Rastnivîs · Kurdî

Cînav û rastnivîsandina cînavan

Cînav, di zimanê Kurdî de peyveke şûna navan digire. Mîna:

Hogir diçe kar.

Ew diçe kar.

Şêro leheng e.

Ew leheng e.

Şêrînê berx birin çolê.

berx birin çolê

Gelê Kurd li ber xwe da.

li ber xwe da.

Wek tê xuyakirinê, cînavên: Ew, ew, wê û wî şûna Hogir, Şêro, Şêrînê û Gelê Kurd digirin û di hevokê de bi delameta van navan radibin.

Beşên cînavan

Cînavên kesok (kesanî):

Ev cînav şûna navên kesan digirin. Ew jî, du awa ne:

1. Awayê rast:

A- Yekhejmar: Ez, tu, ew

Kesê yekemîn, yê ku dipeyive: Ez

Kesê duwemîn, yê ku pê re tê axaftinê: Tu

Kesê sêyemîn, yê kû axaftin li ser e û ne amade ye: Ew

B – Kom: Em, hun, ew

Kesên yekemîn, yên ku dipeyivin : Em

Kesên duwemîn, yên ku bi wan re tê axaftinê: Hun

Kesên sêyemîn, yên ku li ser wan tê axaftinê û ne amade ne: Ew

2. Awayê tewandî:

A – Yekhejmar: Min, te, wî, wê

Kesê yekemîn, yê ku dipeyive: Min

Kesê duwemîn, yê ku pê re tê axaftinê; Te

Kesê sêyemîn, yê ku axaftin li ser e lê ne li wir e

Ji bo nêr; Wî

jibo mê: Wê

B – Kom: Me, we, wan

Kesên yekemîn, yên ku dipeyivin; Me

Kesên duwemîn, yên ku bi wan re tê axaftinê: We

Kesên sêyemîn, yên ku li ser wan tê axaftin û ne amade ne: wan

1. Awayê rast

Bi lêkerên derhingêv re:

Di dema berê(buhêrk) de berkarê durust tên:

Xebat(î) ez dîtim. wî ez dîtim.

Şêrînê tu dîtî. wê tu dîtî.

Dilberê ew dît. wê ew dît.

Hewesê em dîtin. wê em dîtin.

Comerd(î) hun dîtin. wî hun dîtin.

şevger(î) ew dîtin. wî ew dîtin.

Cînavên: Ez, tu, ew, em, hun û ew di hevokên jorîn de berkarên durust in.

Di dema niha de (nihok) kirde (kiryar) tên:

Ez xebat(î) dibînim. Ez wî dibînim.

Tu Şêrînê dibînî. Tu wê dibînî.

Ew Dilberê dibîne. Ew wê dibîne.

Em Hewesê dibînin. Em wê dibînin.

Hun comerd(î) dibînin. Hun wî dibînin.

Ew Şevgerî dibînin. Ew wî dibînin.

Cînavên: Ez, tu, ew, em, hun û ew di hevokên jorîn de kirde ne (kiryar in).

Di mandê de (pêşedemê de) kirde tên

Ez ê gulê av bidim. Ez ê wê av bidim.

Tu yê (tê) sêvê bixwî. Tu yê wê bixwî.

Ew ê Amedê pîroz bike Ew ê wê pîroz bike.

Em ê serxwebûnê bibînin. Em ê wê bibînin.

Hun ê şoreşê pêş de bibin. Hun ê wê pêş de bibin.

Ew ê Newrozê geş bike. Ew ê wê geş bike.

Cînavên: Ez, tu, ew, em, hun û ew di hevokên jorîn de Kirde ne (Kiryar in).

Bi lêkerên nederhingêv re :

Di herdeman de kiryar ( kirde ) tên. Mînak:

Nihok

Ez difirim.

Tu difirî.

Ew difire.

Em difirin.

Hun difirin.

Ew difirin.

Pêşedem

Ez ê biçim

Tu yê( tê ) biçî.

Ew ê biçe.

Em ê biçin.

Hun ê biçin.

Ew ê biçin.

