Rastnivîs · Kurdî
Lêker û rastnivîsandina lêkeran 1
Lêker peyvek e guhêrbar e, di zimanê kurdî de, kar, kirin, bûn û hebûna mirovekî, tiştekî yan jî, lawirekî nîşan dike. Ev peyv li gor dem, kes û raweya kirinê tê guhertinê. Di darêja raderiyê de yan ku dema lêker bê têkilî ye mîna nav tê bikaranînê. Ji vê darêjê re "rader" tê gotinê.
Mînak: kirin, birin, hatin, ketin, hilgirtin, rûniştin, kirîn, birîn, firîn, çûn, bûn, sûn, man, dan, pan, hejandin, lerizandin, firandin, ... ûwd.
Radera lêker du parçe ye, kok û paşgîn:
kirin kir - in
kirîn kirî - n
çûn çû - n
man ma - n
Paşgîna lêkerên kurdî herdem (n) e , jiber ku (i) tîpeke sist û lawaz e. Bi ketina (n) ew bi xwe jî, ji dawiya lêker dikeve.
kir - in kir
kirî - n kirî
çû - n çû
ma - n ma
Dema ku em radera lêker bi dem, kes, hejmar û raweyekê re têkildar dikin, lêker li gor wan hoyan tê veguhastinê. Di vê rewşê de, li gor demê du kokên lêker tên ber çavan, ew jî, ev in : Koka demên berê (KDB) û koka demên niha û pêşedemê (KDN).
Bi ketina paşgîna lêker, rasterast koka demên berê ( KDB ) bi dest me dikeve.
kir - in kir wî/wê kir
Kir, lêkera kirin e bi kesê sêyemîn yê yekhejmar re di buhêrk de. Wî / Wê kir.
Jibo bi destxistina koka demên niha û pêşedemê tu rêzanên tevayî nîn in. Tenê lêkerên ku bi (andin) û (în ) dawî dibin birê ne (rêzan liser wan dimeşe).
Lêkerên ku bi ( andin ) dawî dibin:
"din" dikeve û "a "cihê xwe dide "î":
Revandin Revan Revîn ez direvînim
Kelandin Kelan Kelîn ez dikelînim
Lêkerên ku bi "în" dawî dibin:
" în " dikeve û parçeyê dimîne koka dema niha û pêşedemê ye ( KDN )
Kirîn Kir ez dikirim
Birîn Bir ez dibirim
Hemû lêkerên din, pêwîst e mirov fermaniya wan nas bike ev jî, bi jiberkirinê çêdibe.
Kirin Bike Bi-k-e k ez dikim
Gotin Bibêje Bi-bêj-e bêj ez dibêjim
Veguhastina lêker
Ji têkildariya radera lêker bi kes, dem, hejmar û raweyan re " veguhastin " tê gotinê:
Min pênivîsek baş kirî.
Azad diçe bajêr.
Min du gulên sor dîtin.
Baş bixebite tê serfiraz bibî.
Di veguhestina lêker de, pêwîst e em berî her tiştî kokên deman nas bikin. ( KDB ) jibo hemû demên derbas bûyîn û ( KDN ) jibo demên nihok û pêşedemê.
Dema mirov lêker vediguhêze çar tiştên bingehîn tên ber çavan ew jî, ev in : Kes, dem, hejmar û rawe.
1. Kes
Kes, mirovek e, tiştek e yan jî, lawirek e. Navek e yan jî, cînavek e. Bi karekî radibe yan jî, bûyerek tê serê wî û berkar dibe. Kesê bikarekî yan bi xebatekê radibe, jê re kiryar tê gotinê. Lê kesê ku di hevokê de bûyer tê serê wî, jê re berkar tê gotinê.
a. Kiryar (Kirde)
Kiryar kesek e, mirovek e, tiştek e yan lawirek e. Cînav e yan jî, nav e. Di hevokê de bi karekî radibe û xebatekê dike.
Gundî hatin.
Agir geş dibe.
Xwendekar silav dikin.
Ez diçim dibistanê.
Min Hogir dît.
Wê gulek sor da min.
Wî name nivîsand.
Di van hevokan de, gundî, agir û xwendekar her yek navek e û bi karekî rabûye. Herwiha ez, min, wê û wî jî, cînav in, her yek bi karekî rabûye. Hemû jî, di hevokê de kiryar in.
b. Berkar
Kesê ku di hevokê de bûyer tê serê wî berkar e.
Lêşkeran Zoro kuşt.
Soro dijmin lerizand.
Di van hevokan de, Zoro û dijmin du nav in. Bûyerek hatiye serê wan. Zoro hatiye kuştinê û dijmin hatiye lerizandinê. Ji van navan re, berkar tê gotinê. Dibe ku berkar nav be yan cînav be. Mirov be, tişt be yan jî, lawir be. Rasterast bi lêkereke derhingev ve tê girêdanê. Lê bi awayekî ne rasterast bi lêkera nederhingêv ve jî, tê girêdanê.
