesî, yên kê,...
1.2.3.2.8. Tewandina cînavan
Cînavê pirsiyariyê " kîjan? "
| Rêz | Awa | Mê | Nêr | Kom |
| 1 | Rast | Kîjan? | Kîjan? | Kîjan? |
| 2 | Bang | ------- | --------- | ------- |
| 3 | Tewandî | Kîjanê? | Kîjanî? | Kîjanan? |
| 4 | Bihevre | Kîjanê re? | Kîjanî re? | Kîjanan re? |
| 5 | Tevayî | Kîjanê ve? | Kîjanî ve? | Kîjanan ve? |
| 6 | Cîwarî | Kîjanê de? | Kîjanî de? | kîjanan de? |
Cînavên pirsiyariyê " kî? " û " çi? "
| Rêz | Awa | Kî? | Çi? | Mê | Nêr |
| 1 | Rast | Kî? | Çi? | Çi jin? | Çi xort? |
| 2 | Bang | ----- | ------ | ----- | ------- |
| 3 | Tewandî | Kê? | Çi? | Çi jinê? | Çi xortî? |
| 4 | Bihevre | Kê re? | Çi re? | Çi jinê re? | Çi xortî re? |
| 5 | Tevayî | Kê ve? | Çi ve? | Çi jinê ve? | Çi xortî ve? |
| 6 | Cîwarî | Kê de? | Çi de? | Çi jinê de? | Çi xortî de? |
Cînavên nîşandek " ev " û " ew "
| Rêz | Awa | Ev-Mê | Ev-Nêr | Ev-Kom | Ew-Mê | Ew-Nêr | Ew-Kom |
| 1 | Rast | Ev | Ev | Ev | Ew | Ew | Ew |
| 2 | Bang | ----- | ------ | ----- | ----- | ----- | ----- |
| 3 | Tewandî | Evê(Vê) | Evî(Vî) | Evan | Ewê(Wê) | Ewî(Wî) | Ewan |
| 4 | Bihevre | Evê re | Evî re | Evan re | Ewê re | Ewî re | Ewan re |
| 5 | Tevayî | Evê ve | Evî ve | Evan ve | Ewê ve | Ewî ve | Ewan ve |
| 6 | Cîwarî | Evê de | Evî de | Evan de | Ewê de | Ewî de | Ewan de |
Cînavên kesok
| Rêz | Awa | 1Tek | 2Tek | 3Tek | 1Kom | 2Kom | 3Kom |
| 1 | Rast | Ez | Tu | Ew | Em | Hun | Ew |
| 2 | Bang | ----- | ------ | ----- | ------ | ------ | ------ |
| 3 | Tewandî | Min | Te | Wî/Wê | Me | We | Wan |
| 4 | Bihevre | Min re | Te re | Wî/Wê re | Me re | We re | Wan re |
| 5 | Tevayî | Min ve | Te ve | Wî/Wê ve | Me ve | We ve | Wan ve |
| 6 | Cîwarî | Min de | Te de | Wî/Wê de | Me de | We de | Wan de |
1.2.3.3. Rengdêr
Rengdêr bêjeyeke reng, salix, pesin, kêsim û rewşa navan dide zanînê. Rengdêr, herdem li dû navan tê , wek:
Gula sor.
Çiyayê pîroz.
Ev hesp beze ye.
Keça kurd jîr e.
1.2.3.3.1. Rengdêra pesinde ( salixdanê )
Ev rengdêr rewşa navekî bi başî yan jî, bi nebaşî tîne ziman, mîna bêjeyên :
Baş, sor, bilind, pîs, hêja,...
Rengdêra pesinde bi zêderê re yan jî , bi lêkera bûn re tê bikaranînê.
A. Bi zêderê re
Keça baş.
Xortê hêja.
Dijminê hov.
Gelên gernas.
B. Bi lêkera bûn re
im, î, e, in, in, in, bû, be
Ev xort şoreşger e.
Ev keç bedew e.
Azad jîr e.
Xebat hozan bû.
Di rengdêra pesinde de, bêjeyên mîna : Belengaz, ciwan, pîr, bextiyar,... Bi serê xwe rengdêr in û mîna navan tên bikaranînê.
1.2.3.3.2. Rengdêrên dumil
Ev rengdêr bi du awa tên sazkirinê:
A. Rengdêrên afirandî (xurdezad)
Ev rengdêr bi alîkariya paşgîn û pêşgînan ji nav û lêkeran çêdibin. Paşgînên ku rengdêrên afirandî çêdikin ev in:
Baz Canbaz, tîrbaz, rimbaz, sextebaz,....
Kar Cotkar, alîkar, sextekar,...
Ker Zîvker, zêrker, şûrker, hesinker,...
Van Bilûrvan, şervan, gavan,...
Bend Solbend, sazbend, ...
Vanî Aşvanî, xêlvanî, bajarvanî,...
Gîn Gulgîn, rengîn, xemgîn, lezgîn, xwazgîn,...
Yar Hişyar, bextiyar, kiryar,..
Dar Serdar, bindar, guhdar, dildar,..
Anî Mêranî, piranî,...
Ane Şahane, hovane,..
Î Gundî, çiyayî, kurdistanî,...
Ger Şoreşger, şevger, dadger, şanoger,....
Mend Cegermend, hişmend, hunermend,..
Gêr Wergêr, Xwegêr, kargêr,....
Pêşgînên ku rengdêrên afirandî çêdikin ev in:
Hev Heval, hevrê, hevkar, hevpîşe,..
Nîv Nîvro, nîvşev, nîvsal, nîvnan,....
Ho Hogir, hozan, hoşeng,...
B. Rengdêrên hevbend
Rengdêrên hevbend, bi van awayên jêr saz dibin:
1. Bi ketina zêderê:
Dilê şad. Dilşad
Bejna zirav. Bejinzirav
Çavê reş. Çavreş
2. Bi guhestina cihê bêjeyan:
Bihayê giran. Giranbiha
Roja xweş. Xweşroj
3. Ji du navan bi anîna navê berkar:
Bavkuştî
Dilşewitî
4. Ji nav û lêkerekî:
Dilrevîn
Dengbêj
Mêrkuj
Dengir
5. Ji rengdêr û lêkerekî:
Xweşgo
Pirgo
Reşbîn
Pakbîn
Pêpelûka rengdêran
Rengdêrên pesinde, pesnê navdêran bi pêpelûkên têvil (cuda) didin zanînê. Di van rengdêran de sê (3) paye hene: xwerû, payepîv û bêpaye.
1. Rendêra xwerû
Bêjeyek ragîr û bi serê xwe ye, wek:
Sor, reş, nû, kevin, mezin, bilind, jîr,..
2. Rengdêra payepîv
Ev rengdêr xwedî pilik e, xwedî, paye ye, ev paye jî, bi van bêjeyan tê pîvanê:
Pir, hindik, gelek, kêm, zêde, bêtir,...
Ev gul pir sor e.
Çiyayê Agirî gelek bilind e.
Di vê rengdêrê de sê paye tên dîtin: Nizimpaye, hevser û bilindpaye.
A. Nizimpaye
Dema ku du nav di pesindanê de dikevin berheviyê, kêmbûn û nizimbûna navekî di wê rewşê de bi van bêjeyan tê xuyakirinê: Kêm, hindik (hindek).
Azad kêm ceger e.
şêrîn hinekî jîr e.
Cano kêm semax e.
B. Hevser
wekheviya du navan di pesindanê de belî dike. Jiber ku her du nav di vî pesnî de di yek payê de ne û pila wan yek e. Ev rengdêr bi alîkariya bejeyên : Wek û mîna saz dibin.
Reşo wek Xebat şoreşger e.
Hacer mîna Bêrîvan gernas e.
C. Bilindpaye
Ev rengdêr bi xwe rengdêra xwerû ye, lê paya wê bi paşgîna : tir û tirîn bilind dibe.
Dema ku berhevî di pesindanê de di navbera du navan de be. Navê yekemîn xwediyê paya yekemîn rengdêra xwerû distîne. Mîna:
Ev çiya bilind e.
Lê navê duwemîn , xwediyê paya bilindtir rengdêra xwerû bi anîna paşgîna (tir) distîne, Mîna:
Ev çiya bilindtir e.
Nermîn jîr e. şermîn jîrtir e.
Gulê gewr e. Jînê gewirtir e
Hogir dirêj e. Memo dirêjtir e.
3. Rengdêrên bêpaye
Ev rengdêr pesnekî bilind yan jî , pir bilind dide nav, Di rengdêra bêpaye de sê pêpelûk tên xuyakirinê.
Dema em berheviyê bi pesnê (sor) dikin navbera sê gulan , em dibêjin:
Ev gul (pir) sor e. (pir sor)
Ev gul (hîn) sortir e. ( sortir)
Ev gul sortirîn e. ( sortirîn)
Pir hîn - tir tirîn
Pir sor e (hîn) sortir e sortirîn e
Çiyayê Gebarê (pir) bilind e, Cûdî hîn bilindtir e, lê Agirî bilindtirîn e.
Zozanên şerefdînê pir xweş in, derya wanê hîn xweştir e, lê sersing xweştirîn e.
Nasîn 1
Bêjeyên mîna mezintir dibin meztir.
"Ar", di bêjeya Kevnar de şûna tir digre.
Kevnar Kevintir
Pirtir Bêtir
"Ar", di bêjeya xewar de şûna tir digire.
Xewar Bi xewtir
Nasîn 2
Dema navdêr tê avêtinê, zêder dikeve pêşiya rengdêrê û bi delameta cînav radibe, wek:
Ez gula sor û ya zer dibînim.
Ya , şûna gulê digir e û bi karê cînav radibe.
Nasîn 3
Carna navdêr yekcar ji hevokê dikeve û rengdêr mîna cînavekî li şûnê dimîne û bi delameta cînav radibe û mîna wî tê tewandinê. Herwiha ji rewşa rengdêrî dikeve:
Tirsim bimirim nebînim esmera min
Riya Mêrdînê bi kaş e
Delala min.
Esmera min Yara mina esmer.
Delala min Yara mina delal
Esmer û delal du rengdêr in, lê navdêrên wan ketine. Jibo vê mîna navdêran bi zêderê re hatine tewandinê.
1.2.3.3.3 Rengdêrên nîşandek
Ev rengdêr cînavên nîşandek bi xwe ne. Dema ku navdêr di hevokê de tê gotinê, ev cînav dibin rengdêr, wek:
Ev mirov îro ji Amedê hat.
Ew keç îro ji çiyê hat.
Evî xortî got.
Evê keçê got.
Bi rengdêra nîşandek re navê nêr li gor rêzana gelemper tê tewandinê, wek:
Ez evî nanî dixwim. ( Nabe ku em bêjin - nên )
Ez ji evî bajarî hez dikim.
Ez evan bajaran dibînim.
Dema ku gelek navdêr ji yek hejmarê bin û zayenda wan ne yek be jî, em yek rengdêra nîşandek tînin û navdêrê dawî tenê tê tewandinê, wek:
Evî tîr û kevanî bide min.
Ez evî xort û keçê dibînim.
Rengdêra nîşandek jî, di vê rewşê de li gor zayenda navdêra pêşî tê tewandinê.
Lê dema ku zayenda navdêran ne yek be, her yek rengdêra nîşandek li gor hejmara xwe, distîne.
Ez evê gulê û evan daran dibînim.
Ez ji ewî bajarî û ewan gundan hez dikim.
1.2.3.3.4 Rengdêra hejmarî
Rengdêra hejmarî, hejmar bi xwe ye, dema ku di hevokê de bi navdêra xwe re bê, wek:
Heşt şoreşger hatin.
Bîst şervan çûn çiyê.
Sed gerîla ketin bajêr.
Rengdêra hejmarî du beş in :Jimarîn û rêzîn
A. Jimarîn
Ev rengdêr hejmara navdêr dide zanîn. Dikeve pêşiya navdêr û li gor tewanga xwe navdêr dide tewandinê, wek:
Deh gul vebûn.
şeş mirovan got.
Çil keçî biryara şoreşgerî da.
Ezê neh pirtûkan bikirim.
B. Rêzîn
Ev rengdêr dikeve paşiya navdêran û rêza wan dide zanîn, wek:
Azadê şeşane di rêzê de.
Hespê min yê sisêyan derket di bezê de.
Gulê di rêza sihî de ye.
Rengdêra rêzîn bi xwe tê tewandinê û tewanga xwe nade navdêr. Carna rengdêra rêzîn hejmara rêzê jî, diyar dike, dema ku ev rêz mîna koman be.
Gerîla çar çar hatin.
Gundî deh deh diçûn.
Jimarnavên didu û sisê dema dibin rengdêrên hejmarîn, dibin du û sê, wek:
Du mirov mirin.
Sê mirov hatin mala me.
1.2.3.3.5 Rengdêra pirsiyarî
Ev rengdêr cînavên pirsê bi xwe ne. Dema ku dikevin pêşiya navdêr dibin rengdêrên pirsiyarî:
Çend firok hatin ser we ?
Kîjan xortî got ?
Çend mirovan xwar ?
1.2.3.3.6 Rengdêra nependî
Ev rengdêr cînavên ne pendî ne. Dema ku dikevin pêşiya navdêra xwe dibin rengdêrên nependî:
Hemû mirovan dît.
Min tu çare nedît.
Min filan kes dît.
Min çend gur dîtin.
1.2.3.3.7 Rengdêra xwedanî ( arzî, xwemalîn )
Ev rengdêr ji cînavên kesok û nîşandek pêk tê . Li pey navdêran tê , lê ew bi xwe gerek e, li pey cînavên xwedanî " yê, ya, yên " bihata. Ev rengdêr û navdêra xwe bi zêderê, bi hev tên girêdanê. Cînavên ku dibin rengdêrên xwedanî ev in: Min, xwe, te, vî, vê, wî, wê, me, we, van, wan.
Pirtûka min.
Gulê û şêro kurê xwe dîtin.
Keça van.
Bexçeyê wan.
desmala vê.
Gundê min û te.
Nasîn
dema gelek rengdêrên pesinde di hevokê de bi navekî ve dibin, bi vî awayî tên bikaranînê.
1. Navê nêr yekhejmar:
Navdêr zêdera "ê" distîne. Rengdêrên navîn " î " distînin û ya dawî mîna xwe dimîne, nayê guhertinê.
Mînak:
Xortê çelengî jîrî qenc.
Çiyayê asêyî bilindî pîroz.
kevirê reşî sitemî şahîkî gelover.
Lê dema nav nependî be "ekî" distîne.
Xortekî çelengî jîrî qenc.
Çiyayekî asêyî bilindî pîroz.
Kevirekî reşî sitemî şahîkî gelover.
Beranekî kolî girsî qer.
şoreşgerekî zaneyî mêrxasî leheng.
2. Navên mê yekhejmar
Navdêr zêdera "a" distîne lê rengdêrên navîn "e" distînin û ya dawî mîna xwe dimîne, nayê guhertinê, wek:
Keça rinde bedewe ciwan.
Ava zelale kûre xurt.
dara bilinde heşîne xweşik.
Lê dema navdêr nependî be "eke" distîne, wek:
Çêlekeke beleke bilinde bişîr.
Keçeke rinde bedewe jîre şoreşger.
Goleke firehe kûre bigere bitirs.
3. Koma herdu zayendan ( nêr û mê )
Navdêr zêdera "ên" distîne. Lê rengdêrên navî "e" distînin û ya dawî mîna xwe dimîne nayê guhertinê, wek:
Keçên rinde bedewe şoreşger.