Buhêrk

Ez ketim

Tu ketî.

Ew ket.

Em ketin.

Hun ketin.

Ew ketin.

Ev awayê cînavan di herdeman de bi lêkerên nederhingêv re tên bikaranînê, lê bi lêkerên derhingêv re,tenê di dema nihok û pêşerojê de tên bikaranînê. Herwiha bi navan re bi alîkariya lêkera "bûn" tên bikaranînê. Mînak:

Ez kurd im.

Tu kurd î.

Ew kurd e.

Em kurd in.

Hun kurd in.

Ew kurd in.

Ez im.

Tu yî.

Ew e.

Em in.

Hun in.

Ew in.

Ez pale me.

Tu pale yî.

Ew pale ye.

Em pale ne.

Hun pale ne.

Ew pale ne.

2. Awayê tewandî

Ev awayê cînavan tenê bi lêkerên derhingêv re tên bikaranînê:

a. Di dema berê (buhêrk)de kirde ne ( kiryar in ):

Min al hilda.

Te al hilda.

Wê al hilda.

Wî al hilda.

Me al hilda.

We al hilda.

Wan al hilda.

b. Di dema niha ( nihok ) de berkarên durust in:

Nazê min dibîne.

Nazê te dibîne.

Nazê wê dibîne.

Nazê wî dibîne.

Nazê me dibîne.

Nazê we dibîne.

Nazê wan dibîne.

c. Di pêşedemê( mandê ) de berkarên durust tên:

Gulê dê min bibîne.

Gulê dê te bibîne.

Gulê dê wê bibîne.

Gulê dê wî bibîne.

Gulê dê me bibîne.

Gulê dê we bibîne.

Gulê dê wan bibîne.

d. Di herdeman de berkarên ne durust tên:

Azad (î) li min dixe. ( Nihok )

şêrînê li te xist. ( Buhêrk )

şermînê dê li wî bixe. (Pêşedem)

Ev awayê cînavan bi navan re nayên bikaranînê. Em dibêjin:

Ez şoreşger im.

Tu kurd î.

Ew bedew e.

Di Kurmancî de nabe, em bibêjin :

Min şoreşger im.

Te kurd î.

Wê bedew e.

Cînav hemû bêzayend in ( bêcins in ),tenê di awayê tewandî de, kesê sêyemîn ( wî, wê ) bi zayend e." wî " ji bo nêr û " wê " ji bo mê tê bikaranînê. Mînak:

Hawar dijmin lerizand. Wî dijmin lerizand.

Şêrîn dijmin lerizand. Wê dijmin lerizand.

Cînavên kesok herdem kirde yan jî, berkar in.

Cînavên bêhêl

Cînavên bêhêl di kurdî de herdem berkar in û şûna cînavên kesok digirin. Cînavên bêhêl ev in: ê, hev, êk, xwe.

Ê

Ev cînavê bêhêl, herdem yekhejmar e, li dû lêkeran tê û şûna " wî " û " wê " digire. Mîna:

Min tiving da Sozdarê. Min tiving da wê. Min tiving dayê.

Min gul da Azadî. Min gul da wî. Min gul dayê.

Sozdarê -> wê -> ê

Azadî -> wî -> ê

Ev cînav bi daçekên ( ji, li, bi, di ) re dibe yek û bi vî awayî cînavên lihevxistî tên çêkirinê. Mîna:

Li wî xist Lê xist

Li wê xist Lê xist

Bi wî çû Pê çû

Bi wê çû Pê çû

Di wî de çû Tê de çû

Di wê de çû Tê de çû

Ji wî pirsî Jê pirsî

Ji wê pirsî Jê pirsî

Li wî ( li wê ) Lê

Bi wî ( bi wê ) Pê

Di wî ( di wê ) Tê

Ji wî ( ji wê ) Jê

Mînak:

Min li dijmin xist. Min li wî xist. Min lê xist.

Şêro ji Şêrînê pirsî. Şêro ji wê pirsî. Şêro jê pirsî.

Ez bi pênûsê dinivîsînim. Ez bi wê dinivîsînim. Ez pê dinivîsînim.

