Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   
Weha dişewitîm …. Û bihişt li welatê rojê xilmaş dibû


2
Duhok pira rewşenbîriya kurdî ye!


Weha bi hêminî Duhok di nava dilê çiyan de paldayî ye. Ew çiyayên ku xelkên vî welatî di rojên rev û talanê de diparastin, niha bûne taca bûkaniyê, xweşikayî û ciwaniyê didin bajarê Duhokê, mîna firîşteyên dilovaniyê vejîna bajêr hembêz dikin. Alên kurdî, awazên kurdî û jiyana bi her awayî kurdî, Duhokê di navbera xewnên doh û rastiya îro de zindî dikin. Kolanên bi liv û tevger, di serî de dinya desthilatiya mêran berçav dikin. Jin, bi awa, reng û hebûna xwe li derî jiyana Duhokê dijîn. Reng û ciwaniya bajêr lawaz û sar dikin. Lê îro, 08.11.2006 Duhok rewşeke taybet dijî. Ji hemî parçeyên kurdistanê û welatên penaberiyê, rewşenbîrên kurd mêvan in, li welatê xwe mêvan in. Li bajarê xwe mêvan in. Bi serpereştiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Duhok, festîvala rewşenbîrî li dardikeve. Duhok dixwaze sînoran bibezîne û bibe pira rewşenbîriya kurdî! Karekî dîrokî û berpirsiyariyeke mezin e Duhokê û rewşenbîrên xwe dane ser milên xwe. Li welatê rojê, bihişta xewnan, giyan tar û mar bûne, kesayetî talan bûye û mirov ji xwe biyan bûne. Li bin barê dîroka serkeftin û têkçûnan jiyana kesayetiya berz û jixwebawer lawaz û xûz bûye. Û di her ketin û rabûnekê de, sed sînor berz bûne. Di mejî û giyan de, di hişmendî û zanînê de, di rabûn û rûniştinê de, di mirovan de, di dilê xakê de, li ser vê cografiya êş û talanê sînor li ser sînor hatiye xêzkirin. Dil û cîgerên mirov, xak, lawir û asimanê vî welatî bi sînoran perçeperçe bûne. Eger Duhok û rewşenbîrên xwe di rewşeke weha de, gavekê jî ber bi vê pirsgirêkê de bavêjin serkeftineke mezin e û cihê şahnazî û serbilindîyê ye. Lê berî her tiştî gerek e em, Duhok û xelkên vî welatî li xwe mukur werin û bi dilekî vekirî û bêtirs sînorên xwe destnîşan bikin.
Sînor, rewşenbîriya kurdî, pir?
Gelo em kîjan sînoran bibezînin? Ka werin em sînorên xwe bihejmêrin; Li navbera min û min hezar sinorên bi têlên rêsayî hene û li her goşeyekê bargeheke leşkerî nobedariya wan dike. Li navbera te û te sînor li sînor tê alandin û bargehên leşkerî mişt dibin. Li dil, giyan û cîgerên min, te û Duhokê mîhrecana sînoran dîlana dîroka êşê digerîne. Her yek ji me xwediyê hezarûpêncsed sînorî ye, her sînorek xwediyê hezarûpêncsed cîrokê ye û her cîrokek rehên xwe berdide nava hezarûpêncsed birînê. Weha dîroka sînoran dirêj dibe. Bihara xwe ya yekemîn bi 72 fermanan dixemilîne, dema cara yekemîn rih û giyanê me ji hev parçe dike. Xwedayê me dibe Allah û reng, ziman û toreya dagîrkerê me pîroz û xwedayî dibin. Zimanê tirs û talanê, toreya êrîş û wêrankirinê, rengê taktenê û nepejirandin û kuştina hemî rengên din pîroz û xwedayî dibin. Weha em dibin evîndarê bindestiya xwe û dem di tirajîdiya xwînê de dizîvire û dirêj dibe bê ku birînên me derman bike, sînor li ser sînor tê çandin. Me ji xwe û bav û kalên xwe nefret kir. Destên xwe bi xwîna wan kesk kir bi hêviya ku goşeyek li bihiştê tevî çend jinên ciwan li ser navê me bên tapokirin. Ji wê rojê me bihişta xwe ya rastî, Kurdistana xwe berda û bi nav garanên talankeran ketin, li asmanan li bihişteke din geriyan. Îro jî ewqas sînor li Duhokê kom bûne. Em û Duhok dikarin van sînoran bibezînin? Ji