Xortên çelenge qence mêrxas
Lê dema navdêr nependî be, "in" distîne. Wek:
Çemin dirêje xurte boşav.
şervanin jîre çelenge mêrxas.
1.2.3.4 Hejmar
Hejmar perçeyek ji axaftina zimanê kurdî ye. Li gor ho û mercên hevokê, bêjeyên vî beşê axaftinê tên guhertinê.
1.2.3.4.1 Beşên hejmarê
1. Hejmarên bingehîn:
a. Hejmarên dehên pêşî (yekemîn):
1 yek
2 du
3 sê
4 çar
5 pênc
6 şeş
7 heft
8 heşt
9 neh
10 deh
b. Hejmarên dehên duwemîn:
11 yazdeh
12 duwazdeh
13 sêzdeh
14 çardeh
15 pazdeh
16 şazdeh
17 hivdeh
18 hijdeh
19 nozdeh
20 bîst
c. Hejmarên dehtayî:
10 deh
20 bîst
30 sî(sih)
40 çil (çel)
50 pêncî (pêncih)
60 şêşt
70 heftê
80 heştê
90 not
100 sed
ç. Hejmarên sedtayî:
100 sed
200 dused
300 sêsed
400 çarsed
500 pêncsed
600 şeşsed
700 heftsed
800 heştsed
900 nehsed
1000 hezar
d. Hejmarên mezin:
1000 000 milyon (hezar hezar)
1000 000 000 milyard (hezar milyon)
Bi gelenperî hejmarên bingehîn di kurdî de bi vî awayî çêdibin:
0 nîn ( sifir, hîç )
1 yek
2 du (dido)
3 sê(sisê)
4 çar
5 pênc
6 şeş
7 heft
8 heşt
9 neh
10 deh
11 yazdeh
12 diwazdeh
13 sêzdeh
14 çardeh
...................
20 bîst
21 bîstûyek
22 bîstûdu
23 bîstûsê
24 bîstûçar
25 bîstûpênc
......................
30 sih (sî )
31 sihûyek
32 sihûdu
..................
40 çil
41 çilûyek
42 çilûdu
...................
50 pêncih (pêncî)
51 pêncihûyek
55 pêncihûpênc
......................
60 şêst
61 şêstûyek
..................
70 heftê
71 hetêûyek
..................
80 heştê
81 heştêûyek
....................
90 not
91 notûyek
.................
100 sed
101 sedûyek
...................
200 dused
201dusedûyek
202 dusedûdu
300 sêsed
301sêsedûyek
1000hezar
1001 hezarûyek
100 001 sedhezarûyek
101 000 sedûyekhezar
Nasîn
Di kurdî de hejmar ji milê çepê ve (ji milka bilind ve) tên xwendinê.
1.2.3.4.2 Tewandina hejmarên bingehîn
Yek
Yek bi "ê" tê tewandinê
Min ji yekê pirsî.
Min ji bîstûyekê re got.
Sedûyekê ez dîtim.
Sala hezarûnehsedûyekê.
Di sala 1981ê de, ez çûm zanîngehê.
Di sala 1991ê de, şerê gel li Kurdistanê xurt bû. Jimara yekê ku dikeve pêşiya navdêrekê, ew navdêr li gor tewangên xwe tê tewandinê. Jiber ku yek tewanga xwe liser navdêrên ku pê ve tên girêdanê bi rê ve nabe.
Ji yek hespî pê ve min nedît.
Ji yek xortî pê ve nepeyîvî.
Ji yek gulê pê ve bihn nedida.
Ji yek keçê pê ve min hez nekir.
Nasîn
Dema hejmar hevbend be ( bîstûyek , çilûyek )
hingê perçêyê duwemîn tenê tê tewandinê û
perçê yekemîn mîna xwe dimîne:
ji bîstûyekê
Sala nehsedûyekê
Ji didowan heta bîstan
Hejmarên ji didowan heta bîstan bi "an" tên tewandinê, wek:
Diduwan ji min pirsîn.
Çaran ez dîtim.
Min ji dehan re got.
Çardehan ez girtim.
(1920) Sala hezarûnehsedûbîstan.
Di sala (1914)an de ‚şerê cihanê yê yekemîn vêket. ( hezarûnehsedûçardan)
Di sala 1984an de şerê çekdarî li Kurdistanê dest pê kir. (Hezarûnehsedûheştêûçaran).
Ev hejmar( 2 -20 ) tewangên xwe didin navdêrên xwe jî, ev navdêr li gor tewanga van hejmaran tên tewandinê:
Min ev tiving bi şeş zêran kirî.
Bîst mirovan rê birîn.
Hijdeh keçan çek hilgirtin.
Çar salan min xwendina zanîngehê kir.
Hejmarên ji( 2 - 20 )dema bi serê xwe tên û navdêra wan ji hevokê dikeve ew bi xwe tên tewandinê. Lê dema bi navdêra xwe re tên, navdêra xwe didin tewandinê.
Hejmarên dehtayî ( 30,40, 50,.....100 )
Ev hejmar bi "î" tên tewandinê:
Sihî ji min pirsî.
Min ji çilî re got.
Sala 1990î, sala Serhildana Gelî ye.
Di sala 1980î de conta faşist hat desthilatiyê.
Sedî ji min re got :" Neçe Ewropa."
Sala (1970)î (hezarûnehsedûheftêyî)
Jimarên ( 30, 40. 50, 60, 70, 80, 90, 100 ) dema navdêra wan dihevokê de be, tewanga xwe didinê:
Min ev çek bi sed zêrî kirî.
Min ev şal bi çil pereyî kirî.
Sih mirovî rêveçûn çêkirin.
Pêncî kesî ez dîtim.
Hezar
Hezar jî, mîna hejmarên dehtayî bi " î " tê tewandinê û tewanga xwe dide navdêran:
Hezarî bi hev re digotin: " Bijî Kurdistan ".
Min ji hezarî pirsî.
Hezar mirovî digotin : An Kurdistan an Kurdistan!
Min ev pirtûk bi hezar pereyî kirî.
Dema hezar bi hejmareke din re tê bikaranînê dikeve bin hîkariya wê hejmarê û li gor tewanga wê tê tewandinê:
Ji çar hezaran yek hat.
Sed hezarî serî hildan.
Bîst hezaran digotin: " Bimre bindestî ".
Yek hezarê min heye.
Di vê rewşê de hezar nikare navdêra xwe bitewîne û ew bi xwe jî, nayê tewandinê ku navdêr hebe:
Min ev tişt bi çar hezar zêr kirî.
Nasîn
Rêzana ku liser hezarî dimeşe liser milyon û milyardî jî, dimeşe:
Milyonî digot: " kurd namirin."
Milyon kurdî soz didan ku riya şehîdan bişopînin.
Dema hejmar ne diyar be û guman liser hebe, herdem bi "an" tê tewandinê:
Bi hezaran gelê me serî hildide.
Bi milyonan alîkarî jibo şoreşê diçe.
Bi sedan rewşenbîr dibin yek.
2. Hejmarên rêzde
Ev hejmar bi paşgîna " emîn " dawî dibin:
Yekemîn , duwemîn, sêyemîn, çaremîn, pêncemîn, şeşemîn, ....
Ev hejmar cihê navdêrekê di nav rêzekê de diyar dikin.
3. Hejmarên parçeyî yên bingehîn
1/2 = nîv, 1/3 = sêyek, 1/4 = çaryek, 2/3 =sêdu, 5/4 = çarpênç,....
Tewandina hejmarnava "nîv"
dema nîv bi serê xwe be, bi "î" tê tewandinê:
Nîvî bide min.
Me bi nîvî kir.
Di vê rewşê de ku navdêr bê gotinê, ev navdêr li gor tewanga xwe tê tewandinê:
Nîv nanî bide min.
Min ev tişt bi nîv zêrî kirî.
nîv sêvê bixwe.
Sed û nîv rojê min kar kir.
Dema "nîv" bi hejmarekê ve dibe li gor tewanga wê hejmarê tê tewandinê:
Bîst û nîvan.
Çar û nîvan.
Sed û nîvî.
Çil û nîvî.
Yek û nîvê.
Hejmarên parçeyî yên dehyekî
0.1 = nîn xal yek, 0.02 = nîn xal nîn dido,
1.45= yek xal çilûpênc,....
4. Hejmarên Tewaw
0, 1, 2, 3, 3, 4, 5, 6, ....
Nîn, jore 1, jore dido, jore sisê,...
0, -1, -2, -3, -4, -5, -6,....
Nîn, jêre 1, jêre dido, jêre sisê,...
5. Hejmarên cotîn
2, 4, 6, 8,10, 12, 14, ...
Jore dido, jore çar, jore pênc,...
-2, -4, -6, -8, -10, -12. -14, ...
Jêre dido, jêre çar, jêre pênc,...
6. Hejmarên dabeş
2, 4, 6, 8, 10 ,12, 14, ...
-2, -4, -6, -8, -10, -12, -14, ...
7. Hejmarên xwebeş
1, 3, 5, 7 ,9, 11, 13, 15, 17, 19, 21, 23, .....
8. Hejmarên carkirî
Carek, ducar, sêcar,....
Yeko yeko, dido dido,....
Yekta, duta, sêta, ...
9. Hejmarên kombêj
şeşek, heftek, heştek, ...
1.2.3.5 Lêker
Lêker peyvek e guhêrbar e, di zimanê kurdî de, kar, kirin, bûn û hebûna mirovekî, tiştekî yan jî, lawirekî nîşan dike. Ev peyv li gor dem, kes û raweya kirinê tê guhertinê. Di darêja raderiyê de yan ku dema lêker bê têkilî ye mîna nav tê bikaranînê. Ji vê darêjê re "rader" tê gotinê.
Mînak: kirin, birin, hatin, ketin, hilgirtin, rûniştin, kirîn, birîn, firîn, çûn, bûn, sûn, man, dan, pan, hejandin, lerizandin, firandin, ... ûwd.
Radera lêker du parçe ye, kok û paşgîn:
kirin kir - in
kirîn kirî - n
çûn çû - n
man ma - n
Paşgîna lêkerên kurdî herdem (n) e , jiber ku (i) tîpeke sist û lawaz e. Bi ketina (n) ew bi xwe jî, ji dawiya lêker dikeve.
kir - in kir
kirî - n kirî
çû - n çû
ma - n ma
Dema ku em radera lêker bi dem, kes, hejmar û raweyekê re têkildar dikin, lêker li gor wan hoyan tê veguhastinê . Di vê rewşê de , li gor demê du kokên lêker tên ber çavan, ew jî, ev in : Koka demên berê (KDB) û koka demên niha û pêşedemê (KDN).
Bi ketina paşgîna lêker, rasterast koka demên berê ( KDB ) bi dest me dikeve.
kir - in kir
Kir, lêkera kirin e bi kesê sêyemîn yê yekhejmar re di buhêrk de. Wî / Wê kir.
Jibo bi destxistina koka demên niha û pêşedemê tu rêzanên tevayî nîn in. Tenê lêkerên ku bi (andin) û (în) dawî dibin bi rê ne (rêzan liser wan dimeşe).
Lêkerên ku bi ( andin ) dawî dibin:
"din" dikeve û "a "cihê xwe dide "î":
Revandin Revan Revîn
Kelandin Kelan Kelîn
Lêkerên ku bi "în" dawî dibin:
" în " dikeve û parçeyê dimîne koka dema niha û pêşedemê ye ( KDN )
Kirîn Kir
Birîn Bir
Hemû lêkerên din, pêwîst e mirov fermaniya wan nas bike ev jî, bi jiberkirinê çêdibe.
Kirin Bike Bi-k-e k
Gotin Bibêje Bi-bêj-e Bêj
1.2.3.5.1 Veguhastina lêker
Ji têkildariya radera lêker bi kes, dem, hejmar û raweyan re " veguhastin " tê gotinê:
Min pênivîsek baş kirî.
Azad diçe şoreşê .
Min du gulên sor dîtin.
baş bixebite tê serfiraz bibî.
Di veguhestina lêker de, pêwîst e em berî her tiştî kokên deman nas bikin. ( KDB ) jibo hemû demên derbas bûyîn û ( KDN ) jibo demên nihok û pêşedemê.
Dema mirov lêker vediguhêze çar tiştên bingehîn tên ber çavan ew jî, ev in : Kes, dem, hejmar û rawe.
1. Kes
Kes, mirovek e, tiştek e yan jî, lawirek e. Navek e yan jî, cînavek e. Bi karekî radibe yan jî, bûyerek tê serê wî û berkar dibe. Kesê bikarekî yan bi xebatekê radibe, jê re kiryar tê gotinê. Lê kesê ku di hevokê de bûyer tê serê wî, jê re berkar tê gotinê.
a. Kiryar (Kirde)
Kiryar kesek e, mirovek e, tiştek e yan lawirek e. Cînav e yan jî, nav e. Di hevokê de bi karekî radibe û xebatekê dike.
şoreşger hatin.
Agir geş dibe.
Xwendekar silav dikin.
Ez diçim dibistanê.
Min Hogir dît.
Wê gulek sor da min.
Wî name nivîsand.
Di van hevokan de, şoreşger, agir û xwendekar her yek navek e û bi karekî rabûye. Herwiha ez , min, wê û wî jî, cînav in, her yek bi karekî rabûye. Hemû jî, di hevokê de kiryar in.
b. Berkar
Kesê ku di hevokê de bûyer tê serê wî berkar e.
Dijmin Zoro kuşt.
Hacerê dijmin lerizand.
Di van hevokan de, zoro û dijmin du nav in. Bûyerek hatiye serê wan. Zoro hatiye kuştinê û dijmin hatiye lerizandinê. Ji van navan re, berkar tê gotinê. Dibe ku berkar nav be yan cînav be. Mirov be, tişt be yan jî, lawir be. Rasterast bi lêkereke derhingev ve tê girêdanê. Lê bi awayekî ne rasterast bi lêkera nederhingêv ve jî, tê girêdanê.
Berkar bi du beşan par ve dibe: Berkarê durust û berkarê nedurust.
Berkarê durust
Berkarê durust, bûyer rasterast tê serê wî.
şervan dijminan dikujin.
Gundî rê dibirin.
Memo Zînê dixwaze.
Navên dijminan, rê û Zînê rasterast bûyerên kuştin, birîn û xwastinê hatine serê wan. Tu bindarên din jî, bi wan re nîn in.
Berkarê nedurust
Ew berkarê ku di hevokê de, bûyer rasterast nayê serê wî, jiber ku berkarekî din nediyar pê re heye jê re berkarê nedurust tê gotinê.
Daçekên "di, bi, ji, li" şûna berkarê nediyar ku bûyerê bi berkarê nedurust re hildigre, digirin.
şoreşgeran li dijmin xistin.
Min ji mamoste pirsî.
Dijmin û mamoste di van hevokan de berkarên ne bi serê xwe ne. Jiber ku di buyerê de berkarekî din hevalê wan heye, lê navê wî nehatiye diyarkirinê .
Dema em dipirsin: şoreşgeran bi çi li dijmin xist ? Bersiva vê pirsê, berkarekî din bi dijmin re heval diyar dike, mîna : Bi çekan, bi daran, bi keviran, bi rokêtan,...lêxistin.
Herwiha, min çi ji mamoste pirsî ? Navê wî, temenê wî, dîroka Kurdistanê,....
