Pirtûk · Neqîzek ji 1400 Fermanan · Kurdî
Rêwingî
Neqîzek ji 1400 Fermanan · © Selîm Biçûk
Bo qurbaniyên 1400 sal kuştin, serjêkirin û revandinê
Ji bo rêhevala zagrosî û neviya kokên kevnar Sema!
Pêşgotinek bêçare
Çima ev pirtûk online, yanî li ser internet?
Xwdiyê çand û wêje yên kurdî tune ne.
Weşanxaneyên taybet bêçare ne li gora pirtûkê pereyan bigirin û ez bi xwe pereyan ji bo weşadinê nadim û tune ne bidim.
Saziyên partî, dezgeh yên kurdî bi tevahî bi xal û xwarzê diweşînin. Ez naxwazim ne xalên min bi wî rengî hebin, ne jî bibim xwarzê kesekî.
Ji xwe pirtûkên kurdî kêm tên xwendin, pirtûka herî zêde bê firotin xwe nagihîne 100 daneyî. Ez vê pirtûkê vegirî ji bo xwendevanan di internet de diweşînim, ji bo li ber destê her kesî be, kesên dixwazin bixwînin.
Dibe ku rojekê hin xwendevanên kurdî hebin û bixwînin, Dibe jî ku hin hebin bibêjin van kesan tiştek nivîsiye, baş yan xirab, hewildanek kirine û xwestine vî zimanê bêxwedî jîndar bihêlin.
Tenê ji bo xwe ez ji bo arşîvê pirtûkekê bixwe çêdikin û diparêzim.
Naverok
- Liva dawî, xewna dawî
- Pêjin
- Qamişlo
- Bi xiniziya te mirinê dilorînim
- Gulşevîn
- Çavên te
- Kobanî
- Mirin
- Şengalmerg
- Ba
- Sêdar
- Cereh
- Deng
- Baran
- Heyva Cerehê
- Serê Kaniyê
- Nûjîn
- Peyv
- Sînor!
- Welat
- Laliş
- Birîn
- Îro
- Paşxane
- … Û Ez ji min dizîm
- Siwarê rojê!
- Şêtxane
- Em kurd in
- Otilje
- Zimanê tirsê
- Ez bilûr im
- Wenda
- Xewn
- Bielefeld Sparrenburg
- Ev ne welat e, dêw e
- Mona Lîsa Şengalî
- Windabûn
- Şev
- Sorgulên şînê
- Ez, tu, em
- Em li hev dihêwirin
- Ez bilûr im
- Bistro 37
- Em ba ne, li welatekî ji tozê dibin bager
- Şev û cejin
- Ez kî me?
- Neqîzkên êşê
- Siwarê rojê!
- Dengvedana xewnê
- Bîranîn
- Êşa hinavê xewnê
Liva dawî, xewna dawî
Pêçekek qedexe,
hebûnek qedexe,
zemînek qedexe,
giyanek qedexe sipart kulîna xewnistanê
Bêzariya xewnê bû,
birîn bi ser giyan de diponijî
şevên şêt bedewiya taristanê bo birçiyê xewnan
diristin
konê hebûnek tazî,
li valahiyê,
gulistanek bêgul,
çolbeyarên rut, bi azara hêstiran lorandin
Diyariya mirinê bo jiyanek zivistanî,
di valahiyê de, kaniya êşê tije sorgul kir
Di kêliyekê de hezar sal bi cih dibûn
Di hezar salî de kêliyek têk diçû
Ew û têkçûn hevrêyên xewnê bûn
sozên zêrîn berz bûn
Kujar bû destpêk,
sergêj kir dawiya hîn nehatî
Şahsiwarê xewnên têkçûyî
Bexçeyê azarê bost bi bost dipîva
Dibû niştecihê hêstiristanê,
tazî hat,
dawiya nehatî pêşwazî birînê kir
Li vir,
li vî kavilê wêran,
Li pey kelemperan,
bihara bêbextiyê dipişkivî
wêneyê xewnê lerizî
li noşgeha çavên te,
rastî wêran bû
Fermo,
ji payîzokên nehatine zimên,
ji heyranokan,
xewnan bihûne
Bipîve kavilê dilê min,
ka çend qûnaxên te lê hene?
Min ew li wir hişt,
tu li vir
û xwe?...
Rût û şêt e poşmanî
Çîrok nayê dawî,
dirêj e mîna şevên me,
reş e mîna bextê me
Kolanên bêbextiyê min û te bost bi bost dipîvin
Ez hîn ji xwe dipirsim,
ew riya hewqas kin çawa bi salan ajot?
Wê rojê rê bû girav,
dawî lê nehatiye
Ji Tirbasipiyê diçim Qamişlo
Bermayên min belav dibin
Hîn bi rê ve diçim
Hîn ew hêstira zîz dibû li qoziya çavên min semayê
digerîne
Em bi ku ve diçin lawê min?
Ji min pirs kir,
Li hêviya bersivê ye
Li wir,
li wan kavilên wêran,
pirs zîz dibe,
bi ava Cerehê re dixwişe,
dibe şape,
nalîna lehiyan Diyarê Felekê dilerizîne
Kanîgurê, Warikêkewa, Kevirêhêmid, Qubika
wêran,
Nêrdiham, bi zarîn:
Hun bi ku ve diçin?
...
Ez di rê de me periya min,
rêwingiyê bihiştê me,
Lê riya Qamişlo bûye girav,
bêdawî dikişe
Kêlî dibin sal,
sal di nava kêliyan de têk diçin,
Min bibexşîne, ku bê bersiv diçî!
Dilê te seyrangeha tenêbûna min bû,
di rêwîtiya bêdawî de, hembêza te vehesîngeha min
bû
Dem di aramiya bêtebatiyê de radiweste,
cih, di tunebûnê de zîz dibe,
Ma ev konê reş wê li ku bê vegirtin,
emê li ku peyva dawî biweşînin,
li ku hêstira dawî birijînin
Xaka biyaniyê germiya hêstiran napejirîne
Pirs û bersivên me li hev tên alandin,
tênagihîjin mirovên nûjen!
Te çawa rê dît ku bêbersiv bar bikî?
Te çawa kari bû rêwîtiya bêdawî di destpêkê de
bibirî?
Te çawa kari bû hêstira dawî bisipêrî Diyarê
Felekê?
Di tunebûna cih û demê de,
çawa mirov bi şûn de vedigere?
Di xelekên zincîra qedexeyan de,
çawa ew kon hat vegirtin?
Ew xak dikare bersiva pirsên me bide?
Em rêwingiyên, bi tunebûna cih û demê re dizîvirin,
bi ku ve diçin em?!
Em pirsan dubare dikin,
bersivên me pirs in.
Di xatirxwestina dawî de,
em, pirs û bersiv dibin yek,
di tunebûnê de, destpêk û dawiyê digihînin hev.
Melaka afirandinê!
Ez rêwî me,
rawestan ji min westiya,
li serê wê kolanê, li ser riya Dugirê, ber bi Qamişlo,
ez û dem û cih bûne yek,
bêaramiya xewnê, min di nav netebatiyê de
digevizîne
bi hev re, riya bêveger, em hembêz kiri bûn,
te ez sipartim tenêbûna xewnê.
Karwanê vegera bêvegir,
bê silava dawî,
tu ber pêlên xewnan ve birî.
Rêwiyê!
Li xerîbiyê, te çend hêstir tevî kederan kirin?
Çend axîn te dan ser hev?
Çend şev te lorandin?
Di kêliyekê de, te çend sal didan hev?
Te çend caran pirsa xwe dubare kir?
"Em bi ku ve diçin?"
Û ew bexçeyê êşê,
te bi hêstir û axînan av dida,
xewnên te, ji Bagokê vezîlehan,
li Cerehê şax vedan,
li koçberiyê ber girtin,
bûn gerdûnek ji azar û kulan,
ez dorpêç kirim,
Dibim natorvan.
Di kolika êşê de, natoriya kovanan dikim
Em bê veger bi rê keti bûn,
tu bêveger vegeriyayî,
di rêwîtiya xwe de, bi nalînên te re dijîm
Te bar kir,
tu çû,
lê ez?!
...
Û ya din?!
Ev pencere vekirî hişt
Ji çaviyên birînê,
ferhenga peyvên qefilî stoxwar,
sipart hewesa şevê
Kizîra biharên me, bû surûda têkçûnê
Melodiyên bêbextiyê me dilorînin
Hesretên biyaniyê me dipîvin
Xewn ji nalînên me dicefilin
Wê rojê, li ber wê avê,
bi lerizîna stêrkan,
peymana xwe, me nîşan kir
Bi tunebûna cih û demê re, em bûn liva xewnê,
Yekîtiya me, bi Şerefdînê re berz dibû,
Berfînek rakişiya ji nav sipehîbûna sipiyatiyê
Biriqîna zerahiya wê,
silava xewna beravêtî da
Di tebatiya liva xewnê de,
peyman lerizî,
stêrk behitî man,
xewn li şevê qedexe kirin
Wê rojê, li ber wê avê,
tu bû xwedayê wê xewna nedîtî
Di xewnê de bûyî xewn
Bûyî destana xiniziyê
Şermezariya çiyayên serfiraz,
reşa xwe ji sozên te vedigire
Bilorîne,
da liva dawî me bihûne,
xewna dawî me bibîne
Ez û rê û dem,
rêwî ne,
di hev de radiwestin,
bêdeng, ber bi Qamişlo,
di cih de, dizîvirin
Û ew çiya!
...
Çiyayê
Sipî
Çav li siwarên rojê, sernixûn dibe
Serpêhatiya şervanekî ji êgir,
ji girava bêbextiyê dinoşe
Me dipêçe bi çîrokên şan û bêrûmetiyê,
serkeftin û têkçûnên li hev alandî,
rastî û xiniziya şevên me
Me zarokên xewnan,
pêrgînî helbesta azadiyê dike
Me xewn dirêse
Me xwîn dirêse
Me şîn dirêse
Me sor dirêse
Me girî dirêse
Me ken dirêse
Me Mem û Zîn dirêse
Me Beko dirêse
Tevnepîrên berehên xwe,
ji guliyên amedî dihûne
Diyariya zindanê dibe al,
Rûyê sipî sor dike
Em biran e!
Birayên xwînê,
xwîna keçikaniya xwîşkên me
Ma wê çawa Qamişlo nekale
Wê çawa rûyê xwe bide min
Bi hêviyên me sermest bûbû
Tu hembêz dikirî
Hoooy Çiyayê Sipî!
Biqîre, bila dilopên xwînê bipijiqin
Bila berfîn bel bibin
Bila sipehîtiya te sipî bimîne
Bila dem bilive
Bila cih bilive
Bila bêdengî biqîre
Em bi ku ve tune dibin?!
...
Ji wê pencereya birînê
Ji wê çaviya xwînê
Şêlehan soz,
Li jêrzemîna dilê min,
alandin koremarên nankor
Şahiya vekirina girtina deriyan
Kilît li dest te,
bi ku ve diçe Gilgameş?
Enkidû,
di xewna me de, winda dibe
Em neviyên rojê,
dibin dîliyên taristana peyvê
Tu şahsiwara sozan!
li şahiya mirinê liba dibî,
şermezar dibe çiya
Vedenga sitiranên me,
çardara Xwedê,
pêşwazî goristanek bênav dike
Bi ku ve diçe Gilgameş?!
Çûn bêveger e!
Veger bêveger e!
Li ser sînorê çûn û vegerê,
peyv dişewitin,
soz dişewitin,
pirs dişewitin,
bersiv dişewitin,
em dişewitin
Tu dizanî bi çend sorgulan min bejna te pîva?
Bi çend rûpelên endekoyê min xemla te hûna?
Çend helbest di bîbika çavên te de, şikestin?
Çend şev, bi navê te min lorandin?
Çend ez, di xewna te de têkçûn?
Tu dizanî...?
Ji wê pencerya vekirî,
çavnihêriyê berbangê dimînim
Di xewna min de, tu xewn dimînî
Bila ev pencere jî bê girtin
Riya Qamişlo bêdawî ye
Ew bêveger vegeriya
Tu bêveger çûyî
Ez
Bêhatin
Bêveger
Bêçûn
Di aramiya netebatiyê de diçim
...
Ev çi baran e av dide daristana xemgîniyê
Gulên xiniziyê dixemilînin bexçê bedbextiyê
Bêriya lala dikin çolbeyarên rût
Li hewesa henasa te pirs dikin
Li ku man ew naz?
Ji keviran dirêsî tevna evînê
Sosin digirîn,
ji xalepirsan dixemilînin beyarbanê dil
Tu şêrîntirîn dijmina dost!
Bi ku ve diçî?
Bi şiliya nazên xwe,
ziwa dikî kulîlkên me
Em dibin destpêka çîrokek tune,
hebû nebû, tiştek nebû
Dirêj dibe çîrok,
vedizîlehe mîna mirina me
Sirûda tunebûna çîrokê ne em
Em hebûn,
nebûn,
tune bûn
Nebûniya ahenga birînek jibîrkirî,
dilorîne fîxanên me,
sergêj dike tewanbariya xewnên netebût
Ev lerizîna bêbextiya bextreş e
Di bêaramiya hêstiran de zîz dibe
De bila bikişînin xêzan ev tiliyên şewitî
Ma kî dixwîne giriyê me?
Hespên me li biharên ziwa,
tewl dikin şevêniyên xwerên
Xatir nexwaze
Bi rijiya tiliyên şewitî,
navê te bêmirin,
dineqişînin li ser banê dilê Xwedê
Bi êgir, me dinivîse çîrok
Ev tiliyên şewitî,
li ber xunava kizîrê,
li ser asoyan, sitewr diçînin peyvan.
têr nakin şevên me ji maçan,
rojên me ji ken
Leylana dûmana kederan,
me dikişîne dûrbûna bişirîna hêviya şewitî
Şerê peyv û tiliyan dîlana bizotan digerîne
Şevên tewlaz,
kenê serserî,
sirûdên dînîtiyên me,
li meydana xiniziyê,
hespên şînê didin cirîdan
Peyvên tirsonek dibin siwarên çalak,
li dilê tunebûnê,
sema çîroka me digerînin
Pirs ne ew e,
çîrok bi ku ve diçe,
em bi ku ve diçin,
agir bi ku ve diçe,
şev bi ku ve diçin,
bîranîna kulîlkan,
bêrîkirina lêvan,
giriyê maçan?