Berkar bi du beşan par ve dibe: Berkarê durust û berkarê nedurust.
Berkarê durust
Berkarê durust, bûyer rasterast tê serê wî.
Şervan dijminan dikujin.
Gundî rê dibirin.
Memo Zînê dixwaze.
Navên dijminan, rê û Zînê rasterast bûyerên kuştin, birîn û xwastinê hatine serê wan. Tu bindarên din jî, bi wan re nîn in.
Berkarê nedurust
Ew berkarê ku di hevokê de, bûyer rasterast nayê serê wî, jiber ku berkarekî din nediyar pê re heye jê re berkarê nedurust tê gotinê.
Daçekên "di, bi, ji, li" şûna berkarê nediyar ku bûyerê bi berkarê nedurust re hildigre, digirin.
Şoreşgeran li dijmin xistin.
Min ji mamoste pirsî.
Dijmin û mamoste di van hevokan de berkarên ne bi serê xwe ne. Jiber ku di buyerê de berkarekî din hevalê wan heye, lê navê wî nehatiye diyarkirinê.
Dema em dipirsin: Şoreşgeran bi çi li dijmin xist? Bersiva vê pirsê, berkarekî din bi dijmin re heval diyar dike, mîna : Bi çekan, bi daran, bi keviran, bi rokêtan,...lêxistin.
Herwiha, min çi ji mamoste pirsî? Navê wî, temenê wî, dîroka Kurdistanê,....
2. Dem
Di veguhestina lêkeran de, sê demên bingehîn hene: Dema niha ( nihok), dema bê (pêşedem) û dema buhirî (buhêrk).
Niha, ez diçim dibistanê.
Sibe, ez ê biçim bajêr.
Par ez çûm welêt.
3. Hejmar
Du hejmar di kurdî de hene. Yek, yekhejmar e û bêtir ji yekê kom e. Hejmara lêker bi hejmara kiryar û berkar ve girêdayî ye. Eger berkar di hevokê de nebe hejmara lêker li gor kiryar e:
Azad hat. (yekhejmar)
Şervan hatin. (kom)
Lê dema ku berkar di hevokê de hebe hejmar li gorê tê:
Te ez dîtim. ( yekhejmar )
Te em dîtin. (kom)
4. Rawe
Rawe, awa û dirûva ku lêker tê de tê veguhastinê ye. Di kurdî de, ev rawe hene:
Raweya fermanî
Raweyên hekeyî ( Lavij û bijoke ).
Raweya gumanî
Di lêkeran de rader
Berî ku lêker bê veguhastinê, di rewşa xwe ya hîmî de ye û bi kes, dem, hejmar û raweyê re têkildar nebûye. Ji vê rewşê re rader tê gotinê. Radera lêker herdem bi " n " dawî dibe. Di piraniya raderan de "i" pêşiya "n" digire, lê tîpeke jar û lawaz e bi ketina "n" ew jî, ji dawiya lêker dikeve.
Radera lêker du parçe ye, kok û paşgîn:
çûn çû-n
man ma-n
dan da-n
kirîn kirî-n
hatin hat-in
gotin got-in
Dema paşgîn tê avêtinê (KDB) dimîne.
çû, ma, da, kirî, hat, got.
Jibo naskirina (KDN) tu rêzanên tevayî nîn in. Tenê jibo raderên ku bi " în " û " andin " dawî dibin rêzan heye. Lê yên din pêwist e bên jiberkirinê. Jibo hesanîkirina vî karî em raderên lêkeran li gor tîpên dawiyê di van koman de par ve dikin:
1. Raderên ku bi " in " dawî dibin: Ev rader di sê koman de dicivin:
a. Raderên ku bi " andin " dawî dibin
b. Raderên ku bi " tin " dawî dibin.
c. Raderên ku bi "rin" dawî dibin.
2. Raderên ku bi " în "dawî dibin.
3. Raderên ku bi " an " dawî dibin. Ev rader bi awayê din jî, tên bikaranînê:
a. Carna " an " dibe " ayin " : dan dayin
b. Carna " an " dibe " andin " : pêçan pêçandin
c. Carna " an " dibe " iyan " : geran geriyan
4. Raderên ku bi "ûn" dawî dibin:
a. Carna " ûn " dibe " ûyîn " : bûn bûyîn
b. Carna " ûn " dibe " ûtin " : cûn cûtin
Nasîn
Radera lêker mîna nav tê bikaranînê û navê kirin û bûnê yan jî, navê raderî jê re tê gotinê.
Raweya fermanî û (KDN)
Koka dema niha (KDN)
Parçeyê radera lêker ku dibe binyata veguhastinê di demên nihok û pêşedemê de, jê re koka dema niha tê gotinê. Ev kok jî, ji fermaniya lêker tê naskirinê. Kirin bi-k-e k
Ez dikim. Ez ê bikim.