2. Dem
Di veguhestina lêkeran de, sê demên bingehîn hene: Dema niha ( nihok), dema bê (pêşedem) û dema buhirî (buhêrk).
Niha, ez diçim dibistanê.
Sibe, ezê biçim bajêr.
Par ez çûm welêt.
3. Hejmar
Du hejmar di kurdî de hene. Yek, yekhejmar e û bêtir ji yekê kom e. Hejmara lêker bi hejmara kiryar û berkar ve girêdayî ye. Eger berkar di hevokê de nebe hejmara lêker li gor kiryar e:
Azad hat. (yekhejmar)
şervan hatin. (kom)
Lê dema ku berkar di hevokê de hebe hejmar li gorê tê:
Te ez dîtim. ( yekhejmar )
Te em dîtin. (kom)
4. Rawe
Rawe, awa û dirûva ku lêker tê de tê veguhastinê ye. Di kurdî de, ev rawe hene:
Raweya fermanî
Raweyên hekeyî ( Lavij û bijoke ).
Raweya gumanî
1.2.3.5.2 Di lêkeran de rader
Berî ku lêker bê veguhastinê, di rewşa xwe ya hîmî de ye û bi kes, dem, hejmar û raweyê re têkildar nebûye. Ji vê rewşê re rader tê gotinê. Radera lêker herdem bi " n " dawî dibe. Di piraniya raderan de "i" pêşiya "n" digire, lê tîpeke jar û lawaz e bi ketina "n" ew jî, ji dawiya lêker dikeve.
Radera lêker du parçe ye, kok û paşgîn:
çûn çû-n
man ma-n
dan da-n
kirîn kirî-n
hatin hat-in
gotin got-in
Dema paşgîn tê avêtinê (KDB) dimîne.
çû, ma, da, kirî, hat, got.
Jibo naskirina (KDN) tu rêzanên tevayî nîn in. Tenê jibo raderên ku bi " în " û " andin " dawî dibin rêzan heye. Lê yên din pêwist e bên jiberkirinê. Jibo hesanîkirina vî karî em raderên lêkeran li gor tîpên dawiyê di van koman de par ve dikin:
1. Raderên ku bi " in " dawî dibin: Ev rader di sê koman de dicivin:
a. Raderên ku bi " andin " dawî dibin
b. Raderên ku bi " tin " dawî dibin.
c. Raderên ku bi "rin" dawî dibin.
2. Raderên ku bi " în "dawî dibin.
3. Raderên ku bi " an " dawî dibin. Ev rader bi awayê din jî, tên bikaranînê:
a. Carna " an " dibe " ayin " : dan dayin
b. Carna " an " dibe " andin ": pêçan pêçandin
c. Carna " an " dibe " iyan " : geran geriyan
4. Raderên ku bi "ûn" dawî dibin:
a. Carna " ûn " dibe " ûyîn " :bûn bûyîn
b. Carna " ûn " dibe " ûtin " : cûn cûtin
Nasîn
Radera lêker mîna nav tê bikaranînê û navê kirin û bûnê yan jî, navê raderî jê re tê gotinê.
1.2.3.5.3 Raweya fermanî û (KDN)
Koka dema niha (KDN)
Parçeyê radera lêker ku dibe binyata veguhastinê di demên nihok û pêşedemê de, jê re koka dema niha tê gotinê. Ev kok jî, ji fermaniya lêker tê naskirinê.
kirin bi-k-e k
Ez dikim. Ezê bikim.
Raweya fermanî
Raweya fermanî bi berxistina pêşgîna (bi) di pêşiya koka dema niha û paşgîna (e) çêdibe.
dan bi-d-e
birin bi-b-e
kirîn bi-kir-e
1. Raderên ku bi " in " dawî dibin
a. Raderên ku bi (andin) dawî dibin
Di van raderan de (din) dikeve û (a) dibe (î):
kelandin kelan kelîn
Herwiha paşgîn û pêşgînên fermaniyê bi parçeyê mayî ve dibin.
weşandin bi-weşîn-e weşîn
ceribandin bi-ceribîn-e ceribîn
hêrandin bi-hêrîn-e hêrîn
pijandin bi-pijîn-e pijîn
revandin bi-revîn-e revîn
Li gor rêzana jor gerek nake mirov fermaniya van lêkeran nas bike. Dikare yekser
( KDN ) nas bike: ( in ) dikeve û ( a ) dibe ( î )
b. Lêkerên ku radera wan bi (tin) dawî dibe
Paşgîna (tin) ji raderê dikeve û parçeyê mayî pêşgîn û paşgîna fermaniyê distîne:
girtin bi-gir-e gir
jentin bi-jen-e jen
hêrtin bi-hêr-e hêr
simtin bi-sim-e sim
nihêrtin bi-nihêr-e nihêr
c. Lêkerên ku radera wan bi ( istin) dawî dibe
(Tin) tê avêtinê û (is ) dibe (ês):
heristin bi-herês-e herês
hilawistin hilawês-e hilawês
ristin bi-rês-e rês
d. Raderên ku bi (iştin ) dawî dibin
hilperiştin hilperêş-e hilperêş
maliştin bi-mal-e mal
rûniştin rûn-e rûn
veniştin ven-e ven
e. Raderên ku bi (ûtin) dawî dibin
cûtin bi-cû cû
sûtin bi-sû sû
dirûtin bi-dirû dirû
ji van raderan (tin) tê avêtinê.
f. Raderên ku bi (irin)dawî dibin
birin bi-b-e b
kirin bi-k-e k
mirin bi-mir-e mir
2. Lêkerên ku radera wan bi ( în) dawî dibin
Paşgîna (în) ji raderê dikeve, parçeyê mayî koka dema niha ye.
barîn bi-bar-e bar
bezîn bi-bez-e bez
borîn bi-bor-e bor
zanîn bi-zan-e zan
revîn bi-rev-e rev
3. Lêkerên ku radera wan bi ( an ) dawî dibin
dan bi-d-e d
gihan bi-gih-e gih
man bi-mîn-e mîn
kolan bi-kol-e kol
4. Lêkerên ku radera wan bi ( ûn ) dawî dibe
bûn bi-b-e b
çûn bi-ç-e ç
dûn bi-dû dû
pûn bi-pû pû
Jibo naskirina koka dema niha, baştir e mirov ji bilî raderên ku bi (andin) û ( în ) dawî dibin hemûyan ji ber bike. Eger di raderên ku bi ( tin ) dawî dibin de (a) hebe cihê xwe dide (ê)
alastin b-alês-e alês
bijartin bi-bijêr-e bijêr
bihartin bi-bihêr-e bihêr
pişavtin bi-pişêv-e pişêv
guvaştin bi-guvêş-e guvêş
Eger parçeyê mayî ji raderê piştî avêtina (tin) bi (s) dawî bibe, ev (s) cihê xwe dide (z).
gestin bi-gez-e gez
mîstin bi-mîz-e mîz
guhastin bi-guhêz-e guhêz
xwastin bi-xwaz-e xwaz
lîstin bi-lîz-e lîz
parastin bi-parêz-e parêz
bihîstin bi-bihîz-e bihîz
Lê eger ev perçe bi (f) dawî bibe, cihê xwe dide (v).
axaftin bi-axiv-e axiv
hêraftin bi-hêriv-e hêriv
bişkaftin bi-bişkêv-e bişkêv
Û eger ev perçe bi (ş) dawî bibe cihê xwe dide (j).
biraştin bi-birêj-e birêj
gihiştin bi-gihîj-e gihîj
kuştin bi-kuj-e kuj
5. Lêkerên ku radera wan bi (êtin) dawî dibe, ev (êtin) cihê xwe dide (êj).
avêtin b-avêj-e avêj
mêtin bi-mêj-e mêj
rêtin bi-rêj-e rêj
(atin) jî, cihê xwe dide (oje) yan jî (êje)
patin bi - pêj - e pêj
Lê (otin) cihê xwe dide (oj) yan jî, (oş)
sotin bi-soj-e soj
kotin bi-koj-e koj
dotin bi-doş-e doş
firotin bi-firoş-e firoş
1.2.3.5.4 Komên Lêkeran
Di zimanê kurdî de lêker bi çend koman par ve dibe. Ev kom jî, ev in:
1. Lêker bi hebûn û tunebûna berkar bi du beşan par ve dibe:
a. Lêkerên derhingêv
Ev lêker di hevokê de berkarekî durust dixwazin. Wek lêkerên : Birin, nivîsandin, rakirin, hilgirtin, xwarin, vexwarin, dîtin, ....ûwd
Dema em hevokekê bi lêkerek ji van saz bikin, mîna " hilgirtin " . Min hilgirt. Ên ku li me guhdarî dikin dipirsin: Gelo vî çi hilgirt? jiber ku hevok kêm e. Lê ger min got: Min tifing hilgirt . Yan jî : Min al hilgirt, hingê kêmahî di hevokê de namîne û wateya xwe bi temamî dide. Jiber ku lêkera "hilgirtin" derhingêv e, di hevokê de berkarekî durust dixwaze. Di hevokên jor de, tifing û al berkarên durust in. Di buhêrkê de lêkerên derhingêv bi cînavên kesok, awayê tewandî re (min, te, wî, wê. me, we, wan) tên bikaranînê. Lê di nihokê de bi awayê rast re (ez, tu, ew, em , ew, hûn, ew) tên bikaranînê . Herwiha di pêşedemê (mandê) de jî, bi awayên rast re tên bikaranînê.
b. Lêkerên nederhingêv
Ev lêker di hevokê de berkaran naxwazin. Hevok bêyî berkar wateya xwe dide. Bi lêker û kiryar hevok bê kêmahî durust dibe, mîna lêkerên : Hatin, çûn, mirin, razan, bûn , man, rabûn, ponijîn, girîn, firîn, ketin, .... ûwd.
Ez firîm.
Tu diçî.
Ewê bimire.
Hûn radizên.
Ewê bikevin.
Ev hevokên li jor bi lêker û kiryar tenê wateya xwe durust distînin. Lêkerên nederhingêv di her çaxan de bi awayê rast re yê cînavên kesok tên bikaranînê, an ku bi cînavên (ez, tu ,ew, em, hûn, ew) re tên veguhastinê.
Bi du bêşên din lêker tên parvekirinê:
1. Lêkerên sazber (birê)
2. Lêkerên guhber (bêrê)
1. Lêkerên sazber
Di van lêkeran de hemû çax ji koka raderê tên bikaranînê û li gor rêzaneke durust tên veguhastinê.
Lêkera (kirîn)
Koka dema berê kirî
Koka dema niha kir
Min kirî (buhêrk)
Ez dikirim ( nihok )
Ezê bikirim ( mand )
Bikire (fermanî)
Herwiha koka demê mîna xwe dimîne û pêşgîn û paşgînên kes û deman pê ve dibin.
2. Lêkerên guhber
Di van lêkeran de, hemû çax ji koka raderê dernakevin. Di navbera rader û fermaniyê de newekhevî heye. Ev lêker jî, du beş in:
a. Biramak
Di van lêkeran de, di fermaniyê de tîpên derî raderê hene:
Rader KDB KDN Ferman
avêtin avêt avêj bavêje
dotin dot doş bidoşe
firotin firot firoş bifiroşe
ketin ket kev bikeve
kotin kot koj bikoje
mêtin mêt mêj bimêje
rêtin rêt rêj birêje
Di lêkerên biramak de, tîpên ketî ( windabûyî ) ji raderê, di fermanî û nihokê de careke din vedigerin. Avêtin: Koka wî kevin (avêjtin e). Tîpa (j) dîsa vedigere. Herwiha:
dotin doştin
firotin firoştin
ketin kevtin.
kotin kojtin
mêtin mêjtin
rêtin rêjtin
b. Lêkerên dubirak
Di van lêkeran de fermanî ne ji koka raderê ye, an ku fermanî û rader ne yek in:
Rader KDB KDN Ferman
gotin got bêj bibêje
anîn anî în bîne
hatin hat tê were
Di van lêkeran de tenê bi bihîstinê mirov fermanî û (KDN) nas dike.
Lêker bi sê awayên din tê parvekirinê:
1. Lêkerên dîdar.
2. Lêkerên nedîdar.
3. Lêkerên kesok
1. Lêkerên dîdar: Kiryarên van lêkeran diyar in û tên naskirinê.
Rûkenê tifing hilgirt. (Rûken)
Reşo dijmin hejand ( Reşo)
ARGK Mehmetçik lerizandin. (ARGK)
2. Lêkerên nedîdar: Kiryarên van lêkeran nayên naskirinê ew jî, du awa ne.
a. Awayê hatin - kirinê.
b. Awayê dane - kirinê.
a. Awayê hatin - kirinê
Bi alîkariya lêkera (hatin) tên sazkirinê. Kiryar, nediyar e, mirov nizane kî bi kar rabûye. Lê tenê mirov dizane ku bûyer pêk hatiye û kar hatiye kirinê.
Enî hat damezirandinê.
Artêş hat avakirinê .
Berxwedan hat bilindkirinê.
b. Awayê dane - kirinê
Bi alîkariya lêkera (dan) tên sazkirinê. Nayê naskirinê kî bi kar radibe, lê tenê mirov dizane ku kesekî nediyar kar daye kirinê, yan jî, kesekî diyar kar dide yekî nediyar jibo bike.
Min şal û şapikê xwe dan dirûtinê.
Te kirasek da çêkirinê.
Serok têkoşînê dide meşandinê.
Di lêkerên nedîdar de tenê lêkera alîkar tê veguhastinê, lê lêkera din di awayê raderî de dimîne û mîna nav tê tewandinê. Herwiha ku lêker cemkirî be, ji hev qut nabe, mîna :
Yekîtiya gel tê avakirinê.
Jibo ev lêker ji navan bê cudakirinê, dawiya wê tîpa ( ê ) distîne.
3. Lêkerên kesok
Ev lêker bi hevkariya du cînavên kesok tên sazkirinê.
Min xwe dît.
Te xwe avêt.
Eger lêker nederhingêv be ( bi ) dikeve navbera herdu cînavan.
Ez bi xwe razam.
Ew bi xwe çû.
Em bi xwe hatin.
Eger di lêkera derhingêv de berkar hebe, dîsa (bi) dikeve navbera herdu cînavan.
Wî bi xwe dijmin kuşt.
Min bi xwe gul çand.
Lekêrên kesok bi alîkariya cînavê kesok (xwe) tên sazkirinê. Dema ku berkar û kiryar di hevokê de yek kes be hingê, xwe şûna berkar digire û lêkera kesok tê çêkirinê.
Lêker bi sazkirina xwe jî, bi sê beşan par ve dibin:
1. Lêkerên hîmî
2. Lêkerên afirandî
3. Lêkerên cemkirî
1. Lêkerên hîmî
Rayên van lêkeran, ne mîna navan tên bikaranînê, jibo çêkirina demên niha, bihurî û mandê tên bikaranînê.
Rader K.D.B K.D.N
ketin ket kev
dan da d
bûn bû b
kirin kir k
çûn çû ç
birin bir b
2. Lêkerên afirandî
Ev lêker ji nav û rayên lêkeran saz dibin. Lêkerên nederhingêv bi alîkariya (în) û yên derhingêv bi
alîkariya (andin) çêdibin.
