Yekgirtina ziman yan parçekirina kurdan tê
xwestin?
Selîm Biçûk
Her ku pirsa ziman û standadkirinê li Başûrê
Kurdistanê gur dibe, tayên metirsiya parçekirin
û jihevcudakirina kurdan zelaltir û tirsnaktir
dibin. Eger ev pirs bi vî awayî pêş ve here û
daxwazên tên kirin bi cî bibin dê Gelê Kurd bibe
du gelên cuda û bi du zimanên cuda û belkî ev
dabeşkirin pirtir bibe û xwediyên her zaravayekî
bibin neteweyek serbixwe. Helbet e, ez peyva
Gelê Kurd bo hemî kurdistaniyan bi kar tînim ne
tenê ji bo kurdên Başûr. Gelê Kurd bi zaravayên
cuda diaxive lê ev cudabûn ticaran nebûye asteng
li hember hestên wî yên netewî. Hejmara kurdan
li gora jimartinên nefermî, weha tê xuyakirin:
Kurdistana Bakur (Tirkiya): 15 – 20 miliyon
Kurdistana Başûr (Îraq): 6 – 8 miliyon
Kurdistana Rojhilat (Îran): 10 – 12 miliyon
Kurdistana Rojava (Sûriya): 2 – 3 miliyon
Li gora zaniyarên zimên, ev nexşe li ser çar
zaravayan xwe nîgar dike. Herweha du alfabê ji
bo van zaravayan tên bikaranîn.
Mêcer Soane van zaravayan weha dabeş dike:
Kurmancî, Goranî, Lorî û Zaza. Kurmancî jî, li
ser dû pişkan dabeş dike jorî û jêrî.
Tewfiq Wehbî her weke Mêcer Soane zimanê kurdî
weha dabeş dike:
1- Kurmancî (Kurmancî jorî û Kurmancî jêrî).
2- Lorî.
3- Goran.
4- Zaza.
Dr. MacKanzie zimanê Kurdî li ser sê zaravan
dabeş dike:
1- Zaravê Kurdî jorî,
2- Zaravên Kurdî navîn - Ardelanî, (Hewramanî,
Silêmanî).
3- Zaravên Kurdî jêrî- (Goran), Kirmanşan, Lek,
Zengene.
Zanayê kurd Dr. Cemal Nebez bi vî rengê jêrîn
zimanê kurdî beş dike:
A- Dû şêwên bincî: 1- Kurmancî jorî 2- Kurmancî
navîn.
B- Dû sêwên tenişt: 1- Kurmancî jêrî 2- komala
şêwên Goranî-Zazayî.
Gîwî Mukriyanî zimanê kurdî li ser çar beşan par
dike:
Kurmancî, Goranî, Feylî û Hewramî.
Kurdistan Mukiryanî zimanê kurdî weha dabeş
kiriye ser çar zaravan:
1- Kurmancî jorîn.
2- Kurmancî navîn.
3- Kurmancî jêrîn.
4- Kurmancî navçeyî
Zimanê yekgirtî ku îro tê xwestin û gengeşekirin
dixwaze di encamê de, zaravayê kurmanciya jêrîn
( soranî ) wek zimanê Gelê Kurd yê yekgirtî bi
cih bike. Eger em li gor hejmar û dabeşkirinên
li jor temaşe bikin em dê bibînin ku:
- di hêla jimarê de: Zaravayê nêzî 10 miliyon
kurd li ser zaravayê nêzî 30 miliyonî desthilat
dibe.
- 1 zarava li ser 3 zaravayên din bê bingehên
zanistî û lêkolînên zimanewanî desthilat dibe.
- Zaravayê beşekî ji parçeyekî kurdistanê li ser
hemî parçeyên din desthilat dibe.
- Eger biriyareke weha li Kurdistana Başûr hat
girtin, li her parçeyekî din biriyareke cuda
dikare bê girtin û li her cihekî Kurdistanê li
gora daxwaza desthilat û serhişkên wê, zaravayek
dê bibe zimanê fermî. Ev jî, xewna Gelê Kurd têk
dibe û rê li ber çend Kurdistanên cuda vedike.
- Xala herî tirsnak jî ew e ku alfabêya erebî
wek standard bê girtin û bibe detsteka ji
hevçûna gelê kurd. Di vê rewşê de, Gelê Kurd yê
Başûr û Rojhilat ji Gelê Kurd yê Bakur û Rojava
bi awayekî dayimî tê birîn û hêdî hêdî rê li ber
avakirina du netewe û du zimanan vedibe.
Ev xalên jor dikarin bê zerer li ser
berjewendiyên Gelê Kurd pêk werin eger di
çarçoveya lêkolînên zanistî yên pispor de û
piştî parastin û pêşvebirin û nêzîklihevkirina
hemî zaravayên kurdî bicih bibin. Ev jî, demeke
dirêj û di encama lêkolînên zanistî de dikare rû
bide.