Ez di zanîngehê de me. Ez di wê de me. Ez tê de me.

Cînavê bêhêl " ê " şûna berkarên durust digire. Mîna:

Min gula sor da Hêvînê. Min gula sor da wê. Min gula sor dayê.

Lê ev cînav bi daçekan re şûna berkarên ne durust digire. Mîna:

Min ji Gulê pirsî. Min ji wê pirsî. Min jê pirsî.

Hev

Ev cînav ji ( hev û din ) ku di şûn de bûye: hevdin , hatiye kurtkirinê û bûye hev. Hev, şûna berkarên durust jî û yên ne durust jî, digire. Mînak:

Me hev dît.

Gulê û Şêrînê hev dîtin.

Xwendekar û gundiyan hev dîtin.

Me li hev xist.

Şêrînê û Sozdarê ji hev pirsîn.

Gundî û polîs bi hev çûn.

Cînavê "hev" bi daçekan re dibe yek û cînavên lihevxistî çêdike.

Bi hev Pev

Ji hev Jev

Di hev Tev

Li hev Lev

Mînak:

Em bi hev re çûn. Em pev re çûn.

Ji hev çûn. Jev çûn.

Di hev de bûn. Tev de bûn.

Li hev hatin. Lev hatin.

Êk

Ev cînav jî, bi wateya " hev " tê . Ji (êk û din) ku di şûn de bûye ( êk din ) hatiye kurtkirinê û bûye êk . Ev cînav jî, mîna hev tê bikaranînê. şûna berkarên durust digire.

Mînak:

Noşîn û Hêvî êk dîtin.

Cegermij û Noşeng êk pîroz kirin.

Şûna berkarên ne durust jî, digire. Mîna:

Me ji êk (jêk) pirsî.

Roşeng û Noşeng li êk ( lêk ) xistin.

Cînavê bêhêl " êk " bi daçekan re dibe yek û cînavên lihevxistî çêdike .

Bi êk Pêk

Li êk Lêk

Ji êk Jêk

Di êk Têk

Mînak:

Em bi êk hatin Em pêk hatin.

Em li êk hatin Em lêk hatin.

Em ji êk çûn Em jêk çûn.

Em di êk de çûn Em têk de çûn.

Xwe

Ev cînavê bêhêl bi cînavê (rajêr) tê binavkirinê. Cînavê "xwe" şûna nav û cinavên nêr û mê kom û yekhejmar digire. Mînak:

Min al da destê hevalê xwe.

Ez ji gelê xwe re dibêjim:" An kurdistan, an Kurdistan ".

Dema ku kirde û berkar di hevokê de yek kes be, cînavê "xwe" şûna berkar digire. Mîna:

Min xwe nas kir.

Te xwe dît.

Wî xwe şişt.

Cînavê "xwe" herdem berkar e, lê carnan bi kirdeyekî din re dibe kirde, dema du kes bi kar radibin. Mînak:

Ez û hevalê xwe çûn çiyê.

Min û hevala xwe pirtûk xwend.

Nasîn

1. Dema çend cînav di hevokê de hebin, li gor kesan rêz dibin:

Ez, tu, ew, em, hun, ew.

Min , te, wî, wê, me, we, wan.

Mînak:

Ez û ew, em çûn bajêr.

tu û ew heval in.

2. Eger di hevokê de çend lêker bi kirdeyekî pêk hati bin, kirde careke tenê tê gotinê. Wek:

Ez çûm, gihîştim û vegeriyam.

Lê eger lêkerin derhingêv û hin nederhingêv bin li gor lêker cînav tê bikaranînê:

Ez çûm, min dît.

Ez çûm, min xame kirî.

Em çûn, me hesp ji xwe re kirî.

Cînavên nîşandek

Ev cînav şûna navên dûr û nêzîk, bi awayekî ku van navan nîşan dikin digirin. Ev cînav ev in:

1. Cînavên ku dûrbûn û nêzîkbûna navê ku şûna wî digrin, diyar nakin, lê tenê hejmar û zayenda navdêr diyar dikin.

ji bo zayendê nêr û yekhejmar :

Yê ku te dît hevalê min bû.

