Rastnivîs · Kurdî
Lêker û rastnivîsandina lêkeran 2
Komên Lêkeran
Di zimanê kurdî de lêker bi çend koman par ve dibe. Ev kom jî, ev in:
1. Lêker bi hebûn û tunebûna berkar bi du beşan par ve dibe:
a. Lêkerên derhingêv
Ev lêker di hevokê de berkarekî durust dixwazin. Wek lêkerên : Birin, nivîsandin, rakirin, hilgirtin, xwarin, vexwarin, dîtin, ....ûwd
Dema em hevokekê bi lêkerekê ji van saz bikin, mîna " hilgirtin " . Min hilgirt. Ên ku li me guhdarî dikin dipirsin: Gelo vî çi hilgirt? Ji ber ku hevok kêm e. Lê ger min got: Min bar hilgirt . Yan jî : Min al hilgirt, hingê kêmahî di hevokê de namîne û wateya xwe bi temamî dide. Ji ber ku lêkera "hilgirtin" derhingêv e, di hevokê de berkarekî durust dixwaze. Di hevokên jor de, bar û al berkarên durust in. Di buhêrkê de lêkerên derhingêv bi cînavên kesok, awayê tewandî re (min, te, wî, wê. me, we, wan) tên bikaranînê. Lê di nihokê de bi awayê rast re (ez, tu, ew, em , ew, hûn, ew) tên bikaranînê. Herwiha di pêşedemê (mandê) de jî, bi awayên rast re tên bikaranînê.
b. Lêkerên nederhingêv
Ev lêker di hevokê de berkaran naxwazin. Hevok bêyî berkar wateya xwe dide. Bi lêker û kiryar hevok bê kêmahî durust dibe, mîna lêkerên : Hatin, çûn, mirin, razan, bûn , man, rabûn, ponijîn, girîn, firîn, ketin, .... ûwd.
Ez firîm.
Tu diçî.
Ew ê bimire.
Hûn radizên.
Ew ê bikevin.
Ev hevokên li jor bi lêker û kiryar tenê wateya xwe durust distînin. Lêkerên nederhingêv di her çaxan de bi awayê rast re yê cînavên kesok tên bikaranînê, an ku bi cînavên (ez, tu, ew, em, hûn, ew) re tên veguhastinê.
Bi du bêşên din lêker tên parvekirinê :
1. Lêkerên sazber (birê)
2. Lêkerên guhber (bêrê)
1. Lêkerên sazber
Di van lêkeran de hemû çax ji koka raderê tên bikaranînê û li gor rêzaneke durust tên veguhastinê.
Lêkera (kirîn)
Koka dema berê kirî
Koka dema niha kir
Min kirî (buhêrk)
Ez dikirim ( nihok )
Ez ê bikirim ( mand )
Bikire (fermanî)
Herwiha koka demê mîna xwe dimîne û pêşgîn û paşgînên kes û deman pê ve dibin.
2. Lêkerên guhber
Di van lêkeran de, hemû çax ji koka raderê dernakevin. Di navbera rader û fermaniyê de newekhevî heye. Ev lêker jî, du beş in:
a. Biramak
Di van lêkeran de, di fermaniyê de tîpên derî raderê hene:
Rader KDB KDN Ferman
avêtin avêt avêj bavêje
dotin dot doş bidoşe
firotin firot firoş bifiroşe
ketin ket kev bikeve
kotin kot koj bikoje
mêtin mêt mij bimije
rêtin rêt rij birije
Di lêkerên biramak de, tîpên ketî ( windabûyî ) ji raderê, di fermanî û nihokê de careke din vedigerin. Avêtin: Koka wî kevin (avêjtin e). Tîpa (j) dîsa vedigere. Herwiha:
dotin doştin
firotin firoştin
ketin kevtin.
kotin kojtin
mêtin mijtin
rêtin rijtin
b. Lêkerên dubirak
Di van lêkeran de fermanî ne ji koka raderê ye, an ku fermanî û rader ne yek in:
Rader KDB KDN Ferman
gotin got bêj bibêje
anîn anî în bîne
hatin hat tê were
Di van lêkeran de tenê bi bihîstinê mirov fermanî û (KDN) nas dike.
