Rastnivîs · Kurdî
Lêker û rastnivîsandina lêkeran 4
Neyînî (nakirin)
Nakirin tunekirina karekî yan bûyerekê ye. Ne pêkanîn û qedexekirina pêkhatina lêker e. Amrazên nakirinê di zimanê kurdî de ev in: Na, ne, me, ni, nîn, tune.
Na
Di dema niha û pêşerojê de tê bikaranînê.
Nihok
Na, şûna "di" digire, wek:
Ez diçim ez naçim
Ez difirim ez nafirim
Ez hildigirim ez hilnagirim
Ez derdikevim ez dernakevim
Pêşedem
Na, şûna "bi" digire û (ê) dikeve, mîna:
Ez ê biçim ez naçim
Ez ê bifirim ez nafirim
Ez ê hilgirim ez hilnagirim
Ez ê derbikevim ez dernakevim
Ne
Di buhêrkê de yan jî, di tunekirina rewş û navên ku bi lêkera "bûn" re tên bikaranînê yan jî, di pirskirina neqayîlbûnê de (pirsa protestoyî) tê.
Buhêrk
Ez çûm ez neçûm
Min girt min negirt
Ez derketim ez derneketim
Tunekirina rengdêr û navên ku bi lêkera bûn re tên bikaranînê.
Ez kurd im. ez ne kurd im.
Ez reş im. ez ne reş im.
Ew hov e. ew ne hov e.
Ew bêbext e. ew ne bêbext e.
Pirskirina neqayîlbûnê
Ma ne bes e bindestî?
Ma heta kengê em ê ne serbest bin?
Ma ne qenc e em şoreşger bin?
Me
Di fermaniyê de tê bikaranînê:
Mekeve rêza nezanan!
Meçe Ewropayê!
Avê vemexwe!
Ji mal dermekeve!
Lê, rastir e ku em bibêjin: Neçe, nekeve, venexwe û dernekeve.
Ni
Ev amraz bi lêkerên (zanîn û karîn) re tê bikaranînê:
Ez nizanim çi bikim.
Ez nikarim bêdeng bimînim.
Em nizanin çi li welêt çêdibe.
Nîn
Azadî li welatê me nîn e.
Genim di mala me de nîn e.
Ez Kurd im, ez Ereb nîn im.
Em Tirk nîn in, em Kurd in.
Tune
Tiştekî me tune ye
Mala min tune ye.
Xwarina me tune ye.
Lêkera bûn
Ev lêker du wateyan dide, em ê bi mînakan wan şirove bikin.
1.
Ez dibim rojnamevan.
Ez dibim şervan.
Ew ê bibe aqilmendekî mezin.
2.
Ez hozan im.
Ew aqilmend e.
Em şervan in.
Em ê di wateya duwemîn de lêkera (bûn) veguhêzin.
Nihok
Ez im Ez Kurd im Ez dê me
Tu yî Tu Kurd î Tu dê yî
Ew e Ew Kurd e Ew dê ye
Em in Em Kurd in Em dê ne
Hûn in Hûn Kurd in Hûn dê ne
Ew in Ew Kurd in Ew dê ne
Ne ez im Ez ne Kurd im Ez ne dê me
Nihokê pêşro
Ez bim Ez Kurd bim
Tu bî Tu Kurd bî
Ew be Ew Kurd be
Em bin Em Kurd bin
Hûn bin Hûn Kurd bin
Ew bin Ew Kurd bin.