Mînak 1
Nav nederhingêv derhingêv
ger gerîn gerandin
rev revîn revandin
tirs tirsîn tirsandin
kel kelîn kelandin
hej hejîn hejandin
ken kenîn kenandin
Mînak 2
nederhingêv KDB KDN derhingêv
nalîn nalî nal nalandin
nivîsîn nivîsî nivîs nivîsandin
firîn firî fir firandin
kişîn kişî kiş kişandin
weşîn weşî weş weşandin
barîn barî bar barandin
tewîn tewî tew tewandin
kewîn kewî kew kewandin
lorîn lorî lor lorandin
3. Lêkerên cemkirî
Ev lêker bi hevxistina parçeyên jêr saz dibin:
1. Pêşgîn
2. Nav yan jî, rengdêr
3. Lêkerên alîkar
Pêşgînên ku lêkerên cemkirî saz dikin, ev in: hil, ve, vê, da, rû, wer, der, ber, bin, pey, paş, pêş, ra, jê, tê, lê, pê, jev, lev, pev ... ûwd.
1. Pêşgîn û lêkera alîkar:
Hilgirtin, vegirtin, rêxistin, wegerandin, dagirtin, rûniştin, berxistin, derxistin, derbûn, serkevtin, pêşxistin, paşxistin, lêxistin, pêketin, levkirin, jêkirin, rakirin, têkçûn, lêkirin, jevkirin, pevçûn, pevketin, levxistin, peyketin, peyxistin,...
2. Nav û lêkera alîkar:
Bersivdan, rêxistin, cihgirtin, gilîkirin, hînbûn, pêketin, rêveçûn,...
3. Rengdêr û lêkera alîkar:
Sarkirin, sorbûn, korbûn, reşkirin, dûrketin, xweşbûn, xweşkirin, şaşman, germbûn, zerkirin, zerbûn, geşbûn, geşkirin, xurtkirin,
Nasîn
Di lêkerên cemkirî de, eger lêkera alîkar (parçeyê dawî ji Lêker) derhingêv be, lêkera cemkirî derhingêv e. Eger ev parçe nederhingêv be, lêker bi tevayî jî, nederhingêv e.
Çêkirina lêkeran
1. Çêkirina lêkerên nederhingêv û yên derhingêv:
a. Ji navên raderî bi dûxistina paşgîna (andin) lêkerên derhingêv yên afirandî tên çêkirinê û bi dûxistina paşgîna (în) lêkerên nederhingêv yên afirandî tên çêkirinê:
Navê raderî derhingêv nederhingêv
leriz lerizandin lerizîn
meş meşandin meşîn
rev revandin revîn
bez bezandin bezîn
ger gerandin gerîn
ken kenandin kenîn
tirs tirsandin tirsîn
kel kelandin kelîn
bar barandin barîn
reng rengandin rengîn
sot sotandin sotîn
pêç pêçandin pêçîn
dom domandin domîn
b. Ji navan bi dûxistina lêkera alîkar (kirin) lêkerên derhingêv çêdibin û bi dûxistina (bûn) yên nederhingêv çêdibin.
Nav derhingêv nederhingêv
zêr zêr kirin zêr bûn
zîv zîv kirin zîv bûn
kar kar kirin kar bûn
çem çem kirin çem bûn
bar bar kirin bar bûn
par par kirin par bûn
gêr gêr kirin gêr bûn
rê rê kirin rê bûn
mehr mehr kirin mehr bûn
kaş kaş kirin kaş bûn
Herwiha ji navan bi alîkariya gelek lêkerên derhingêv, lêkerên derhingêv çêdibin:
Sûnd xwarin, rê xistin, rê birîn,...
Bi alîkariya yên nederhingêv jî, lêkerên nederhingêv yên nû çêdibin: Rê ketin, rêve çûn...
c. Ji rengdêran bi dûxistina lêkera alîkar (kirin) lêkerên derhingêv û bi dûxistina lêkera (bûn) lêkerên nederhingêv çêdibin.
Rengdêr derhingêv nederhingêv
reş reş kirin reş bûn
xweş xweş kirin xweş bûn
germ germ kirin germ bûn
sor sor kirin sor bûn
dîn dîn kirin dîn bûn
zer zer kirin zer bûn
Herwiha dema lêkera alîkar derhingêv be, lêkera çêkirî jî, derhingêv e, lê dema nederhingêv be, ya çêkirî jî, nederhingêv e.
2. Çêkirina lêkerên cemkirî:
Lêkerên cemkirî bi têkilbûna nav, rengdêr û pêşgînan bi lêkerên alîkar re saz dibin.
a. Pêşgînên ku bi lêkerên alîkar re, lêkerên cemkirî çêdikin ev in:
Hil, ve, vê, da, rû, wer, der, ber, bin, ser, pey, nav, paş, ra, jê, tê, lê, pê, jev, lev, pev, tev, di ser re, di rex re, di nav de, di şûn de, di pêş de, bi paş de, bi ser de,... ûwd.
Mînak:
Hilkirin, hilbûn, hildan, hilgirtin, vebirîn, vebûn, vedan, vekirin, vegirtin, vegerandin, veşartin, vejînandin, rakirin, rabûn, raketin, raxistin, razan, wegerandin, daxistin, dagirtin, rûniştin, bergirtin, derketin, derkirin, derbûn, serkevtin, ser xwe bûn, pêş xistin, paş ketin, pey xistin, pey man, lev hatin, jev ketin, jev çûn, pev ketin, pê xistin, jê kirin...
b. Nav û lêkerên alîkar:
Soz dan, bersiv dan, rê xistin, cih girtin, kar dîtin, bîn kişandin, gilî kirin, hîn bûn, hîn kirin, rê ketin, cem kirin, kar kirin, ders dan, mal bar kirin, guh birîn, ser lê dan, rê birîn...
c. Rengdêr û lêkerên alîkar:
Kor bûn, sar bûn, kor kirin, sar kirin, dûr ketin, dûr bûn, dûr kirin, dûr xistin, sor kirin, sor bûn, saz kirin, saz bûn...
1.2.3.5.5 Di lêkeran de dem (çax)
Di zimanê Kurdî de sê demên bingehîn hene:
1. Dema niha (nihok)
2. Dema bê (pêşedem, mand)
3. Dema buhirî (berê, buhêrk)
1. Nihok (dema niha)
Lêker liber çavên mirov pêk tê û bi awayekî gumanbir bûyer diqede yan jî, dê biqede.
a. Nihok
Niha ez dixwim.
Ez li Almanya dimînim.
Ez pirtûka rêziman dinivîsim.
b. Bûyereke ku dema berê çêbû be û xwe dirêjî dema niha bike:
Ji sê salan ve ez li Almanya dimînim.
Ev salek e ji êşa dilê xwe dinalim.
Ji sê mehan ve ez şêrînê nas dikim.
c. Bûyereke ku dê di pêşedemê de pêk bê û lêker bi hokereke demîn ve girêdayî be, mîna: Sibe, di sala bê de, piştî saeteke din...
Ez sibe diçim dibistanê.
Ez saleke din vedigerim welat.
Piştî saetekê ez diçim Amedê.
ç. Toreyeke (adet) ku tê dubarekirinê û bi gotinên mîna: Heroj, hercar, ducaran..., tê naskirinê:
Herkêlî ez bi welat dihizirim.
Herroj ez di biyaniyê de dimirim.
Herhefte ez diçim dibistana Kurdî.
1. Veguhastina lêker di nihok de
Di nihok de, herdem awayê rast yê cînavên kesok (ez, tu, ew, em, hûn, ew) tê bikaranînê. Pêşiya koka dema niha (di) distîne, eger lêker hîmî yan jî, afirandî be, lê eger lêker cemkirî be (di) dikeve navbera her du parçeyan, dikeve pêşiya parçeye dawî ji lêkera cemkirî. Dawiya (KDN) jî, (im, î, e, in) distîne.
Lêkera hîmî Kirin
Koka dema niha (k) ye.
Ez dikim Ez di (KDN) im
Tu dikî Tu di (KDN) î
Ew dike Ew di (KDN) e
Em dikin Em di (KDN) in
Hûn dikin Hûn di (KDN) in
Ew dikin Ew di (KDN) in
Lêkera afirandî Lerizîn
Koka dema niha (Leriz) e.
Ez dilerizim
Tu dilerizî
Ew dilerize
Em dilerizin
Hûn dilerizin
Ew dilerizin
Lêkera cemkirî bar kirin
Di van lêkeran de, lêkera alîkar tenê tê veguhestinê, koka dema niha jê tê deranînê û (di) pêşiya wê digire.
Koka dema niha: (Bar...K.) ye.
Ez bar dikim
Tu bar dikî
Ew bar dike
Em bar dikin
Hûn bar dikin
Ew bar dikin
Nihokê dirêj
Lêker hîkariya xwe dewam dike yan jî, nîv pêk hatiye û nîvê din jî, dê pêk bê. Di vê rewşê de, dawiya kirde (kiryar) (î) distîne.
Ezî dikim Ezî dilerizim Ezî bar dikim
Tuyî dikî Tuyî dilerizî Tuyî bar dikî
Ewî dike Ewî dilerize Ewî bar dike
Emî dikin Emî dilerizin Emî bar dikin
Hûnî dikin Hûnî dilerizin Hûnî bar dikin
Ewî dikin Ewî dilerizin Ewî bar dikin
Nihokê Pêşro (daxwazî)
lêker hîn pêk nehatiye û dibe ku pêk neyê jî. Pêkhatina wî, bi bûyereke din ve girêdayî ye. Di veguhastinê de, di şûna (di) de, pêşiya lêker (bi) distîne:
Ez bikim Ez bilerizim Ez bar bikim
Tu bikî Tu bilerizî Tu bar bikî
Ew bike Ew bilerize Ew bar bike
Em bikin Em bilerizin Em bar bikin
Hûn bikin Hûn bilerizin Hûn bar bikin
Ew bikin Ew bilerizin Ew bar bikin Di vê rewşê de, kirin yan jî, bûn bi xwestinê pêk tê. Ev rawe bêhtir dema bê (pêşedemê) îfade dike. Carna jî, daçekên (da, ku) têne pêşiya lêkera xwestinî. Mîna:
Bêrîvanê tiving hilgirt da biçe şer.
Min xwe amad kir da romanekê binivîsim.
Hacer derket çiyan ku bibe simbola jina Kurd.
Kurd şer dikin ku bibin pêşengên mirovahiyê.
Di vir de (da, ku) daçekên sedemîn e.
Herwiha bêjeya (bila) jî, pêşiya van lêkeran digire: (Bila) ez biçim .
2. Pêşedem
Lêker hîn pêk nehatiye, lê wê di dema bê de, di pêşerojê de pêk bê. Di be ku lêker pêk neyê jî.
Di vê demê de pêşiya lêker, lêkera (hatin) di dema niha de û bi kesê sêyemîn yê yekhejmar re (ew) digire. Herwiha lêker jî, pêşgîna (bi) distîne. Lê, lêkera hatin bi sê cûreyan tê bikaranînê.
Ê, dê û wê, mîna:
Ez ê bikim
Ez dê bikim
Ez wê bikim
Em ê bi çend nimûneyan ji klasîkên kurd vê rewşê şirove bikin:
Dê
Meleyê Cizîrî dibêje.
Esrar ezel dê dabed bîne zuhûrê.
Encam ser encam ji axaz çi hacet.
Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de dibêje:
Evçend munafiq û neyarî
Hêja tu bi çavê min diyarî
Mem dê bimirit tu dê bimînî
Hêj xweş bigerî li rûyê zemînî
Ê
Di qewl û beytên Êzîdiyan de tê gotinê.
Newêrim bikêlimim
Wekî ez bêjim sineta berî Adem e
Ez ê birecimim
Wê
Di qewl û beytên Ezîdiyan de tê gotinê:
Ew e miletê xirqe paristî
Xirqe maqûl kir ser xwe re dêxistî
Roja axretê wê jê here nûrek kesekî
Seydayê Tîrêj jî, di bilbilê dilşadî de dibêje:
Piştî wê stêrê bi xwe berbanga sibê ye.
Wê roj hile ronî bikeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bigihe cî û warê meqsedê ye.
Çerxa Felekê herdem bifitil û ger û dewr e.
Dê, ê û wê ji kû hatine?
Ev her sê bêje yek lêker in, ew jî, lêkera hatin di dema nihok de ye.
Ez di êm (dêm, têm).
Tu di êyî (dêyî, têyî).
Ew diê (dê, tê) ew dê
dema dê ew dê
Ez dema diê bikim.
Ez dê bikim.
Di axaftinê de (dê) dikeve û dibe:
Ez dema ê bikim
Ez ê bikim
Bi baweriya min mana (dê) pêkanîna lêker di pêşerojê de bêguman dike. Dema ez dibêjim: Ez dê bikim. Hevok mîna nihok wateya xwe distîne û di pêkanîna kirinê de mîna: (ez dikim), yan jî, nêzîkî wê wateyê dibe. Lê (ez dikim) min dest bi kirinê kiriye û (dê) pêkanîna lêker di projeyekê de dihêle, belkî pêk bê û belkî jî, neyê.
Ezê bikim. Kirinê di projeyekê de dihêle.Belkî ez bikim û belkî ez nekim.
Ez wê bikim. (Ez ewê dê bikim) yan jî: (Ez ewê bikim): Di vir de lêkera hatin (ê) û cînavê nîşandek (ewê) bi hev re dibin yek (wê). Ez ewê dema ê bikim.
Ez ewê ê bikim.
Ez wê bikim.
Ew, ewê cînavê nîşandek e jibo dûr bikar tê, jibo vê jî, dema bi lêkera alîkar hatin (ê) re dibe yek, bikaranîna lêker di pêşedemê de dûrtir dike. Gelek caran cînavê nîşandek (ew) bi (ê) re dibe yek, ev jî, bi piranî dema ku nav di hevokê de şûna cînav digire, mîna:
Wê roj hile Roj wê hile
Wê ronî bikeve Ronî wê bikeve.
Roj, ew ê hile. Ronî,ew ê bikeve.
Roj wê hile. Ronî wê bikeve.
Ew û (ê) bi hev ve dibin yek.
Bi xwe hevok bi vî awayî rast dibe:
Ew roj ê hile ew ê roj hile
Ew ronî ê bikeve ew ê ronî bikeve
Ew ê, bi hev ve dibin (wê)
Jibo tevlîhevî çênebe, emê di veguhastina lêker de, di pêşedemê de (dê) bi kar bînin û van dîtinên jor mîna pêşniyazan bihêlin .
Veguhastina lêker di pêşedemê de
Di pêşedemê de jî, mîna nihok herdem awayê rast yê cînavên kesanî (ez, tu, ew, em, hûn, ew) tê bikaranînê. Herwiha koka demê ji fermaniyê tê girtinê. Lêkera alîkar hatin (dê) pêşiya lêker digire û pêşgîna (bi) jî, pê ve dibe. Eger lêker cemkirî be (bi) dikeve pêşiya parçeyê dawî û ew parçe tenê tê veguhastinê.
Lêkera hîmî Kirin bike (k)
Ez dê bikim Em dê bikin
Tu dê bikî Hûn dê bikin
Ew dê dike Ew dê bikin
Lêkera afirandî Lerizîn bilerize (leriz)
Ez dê bilerizim. Ew dê bilerizin
Tu dê bilerizî. Hûn dê bilerizin
Ew dê bilerize. Ew dê bilerizin
Lêkera cemkirî Bar kirin bar bike ( bar-k-)
Ez dê bar bikim. Ew dê bar bikin.
Tu dê bar bikî. Hûn dê bar bikin.
Ew dê bar bike. Ew dê bar bikin.