Em li ser lêvên hesretê, mirinê dipên
Tevzînoka pêlên xewnê, me bi êgir dişo
Kefenekî ji dirihreşkan me dipêçe
Gul bi sitiriyan dixemilin,
dibin taristan li dilê evînê
Em dibin hesreta xaka ziwa,
li ser ramûsanek dilopên baranê dikewgirin
Sitiranên me,
Şêxê dînê,
Bavê Seyro,
Ehmedo ronî,
…
şîna
mirina
Xwedê
Digerînin
Sersem dibe konê Qederê
Pêxwas, bi tîna xweliya germ,
me dihûne çîrokek,
HEBÛ, NEBÛ,
TIŞTEK NEBÛ
Pêjin
Netebûtiya viyanê,
bêaramiya sersem,
vemirîna tîrêja kenê meygeran
li noşgeha çavên te,
talan dikin bişirîna ronahiyê
bêzariya xecxecokan,
gazinên Xeca Sîpanê,
vedenga ahenga giriyane,
xiniziya Siyamend,
şevên serserî sipartin tewlaziya wêraniyê
Kundekî serxwer,
dibe waqîna ponijiya Xelatê
ji guliyên şevê stêrk çîrokê dihûnin
hêstir dibin bazbend,
birîna hêviyan dinixumînin
bi sergêjiya peyvê ez te xewn bihûnim
bi germiya rokê dipêçim
destanên mendelhoşiya çavên te,
sermestiya pênûsê,
li dilê mirinê,
sorgulan dibişkivînin
bi henasa hesreta te min xwe agir raxist
ev şev,
lerizîna ahenga nalînên mişextiya me dilorîne
hizra hatinê ye,
dûrî, te nêzîk dike
şevbuhêrkên dirêj bi nebeşdariya me,
tenahiyê sersem dikin
Bêdengiya girî,
xatirxwestinê lal diponijîne
Bihejîne hêlana leylanê,
dûkela berbejna çiyan,
berhemên hêviyê li dilê keviran diçînin
Lavija beyanê ye ev seremerg
Kîjan gul e dihejîne pêjna ponijîna te?
Pasvaniya nependiyê,
dipîve poşmaniya peyaleyên me
Şev perîşan e, pêjna perperîkan dipê
Payîz e, parastina peyvê,
pêxwasiya peymana pîrhevokan dirêse
Xilmaşiya destana sozê,
me sêdar rêz dike
Bila her tişt ji sergêjiya sermestiyê binoşe
Ez, xwe gul li çîmena dilê te zîl didim
Berfîn im li bin sariya pûka xemsariya te,
bi hêviya biharê zistanê mijûl dikim
Vemirîne wê momê,
bila xatirxwestina şeva me,
sariya berfê germ bike
gula beyanê bi peyva dawî,
şevnemê belav bike
Asoya veqetandinê bi xewna hevdîtinek nû,
asmanekî tije girî,
avis bi hêviyên mişexte disipêre dûriyê
Ev şev,
beravêtina xewnê ye,
me bi bîranînan tije agir dike
dişewitîne asoyên me
deydîkên zarokatiyê bi sêdaran mişt dike
li dilê manê,
gerdûna asmanekî avis e
çûnê bi rê dike,
nûhatinê dipê… Û Ez ji min dizîm
Li kenarê xilmaşiyek sersem,
xuşîna çêm, me bi bişirîna xewnê radizand
Payîzokek mişexte,
bi ahenga Seremergê,
ava çêm miçiqand,
şev talan kir,
… ez bêdeng cefilîm,
li dengê Terqînê siwar bûm
bi bîna şevê…
ev sersemî…
ew bêrî…
seranser…
Hezarcar hatim silavgeha perestgeha te
Hezarcar hatim cihê civanê
Hezarcar bûm perçe û parî
… min xwe nedît
Mişextiya xwe li kolanên tenahiyê diçêrînim
Bi heyranokan payîzokên te radizînim
Perçe û pariyên xwe dikim seyrangeh,
li pêşwaziya hevdîtinê radixim
Li ber derî, li qerexê çêm, li kenarê mirina yekalî
ji bo maça dawî, dibim bişirîna bişkuvîna sorgulan
Ev zarîn,
xweristiya hejîna bejna te ye
bi bêrîkirina bîranîna lêvan,
ber bi perestgeha dilê tarî,
bêhejmar çûna min ber oxir dibe
hatina min wêran dibe
Dîsa dimînim,
li xwe digerim,
te nabînim…
Qamişlo
Hawara te hêlana biyaniya min dinehwirîne, …
Ji dilê berbangê biherike…
were der!
Rewaniya peyvên nezayîn li ser termê helbesta
şikestinê bihûne!
Ev veqetîn,
bêdawîbûna bêxewiyê û berdewamiya mirinê bû
Li şûnmayên talanê firtone bû
ez bi sawa tariyê çeper kiri bûm
ji sariya dilê êgir bedena min gur kiribû
Min şevreşkên te bi xewnerojkan mijûl dikirin
Li govenda evîndarên bêmirad me evîn bergor kiri
bû
Bi henasa bihara te,
12 guliyên xelîyayî bûn berbejna vejînê
12 rûbar ji adarên şikestinê,
12 gul ji adarên vejînê,
12 dilop xwîn ji adarên bûkaniyê,
Ji dilê wî çiyayî dertê adara keskesoran,
û keldûmana dilê te bejna xecxecokan radipêçe
Keziyên evîndarên te ne, pîrozayiya vê beyanê
bi rengê sor dixemilînin vehejîna xewnê,
ji kîjan keserê,
ji kîjan serpêhatiyê,
ji kîjan lehiya xwînê,
ji kîjan Hewlêrê,
ji kîjan Amedê,
ji kîjan Mehabadê,
…ev vedeng dibe hawar Qamişlo?
Siwarên te ji guliyên têkçûnê
xewna nûhatinê dihûnin
Mizgîna biharê ne, ew 12 lalayên li ser dêmên
bûkên te
Ev qêrîn bedewiya te li dilê hebûnê dineqişîne
sersibehiyên te bi xemlên amedî û hewlêrî adar
pêşwaz dikirin
Îro 12 rengên başûrî, rojhilatî û bakurî bi beyanek
qamişloyî dixemilînin
Birûsk, ji wan çaviyên sor gulşîlanan liba dikin
Çirayên te ronahiyê pêşwazî Hewlêrê dikin
Mom û çira li hev dibin mêvan
Agirê te dixemilîne biharê
De daweşîne şermezariya têkçûna hêviyan
Qamişlo!
Her tu bûyî mizgîna xewnê
Li Zagrosê binefş bûyî
Li Botanê serkêşa govendê tu bûyî
Û li kolanên bajarê evînê, … tuyî Qamişlo
… tuyî Qamişlo
Şewat bi şewat
Agir bi agir
Gulşîlanên beyaniya te di rewrewkên xerîbiya min
de dibişkivin
Li şopa domdoman sorgul zîl didin
Dengê tilîliya dayîkan li ba dibe
Ma ev kizîra şewatê ye?
Yan sirûda bîna biharê ye?
Binehwirîne beyana biyaniya min Qamişlo!
Binehwirîne!
Bi xiniziya te mirinê dilorînim
Bihejîne hêlana bêbextiyê,
ji mirinên nîvco,
ji termê helbestan,
ji giriyê şevê
paytexta xweşiya te ava dibe
Wî bikuje, bişewitîne!
Soz dibin keleha êşê
De birêse teşîrêsê birêse!
Ji mirinê heta mirinê,
sed kuştin,
yek girî û rê bêdawî dirêj dibe
Birêse teşiya azarê!
Li kolanên bedbextiya wî
konê xweşiya xwe vegire
Bilîze bi teşiya jiyanê!
Ew û riya bêdawî di hev de tên cûtin,
ber bi asoyekî tune,
bêalî û bênavend dizîvire
ji mirinê dice mirinê
1
Şevek bêxew,
lêdana dilekî,
giyanek nû hat mirinê
Dayîk matmayî ji êşê hilçinî
“Xwedê bi bext mezin bike, te lawek anî”
2
Welatekî jibîrkirî
kesekî qedexe û nenas
3
Qedexe hat
Qedexe bû rêwî
Nenas li windabûnê hêwirî
Bi xewnek leylanî,
li welatên mirinê kelehên azarê dinijinîne
Kuştina di mirinê de
Li kenarê dilê periyek bêbext,
konê evînê vegirt
Rêwî bû
têhniyê bihiştê bû
wî riya dojehê girt
Wê şevê, ahenga seremergê dinehwirand
Tirên dirêj dibû,
ber bi tîjkên hêstiran dikişiya
li ser pira evînkuj,
bêhiş,
bêhay dixeliya
Perî bi baranekê şil dibû,
sermest dibû
Gulşevîn
Ji dilê gulê biwerive,
xemla miheryê,
şevnema bihara derwêşekî dilkovan
Mendelhoş, xirecira derengmayî
di awirên te de dişewite
gerînokên hesretê,
lawaziya vizîna fermîskan,
waqîna kundan dinehwirînin
pêlên razên te hildiperikin
berbejna asoyan
di ahengên serxwer de noq dibin peyv
ew tilîşopên hîn neşuştî
li bedena rûbarên jibîrkirî
di bendîxaneya bîranînan de te dipên
û ev ez, perçeyekî dîl im
ji dengvedana sirûda seremergê
bêalî, li aliyên te pêl didim
Dipelînim hesreta şevên te
Şevên ji moman mişt girî dibin
Were em yek bi yek bijimêrin,
me çend şahî binaxkirin
Çend gul li berbejna xewnê xeliyan
Ma ne bes e rengên çilmisî?
Li sersemiya çarenûsa xwînî
em girî dibişkivin
Xunav e yan xwedawend e ev gulşevîn?
Roka hesretê sersem, xilmaş e
û weha bedew şîniyek naz, dîwane ye,
Bi giriyekî nerm,
bi kenekî germ,
liba dibe,
diçilmise şev
Bi rojê re dikene dengvedana vejînê
Bi şevê re dikene, serlêdana birînê
Bi ken re digirî firîşteya şînê
Bîna xweliya payîzê difûre,
ma kengî tu bariyayî?
Hîn Cizîrî bi navê te diqîre
Dîwaneyê dînîtiya Selwa,
rêz dike rewaniya êgir
De ron, biwerive ji dilê şevê,
şevnema rûdêmên şînê
Hetav were xwar
Çavên te
Di çavên wê de xwedê dikene
Na digirî
Nizanim
ne dikene ne digirî
Di çavên wê de firîşteyên xwedê xwe bi dar vedikin
Di çavên wê de mirovahî di şermê de noq dibe
Di çavên wê de bablîsokek ji girî
Şengalek kuştî
Kobaniyek birîndar
Di çavên wê de em tune dibin
Çavên wê nifira welatekî bêxwedê
Berxa min, Monalîsa şengalî!
Bigirî!
Bikene!
Di Çavên te de rûreşiya me derdibe!
Çavên te birûskan vedidin li tariya şevê
Nizanim ne baran e, ne xunava lêvên te ye li
lerizîna germahiyê dibare
Min nesipêre kela dengê Şeroyê Biro
„Hekîmo, şev birîn e“
Mîna berfînekê ji Çiyayê Şerefdînê raşêlehe çaviya
êşê
„Hekîmo, şev bê te êş û şîn e“
Kobanî
Kobanî, nizanim ne gulekê diyarî te bikin, ne
guleyekê
Kîjan ji dengê şewata tilîliya dayîkan bilindtir e?
Gul, yan gule?
Ev çi bobelat e,
Kezeb bi tilîliyan beroxir dibin
Bi tilîliyan pêşwazî dibin
Bi tilîliyan em digirîn
Bi tilîliyan tune dibin
Jiyan agirê tilîliya dayîkekê ye,
têlek rêsayî, guleyek bêbext û tirsa çavê zarokekê
Tirs û birs me nas dikin, em zarokên xwedê yên
sêwî,
ji şewatê ber bi şewatê hêstirên dayîkan li şopên
xwe direşînin
Bazar e, bazar!
Kî tirsa me dikire?
Kî birsa me dikire?
Kî tilîliyên dayîkên me, hêstirên wan dikire?
Em xwedayê xwe jî difiroşin, kî dikire?!
Lê êşa xwe?!
Hemî peyv, hemî xweda, hemî em dişewitin û ew
dimîne!
Mirin
Li qerexê mirina me konên şînê tên vegirtin
Konên ji ba û bahozê
Şînistan e ev welat, ji fermanê me dibe fermanê
Baran li xwîna me dilukume
Û hîn lavijên me liba dibin
Bazarek vekiriye ev welat
Xwîn tê firotin
Jîn tê firotin
Rûmet tê firotin
Em û lavijên me tên firotin
Bazinê nifirê ye ev welat
Ne em jê vedibin, ne ew ji stoyê me
Em bûne lehengê destana Sisyphos li vî welatî
De fermooooo!
Xweda û firîşteyên me jî bifiroşin
Kevirên gorên me bifiroşin
Lê em ê ji tozê bibin jîn
Ji xwînê bibin vîn
Ji çaviyên birînê bibin evîn
Şengalmerg
Sirûda mirinê me ez, Seremerg im
Roj hilat û ez jê re serçok bûm
Ji wê demê ve taristanê ez dam ber sînga xwe
Û mirin li pey mirinê min dikuje û her vedijîm
Ji nav xweliya mirinê dibûm zîl ber bi rojê
hildikişiyam
Pêşî min xwedê kir kurd
Û bi heft firîşteyan havên da ber
Hola min li banê gerdûnê geriya
Mirin li pey mirinê bi ser min de weriya
„Xwedayê mezin her padşa ye, hezar û yek nav li
xwe danaye, navê mezin her xweda ye“ û
Bi hezar û yek navî digerîne mirina min
1
Li vir bûm, min bi tenê mijûliya xwedê dikir
Parêzvanê rojê bûm
Bi agir re lavijên min liba dibûn
2
Hezar û çarsed xencerên te di pişta min de çikiyan
Dîsa rabûm, roj û agirê xwe min gur kirin
3
Şûna 73 guleyên te li dil şax didin
Guleya 74 …?
Em biran e!!!
4
Ev çiya çi req û ziwa ye!
Nalîna min, tiliya min bimije
Çend dilop xwîn ji ber tofanê mane
Çavên xwe bigire bila çiya dengê me neke!
5
Bavoooo min bikuje!
Dayê min bikuje!
Naaaaaaa ….!
Li min biborînin wa diçim zikê çiyê ….
6
Keça min hun sisê ne û dilopek av maye …
Kê ji we bikujim û kê …?
7
Û ev çiya çîrokên wî dawî lê nayê ..
Em biran e ……!
Bazar e,
werin jin bi 500 î …
Serî bi şûrekî …
8
Xwedayekî serhîz li goşeyekê jê çiyê
Seriyan dihejmêre …
Tîqtîqa kenê wî: waxxxxxxxxxx, hewqas serî bo min
û bi navê min?!
9
Lêxin …!
Bila serî li ser gewde nemîne
Herbijî ….
Hun qehreman in qehreman!