bo ku pira me saxlem bê avakirin pêdiviya me bi naskirina her sînorekî heye. Em ji Duhokê dest pê bikin û li nexşeya sînorên wê temaşe bikin. Bi hejmar hezarûpêncsed sal in. Salên tije dagîrkerî, êş û xwîn. Îro jî, nêzî 180 rewşenbîrên kurd, ji tevahiya Kurdistanê û welatên biyanî û windabûnê li Duhokê civiyane. Her yek ji wan jî xwediyê hezarûpêncsed sînorên bi dirihreşkê pêçayî, şopa xwe dikin xwîn. Li vir xwîn li xwînê civîya ye ber bi bihiştê ve, şopa xewna doh û rastiya îro dipelîne. Îro kurdistan azad e, doh xewn bû, niha jî rastî ye. Lê çiqasî kurd azad in?
Li ser vê xaka azad, her kurdek bi hezar awayî dagîrkirî ye. Bargeh û sînorên dagîrkeriyê hîn di giyanê kurdan de, berz û bihêz dijîn. Li vê cografiya êşê, gendel û diz peyda dibin. Diziya tîrêjên rojê û rûbarên xwînê dikin. Gelo mirov hene bikaribin xwînê bidizin? Mirov hene ku bi gendeliya xwe xaka bihiştê qirêj bikin? Mirov hene hewqas şehîd, hewqas êş, hewqas xwîn, hewqas girî û hewqas xewn ji bîr bikin? Gelo ev xak cî dide navê gendelî û diziyê? Na, bêguman eger hebin şopa wan li ser vê xakê heram û guneh e. Ne roj tê dizîn, ne xwîn tê dizîn û ne jî êş û birîn tên dizîn.
Li vir dengê seydayê mizgeftê ji dengê mamosteyên zankoyê, ji dengê her rewşenbîrekî bilindtir e. Haa, vaye dîsa dijûnan dike keçên kurd: Ev (…..) ( bila xwîşk û dayîkên min yên duhokî biborînin, ez nikarim gotina wî dubare bikim).
Civaka kurd ber bi misilmaniyeke tundrew ve diçe û ev metirsiya herî mezin e li ser hebûn û bûneweriya kurdan. Hejmara mizgeftan ji hejmara dibistan û zankoyan pirtir e. Kurdistan bihişt e, tenê bi hemî rengên gulên xwe dikare bihişt bimîne. Ol, bawerî û kêmneteweyên li vî welatî dijîn mîna kulîlkên rengereng vê bihîştê dixemilînin. Pêdivî ye ev kulîlk û reng di nava aramî û aştîyê de, li şûna xwîn û talannê rengê jiynê ciwan û şêrîn bikin. Cihê peyv û gotarên ku kîn, nifret û nepejirandina rengên cuda diafirînin li bihiştê tune ye. Hezkirin û tenê hezkirin, welatê rojê hezkirin û aştiyê dixwaze. Misogeriya hebûn û jiyana me wek kurd, wek netewe tenê bi nirxên nûjen, demokrat û mafê mirovan dibe.
Li vir belengazên kurd li kêleka tûpê xwe yê gazê, kolanê dikin doşek û asman dikin lihêf. Dîsa li vir piraniya xelkê bi bêberpirsiyarî vê xaka xwînê mîna sergoyê bikartînin û qirêja xwe li her cihî belav dikin, li kolanê, li ser riyan û li her cihî festîvala şûşeyên vala, kaxez û bermayên din e. kêm kes xwe xwediyê vî welatê ku bi xwînê hatiye avdan dibînin. Û li vir di yek salê de 325 jin canê xwe didin ber pêtên êgir û xwe disotînin, bindestî û kotekiya jiyana civakî riya jiyanê li ber wan digire. Jin ku ew bi xwe jiyan e nikare di jiyana me ya civakî de bijî. Çareseriyê di şewatê û êgir de dibîne. Ev welatê ku ji şewat û xwînê têr bûyî hîn pêrgî şewatên nû, xwîna nû û êşên nû tê. Di salê de, 325 jiyan dişewitin. Bihişt dilerize, xemgîn dibe û bi dilekî sar van şopên dojehî li nav dil û cîgerê xwe dipelîne, sînorên nû ava dike.
