|
|
|
|
Dînistan
Selîm Biçûk
Jiyan, di nav piyên dînên bi aqil û bi aqilên
dîn de kêferatê dike. Dawî, dibe destpêk û
destpêk ticaran dest pê nake.
Li şêtxanê, Li qatê erdê, Di saloneke dirêj û
fireh de, rûnişti bûm. Li her goşeyê û di nîvê
salonê de, mase û kursiyên bi rengê pirteqalî bi
cih dibûn. Li ber pencereyê, min dûr, li asoyê
temaşe dikir. Şînahî û daran, bîranîn dikirin
xelek, bi hev re rêz dikirin, çengel dikirin. Di
geravên bêbinî de, ez dizîvirîm. Rojbûna min hat
bîra min, rojên dibistanê, lîstikên ji ax, çamûr,
kevir û daran, karê siyasî, derketin, Hêvî,
Perînas… Hat bîra min çawa mamosteyê min bi
daran li destê min xist ji ber ku min bi zimanê
dibistanê nizanibû. Erê, wê rojê nasnameya kerê
bi min re mabû. Gotinên mamoste hatin bîra min:
“Ev kerê mezin bi Erebî nizane”. Ez bi dengekî
bilind keniyam, lê hêstiran, êşa girî û birînên
kevin ez gêj kirim. Ez keniyam û min da girî.
Min li derdorên xwe temaşe kir. Hin kes
dikeniyan, hin digiriyan, hin bi xwe re
dipeyivîn, hin jî, keti bûn bêdengiya mirinê.
Saw û tirs bi salona şêtxanê dixistin. Lê haya
tikesî ji min nebû. Ez nizanim ne dikeniyan, ne
digiriyam. Lê li gerdûna dînistanê ken û girî
yek in.
Rojên destpêka dibistanê, mamoste, nasnameyek
keran çêkiri bû. Wêneyê kerekî, bilindbûn û
dirêjahiya wî, reng û kêsma wî, temenê wî û cih
û dema rojbûna wî tê de, bi cih dibûn. Ew
nasname dida dest xwendevanekî, kî li nav
kolanên gund, li mal bi kurdî bipeyiviya nasname
digirt. Roja din, bi gotinên:” Ev ker bi erebî
nizane, bi zimanê keran dipeyive”, lêdan û azarê
dest pê dikir. Girî û qîrîna zarokan digihihîşt
banê xwedê. Ji xwe zarokan bi erebî nizani bûn û
her roj para yekî lêdan, azar û dijûn bû. Ez bi
zincîra bîranîna êş û azaran de diçûm, lê
dengekî ez hişiyar kirim:
- Bira tu nû hatî vir? Gunehê te çi ye?
- Erê, ez nû hatime. Lê pirsa din min fam nekir.
Ma ev der zindan e? gerek e min guneh kiri be?
- Ax looo, ji bîr bike! Ma çi cudayî li navbera
şêtxanê û zindanê heye? Kes bêguneh nayê vir.
Navê min Şakir e, lê her kes dibêje min Şekiro.
Ez li Dînistanê pir şêrin im, hahahaha
aaaaaahaaa
Keniya û destên xwe li hev xistin. Piştî wî kenê
bilind, rûyên wî çilmisîn, girî konê xwe li wan
vegirt.
Herdu destên xwe ber bi jor hildan, dîsa bi
kenekî bilind:
- Tu bi xêr hatî Dînistnê, lê navê te çi ye bira?
- Navê min Bêkes e.
- Hahaha…Bêkes, kêsên te nîn in?
Di cih de, Şekiro ket bêdengiyeke kûr.
Qermîçokên rûyê wî saw û tirsa mirinê li salonê
belav kirin. Xwe avêt hembêza min û da girî.
Borîna wî dîwarên salonê dihejandin. Erdhejek bi
şêtxanê ket. Dîn tev lerizîn û li dora Şekiro
kom bûn. Ew hembêz dikirin. Li ber dilê wî çûn û
hatin. Çend kêlî wiha bi saw derbas bûn. Ji
nijkê ve, dest bi ken kir:
- Ev bira nû hatiye. Navê wî Bêkes e.
Dîn, yek bi yek hatin. Destên min girtin û ez
hembêz kirim.
- Navê min Hans e
- Navê min Canê ye.
- Navê min Angêlîka ye
- Navê min Deniz e
........