Ji bo zayendê mê û yekhejmar : ya

Ya ku te dît mamoste bû.

Ji bo koma herdu zayendan : yên

Yên ku te dîtin pêşmerge bûn.

Ev cînav bi serê xwe nayên. Herdem bi cînavên girêdanê ( ku ) re tên û kirde ne.

2. Cinavên nîşandek ji bo navdêrên nêzîk : Ev

Ev hat.

Ev hevalê min e.

Ev hevala min e.

Ev cînav li gor navderê ku nîşan dide, tê tewandinê:

Ji bo nêr yekhejmar dibe : Evî

Evî kalî got.

Ji bo mê yekhejmar dibe: Evê

Evê keçê ez dîtim.

Jibo nêr û mê kom: Evan

Evan keç û xortan got.

Gelek caran tîpa "e" ji " evî, evê, evan " tê avêtinê û dibin: Vî, vê, van.

Ji bo kûrkirin û xurtkirina hizra nîşandinê "ev" bi zêderê re tê û dibe : eva, evê, evên.

Evê hat heval e.

Eva hat şervan e

Evên hatin mamoste ne.

Carna "ha" dikeve dawiya cînavê nîşandek û zêderê û ew jî, dibe cinavekî nîşandek :

Evê ha, eva ha, evên ha.

Evê ha Azad e.

Eva ha Şêrîn e.

Evên ha Azad û Şêrîn in.

3. Cînavên nîşandek jibo navderên dûr:

Ew

Ew xort kî ye?

Ew hevala min e.

Ew heval hatin.

Ev cînav jî, li gor navê ku nîşan dike, tê tewandinê.

Ji bo nêr, yekhejmar dibe: Ewî

Ewî xortî çi got?

Ji bo mê, yekhejmar dibe: Ewê

Ewê keçê xelat girt.

Ji bo nêr û mê kom dibe: Ewan

Ez ewan keç û xortan hez dikim.

Ji bo kûrkirin û xurtkirina hizra nîşandinê "ew" bi zêderê re tê û dibe: Ewê, ewa, ewên.

Ewê hat xortekî jîr e.

Ewa hat keçeke bedew e.

Ewên hatin xort û keçên gundê me ne.

"Ha" dikeve dawiya cînavê nîşandek û zêderê û ew bixwe jî, dibe cînavekî nîşandek:

Ewê ha, ewa ha, ewên ha.

Ewê ha li ber xwe dide.

Ewa ha xebatê dike.

Ewên ha têkoşer in.

"Ew",di awayê xwe yê tewandî de, gelek caran "a" davêje û dibe: Wî, wê, wan

Wî xortî xweş got.

Wê keçê xame hilgirt.

Wan keç û xortan serî hildan.

Di vê rewşê de, ji wateya hevokê mirov cudayiyê dixe navbera cînavên kesok ( wî, wê, wan ) û cînavên nîşandek ( wî , wê, wan ) .

Cînavê nişandek ( ev, ew ) kirde jî û berkar jî, tên bikaranînê.

Lêkerên derhingêv bi evî, evê, ewî, ewê re

Nihok

Di nihokê de, ev cînav şûna berkarên durust û ne durust digirin:

Ez ewî (ewê) dibim dibistanê.

Ez evî (evê) dibim seyranê.

Berên li ewî ( ewê ) dixe.

Berên li evî ( evê ) dixe.

Buhêrk

Di buhêrkê de, ev cînav şûna kirde digirin:

Evî (evê) nan xwar.

Ewî (ewê) pîvaz xwar.

Di vê rewşê de şûna berkarê nedurust jî, digirin:

Berên li evî ( evê) xist.

Berên li ewî ( ewê) xist.

Pêşedem

Di vê demê de şûna berkarên durust û nedurust digirin:

Ez ê ewî (ewê) bitirsînim.

Ez ê ewî (ewê) bibînim.

Mamoste dê ji ewî( ewê) bipirse.

Mamoste dê ji evî (evê) bipirse.