3. Buhêrk
Di demeke rabûyî de, lêker pêk hatiye. Bi lêkerên derhingêv re, cînavên kesanî (min, te, wî, wê, me, we, wan) tên bikaranînê û bi lêkerên nederhingêv re cînavên (ez, tu, ew, em, hûn, ew) tên bikaranînê.
Di dema buhirtî de çar darêj hene:
a.Buhêrk
Demek di ser pêkanîna lêker re derbas bûye.
b. Mêjbûhêrk (çîrokî)
Demeke dirêj di ser pêkanîna lêker re derbasbûye û ketiye darêja çîrokiyê.
c. Buhêrka bicih
Bi temamî lêker pêk hatiye û hîkariya xwe davêje dema niha.
ç. Buhêrka dirêj
Hîkariya kirinê demeke dirêj dewam dike.
a. Buhêrk
Veguhastina lêkera kirin ya himî û derhingêv:
Koka dema berê ( kir )
Min kir Me kir
Te kir We kir
Wî/wê kir Wan kir
Lêkera çûn ya nederhingêv û himî: Koka dema berê ( çû )
Ez çûm Em çûn
Tu çûyî Hûn çûn.
Ew çû Ew çûn.
Lêkera afirandî ya derhingêv Lerizandin:
KDB ( lerizand )
Min lerizand Me lerizand
Te lerizand We lerizand
Wî/wê lerizand Wan lerizand
Lêkera afirandî ya nederhingêv Lerizîn:
KDB ( lerizî )
Ez lerizîm Em lerizîn
Tu lerizî Hûn lerizîn
Ew lerizî Ew lerizîn
Lêkera cemkirî û derhingêv Bar kirin:
KDB ( bar kir )
Min bar kir Me bar kir
Te bar kir We bar kir
Wî/ wê bar kir Wan bar kir
Lêkera cemkirî ya nederhingêv sor bûn:
KDB ( sor bû )
Ez sor bûm Em sor bûn
Tu sor bûyî Hûn sor bûn
Ew sor bû Ew sor bûn
b. Mêjbêj (mêjbuhêrk, çîrokî)
Demeke dirêj di ser pêkhatina kar re derbas bûye û ketiye darêja çîrokekê.
Lêkera kirin:
Min kiribû Me kiribû
Te kiribû We kiribû
Wî/wê kiribû Wan kiribû
Lêkera çûn
Ez çûbûm Em çûbûn
Tu çûbûyî Hûn çûbûn
Ew çûbû Ew çûbûn
Lêkera lerizandin
Min lerizandibû Me lerizandibû
Te lerizandibû We lerizandibû
Wî/wê lerizandibû Wan lerizandibû
Lêkera bar kirin
Min bar kiribû Me bar kiribû
Te bar kiribû We bar kiribû
Wî/wê bar kiribû Wan bar kiribû
Lêkera sor bûn
Ez sor bûbûm Em sor bûbûn
Tu sor bûbûyî Hûn sor bûbûn
Ew sorbûbû Ew sor bûbûn
c.Buhêrka bicih
Lêker bi temamî û bê kêmasî pêk tê û hîkariya xwe li dema niha jî, dike.
Lêkera kirin
Min kiriye Me kiriye
Te kiriye We kiriye
Wî/wê kiriye Wan kiriye
Lêkera çûn
Ez çûme Em çûne
Tu çûyî Hûn çûne
Ew çûye Ew çûne
Lêkera lerizandin
Min lerizandiye Me lerizandiye
Te lerizandiye We lerizandiye
Wî/wê lerizandiye Wan lerizandiye
Lêkera lerizîn
Ez lerizîme Em lerizîne
Tu leriziyî Hûn lerizîne
Ew leriziye Ew lerizîne
Lêkera bar kirin
Min bar kiriye Me bar kiriye
Te bar kiriye We bar kiriye
Wî/wê bar kiriye Wan bar kiriye
Lêkera sor bûn
Ez sor bûme Em sor bûne
Tu sor bûyî Hûn sor bûne
Ew sor bûye Ew sor bûne
ç. Buhêrka dirêj
Lêker di dema berê de pêk hatiye. Lê hîkariya wî demeke dirêj dewam kiriye. Yan jî, lêker bicih pêk nehatiye. Pêkhatina wî dest pê kiribû û dewam dikir. Em dikarin bibêjin " buhêrka kêm ".
Lêkera kirin
Min dikir Me dikir
Te dikir We dikir
Wî/wê dikir Wan dikir
Lêkera lerizandin
Min dilerizand Me dilerizand
Te dilerizand We dilerizand
Wî/wê dilerizand Wan dilerizand
Lêkera lerizîn
Ez dilerizîm Em dilerizîn
Tu dilerizî Hûn dilerizîn
Ew dilerizî Ew dilerizîn
Lêkera bar kirin
Min bar dikir Me bar dikir
Te bar dikir We bar dikir
Wî/wê bar dikir Wan bar dikir
Lêkera sor bûn
Ez sor dibûm Em sor dibûn
Tu sor dibûyî Hûn sor dibûn
Ew sor dibû Ew sor dibûn
Lêkera sor kirin
Min sor dikir Me sor dikir
Te sor dikir We sor dikir
Wî/wê sor dikir Wan sor dikir
1.2.3.5.6 Di lêkeran de " rawe "
Ji bilî hersê demên bingehîn, li gor dem , rawe û dirûvê lêker tê veguhastinê, ji raweyên ku lêker tê de bi awayên cuda tê veguhastinê, ev in:
1. Raweya fermanî (kotekî)
2. Raweyên hekeyî (egerî, mercî, şertî).
Ew jî, ev in:
a. Lavij û nihokê lavij
b. Bijoke û nihokê bijoke.
3. Raweyên gumanî
a. Guman û nihokê guman
4. Raweyên hatin-kirin û dan-kirinê
1. Raweya fermanî
Mirov, kesekî dike bin kotekê jibo ku bi karekî rabe.
Lêkera kirin Lêkera lerizandin
Tu bike Tu bilerizîne
Hûn bikin Hûn bilerizînin
Em bikin Em bilerizînin
Lêkera lerizîn Lêkera bar kirin
Tu bilerize Tu bar bike
Hûn bilerizin Hûn bar bikin
Em bilerizin Em bar bikin
2. Raweyên hekeyî
a. Lavij
Lêkera kirin
Min bikira Me bikira
Te bikira We bikira
Wî/wê bikira Wan bikira
Lêkera lerizandin
Min bilerizanda Me bilerizanda
Te bilerizanda We bilerizanda
Wî/wê bilerizanda Wan bilerizanda
Lêkera lerizîn
Ez bilerizîma Em bilerizîna
Tu bileriziya Hûn bilerizîna
Ew bileriziya Ew bilerizîna
Lêkera bar kirin
Min bar bikira Me bar bikira
Te bar bikira We bar bikira
Wî/wê bar bikira Wan bar bikira
Lêkera sor bûn
Ez sor bibûma Em sor bibûna
Tu sor bibûya Hûn sor bibûna
Ew sor bibûya Ew sor bibûna
Nihokê lavij
Minê bikra Meyê bikra
Teyê bikira Weyê bikira
Wî/wê yê bikira Wanê bikira
Ev rawe jî, mîna lavij e. Lê "ê" li pey cînav tê.
Minê bilerizanda.... (lerizandin)
Ezê bilerizîma.... (lerizîn)
Minê bar bikira... (bar kirin)
Ezê sor bibûma... (sor bûn)
b. Bijoke
Kirin
Min kiriba Me kiriba
Te kiriba We kiriba
Wî/wê kiriba Wan kiriba
Lerizandin
Min lerizandiba Me lerizandiba
Te lerizandiba We lerizandiba
Wî/wê lerizandiba Wan lerizandiba
Lerizîn
Ez lerizîbama Em lerizîbana
Tu lerizîba Hûn lerizîbana
Ew lerizîba Ew lerizîbana
Bar kirin
Min bar kiriba Me bar kiriba
Te bar kiriba We bar kiriba
Wî/wê bar kiriba Wan bar kiriba
sor bûn
Ez sor bûbama Em sor bûbana
Tu sor bûba Hûn sor bûbana
Ew sor bûba Ew sor bûbana
Nihokê bijoke
Ew jî, mîna bijoke ye, lê "ê" li pey cînav tê.
Minê kiriba Meyê kiriba
Teyê kiriba Weyê kiriba
Wî/wê yê kiriba Wanê kiriba
Minê lerizandiba... (lerizandin)
Ezê lerizîbama... (lerizîn)
Minê bar kiriba... (bar kirin)
Ezê sor bûbama... (sor bûn)
3. Raweya guman
Kirin
Min kiribe Me kiribe
Te kiribe We kiribe
Wî/wê kiribe Wan kiribe
Lerizandin
Min lerizandibe Me lerizandibe
Te lerizandibe We lerizandibe
Wî/wê lerizandibe Wan lerizandibe
Lerizîn
Ez lerizîbim Em lerizîbin
Tu lerizîbî Hûn lerizîbin
Ew lerizîbe Ew lerizîbin
Bar kirin
Min bar kiribe Me bar kiribe
Te bar kiribe We bar kiribe
Wî/wê bar kiribe Wan bar kiribe
sor bûn
Ez sor bûbim Em sor bûbin
Tu sor bûbî Hûn sor bûbin
Ew sor bûbe Ew sor bûbin
Nihokê guman
Minê kiribe Meyê kiribe
Teyê kiribe Weyê kiribe
Wî/wê yê kiribe Wanê kiribe
Minê lerizandibe... (lerizandin)
Ezê lerizîbim... (lerizîn)
Minê bar kiribe... (bar kirin)
Ezê sor bûbim... (sor bûn)
4. Raweyên hatin-kirin û dan-kirinê
4.1. Raweya hatin-kirinê
Di vê raweyê de kar ji hêla kesekî nediyar ve tê kirinê. Ev rawe bi alîkariya lêkera (hatin) tê sazkirinê. Lêker ji hêla kiryarekî nenas ve dikeve livbaziyê. Di vê raweyê de, lêkera alîkar hatin tê veguhestinê û lêkera din di awayê raderî de dimîne û paşgîna (ê) distîne.
Nihok Buhêrk
Ez têm dîtinê Ez hatim dîtinê
Tu têyî dîtinê Tu hatî dîtinê
Ew tê dîtinê Ew hat dîtinê
Em tên dîtinê Em hatin dîtinê
Hûn tên dîtinê Hûn hatin dîtinê
Ew tên dîtinê Ew hatin dîtinê
Bicihbuhêrk Mêjbuhêrk
Ez hatime dîtinê Ez hatibûm dîtinê
Tu hatiyî dîtinê Tu hatibûyî dîtinê
Ew hatiye dîtinê Ew hatibû dîtinê
Em hatine dîtinê Em hatibûn dîtinê
Hûn hatine dîtinê Hûn hatibûn dîtinê
Ew hatine dîtinê Ew hatibûn dîtinê
Kêmbuhêrk Pêşedem
Ez dihatim dîtinê Ezê bêm dîtinê
Tu dihatî dîtinê Tuyê bêyî dîtinê
Ew dihat dîtinê Ewê bê dîtinê
Em dihatin dîtinê Emê bên dîtinê
Hûn dihatin dîtinê Hûnê bên dîtinê
Ew dihatin dîtinê Ewê bên dîtinê
Lavij Bijoke
Ez bihatama dîtinê Ez hatibama dîtinê
Tu bihatayî dîtinê Tu hatibayî dîtinê
Ew bihata dîtinê Ew hatiba dîtinê
Em bihatana dîtinê Em hatibana dîtinê
Hûn bihatana dîtinê Hûn hatibana dîtinê
Ew bihatana dîtinê Ew hatibana dîtinê
Guman Nihokê lavij
Ez hatibim dîtinê Ezê bihatama dîtinê
Tu hatibî dîtinê Tuyê bihatayî dîtinê
Ew hatibe dîtinê Ewê bihata dîtinê
Em hatibin dîtinê Emê bihatana dîtinê
Hûn hatibin dîtinê Hûnê bihatana dîtinê
Ew hatibin dîtinê Ewê bihatana dîtinê
Nihokê bijoke Nihokê guman
Ezê hatibama dîtinê Ezê hatibim dîtinê
Tuyê hatibayî dîtinê Tuyê hatibî dîtinê
Ewê hatiba dîtinê Ewê hatibe dîtinê
Emê hatibana dîtinê Emê hatibin dîtinê
Hûnê hatibana dîtinê Hûnê hatibin dîtinê
Ewê hatibana dîtinê Ewê hatibin dîtinê
4.2. Raweya dan-kirinê
Di vê raweyê de, kiryarekî nas karê xwe dide yekî din jibo lêker bixe livbaziyê. Ev rawe bi alîkariya lêkera (bûn) tê çêkirinê. Lêkera (bûn) tê veguhastinê û lêkera din di awayê raderî de dimîne, lê dawiya wê paşgîna (ê) distîne.
Nihok Buhêrk
Ez didim çêkirinê Min da(n) çêkirinê
Tu didî çêkirinê Te da(n) çêkirinê
Ew dide çêkirinê Wî/Wê da(n) çêkirinê
Em didin çêkirinê Me da(n) çêkirinê
Hûn didin çêkirinê We da(n) çêkirinê
Ew didin çêkirinê Wan da(n) çêkirinê
Bicihbuhêrk Mêjbuhêrk
Min daye çêkirinê Min dabû çêkirinê
Te daye çêkirinê Te dabû çêkirinê
Wî/Wê daye çêkirinê Wî/Wê dabû çêkirinê
Me daye çêkirinê Me dabû çêkirinê
We daye çêkirinê We dabû çêkirinê
Wan daye çêkirinê Wan dabû çêkirinê
Kêmbuhêrk Pêşedem
Min dida çêkirinê Ezê bidim çêkirinê
Te dida çêkirinê Tê bidî çêkirinê
Wî/Wê dida çêkirinê Ewê bide çêkirinê
Me dida çêkirinê Emê bidin çêkirinê
We dida çêkirinê Hûnê bidin çêkirinê
Wan dida çêkirinê Ewê bidin çêkirinê
Lavij Bijoke
Min bida(na) çêkirinê Min daba(na) çêkirinê
Te bida(na) çêkirinê Te daba(na) çêkirinê
Guman Nihokê lavij
Min dabe çêkirinê Minê bida çêkirinê
Te dabe çêkirinê Tê bidaye çêkirinê
Nihokê bijoke Nihokê guman
Minê daba çêkirinê Minê dabe çêkirinê
Nasîn
Lêkerên derhingêv di demên derbasbûyî de (buhêrk de) li gor berkar tên guhertinê. Eger berkar yekhejmar be lêker jî, yekhejmar tê. Eger kom be lêker jî, kom tê.
Min pitûkek da Evînê.
Min du pirtûk dan Evînê.
Min xaniyek da çêkirinê.
Min sê xanî dan çêkirinê.
Min dilê xwe daye Kurdistanê.
Min dil û cegerê xwe dane Kurdistanê.
1.2.3.5.7 Di lêkeran de neyînî (nakirin)
Nakirin tunekirina karekî yan bûyerekê ye. Ne pêkanîn û qedexekirina pêkhatina lêker e. Amrazên nakirinê di zimanê kurdî de ev in: Na, ne, me, ni, nîn, tune.
Na
Di dema niha û pêşerojê de tê bikaranînê.