10
Destana qehremaniyê hîn pê ve diçe …
Serê bavê xwe di beroşa dêwekî de dikelîne
Û sirûdên serkeftinê dinehwirîne!
Şabaş!
Şabaş!
11
Ji çiyê heta bi deşta xwînê,
perî û firîşte rêz bûn
sêncek ji bedenên ciwan Şingalê radestî pêla
xwedê dikin
Ew jî biran e!
Birayek min diavêje agirê dojehê
Yek bedena xwe dide ber agir
Li ser pêla xwîna xwe min diavêje Rojavayê dil
Şingal û çîroka birayan rûreşiya vê xakê ne
Şingal û çîroka birayan Mîrê Kore û Mirzayê Zaza
ne
Şingal û çîroka birayan şerê şevê û rojê ne
Şingal dê bimîne xalek reş li eniya dîrokek bi xinizî û
lehengiyê lihevalandî
Eger Şingal nemîne rûreşî tê bincilkirin
Şingal dîdevana rûreşîyê ye
Û her dimîne …
12
1400 sal e xencera te di pişta min de tê badan
Ew xencer bi xwe bû pişta bavê te hêrifand
Dê û xwîşka te hetikand
Ew xencer bû te ji pişta bavê xwe kişand, di pişta
min de çikand
De babide bira, tu jî wek min zarokê fermanê yî!
De babide bira babide!
13
Parêzvanê min kujer bû
Êrîşkarê min kujer bû
Tenê mirinê û çiyayekî req û ziwa dilên xwe ji min re
vekirin
De min bikuje biraaa, piştî mirinê jî min bikuje
Ez rûreşiya te me …
Bi jiyana xwe te rûreş dikim
Bi mirina xwe te rûreş dikim
Mirin para min e, rûreşî jî ya te
Şingal nikare bi gotinan bê hûnan
Birînek vekirî li ser asoyên xwedê
Wêne birûska êşê vedidin
Xwedê ji banê jor tînin tobê
Periyek per jikestî li dilopek av digere
Kevirekî sert diguvêşe ser şewatê
Çavek jê min Şingal e, yek Kobanî ye
Yek jê „birayên min“ bi xencereke biyanî teqandin,
yê din sûrên Sînê li pêş xenceran
Ez hîn dibînim, çavek jî dikare ronahiyê bibîne
Li navbera çav û çav birîneke li ser asoyan vekirî
Hin li çep digirîn, hin li rast
Ez di nîvê eniyê de, li navbera herdu çavan
çaviyeke xwînê, çep û rastê xwe dinehwirînim
„Xerîboooo şevên payîzê dirêj in“! Ne ji vir im ne ji
wir im
Çep jî dişewitîne, rast jî
Lê hun …!
Ba
Ba min û te li hev dihêwîrîne lawê min
Li nav welatan em li bayê digerin
De were berî xatirxwestina dawî, ez ê bazbendekî ji
vî reşebayî bo te birêsim
Li ser şopa çûna te dibe ku ev hêstira dawî bibe
nîgar
Nîgara cudakirina min ji min
Û ez ê bimînin, peykerên tozê ji zuhabûna hêstiran
binijinînim
Ma rewaniya dilê me dê çi bike li vî welatê tozê?
Çavkaniya hêstiran jî zuha bûye lawoooo
Kizîra dilê me nikare qertelan bihejîne
Ew bi bêhna goştê mirovan serxweş dibin
Ez nizanim ne te beroxir bikim, ne xwe
Li şerê dawî dilê min gul biçîne berxê min
Û guleya dawî bila para kezeba dayîka te be
Em havênê êş û şewatan, girî dinehwirînin
Em ba ne, dibin bager
Ba û ba li hinavê nalînên xwe dihêwirin
Sêdar
Bejna xwe carekê li ber sêdarê pîva bi çar sedsalan
bilindtir bû
Hesretek kişand û keniya
Ez ne tenê ji sêdaran berztir im ji mirinên çarqolî jî
bihêztir im
Bejna xwe bi dîwarê wan re bipîve tê bi çarhezar
ronahî biser bikevî
Dilê xwe bi têlên wan re bipîve tê bi hezar gerdûn
gul şên bibî
Ji cihê silava te hemî dîwar dihêrifin
„Vebin derîno…“ hîn jî li wir Pîr Sultan Abdal e
diqîre
Dengê te li silavgeha wî dihêwire
Ne dergeh dikarin rawestin ne dîwar
Ew deng nayê birîn, vedenga vejînê ye ew
Cereh
Nêçîrvana xecxecokan, pala dilê min e mêrga te
Ji biharên Cerehê min çend reng parastibûn
Bila dilovan bin destên te
Ha li wir çîmen e
Nizanim ew reng ji Kanîgurê bû yan Warikê kewan
Dibe jî pala Girê Otilce ye, dengvedana lîstika te
Li wir tiliyên xwe bipelîne bila keskezer der bibin
Neçine wan çend rengên mayîn
Ahenga qedera derengmayî talan neke
Li sînorê çep û rastê dil pal bide
Ahenga xecxecokan binehwirîne
Firek ava kaniya şirikê, yek ji kanîka Ubêdo
Û weha birêse li ser kanîkên dil
Şivana qitikên Cerehê
Cara dawî dema min tu rêwî kirî destên min bêtilî
mabûn
min tiliyên xwe hemî li ser laşê te jibîrkiri bûn
Bi her pelandinekê tiliyek diweşiya
Yek dibû tû li ser sîngên te
Yek dibû gul li ser rûdêmên te
Ya din xunav li ser lêvên te
Û yek bi yek li bexçeyê Irmê niştecî dibûn
Jibîr neke hay ji tiliyên min hebe
Hemwelatiyên penaber in li ser laşê te
Çav li dûriya êşê û bêkêriya peyvên bêxwê zîz
dibin,
em benîştê devê qederek reş, tenê dînîtiya jiyanê
dikare me bilivîne.
Ne welatekî bêxew û ne xwîna har peyvên me sînor
dike,
di xwîna me de kew diferfitin, kêr ya me ye,
kew yê me ye û birîn meya sor bi meygerên kelegirî
maseyên mirina me dixemilîne.
Noşa kewan agirê kewistanê gur dike.
Kewistan û kew û êş, me Beko dirêsin.
….
Vê êvarê dîsa bêciriya qitikên Cerehê di rekeha
sînga min de agirdankan vedidin
Hîn ew deng e, dema kewbirayê min dikir qebqeb û
nalîna bavê min li nav têlên rêsayî
Ne têl ji xwînê riziyan û ne xewn
Û dîsa jinebiyên me dilorandin: “Kemal bavê me ye,
ew taca serê me ye”
Peyama sultan û kewan û qitikên bêçare li nav têlên
dilê min dirêsin
Ez dimînim Serxet û Binxet û kew dike qebqeb …
Fermana sultan e kewoooo min qef bike dafka wî …
………
Deng
Dengê min di gewriya min de diqurmiçe
Weha tî
Weha birçî
Sersem û behitî
Rekeha sînga min erdhej e
Ji ser û bin dilerizim
Vedeng ahînek çilmisî
Li valahiyê pêl dide
Ev tirs e tirs
Leşkerên taristanê min dorpêç dikin
Û pêxwasên ji xwîna min Seremerga min
dinehwirînin
Ev giyan û qedera bi 72 guleyan serjêkirî
Rabirdû û dahatûya serşoriyê ne
Rûreşiya xwe bi dawî bîne bila bibin 73 car
Li ser destên te bêm serjêkirin
Lê bizanibe dîsa ji nav vê xweliyê zîl didim
Ez sîmir im ma tu nizanî?!
Vejîna min tovê evîna xakê ye
Baran
Dîsa baran dibare,
bêhna te şevê serxweş dike
Hesreta axa payîzê ye,
bêrîkirina maça te û xweliyê,
pêxwas têm silavgeha te
Noş, bila peyale bihejîne sermestiyê,
ma kî me dixwîne ji nalîna şevê û pêve
berjor bike meya zelal, em in lerza ser lêva tirsê
Û bila heta banê xwedê girî û ken me hildêrin
Derwêş in em, rêwî ne,
li hêviya maçên baran û axê
……..
Em bûn me çiya kedî kirin
Pezkoviyan li ber sirûdên me sema digerandin
Dar û av û lawiran li ber dilovaniya me serî
çemandin
Em in lawên wan çiyan şopepiyên me çîmenên
deştan afirandin
Em ê bimînin çiya û deşt
Em ê bimînin xweza û bext
Em in parastina hebûnê
Heyva Cerehê
Refên qitikan...
ber bi ava Cerehê dixoriyan,
em jî, bi pêlên refên hesretê....
hogirî wan dibûn
Em û çem û qitik ....
civanê germa rojê bûn,
bi hev re bi firê diketin,
Cereh ji me dûr ket,
na em ji Cerehê dûr ketin,
lê qitik, ......?
hîn li Cerehê dihêwirin......?
Yan ew jî, bi agirê dojehê,
ber bi dilovaniya penaberiyê,....
rêwî bûn........?
Tenêbûna Cerehê serxweriya te dihejîne welato
Ev şev min û Cerehê li hev dialîne
Li wan kavilan dîsa dibim nêçîra qitikan, leylanek
bêcir e te li şevên min dialîne …
Dîsa refên qitikan ketine rikberiya Cerehê
Nizanim ne Kanîgur e, ne Warikê kewa û ne Qubika
wêran e tevna sergêjiya min dirêse
Ez û heyv bi guliyên şevê di xewnê de noq dibin
Di hinavê xewnê de xewnan dinoşin
Diyarê Felekê jî weha aram li sînga xwedayekî
sermed destana Cerehê dihûne
Ne ez ji xewnê diwestim û ne heyv ji nêçîra qitikan
Û qitik sersemiya min dirêsin
Ez nêçîrvanê xewnê li davkên xwe dilikumim û
leylan ji xunava Cerehê difûrim
….
Li bin dara tûyê min dilê xwe raxistibû
Tûya li ser kaniya gund
Wek her roj tu bi darê re hidiperikî çivîkê
Kanî mişt bû ji avê
Dema min xwest te di nav zelaliya avê de bigirim
Tûyek ji nav tiliyên te firiya
Mîna ava jiyanê li ser lêvên min heliya
Bêhay, lerizîm
Tevizîm
Mîna sirûdekê li nav pêlên navê te gevizîm
Sil bû çivîk
Tû behitî, kanî bêreng ma
Memikên şemamokê ne ev hesret, de hilo danheva
penîrokan
Silavgeha me hîn me dipê, xerpîşokên yariyên
zaroktiyê
Û weha Girê Helîmokê dilovan bi ser me de noq
dibû
Bêdeng be! Êwirgeha me bila nebe hêlîna qitikan
Ma me nabînin dema bilind difirin?
Ma ne helkehelka dilên me ye wan sil dike?
Na, nêçîrvanên kulihan dibin mêvanên aramiya me
Penîrok û şemamokên me talan dikin
Mirîşkên me di qinikan de wêran dikin
Leşkerên devehan me ber bi qedera me koz dikin
Toz in, agir û roja me neçar dikin
Û weha dilovan awira dawî li dilê qederê çilmisî
Em çûn û qitik sil dirêsin
deveh û kulihxwer
Cirîda dawî li dilê agir û rojê didin!
Min tu sipartî dilê çiyê ma tu nizanî?
Beybûnek yekta hildiperikî berbejna rojê
Ne tu westiyayî ji semayê, ne ez ji bêciriya peyvê
Ma kîjan helbest dikare te bibêje?
Tu peyv î
Destpêk û dawî bi te tê pê
Serê Kaniyê
Ji pencereya birîna xwe keserek kûr avêt nav têlên
rêsayî
Xwedê û firîşteyên xwe bardikirin pişt sînor
Kûçik jî hîn direyîn … Li ber pasevanên Romê dûv
dihejandin
Ev der Serê Kaniyê ye yan Sînema Amûdê ye?
Doh jî îro bû … Tenê xwîn dûriyan dişewitîne
Axxx eger ne ji qebqeba vî kewê malwêran bûye dê
bigihîştime vî çiyayî
Waaa çiyayooo! Ma tu min nasnakî ku dibî
hêwirgeha kewan?!
Çiya hêdî hêdî dihêrifî, dibû agir û şîlana biçûk
dikişand nav dilê xwe … Bavooo min tenê nehêle,
diya min jî çû!!! Ji kewan ditirsim bavoooo!!!
Keriyên berazan berjêr dibin û ez li ser zik û piştê bi
mayîn û têlan re kêferata mirinê dikim,
ji Bagokê heta deşta Binxetê bêndera laşên
kulîlkên min e.
Ez xwe li singoyan didim, festîvala teyrên kelaxan
dilorînim,
û ber bi Serê Kaniyê birînên Helebçe hildidêrim,
ne çavên min ji xewnê têr dibin, ne jî birîn ji êşê,
û weha kelegirî cendekê xwedawendekî hildigirim.
Ma tu dizanî kengî serleşkerekî mîtanî digirî?
Ma tu dizanî ji kîjan birînê xwedawend bêhiş dibin?
De babide xencera xwe di pişta min de babide!
Birîna îro û doh li hev bialîne!
Ji Serxetê heta Binxetê xewna bavê min têlên
rêsayî dişewitîne, hîn neriziyaye
Ji Helebçe heta Serê Kaniyê sirûda bavê min banê
ezmanan dilerizîne, hîn zûwa nebûye
Ji xwîna min heta xwîna min agir û volkan e, hîn
neçikîyaye
………
Nûjîn
Ey guleya bedbext heta kengî vîzvîza te li bedena
min dê sirûdên êşê binehwirîne
Danê sibê tu başûrê dilê min dihetikînî
Nîvro bakurê kezebê tu dikî firavîna seg û guran
Doh jî li rojhilatê min şîniya rûreşiya te bû
Rojavayê min nû semayê digerîne …Nûjîn e!
Simbilê poşmaniyê li ser lêva min netewîne
Ez bi çîrokên dapîra xwe bi heftê û du gulan te
didim poşmaniya tawanê ey gule!
Keça min! “Ji heftê û du miletan re xêrê bixwaze bila
yê heftê û sê tu bî“
Te çîroka dapîra xwe bo wan got berî xwîna
pêxemberên xwedê birijînin û di perestgeha tawanê
de serê xwedê bi bilindkirina navê wî bibirin ….!!!
Ma te got wan tu kî yî? Tu cî yî? … Nûjîna Rojava
Te got wan xwedawenda jiyanê bi navê xwedê
nekujin?
Te got wan şûrên we di beşdariya xwîna firîşteyan
de riziya ne?
Te got wan dema dapîra te lavija beyaniyê
dinehwirand: „Xweda bi hana 72 miletî ve were û
emmm …” bi hemen şûrî serî hat firandin ….