Lêker bi sê awayên din tê parvekirinê:
1. Lêkerên dîdar.
2. Lêkerên nedîdar.
3. Lêkerên kesok
1. Lêkerên dîdar: Kiryarên van lêkeran diyar in û tên naskirinê.
Rûkenê bar hilgirt. (Rûken)
Reşo Soro dît ( Reşo)
2. Lêkerên nedîdar: Kiryarên van lêkeran nayên naskirinê ew jî, du awa ne.
a. Awayê hatin - kirinê.
b. Awayê dane - kirinê.
a. Awayê hatin - kirinê
Bi alîkariya lêkera (hatin) tên sazkirinê. Kiryar, nediyar e, mirov nizane kî bi kar rabûye. Lê tenê mirov dizane ku bûyer pêk hatiye û kar hatiye kirinê.
Sazî hat damezirandinê.
Welat hat avakirinê.
Deng hat bilindkirinê.
b. Awayê dane - kirinê
Bi alîkariya lêkera (dan) tên sazkirinê. Nayê naskirinê kî bi kar radibe, lê tenê mirov dizane ku kesekî nediyar kar daye kirinê, yan jî, kesekî diyar kar dide yekî nediyar ji bo bike.
Min şal û şapikê xwe dan dirûtinê.
Te kirasek da çêkirinê.
Rojda têkoşînê dide meşandinê.
Di lêkerên nedîdar de tenê lêkera alîkar tê veguhastinê, lê lêkera din di awayê raderî de dimîne û mîna nav tê tewandinê. Herwiha ku lêker cemkirî be, ji hev qut nabe, mîna:
Yekîtiya gel tê avakirinê.
Ji bo ev lêker ji navan bê cudakirinê, dawiya wê tîpa ( ê ) distîne.
3. Lêkerên kesok
Ev lêker bi hevkariya du cînavên kesok tên sazkirinê.
Min xwe dît.
Te xwe avêt.
Eger lêker nederhingêv be ( bi ) dikeve navbera herdu cînavan.
Ez bi xwe razam.
Ew bi xwe çû.
Em bi xwe hatin.
Eger di lêkera derhingêv de berkar hebe, dîsa (bi) dikeve navbera herdu cînavan.
Wî bi xwe xwe kuşt.
Min bi xwe gul çand.
Lekêrên kesok bi alîkariya cînavê kesok (xwe) tên sazkirinê. Dema ku berkar û kiryar di hevokê de yek kes be hingê, xwe şûna berkar digire û lêkera kesok tê çêkirinê.
Lêker bi sazkirina xwe jî, bi sê beşan par ve dibin:
1. Lêkerên hîmî
2. Lêkerên afirandî
3. Lêkerên cemkirî
1. Lêkerên hîmî
Rayên van lêkeran, ne mîna navan tên bikaranînê, ji bo çêkirina demên niha, bihurî û mandê tên bikaranînê:
Rader K.D.B K.D.N
ketin ket kev
dan da d
bûn bû b
kirin kir k
çûn çû ç
birin bir b
2. Lêkerên afirandî
Ev lêker ji nav û rayên lêkeran saz dibin. Lêkerên nederhingêv bi alîkariya (în) û yên derhingêv bi alîkariya (andin) çêdibin.
Mînak 1
Nav nederhingêv derhingêv
ger gerîn gerandin
rev revîn revandin
tirs tirsîn tirsandin
kel kelîn kelandin
hej hejîn hejandin
ken kenîn kenandin
Mînak 2
nederhingêv KDB KDN derhingêv
nalîn nalî nal nalandin
nivîsîn nivîsî nivîs nivîsandin
firîn firî fir firandin
kişîn kişî kiş kişandin
weşîn weşî weş weşandin
barîn barî bar barandin
tewîn tewî tew tewandin
kewîn kewî kew kewandin
lorîn lorî lor lorandin
3. Lêkerên cemkirî
Ev lêker bi hevxistina parçeyên jêr saz dibin:
1. Pêşgîn
2. Nav yan jî, rengdêr
3. Lêkerên alîkar
Pêşgînên ku lêkerên cemkirî saz dikin, ev in: hil, ve, vê, da, rû, wer, der, ber, bin, pey, paş, pêş, ra, jê, tê, lê, pê, jev, lev, pev ... ûwd.
1. Pêşgîn û lêkera alîkar:
Hilgirtin, vegirtin, rêxistin, wegerandin, dagirtin, rûniştin, berxistin, derxistin, derbûn, serkevtin, pêşxistin, paşxistin, lêxistin, pêketin, levkirin, jêkirin, rakirin, têkçûn, lêkirin, jevkirin, pevçûn, pevketin, levxistin, peyketin, peyxistin,...
2. Nav û lêkera alîkar:
Bersivdan, rêxistin, cihgirtin, gilîkirin, hînbûn, pêketin, rêveçûn,...