Nihok
Na , şûna "di" digire, wek:
Ez diçim ez naçim
Ez difirim ez nafirim
Ez hildigirim ez hilnagirim
Ez derdikevim ez dernakevim
Pêşedem
Na, şûna "bi" digire û (ê) dikeve, mîna:
Ezê biçim ez naçim
Ezê bifirim ez nafirim
Ezê hilgirim ez hilnagirim
Ezê derbikevim ez dernakevim
Ne
Di buhêrkê de yan jî, di tunekirina rewş û navên ku bi lêkera "bûn" re tên bikaranînê yan jî, di pirskirina neqayîlbûnê de (pirsa protestoyî) tê.
Buhêrk
Ez çûm ez neçûm
Min girt min negirt
Ez derketim ez derneketim
Tunekirina rengdêr û navên ku bi lêkera bûn re tên bikaranînê.
Ez kurd im. ez ne kurd im.
Ez reş im. ez ne reş im.
Ew hov e. ew ne hov e.
Ew bêbext e. ew ne bêbext e.
Pirskirina neqayîlbûnê
Ma ne bes e bindestî?
Ma heta kengê emê ne serbest bin?
Ma ne qenc e em şoreşger bin?
Me
Di fermaniyê de tê bikaranînê:
Mekeve rêza nezanan!
Meçe Ewropayê!
Avê vemexwe!
Ji mal dermekeve!
Lê, em dikarin bibêjin: Neçe, nekeve, venexwe û dernekeve.
Ni
Ev amraz bi lêkerên (zanîn û karîn) re tê bikaranînê:
Ez nizanim çi bikim.
Ez nikarim bêdeng bimînim.
Em nizanin çi li welat çêdibe.
Nîn
Azadî li welatê me nîn e.
Genim di mala me de nîn e.
Ez Kurd im, ez Ereb nîn im.
Em Tirk nîn in, em Kurd in.
Tune
Tiştekî me tune ye
Mala min tune ye.
Xwarina me tune ye.
1.2.3.5.8 Lêkera bûn
Ev lêker du wateyan dide, emê bi mînakan wan şirove bikin.
1.
Ez dibim rojnamevan.
Ez dibim şervan.
Ewê bibe aqilmendekî mezin.
2.
Ez hozan im.
Ew aqilmend e.
Em şervan in.
Emê di wateya duwemîn de lêkera (bûn) veguhêzin.
Nihok
Ez im Ez Kurd im Ez dê me
Tu yî Tu Kurd î Tu dê yî
Ew e Ew Kurd e Ew dê ye
Em in Em Kurd in Em dê ne
Hûn in Hûn Kurd in Hûn dê ne
Ew in Ew Kurd in Ew dê ne
Ne ez im Ez ne Kurd im Ez ne dê me
Nihokê pêşro
Ez bim Ez Kurd bim
Tu bî Tu Kurd bî
Ew be Ew Kurd be
Em bin Em Kurd bin
Hûn bin Hûn Kurd bin
Ew bin Ew Kurd bin.
Pêşedem
Dê ez bim Ezê Kurd bim
Dê tu bî Tê Kurd bî
Dê ew be Ewê Kurd be
Dê em bin Emê Kurd bin
Dê hûn bin Hûnê Kurd bin
Dê ew bin Ewê Kurd bin
Buhêrk
Ez bûm Ez Kurd bûm
Tu bûyî Tu Kurd bûyî
Ew bû Ew Kurd bû
Em bûn Em Kurd bûn
Hûn bûn Hûn Kurd bûn
Ew bûn Ew Kurd bûn
Mêjbuhêrk
Ez bûbûm Ez Kurd bûbûm
Tu bûbûyî Tu Kurd bûbûyî
Ew bûbû Ew Kurd bûbû
Em bûbûn Em Kurd bûbûn
Hûn bûbûn Hûn Kurd bûbûn
Ew bûbûn Ew Kurd bûbûn
Bicihbuhêrk
Ez bûme Ez Kurd bûme
Tu bûyî Tu Kurd bûyî
Ew bûye Ew Kurd bûye
Em bûne Em Kurd bûne
Hûn bûne Hûn Kurd bûne
Ew bûne Ew Kurd bûne
Kêmbuhêrk
Ez dibûm Ez Kurd dibûm
Tu dibûyî Tu Kurd dibûyî
Ew dibû Ew Kurd dibû
Em dibûn Em Kurd dibûn
Hûn dibûn Hûn Kurd dibûn
Ew dibûn Ew Kurd dibûn
Fermanî
Bibe Kurd bibe
Bibin Kurd bibin
Lavij
Ez bama Ez Kurd bama
Tu bayî Tu Kurd bayî
Ew ba Ew Kurd ba
Em bana Em Kurd bana
Hûn bana Hûn Kurd bana
Ew bana Ew Kurd bana
Nihokê Lavij
Ezê bama Ezê Kurd bama
Tuyê bayî Tê Kurd bayî
Ewê ba Ewê Kurd ba
Emê bana Emê Kurd bana
Hûnê bana Hûnê Kurd bana
Ewê bana Ewê Kurd bana
Bijoke
Ez bûbama Ez Kurd bûbama
Tu bûbayî Tu Kurd bûbayî
Ew bûba Ew Kurd bûba
Em bûbana Em Kurd bûbana
Hûn bûbana Hûn Kurd bûbana
Ew bûbana Ew Kurd bûbana
Nihokê bijoke
Ezê bûbama Ezê Kurd bûbama
Tuyê bûbayî Tê Kurd bûbayî
Ewê bûba Ewê Kurd bûba
Emê bûbana Emê Kurd bûbana
Hûnê bûbana Hûnê Kurd bûbana
Ewê bûbana Ewê Kurd bûbana
Guman
Ez bûbim Ez Kurd bûbim
Tu bûbî Tu Kurd bûbî
Ew bûbe Ew Kurd bûbe
Em bûbin Em Kurd bûbin
Hûn bûbin Hûn Kurd bûbin
Ew bûbin Ew Kurd bûbin
Nihokê guman
Ezê bûbim Ezê Kurd bûbim
Tuyê bûbî Tê Kurd bûbî
Ewê bûbe Ewê Kurd bûbe
Emê bûbin Emê Kurd bûbin
Hûnê bûbin Hûnê Kurd bûbin
Ewê bûbin Ewê Kurd bûbin
Nasîn
Bi nav, rengdêr û cînavan re lêkera bûn biserê xwe tê nivîsandinê.
Ez Kurd im Ez baş im Ez çê me Ez im
Tu Kurd î Tu baş î Tu çê yî Tu yî
Ew Kurd e Ew baş e Ew çê ye Ew e
Em Kurd in Em baş in Em çê ne Em in
Hûn Kurd in Hûn baş in Hûn çê ne Hûn in
Ew Kurd in Ew baş in Ew çê ne Ew in
Lê bi lêkeran re, bi lêker ve tê nivîsandinê:
Ez diçim Em diçin
Tu diçî Hûn diçin
Ew diçe Ew diçin
1.2.3.5.9 Veguhastin lêkera hebûn: Hebûn Hebe
Nihok Nihokê pêşro Pêşedem
Ez heme Ez hebim Ezê hebim
Tu heyî Tu hebî Tê hebî
Ew heye Ew hebe Ewê hebe
Em hene Em hebin Emê hebin
Hûn hene Hûn hebin Hûnê hebin
Ew hene Ew hebin Ewê hebin
Buhêrk Lavij Bijoke
Ez hebûm Ez hebama Ez hebûma
Tu hebûyî Tu hebayî Tu hebûyî
Ew hebû Ew heba Ew hebûya
Em hebûn Em hebana Em hebûna
Hûn hebûn Hûn hebana Hûn hebûna
Ew hebûn Ew hebana Ew hebûna
Guman Nihokê lavij Nihokê bijoke
Ez hebim Ezê hebama Ezê hebûma
Tu hebî Tê hebayî Tê hebûyayî
ew hebe Ewê heba Ewê hebûya
Em hebin Emê hebana Emê hebûna
Hûn hebin Hûnê hebana Hûnê hebûna
Ew hebin Ewê hebana Ewê hebûna
1.2.3.5.9 Veguhestina lêkerên derhingêv di demên derbasbûyî de
Lêkera dîtin (KDB) dît
(min, te,wî,wê, me,we,wan)dît / dîtin
Kê / kî çi dît? Kî / kê çi dîtin?
| Kiryar | Berkar | Buhêrk |
| Te, wî,wê,wan | ez | dîtim |
| Min,te,me,we,wan | tu | dîtî |
| Te,wî,wê,we,wan | ew | dît |
| Min,wî,wê,me,wan | em | dîtin |
| Min,te,wî,wê,me,wan | hûn | dîtin |
| Min,te,we,wan | ew | dîtin |
| Min, te, wî, wê, me, wan | xwe | dît |
| Kiryar | Berkar | Mêjbuhêrk |
| Te, wî,wê,wan | ez | dîtibûm |
| Min,te,me,we,wan | tu | dîtibûyî |
| Te,wî,wê,we,wan | ew | dîtibû |
| Min,wî,wê,me,wan | em | dîtibûn |
| Min,te,wî,wê,me,wan | hûn | dîtibûn |
| Min,te,we,wan | ew | dîtibûn |
| Min, te, wî, wê, me, wan | xwe | ditibû |
| Kiryar | Berkar | Bicihbuhêrk |
| Te, wî,wê,wan | ez | dîtime |
| Min,te,me,we,wan | tu | dîtîyî |
| Te,wî,wê,we,wan | ew | dîtiye |
| Min,wî,wê,me,wan | em | dîtine |
| Min,te,wî,wê,me,wan | hûn | dîtine |
| Min,te,we,wan | ew | dîtine |
| Min, te, wî, wê, me, wan | xwe | dîtiye |
| Kiryar | Berkar | Kêmbuhêrk |
| Te, wî,wê,wan | ez | didîtim |
| Min,te,me,we,wan | tu | didîtî |
| Te,wî,wê,we,wan | ew | didît |
| Min,wî,wê,me,wan | em | didîtin |
| Min,te,wî,wê,me,wan | hûn | didîtin |
| Min,te,we,wan | ew | didîtin |
| Min, te, wî, wê, me, wan | xwe | didît |
| Kiryar | Berkar | Lavij |
| Te, wî,wê,wan | ez | bidîtama |
| Min,te,me,we,wan | tu | bidîtayî |
| Te,wî,wê,we,wan | ew | bidîta |
| Min,wî,wê,me,wan | em | bidîtana |
| Min,te,wî,wê,me,wan | hûn | bidîtana |
| Min,te,we,wan | ew | bidîtana |
| Min, te, wî, wê, me, wan | xwe | bidîta |
| Kiryar | Berkar | Bijoke |
| Te, wî,wê,wan | ez | dîtibûma |
| Min,te,me,we,wan | tu | dîtibûyayî |
| Te,wî,wê,we,wan | ew | dîtibûya |
| Min,wî,wê,me,wan | em | dîtibûna |
| Min,te,wî,wê,me,wan | hûn | dîtibûna |
| Min,te,we,wan | ew | dîtibûna |
| Min, te, wî, wê, me, wan | xwe | dîtibûya |
| Kiryar | Berkar | Guman |
| Te, wî,wê,wan | ez | dîtibim |
| Min,te,me,we,wan | tu | dîtibî |
| Te,wî,wê,we,wan | ew | dîtibe |
| Min,wî,wê,me,wan | em | dîtibin |
| Min,te,wî,wê,me,wan | hûn | dîtibin |
| Min,te,we,wan | ew | dîtibin |
| Min, te, wî, wê, me, wan | xwe | dîtibe |
Di veguhastina lêkerên derhingêv, di demên derbasbûyî de, kiryar di awayê tewandî de û berkar di awayê rast de tê bikaranînê. Lê di nihok û pêşerojê de, kiryar di awayê rast de û berkar di awayê tewandî de tê bikaranînê:
Ez (te, wî, wê, me, we, wan) dibînim.
Ez xwe dibînim.
Tê (tuyê) min bibînî.
Ewê wê bibîne.
| Kiryar | Berkar | N. lavij |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | ez | bidîtama |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | tu | bidîtayî |
| (Min,te,wî,wê, me,we,wan) ê | ew | bidîta |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | em | bidîtana |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | hûn | bidîtana |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | ew | bidîtana |
| Kiryar | Berkar | N. bijoke |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | ez | dîtibûma |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | tu | dîtibûyayî |
| (Min,te,wî,wê, me,we,wan) ê | ew | dîtibûya |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | em | dîtibûna |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | hûn | dîtibûna |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | ew | dîtibûna |
| Kiryar | Berkar | N. guman |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | ez | dîtibim |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | tu | dîtibî |
| (Min,te,wî,wê, me,we,wan) ê | ew | dîtibe |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | em | dîtibin |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | hûn | dîtibin |
| (Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê | ew | dîtibin |
Di demên derbasbûyî de, lêkera derhingêv bi berkar ve tê girêdanê û li gor wî tê veguhastinê.
Veguhetina lêkerên derhungêv di nihok û pêşedemê de
Lêkera dîtin KDN bîn
Kî, kê/ çi dibîne? Kiyê,kê/ çi dibîne?
| Kiryar | Berkar | Nihok |
| Ez | xwe,te,wî,wê,me,we,wan | dibînim |
| Tu | min, xwe,wî,wê,me,we,wan | dibînî |
| Ew | min, te, xwe,me, we, wan | dibîne |
| Em | min,te,wî,wê,xwe,we,wan | dibînin |
| Hûn | min,te,wî,wê,me,xwe,wan | dibînin |
| Ew | min,te,wî,wê,me,we,xwe | dibînin |
| Kiryar | Berkar | Pêşedem |
| Ezê | xwe,te,wî,wê,me,we,wan | bibînim |
| Tê | min, xwe,wî,wê,me,we,wan | bibînî |
| Ewê | min, te, xwe,me, we, wan | bibîne |
| Emê | min,te,wî,wê,xwe,we,wan | bibînin |
| Hûnê | min,te,wî,wê,me,xwe,wan | bibînin |
| Ewê | min,te,wî,wê,me,we,xwe | bibînin |
Di pêşedemê de, ê (dê, wê) dawiya kiryar
(ez, tu, ew, em, hûn, ew) digire
Di demên nihok û pêşedemê de, lêkera derhingêv bi kiryar ve tê girêdanê û li gor wî tê veguhastinê.
Veguhastina lêkerên derhingêv yên cemkirî:
Lêkera hilgirtin koka dema niha (KDN) hil - gir
Kî, kê/ çî hildigire? Kiyê, kê/ çi hil(bi)gire?
| Kiryar | Berkar | Nihok |
| Ez | xwe,te,wî,wê,me,we,wan | hildigirim |
| Tu | min, xwe,wî,wê,me,we,wan | hildigirî |
| Ew | min, te, xwe,me, we, wan | hildigire |
| Em | min,te,wî,wê,xwe,we,wan | hildigirin |
| Hûn | min,te,wî,wê,me,xwe,wan | hildigirin |
| Ew | min,te,wî,wê,me,we,xwe | hildigirin |
Di pêşedemê de, (ê) dawiya kiryar (ez, tu, ew, em, hûn, ew) digire û ( bi ) dikeve navbera herdu perçeyên lêker.