Raweya fermanî
Raweya fermanî bi berxistina pêşgîna (bi) di pêşiya koka dema niha û paşgîna (e) çêdibe.
dan bi-d-e
birin bi-b-e
kirîn bi-kir-e
1. Raderên ku bi " in " dawî dibin
a. Raderên ku bi (andin) dawî dibin
Di van raderan de (din) dikeve û (a) dibe (î):
kelandin/kelan/kelîn Herwiha paşgîn û pêşgînên fermaniyê bi parçeyê mayî vedibin.
weşandin bi-weşîn-e weşîn
ceribandin bi-ceribîn-e ceribîn
hêrandin bi-hêrîn-e hêrîn
pijandin bi-pijîn-e pijîn
revandin bi-revîn-e revîn
Li gor rêzana jor gerek nake mirov fermaniya van lêkeran nas bike. Dikare yekser (KDN) nas bike: ( in ) dikeve û ( a ) dibe ( î )
b. Lêkerên ku radera wan bi (tin) dawî dibe
Paşgîna (tin) ji raderê dikeve û parçeyê mayî pêşgîn û paşgîna fermaniyê distîne:
girtin bi-gir-e gir
jentin bi-jen-e jen
hêrtin bi-hêr-e hêr
simtin bi-sim-e sim
nihêrtin bi-nihêr-e nihêr
c. Lêkerên ku radera wan bi ( istin) dawî dibe
(Tin) tê avêtinê û (is ) dibe (ês):
heristin bi-herês-e herês
hilawistin hilawês-e hilawês
ristin bi-rês-e rês
d. Raderên ku bi (iştin ) dawî dibin
hilperiştin hilperêş-e hilperêş
maliştin bi-mal-e mal
rûniştin rûn-e rûn
veniştin ven-e ven
e. Raderên ku bi (ûtin) dawî dibin
cûtin bi-cû cû
sûtin bi-sû sû
dirûtin bi-dirû dirû
ji van raderan (tin) tê avêtinê.
f. Raderên ku bi (irin) dawî dibin
birin bi-b-e b
kirin bi-k-e k
mirin bi-mir-e mir
2. Lêkerên ku radera wan bi ( în) dawî dibin
Paşgîna (în) ji raderê dikeve, parçeyê mayî koka dema niha ye.
barîn bi-bar-e bar
bezîn bi-bez-e bez
borîn bi-bor-e bor
zanîn bi-zan-e zan
revîn bi-rev-e rev
3. Lêkerên ku radera wan bi ( an ) dawî dibin
dan bi-d-e d
gihan bi-gih-e gih
man bi-mîn-e mîn
kolan bi-kol-e kol
4. Lêkerên ku radera wan bi ( ûn ) dawî dibe
bûn bi-b-e b
çûn bi-ç-e ç
dûn bi-dû dû
pûn bi-pû pû
Jibo naskirina koka dema niha, baştir e mirov ji bilî raderên ku bi (andin) û ( în ) dawî dibin hemûyan ezber bike. Eger di raderên ku bi ( tin ) dawî dibin de (a) hebe cihê xwe dide (ê)
alastin bi-alês-e alês
bijartin bi-bijêr-e bijêr
bihartin bi-bihêr-e bihêr
pişavtin bi-pişêv-e pişêv
guvaştin bi-guvêş-e guvêş
Eger parçeyê mayî ji raderê piştî avêtina (tin) bi (s) dawî bibe, ev (s) cihê xwe dide (z).
gestin bi-gez-e gez
mîstin bi-mîz-e mîz
guhastin bi-guhêz-e guhêz
xwastin bi-xwaz-e xwaz
lîstin bi-lîz-e lîz
parastin bi-parêz-e parêz
bihîstin bi-bihîz-e bihîz
Lê eger ev perçe bi (f) dawî bibe, cihê xwe dide (v).
axaftin bi-axiv-e axiv
hêraftin bi-hêriv-e hêriv
bişkaftin bi-bişkêv-e bişkêv
Û eger ev perçe bi (ş) dawî bibe cihê xwe dide (j).
biraştin bi-birêj-e birêj
gihiştin bi-gihîj-e gihîj
kuştin bi-kuj-e kuj
5. Lêkerên ku radera wan bi (êtin) dawî dibe, ev (êtin) cihê xwe dide (êj).
avêtin b-avêj-e avêj
mêtin bi-mêj-e mêj
rêtin bi-rêj-e rêj
(atin) jî, cihê xwe dide (oje) yan jî (êje)
patin bi - pêj - e pêj
Lê (otin) cihê xwe dide (oj) yan jî, (oş)
sotin bi-soj-e soj
kotin bi-koj-e koj
dotin bi-doş-e doş
firotin bi-firoş-e firoş