Pêşedem
Dê ez bim Ez ê Kurd bim
Dê tu bî Tê Kurd bî
Dê ew be Ew ê Kurd be
Dê em bin Em ê Kurd bin
Dê hûn bin Hûn ê Kurd bin
Dê ew bin Ewê Kurd bin
Buhêrk
Ez bûm Ez Kurd bûm
Tu bûyî Tu Kurd bûyî
Ew bû Ew Kurd bû
Em bûn Em Kurd bûn
Hûn bûn Hûn Kurd bûn
Ew bûn Ew Kurd bûn
Mêjbuhêrk
Ez bûbûm Ez Kurd bûbûm
Tu bûbûyî Tu Kurd bûbûyî
Ew bûbû Ew Kurd bûbû
Em bûbûn Em Kurd bûbûn
Hûn bûbûn Hûn Kurd bûbûn
Ew bûbûn Ew Kurd bûbûn
Bicihbuhêrk
Ez bûme Ez Kurd bûme
Tu bûyî Tu Kurd bûyî
Ew bûye Ew Kurd bûye
Em bûne Em Kurd bûne
Hûn bûne Hûn Kurd bûne
Ew bûne Ew Kurd bûne
Kêmbuhêrk
Ez dibûm Ez Kurd dibûm
Tu dibûyî Tu Kurd dibûyî
Ew dibû Ew Kurd dibû
Em dibûn Em Kurd dibûn
Hûn dibûn Hûn Kurd dibûn
Ew dibûn Ew Kurd dibûn
Fermanî
Bibe Kurd bibe
Bibin Kurd bibin
Lavij
Ez bama Ez Kurd bama
Tu bayî Tu Kurd bayî
Ew ba Ew Kurd ba
Em bana Em Kurd bana
Hûn bana Hûn Kurd bana
Ew bana Ew Kurd bana
Nihokê Lavij
Ez ê bama Ez ê Kurd bama
Tu yê bayî T ê Kurd bayî
Ew ê ba Ew ê Kurd ba
Em ê bana Em ê Kurd bana
Hûn ê bana Hûn ê Kurd bana
Ew ê bana Ew ê Kurd bana
Bijoke
Ez bûbama Ez Kurd bûbama
Tu bûbayî Tu Kurd bûbayî
Ew bûba Ew Kurd bûba
Em bûbana Em Kurd bûbana
Hûn bûbana Hûn Kurd bûbana
Ew bûbana Ew Kurd bûbana
Nihokê bijoke
Ez ê bûbama Ez ê Kurd bûbama
Tu yê bûbayî Tê Kurd bûbayî
Ew ê bûba Ew ê Kurd bûba
Em ê bûbana Em ê Kurd bûbana
Hûn ê bûbana Hûn ê Kurd bûbana
Ew ê bûbana Ew ê Kurd bûbana
Guman
Ez bûbim Ez Kurd bûbim
Tu bûbî Tu Kurd bûbî
Ew bûbe Ew Kurd bûbe
Em bûbin Em Kurd bûbin
Hûn bûbin Hûn Kurd bûbin
Ew bûbin Ew Kurd bûbin
Nihokê guman
Ez ê bûbim Ez ê Kurd bûbim
Tu yê bûbî Tê Kurd bûbî
Ew ê bûbe Ew ê Kurd bûbe
Em ê bûbin Em ê Kurd bûbin
Hûn ê bûbin Hûn ê Kurd bûbin
Ew ê bûbin Ew ê Kurd bûbin
Nasîn
Bi nav, rengdêr û cînavan re lêkera bûn biserê xwe tê nivîsandinê.
Ez Kurd im Ez baş im Ez çê me Ez im
Tu Kurd î Tu baş î Tu çê yî Tu yî
Ew Kurd e Ew baş e Ew çê ye Ew e
Em Kurd in Em baş in Em çê ne Em in
Hûn Kurd in Hûn baş in Hûn çê ne Hûn in
Ew Kurd in Ew baş in Ew çê ne Ew in
Veguhastina lêkera hebûn: Hebûn Hebe
Nihok Nihokê pêşro Pêşedem
Ez heme Ez hebim Ez ê hebim
Tu heyî Tu hebî Tê hebî
Ew heye Ew hebe Ew ê hebe
Em hene Em hebin Em ê hebin
Hûn hene Hûn hebin Hûn ê hebin
Ew hene Ew hebin Ew ê hebin
Buhêrk Lavij Bijoke
Ez hebûm Ez hebama Ez hebûma
Tu hebûyî Tu hebayî Tu hebûyî
Ew hebû Ew heba Ew hebûya
Em hebûn Em hebana Em hebûna
Hûn hebûn Hûn hebana Hûn hebûna
Ew hebûn Ew hebana Ew hebûna
Guman Nihokê lavij Nihokê bijoke
Ez hebim Ez ê hebama Ez ê hebûma
Tu hebî Tê hebayî Tê hebûyayî
ew hebe Ew ê heba Ew ê hebûya
Em hebin Em ê hebana Em ê hebûna
Hûn hebin Hûn ê hebana Hûn ê hebûna
Ew hebin Ew ê hebana Ew ê hebûna
Veguhestina lêkerên derhingêv di demên derbasbûyî de
Lêkera dîtin (KDB) dît
(min, te,wî,wê, me,we,wan)ew dît / dîtin
Kê / kî çi dît? Kî / kê çi dîtin?