Lêkerên derhingêv bi (ev, ew) re

Nihok

Di nihokê de şûna kirde digirin:

Ev nên dixwe.

Ew avê vedixwe.

Pêşedem

Di pêşedemê de, şûna kirde digirin.

Ev ê min bigire.

Ew ê te bibîne.

Buhêrk

Di buhêrkê de, şûna berkarê durust digirin:

Min ev dît.

Min ew xwar.

Lêkerên nederhingêv bi ( ev, ew ) re

Herdem şûna kirde digirin.

Ev çû welêt.

Ew ji Botanê tê.

Ev diçe dibistanê.

Ew difire.

Ev ê bikeve avê.

Ew ê ji bajêr derkeve.

Lêkerên derhingêv bi (evan,ewan) re

Buhêrk

Di buhêrkê de şûna kirde digirin:

Evan xwar.

Ewan em dîtin.

Nihok

Di nihokê de şûna berkarê durust û ne durust digirin:

Ez evan dibînim.

Ez ji wan dipirsim.

Pêşedem

Di pêşedemê de şûna berkarê durust û ne durust digirin

Ez ê evan bişînim welat.

Ez ê ji wan bipirsim.

Nasîn

Hin cînavên nîşandek di devok de awayên xwe winda kirine û ketine awayekî din:

Evê ha vîna vaya

Eva ha vêna vaya

Evên ha vêna vana evana

Ewê ha wîna waya

Ewa ha wêna waya

Ewên ha wêna wana ewana

Lê ya durust ev e:

Ev, evî, evêha, evê, evaha, evan, evên, evênha.

Ew, ewî, ewêha, ewê, ewaha, ewan, ewênha.

Cînavê nîşandek "ev" bi bêjeyên : şev, roj û sal re dibe " î ".

Ev şev îşev

Ev roj îroj

Ev sal îsal

Cînavên pêgehîn ( girêkî )

Cînavê pêgeh dikeve paşiya navdêr an cînavekî din û wan bi hevoka di pey wan re girê dide. Cînavê pêgehîn di zimanê kurdî de yek e. Ew jî, ev e: Ku

Cînavê "ku" di hevokê de, carna kirde û carna berkar e.

Kirde

Ê ku tu dîtî heval bû.

Mirovê ku tu dîtî heval bû.

A ku tu dîtî şoreşger bû.

Keça ku tu dîtî şoreşger bû

Berkar

Ê ku te dît pêşmerge bû.

Kesê ku te dît gerîla bû.

A ku te dît şehîd ket.

Keça ku te dît şehîd ket.

Evê ku tu dibînî mamoste ye.

Cînavê (ku) bi zêderê re tê bikaranînê : Ê ku, a ku, ên ku, êd ku

Cînavê (ku) bi cînavên nîşandek re tê bikaranînê: Evê ku, eva ku, ewê ku, ewa ku, evên ku, evêd ku, ewên ku, ewêd ku,.

Mînak:

Xameya ku min kirî sor e.

Hespê ku te kirî boz e.

Ev çiyayê ku tu dibînî Cûdî ye.

Azadê ku tu nas dikî hevalê min e.

Di zimanê kurdî de, ji cînavê pêgeh û pê ve (ku)yeke din heye pêwend (gihanek) e ev (ku) du hevokan digihîne hev û herdem li pey lêkeran tê. Mîna:

Em hatin ku em bixwînin.

Em diçin çiyan ku em azad bibin.

Carna (ku) bi wateya heke(eger) tê, hingê (beriya lêker) jê re tê gotinê.

Ku gel serî hilde emê azad bibin.

Ku şervan bên gund em ê dilşad bibin.

Cînavên pirsiyariyê

Cînavên pirsiyariyê di hevokên pirsiyarî de, şûna navan digirin û li gor pêkhatina hevokê carna berkar û carna kirde ne. Cînavên pirsiyariyê ev in:

Kî, kê, kîjan, çi, çend, ku, çima, jiber çi,çawa, kengî, ji kengî ve, li kuderê, bi kuderê ve, ji kuderê ve, di kuderê re, di kuderê de, ma,...