3. Rengdêr û lêkera alîkar:
Sarkirin, sorbûn, korbûn, reşkirin, dûrketin, xweşbûn, xweşkirin, şaşman, germbûn, zerkirin, zerbûn, geşbûn, geşkirin, xurtkirin,
Nasîn
Di lêkerên cemkirî de, eger lêkera alîkar (parçeyê dawî ji Lêker) derhingêv be, lêkera cemkirî derhingêv e. Eger ev parçe nederhingêv be, lêker bi tevayî jî, nederhingêv e.
Çêkirina lêkeran
1. Çêkirina lêkerên nederhingêv û yên derhingêv:
a. Ji navên raderî bi dûxistina paşgîna (andin) lêkerên derhingêv yên afirandî tên çêkirinê û bi dûxistina paşgîna (în) lêkerên nederhingêv yên afirandî tên çêkirinê:
Navê raderî derhingêv nederhingêv
leriz lerizandin lerizîn
meş meşandin meşîn
rev revandin revîn
bez bezandin bezîn
ger gerandin gerîn
ken kenandin kenîn
tirs tirsandin tirsîn
kel kelandin kelîn
bar barandin barîn
reng rengandin rengîn
sot sotandin sotîn
pêç pêçandin pêçîn
dom domandin domîn
b. Ji navan bi dûxistina lêkera alîkar (kirin) lêkerên derhingêv çêdibin û bi dûxistina (bûn) yên nederhingêv çêdibin.
Nav derhingêv nederhingêv
zêr zêrkirin zêrbûn
zîv zîvkirin zîvbûn
kar karkirin karbûn
çem çemkirin çembûn
bar barkirin barbûn
par parkirin parbûn
gêr gêrkirin gêrbûn
rê rêkirin rêbûn
mehr mehrkirin mehrbûn
kaş kaşkirin kaşbûn
Herwiha ji navan bi alîkariya gelek lêkerên derhingêv, lêkerên derhingêv çêdibin:
Sûndxwarin, rêxistin, rêbirîn,...
Bi alîkariya yên nederhingêv jî, lêkerên nederhingêv yên nû çêdibin: Rêketin, rêveçûn,...
c. Ji rengdêran bi dûxistina lêkera alîkar (kirin) lêkerên derhingêv û bi dûxistina lêkera (bûn) lêkerên nederhingêv çêdibin.
Rengdêr derhingêv nederhingêv
reş reşkirin reşbûn
xweş xweşkirin xweşbûn
germ germkirin germbûn
sor sorkirin sorbûn
dîn dînkirin dînbûn
zer zerkirin zerbûn
Herwiha dema lêkera alîkar derhingêv be, lêkera çêkirî jî, derhingêv e, lê dema nederhingêv be, ya çêkirî jî, nederhingêv e.
2. Çêkirina lêkerên cemkirî:
Lêkerên cemkirî bi têkilbûna nav, rengdêr û pêşgînan bi lêkerên alîkar re saz dibin.
a. Pêşgînên ku bi lêkerên alîkar re, lêkerên cemkirî çêdikin ev in:
Hil, ve, vê, da, rû, wer, der, ber, bin, ser, pey, nav, paş, ra, jê, tê, lê, pê, jev, lev, pev, tev, di ser re, di rex re, di nav de, di şûn de, di pêş de, bi paş de, bi ser de,... ûwd.
Mînak:
Hilkirin, hilbûn, hildan, hilgirtin, vebirîn, vebûn, vedan, vekirin, vegirtin, vegerandin, veşartin, vejînandin, rakirin, rabûn, raketin, raxistin, razan, wegerandin, daxistin, dagirtin, rûniştin, bergirtin, derketin, derkirin, derbûn, serkevtin, ser xwe bûn, pêş xistin, paş ketin, pey xistin, pey man, lev hatin, jev ketin, jev çûn, pev ketin, pê xistin, jê kirin...
b. Nav û lêkerên alîkar:
Sozdan, bersivdan, rêxistin, cihgirtin, kardîtin, bînkişandin, gilîkirin, hînbûn, hînkirin, rêketin, cemkirin, karkirin, dersdan, malbarkirin, guhbirîn, serlêdan, rêbirîn...
c. Rengdêr û lêkerên alîkar:
Korbûn, sarbûn, korkirin, sarkirin, dûrketin, dûrbûn, dûrkirin, dûrxistin, sorkirin, sorbûn, sazkirin, sazbûn...