Kiryar Berkar Buhêrk
Te, wî,wê,wan ez dîtim
Min,te,me,we,wan tu dîtî
Te,wî,wê,we,wan ew dît
Min,wî,wê,me,wan em dîtin
Min,te,wî,wê,me,wan hûn dîtin
Min,te,we,wan ew/xwe dîtin/dît
Kiryar Berkar Mêjbuhêrk
min te wî wê we wan ez dîtibûm
min te wî wê we wan tu dîtibûyî
min te wî wê we wan ew dîtibû
min te wî wê we wan em dîtibûn
min te wî wê we wan hûn dîtibûn
min te wî wê we wan ew dîtibûn
min te wî wê we wan xwe ditibû
Kiryar Berkar Bicihbuhêrk
min te wî wê we wan ez dîtime
min te wî wê we wan tu dîtîyî
min te wî wê we wan ew dîtiye
min te wî wê we wan em dîtine
min te wî wê we wan hûn dîtine
min te wî wê we wan ew dîtine
min te wî wê we wan xwe dîtiye
Kiryar Berkar Kêmbuhêrk
Te, wî,wê,me, wan ez didîtim
Min,te,me,we,wan tu didîtî
Te,wî,wê,we,wan ew didît
Min,wî,wê, me,wan em didîtin
Min, te,wî,wê,me hûn didîtin
Min,te,wî,wê,me,we,wan ew didîtin
Min,te,wî,wê,me,we,wan xwe didît
Kiryar Berkar Lavij
min te wî wê we wan ez bidîtama
min te wî wê we wan tu bidîtayî
min te wî wê we wan ew bidîta
min te wî wê we wan em bidîtana
min te wî wê we wan hûn bidîtana
min te wî wê we wan ew bidîtana
min te wî wê we wan xwe bidîta
kiryar Berkar Bijoke
te wî wê we wan ez dîtibûma
min wî wê we wan tu dîtibûyayî
min te wî wê we wan ew dîtibûya
min te wî we wê wan em dîtibûna
min te wî wê we wan hûn dîtibûna
min te wî wê we wan ew dîtibûna
min te wî wê we wan xwe dîtibûya
Kiryar Berkar Guman
Min ,te, wî, wê... ez dîtibim
Min, te, wî, wê... tu dîtibî
Min, te, wî, wê... ew dîtibe
Min, te, wî, wê... em dîtibin
Min, te, wî, wê... hûn dîtibin
Min, te, wî, wê... ew dîtibin
Di veguhastina lêkerên derhingêv, di demên derbasbûyî de, kiryar di awayê tewandî de û berkar di awayê rast de tê bikaranînê. Lê di nihok û pêşerojê de, kiryar di awayê rast de û berkar di awayê tewandî de tê bikaranînê:
Ez (te, wî, wê, me, we, wan) dibînim.
Ez xwe dibînim.
Tê (tuyê) min bibînî.
Ew ê wê bibîne.