Kî ( ki )?

Ev cînav di hevoka pirsê de şûna navê mirovan digire.

Di lêkerên derhingêv de:

Buhêrk

Kî? şûna berkarê durust digire. Mîna:

Te kî (ki) dît.?

We kî(ki) tirsand?

Nihok

Kî? şûna kirde digire. Mîna:

Kî sêvê dixwe?

Kî bersiva min dide?

Pêşedem

Kî? şûna kirde digire. Mîna:

Ki yê ( kî dê ) pirtûkê bixwîne?

Ki yê ( kî dê ) min bigire?

Di lêkerên nederhingêv de

Kî? Herdem kirde ye.

Kî hat gund?

Kî diçe bajêr?

Ki yê biçe bajêr?

Kî? Tê tewandinê û dibe (kê?).

Kîjan?

Ev cînavê pirsiyarî ji van bêjeyan tê bikaranînê: (kî, ji, van, yek) yan jî, (kî, yek, ji van) û li gelek deverên Kurdistanê, bi van awayî tê bikaranînê: kîjan, kujan yan jî, kîjik.

Ev cînav ji bo kes û tiştan tê bikaranînê. Kîjan, li gor navdêra ku şûna wê digire tê tewandinê û bi navê nêr re dibe: Kîjanî û bi yên mê re dibe: Kîjanê. Bi koma herdu zayendan re dibe: Kîjanan. Mînak:

Kîjanî ji van Azad dît?

Kîjanê tu dîtiî?

Kîjanan pez çêrand?

Bi lêkerên derhingêv re

Buhêrk

Di dema berê de şûna kirde û berkar digire.

Kirde

Di vê rewşê de, kîjan tê tewandinê:

Kîjanî kirî?

Kîjanê got?

Kîjanan dît?

Berkar

Di vê rewşê de, kîjan nayê tewandinê:

Te kîjan pirtûk kirî?

Te kîjan keç dît?

Te kîjan xort dît?

Lê dema Kîjan dibe berkarê nedurust, tê tewandinê. Mîna:

Te li kîjanê xist?

Te ji kîjanî pirsî?

Nihok û pêşedem

Di şûna kirde de kîjan nayê tewandinê. Mîna:

Kîjan dikire?

Kîjan dê bibîne?

Lê di şûna berkar de tê tewandinê:

Tê kîjanê bibînî?

Tu ji kîjanî hez dikî?

Ew ê kijanî bikire?

Em ê ji kîjanî bipirsin?

Bi lêkerên nederhingêv re

Herdem kirde ye û nayê tewandinê:

Kîjan hat?

Kîjan diçe?

Kîjan dê bê?

Kê?

Ev cînavê pirsiyarî şûna navên mirovan digire.

Di lêkerên derhingêv de

Buhêrk

Di dema berê de, kê şûna kirde digre:

Kê got?

Kê kiras kirî?

Nihok û pêşedem

Kê şûna berkarê durust digire:

Tu kê dibînî?

Tê kê bitirsînî?

Di herdeman de (kê) şûna berkarê ne durust digire. Mîna:

Te li kê xist?

Tu ji kê dipirsî?

ewê ji kê bipirse?

Kê, bi lêkerên nederhingêv re nayê bikaranînê.

Cînavê pirsiyariyê ( kê ), (kî) bi xwe ye di awayê tewandinî de ye.

Ku?

Ev cînav şûna navê cih û deveran digire. Mîna:

Tu li ku bûyî?

Tu ji ku tê?

Ku dever xweş e?

Cînavê ku ji avêtina bêjeya (dever) ji kudever hatiye kurtkirinê.

Tu ji ku yî?

Tu ji kudeverê yî?

Tu ji kuderê yî?

Carna cînavê kîjan cihê (ku) digire û kîjan der tê bikaranînê, yan jî, (kî) û dibe kîder. Ev cînav bi daçekan re tên bikaranînê: Ji kîderê? Ji kuderê? Di kîderê de? Di kuderê de? Bi kuderê ve? Bi kîderê ve? Di kuderê re? Di kîderê re?

Çi?