1.2.3.5.11 Çend lêkerên hîmî
Rader KDN KDB Fermanî
ajotin ajo ajot bajo
anîn în anî bîne
avêtin avêj avêt bavêje
axaftin axiv axift baxive
bihîstin bihîz bihîst bibihîze
biraştin birêj biraşt bibirêje
birin b bir bibe
bûn b bû bibe
çûn ç çû biçe
cûtin cû cût bicû
dan d da bide
dirûtin dirû dirût bidirû
dîtin bîn dît bibîne
dizîn diz dizî bidize
dotin doş dot bidoşe
firotin firoş firot bifiroşe
gihîştin gihîj gihîşt bigihîje
girtin gir girt bigire
gotin bêj got bêje
hatin ê hat were
hejmartin jimêr hejmart bijimêre
hîştin hêl hişt bihêle
jentin jen jent bijene
jîn jî jî bijî
ketin kev ket bikeve
kirin k kir bike
kuştin kuj kuşt bikuje
lîstin lîz lîst bilîze
maliştin mal malişt bimale
man mîn ma bimîne
mirin mir mir bimire
pan pê pa bipê
parastin parêz parast biparêze
pûn pû pû bipû
ristin rês rist birêse
rîtin rî rît birî
şûştin şo şûşt bişo
sûtin sû sût bisû
xistin x xist bixe
xwarin xw xwar bixwe
xwastin xwaz xwest bixwaze
zan zê za bizê
1.2.3.6 Hoker
Hoker peyvek e neguhêrbar e, reng, rewş, kirin, cih û hejmara lêkeran diyar dike. Wateya wan temam dike. Hoker bi serê xwe nayê bikaranînê. Dema ku bi serê xwe be tenê navek e ne bêtir. Gelek caran mirov di navbera hoker û rengdêran de şaş dibe. Jibo ku em cudahiya di navbera wan de diyar bikin, em dibêjin: Hoker rengdêrê lêkeran e. Lebat û bizava lêkeran di nav rewş û rengê navdêran de diyar dikin.
şoreşa nûjen hat.
Em vê hevokê nas dikin ku "nûjen" rewş, pesin, salix û rengê şoreşê diyar dike. şoreş jî, di hevokê de navdêr e. Jibo vê peyva (nûjen) rengdêr e. Lê dema em bibêjin:
şoreş nûjen hat.
peyva (nûjen) di vê hevokê de rengê lêkera hatin diyar dike. Bizav û lebata "hat" diyar dike. Jibo vê peyva "nûjen" di vê hevokê de hoker e. Herwiha em dibêjin:
Min xortê "jîr" dît Rengdêr
Min xort "jîr" dît. Hoker
Berfa "par" barî Rengdêr
Berf "par" barî Hoker
Tê xuyakirinê ku zêder girêdanê di navbera rengdêr û navdêr de çêdike, dema ku zêder radibe rengdêr bi lêker ve tê girêdanê û dibe hoker.
Di kurdî de (5) pênc beşên hokeran hene:
1. Hokerên ku dema lêker diyar dikin: Hokerên demîn
2. Hokerên ku cihê lêker diyar dikin: Hokerên cihîn
3. Hokerên ku rewşa lêker diyar dikin: Hokerên çawanî
4. Hokerên ku hejmara lêker diyar dikin: Hokerên hejmarî
5. Hokerên pirsiyarî.
1.2.3.6.1 Hokerên demîn
Ev hoker kirin û bûna lêker di nav deman de diyar dikin û bersiva van pirsan didin:
Kengî?
Çi demê?
Çi çaxî?
Ez çûm Hewlêrê.
Kengî?
Ez par çûm Hewlêrê.
Min şoreşgerek dît.
Çi demê?
Min îro şoreşgerek dît.
Gelek hokerên demîn hene. Ji van hokeran em çendekan rêz dikin: Niha, duh, pêr, pitirpêr, sibe, dusibe, sêsibe, îro, êvarî, îşev, şevadin, şevtiradin, par, pitirpêrar, îsal, danê sibê, danê êvarê, kêliyadin, demadin, berê, dereng, havînê, payîzê, zivistanê, biharê, hinga, hêj, hingorê, nîvro, berî nîvro, piştî nîvro, nîvşev, nîvêşevê, piştînîşev, nijkêve, paşve, pêşde, paşîvê, zû, zûde, zûve, dewra berê, wêrojê, wêşevê, mêj, înê, şemiyê,... ûwd.
Herwiha hemû peyvên ku dem, heyam û çaxan diyar dikin dikarin bibin hokerên demîn.
1.2.3.6.2 Hokerên cihîn
Ev hoker cihê kirin û bûna lêker diyar dikin û bersiva van pirsan didin:
Li ku?
Li ku derê?
Ku ve?
Çi cihî?
Ez hilkişiyam.
Bi ku ve?
Ez hilkişiyam jor.
Ez çûm.
Ku derê?
Ez çûm cem mamoste.
Ez ketim.
Çi cihî?
Ez ketim bin masê.
Em çend hokerên cihîn li jêr rêz dikin:
Ser, ber, bin, pêş, paş, cem, nik, bal, berjêr, berjor, der, hindir, kêlek, tenişt, alî, derve, dor, hêl, navber, nav, pêşber, rast, çep, rex, serbiser, seranser, serdest, bindest, serjêr, serjor, xwar, vir, wir,... ûwd.
Hokerên mîna : Dûr, nêzîk, pêşî û paşî, bi kêrî diyarkirina cihê lêker û dema wî jî, tên. Hokerên demîn û cihîn in. Ev jî, li gor bikaranîna hevokê tê nasînê.
Çûna min Qamişlo dûr e. demîn
Ez ji dûr têm. cihîn
1.2.3.6.3 Hokerên çawanî
Ev hoker rewş û rengê kirin û bûna lêkeran diyar dikin. Lêker çawa bûye, çawa hatiye kirin nîşan dikin. Hokerên çawanî bersiva van pirsan didin:
Çawa?
Çilo?
Bi çi awayî?
Bi çi tentêlê?
Reşo dipeyîve. Çawa?
Reşo baş dipeyîve.
Ez xweş diçim dibistanê.
Bêrîvan bilez hatin.
şêrîn hêdî hêdî çû bajêr.
Em çend hokerên çawanî rêz dikin:
Hêdî, hêdî hêdî, baş, qenc, rind, bihêz, giran, fireh, teng, xweş, tenê, bilez, rast, birastî, cot, yeko yeko, bibaşî, zû, nebaş, wisa, çê, çêtir, xirab, wiha, wilo, werge, durust, dirêj, kurt, sist, sert, nerm, tûj, hişk, sivik, hêdîka,... ûwd.
Daçeka "tir" mîna rengdêran dibe paşgîn ji hokeran re jî. Rewşa çiloniyê bêtir dike. Herwiha "tirîn" digihîne tixûbê dawî.
Ez xweş hatim
Ez xweştir hatim
Ez xweştirîn hatim.
Min tu hişk dîtî
Min şevîn hişktir dît
Min Rojîn hişktirîn dît.
1.2.3.6.4 Hokerên hejmarî (çendanî)
Ev hoker pirbûn û hindikahiya kirin û bizava lêker diyar dikin û bersiva van pirsan didin:
Çend?
Çiqas?
Mamoste ji min re got.
Mamoste gelekî ji min re got.
Min hindik xwarin da şervanan.
Ez carna diçûm Amedê.
Ji hokerên hejmarî ev in: Gelek, pir, zehf, hinek, hindik, çend, hew, evçend, hinde, bes, çendek, carna, hewçend, hewqas, kêm, zêde, tenê, carek, ûwd.
1.2.3.6.5 Hokerên pirsiyarî
Peyvên ku bi kêrî pirsiyariyê tên û bi awayekî pirsiyarî bizav û lebata lêkeran diyar dikin ji wan re hokerên pirsiyarî tê gotinê. Bersiva van hokeran bi xwe bizava lêker diyar dike. Lê kesê ku pirsê dike baş dizane bersiv çi ye. Tenê dipirse jibo neqayîlbûna xwe liser wê rewşê diyar bike.
Em çawa heta niha bindest in?
Ma kî nizane em jî mirov in?
Hokerên pirsiyarî û cînavên pirsiyarî:
Hoker û cînavên pirsiyariyê yek peyv in, lê cînav bi kêrî pirsê tê û bersivekê dixwaze. Hoker jî, neqayîlbûna xwe liser rewşekê diyar dike.
Kîjan? Hem cînav û hem hoker e. Em dibêjin:
Kîjan me nas nake ku em gel in?
Kîjan gul xweşik e?
Kîjan di hevoka yekemîn de hoker e û di hevoka duyemîn de cînav e. Ji hokerên pirsiyarî ev in:
Ma, çi, kî ye, çi ye, gelo, kînga, ku, kî, kê, bi çi, çira. çilo, çawa, çend, kijan, çito, çer, çi dem, çima, jiku,... ûwd.
1.2.3.7 Daçek
Daçek peyveke neguhêrbar e. Bi serê xwe wateyeke taybetî nayîne pê. Bê daçekan axaftin nabe: Celebên daçekan ev in:
1. Daçekên lêkerî (lêkerçêker).
2. Daçekên raweyî.
3. Daçekên navdêrî.
4. Daçekên erênî.
5. Daçekên nayînî.
6. Daçekên pirsiyarî.
7. Daçekên egerî.
8. Daçekên vekitî.
1.2.3.7.1 Daçekên lêkerî
Ev daçek pêşgînên ku di çêkirina lêkeran de tên bikaranînê ne. Ji van daçekan:
Ve, ra, hil, ba, jê, tê, têk, vê, wer, çê, ber, da, der, hin, lê, pê, pêk, rû, ser, bin, pey, nav, pêş, paş, jev, lev, pev, tev, dû, hev, ûwd.
Ve Vexwendin, vegirtin, vemirandin, vebûn, vedan,...
Ra Raketin, rakirin, rabûn, raxistin, razan, rakişandin,...
Hil Hildan, hilgirtin, hilkişandin, hilpişkîn, hilweşandin,...
Ba Badan,
Jê Jêkirin,
Tê Têgihîştin,
Têk Têkdan,
Vê Vêxistin
Wer Wergerandin,
Çê Çêkirin,
Ber Berxistin,
Da Dagirtin,
Hin Hingavtin,
Lê Lêgerîn,
Pê Pêvedan,
Pêk Pêkanîn,
Rû Rûniştin
Ser Serkeftin,
Bin Binkeftin,
Pey Peyketin,
Nav Navdan,
Pêş Pêşketin,
Lev Levhatin,
Pev Pevçûn,
Tev Tevdan,
Dû Dûketin,
Hev Hevgirtin
1.2.3.7.2 Daçekên raweyî
Ev daçek di veguhastina lêkeran de tên bikaranînê. Daçekên raweyî ev in:
Jibo nihok: di
Ez diçim dibistanê.
Jibo pêşedemê: ê (dê, wê) - bi
Ezê biçim dibistanê.
Jibo raweya fermanî: bi
Bilezîne li me dereng e.
Jibo raweyên hekeyî:
Ger , eger, heke, ku, heker, dibe, belkî.
Eger ez biçûma dibistanê, ezê fêrbibûma.
Dibe ku ez çûbim bajêr.
Ku ez çûbama welêt ezê dilgeş bibama.
Belkî min ew pirtûk xwendibe.
1.2.3.7.3 Daçekên navdêrî
Ev daçek navan ditewînin. Daçekên navdêrî ev in:
bi, di, ji, li,
Ez ji bajêr têm.
Min ji mamoste re got.
Em bi Amedê ve çûn.
Ez di Qamişlo re çûm Dêrikê.
Ez par li Hewlêrê bûm.
1.2.3.7.4 Daçekên erênî
Ev daçek bi kêrî erêkirina rewşekê tên. Daçekên erênî ev in:
Bila dilê te xweş bibe.
Belê, ez te nas dikim.
Erê, şêrîn hevala min e.
Herê, ez Mem û Zîna Xanî dixwînim.
A, ez ji şirnexê me.
Jixwe tu min nas dikî.
1.2.3.7.5 Daçekên nayînî
Ev daçek rewşekê dikin darêja nakirinê. Daçekên nayînî ev in:
Bê tu bêjî ez dizanim tu Kurd î.
Neçe biyaniyê, biyanî mirin e.
Ez naxwazim bêrûmet bijîm.
Ez nikarim bê serxwebûn û azadî bijîm.
No, ez te nas nakim.
Naxêr, ez bindestiyê napejirînim.
1.2.3.7.6 Daçekên pirsiyarî
Bi van daçekan pirs tên kirinê. Daçekên pirsiyarî ev in:
çawa, çer, çima, çira, çito, gelo, ka, ma, qey, bira, wa, weh, wey.
Çawa tu hatî?
Çima tu li me napirsî?
Gelo tu çûbûyî ku derê?
Qey tu ji gund tê?
1.2.3.7.7 Daçekên egerî
Ev daçek sedema karekî, kirinekê yan jî, rewşekê vedikin. Daçekên egerî ev in:
Da, daku, jiber, jiberku, jibo, bo, ku, seba, sedem, lewre, çinku, çimkî,..
Hogir tiving kirî da biçe şoreşê.
Jiber ku welatê me bindest e, zimanê me jî, qedexe ye.
Jibo pêşxistina zimanê kurdî yekîtiyeke zimanzanan pêwîst e.
Serxak û binxaka me talan dibe lewre em xêzan û jar in.
Herdem em bûne leşkerên biyaniyan seba ku em li xwe xwedî derneketine.
1.2.3.7.8 Daçekên vekitî
Daçekên vekitî ev in:
Ba, bal, belkî, bes, bese, cardî, cem, sipas, dîsa, êdî, gel, ger, gor, heçî, her, heta, şabaş, heya, hingî, lew, lewma, lewre, mîna, nik, jixwe, tewrî, wekî, wilo, ,wisa, xwezka, xwezî, tenê,... ûwd.
Êdî em ji xewa mirinê hişyar bûn.
Dîsa li welatê me kuştin û talan e.
Ger em azad bibin hingî emê mîna mirovan bijîn.
Êdî bes e ev zilm û zor.
1.2.3.8 Gihanek
Gihanek peyveke neguhêrbar e. Du peyvan, du hevokan yan jî, peyv û hevokekê bi hev girê dide. Gihanek sê beş in:
1.2.3.8.1 Gihanekên xwerû
Ji, jî, ku, lê, lo, û.
Roja xweş ji serê sibê xuya ye.
Ez jî, mîna te Kurd im.
Ew sîxurê ku te dît hat kuştinê.
Ev xweş e lê kin e.
Ezê biçim şoreşê lo tu kêfxweş be.
Ez şoreşger û aşitîxwaz im.
1.2.3.8.2 Gihanekên dubare
Jî ... jî, carna ... carna jî, çiqas ... çiqas jî,
çawa ... ewqas jî, hem...hem jî, ne...ne,
ne ... ne jî, ya ... ya, yan ... yan jî, ..
Dijminê me diz e jî, şêr e jî.
Carna berf dibare carna jî, baran.
Çiqas em bixebitin ewqas jî, emê pêşkevin.
Çawa tu biçînî wisa jî, tê biçinî.
Hem şoreşger e hem jî, karker e.
Ne diçe kar ne diçe dibistanê.
Ya dimire ya dimîne.
Yan Kurdistan yan jî, Kurdistan.
Yan serkeftin yan serkeftin.
1.2.3.8.3 Gihanekên daçekî
Ev gihanek bi xwe daçek in, lê bi awayê gihanekan tên bikaranînê. Gihanekên daçekî ev in: Digel, gel, lewre, mîna, wekî, loma.
Dema min Bêrîvan dît digel komek gerîla bû.
Xebat çû şoreşê Hogir gel wî çû.