Te çiroka Mîrê Kor û koma jinên jêrzemîna Lalişê bo
wan vegote …Nûjîn ….
Siwarên Rojhilatê ne em Nûjîn…. Bi kindirên kurên
diya xwe bi dar vedibin
Kewên gozel in em Nûjîn … Bi dafkên kurên bavê
xwe tune dibin …
Çîrok nayê dawî, her roj di xwîna me de xwe dubare
dike …
Bila şikeft û berehên vî welatî bipeyivin ka çend
derya xwîn romana me bi dawî dikin
Bila çiya bipeyivin ka çend darbestên xwedê di
hinavên xwe de kom kirine
……..
Firek mey maye û bila peyale di xwîna min de
bişewite … ez sermest dibim hun jî govenda mirinê
bigerînin …
Peyv
Peyvek bû got û ber bayê ket
Xwedayekî ji tozê bû hêrfî û bû moran
Dibe jî xewnek bû, tiştekî weha nebû
Ne em bi hev re çûbûn nêçîra qitikan ne jî danheva
penîrokan
Vê perdeyê jî bigire, darbesta xwedê ye soz
Momek din jî vemirîne, xwe bisipêre bagera peyvê
Û noş şevê ….
Rimbazek bûm li goşeya çiyayekî ji bîrkirî
Derwêşek bûm li anîşka lalişekê bi hatin û çûna rojê
re liba dibûm
Min bedena xwe dida ber êgir û ronahî li dilê tariyê
gur dikir
Ohhhhhhhhhh xwedê tu heftê û du miletan biparêzî
û em jî teva …
Û ji beyabanê kulehên mirovxwer pêl dan ser min
Laşê min goşe bi goşe neqirandin
Kirim serada hemî qirêjan
Hestiyên xwe dixwim piştî goşt bû para kulehan
Şeva min necefilîne, bihêle serê wê bi wodka bişom
Li hembêza peyalê û asîmanên çavên te bêhejmar
Weha zelal hêstirên firîşteyan diçirisin
Firek ma, min tev neda …
Bêciriya qederê ez li hembêza te qef kirime
Şev sitar e …
Peyalê hilda tenê bibêje noş
Bila hişê me bibe tariya şevê
Îşev ez ê bibim mey
Ez ê bibim firek wodka li ser lêvên te
De min binoşe heta şev li me bigere
Em xalepirs in li ser eniya xwedê
Sînor!
Sînor Perçeyek ji termê xwedê ye, zemîna dil
bergor dike
Dilê dayîkekê li ser têlek rêsayî
Bîranîna bavekî ji zarokên xwe têrnebûyî li ser
mayînekê
Epriya evînadarekê li nav têlan dîl mayî
Sînor çîroka welatekî ne welat e
Sînor dêw e, ji xwarina me têr nabe
Sînor teniya binê sêlê ye, me rûreş dike
Sînor …
Sînor em in, ji xwekuştinê têr nabin
Welat
Destên xwe davêjim guhê xwe tiliyên min diweşin,
Li pişt min qebqeba kewan, qamçiyê qederê li stoyê
min dipêçe
De werin malê mirî!
Vî welatî bêpere difiroşim!
Ev welat nifira qederê ye
Ji kulehxweran heta bi pêxwasên beyabanan
şevêniya livîna wî dikin
Xwediyên wî pêzewanên şevjenîna zinêkaran e
De bila biqîrin li ser xwîna keçikaniya te welatooo!
Tekbîiiirrr, Alahûekber ….!
Qelenê te ji Roma Reş hatiye girtin welatooo!
Bazirganên te li meydanên zinêkaran didin cirîdan
Tenê kurtepistekê di guhê şevê de dixurbilînim
Zimênî bi gerdûnê dikeve …
Meyxane tarûmar dibe …
Noş …
Ava jiyanê diherike ji dilê peyalê
Waşo Kanî ye ev der …
Û li ser milên zinêkarên tariyê darbesta xwedê
Ma çawa dê neqîrin peyalên meyê
Noş ….
Tu min nas dikî ez kî me?
Ez nifira berbangê me
Ez derya û volkan im
Ez ketin û rabûn im
Ez berxwedan û têkçûn im
Ez Habîl û Qabîl im, tovê kuştina xwe me
Ez kew im birayê xwe kaş dikim mirinê û bi kindirê
stoyê wî xwe bi dar vedikim
Te ez nas kirim, ez kî me?
Ez çil miliyon bêcî me
Di lavijên xwe de jî seyr im: Ya xweda tu riya birayê
min venekî û li hana dijminên min werî!
Te niha ez nas kirim ez kî me?
Ez ew ker im, ker hatim û ker diçim
………
Laliş
Ji Silavgehê heta deriyê Kaniya Sipî ez ê bi navê te
biqîrim
Hey hana hey hana û li ber kela dilê te baba
derwêşek bisotim
Sirûdek bêmirin î li wî gelî pêl didî
Ez Mîrmih im Mîrmih, piştî sed şewatên din dîsa li te
vedigerim
Û li ber bejna te ez ê her binehwirînim: „ Xerîboooo
şevên payîzan dirêj in …“
Ez kesera îskên girî me li ser lêva te zîz dibim
Erdhejê bi banê gerdûnê dixim
Sibe jî li ser dilê rojê zîl didim
De were em bibin dareke zeytûnê li wî geliyê pîroz
Sîbera xwe berdin dilê evînê
…..
Birîn
Ji şevê heta bi şevê, roj bikene
Ew dengvedana vejînê ye
Ji rojê heta bi rojê, şev bijene
Ew serlêdana birînê ye
Ez ê doh jî, li hêviya te bimînim
Dibe ku par te bibînim
Û sibe xwe bi dar vekim
Weha bedew were
Bi bişirîneke xweş,
bi giriyekî nerm,
stêrk dikenin
Bîna payîzê difûre
Tije tov
Tije jîn
Tije xwîn
Û bihişt dibişkive
Ma tu bariyayî?
Mendelhoş dilopên xwînê, gul vedibin
û çav birçî, li xewna doh digerin
Ji çemê Aras heta bi welatê berfê,
pêxwas bihûne guliyên xewnê
Ji geliyê Zîlan heta bi Qamişloka xwînê,
sermest bihejîne liva birînê
Ji xwîna Amedê, Hewlêr û Mihabadê,
birîn dipirse; kî yî tu?
Ez ne kes, ne tişt, sermed li paxilê dîrokê, bêcir, ji
sêdaran şîr dimijim
Îro
Îro dîsa serê sibehê berî razanê, dema civîk diçûn
tobê û dinya di hawar û halana stiranê de mest û
serxweş dikirin, qehweya te ya berî çend salan li ser
masê bû. Hîn ew peyaleya ku cara dawî lêvên te li
ber ahnega civîkan di bin barana maçan de hiştin li
hêviya te bû. Ne peyale hatiye guhertin, ne jî sibeh.
Weha şêrîn û nazik herroj dibin mêvanên dînîtiya
me. Em bi hev re şevê rêwî dikin û bi zîzbûna
dengê keser û nalîna Mihemed Şêxo diçin êşek din.
Peyale ji êşê tije qehwe bûye. Sibeh gerdûnê ji
azarê diafirîne. Tu jî, perestgehên bûkên berfê li
Çiyayê Şerefdînê, alên ji keser û fîxanan rêz dikî.
Gelo çend perestgeh avabûn û hîn peyale her sibeh
ji êşa te dilerize.
Îro dîsa tu, mêvana nebeşdar, vê şevê bi rê dikî û
min dispêrî êşek nû. Roj êş e dema di hesreta dîtinê
de, xwe noq dike dilê xewnên têkçûyî. Ber bi
asoyên ji mij û moranê şivîleya bagera windabûnê
weha zîz û xemgîn mîna dengê stirana me
dilerizîne. Em êş in dema em bi şîrê qedexe, guneh
û gunekariyê tên firşikkirin. Êş gerdûna me ye dema
em di cîgera dayîkan de biyan tên afirandin, biyan
çavên xwe li jiyanê vedikin, biyan ber bi biyanî û
windabûna xwe de dibin rêwingî û biyan ber bi
mirinê ve diçin. Zemîna me biyanistan e, gora me
biyanistan e, jiyan û mirina me biyanistan e.
Paşxane
Gul beyaniya xwînê kelegirî bi sirûda seremergê li
welatê leylanê pêşwaz dikin …û welat ji bêciriya
qederê siwarên tariyê beroxir dike …ne welat ji
xwînê têr dibe, ne gul ji sorbûnê û ez pariyê devê
mirinê di bendemanê de, yek bi yek firîşteyên xwe
bi dojehê serwext dikim ……
Hoyyy çiyayooo!
Te çend caran hinavê xwe ji vê êşê re vekir?
Te çend caran zarokên xwedê di dilê xwe de
veşartin?
Ji siltanan, ji mîrekoran, ji koremarên birayan …
Tu çend caran di wan zinaran de mirî û dîsa ji zikê
xweliyê şîn hatî?
Ma tu têra çend fermanên din dikî?
Tu têra çend êşên din dikî?
Tu têra çend xencerên birayên xayîn dikî?
Di berzbûna te de hîn dengê Dawidê Dêwid pêl dide
Niha jî neviyên wî sirûda manê bi dengê zarokekî tî
dinehwirînin
Destek li ser çekê yek hêstirek bêdîn ji çavekî
qehreman pak dike
Çavekî ku fêrî girî nebûye
De binehwirînin: Em li vir hatin, li vir in û li vir
dimînin
Em zarokên rojê ne, agir jî nikare me bişewitîne
Lê xayîntî êş e me piştxuz dike
… Û Ez ji min dizîm
Li kenarê xilmaşiyek sersem,
xuşîna çêm, me bi bişirîna xewnê radizand
Payîzokek mişexte,
bi ahenga Seremergê,
ava çêm miçiqand,
şev talan kir,
… ez bêdeng cefilîm,
li dengê Terqînê siwar bûm
bi bîna şevê…
ev sersemî…
ew bêrî…
seranser…
Hezarcar hatim silavgeha perestgeha te
Hezarcar hatim cihê civanê
Hezarcar bûm perçe û parî
… min xwe nedît
Mişextiya xwe li kolanên tenahiyê diçêrînim
Bi heyranokan payîzokên te radizînim
Perçe û pariyên xwe dikim seyrangeh,
li pêşwaziya hevdîtinê radixim
Li ber derî,
li qerexê çêm,
li kenarê mirina yekalî
ji bo maça dawî, dibim bişirîna bişkuvîna sorgulan
Ev zarîn,
xweristiya hejîna bejna te ye
bi bêrîkirina bîranîna lêvan,
ber bi perestgeha dilê tarî,
bêhejmar çûna min ber oxir dibe
hatina min wêran dibe
Dîsa dimînim,
li xwe digerim,
te nabînim…
Siwarê rojê!
Ma qedera te ye li pey pezkoviyên sil çiya û çiya
êşên me disipêrî govenda bagerê?
Ne çiya ji te têr bûn, ne jî pezkovî tên hedanê
Bizota dilê te ye erdhejê dike sînoran
Gavek li Amedê, yek li Sine û Mihabadê û ji pêsîra
Azmir û Berzan tu zîz dibî li Waşûkanî
Lehiya hawara te ye gurmînê dixe Qamişlo, Rojava
pêl dide
De binehwirîne sirûdek mîtanî siwaro û ber bi dilê
rojê hildêre mirina dîrokê
Îro vejîna te ye
Ji nû ve hestiyên me tên dîlanê
Siwarooo …!
Destên xwe bipelîne li ser têlan
Ha li wir …
Laşek, didu, sisê, ….
Hêstirek, didu, sisê, …
Hêviyek, didu, sisê, …
Bihejmêre çend dilên dayîkan, bûkên şevê,
evînadaran li ser mayînan daleqandîne
Ne çavên te westiyan ji hilperkîna şevnemê, ne jî
hespên xewna min ji cirîdan
Sor e reşahiya hêviyê dema tu di xeyala min de
diçikî
Ma ew çi şîn e di çavên te de diçirise û bi ronahiya
berbangê ken dide girî?
Tariya şevê sor dikin bîbikên çavên te
De were bêxewiya min bixemilîne bi reş û sorê xwe
Ji bîr neke çend dilop şîn bi ser sipiyê dilê min de
biwerivîne
Firîşteya xewna min …
Şêtxane
1
Bêdengî heytehola dojehê ye, birçî agir dixwe
Xewn e xewn ev zikên ji êrîşa kulehan wêran dibin
Û Mele Xatiyên me hîn li ser segoyên wan diçêrin;
silavê li lavija mirinê bikin,
em in yên bi werîsên xwe bidar vedibin
2
Dîsa tu yî keça Agiristanê?
De bibare, baran bibare,
ez û tu û xwelî û siya welatekî ji xewnan li tevna
hesretê dihêwirin
Weha nerm bibare mîna xunava xewna me
Û li ser dilê vê şevê hêstirek ji bermayên hêviyê,
binixumîne sawa şînê
Awaza çilpîna te li mija sersemiyê pêl dide
Lê şev hîn jî, bêcir e, me teşiyek vala dirêse
Bêhna xweliya payîzê, çilpikên te û şeva serxweş,
3
Doh jî hun ev bûn, îro jî hun ev in!
Hun hîn ji kujtin, talan û komkujiyan têr nebûne!
Lê îro hin navê qehreman û lehengan li we dikin!
Di bazara kuştina me de hun dimînin hun!
Sûr û bedenên mîrnişîniya we ji qoqên serên me
bilind dibin!
Hawara keçên me mûyekî ji mirovahiya we nahejîne
Bikujin heta hun dikarin!
Giyanên me dibin sêwana welatekî rûreş!
4
Firîşteyên me li ber bejna te dibin mom Waşûkanî
…
Ji bo Ahora hembêz bike Zeredeştê Mîtanî ….