Zengilekî gelekî tirsnak
Di rojnameya hefteyî Evro de, hejmara roja
05.09.2007an, birêz Dr. Dilşad Ebdulrehman
wezîrê perwerdê bi daxuyaniyên xwe rêya
erdhejekê li zimanê kurdî xweş dike: „ Bi rastî
biriyardan li ser zimanekê nivîsînê bo her
neteweyekê biriyareka çarenivîs e û eve
binemayeka bo dirustbûna kiyanekê netewî. Di
cîhan da hîç neteweyek nîne du zimanên nivîsînê
yên cîyawaz hebin di perwerde û fêrkirinê da.“
http://eduhok.net/evro/pdf2/p205_6.pdf
Destpêk weha xweş, ciwan û şêrîn xuya dike.
Afirandina zimanekî yekgirtî bo kurdan
biriyareke çarenûsî ye ji bo dirustkirina
kiyanekî netewî, lê li vir çend pirs tê bîra
mirov: Gelo ev kiyan tenê Kurdistana Başûr e yan
hemî kurdên ku bi zimanê kurdî û hemî zaravayan
diaxivin? Bi çi rê û rêbazan pêwîst e ku ev
zimanê kurdî yekgirtî dirust bibe?. Ez dê hewil
bidim ku li gora dirêjahiya axaftina birêz
wezîrê perwerdê van pirsan bi bîr û boçûnên xwe
şîrove bikim. Lê berî vê yekê dixwazim ji cenabê
wezîr re bibêjim, di cîhana hemdem ya îroyîn de,
gelek netewe hene bi du zimanan û belkî bêtir,
wek mînak; li Belcîka 3 zimanên fermî hene, li
Swêsra 4 zimanên fermî hene û li van welatan bi
ti şêwazî ev cudahiya zimanan bandorê li ser
hestên wan yên netewî nakin. Mirovê belcîkî
dimîne belcîkî û nasnameya xwe ya netewî ne li
gora zimanê xwe yê fransî, alimanî yan filamî
digire, herweha mirovê Swêsirî jî, dimîne
swêsirî tevî ku bi fransî, elmanî, rätoromanî
yan îtalî diaxive. Di Kurdistanê de jî,
zaravayên kurdî ticaran nebûne asteng li hember
nasnameya netewî ya kurdî, kurmanc, soran, zaza,
goran, … herdem xwe kurd naskirine û eger ev
zarava bibin zimanên serbixwe jî, dê xwe kurd
nasbikin û di vê rewşê de ti metirsî nîne eger
li şûna zaravayên kurdî têgîna koma zimanên
kurdî cî bigire. Lê eger rojekê ji rojan
zaravayek bi zorê û serkutkirinê bibe zimanê
fermî dê li şûna yekkirina kiyanê netewî
parçekirina vî kiyanê ku bi xwe heye cihbigire.
Birêz wezîrê perwerdê li ser pirsên Evro pêde
diçe û dibêje: „ … ji ber hindê biriyardan li
ser corenivîsekê zor giring e û divêt em hemû
hewlan bo bideyn û eve bi rêka serkutkirinê û
zordariyê nabit, ez dibêjim bi rêka
qenaetpêkirinê ye bi taybet pisporên biwarên
zimanî û bi rastî jî ev çende bi rêka imzekirinê
nabit …“. Em vegerin ser awayê biriyarê û hewl
bidin ji van çend hevokan têgihîştinekê bidest
bixin. Li aliyekî ev pirs bi zordariyê û
serkutkirinê nabe, li aliyê din jî, bi imzekirin
û daxwaza xelkê nabe, mebest jî weha xuya dike
ku gerek e zaravayê kurmanciya jêrîn (soranî) û
tîpên erebî bibin şêwazê corenivîsa ku tê
xwestin. Gelo bi çi awayî dê xwediyên wan
imzeyan razî bibin da zaravayê xwe ji dest
berdin? Û eger ne zordarî be çima dê daxwaz û
imze neyên pejirandin? Eger kurmancîaxêvên Başûr
(Behdînan) razî bûn ku soranî bibe zimanê
kiyanekî netewî, dê çawa û bi çi awayî 25-30
miliyon kurdên din razî bibin? Gelo em dê çawa
kurdên êzîdî ku qewl, beyt, lavij, diwa û hemî
wêjeya wan ya dînî bi kurmanciya jôrîn e razî
bikin da ku biguhêzin kurmanciya jêrîn û lavij û
qewl û beytên xwe bi soranî bixwînin? Eger
pirsgirêk li hêviya şarazayên zimanî û
pêşniyazkirina wan bimîne, ew şareza kî ne?