Min doza serxwebûnê dikir loma dijmin ez girtim
Zora şorşgerî xurt dibe loma dijmin hinekî me dipejirîne.
Ew mîna dijmin dihizire .
şervan xwe wekî berpirsiyarekî gelî dibîne.
1.2.3.9 Bang ( Deng, Baneşan )
Bang peyveke neguhêrbar e. Reng nade navdêr û peyvan û bi wan nayê kişandinê. Ev peyv gazî, kovan, hawar, şahî û dilxweşiyan diyar dike. Bang bi sê beşan par dibin:
1. Bangê gazîkirinê
2. Bangên dilxweşî û şahiyê
3. Bangên êş û kovanan
1.2.3.9.1 Bangên gazîkirinê
Dema ku buyerek bê serê mirov û bixwaze derdorên xwe bi hawarekê bihesîne, ev bang tên bikaranînê:
Hey, ey, gelî, gidî, lê, lêlê, lo, lolo, haware, wey lo, wey lê, hey lo, hey lê, hey hey.
Hey welato hey welato
Tu yî xemla rojhilat
Ji Asûr ta bû çar qet
Tim liser te kêferat
Gelî Kurdan rabin ev roja me ye.
Lo xorto! Lê keçê! Hawar rabin li me dereng e.
Ey rêberê zane rêkêş seyda û jîr
Dengê perîşana mamoste Kemal Pîr
1.2.3.9.2 Bangên dilxweşî û şahiyê
Ev bang di dilxweşî û şahiyan de tên bikaranînê. Ew jî, ev in: Êh, hah, hih, ox, xweş,
Êh, ev roj xweş e!
Hah te çi baş got!
Ox te dilê min bi vê peyvê şad kir!
Xweş ev çi awazeke bêmirin e!
1.2.3.9.3 Bangên êş, nifrîn û kovanan
Ev bang di êş , nexweşî, poşmanî û aciziyê de tên avêtinê. Ew jî, ev in: Ax, ay, of, nifir, tuf, wax, wey.
Ax ez ketim çi rewşê!
Ay dilê min!
Of serê min çi dêşe!
Nifir li vê dema bêbext!
Tuf li sîxurên xwefiroş!
Wax ev çi rewşeke zor e!
Wey li minê dayê!
1.2.4 Hevok
Hevok yekîtiyek naverokî ye. Ev yekîtî bi beşên axaftinê saz dibe û bi nivîskî yan bi devikî têgihîştinekê bi mebesta dîtinekê, ramanekê, daxwazekê, hisekê yan wêneyê bûyerekê tîne ziman. Di avahiya hevokê de, nav, lêker, cînav, rengdêr, hejmar, hoker, daçek, gehandek û bang cihê xwe, her yek bi awayekî digire. Bi yekbûna vê koma peyvan wateyek ku mirov liser tiştekî agahdar dike saz dibe. Mînak
Ezê sibe biçim Amedê.
Min rewşa Azad li biyaniyê dît.
Ez gelek bi diyariya te dil xweş bûm.
Jiyan xweş e.
Ax ! Ev çi rewş e !
Têgihîştina hevokê pir caran bi beşên avahiya wê ve girêdayî ye.
1. Dema em dibêjin:
Jiyan xweş e.
Yê dipeyîve ramana xwe liser jiyanê tîne ziman. Lê dema li dawiya vê hevokê li şûna xalê ( niqtê ) xalepirs ( nîşana pirsê ) bê danînê:
Jiyan xweş e?
Yê ku dipeyîve dixwaze ji mirovekî din, ramana wî liser jiyanê hîn bibe. Hevoka yekemîn agahdarî ye. Mirov dikare bi ( bêjehevok ) bi nav bike. Ya duyemîn jî, hevokek pirsiyarî ye. Mirov dikare bi
( pirsehevok ) bi nav bike.
2. Pir caran girêdana lêker bi beşên din yên axaftinê re, me liser hevokê dike xwedî têgihîştinek taybetî. Dema em dibêjin:
Hogir dijî.
Hogir li çiyan dijî.
Hogir jiyanek xweş dijî.
Lêkera ( jîn ) li dijî ( mirin ) tê bikaranînê yan jî, cih û rengê jiyanê diyar dike. Lê pir lêkerên din bi yek wateyê tên bikaranînê. Mîna:
Hogir dixwîne. ( xwendin )
3. Di axaftina devikî de, bi ahenga deng têgihîştina hevokê çêdibe. Her rengekî hevokê ahengek xwe taybetî heye. Ji vê ahengê mirov dizane pirs e, agahdarî ye yan jî, fermanî ye.
1.2.4.1 Avahiya hevokê
1.2.4.1.1 Hevokên lêkerî
Hevok di Kurmancî de, bi gelemperî bi vî awayê jêr tê sazkirinê:
Kiryar Agahdarî / Berkar Lêker
Ez çayê vedixwim.
Ew gulan av dide.
Berfîn berxan diçêrîne.
Lê bi hin lêkerên nederhingêv re ku bizava wan berbi aliyekî ve ye. Mîna:
çûn, ketin, hatin, firîn, bûn ( bi wateya çêbûn )... bi awayê jêr tê sazkirinê:
Kiryar Lêker Agahdarî
Ez diçim gund.
Guhderz ket çalê.
şêrîn hat bajêr.
Mado bû şoreşger.
Serdar firî asîmanan.
Eger bi van lêkeran re daçek bên bikaranînê û aliyê bizava lêker bê guherînê, hevok dîsa vedigere ser awayê xwe yê gelemper:
Kiryar Agahdarî Lêker
Ez ji gund diçim.
Guhderz di çalê de ket.
şêrîn ji bajêr hat.
Serdar di asîmanan re firî.
Di hin rewşan de, lêker di darêja raderî de, tê bikaranînê û mîna navê mê tê tewandinê. Eger di van rewşan de, lêker bê kiryar be pêşiya hevokê digire:
Çûna zozanan xweş e.
Hatina biharê pîroz e.
Eger ev lêkerê di darêja raderî de bibe agahdarî di hevokên lêkerî de û bi lêkerekî din re bê, awayê jêr distîne:
Gulê, çûna bêriyê xweş dibîne.
Gel, hatina Newrozê pîroz kir.
Eger lêkerê derhingêv du berkaran bistîne, hevok awayê jêr distîne:
Kiryar Berkar 1 Lêker Berkar 2
Azad gul firotin keçan.
şêrîn silav da şehîdan.
Min nan da gerîla.
Eger berkarê duyemîn nedurust be , hevok awayê jêr distîne:
Kiryar Berkar 1 Berkar 2 Lêker
şoreşgeran nan ji Gulê xwestin.
Şermîn navê gund ji şîlan pirsî.
Pir caran hevok bi lêkerên nederhingêv re, bi kiryar û lêker çêdibe. Hingê bi vî awayî tê:
Kiryar Lêker
Sûlav raza.
Nermîn hat.
Ez dimeşim.
Ew direve.
Em diçin.
Eger hoker di hevokên lêkerî de hebe, bi awayên jêr tên sazkirinê:
1. Lêkerên nederhingêv:
Hoker Kiryar Lêker Berkar
Piştî nîvro Canda gihîşt Botanê.
Êvarê Sernaz diçe dibistanê.
Yan jî, bi vî awayî:
Kiryar Hoker Lêker Berkar
Canda Piştî nîvro gihîşt Botanê.
Sernaz êvarê diçe dibistanê.
2. Lêkerên derhingêv:
Hoker Kiryar Berkar Lêker
Kêliyek din ez çayê vedixwim.
Niha ez nan dixwim.
Yan jî, bi vî awayê jêr:
Kiryar Hoker Berkar Lêker
Ez kêliyek din çayê vedixwim.
Ez niha nan dixwim.
Eger di van rewşan de, berkar nedurust be, lêker dikeve dawiya hevokê:
Piştî nîvre Canda ji Botanê diçe.
Sernaz êvarê ji dibistanê tê.
Ez niha xwe ji xwarina nan re amade dikim.
Hevok, di, raweya fermanî de, ji rêzana gelemper der nakeve:
Were em nan bixwin!
Werin em biçin Çiyayê şerefdînê!
Jiyanê baş nas bike!
Bibe xwediyê jiyanek birûmet!
1.2.4.1.2 Hevokên navdêrî
Ev hevok ji nav, rengdêr û lêkera bûn tên sazkirinê. Tu bizavê nakin û di rewşa bûnê de dimînin. Herwiha berkar û kiryar di van hevokan de, nîn in:
Jiyana birûmet gelek xweş e.
Gundiyên Kurd leheng in.
şoreş rûmeta gel e.
Berxwedan jiyan e.
Serxwebûn û azadî nêzîk in.
Zindan dibistana qehremaniyê ne.
Koledarî rûreşiya mirovayiyê ye.
1.2.4.1.3 Hevokên bangê
Ev hevok dikarin mîna hevokên lêkerî û yên navdêrî jî, bên:
1. Mîna hevokên navdêrî:
Ax, ev çi rewş e!
Oh xweş, ev çi awazek nemir e!
Wey, li minê dayê!
Tuf, li mirovên xwefiroş!
Nifir, li vê dema bêbext !
2. Mîna hevokên lêkerî:
Lo xorto ! Ji xew rabe dereng e!
Ox, te dilê min xweş kir !
Of, dilê min çiqas dêşe!
Ax, ez ketime çi rewşê !
1.2.4.2 Di hevokê de, niqteşanî
Jibo asankirina xwendin, têgihîştin û xweşkirina ahenga hevokê, çend nîşan di nav de, cih digirin.
Ev nîşan dawiya hevokê, wateya parçeyekî jê û daxwaza wê pêş me dikin. Li hêla din, di xwendinê de, cihê rawes û bîndanê jî, diyar dikin. Ji van nîşanan re niqteşanî tê gotinê. Nîşanên niqteşaniyê jî, ev in:
. Xal ( Niqte )
, Dabir ( Bihnok )
? Xalepirs (Niqtepirs )
! Xalebang ( Niqtebang )
: Xalecot ( Niqtecot )
; Xaledabir ( Niqtedabir )
( ) Kevanek
" " Dunik
_ Xêzek
- Bendek
. Xal
Ev nîşan dawiya hevokê diyar dike:
Duh, ez çûm Amedê. Min şal û şapek kirî. Li wir min hevalekî xwe dît. Em gelekî bi hev şa bûn. Li nav bajêr, min tiştên balkêş dîtin. Leşkeran kolan dagirtibûn.
, Dabir
Di nivîsandinê de, dabir pir pêwîst e. Cihên ku digire ev in:
1. Cihê gihaneka ( û ):
Hogir, Azad, Rojîn û Rewşen ji bajêr tên. Ev ciwan pir hişyar in. Dost û dijmin ji hev nas dikin, xwedî bawerî ne, jiyanê nas dikin û riya xwe baş dizanin.
2. Dikeve navbera parçeyên hevokê yên biçûk, lê bi mercê ku wateya wê neyê guherandinê.
* Piştî jî, tê:
Çiya, cihê rûmeta me, hem jî, ji pîrozahiyên me ne.
* Pir caran, di...de, di...re, bi...ve, ji...re,...di nava du dabiran de, cih digirin:
Di rewşên awarte de, hevalên min, ji min re, dibin aqilmend.
Ez, ji te re, dibêjim ku em biçin çiyê baş e.
* Piştî kiryarê ku ji lêkerê xwe dûr dikeve tê:
şêrîn, di rojeke bi berf, baran û bager de, hat rûdinê.
Ez, di sala hezar û nehsed û şêstî de, ji dê bûme.
Reşo, jiberku nizane bixwîne, matmayî dimîne.
* Piştî banglêkirinê tê:
Mizgîn, li min binêre û gotinên min guhdar bike.
Xebat, ku tu çûyî şerefdînê hevalan silav bike.
? Xalepirs
Dikeve dawiya hevokên pirsiyariyê:
Tu kengê ji welat hatî?
Ew çi dixwaze?
Çend leşker hatin gund?
! Xalebang
Dikeve dawiya bang û hevokên bi wan re:
Ax ! Ev çi zemanekî xirab e!
Xwedêyo ! Te çawa li hev anî !
Oh xweş ! Çi mizgîneke baş e!
Kuro, bibe mirov!
: Xalecot
Dikeve dawiya hevokê ku tiştek tê gotinê yan hejmartinê:
Beyana sibê bû, bavê min ji xew hişyar bû û got: Ev çiya ji şer û kuştinê natirsin.
Di dînê Zerdeşt de, sê baweriyên bingehîn hene: Peyva xweş, baweriya rast û karê baş.
; Xaledabir
Dikeve navbera hevokên ku bi hev ve girêdayî ne û wateya hev temam dikin. Hîn hevok neqediya ye û babeteke nû dest pê dike:
Reşo, bilez ji malê derdikeve; wisa xuya ye ku tiştekî pêwîst qewmî ye.
( ) Kevanek
Peyvên ku bi sebebekê dikevin nav hevokê, dikevin nav kevanekan û rakirina wan jî, wateya hevokê naguherîne:
Di Kurmancî de, du zayend hene ( nêr û mê ).
" " Dunik
Peyvên ku ji cihekî din tên guhastinê di nav dunikan de, tên nivîsandinê:
" Ay Ahora yê mezin " Zerdeşt digot.
_ Xêzek
Eger nivîsandin ket awayê axaftinê û peyvbêj hat guhartinê, li pêşiya hevokê xêzek tê nivîsandinê:
Di navbera dil û mejî de, gotûbêjek germ dest pê kir:
_ Jiyan pir xweş e!
_ Lê du bindestî.
.........................
- Bendek
Dikeve navbera du peyvên ku hogiriyek di nav wan de heye:
Birca - Belek
Kaniya - Spî
Bedir - Xan
Nasîn
Di Kurmancî de, nîşana herî pêwîst dabir e.
Çavkanî
*BEDIRXAN, C. û LESCOT, R. Rêzimanê Kurdî
*BEDIRXAN, C. Kovara HAWAR
*KURDO, Q. Gramera Zimanê Kurdî
*NEBEZ, J. Zimanê Kurdî Yê Yekgirtî
*HAJO, Z. 20 Lektionen Für Deutsche
*KARTAL, H. Navên Kurdî
*KARTAL, H. Xebatên Neçapkirî
*SAÐNIÇ, F. H. Hêmana Rêzimanê Kurdî
*KURD, R. Rêzimanê Kurdî
*RIZGAR, B. Dersên Zimanê Kurdî
*SEBRÎ, O. Alfebêya Kurdî
*BEDIRXAN, K. Rêzimanê Kurdî
*CEGERXWÎN Rêzimanê Kurdî
*XANÎ, E. Mem û Zîn
*CIZÎRÎ, M. Dîwan
*HEKARÎ, P. B. Dîwan
*DUDEN Rêzimanê Almanî
*LUSCHER, R. û SCHPÄPERS, R. Rêzimanê Almanî Yê Nû
*HABECKER, P. Zeýchensetzung ( Almanî )
*HEJAR Henbane Borîne - Ferheng
*OMAR, F. F. Ferheng, Kurdî - Almanî
*NÎZAMEDÎN, F. Ferheng, Kurdî - Erebî
*ELÎ, C. û EMÎN, M. Rêzimanê Zelal - Erebî
*ALANSARÎ, H. Rêzimanê Erebî
*KOVARA LÊKOLÎN
*KOVARA STÊR
*KOVARA REWşEN
*KOVARA ROJA NÛ
*ROJNAMYA WELAT
*ROJNAMEYA BERXWEDAN