Dîsa xwîna me di dilê Xwedê de erdhej diteqe
De bila bipijiqe rûyê qederê û biqîre: Em li vir bûn, li
vir in û dimînin li vir
5
Li kolanên mirinê xwe û bîranînên te bi firtoneya
derbideriyê hildidêrim
Ne ez ji revê westiyam û ne tu ji wêraniyê
De giyanê min mîna kelemperekî zûha berqef bike
Bila liva dawî li nav hinavê te bê hedanê
Nimêja gulê ye li ber bejna agir ew aramiya te
Min doh xwe neşişt, mistekê ji bêhna te serxweş
hiştibûm
Ez doh nekeniyam, hîn kenê te awazên biharê dirist
Ez doh negiriyam, lalayên rondikên te çavên min
perde kiribûn
Bêhna xwe bibe, serxweşiya min bihêle
Kenê xwe bibe, bihara min bihêle
Giriyê xwe bibe, min bi lala sernoş bike
6
Mîna çîrokek bêwate di ser siya xwe re difirim
Ez pêlek deryayê me bêxew serê xwe li zinarên hişk
didim
Serpêhatiyek jibîrkirî me li ser kenê bêciriya xwe
Min roj winda kir, heyv winda kir, xewn winda kir
Li qerexê şînê bişirîneke xemgîn im
Siwarê rojhilatê bûm, kewbirayên min li davkên
fermanan siwar kirim
Bi lavija sibê re roka min talan dikin
Min ji bîr kir ku havênê axê bûm
Min ji bîr kir ku sirûda beyanê bûm
Min ji bîr kir ku dendika gelekî xwekuj bûm,
xwe di agirê biratiya hovan de dişo
Min ji bîr kir li kîjan fermanê hatim kuştin
Li kîjan fermanê hatim şewitandin
Li kîjan fermanê hatim serjêkirin
Li kîjan fermanê hatim revandin
Min ji bîr kir ez kî me, ji ku hatim
Tenê nalînek li qerexê windabûna min
Lavija dawî ya dayîka min
Li bin kêra kewbirayê min:
„Xwedê heftê û du miletan biparêze û pişt re jî min“,
li kolanên reva xwe digerînim
Rêwî me ez îro bêser û ber
Di leylana xewna xwe de
7
Pişta xwe dabû latekê û ber bi asîmanekî bêxweda
ve dizûriya
Kes dengê te nake kalo bigirî û ha bigirî
Ji asîmanan av nayê, nan nayê, baran jî xwîn e
8
Bihêrifîne sînga min, hêlîna kurmên xwexwer e ev
beden,
neponije bi ser birîna min de,
li vir bazar e li wir bazar e û ev rekeha rût û birçî
nikilên kewan dipê.
Kûr bajo, di bazara xwînê de dil jî tên xwarin
Tewşo mewşo bûye ev xweda, lê kî ye xweda?
Tu yî yan ew e?
Bazirganên vê xakê xwedawendan jî dikirin û
difiroşin
De bes e êdî min jî bi nikilê xwe bixwe
Bila bazar bi ser canê min de bê girtin
Wax çi bi saw e ev taristan!
9
Biwerive ji dilê gulê,
şevnema li ser rûdêmên sibê
Mendehoş, xirecira derengmayî di awirên te de
dişewite
gerînokên hesretê, lawaziya îskeîskan,
lavelava waqîna kundan dinehwirînin
pêlên razên te hildiperikin berbejna asoyan
di ahengên serxwer de noq dibin peyv
ew tilîşopên hîn neşuştî li bedena sar
di bendîxaneya bîranînan de te dipên
û ev ez, namîne ez
perçeyekî dîl im ji dengvedana sirûda seremergê
bêalî, li aliyên te pêl didim
Dema xwîn helbestê dihûne
Dema rênca zikekî birçî peyvê lal dihêle
Dema sanca kezeba dayîkekê hawarê bêdeng
dihêle
Eger heme wê demê nebim dengvedana giriyana
êşê
Bila ez û helbest tev bişewitin…..!
10
Serê vê sibê dil dixwaze bi baranê re bibim xunav li
dora giyanê te biwerivim
Ne baran rê dide min xwe bibînim, ne tu dihêlî bi ser
xwe ve bêm
Weha ber bi jor di valahiyê de difirim, li peyvên te
dilukumim
Sibeha te bi xêr periya min!
Îro jî li bin baranê li te digerim …
Ev tu yî li dilê min didî yan dîsa kurtepista birînê ye?
Eger îşev Giwêj û Ezmir bi ser bejina şeva te de
xeliyan, zanibe li ber pencereya te weha hêdî hêdî
baran dibarim,
ez ê li ber xewnên te liba bibim, tenê lêdana dilê te
bihejmêrim ….
11
Dema rewaniya peyvê ji dilê êşê diherike, tenê birîn
dijene
Êş dibe asîmanekî sermedî, gerdûneke mişt ji
birînên vekirî
Ber bi asoyên girtî pêl dide
Em mirov êş in, li şewatan çep û rast dihêwirin
Em mirov şewat in, çep û rast li birînan dihêwirin
Ne birîn tên girtin, ne şewat vedimirin
Em mirov in Hekîmoooo
Em kul û şewat û agir in
12
Mîna kuliyek berfê
Nizanim ne ji rûyê Ezmer ne ji Giwêje hilfiriyam
Heta derengê xewê li ber pencerê
Erê ez bûm ew hawar û heytehol
Ma te pêjna min nekir?
Were em biçin Serçinar, firek mey binoşin
Eger ez mam dê xwe berf di piyaleya te de
hilweşînim
Çiwarçira me dipê
Şev têra xwe tarî ye, tu jî neçe ava …
13
Êşa min rûreşiya te ye, piştî çend komkujiyên din tê
li rûyê xwe yê reş temaşe bikî!!!
Minminok im, bi evîna agir xwe bi agir dişewitînim
Li nav mirinê jiyan zîl didim
Min bikuje heta tu dikarî
Min bişewitîne heta tu dikarî
Ez evîn im tenê heskirinê nas dikim
Tîjkên agirê bedena min germiyê didin dilê te
Sariya mirina min berdewamiya bedbextiya te ye
Ne bi fermanan tune bûm,
ne jî bi reşiya dilê te min evîn winda kir
Ez her mam û dê her bimînim
Û dîsa dê ji te hes bikim
Êşa min rûreşiya te ye
Ma piştî çend komkujiyên din tê rûyê xwe bibînî?
Ev welat nifira qederê ye, qedera devê mirinê ye
meydana cirîdên siwarên mirinê ye
Ev welat qayîşê bi kînê re dikişîne,
evîn xewnek tirsê ye li vî welatî
Rojhilat e ev welat û roj ticarî lê hilnayê
hirç û deveh e ev welat
Ew ne baran e keça Agiristanê!
Dîsa ez bûm hatibûm civanê şemamokan
Çend caran dilê min li pencerê da, tu şiyar nebûyî
Kurtepista Azmir ez kişandim nav hinavê xwe
Ma tu hîn li wir î?
Giwîje hesretên nîvco ji şevên bêxew re dinehwirîne
Ne ez ji fira xewnê westiyam
Ne tu ji xunava baranê
Şev dilê me şil dike
Hêstirên xwedê ne firîşteya min
De bila kizîra şewatên hesretê me hildêre
Em ê rojekê baran bibarin
Şîlanên derengmayî dê li nav ariya me zîl bidin
Çîrok hîn dawî nebûye
Em destpêk in destpêk
Ez naxwazim bi şev bimirim, hevala tenahiya min e
şev
Ez naxwazim bi şev razim, mijûliya êşa min e şev
Ez darbesta xwedê li milê hesretê dikim bi şev
Hêviyê li kulê siwar dikim bi şev
Bêdeng e şev
Bisaw û tirs e şev
Û şev hogira razên bêhûde ye,
xewnan dilorîne şev
Her ku şev giran dibe zimanê min li navê te hiltepile,
şev diçe ava û navê te berbangê vedide …
Tu li sînorê şev û rojê min pêşwazî welatekî bêxew
dikî …
Ma tê kengî li min baran bibarî da ji bêxewiyê şiyar
bibim û li aramiya çavên te bihêwirim ….
Navê te ez fêrî zimanê baranê kirim dema xweliya
payîzê bi maçan gêj dike û bêhna te jê difûre,
erê bêhna te yekîtiya maçên baranê û xweliya
payîzê ye ….
Çavên xwe negire bila şev dirêj nebe,
hezar şeveq ji wan dipijiqe
Tûya li ser bîrê me dipê,
em karwanê rêdûr ji hizra şevê westiyayî, li Warikê
Kewa û Kanîgurê xewnan diçêrînin …
Şahsiwara sozên têkçûyî!
Xaniyekî kevirî, çend mirîşk, çêlekek û mihek jiyanê
ava dikin?!
Ma li wî xewnewelatî hîn mirîşk dijîn?
Îşev mêvana min tenê şev e
Ji şevê wêdetir çend perçe û pariyên bêrîkirinê
Çend bîranîn û çend hêstir
Heyv jî li asîmanekî tije tarî xwe bi dar vedike
Û weha melûl serpêhatiya sêdarên stêrkan vedibêje
Ji têlên rêsayî bigire heta mayînên bêbext
Ji singoyên roma reş bigire heta şûrên pêxwasên
kulîxwer
Ji kewan bigire heta bi dafkên birakujan
Ma çawa dê xwe nekuje Mem şevê?
Îşev mêvana min tenê şev e
Ez li tayên tariya wê dilukumim
Ew bi zincîra êşên min diwerive
Ez li kûrahiya razên wê dihêwirim
Ew bi kûrahiya birîna min dihêrife
Hiş be şevê!
Wa karwan sînor derbas dike,
nizanim çend laş li ser têlên rêsayî man,
nizanim ne li Serxetê man yan li Binxetê,
li jêr û jor têl û mayîn dilê vî welatî dikin nexeşeya
xwînê
Û çav kund e, di bendemanê de sînor dimîne
Erê sînor!
Ma tu nizanî sînor êş û xwîn e şevê?!
Em kurd in
Ji xwe ditirsim
Ji we ditirsim
Ji wan ditirsim
Ez di tirsê de dibim tirs û tenê xwe di tirsa xwe de
dikujim
Carekê ez bombe di mejiyê xwe de diteqim
Carekê hun bombe di mejiyê min de diteqin
Û herdem ew bombe ne di mejiyê min de diteqin
Em kurd in
Em niviyên miletekî xwexwer in
Em xencera pişta birayê xwe ne
Em melhema birîna kujerê bavê xwe ne
Loma em bûn kole û her kol ne
Rojekê serkêş bûn, îro barkêşê dijminê xwe ne
Me ziman bi der da, me tore bi der da, me xwe bi
der da, em dijminê hebûna xwe ne
Kuliyên çolistanê ku ter û hişkê me kirin serada
bênderên xwe
Em bûn kelemperekî ziwa û bûn bela serê xwe
Kulî bûn malxwê pîroz, em bûn bahoz û toz
Otilje
Çend peyv bûn, ew jî li ser lêvên te şikestin
Çend gul bûn û ji henasa birînên te çilmisîn
Çend xwedawend bûn xwe li ber piyên te bidar vekirin
Ma çend ez dê ji afatên te ber pêlan bikevin hachacîka
min?
Sefirneya dilê min e hêlîna heca te
Ne zistan e, na na bihar e loma tu hatî
Li hatina biharê poşmaniyê nerêse
Em kavilên vî gundî ne, nobedarên goristanê
Diyarê Felekê jena dilên me dipîve
Lêvên me li tûyan dilukumin, sor in tûyên bîranîna me,
miz in
Mal hêrifîn, tû dimînin, dîdarên bextreşiya me ne
Zimanê tirsê
Xwe li şeva me nepêçe, em û stêrk li guşên guliyên
te dilukumin …
û çîrok ber bi asoyê ve şêt dibin …
Zimanê tirsê ye me û şevê di hev de diqumiçîne
Em zarokên tirsê ne, çîrok me dikin tirs
Em tirsa xwe bi tiresê dilorînin
Çîrokên tirsê xewnên me dihejînin
Em ji tirsê ditirsin,
kelehên tirsê bi çîrokên fermanan ava dikin,
tirsê tê de, wek şahanşah bicih dikin û gerdûnê bi
tirsê dixemilînin.
Em zarokên tirsê ne,
bi tirsê re şîr dimijin, pê re dilîzin û rêwîtiya bêdawî
di rê û rêbarên tirsê re diajon.
Neh mehan di çîgerê dayîka xwe de,
bi nehwirandin û lorîkên ferman, kuştin û revandinê,
amadeyî hatina jiyanê dibim.
Em tên û çavên xwe li ser tirsa dayîka xwe vedikin.
Bi mijandina şîrê wê re, dêwên heftserî me
daqulpînin,
lorandin û nehwirandina; sirûdên tirsê, çîrokên
fermanan, serpêhatiyên xwînê, rêwîtiya miriyan û
lavlava pêşwazîkirina çarenûsa reş, deryayek bêser
û bin ji êş û azaran rêz dikin.
Hêstirên tirs û êşê tevî şîr dibinn, agir li hinavê
zarokekî nûhatî û şîrmij gur dikin. Serpêhatiyên
qedera reş rêz dikin; Besê xwe ji serê zinarekî avêt
da ku nekeve nav destên wan, Xezala çavreş û
gulîdirêj birin, kes nizane çi pê hat.
Dest û lingên Şero girêdan û li pêş çavên wî, bi rêz
beziyan ser Xanima gulîzer, pişt re jî serê wî jêkirin.
Mêrên mala Guro hemî serjêkirin û jin û zarok bi
xwe re birin.
Binefşa ducanî, piştî bi dehan beziyan ser, zikê wê
çirandin û serê zaroka di zikê wê de jêkirin ……
Bi zimanê me diaxivîn, erê bi zimanê me, gelek ji
wan cîranên me bûn, me nan û xwê bi hev re
xwaribû ….
Di xewnên xwe de, bi dêwên heftserî re em şer
dikin, em dibin xwarina koremaran, dibin êrîşa hirç û
gurên çiyan, keftarên bi awayê microvan.
diyên me revandin û em sêwî hiştin, serê birayê
mezin jêkirin, bav kuştin, xwîşk revandin, bi tirsê re,
giyanê me hemî dibe tirs. Tirs dibe lehî û bager û
em ji zinarekî avêtin zinarekî din. Dema em şiyar
dibin, em xwe diavêjin hembêza diya xwe, em
nizanin ne em xwe diparêzin, ne wê.
Em ditirsin ku wê birevînin û me sêwî bihêlin, yan jî
me birevînin û agir li dilê wê gur bikin.
Ez mezin bûm û ber bi pêlên vê tirsa malwêran
ketim.
Di mejiyê me de ferman dibûn keleh, kuştin dibû
keleh,
revandin dibû keleh û jiyan hemî dibû fermana tirsê.
Ji xwe ditirsin, ji hevalên xwe ditirsin, ji cîranên xwe
ditirsin û ji tirsê ditirsin.
Em hêzê didin xwe da ku bi xwe bidin pejirandin ku
ev hemî çîrok in,
ne ferman hebûn, ne jî çêbûne.
Ma çawa birayê mirov bikaribe bavê mirov bikuje?
Ma çawa xwîna mirov diya mirov birevîne?
Me bi hezaran xalepirs danîn ser kiriyarên Bedilîsî,
Bedirxan, Mirê Kore … û yên din?
Me bi xwe da bawerkirin ku kurd nikare kurdekî
bikuje, wî talan bike û jina wî birevîne!
Me bi xwe da bawerkirin ku kurd wê ticaran nehêle
ferman çêbibin!