Li Dînistanê, em dîn tev ji hev hes dikin, lê
mîna cihana we biaqilan, mirov ji hinekan bêtir
û ji hinekan kêmtir hes dike. Di navbera min,
Şekiro, Hans, Canê û Angelîka de, têkiliyeke
taybetî heye. Em çîrokên xwe yên cihana we
biaqilan ji hev re dibêjin. Ew çîrok, ji bo me
bûne bîranîn, pir caran me dikenînin û pir caran
me digirînin. Ji xwe ken û giriyê me, êş û
xweşiya me, li şêtxanê bi hev re dijîn.
Yekîtiyek di navbera xwe de ava kirine. Sînor
tev ji nav xwe rakirine. Aso nîn in, gerdûna me
tev valahî ye. Her tişt di valahiyê de, dizîvire.
Valahî di tunebûnê de, dizîvire û tunebûn me di
nava xwe de dizîvirîne. Ez wiha bawer dikim ku
rojek bê hun biaqil jî, tev wek me dîn bibin û
cihana we bêmirov bimîne. Wê gerdûna biaqllan di
nava tunebûna me de, tune bibe. Ez pir caran
difikirim ku Xwedê jî, wek me dîn bû. Mirov
afirandin û bûn bela serê wî. Ku rojekê wî
bibînim, ez ê jê bipirsim ka çima mirov
afirandin, ev dînîtiya mezin çima kir? Lê ew li
kuderê ye? Ma çawa wê kari be di valahiyek
hewqas seyr de bijî? Ez nizanim heye yan tune ye?
Lê eger rojekê ji rojan hebû jî, ji sedî sed
miriye. Keriyê pezê wî bê şivan maye. Di şûna
giya û endekoyê de, goştê hev dixwin. Di şûna
nêrgiz, beybûn û rîhanan de, bîna xwînê
dikişînin. Di şûna helbest û sitiranan de, li
ser dengê tiving û şûran sermest dibin. Her kes
dibêje ez û bila bişewite dinya û kî ne weha be,
dîn e, cihê wî Dînistan e. Li dijî zagonên
cihana biaqilan, tenê dîn serî hildidin û
gunehkar dibin. Yên biaqil bêguneh zagonê
dişopînin û valahiya jiyanê tije dibînin û
dipejirînin.
Li Dînistanê, dem û cih tune dibin, şev û roj
dibin yek. Her tişt di cihê xwe de, vala û
bêwate dizîvire. Tenê serpêhatiyên me, carina
singa xwe li rastiyê didin. Şevên me ji xewa
giran şiyar dikin. Xewn û hêviyên mirî tînin
rojeva çîrokan. Îro dîsa Perînas xwe li perên
mejiyê min alandiye. Ez ê nameyekê jê re
binivîsim û sibe ji Şekiro re bixwînim, Êdî wext
hatiye ku ew jî, gunehê min nas bike. Helbet e,
gunehê min ne tenê heskirina Perînas bû. Evîn li
cihana biaqilan gunehekî gelek giran e. Yê ku vî
gunehî, li wê gerdûnê bike serê xwe winda dike.
Lê gunehên din jî, yên pir giran hene.
Min qelem û deftera xwe rakirin, ji qatê pêncan
xwe berda salona şêtxanê. Piraniya dînan di xewa
giran de bûn. Li ber maseyeke pirteqalî, li ser
kursiyekî rûniştim. Çend kêliyên bîranînên kûr,
heşt sal, têkiliya min û Perînas anîn ser maseya
pirteqalî. Lê min dît ku berî zayîna xwe min ji
Perînas hes dikir. Ew ne tenê evîna heşt salan
bû. Evîna sedsalan kom bûbû û di wan heşt salan
de teqiya bû. Hesreteke nifşên ji çarhezar sal û
vir de, di çavên Perînas de, bel bûbûn û di nav
pêlên derya xwe de, winda kiri bûm. Perînas,
berî çarhezar sal min nas dikir, lê li kuderê û
çawa, nizanim. Dibe ku kirasguherîna evîneke
efsaneyî bû min dît. Û ji nijkê ve, min dît
Perînas, li hember min, li ber maseya pirteqalî
rûniştiye. Hêstir di çavan de, zîz dibûn. Lêvên
ji pelên sorgulan dilerizîn. Çavên xemgîn û tije
valayî, di çavên min de, diçikiyan. Hebûnek tije
gilî û gazin, ez kişandim nava çîroka serkeftin
û têkçûnê, rastî û xiyanetê, ketin û lehengiyê,
bawerî û bêbaweriyê:
- Ma tu dîn bûyî Bêkes, te ez tenê hiştim. Ez ê
çawa kari bim te bibexişînim?
- Perînas, jiyana min tu kengî hatî vir?