Niha jî, rewşenbîrên kurd bi hawara xwe û vî welatî ve hatine. Bêguman bang û pêngava rewşenbîr û rêvebirên Duhokê cihê şanazî û serfiraziyê ye. Ev rengexebat derfeteke mezin li pêşberî rewşenbîriya kurdî vedike ji bo bibe xwedî rol û bersiva vê demê bide. Rewşenbîr di her civakê de, nûneriya wijdan, sinc û hişmendiya xelkê dikin. Lê em ji xwe bipirsin: Ka rewşenbîriyeke kurdî, di nava vê xirecira sînor, êş û hîkariya dagîrkeriya salan de, li ser piya heye? Eger em pîvanên hemdemî li aliyekî bihêlin û bibêjin: Em ev in û rewşenbîriya me ev e. Em û Duhok bêçare ne bi vê rewşenbîriyê sînoran bibezînin û pira xwe ava bikin. Li vir du aliyên pirsê çêdibin; yek Duhokê hewqas rewşenbîr anîn ba hev û karê xwe wek gava sereke anî cih û festîval bi serkeftineke mezin li dar xist. Didu rewşenbîrên ku li vir civiyane dê çiqasî li berpirsiyariya xwe ya dîrokî xwedî derbikevin?
Wek dîmenekî bidax, di rewşenbîriya kurdî de, îro nêçîrvanên xelatan, xwediyên şabaş û dirûşmeyan ku bazirganiyê bi peyv û hestan dikin gelek in. Mixabin, deng û rengê kesên weha jî, di meydana kurdî de bilindtir ji her dengî ye. Û bi pircure dixwazin nêçîra masiyan di ava girik û qirêj de bikin. Ew bi xwe, bi armanca hin berjewendiyên teng, avê qirêj dikin. Gelek caran ev hewldan digihîje sînorê cih û xalên herî reş û biêş di dîroka kurdî de. Digihîje sinorê birakujiya kurdan, yan jî xwekujiya kurdan wek ku birêz serokê herêmê bi nav dike. Bi xame û rewşenbîriya xwe dixwazin birînên ku kevin bûne û qamûşk girtine ji nû ve vejînin. Weha di vê dema tenik û hestdar de, bazirganên rewşenbîriya kurdî bihêztir û pirtir dibin ji dilsozên wê. Rewşenbîrî, bazirganî û derew sê tiştên ku ticara li hev nakin û bi hev re nabin. Nabe mirov derwîn û rewşenbîr be, nabe mirov bazirgan û rewşenbîr be, dijatiyeke xweristî di navbera van têgînan de heye, nikarin bi hev re, di yek kesî de cî bigirin. Mixabin, ev dîmen jî di nava rewşenbîriya kurdî de cî digire.
Rewşenbîrên kurd li vî welatî bi piraniya xwe li hember bûyeran bêdeng dimînin. Beşek jî, dema rexne dike, li şûna rexneyê şer dike û bi awayekî dijminane nêzî pirsgirêkan dibe. Kêm kes hene ku bi zanebûn û dilsozî rexne dikin ji bo ku ava û durust bikin.
Li vir, ji bo ku Duhok rola xwe temam bike û bihêztir ber bi rewşenbîriyeke kurdî nûjen, sînoran bibezîne, gerek e rewşenbîr, bazirgan û derwînan ji hev cuda bike û hejmar û dengên dilsozan bilind bike. Di çarçoveya sînorên xwe jî de, pêdivî ye Duhok rê li ber avakirina rewşenbîriyeke serbixwe û çalak xwedî kesayetiyeke kurdî, durust bike. Rewşenbîriyeke li ser bingeha berjewendiyên gelê kurd û mirovahiyê dikare hewqas sînor bibezîne û herweha pira rewşenbîriyeke kurdî hemdem û mirovane ava bike.
Duhok, di nava dilê çiyayên xwe, firîşteyên dilovaniyê de, hejmarek mezin rewşenbîrên kurd û bi dilsozî û mêvanperwerî dicivîne. Li nav sînorên êşê, şopên şewata birînên kevin, li deriyê bihiştê, Kurdistana Azad dixe. Kurdistana mirovhez, Kurdistana aştî û hêminî û aramiyê, Kurdistana mafê mirovan, Kurdistana xewna doh û rastiya sibe ku ew tenê dikare hemî sînoran bişewitîne û hemî birînan derman bike.
Duhok, serkêşiya rolek dîrokî dike. Wek destpêk serkeftineke mezin e, berpirsiyariyeke mezin e û dikare bibe bingeh ji bo avakirina rewşenbîriyeke kurdî ku bi rastî nûneriya wijdan, sinc û hişmendiya civaka kurd bike. Duhok dikare bibe derman bo birînên sedên salan û karwanê nûjeniyê, ber bi bihiştê ve bikişîne.

                                                                                                                          


 

 

 

 

 

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de