Ev cînav, di hevoka pirsê de, şûna navên bêgiyan (bêrih ) digire.

Di lêkerên derhingêv de

Herdem berkar e. Mîna:

Te çi kirî?

Tu çi dikirî?

Ewê çi bikire?

Tu li çi dixî?

Ewê li çi bixe?

Te li çi xist?

Di lêkerên nederhungêv de

Herdem şûna kirde digire. Mîna:

Çi hat?

Çi diçe?

Çi yê biçe?

Cînavê pirsiyariyê (çi) bi bêjeyên din re tê bikaranînê û cînavên pirsiyariyê çêdike:

Bi cînavê (ma) re dibe: Çima?

Ma tu hatî? Çima tu hatî?

Ma tu lal î? Çima tu lal î?

Ma tu bindest î? Çima tu bindest î?

Bi cînavê (ma) mirov pirs dike ji bo ku agahdarê tiştekî bibe. Lê dema çi bi ma vedibe, mirov haydar e ji wê agahiyê, lê dixwaze nepejirîne û neqayîlbûna xwe li ser diyar bike. Yan jî, sedem û egerên wê agahiyê bizani be:

Ma tu kurd î? Çima tu kurd î?

Çi, bi bêjeya (awa) vedibe çi awa û çawa tên çêkirinê. Bi cînavê pirsiyarî (çawa) mirov li hal û rewşa tiştekî, mirovekî, kesekî (mirov, candar) dipirse:

Tu çawa yî?

Hespê te çawa ye?

Xaniyê te çawa ye?

Rojên te çawa derbas dibin?

Tu çawa debar dikî?

Çi, bi daçekên " jibo, jiber, jibona" re tê girêdanê û cînavên pirsiyariyê " jibo çi? jiber çi? jibona çi " çêdike. Bi van cînavan em sedem û egerên tiştan dipirsin:

Ji ber çi tu duh nehatî malê?

Ji bo çi em bindest in?

Ji bona çi ev kuştin û talan?

Çend?

Ev cînavê pirsiyarî şûna hejmarnavan digire:

Te çend gul jêkirin?

Te çend keç dîtin?

Çend şervan hatin gund?

Çend gundî çûn şoreşê?

Tu çendan dibînî?

Cînavê pirsiyariyê (çend) tenê, di koma herdu zayendan de tê tewandinê:

Te ji çendan pirsî?

Tu çendan nas dikî?

Çend, carna cînavê nependî (nebinavkirî) ye:

Min çend şoreşger dîtin.

Ez çend rojan li gund mam.

Di vir de (çend) bi wateya (hinek) tê û wateya xwe ya pirsiyariyê winda dike.

Kengî?

Bi vî cînavê pirsiyariyê, mirov li dem û çaxê buyerekê dipirse:

Kengî tê bê(yî) mala me?

Kengî em ê hev bibînin?

Kengî tu çûyî gund?

Kengî, bi daçeka (ji.... ve) cînavê pirsiyarî (ji kengî ve) çêdike:

Ji kengî ve tu neçûyî welat?

Ji kengî ve tu li vir dimînî?

Ji kengî ve dibistana we dest pê kiriye?

Ma?

Bi vî cînavê pirsiyariyê mirov li ser tiştekî agahdar dibe:

Ma tu dizanî bi kurdî bixwînî?

Ma ev çi rewşa em tê de ne?

Ma tu hozan î?

Gelo?

Ev jî, mîna " ma" ye û carna pê re tê.

Gelo! Em ê bi ser bikevin?

Gelo! Ew çû welat?

Ma gelo heye em rizgar bibin?

Ma gelo heye em bibin xwedî welat?

Cînavên nependî (nebinavkirî)

Ev cînav şûna navan bi awayekî nependî û nenaskirî digirin. Di zimanê kurdî de gelek cînavên nependî hene, ji van cînavan:

Yek, heryek, tu, tukes, kes, tu, tutişt, herkes, hertişt, tiştek, hin, hinek, filan, behvan, hîç, gişt, hemû, hemûkes, her, tev, hîn, hinek, çend, çendek, pir, gelek, tenê, mirov, heçî, ... Mînak:

Min tukes nedît.