Me bawer kir ku Kurdistaneke bêferman wê ava
bibe!
Lê Şengalê serê me li dîwarê rastiya mirinê da.
Şengalê teqez kir ku hîn neviyên Bedlîsî, Bedirxan û
Mîrê Kore li jiyanê ne.
Em jî tirsa xwe wek tûrikê kurmên Eyûb bi milê xwe
ve dikim,
ber bi dinyayê ve bi tirsê re pêl didim.
Em û tirs dibin hevrêyên jiyaneke tarî û çarenûseke
nenas.
Hun bêdeng bimînin biranoo, me û tirsa min
necefilînin!
Tirs nasnameya me ye, bi tirsê hatine jiyanê, bi tirsê
jî diçin!
Me bikujin, lê rêzê li êş û tirsa me bigirin!
Lê bizanibin em ê wek herdem ji nû ve zîl bidin
Em xak in, em havênê xakê ne.
Em hezar carî jî bimirin, em dîsa ji nû ve jîn dibin.
Ez bilûr im
Ez dengê êşê me gur dibim li gerdûna bermayên
xwe
Dil bi kêrekê hatiye birîn, kezeb bi xencerekê, gurçik
bi şûrekî û giyan bi diranên segên har
Bi xwe ji şewata birîna xwe re dinehwirînim
Ne heval, ne dost, ne bira
Ez sêwî me, sêwiyê qederê
Ez nizanim min li ku dest bi nalînê kir û wê li ku
dawî bibe
Li Gola Xelîl bûm masî û ferfitîm, ji Serhedê ber bi
Qoqasê herikîm, li Botanê ben li stoyê min li gaziya
diya xwe şemitîm, li Lalişê li jêrzemîna êtonê
peritîm, Li Şengalê dubare û sedbare ez şewitîm
Her xalek ji gewdeyê min kêra birayekî min, ne kêr
kuhbûn, ne ez şîrmijê êşê silbûm
Ez bilûr im, ji fermanekê heta fermanek din
dinehwirînim
Ez û kêr û xencer û şûr ji yek darê hatine birîn
Dara êşê, dara xwekujiyê
Dara Habîl û Qabîl
Ez bilûr im, nalîna min zeviyên xwedê dişewitîne
Û êşa min birayên xwekuj, birayên bavkuj, birayên
dêkuj bi semayê sersem dike
Carekê dibim kurhiliyê birayê xwe
Carekê dibim xalê birayê xwe
Carekê dibin xezûrê birayê xwe
Mîrate me, min par dikin
Û gewdeyê min bi darekê ve alandî, serî li kêlekê,
dinehwirînimmmm
Hoyyyyy bira bêpal û pişt im bira
Ez bilûr im, ji kokek resen, riziyayî, kurmî
Koka min xwe dixwe
Kurmê penceşêrê ye ev kok
Zarîna dengê min xwedê jî diherişîne, bêkêr dike
Bila xwedê û afrînerên xwe hemî bikevin temara
mirinê
Girî û kûrîna min hîn bilindtir dibe
Bi şewata êşa xwe ez ê agir berdim gerdûnê
Bila ev koka kurmî, koka şermê jî bişewite
Ne bilûr dimîne, ne kêr dimîne, ne xencer û şûr
dimîne
Ez bilûr im
Ji kokeke resen, dimînim dengekî reben
Bilûra şermê me, rûreşiya qederê me
Dengê ferman û talanê me
Dengê mirinê me
Ez bilûr im, bilûrrrrr
Nalîna min zûrîna keçeke li bazarê li hêviya
nameredekî
Bazara kirîna laş, bazara kirîna rûmetê
Li derdora min kewtkewta segên har bilind dibe
Serxweş û mest in
Gerdûn garan e
Û hin kewbirayên min; bi qebqebzirîn: Lêxin ew ne
kurd e, ne misilman e
Ew ne ji me ye, jiyan û rûmeta wê xweş talan e
Carekê bi nave xwedê têm kuştin, yekê bi nave
netewê
Çi bi we hatiye? Hun li nav xwîna min li xwedayê
xwe digerin?
Hun li nav êşa min li xwe û hebûna xwe digerin?
Ma kengî xweda û xwîna min û xwebûna we bûne
hevjîn?
Wenda
Mîna çîrokek bêwate di ser siya xwe re difirim
Ez pêlek deryayê me bêxew serê xwe li zinarên hişk
didim
Serpêhatiyek jibîrkirî me li ser kenê bêciriya xwe
Min roj winda kir, heyv winda kir, xewn winda kir
Li qerexê şînê bişirîneke xemgîn im
Siwarê rojhilatê bûm, kewbirayên min li davkên
fermanan siwar kirim
Bi lavija sibê re roka min talan dikin
Min ji bîr kir ku havênê axê bûm
Min ji bîr kir ku sirûda beyanê bûm
Min ji bîr kir ku dendika gelekî xwekuj bûm
Xwe di agirê biratiya hovan de dişo
Min ji bîr kir li kîjan fermanê hatim kuştin
Li kîjan fermanê hatim şewitandin
Li kîjan fermanê hatim serjêkirin
Li kîjan fermanê hatim revandin
Min ji bîr kir ez kî me, ji ku hatim
Tenê nalînek li qerexê windabûna min
Lavija dawî ya dayîka min
Li bin kêra kewbirayê min: „Xwedê heftê û du
miletan biparêze û pişt re jî min“
Li kolanên reva xwe digerînim
Xewn
Li navabera xewn û xewnê, xwe li wir, xewn dibînim
Rêwingî ne ez û heyv
„Diyarê Felekê“ weha melûl bi ser „Çemê Cerehê“
de pêl dibe
Me dikişîne xewnek din, xewn dibe xewn, xewnê
dibîne
Hîn jî deng zîz dibe „Lê lê dayîkê“, me di xewnê de
dike leylan
Ez
Heyv
Cereh
Diyarê Felekê
Otilce
Di xewnê de dibin xewn
Hişyar bibe lo xewnvano „ma tiliya min ketibû çavên
te“
tu ji ronahiya min birevî xewnê!
Bielefeld Sparrenburg
Em ji gera jiyanê westiyabûn, lê xewnên me ji vî
bajarê li bin piyên me mezintir bûn
Ji serê keleha kevin Sparrenburg me Bielefeld tilî bi
tilî dipîva
Bielefeld? Alman dibêjin ev bajar tune, lê çawa
tune?
Va em li bin piyên xwe dibînin, em wî hest dikin û jê
hes dikin
Em li kelehê siwar in û bajar me li ser baskên xwe
difirîne
me li hêlîna xewnan digerîne, gelo xewn li vir in yan
li wir in?
Vir û wir?
Cih toz e, cih bahoz e, cih di xewnê de siwarekî
li pişta hespekî boz e
li wir e, li vir e, dibe tevger û doz e
Bielefeld heye, ma kî dikare bibêje tune ye?
Piştî ku wir hat kuştin, ew cihê xewn û dîlana me ye
Em li wir tên kuştin û li vir serbest û azad jîn dibin
Em dikarin bibêjin cihê kuştina me welatê me ye?
Cihê jiyana me biyanî, derbiderî û tune ye?
Ev ne welat e, dêw e
Mirina yekem:
Şevek bêxew,
lêdana dilekî,
giyanek nû hat mirinê
Dayîk matmayî ji êşê hilçinî
“Xwedê bi bext mezin bike, te lawek anî”
Mirina duyem:
Welatekî jibîrkirî
kesekî qedexe û nenas
Mirina Sêyem:
Qedexe hat
Qedexe bû rêwî
Nenas li windabûnê hêwirî
Bi xewnek leylanî,
li welatên mirinê kelehên azarê dinijinîne
Kuştina di mirinê de:
Li kenarê dilê periyekê,
konê evînê vegirt
Rêwî bû
têhniyê bihiştê bû
wî riya dojehê girt
Bihejîne hêlana leylanê, bihejîne,
ji mirinên nîvco,
ji termên perperîkan,
ji giriyê stêrkan,
paytexta sersemiyê ye ev şev,
û ji mirinê heta mirinê,
sed kuştin,
yek girî,
ew û riya bêdawî di hev de tên cûtin,
ber bi asoyekî tune,
bêalî û bênavend dizîvire
Ji fermanekê heta bi ya din
Pêlek xwîn yek kîn
Yek girî û nalîn
Bêndera tozê hildidêre
Ev welat dêwê heftserî ye
Ne ew têr dibe ji mirina me
Ne em ji serhişkî û bêciriyê
Em di hev de tune dibin û dîsa zîl didin
Mona Lîsa Şengalî
Wêneyek ji Fermana 2014, şengaliyeke çavên xwe
ziq di dilê xwedê û mirovahiyê de çikandine, bi
awirên xwe xwedê û mirovên wî bêdeng dihêle û di
şermê de noq dike heta ku wan tune dike.
Çav diaxivin, xwedê û firîşteyên wî ji xwe şerim dikin
Awirên bêpeyv dîrokekê ji peyvan rêz dikin, jiyanê
dilerizînin, mirovan lal dikin
Kîn û nifreta xwazayê ne ew çav
Çavên bêguneh serpêhatiyên êşê ne Mona Lîsayek
xwezayî li Şengalê nîgar dikin
Mona Lîsa şengalî,
Çavên te,
di çavên te de xwedê dikene
na digirî
nizanim
ne dikene ne digirî
Di çavên te de firîşteyên xwedê xwe bi dar vedikin
Di çavên te de mirovahî di şermê de noq dibe
Di çavên te de bablîsokek ji girî
Şengalek kuştî
Kobaniyek birîndar
Afrîn û Serê kaniyê
Çirûskên xwînê vedidin
Di çavên te de em tune dibin
Çavên te nifira welatekî bêxwedê
Berxa min, Mona Lîsa şengalî!
Bigirî!
Bikene!
Di Çavên te de rûreşiya me derdibe!
Çavên te birûskan vedidin li tariya şevê
Nizanim ne baran e, ne xunava lêvên te ye li
lerizîna germahiyê dibare
Min nesipêre kela dengê Şeroyê Biro
„Hekîmo, şev birîn e“
Mîna berfînekê ji Çiyayê Şengalê raşêlehe çaviya
êşê
„Hekîmo, şev bê te êş û şîn e“
Windabûn
Li kolanên mirinê xwe û bîranînên te bi firtoneya
derbideriyê hildidêrim
Ne ez ji revê westiyam û ne tu ji wêraniyê
De giyanê min mîna kelemperekî zûha berqef bike
Bila liva dawî li nav hinavê te bê hedanê
Nimêja gulê ye li ber bejna agir ew aramiya te
Min doh xwe neşişt, mistekê ji bêhna te serxweş
hiştibûm
Ez doh nekeniyam, hîn kenê te awazên biharê dirist
Ez doh negiriyam, lalayên rondikên te çavên min
perde kiribûn
Bêhna xwe bibe, serxweşiya min bihêle
Kenê xwe bibe, bihara min bihêle
Giriyê xwe bibe, min bi lala sernoş bike
Mîna çîrokek bêwate di ser siya xwe re difirim
Ez pêlek deryayê me bêxew serê xwe li zinarên hişk
didim
Serpêhatiyek jibîrkirî me li ser kenê bêciriya xwe
Min roj winda kir, heyv winda kir, xewn winda kir
Li qerexê şînê bişirîneke xemgîn im
Siwarê rojhilatê bûm, kewbirayên min li davkên
fermanan siwar kirim
Bi lavija sibê re roka min talan dikin
Min ji bîr kir ku havênê axê bûm
Min ji bîr kir ku sirûda beyanê bûm
Min ji bîr kir ku dendika gelekî xwekuj bûm,
xwe di agirê biratiya hovan de dişo
Min ji bîr kir li kîjan fermanê hatim kuştin
Li kîjan fermanê hatim şewitandin
Li kîjan fermanê hatim serjêkirin
Li kîjan fermanê hatim revandin
Min ji bîr kir ez kî me ji ku hatim
Tenê nalînek li qerexê windabûna min,
lavija dawî ya dayîka min,
li bin kêra kewbirayê min: „Xwedê heftê û du miletan
biparêze û pişt re jî min“,
li konanên reva xwe digerînim
Rêwî me ez îro bêser û ber,
di leylana xewna xwe de
Şev
Îşev mêvana min tenê şev e
Ji şevê wêdetir çend perçe û pariyên bêrîkirinê
Çend bîranîn û çend hêstir
Heyv jî li asîmanekî tije tarî xwe bi dar vedike
Û weha melûl serpêhatiya sêdarên stêrkan vedibêje
Ji têlên rêsayî bigire heta mayînên bêbext
Ji singoyên roma reş bigire heta şûrên pêxwasên
kulîxwer
Ji kewan bigire heta bi dafkên birakujan
Ma çawa dê xwe nekuje Mem şevê?
Îşev mêvana min tenê şev e
Ez li tayên tariya wê dilukumim
Ew bi zincîra êşên min diwerive
Ez li kûrahiya razên wê dihêwirim
Ew bi kûrahiya birîna min dihêrife
Hiş be şevê!
Wa karwan sînor derbas dike,
nizanim çend laş li ser têlên rêsayî man,
nizanim ne li Serxetê man yan li Binxetê,
li jêr û jor têl û mayîn dilê vî welatî dikin nexeşeya
xwînê
Û çav kund e, di bendemanê de sînor dimîne
Erê sînor!
Ma tu nizanî sînor êş û xwîn e sevê?!
Sorgulên şînê
Sorgulên şînê ne çaviyên birînan
barana guleyan vî welat î sor dixemilîne
Stêr digirîn, fermîsk jî xwîn in
Çavşiloyî giyan cendekan dinehwirîne
Daristan e û ev hov weha dibarin: Xwîn, xwîn û xwîn
…
Ez, tu, em
Ez tu me, lê em …?!
Ez mezinê te, tu kole,
û tu koka min î?!
Wî wextî ez kurdunde me,
ocaxkor im,
kokek kurmî me,
bênevî me!
Ji diya xwe bipirse wê biqîre û bibêje kurê min ez
„SEBΓ me!
Ji bermayên fermaneke bi destê bavê te,
ez kuştî me
Erê lawê min bavê te serên pîrekalên dê û bavên
min jêkir,
agir li laşên birayên min gur kir û ez ….
Ez parçeyek ji „Enfalên“ bavê te me
Tu têdigihîjî çawa xwîn xwe jehrî dike?
Tu nas dikî çawa giyan xwe dikuje?
Tu dizanî çawa laş xwe parçe dike?
Tu dikarî vê êşê hest bikî?