Kiryar Berkar N. lavij
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ez bidîtama
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê tu bidîtayî
(Min,te,wî,wê, me,we,wan) ê ew bidîta
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê em bidîtana
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê hûn bidîtana
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ew bidîtana
Kiryar Berkar N. bijoke
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ez dîtibûma
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê tu dîtibûyayî
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ew dîtibûya
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê em dîtibûna
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê hûn dîtibûna
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ew dîtibûna
Kiryar Berkar N. guman
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ez dîtibim
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê tu dîtibî
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ew dîtibe
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê em dîtibin
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê hûn dîtibin
(Min,te,wî,wê,me,we,wan) ê ew dîtibin
Di demên derbasbûyî de, lêkera derhingêv bi berkar ve tê girêdanê û li gor wî tê veguhastinê.
Veguhetina lêkerên derhungêv di nihok û pêşedemê de
Lêkera dîtin KDN bîn
Kî, kê/ çi dibîne? Kiyê,kê/ çi bibîne?
Kiryar Berkar Nihok
Ez xwe,te,wî,wê,me,we,wan dibînim
Tu min, xwe,wî,wê,me,we,wan dibînî
Ew min, te, xwe,me, we, wan dibîne
Em min,te,wî,wê,xwe,we,wan dibînin
Hûn min,te,wî,wê,me,xwe,wan dibînin
Ew min,te,wî,wê,me,we,xwe dibînin
Kiryar Berkar Pêşedem
Ez ê xwe,te,wî,wê,me,we,wan bibînim
T ê min, xwe,wî,wê,me,we,wan bibînî
Ew ê min, te, xwe,me, we, wan bibîne
Em ê min,te,wî,wê,xwe,we,wan bibînin
Hûn ê min,te,wî,wê,me,xwe,wan bibînin
Ew ê min,te,wî,wê,me,we,xwe bibînin
Di pêşedemê de, ê (dê, wê) dawiya kiriyar (ez, tu, ew, em, hûn, ew) digire.
Di demên nihok û pêşedemê de, lêkera derhingêv bi kiriyar ve tê girêdanê û li gor wî tê veguhastinê.
Veguhastina lêkerên derhingêv yên cemkirî:
Lêkera hilgirtin koka dema niha (KDN) hil - gir
Kî, kê/ çî hildigire? Kiyê, kê/ çi hil(bi)gire?
Kiryar Berkar Nihok
Ez xwe,te,wî,wê,me,we,wan hildigirim
Tu min,xwe,wî,wê,me,we,wan hildigirî
Ew min,te,xwe,me,we,wan hildigire
Em min,te,wî,wê,xwe,we,wan hildigirin
Hûn min,te,wî,wê,me,xwe,wan hildigirin
Ew min,te,wî,wê,me,we,xwe hildigirin
Di pêşedemê de, (ê) dawiya kiryar (ez, tu, ew, em, hûn, ew) digire û ( bi ) dikeve navbera herdu perçeyên lêker.
Çend lêkerên hîmî
Rader KDN KDB Fermanî
ajotin ajo ajot bajo
anîn în anî bîne
avêtin avêj avêt bavêje
axaftin axiv axift baxive
bihîstin bihîz bihîst bibihîze
biraştin birêj biraşt bibirêje
birin b bir bibe
bûn b bû bibe
çûn ç çû biçe
cûtin cû cût bicû
dan d da bide
dirûtin dirû dirût bidirû
dîtin bîn dît bibîne
dizîn diz dizî bidize
dotin doş dot bidoşe
firotin firoş firot bifiroşe
gihîştin gihîj gihîşt bigihîje
girtin gir girt bigire
gotin bêj got bêje
hatin ê hat were
hejmartin jimêr hejmart bijimêre
hîştin hêl hişt bihêle
jentin jen jent bijene
jîn jî jî bijî
ketin kev ket bikeve
kirin k kir bike
kuştin kuj kuşt bikuje
lîstin lîz lîst bilîze
maliştin mal malişt bimale
man mîn ma bimîne
mirin mir mir bimire
pan pê pa bipê
parastin parêz parast biparêze
pûn pû pû bipû
ristin rês rist birêse
rîtin rî rît birî
şûştin şo şûşt bişo
sûtin sû sût bisû
xistin x xist bixe
xwarin xw xwar bixwe
xwastin xwaz xwest bixwaze
zan zê za bizê