Yekê digot yekî: Li me pîroz be yekîtî!

Herkes dibêje: Bijî Kurdistan!

Ez tiştekî dibînim.

Gişt dibêjin: An serkeftin, an serkeftin!

Tev dibêjin: An Kurdistan, an Kurdistan!

Cînavên nependî mîna navan tên tewandinê:

Yek, yekî, yekê, yekan, kes, kesî, kesê, kesan, ...

Cînavên xwemalîn (arzî, xwedanî)

Ev cînav şûna navekî ku xwedanekî wî di hevokê de heye digire. Cînavên xwedanî ji du cînavan bi hev dikevin. Cînavên xwedanî ev in :

Ji bo nêr, yekhejmar: Yê min, yê xwe, yê te, yê evî, yê evê , yê ewî, yê ewê, yê me, yê we, yê evan, yê ewan.

Ji bo mê, yekhejmar: Ya min, ya xwe, ya te, ya evî, ya evê, ya ewî, ya ewê, yê me, yê we, yê evan, yê ewan.

Ji bo koma herdu zayendan: Yên min, yên xwe, yên te, yên evî, yên evê, yên ewî, yên ewê, yên me, yên we, yên evan, yên ewan.

Her cînavek ji du cînavan pêk hatiye, mîna: Yê min. Cînavê pêşî "yê" hejmar û zayenda tiştan diyar dike, lê cînavê duwemîn "min" hejmar û zayenda kesê xwedanê wî diyar dike. Dema cînavê duwemîn cînavekî nîşandek be, wek: Yê evî, ji bilî zayend û hejmar dûrbûn û nêzîkbûnê jî, diyar dike.

Mînak:

Gula min. Ya min.

Destê ewî. Yê ewî

Guliya ewê. Ya ewê.

Çiyayên me. Yên me.

Kirasê evê. Yê evê.

Cînavên xwedanî ji cînavên nependî jî, çêdibin, Wek: Ya filan, yê hinekan, ya tukesî, yên kê, ...

Tewandina cînavan

Cînavê pirsiyariyê " kîjan? "

RêzAwaNêrKom
1RastKîjan?Kîjan?Kîjan?
2Bang-----------------------
3TewandîKîjanê?Kîjanî?Kîjanan?
4BihevreKîjanê re?Kîjanî re?Kîjanan re?
5TevayîKîjanê ve?Kîjanî ve?Kîjanan ve?
6CîwarîKîjanê de?Kîjanî de?kîjanan de?

Cînavên pirsiyariyê " kî? " û " çi? "

RêzAwaKî?Çi?Nêr
1RastKî?Çi?Çi jin?Çi xort?
2Bang-----------------------
3TewandîKê?Çi?Çi jinê?Çi xortî?
4BihevreKê re?Çi re?Çi jinê re?Çi xortî re?
5TevayîKê ve?Çi ve?Çi jinê ve?Çi xortî ve?
6CîwarîKê de?Çi de?Çi jinê de?Çi xortî de?

Cînavên nîşandek " ev " û " ew "

RêzAwaEv-MêEv-NêrEv-KomEw-MêEw-NêrEw-Kom
1RastEvEvEvEwEwEw
2Bang-------------------------------
3TewandîEvê(Vê)Evî(Vî)EvanEwê(Wê)Ewî(Wî)Ewan
4BihevreEvê reEvî reEvan reEwê reEwî reEwan re
5TevayîEvê veEvî veEvan veEwê veEwî veEwan ve
6CîwarîEvê deEvî deEvan deEwê deEwî deEwan de

Cînavên kesok

RêzAwa1Tek2Tek3Tek1Kom2Kom3Kom
1RastEzTuEwEmHunEw
2Bang----------------------------------
3TewandîMinTeWî/WêMeWeWan
4BihevreMin reTe reWî/Wê reMe reWe reWan re
5TevayîMin veTe veWî/Wê veMe veWe veWan ve
6CîwarîMin deTe deWî/Wê deMe deWe deWan de

selim@bicuk.de