Şewata agirê li navbera kezeb û kokê
Tu dikarî hest bikî,
bavê te bavê te kuşt,
bavê te xalê te kuşt, …
bavê te diya te …
Ev ne çîrok e, ne çîvanok e
Ez û tu ne ev êş
û hîn jî min wek libên genim dispêrî qerêş
Em li hev dihêwirin
Ba min û te li hev dihêwîrîne lawê min
Li nav welatan em li bayê digerin
De were berî xatirxwestina dawî, ez ê bazbendekî ji vî
reşebayî bo te birêsim
Li ser şopa çûna te dibe ku ev hêstira dawî bibe nîgar
Nîgara cudakirina min ji min
Û ez ê bimînin, peykerên tozê ji zuhabûna hêstiran
binijinînim
Ma rewaniya dilê me dê çi bike li vî welatê tozê?
Çavkaniya hêstiran jî zuha bûye lawoooo
Kizîra dilê me nikare qertelan bihejîne
Ew bi bêhna goştê mirovan serxweş dibin
Ez nizanim ne te beroxir bikim, ne xwe
Li şerê dawî dilê min gul biçîne berxê min
Û guleya dawî bila para kezeba dayîka te be
Em havênê êş û şewatan, girî dinehwirînin
Em ba ne, dibin bager
Ba û ba li hinavê nalînên xwe dihêwirin
Ez bilûr im
Ez dengê êşê me gur dibim li gerdûna bermayên xwe
Dil bi kêrekê hatiye birîn, kezeb bi xencerekê, gurçik bi
şûrekî û giyan bi diranên segên har
Bi xwe ji şewata birîna xwe re dinehwirînim
Ne heval, ne dost, ne bira
Ez sêwî me, sêwiyê qederê
Ez nizanim min li ku dest bi nalînê kir û wê li ku dawî
bibe
Li Gola Xelîl bûm masî û ferfitîm, ji Serhedê ber bi
Qoqasê herikîm, li Botanê ben li stoyê min li gaziya diya
xwe şemitîm, li Lalişê li jêrzemîna êtonê peritîm, Li
Şengalê dubare û sedbare ez şewitîm
Her xalek ji gewdeyê min kêra birayekî min, ne kêr
kuhbûn, ne ez şîrmijê êşê silbûm
Ez bilûr im, ji fermanekê heta fermanek din
dinehwirînim
Ez û kêr û xencer û şûr ji yek darê hatine birîn
Dara êşê, dara xwekujiyê
Dara Habîl û Qabîl
Ez bilûr im, nalîna min zeviyên xwedê dişewitîne
Û êşa min birayên xwekuj, birayên bavkuj, birayên dêkuj
bi semayê sersem dike
Carekê dibim kurhiliyê birayê xwe
Carekê dibim xalê birayê xwe
Carekê dibin xezûrê birayê xwe
Mîrate me, min par dikin
Û gewdeyê min bi darekê ve alandî, serî li kêlekê,
dinehwirînimmmm
Hoyyyyy bira bêpal û pişt im bira
Ez bilûr im, ji kokek resen, riziyayî, kurmî
Koka min xwe dixwe
Kurmê penceşêrê ye ev kok
Zarîna dengê min xwedê jî diherişîne, bêkêr dike
Bila xwedê û afrînerên xwe hemî bikevin temara mirinê
Girî û kûrîna min hîn bilindtir dibe
Bi şewata êşa xwe ez ê agir berdim gerdûnê
Bila ev koka kurmî, koka şermê jî bişewite
Ne bilûr dimîne, ne kêr dimîne, ne xencer û şûr dimîne
Ez bilûr im
Ji kokeke resen, dimînim dengekî reben
Bilûra şermê me, rûreşiya qederê me
Dengê ferman û talanê me
Dengê mirinê me
Ez bilûr im, bilûrrrrr
Nalîna min zûrîna keçeke li bazarê li hêviya nameredekî
Bazara kirîna laş, bazara kirîna rûmetê
Li derdora min kewtkewta segên har bilind dibe
Serxweş û mest in
Gerdûn garan e
Û hin kewbirayên min; bi qebqebzirîn: Lêxin ew ne kurd
e, ne misilman e
Ew ne ji me ye, jiyan û rûmeta wê xweş talan e
Carekê bi nave xwedê têm kuştin, yekê bi nave netewê
Çi bi we hatiye? Hun li nav xwîna min li xwedayê xwe
digerin?
Hun li nav êşa min li xwe û hebûna xwe digerin?
Ma kengî xweda û xwîna min û xwebûna we bûne
hevjîn?
Ez bilûrrrr im bilûrrrrrrrr
Ez ji bo fermanên tên jî dinalînim
Û dê her bimînim
Bistro 37
Ji jiyanê şemitîbû, miriyekî zindîbû, kolanên mirinê, ew
rêwî hembêz kiribûn
Şev sar bû, bajar dilerizî, periyeke bênavnîşan li şeva dilê
wî lukumî
Bi hev re ketin windabûnê
Bi şeva bajarê wêran re, çûn, hatin û jiyan serûbinî hev,
bi çîrokên êş û azarê ketin şopên dûr
Vegeriyan gund, çûn çiyê, ser sînoran, carna li zindanan
dibûn mêvan, carna li goristanan
Û Bistro 37 di bêdengiyê de noq bû, na ew bûn ketin çala
bêdengiyê
Bistro 37 bi heytehol bû, li dora maseyan serxweş hebûn,
dengê bilind hebû
Carna girî, carna ken, carna pevçûn lê ew di windabûnê
çûbûn
Hooo xerîbo tu li kîjan çiyayî mayî asê?!
Hilçinî! Ez li vir im, na li wir im, na nizanim
Destê wî li nav destên periyê de dihatin guvaştin
Lerzeke gerim li nav dil û hinavên wî
Tiliyên periyane hêstirên wî bi dilovananî ji ser hinarkên
rû dimaliştin
Li çavên wek du lalişan, li navbera du fermanan melûl û
matmayî, ziq temaşe kir, mîna dewrêşekî di sira xwedê
de windabûyî, xwe nû bibîne serçok bû, bû xweda li ber
piyên xwedayekî dilovanCih û dem di hev de man,
bêdengiyê siya xwe da ser Bistro 37, ew qîrîn û heytehol
di tunebûnê de winda bû. Û hemî rê diçûn lalişê …
Tu dizanî kengî di vî hestî de dijiyam?
Barana pêşî ya payîzê ku bi maçan xwelî ji hev bela dikir
û bêhna bihiştê difûriya, tavên baranê yên biharê ku di
cih de li pey wan rok derdiket û tenê dengê xwişîna avê
dihat, ez jî xwas di nav de dimeşiyam, dengê stiranên
Radiyoya Êrîvanê ku ji çiya û zinaran li hev vedigeriya
…Û…
Dîsa ket bêdengiya mirinê, di xwe de noq bû
Li dengekî melûl, dilovan hilçinî
Ez li gund zarok bûm, çend tiştên zarokiyê tên bîra min;
kalê min, lîstikên min, tûya ku kalo bo min çand, dengê
êrîvanê ku kalê min wek dema nimêjê ezber kiribû,
garana gund ku êvaran em diçûn pêşiyê bo li keran siwar
bibin, û … û… roja der…ketina ji … gund û giriyê min û
kalo, ji wê demê ve, li wir rawestiyame, li wir mame asê,
bi têl û bendên wî gundî ve girêdayî mame … Û gund hîn
wêran, talankirî ber bayê mirinê dikeve
Piştî 33 salan di wir re derbas bû
Bistiro 37 hîn li wir bû, xwest vegere wan kêliyan, lingek
li pêş, yek li paş, derbas bû
Li dora xwe temaşe kir, li maseyan, li karkeran, li
mêvanan temaşe kir
Ne periya baskşikestî li wir bû, ne mêvanên berê, ne
karkerên berê, ne ewê berê li wir bû, hîn ew cih bû, her
tişt tiştekî din bû
Bistro 37 ma yên din çûn
Em ba ne, li welatekî ji tozê dibin bager
Ev cih rojekê welatek bû
Şên û kesik û bihar bû
Jiyan û xweza yek bûn
Ji beyabanên dûr, ji nav xweliyê we em dawerivadin, em
kirin toz
Em ji tozê bûn ba, ji bayê bûn bager
Em ji bagerê bûn rêwiyên bêveger
Em bûn çangorî
Dêyek kezebşewitî ji cangoriyekî re dinehwirîne
Ba min û te li hev dihêwîrîne lawê min
Li nav welatan em li bayê digerin
De were berî xatirxwestina dawî, ez ê bazbendekî ji vî
reşebayî bo te birêsim
Li ser şopa çûna te dibe ku ev hêstira dawî bibe nîgar
Nîgara cudakirina min ji min
Û ez ê bimînin, peykerên tozê ji zuhabûna hêstiran
binijinînim
Ma rewaniya dilê me dê çi bike li vî welatê tozê?
Çavkaniya hêstiran jî zuha bûye lawoooo
Kizîra dilê me nikare qertelan bihejîne
Ew bi bêhna goştê mirovan serxweş dibin
Ez nizanim ne te beroxir bikim, ne xwe
Li şerê dawî dilê min gul biçîne berxê min
Û guleya dawî bila para kezeba dayîka te be
Em havênê êş û şewatan, girî dinehwirînin
Em ba ne, dibin bager
Ba û ba li hinavê nalînên xwe dihêwirin
Em toza wan bi giyanê xwe hildidêrin
Dê vegere bihar û keskayî
Dê vegere yekbûna xwezayê û mirovan
Em ê dîsa vegerin, em li vir in
Ev welat ne cihê tozê û xweliyê bû
Em li vir in û dîsa tên
Şev û cejin
Îşev mêvana min tenê şev e
Ji şevê wêdetir çend perçe û pariyên bêrîkirinê
Çend bîranîn û çend hêstir
Heyv jî li asîmanekî tije tarî xwe bi dar vedike
Stêrk melûl dimînin
Û weha melûl serpêhatiya sêdaran vedibêjin
Ji têlên rêsayî bigire heta mayînên bêbext
Ji singoyên roma reş bigire heta şûrên pêxwasên
kulîxwer
Ji kewan bigire heta bi dafkên birakujan
Ma çawa dê xwe nekuje Mem, şevê?
Îşev mêvana min tenê şev e
Ez li tayên tariya wê dilukumim
Ew bi zincîra êşên min diwerive
Ez li kûrahiya razên wê dihêwirim
Ew bi kûrahiya birîna min dihêrife
Hiş be şevê!
Wa karwan sînor derbas dike,
nizanim çend laş li ser têlên rêsayî man,
nizanim ne li Serxetê man yan li Binxetê,
li jêr û jor têl û mayîn dilê min dikin nexeşeya xwînê
Û çav kund e, di bendemana sînor de dimîne
Erê sînor!
Ma tu nizanî sînor êş û xwîn e, şevê?!
Ev şeva şêt, me çîrok, dirêse … Hebû, nebû, tiştek nebû
…
Şev e, tûrikê şekir li hembêza min, bendewarê sibê me
Nizanim ne şiyar im, ne razayî, ne zarokim, ne mezin
Ji ku gera xwe destpê bikim? Malên nêzîk yan yên dûr?
Mala xaltîka Şêrînê, Meraha, Hiseynê Hewrên, Hiseynê
Bişêr, Miho, Nehroz, Reşoyê Ibrahôm, Silêman, Perê,
Sefo, Dayê Sitî, Berces, Pîr Alî, Sekvan, Hetman, Dayê
Rîhan, Şêx Abdo, Genûs, Îsa, Şikrî, Baro, Qerece, Silo,
Reşikê Meqso, Ibrahîmê Elîk, Bişarê Elîk, Têlî, ….
Û kenekî destpê kir; mam Nehroz hat bîra min dema ji
zarokan re digot: „Birazî xuya ye te tiştekî pîs di nav
gûyê xwe de xwariye“.
Ken bû yan girî bû, nizanim
Çima ez tenê miriyan dibînin? Ez sax im yan mirî me?
Lê ev çi êş e? Ma mirî diêşin? Na, na ez sax im!
Şeveke sar û tarî û sibe cejin e.
Piştî gera şekir dibe ku dawet be; Ekrem û tembûra xwe
li ser tenekeyekê rûniştî û govend digere
Li wî gundê wêran her roj dawet bû … Û em weke nokên
li kevir bikevin, pijiqîn dinyayê!
Mîna kelemperên ziwa ber bayê ketin
Cereh vala bû, Otilce vala bû
Zarokên doh, ciwanên îro
Ciwanên doh, kalên îro
Kalên doh, miriyên îro
Tert û bela bûn, bi dinyayê ketin
Sibe cejn e û şeva sar dirêj dibe
Tenê şev me dirêse
Me di bîranînê de dike bîranîn
Ne gera şekir, ne dawet û dîlan, ne keçên ciwan, ne
xortên çeleng, ne kalên dilovan, ne civat û şevronk, ne
lîstika gustîlkê, ne şevên çîrok û sitranan!
Gundekî vala!
Tenê Diyarê Felekê nobedarê çîrokên me dimîne;
HEBÛ NEBÛ TIŞTEK NEBÛ!
Ez kî me?
Welatê min seyr û sosret e
Gelê min ne reng e, ne xislet e
Xwediyê her kesî ye, hay ji xwe nîn e, li hember xwe bi
kîn e
Xwe her kes û her tişt dibîne
Xwe xwe nabîne
Li ber deriyê wî şîn û girîn e
Carna li Sînê li ser Eugûran bi nalîn e û doza wî Filestîn e
Her dem xwediyê ometê ye lê xwe gel û milet nabîne
Zarokên xwe dixwe, bo zarokên xelkê evîn e
Ev ne gel e, ne milet e, ew bi serê xwe sosret e
li ser xwe kîn û nifiret e, bo kujerê xwe şekir e, hungiv e,
şerbet e
Ev ne milet e, ew sosret e
Neqîzkên êşê
Bi navê xwedê destarê mirinê digerînin, daristana rojhilat
e ev dever. Xwedayê wê xwînê vedixwe, kelaxê mirovan
dixwe û mirinê verdirişe. Kî dikare vî xwedayî rawestîne,
xwedayê taristanê, xwedayê mirovxwer …?!
Li Rojhilatê, roj ticaran hilnayê, xwîn hiltê, cenawirên
xwînxwer hiltên …
Rojhilat Hovistan e, mirin jiyanê digerîne
Tenê li Hovistanê navê mirinê şoreş e
Hovistan saleke din jî mirinan derbas dike
Sala nû li şoreşên mirin û wêraniyê pîroz be!
Li qerexê mirina me konên şînê tên vegirtin
Konên ji ba û bahozê
Şînistan e ev welat, ji fermanê me dibe fermanê
Baran li xwîna me dilukume
Û hîn lavijên me liba dibin
Bazarek vekiriye ev welat
Xwîn tê firotin
Jîn tê firotin
Rûmet tê firotin
Em û lavijên me tên firotin
Bazinê nifirê ye ev welat
Ne em jê vedibin, ne ew ji stoyê me
Em bûne lehengê destana Sisyphos li vî welatî
De fermooooo!