Bersiv neda, destên xwe yên biçûk, di nav destên
min de, veşartin. Bi bêdengiya şeva şêtxanê re,
bablîsokekê em rakişandin ser perê awrekî sitewr
û min serpêhatiya xwe jê re rêz kir:
Roj baş periya min!
Min ji te hes kir, ez ji te hes dikim û heta
mirinê ez ê ji te hes bikim. Li ba min heskirina
te bûye jiyan û bê wê jiyana min nameşe. Lê rê
bide min, ez çîroka xwe ji te re bibêjim.
Rojek reş û bêxêr ez hatim dinyayê. Ez li hember
wê rojê hîn bi kîn û nefret im. Tevî ku min
çavên xwe li jiyaneke bêbext û reş vekirin jî,
ez bi hêvî bûm. Hêvî û xewnên min pir mezin bûn.
Ez ji pêşeroja xwe bi hêvî bûm. Ez evîndarekî
mezin bûm. Lê evîna min xewneyî bû, nenas bû.
Min ji gulan hes dikir. Min ji xwezayê hes dikir.
Evîna min xewneyî û nenas çiya, deşt, derya û
gerdûn tev tije dikir. Min nas nedikir çi ye, çi
dibe û çima wiha ye. Lê ji bo pêkanîna vê xewnê
ez ketim şerên hebûn û tunebûnê. Ji bo min pir
pêwîst bû ez bizani bim çima hatime jiyanê. Çawa
û çima bijîm. Çima dimînim. Çima û bi ku ve
diçim...
Periya min!
Ez di meydanên şer de, li hember jiyanê têk çûm.
Ez bêçare bûm û mîna kelemperekî ziwa ji kok û
rehan ve hilkişiyam. Ez ber ba û fitoneyên
bêbext ketim. Li gelî, çiya û zinaran geriyam.
Li vir ketim, li wir rabûm û ji nijkê ve
bablîsokeke zalim û bêdil ez ji welatê agir û
rojê dûr kirim. Berê min da bajarên mirinê. Li
Geliyê Waweylê ez ber qef kirim. Ez sipartim
mirina malxerab. Di rastiyê de ev yek azadî û
rizgariya min bû. Dawiyeke pir xweş bû ji bo
min. Lê ez li hembêza mirinê, tu mîna guleke
bihiştî li pêşberî min bişkivî. Ez nizanim ne
xewnek jê min jibîrkirî û revok bû ne bi rastî
te gelek soz dan min. Min jî, bawer kir ku ew
evîna min xewneyî û nenas tu bûyî. Û bi
berxwedaneke mezin min li hember mirinê serî
hilda û bi te re ketim riya jiyanê. Min tu mîna
xwedayê evînê li nav dil, raman, mejî, wijdan û
baweriya xwe de daçikandî. Mîna baba derwêşekî
di evîna xwedê de şewitî min xwe sipart
perestgeha çavên te. Min hemû perestgehên kevin
yên pîroz ji dil û mejiyê xwe şewitandin û hemû
xweda ji bîr kirin. Tu tenê mayî xwedayê min. Li
şûna rojê êdî li ber çavên te ser çok bûm. Lêvên
te bûn quble û Lalişa min. Bûn cihê tewafa min.
Min serî hilda û biriyar da ku ji bo te tenê
bijîm.
………….
Di nava tunebûna cih û demê de, li Dînistanê
heroj tiştên seyr û nû diqewimîn. Hemwelatiyên
nû dihatin. Agahdariyên pir giring, ji bo me, ji
cihana biaqilan dianîn. Îro serê sibê, min û
Şekiro qehwe li salona şêtxanê vedixwar.
Hevalekî Şekiro kevin derbas bû. Di nava
netebatiyek seyr de, Şekirê me, bi siran ket. Bi
kenê xwe yê bilind, ket û rabû. Destên xwe ber
bi jor ve hilkişandin û bi hîq hîqa kenê xwe ku
her roj çend caran erdhejê bi şêtxanê dixe çû
pêşwaziya wî:
- Weyyy.. Ev tu yî Dilsoz? Tu jî avêtin vir? Tu
gelekî bi xêr hatî.
Dilsoz, bêdeng û bi awirên tije hêrs û êş li
Şekiro temaşe kir. Di cihê xwe de, daçikiya,
çavên wî li nava salonê zîz bûn. Lê Şekiro rê
nedayê, bi destê wî girt û ber bi min ve kişand:
- Ev Bêkes e, xweziya min bi wî, xwezî ez jî,
bêkes bihatime jiyanê.