Nûneriya çend zaravayên kurdî dikin? Nûneriya
çend parçeyên Kurdistanê dikin? Çend lêkolîn û
projeyên wan di vê derbarê de hene? Weha ji
axaftinên birêz wezîrê perwerdê diyar e ku
mebest ji kiyana netewî tenê Başûrê Kurdistanê
ye: „ … belku bo vê meselê şarezayên zimanî
divêt pêşniyaz biken bo serkirdayetiya siyasîya
wî welatî û cihê xudan biriyarê û bi pêşniyazê
wan zanayên zimanî xudan biriyarder biriyarê li
ser biden û pêdivî ye li wê demê hemû xelkê
Kurdistan pabendî wê biriyarê bit“. Wek em
dizanin sê parçeyên Kurdistanê hîn di bin barê
dagirkeriyê de ne û serkirdayetiyeke siyasî
xwedî biriyar li wan parçeyan nîne, herweha
şarezayên wan yên zimanî nikarin cihê xwe di
pêşniyazan de bigirin. Weha tê xuyakirin ku
mebest ji xelkê Kurdistanê tenê Kurdistana Başûr
e, eger têgihîştina min rast be di vê xalê de,
em rasterast li hember parçekirina Gelê Kurd in,
wî wextî yekgirtina zimanê kurdî ku tê xwestin
dê dibe parçekirin û cudakirina Gelê Kurd û ev
dibe cihê metirsiyeke mezin. Gelo li şûna vî
şêwazê kar û xebatê çima Kurdistana Başûr
pêşengiya yekgirtina zimanê kurdî û herweha
yekîtiya Gelê Kurd nake? Ev pêşengî dikare bi
avakirina saziyeke zimanî ku hemî parçeyên
Kurdistanê û hemî zaravayên kurdî tê de cih
bigirin bibe. Bi vî awayî serkirdayetiya siyasî
ya Başûrê Kurdistanê dikare xwedî biriyar be di
avakirina wî kiyanê netewî ku cenabê wezîrê
perwerdê anîye zimên. Kiyanekî netewî ku hemî
Gelê Kurd di nava xwe de bicivîne ne tenê kurdên
Başûr. Yekgirtina zimanê kurdî çarenivîsa 40
miliyon kurd e, gelo serkirdayetiya siyasî ya
Başûrê Kurdistanê dê bikaribe weha bi hesanî vê
berpirsiyariya dîrokî bigire ser xwe?
Birêz wezîrê perwerdê weha pê de diçe û dibêje:
„ … nabit li welatekî du ziman û du şêwazên
fermî hebin û eve xelele û eve nexoşiyeke û divê
çareser bikeyn, lewman nabit bêjin ev kara asayî
ye û sirûştî ye, bi rastî eve pêwîstî bi
çareserkirinê heye û di xizmeta paşeroja xelkê
Kurdistanê de ye û berpirsiyariyeka mêjoyî ye li
ser milê me heye divêt em xeletiyê destnîşan
bikin û çareseriyê jî bo pispor û şarezayan dê
bicih hêlin“. Wek me di serî de jî destnîşan kir,
di jiyana demokratî û hemdem de, li welatekî,
pirzimanî tiştekî sirûştî û asayî ye û ew nîşana
demokrasî û hevpejorandinê ye. Em kurd jî, di vê
jiyanê de û ber bi wê ve diçin, pêwîst e em ji
pirzimanî û pirzaravayîyê netirsin û mafê zimên
wek mafekî xwezayî bipejirînin û biçespînin. Ez
nikarin têbigihîjim çawa turkmen, ereb û
kildoasûrên Başûrê Kurdistanê dê bikaribin bi
zimanên xwe bixwînin û binivîsin – ji xwe ew
mafekî wan yê sirûştî ye- lê kurmancên Behdînan
dê nikaribin bi kurmancî binivîsin û bixwînin?.
Tevî cihê birêz Dr. Dilşad Ebdurehman û
berpirsiyariya wî di desthilatiya Başûr de,
mirov dikare van dîtinên wî wek bîr û boçûneke
takesane ku cihê rêzê ye bigire, lê pirs ew e
gelo çareseriya vê pirsgirêkê bi hêviya pispor û
şarezayan dimîne û çawa? Berpirsiyariya mêjoyî
li hember Gelê Kurdistanê ye yan li hember
kurdên Başûr e? Eger çarçoveya wê berpirsiyariyê
weha di sînorê Kurdistana Başûr de teng bibe,
eve dibe cihê metirsiyeke mezin. Lê eger ev
pirsgirêk ya hemî Gelê Kurdistanê ye, pêwîst e
bi zûtirîn dem saziyeke zimanî ji şarezayên
zimên yên kurdistanî ava bibe û projeyên
birêkûpêk birêve herin. Eger weha nebe û
yekgirtina zimanê kurdî mebest pê ew be
zaravayek li ser zaravayên din desthilat bibe
bêguman ev dê bibe tevkujiyeke mezin ji bo
zimanê kurdî û Gelê kurd.
|