Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   

Gula 73.emîn, Gir Izêrê Şingalê
Selîm Biçûk


Diyarî ji bo „Navîn Derwêş[1]“ ê çarmehî ku bi 73 maç û 73 gulşîlanan mirin bezand

Bajo siwarê rojê, bajo ronahiya êgir, bajo birîna sermedî li dilê Kurdistanê, bajo û bila av û xak her biqîrin: „ Ya Xweda tu xêrê bide 72 miletan û em jî, teva“.

Erê, 72 milet, 72 lehiyên xwînê, 72 birînên şînê, 72 dojehên kînê û 72 çirayên hêviyê bi 72 lavij û daxwazên xêrê li dilê êgir tomar bike. Xwîna 72 sorgulan li dilê Lalişê nîgar bike. Ma gelo hîn xwîna 72 fermanan negihîştiye banê rojê, hîn saw û tirs nekiriye dilê Xwedê? Hîn banê tarî, zorê, kotekî û hovîtiyê nehatiye lerizandin? Heta kengî dê lavijên te bibin kuştin û talan? Heta gengî cenawer û lawirên dirinde yên rengemirov dê li ser dilê vê xakê sema kuştiyên te bigerînin?

Bajo siwarê birînê, riya te dûr e!

Ma hîn kuştin û ferman ji te têr nebûne? Li paş te 72 kulîlk li dilê Kurdistanê hatin nîgarkirin. Li pêş te gula 73.emîn li dilê Şingalê dibişkive û kî dizane çend gulên din li hêviya birîna te ne? Kî dizane çend leşkerên tariyê li hêviya kîna xwe ne?  Kî dizane çend Şingal, çend Laliş, çend Ezdan, çend roj, çend agir û çend xak li hêviya kuştina Kurdistana xwe ne?

Bajo siwarê xwînê bajo!

Mirin li siwariya te siwar e. Darhejîrên te bêdeng xwînê dibarînin, axxx dakê, vê tebaxê xwîn diçe li axê. Ji jêr agirê kînê, ji jor agirê Xwedê û siwarê ronahiyê tî û birçî, enîbilind, lawaz diçe Lavijê Pîrê.

Hêdî bajo siwaro!

Guleke nûbijkivî serî hildide ji nava xweliyê: „ Dayê baran dibare, ma min negot te … Av… avv … aaa….“. Bist çirayên vemirî Leyla nûbijkuvî dorpêç dikin. Tu bi xwedayê xwe bike siwaro dilopek av bide Leyla, lîsotoka wê ya ji kevir û heriyê ji nav kavilê mirinê derîne. Dilopekê ji xwîna wê bike diyarî ji bo mafparêzên mirovan. Qeftek girî, çend gol xwîn û çend cendekên tî û birçî  bike ala mirovahiya sedsalê.  

Bajo siwarê êşê bajo!

Ev e hezar sal e tu riyên agirîn dişopînî û ber bi rojê ve dibezî. Te 72 gul li dilê Kurdistanê bijkivandin, te 72 dîrokên wenda û nenas ji çaviyên 72 birînan ber bi dilê Xwînistanê ve kişandin. Dijminê rojê bang dikir: „ Xweda çiyayekî ji êgir di navbera me û wan de deyne“ û tu hîn diqîrî: „ Hawarê bigihînin Kurdistanê, Şerfedîn mîr e li dîwanê“.

Li wir raweste siwaro, li wir, li Girê Izêr, Xifşa sêsalî, ji nav perçeyên pêsîra dayîka xwe serî radike, xwîna 20 moman ji xwe dadiweşîne: „Bavo bêhna hejîran tê, rabe bavo, rabe dakê  av û xwarin hatiye gund, ji Amêdiyê, ji Duhoka Dasina mêvan hatine ….avvv …nannn …“.
Bi xwedayê xwe bike siwaro Xifşê nazik e, bi haydarî ji nav xwînê bikişîne, laşê wê bi ava Çemê Arasê û hin berfa sipî pak bike, ji bîr neke kulmekê ji giriyê wê ji ronakbîrên sedsala 21ê re ku te gawir û xwedênenas destnîşan dikin bike diyarî. Mistekê ji tîbûn û birçîbûna Xifşê bi çend dilopên xwîna Gir Izêr bipêçe û bila diyariya xameya zimandirêjên vê sedsalê be. Bila şer û rûreşiya li hember te dijwartir bikin. Bila bi pênûsên xwe, bi helbest û gotarên xwe hezar Xifş û Leyla û Navînî bikujin. Belkî rojek bê ku li Xifşê mukur werin, li Navîn mukur werin, li Reşo mukur werin, li xwîna Gir Izêr mukur werin û li xwe mukur werin û bibêjin: „ Em lêborînê dixwazin, me hun kuştin, me xwe kuşt, me kurdayetî kuşt, em lêborînê dixwazin“. 

Bajo siwarê kovanan bajo!

Xwe ber bi dilê dîroka xwînê rakişîne, yek bi yek 72 gulên xwe rêz bike û radestî gula 73.emîn, Şingala birîndar bike. Bila Mirê Kore, Bedirxaniyê mezin, Sofî Qaso û neviyên wan yên sedsala 21ê govend û şahiyan li dar bixin. Karwanê xwe bikişîne ber bi dilê rojê, govendên te jî, lidar in. Ji Amedê heta Amêdiyê, ji Duhokê heta Silêmaniyê, ji Qamişlo heta Mihabadê bi miliyonan dil ji semayên te re lê didin.


[1] Navîn Derwêş zarokek çarmehî ye, ji Gir Izêr, dema teqînê di dergûşê (landik) de bû, ji hêza teqînê firiya û di sarincê de cih girt. Rojek û 2 şevan di bin xaniyê hêrfî de sax dimîne, lê herdu lingên wî şikestine û li nexweşxaneya tengaviyan li Duhokê derman dibe.

                                                                                                                          


 

 

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de