Û dest bi girî kir. Xwe avêt hembêza Dilsoz. Ji
ser û bin dilerizî û dikeliya. Dilsoz berda,
hêstirên xwe bi destan paqij kirin û li ser
hinarkên rûyê xwe belav kirin. Dest bi ken kir,
lê ken û girî tev hev dibûn. Li pêşberî min
rûnişt. Dilsoz, hîn behitî li derdorên xwe
temaşe dikir:
- Bêkes, navê vî Dilsoz e. Hevalê min yê
zarokatiyê ye û em pênc salan bi hev re şervan
bûn. Ew serleşker bû, serkêşê min bû.
Dilsoz, bi bêdengiya xwe tirs û saw li derdorên
xwe dibarandin. Li her tiştî kûr temaşe dikir,
wek ku bixwaze ji nû ve nas bike. Li her tiştî,
bi balkêşiyeke mezin dinerî, lê tenê nedixwest
rûyê mirovan bibîne. Di dinyayeke seyr de dijiya.
Ez pir caran dihizirîm, gelo ev çi dinya ye
Dilsoz tê de dijî. Min tenê dinya dînan û ya
biaqilan nas dikir. Ma li navbera herdu jiyanan
jiyanek din heye? Ew jiyan, eger hebe çawa ye?
Min dixwest ez xwe berdim nava Dilsoz û zani bim
ev bêdengî ji ku tê, lê hemî hewldanên min têk
diçûn. Yek peyv ji devê wî dernediket. Şekiro
bûbû berdevkê wî, hin agahdarî li ser wî didan.
Ev agahdarî pir kevin bûn. Ew demek dirêj bû
Şekiro jê dûr keti bû.
Piştî xwarina nîvro, hemwelatiyên Dînistanê, kom
bi kom li hev rûnişti bûn, Hin hêdî hêdî bi hev
re diaxivîn. Hin bi tîq tîq û dengên bilind
dikeniyan. Hin digiriyan û hin jî bi xwe re bi
tena xwe keti bûn çîrokan. Şekiro û Dilsoz, li
ber pencereyê, li ber maseya pirteqalî rûnişti
bûn. Wek her dem Dilsoz bêdeng, riyên dûr û
dirêj diajotin. Li bexçeyê şêtxanê temaşe dikir.
Çavên wî dar bi dar, gul bi gul dipîvan. Lê
Şekiro keti bû axaftinên dirêj û bê navber ji
çîrokekê diçû yek din. Ez bêdeng li kêleka wan
rûniştim. Min kûr û bi baldêrî li Dilsoz temaşe
dikir, lê min guhdariya çîrokên Şekiro jî dikir.
Gelo Dilsoz bi van dar û gulan re diaxive? Ew
êşa xwe, bîranînên xwe, serkeftin û têkçûnên xwe
ji wan re dibêje? Û ji nijkê ve, bala min
serpêhatiyek Şekiro kişand.
- Dilsoz, malxerabo, ma Hogir û Zozan tên bîra
te? Tê bîra te ku te ferman da,......
û borîna giriyê Şekiro li banê asîman zîz bû. Bi
herdu destên xwe li serê xwe da û qîriya. Şekiro
hêc bû, bi nava salona şêtxanê ket. Çi diket ber
destên wî di pencereyan re diavêt. Serê xwe li
mase û dîwaran dixist. Heytehol ket nava dînan.
Hin bi Şekiro dikeniyan, hin li pey direviyan,
çend kesan alîkariya wî dikirin, kursî û mase
diavêtin, qedeh û sênî dişikandin. Doxtor û
alîkarên wan bi cilên sipî ketin nava salonê,
pey Şekiro diketin. Du kesên dirêj û bi hêz
herdu milên wî ji pişt ve girtin, lê hîn
diqîriya û li ber xwe dida. Bi lingên xwe şer
dikir, her tişt dişikand. Diduyên din herdu
lingên wî jî zeft kirin, lê diqîriya, tenê peyva
Zozan digot. Şekiro li ser banê zikê wî dirêj
kirin. Jinek, bejin zirav û dirêj, derziyek li
tilmê qûna wî de çikand. Piştî çend kêliyan,
Şekiro sist bû, bêdeng bû, lê di bîbika çavên wî
de, hêstiran wek birûskên biharê vedidan. Piştî
ku bêdeng ma, ew birin odeya wî. Me kursî û mase
rast kirin, lê Dilsoz hîn li wê goşeyê, bêdeng
li bexçe temaşe dikir.
|
|
|
selim@bicuk.de
Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - ©
Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de
|