Xweda û firîşteyên me jî bifiroşin
Kevirên gorên me bifiroşin
Minminok im, bi evîna agir xwe bi agir dişewitînim
Li nav mirinê jiyan zîl didim
Min bikuje heta tu dikarî
Min bişewitîne heta tu dikarî
Ez evîn im tenê heskirinê nas dikim
Tîjkên agirê bedena min germiyê didin dilê te
Sariya mirina min berdewamiya bedbextiya te ye
Ne bi fermanan tune bûm, ne jî bi reşiya dilê te min evîn
winda kir
Ez her mam û dê her bimînim
Û dîsa dê ji te hes bikim
Êşa min rûreşiya te ye
Ma piştî çend komkujiyên din tê rûyê xwe bibînî??
Dengê min di gewriya min de diqurmiçe
Weha tî
Weha birçî
Sersem û behitî
Rekeha sînga min erdhej e
Ji ser û bin dilerizim
Vedeng ahînek çilmisî
Li valahiyê pêl dide
Ev tirs e tirs
Leşkerên taristanê min dorpêç dikin
Û pêxwasên ji xwîna min Seremerga min dinehwirînin
Ev giyan û qedera bi 72 guleyan serjêkirî
Rabirdû û dahatûya serşoriyê ne
Rûreşiya xwe bi dawî bîne bila bibin 73 car
Li ser destên te bêm serjêkirin
Lê bizanibe dîsa ji nav vê xweliyê zîl didim
Ez sîmir im ma tu nizanî?!
Vejîna min tovê evîna xakê ye
Sînga xwe vekiribû û Nalîna biçûk li ser goştê req û ziwa
bi diran û lêvên xwe birçîbûn û tîbûn dixwar …
Xwedaaa li vî çiyayî tenê kevir hene …
Kevirên vî çiyayî nayên xwarin û vexwarin …
Nalîn digirî zimênî bi çiyê diket …
Hawar û gaziya Sosê xwedê li banê çiyê dilerizand
Sosê kevirekî birî anî,
serê tiliya xwe birî,
hinek dilop li ser lêvên Nalîn yên ziwa gerandin.
Tiliya xwe bo Nalîna birçî kir memik
Çiya hêdî hêdî tarî dibû
Sosê bêdeng …
Nalîn bêdeng …
Xwedê bêdeng …
Bedeng ….
Tu min nas dikî ez kî me?
Ez nifira berbangê me
Ez derya û volkan im
Ez ketin û rabûn im
Ez berxwedan û têkçûn im
Ez Habîl û Qabîl im, tovê kuştina xwe me
Ez kew im birayê xwe kaş dikim mirinê û bi kindirê
stoyê wî xwe bi dar vedikim
Te ez nas kirim, ez kî me?
Ez çil miliyon bêcî me
Di lavijên xwe de jî seyr im: Ya xweda tu riya birayê min
venekî û li hana dijminên min werî!
Te niha ez nas kirim ez kî me?
Ez ew ker im, ker hatim û ker diçim
Destên xwe davêjim guhê xwe tiliyên min diweşin,
Li pişt min qebqeba kewan, qamçiyê qederê li stoyê min
dipêçe
De werin malê mirî!
Vî welatî bêpere difiroşim!
Ev welat nifira qederê ye
Ji kulehxweran heta bi pêxwasên beyabanan şevêniya
livîna wî dikin
Xwediyên wî pêzewanên şevjenîna zinêkaran e
De bila biqîrin li ser xwîna keçikaniya te welatooo!
Tekbîiiirrr, Alahûekber
Qelenê te ji Roma Reş hatiye girtin!
Bazirganên te li meydanên zinêkaran didin cirîdan
Ez û şev û camên mişt ji meya
xewna xiniz
sermest dikin tenahiya stêrkan
Derbas dikin sînorê tunebûnê
Zagonên jiyanê tev hev dikin
Dilerize Xweda;
Hoy nenaso!
Hemwelatiyê nenasî û xewnan!
Nenas, bênav û tune,
çi dikî li gerdûna tunebûnê?
Min peyale hilda:
Noş tenahî û tunebûn!
Ez giriyam
Ez keniyam
Keniyam...Giriyam...
Giriyam...Keniyam...
Xewmaş;
li dest min peyala vala,
mom dipişivî,
li çarçoveyek biçûk, wêneyê te xewna xiniz
dikeniya...Dikeniya...Dikeniya...
Û hîn stiran pê de diçû:
"Xem û xeyalê te ez revandim
Li çol û bêlana te ez gerandim"
11 firîşte, bi 22 baskan û 40 miliyon dil îro li dora
Qamişlo liba dibin
Hêstirên xwedawendan baranê dibarînin
De bifirin heta banê Xwedê bilerize
Ma kî dikare vê erdhejê rawestîne
Hun pêxemberên serdemê, kî dikare roniya dilên we
nebîne
Rewaniya giriyê dayîkan koran biçav dike, keran biguh
dike, lalan biziman dike
Agir û roj e ev êş, şewat e şewat
Xewnên me we beroxir dikin
Li hembêza dilên westiyayî bîstikekê pal bidin
Ma hun çi dikin?
Weha bi refan, ber bi dilê rojê dibezin
Cara dawî dema min tu rêwî kirî destên min bêtilî mabûn
min tiliyên xwe hemî li ser laşê te jibîrkiribûn
Bi her pelandinekê tiliyek diweşiya
Yek dibû tû li ser sîngên te
Yek dibû gul li ser rûdêmên te
Ya din xunav li ser lêvên te
Û yek bi yek li bexçeyê Irmê niştecî dibûn
Jibîr neke hay ji tiliyên min hebe
Hemwelatiyên penaber in li ser laşê te
Xwe li şeva min nepêçe, ez û stêr li guşê guliyên te
dilukumin … û çîrok ber bi asoyê ve şêt dibin …
We keleha xwedê ya dawî hêrifand …
û pêşmergeyê dawî li Şingalê bergor kir
Ji min hêvî nekin kelehên we pîroz bibînim
Kujerên zarokên xwedê ne hun
Û Edûlên min, ez Derwêşê kuştî …
Li bazarên we tên firotin
Nebêjin min kurdê “resen”
Her li ber deriyên we ez bûm kurdekî reben
Ez naxwazim bi şev bimirim, hevala tenahiya min e şev
Ez naxwazim bi şev razim, mijûliya êşa min e şev
Ez darbesta xwedê li milê hesretê dikim bi şev
Hêviyê li kulê siwar dikim bi şev
Bêdeng e şev
Bisaw û tirs e şev
Û şev hogira razên bêhûde ye,
xewnan dilorîne şev
Îro helbestekê mîna birûsk dixwest ji pozê pênûsê hilfire
Volkanekê ji ser û binî ez hingaftim
Erdhejekê zemîn li bin piyên min wêran kir
Peyv li hev ketin, lerizîn, bi giriyan hilkişiyan
Mirin
kuştin
xwekuştin
Kurd
Kurdkuştin
Tiyên xwîna xwe
Birçiyên kîna xwe
Şahî girtin, keniyan
Helbestê xwe bi dar vekir
Peyv li pey peyvê şewitand
Şermezar
Gunehkar
Tawanbar
Kirim kelemperê ber bayê nifira qederê
Bejna xwe bi dîwarê wan re bipîve tê bi çarhezar ronahî
biser bikevî
Dilê xwe bi têlên wan re bipîve tê bi hezar gerdûn gul şên
bibî
Ji cihê silava te hemî dîwar dihêrifin
„Vebin derîno…“ hîn jî li wir Pîr Sultan Abdal e diqîre
Dengê te li silavgeha wî dihêwire
Ne dergeh dikarin rawestin ne dîwar
Ew deng nayê birîn, vedenga vejînê ye ew
Ev sirûd berbanga qederê ye
Ev qeder destarê evînê ye
Ev evîn vejîna hebûnê ye
Ev vejîn siwarê birînê ye
Û hun ...?
Tevna jînê, sirûd, qeder, evîn û vejînê, ji dilên wan çiyan
dihûnin
Bîstekê werin jêr, siwarên keleha dilê çiyê ey firîşteyên
evînê!
Ne êş sînoran nas dike, ne jî xwîn û dibin bager dema bi
lehengiyê re dibin yek …
Li aliyê din bêşermî jî li hember xwîn û êş û lehengiyê
sînoran nas nake …
Mirovê li hember vî dîmenî şerim neke dê bikaribe her
tiştî bibêje û bike ….
Siwarê rojê!
Ma qedera te ye li pey pezkoviyên sil çiya û çiya êşên me
disipêrî govenda bagerê?
Ne çiya ji te têr bûn, ne jî pezkovî tên hedanê
Bizota dilê te ye erdhejê dike sînoran
Gavek li Amedê, yek li Sine û Mihabad û ji pêsîra Azmir
û Berzan tu zîz dibî li Waşûkanî
Lehiya hawara te ye gurmînê dixe Qamişlo, Rojava pêl
dide
De binehwirîne sirûdek mîtanî siwaro û ber bi dilê rojê
hildêre mirinê
Îro vejîna te ye
Ji nû ve hestiyên me tên dîlanê
Siwarooo …!
Destên xwe bipelîne li ser têlan
Ha li wir …
Laşek, didu, sisê, ….
Hêstirek, didu, sisê, …
Hêviyek, didu, sisê, …
Bihejmêre çend dilên dayîkan, bûkên şevê, evînadaran li
ser mayînan daleqandîne
Em in xalepirsa êşê li ser lêva qederê, ma ev xemgînî ber
bi ku ve dawî dibe, ma em ber bi ku ve tune dibin ….
Dengvedana xewnê
Hat jiyanê
Bi helbestek negotî, bi xewneke nedîtî
Ji tunebûnê hilkişiya
Tunebûn bû evîneke kûr
Evîna gulekê bû, çavên keçekê bûn, çiyayek bû, rûbarek
bû, lehehiyên xwînê bûn, leşkerekî firîştiyan bû, firiyan
asîmanan
Di evîna xwe de bi leylanê re beziya, leylan bû derya
Aramî bû ba, hêrs bû agir
Di nav av, ba û agir de, xak bû porê evînadara xewneyî
Û firiya, bi ser xakê de bû pêt û dimîne
Heta xewna wî bû rastî
Ew di rastiyê de dijî
Sorgulek pê re dike pistepist, dibêje; ez dengê xewna te
me, ez welatê te me, ez ticarî ne xewn bûm, ez rastiya te
me
Pir caran dibû helbest, helbesteke nehatî gotin
Ji kûrahiya dîrokê ristên xwe duhûnan
Dibû av
Dibû ba
Dibû agir
Dibû xak
Lihevgeriya bû volkan û qîriya:
Ez hebûn, ez heme û dê her hebim
Dibe ku bar bike berî helbest bê dawî
Evîn û xewn dibin rastî
Dibe di kirasguherînekê vegere
Û wê rastiyê bijî
Bîranîn
Demek dirêj e, min xwest jînenîgariya xwe binivîsim
Pirsgirêka mezin ew e; ji ku dest pê bikim?
Xwe binivîsim yan te?
Li xwe temaşe dikim:
Dengê min di gewriya min de diqurmiçe
Weha tî
Weha birçî
Sersem û behitî
Rekeha sînga min erdhej e
Ji ser û bin dilerizim
Vedeng, ahînek çilmisî
Li valahiyê pêl dide
Ev tirs e tirs
Leşkerên taristanê min dorpêç dikin
Û pêxwasên ji xwîna min Seremerga min
dinehwirînin
Ev giyan û qedera bi 72 guleyan serjêkirî
Rabirdû û dahatûya serşoriyê ne
Rûreşiya xwe bi dawî bîne bila bibin 73 car
Li ser destên te bêm serjêkirin
Lê bizanibe dîsa ji nav vê xweliyê zîl didim
Ez sîmir im, ma tu nizanî?!
Vejîna min tovê evîna xakê ye
Erê xak
Ez mistek im jê, li ser baskên siwarekî azadiyê
Ez pêlek êş im ji goşeya welatekî dagîrkirî
Û tu vîna azadiyê mirovekî çê
Ez, tu û xak di çarenûsa êşê de bûn yek
Ez xwe binivîsim yan te?
Di evîna keçek ciwan de, min xwe didît, tu didîtî û
evîn didît
Di kêliyên xweşiyê de, min xwe, tu, xweşî û şîn didît
Di giriyanek herî dijwar de, min tu, xwe û evîn didît
Di dawiyê de bûm qurbanê ramana te, xwe, êşa
xwe û evîna xwe
Xwefiroşan ez avêtim bazara xwefiroşiyê
Ez li ser çi binivîsim?
Em hemî zarokên mêtingehekê ne
Ji ku dest pê bikim?
Ji evînên têkçûyî?
Ji lehengiyê yan ji çeteyên dijminê bav û kalan?
Ji ku dest davêjimê êş e
Ji te, ji min, ji biradijmin
Em bi hev re dibin bagerek li ser xwe dizîvirin
Û diçin nava dilê xwekuştinê
Û hîn deng berz dibe û ji ariya şewata xwe ji nû ve
zîl didin
Ev welat xweza ye
Xweza namire
Êşa hinavê xewnê
Ez xewnek bûm, bêtir ji xewnê kabûsek bûm
Ez bêser û ber xewn hatim
Di xewna xwe de, min xewn didîtin, min xewn berevajî
dikir
Xewn, xweza û ez yekbûn
Bi hev re, di navbera rastî, xewn û kabûsê de dizîvirîn
Min berê xewnê guherand û kir şopa rastiyê
Carnan di xew de difiriyam
Carnan min xwe ji ber çavan wenda dikir, nedîtbar dibûm
û min biriyar dida ev kabûs e; şiyar bibe!
Carnan jî berî xewê min xewnek dirist, min jiyanek ava
dikir û aramiyeke bêsînor
Ez bi xezal û pezkoviyan re bûm yek
Bi birçîbûn û seqemê re bûm yek
Ez bi xwe tirs bûm, lê ditirsiyam
Berfê dora min digirt, bi çend lib genimê hişk dijiyam
Ez bûm çiyayên bêdeng
Ez û xweza yek bûn
Ez çiya bûm, ez gelî bûm, ez çem û av bûm
Di wê xwezayê de min çand vegerand, min ziman
vegerand, min stran vegerandin
Ez bûm dîlan û stiran
Carnan jî diçûm cangoriyê û dibûm firîşte
Û xweza lerizî, bû erdhej
Min lehiyên çemên xwe ber bi xwe ve anîn
Ez bûm xwe
Xweyî min diafirîne
Xweyî hebe ez jî heme